Raca Xan
Li Hindistanê, bûkek 23 salî, çima ku xezûrê wê yê 65 salî destdirêja wê kiribû, kîr û gunikên wî di qurmik de jêkirin û niha rebenê xezûr maye bê halet, bê tiştik û miştik.
Namûs ne tenê parçeyek goştê nav şeq e. Namûs her tişt e. Asasê namûsê bi poz de ye, heger pozê meriv neşewite, parçek goştê nav şeq (paq) li ber lingan here jî vala ye, bê wate ye. Hesil poz bişewite, hesil xîret bijene û ji her tiştî re erê neyê gotin.
Bala xwe bidinê, jinikek 23 salî ciwan, çima ku xezûrê wê destdirêjîya wê kiriye, xîreta wê qebûl nekiriye, şerefa wê ketiye bin ling û namûsa wê jê re gotiye dest hilîne. Pozê wê şewitî ye û xezûrê xwe xesandiye. Karîbû dengê xwe neke jî. Lê pozê wê şewitî ye, xîreta wê serî hildaye û namûsa wê gotiye, “dest hilîne, tu îro dengê xwe nekî tê sibê qûnê jî li ser bikî” û jinikê gotiye ya allah û ya xwedê.
Îcar bala xwe bidin jin û mêrên Bakurê Kurdistanê.
Bi navê bratî, mirovatî û entegrasyonê welatê wan tê firotin, dengê xwe nakin.
Fihûş, zinêkarî, jinfiroşî, kerxanecîtîyê civaka wan dagîr kiriye, dengê xwe nakin.
Zimanê wan, çanda wan, nirxên wan tê asîmîlekirin (enregrasyon), dengê xwe nakin.
Bi zarokên xwe re bi Tirkî daxivin, zarokên wan dibin (dikin) Tirk, siyasetê bi zimanê dagîrkirên xwe dikin, dengê xwe nakin.
Demografîya welatê wan tê guhertin, dengê xwe nakin.
Piştgirîya LGBT, Femînîzm, Qûnektî, Qûndetî û hemû nirxên dûrî nirxên civaka Kurd dikin, dengê xwe nakin.
Tirk û Virq û Ereb kirine rêber û serokên xwe, dengê xwe nakin.
Qedera zir milletekî xistine destê yekî Îsotçî, dengê xwe nakin.
Kurd kirine sêwîyên çepîtî, enternasyonalîzm û ummeta îslamê, dengê xwe nakin.
Doza Kurdistanê, xwîna şehîdan, serxwebûn û hemû mafên çandî belaş firotin, dengê xwe nakin.
Û bi dehan quzilqurtên din.
De îcar ka bêjin ya gurçikno, ya kezebno:
Kî bi namûs e?
Jinika Hindî ya 23 salî
Yan 30-40 milyon xwelîserên Kurdên Bakur?
Heger yek yan çendek wek jinika Hindî derketina û xirxirk û mirxinkên çendek ji van Kurdfiroşan jêkirina, gelo wê ev tofan bihata serê Kurdan, na welle..
New Delhî

Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min
Messî û qumandan che guevara