
Lotikvana germik û nermik, stranbêja kej û lêvnepoxî Raperîn, mizgînî da ku wê dev ji muzîka Kurdî berdaye. Hem jî bi zimanê Tirkoleran.
Raperînka me şareza ye û dizane bê em Kurd çi qumaş û çi xwelîser in. Ciwanikê bi lotikekê xwe di rojevê de hişt û têra deh çewal mewîj propaganda jê re hat kirin.
Piştî daxuyanîya wê, dibêjin muzîka Kurdî sêwî maye, Şakiro û Aramê Tîgran di tirbê de ji qehr û mitalan serê xwe li kevir xistine, Mihemed Arif di gorê de tembûra xwe şikenandiye, Mihemed Şêxo xwe harakîrî kiriye û Ayşe Şanê jî porê xwe bi ser xwe de kur kiriye.
Werhasilî kelam, piştî çûna Raperînê muzîka Kurdî pê girt û bêxwedî ma.
Îcar wê kî têkeve şûna Raperînê û wê kî dîsa li ser pişta muzîka Kurdî biçêre, nizanim
Lê Kurd jî bêxwedî ne, muzîka wan jî.
Heçê tê li ser pişta me têr diçêre, piştre lotikekê li me dixe û pişta xwe dide me.
Dibêjin behr bi mîza kûçikekî naherime.
Kurd milletek e û ziman, çand û muzîka wî jî behr û derya, dewlemend e.
Ne bi çûya Raperînê muzîka Kurdî winda dibe, ne jî bi hatina wê dewlemend bû.
Ê de axira wê ya Filîtê Quto be û rêya wê vekirî be.
Çawa be keçek Kurd e û tu heqê me tuneye em nifiran lê bikin.
Mîh bi lingê xwe ye, bizin bi lingê xwe ye û xelas..
Amed

Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min
Messî û qumandan che guevara