
Nûrî Çelîk
Her gotinek bav û kalên me wek xezîneyek zêrîn e, xezîneyek mişt û tije, xezîneyek têrnaverok û bi wate. Her gotinek wan serpêkatî û serborîyek e, ezmûna jîyanê ye, pêzanîn û ceribandin e. Helbet heçê ku jê fêhm bike, wan gotinan bipîve û dersê jê bistîne.
Dibêjin: Destê bi tenê deng jê nayê. Tifaq stûna serkeftinê ye. Malek bi tifaq ji êlek bê tifaq çêtire. Aqilê sivik, barê giran. Û wek van belkû bi sedan û hezaran gotin û metelokên bav û kalan. Gotin û metelokên ku meriv karibe jê aqil bigire, dersan jê bistîne û wek rê û rêbaz deyne ber xwe. Lê mixabin ne em girîngîyê didin metelok û serpêhatîyên bav û kalên xwe, û ne jî ji dîroka xwe dersan distînin. Ji xwe miletê ku hay ji dîroka xwe nebe û dersan jê nestîne, nikare pêşeroja xwe jî bineqişîne, nikare pêşîya xwe jî bibîne.
Neteweya ku xwe nas nekiribe, mîna kesê ku bîr û hişê xwe winda kiribe, nikare hebûna xwe biparêze. Mîna pezê di devê gur de be, kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve diçe. Neteweyên ku ji dîrok, çand û rehên xwe bêagah in, mehkûmên ketina bin bandora çand û hêzên din in. Bi vê re, bi windakirina nasname, çand, ziman û hemû nirxên xwe yên pîroz re rû bi rû dimînin û bi demê re di nava civak û rista dagîrkerê xwe de dimihe û winda dibe. Windakirina bîr û hişê dîrokî, negirtina aqil, nestendina dersan, meriv dixe heman xefikên dijmin û meriv li hember asîmîlasyon, manîpulasyon û têkçûna kesayetîya civakî û netewî gêj û sewsî dike, li hember têkçûna netewî bê taqat dike. Xwenasnekirin, ne tenê dibe sedema têkçûna hemû nirx û hêjayîyên civakî û netewî, herweha dibe sedema biyanîbûna li hember hest û hişmendîya tifaq û yekîtîya netewî jî. Ev yek ji bo rêxistin û partîyan jî wilo ye. Rêxistin û partîyên ku bi hemû hest û hişmendîya xwe wek Kurd xwe nas nekiribin, rêxistin û partîyên ku îdeolojî û berjewendîyên partîtîyê hest û hişmendîya wan ya Kurd û Kudistanî dagîr kiribin, zû bi zû nikarin di bin sîwanekê de kom bibin û yekîtîyek netewî çêkin. Yekîtîya netewî bi îdeal û armancên hevpar pêk tê û stûna vê yekê jî hest û hişmendîya Kurd û Kurdistanîbûnê ye. Li her çar beşên Kurdistanê rewşa ku em Kurd îro tê de ne, rewşa ku partîyên me îro tê de ne, nîşana lawazî û şikestina hest û hişmendîya netewî ye. Ev jî, nîşan dide ku me têkilî bi paşeroja (rabirdûya) xwe re dananîye, me dîroka xwe baş nexwendiye, nas nekiriye û ders jê dernexistiye. Ev jî dibe sebeb ku di bahoza ewil de em wek darekê ji kokê ve hilweşin û nikarin hesabê pêşerojek mayînde bikin.
Li gor ku rêxistin û partîyên Kurdistanî jî xwe wek beşek ji vê civakê û vî milletî dibînin, ew jî ji van nirxên li jor ne bêpar in, nikarin xwe jê bişon. Heger dîroka xwe bi mejîyekî zelal, bi dilekî pak, bi hest û hişmendîyek netewî nirxandibûna û dersek jê wergirtina, heger nebûna hêsîrê îdeolojî û berjewendîyên partîtîyê, dibe ku ne îro lê ji zû de tifak û yekîtîyek netewî ava kiribûna. Lê xuyaye peşkên vê civak û vî milletê ku haya wî ji wî, ji dîroka wî, ji welat û neteweya wî tuneye, li rêxistin û partîyên me jî ketiye, li rêvebir û serokên me jî ketiye. Peşkên heram! Peşkên xwenenasîyê, peşkên humanîzm û mirovperwerîya ji bo xelkê, peşkên çîrokên bratîya xelkên dinyayê, bincilkirina rastîya milletê Kurd û xebata ji bo welatê xwe yê bindest û dabeşkirî. Bêguman ez behsa ji qirikê û bi jor de nakim, behsa ziman û zimandirêjîya vala nakim. Behsa kiryar û pratîkê dikim. Yanî, şar dûr be mişar ne dûr e. Pirêze asas û mirêka rastîyê ye. Meriv di mirêkê de çi bibîne, rastî ew e û çi têxe beroşê wê jê derdixe, wê dixwe.
Pêşeroja tevger yan yekîtîyek netewî nikare tenê li ser milên kesekî yan jî hewldanên rêxistinekê tenê bên hiştin. Ev karekî hevpar û berdêlek hevpar dixwaze. Ji xwe yekîtî û tifaqa hêzên her çar parçeyên Kurdistanê xewn e, xewnek wek zayîna qantirê ye. Hêz û partîyên ku di beşên xwe de nikarin bibin yek, nikarin behsa tifaq û yekîtîyek netewî bikin, çunkî dûrî aqila ye. Kengî hêz û partîyên her beşî di nava xwe de tifaq û yekîtîyek saz kirin, piştre dikarin ji wan tifaq û yekîtîyên her çar beşan saziyek di ser partîyan re, sazîyek netewî ku karibe li ser navê hemû Kurdan, li ser navê hemû beşan berdevk û desthilatdar be. Her çiqasî ev yek wek xewn û xeyalekê be jî, ez bahwer im hêvî û daxwaza piranîya Kurdan jî ev e. Sazîyek hevpar, hevdeng, aqilmendîyek kolektîf, otorîte û dezgehek netewî-Kurdistanî, ku karibe hem berdevkî û nûnertîya hemû partîyan bike, hem jî berdevkî û nûnertîya hemû Kurdan bike, wê bibe stûna serkeftin û serfirazîya Kurdan. Helbet bi xwezîya meriv nagihê baqê kezîya. Lê xwezî jî hêvîyek e, pêk tê pêk nayê tiştekî din e.
Werhasilî kelam, em Kurd heta îro bi „Aqilê sivik, barê giran“ negihane derekê. Ji bo rahiştina barekî giran wek barê Kurdistanê, ne „êlek bê tifaq, lê malek bi tifaq„ lazime. Û mixabin ew jî tuneye…

Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min
Messî û qumandan che guevara