Bavê Cengo
Wek hûn zanin û we di vîdeoyan de dîtiye, Hevseroka Daîreya Pêwendîyên Derve ya Rêveberîya Xwelîser Îlham Ehmed, li Parlamentoya Ewrûpayê û di gelek civînên bi Amerîka û Îsraîlê re ji bo Kurdan tiştek nedixwest û digot em Sûrîyeyek demokratîk dixwazin. Ango, Îlham Ehmed yek ji teslîmkirin û têkbirina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê ye. Bê îrade ye, mirîd e û wek gelekan li dijî Kurdistanek serbixwe ye.
Îlham Ehmed li Silêmanî di semînerekê de da lotik û zîtirkan û li ser rewşa sûrîyê axivî. Xaltîka Bratîya Gelan Ehmed, anî zimên ku „peymana ku di navbera Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûrîyê de pêk hatiye di bin zext û êrişên giran de hatiye îmzakirin. Wê pêvajoya entegrasyona hêzên leşkerî û hêzên asayîşê heta astekê bidome û ji bo temamkirina vê pêvajoyê hîn gelek gavên pratîkî hewce ne“ filan û fîstan.
Ê baş e heyran, ma yê ku zext û êrîşên giran li ser we kirin kî bûn?
Ma ne serokê we Abdûllah Bahçelî û Devlet Ocalan bûn keçko?
Madem zext û êrîşên giran bûn, we qebûl nekira û we xwe teslîmî sofîkên DAÎŞê nekiriba heval.
Îlham xanimê wek her carê, di semînerê de ji heq û hiqûqê miletê Kurd zêdetir dîsa giranî da ser girîngîya jinê û xwest ku lotikvanên YPJ têkevin nav refên sofîkên DAÎŞê û xwe di paxila wan de germ bikin.
Ma ji vê hetîkettir tiştekî din heye keçko?
We bi salan şerê sofîkên DAÎŞê kir û îro jî hûn lava dikin ku têkevin bin sîya wan xwînheraman.
Xaltîka we Îlham Ehmed, di derbarê zimanê Kurdî de jî çend lotik avêtin û got: „Bi serê serok, mafê her gelî heye ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibîne. Pergala me ya perwerdeyê divê li ser vê bingehê bê xurtkirin û pirsgirêkên qebûlkirina dîplomayên zanîngehên herêmê bên çareserkirin“.
Erê dinyayê!
Çawa nîvê Sûrîyê di bin destê mirov de be, mirov desthilatdarê herêmên xwe be û têkeve rewşa ku ji bo zimanê Kurdî lava ji neyarê xwe bike. Ma go ev ne qebhet û rûreşî be naxwe çi ye heval..
Îlhama me lotika xweş û pûç û vala hişt talîyê û xanimê li ser Kongreya Netewî jî axivî.
Çi bêje baş e?
Got: „Ez bi serê şêxê xwe bikim, ji bo paraztina destkeftîyan û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, li ser bingeha yekîtîyek civakî û berfireh divê gav bên avêtin“ filan û bêvan û kiras û xeftan.
Hey porkurê, hûn netew-dewletê naxwazin, neyartîya dewleta Kurdî dikin, we hemû destkeftîyên xwe kir bi qurbana Bratîya Gelan, îcar ev çi vir û derewên Kongreya Netewî ye keçko? Madem hûn alîgirên Kongreya Netewî ne, çima we xwe û her destkeftîyên netewî firot keftarên Romî û tajîyên Ereb?
Na na, xaltîka we Îlham Ehmed taktîkan dike heval, taktîkên demokratîk!
Qamişlo

Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min
Messî û qumandan che guevara
Vê sibehê şerê min û pênûsê