
Nûrî Çelîk
Em çi bêjin, çi bikin vala ye. Kurd bi giştî û Kurdên Bakur bi taybet xwe nas nekirine. Erê ji qirikê û bi jor de Kurd in, lê bi dil û mejî, bi hest û hişmendîya xwe dûrî Kurdayetî û Kurdistanîbûnê ne. Ehmedê Xanê hê berî 300 salî digot, “Ey milletê bê millet, heta tu nebî millet tu nabî dewlet”. Em xwe nexapînin. Em hê nebûne millet. Ji ber vê jî em dûrî hest û hişmendîya milletbûn û dewletbûnê ne. Milletbûn bi paraztina nirx û berjewendîyên netewî çêdibe, ne bi paraztina berjewendîyên şexsî, malbatî û partîtîyê. Parçebûn û parçekirin jî berhemên van berjewendîyên şexsî, malbatî û partîtîyê ne. Berjewendîyên takekesî bi xwe re têkçûna exlaqî siyasî, exlaqê civakî, exlaqê şoreşgerî û exlaqê netewî têk dibe û civakê serûbinê hev dike, hêvî û bahwerîyê pê re nahêle. Ne tenê ev, li pêşîya yekîtî û tifaqê jî dibe asteng, hêza milletê Kurd tarûmar dike û xewn û xeyalên wî yên azadî û serxwebûnê vedimirîne.
Ez dên û bala xwe didimê, îro di medya civakî de herkes behsa yekîtî û tifaqê dike. Herkes yekîtîxwaz e, herkes behsa Kurdistanûnê dike. Herkes (ji derveyî PKK û alîgirên wê) Başûr û bi taybet PDK (Barzanîyan) wek qibleya xwe dibîne û hêvîya xwe bi wan ve girê dide. Bi taybet ewên ku navê PDK Bakur li xwe dikin û ewên ku PDK û Barzanîyan nêzîkî xwe dibînin, dev ji hemû kar, xebat û tekoşîna li Bakur berdane, pişta xwe bi PDK û Barzanîyan girê didin û li ser pişta wan hem nanê xwe dixwin, hem jî siyaseta xwe dikin. Heta bi astekê hem xwe dixapînin, hem jî Barzanîyan dixapînin. Helbet heger jê re siyaset bê gotin.
Rol û keda Kurdên Bakur di Şoreşa Îlonê (Başûr) de pir û pir e. Di şoreşa M. Mistefa Barzanî de pir û pir e. Di destkeftîyên îro yên Başûrê Kurdistanê de pir û pir e. Ne Barzanî dikarin vê yekê înkar bikin, ne jî dîrok. Lê li beramberî vê ked û fedakarîya mezin û pîroz, çi di warê siyasî û dîplomasîyê de, çi jî di warê şer û rêxistinî de, wan ji Kurdên Bakur re çi fedakarî kiriye, cîhê pirs û meraqê ye. Bêguman em milletek in, neferên welatekî ne, brayên hev in, laş û gewdeyek in, reh û xwînek in. Alîkarî û piştgirîya her Kurdî, her partîya welatparêz û Kurdistanî erkek netewî ye, bêminetî ye. Lê gava dil ne li miqabilî (beramberî) dilan be, mijar dibe yek alî, dibe hevxapandin, hevbikaranîn û wekî din. Îro rewşa ku em Kurdên Bakur tê de ne dirûvê vê yekê dide.
Erê em dibêjin Kurd milletek in (bi ser ku nebûne millet jî), Kurdistan yek welat e û 2+2=1 e. Lê di rastîya xwe de ne wilo ye. Bi rastîya xwe, bi şert û şirûtên parçeyî û herêmî Kurd 4 millet û Kurdistan jî 4 dewlet in (Kurdistana Sor jî 5). Şert û mercên her beşî cuda, têkilî û berjewendîyên wan yên bi dewletên dagîrker re cuda, daxwazên wan cuda, ziman û çanda wan nêzîkî hev bin jî, dîsa cuda ne. Yanî, rastî çi be divê mirov wê rastîyê qebûl bike, xwe nexapîne û li gora wê rastîyê şer û siyaseta xwe bike.
Axir, mijara me li ser yekîtî û tifaqê bû. Bi taybet li ser PDK Bakur û li ser pirsa “çima nabin yek“ bû.
Em berjewendî û nexweşîya kursî û serokatîyê deynin alîyekî. Sedema herî mezin ya ku PDK-B nikare bibe yek, ne tenê dewttêwerdana dewleta Tirk, jê zêdetir desttêwerdanên PDK Iraq bi xwe ye. Siyaseta bi îcazet û wesayeta PDK Iraq bi xwe ye. Û helbet bêferasetî û bêîradeyîya serok û rêvebirên PDK Bakur bi xwe ye. Partîya ku nikaribe siyasetek serbixwe bimeşîne, nikaribe ji bin wesayeta partîyek beşek din derkeve û hemû hêvîyên xwe, kar û xebata xwe, paşeroj û pêşeroja xwe, ango çarenûsa xwe bi wê ve, bi wan ve, girê bide, wê çawa karibe bibe yek, wê çawa karibe bi pêş bikeve û li Bakur bibe alternatîf? Dûrî aqilan e.
Bi kurt û Kurmancî; heger ez bi zimanê gundîkî bêjim, xulamê ku ji gotina axayê xwe dernekeve nikare azad bibe, nabe xwedî îrade, nabe xwedîyê erd û milk. Wê hertim di xizmeta axê de be û gava malê axê biçe jî wê canê xulêm bêşe.
Ev yek ne tenê ji bo PDK Bakur, ji bo her kes û partîyê derbas dibe. Siyasetek bê îcazet û wesayet, helwest û hişmendîyek serbixwe mak û stûna serkeftinê ye wesselam. Wekî din, gotin û galgalên yekîtî û tifaqê dibin gotinên êvara û dikevin qulê dîwara û hûn sax.

Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min
Messî û qumandan che guevara