Li dîroka Tirkîyê û Ataturk binerin, li şer, li kevneşopî, ziman û xwarin çanda wan binerin, hûnê bibînin ku tev li ser dîrokek derew û sexte hatiye avakirin û nifşên nû bi vê dîroka xapînok hatine perwerdekirin.

Bala xwe bidinê PKK, Ocalan û dezgehên wan heman tişt, heman taktîkên dewleta Tirko jî bi kar tînin. Dîroka Kurdistanê bi xwe dest pê dikin, Kurd bi xêra wan hatine naskirin, berî wan Kurd, Kurdî û Kurdayetî tunebû, jina Kurd bi saya wan azad bûye, heger ne ji wan ba wê Kurd tunebûna, û gelek çîrokên din. Bala xwe bidin dewleta Tirk û siyaseta wê, bala xwe bidin dîroka Ataturk, hûnê di wan de PKK û Ocalan bibînin.

Axir…

Lotikvana Dêrsimî Sebahat Tûncel (ku gelek dibêjin Ermenî ye û wek Aysel Tugluk Kemalîstek xas e) ji Îlke TV re axivî û da lotikan. Xaltîka we Sebahat Tûncel (balkêş e, paşnavê wê Tûnc-el e, navê ku Ataturk li Dêrsimê kiriye Tûnc-elî ye, yanî yek nav û yek wate ye) di lotika xwe de got:

„Bi serê şêxê min, heger Kurd îro di demokrasîya herêmî de desthilatdar in, bûne sêyemîn partîya herî mezin ya parlementoyê, heger kanalên bi zimanê Kurdî tên vekirin, û heger Kurd bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin – heta di nebûna ewlehîyên qanûnî de jî – ev bi saya hewldan û qurbanîyan e“ û pê de çû.

Ê baş e xaltîkê, we heta îro bi partîya parlamentoyê, bi desthilatdarîya demokrasîya herêmî ji bo Kurdan doza çi kir, we çi kir û we çi bi dest xist?

We di parlamentoyê de çend pêşnûme ji bo fermîkirina zimanê Kurdî pêşkêş kir?

We di şaredarîyên xwe de çend zarokxane û dibistanên Kurdî vekirin?

We ji bo heq û hiqûqê Kurdan, ji bo ziman û nasnameya wan, çend çalakî li dar xist?

Ji bo heq û hiqûqê Kurdan, ji bo ziman û nasnameya wan,  we çend carî serî li Parlamentoya Ewrûpayê, li Yekîtîya Milletan xist?

Ji bo Kurdan hûn çend carî ketin grêva birçîbûnê?

Hûn çend carî ji bo Kurdistanê derketin kuçe û kolanan?

Hîç û tune!

Ango sifir (0)

Televizyon bi peran tên vekirin, girêdayî aborîyê ye. Wa AKP jî TRT6 vekiriye keçko, ma yên ku şerê TRT6ê dikirin dîsa ne hûn bûn? Belê.

Te go Kurd bi saya hewldan û qurbanîyên we dikarin bi zimanê dayikê baxivin?

Derewên ji bejna xwe mezintir neke keçko.

Ma berî we Kurd bi zimanê çûkan daxivîn?   Ma berî we radyonên Bexda û Êrîvanê tunebûn? Ma berî we rojnameyên wek Rêya Teze, Xebat, Roja Welat û gelekên din dernediketin?

De ka îcar li piştî xwe binere keçko.

Ma ne bi saya serê we Kurd asîmîle bûne, asîmîle dibin û zimanê xwe ji bîr dikin?

Ma ne bi saya serê we îro Bakurê Kurdistanê dibe Tirkîstan?

Ma piranîya we ne bi Tirkî daxivin, siyaseta xwe ne bi Tirkî dikin?

Ma piranîya rêvebirên ne Tirk in, ne Kurdînezan in?

Û bi sedan çîrok û mîrokên din.

Werhasilî kelam, dibêjin heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskan e.

Ji xaltîka me weyê Kurd hemû razane û haya wan ji bayê felekê nîne. Lê nizane ku bi lotik û motikên çewtomewto ne tenê Kurdan, lê xwe jî dixapîne..

 

Izmîr

About The Author