Pişo Mihemed
Ev demek e lotikvanên partîya DEMê Şaredarê Qoserê Zeynî Îpek neçarî îstîfayê dikin û dixwazin çewalekê têxin serê wî. Mesele rant e, desthilatdarî ye, nakokîyên siyasî ne, nizanim. Lê şer û pevçûnek li ser desthilatdarîyê heye.
Balkêş e, lotikvanên DEMê rojekê tenê jî Qeyûmên ku danîne ser şaredarîyên wan protesto nekirine. Lê rebenê Zeynî Îpek didin ber şeg û pegan, dixwazin derpî jê daxin û xirxirk û mirxirkên wî berdin çolê.
Axir, mesela me li ser hêkên demokratîk bû.
Xwedê ji DEMî yên me razî be, xuyaye piçekî nesîbê xwe ji demokrasîya medenî stendine û hînî şerê ekolojîk û demokratîk bûne. Ev du car in li Şaredarîya Qoserê bi HÊKÊN DEMOKRATÎK êrîşî Zeynî Îpek dikin û wek ku teyrik û mirîşkan bi ser de zelq kiribin, wî rengo mengo dikin.
Şikir ji xwedê re, başe ku li şûna Hêkên Demokratîk ne demançe û keleşên Îlkel Mîllîyetçî ne ha.

Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min
Messî û qumandan che guevara