
Ne li ser bextê min be, li ser bextê fitne û fesadên Hewlêr, Duhok û Silêmanîyê be. Li gor dibêjin (ku raste jî), Herêma Kurdistanê bûye berdîberdan, nîvê van bajaran bûne Ereb, nîvê dikandar û bazirganan bûne Ereb, û heger wilo biçe wê çend salên din Kurd li welatê xwe bibin kêmnetew û biyanî.
Di vê derbarê de Profesorê Zanîngeha Silêmanîyê xalê me Dr. Hogar Mehmûd, gilî û gazindên xwe kirin, nameyek qerase ji Serok Mesûd Barzanî re şand û lotikek bêîman lê xist.
Dr. Hogar Mehmûd, di nameya xwe de bang li Serok Mesûd Barzanî ku ji quncika xwe derkeve û derkeve nav gel da ku vê malkambaxîyê bi çavên serê xwe bibîne.
Lêkolîner û Akademîsyen Prof. Dr. Hogar Mehmûd Feraj, di nameya xwe de dibêje:
“ Birêz Mesûd, min çend caran bi rêya rojnameyan nameyên vekirî ji we re şandin û armanca min ew e ku ez dengekî welatparêzî bigihînim cenabê we. Dîroka şoreşên gelê me û qurbanîyên bi sed hezaran şehîdan ji bo paraztina nasnameya netewî û axa Kurdistanê bûye. Mixabin, Kurdistan niha bûye du herêm û bajarên bê parêzgar, gund hatine valakirin û gundî bûne karkerên bêkar. Ji aliyekî din ve, Kurdên li deverên cudaxwaz yên wek Kerkûk û Xaneqîn ji ber zextan ji deverên xwe direvin. Avakirina bi sed hezaran apartman û xanîyên bi navê veberhênanê tenê ji bo qezenckirina dolaran û dewlemendkirina karsazan e. Medya bi zimanê Erebî ji bo niştecîhên navendî û Başûrê Iraqê parêzvanîyê dike ku werin herêmê û bibin xwediyê xanî û milkên xwe. Ev yek li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, bûye sedema zêdebûna xeternak ya hejmara mirovên ne-Kurd ku bi nifûsa Kurd re pêşbazîyê dikin. Heta li Kerkukê jî, ji 16ê Cotmehê vir ve neh taxên nû yên Ereb hatine avakirin, ku ji asta Erebkirina rejîma Sedam derbas bûne
Li gor xala 23an ya Destûra Iraqê, guhertina demografîk nayê qebûlkirin, lê mixabin rayedarên herêmî li vir hevkarîyê dikin. Ev veberhêner amade ne ku erd û welat di bin siya rejîma Kurdî de talan bikin û zû pareyan qezenc bikin. Kesayetên Ereb bi xwe qebûl dikin ku Sedam nekarî Erebkirinê ferz bike, lê rayedarên Kurd bi xwe vê yekê dikin.
Ger ev rewş berdewam bike, Kurd wê di pêşerojê de li ser axa xwe bibin kêmnetewe û wê bi wêrankirin û hilbijartinên dijwar re rû bi rû bimînin.
Ez ji we tika dikim ku hûn bi cil û bergên nenas (tanakkuri) serdana bajaran bikin da ku rastîya tahl bi çavên xwe bibînin”.
Û hinek tiştên din.
Ax xalo ax!
Kuro te serê min xwaro, ma guhertina demografîya Kurdistanê di xema kê de ye?
Ma guhertina demografîya Başûrê Kurdistanê di xema Barzanî û Talabanî de ye, na.
Ma guhertina demografîya Bakur û Rojava di xema Ocalan û Mazlûm Abdî de ye, na.
Ma firotina Kerkûk û navçeyên din di xema Barzanî û Talabanîyan de ye, na.
Ma bicîhanîna maddeya 140 di xema wan de ye, na.
Îcar tu hawara xwe digihîne kê canekem?
Ma ku serok û elokên Kurdistanî hebûna, ma ku dilêş û xemxwarên Kurdistanê hebûna, wê ev tofan bihata serê milletê Kurd? Na.
Ma Hewlêr, Duhok û Silêmanî tenê kirine Ereb kak!
Rojava kirine Ereb, Bakur kirine Tirk
Û ha ha ziman û demografîya Kurdistanê diguherin.
Îcar ya xalê Mehmûd, rast e tu jî wek me kezebşewitî û dilêşê millet û welatê xwe yî. Lê ez bi serê Barzanî, Ocalan û Talabanî bikim, bi vê Kurdayetîyê, bi vê siyasetê, bi van çîrokên Kurd û Ereb bra ne, Tirk bêyî Kurd, Kurd bêyî Tirk nikarin bijîn, bi vê qûşê û hezar quzilqurtên din, Kurd bi ser nakevin û wê her û her qûna Tirk û Ereboşkan balêsin û xelas..
Duhok

Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min
Messî û qumandan che guevara