
Nûrî Çelîk
Dibêjin heger pisîk ne li mal be, mişk Evdirehman e. Ji 80î û bi vir de pisîk li meydanê tuneye, mişk bûye xwedîyê qadê û ha ha kulînê qul dike, qût û xwarinên di kewarê de belawela dike, dirjîne û wek setqe li cîranan belav dike. Piştî ku pisîka me, pisîkên me bi xwe hay bûn, mişk hasil gihandibû Mûsilê û bûbû hakim, mîr û serkêşê meydanê. Ji pisîka reben re tenê tiştek mabû, gilî û gazind, rexne û temaşekirin. Li şûna ku pisîka me pirça xwe, hest û hişmendîya xwe biguhere û bi hesab û kitêbek nû, bi rûpelek spî û pak, bêyî ku bibe hêsîrê paşeroja xwe û defterên kevin li hev biqulipîne, bi hesabê ku „ezê çawa karibim doza xwe û milletê xwe ji destê vî mişkê kor xilas bikim “ ji qadekê bibezîya qada din û cîh li mişkê kor teng bikira, rabûn rêya herî bê bedel, rêha herî rehet û bê xeter hilbijart-in. Ew jî rexnekirin, çend belavok û daxuyanîyên germik û nermik (bi saya serê înternetê kes nema li kolanan belavokan jî belav dikin, ji vê belê jî xilas bûn), çend şirovekirinên li televizyon û medya civakî, çend gotin û şiroveyên xweş, şahîk û girover, çend şermezarî – yanî rûreşkirin û naletlêanîna demokratîk- (we dîtiye kesî qesas û neyarê xwe şermezar kiriye?) û temaşekirina şanoya ku 45 sal in bi destê mişk Kurd pê tên xapandin. Pisîkên me li şûna ku li hember mişk û xirabîyên wî hêza xwe bikin yek û bibin qewetek, herkes di kox û qefesa xwe de bû temaşevan û bûn şirîk û parçeyek ji gunehên mişk, tevger û helwesta xwe li gor tevger û kiryarên mişk neqişandin û bi xêra mişk rojeva xwe destnîşan kirin.
Ev zimanê gundîkî bû. Îcar hûn dixwazin ezê bi zimanê bajarkî jî bêjim.
We (ez jî di nav de) meydan ji Ocalan û PKK re hişt, we 40 salî Ocalan û PKK rexne kir, dijberîya wan kir, we got ku Ocalan zilamê dewletê û PKK jî rêxistina dewletê ye (ku îro zelaltir û eşkeretir bûye), we PKK û şerê wê neeciband, we ev şer ne di berjewendîya Kurdan de dît, we rexne kir û hûn li dij derketin. We bi salan got ku PKK rêya siyasetê ji we re (ji Kurdan re) girtiye û darê zorê bi kar tîne. We dest hilnanî û wek tiralê Bexdê hûn li ya belaş û hêsan gerîyan, we doza daxwazên mezin kir lê we da dû hêvî û xwezîyan. Ne hûn li hevalên xwe xwedî derketin, ne jî hêvîya ku ji we dihat kirin we da millet. We hêz û partîyên xwe ji hev de xistin, we ew felişandin û hûn ji millet re nebûn qûç û mînakên baş. Hûn ji rêberî û serokatîyê daketin asta nivîskarî û çîrokbêjîyê. Wîjdanê we nejenîya û we serpêhatî, rastî û sedema têkçûna xwe û partîyên xwe jî wek belge û arşîv nenivîsand. We roj 24 seet Ocalan û PKK rexne kir, lê we rojekê xwe li moxilê nexist û we şûjina di çavên xwe de nedît. Û bi sedan sedemên din.
Em bêjin doh Ocalan û PKK xurt bûn, dîktator bûn, nedihiştin hûn siyasetê bikin, yan jî we newêrîbû destê xwe têxin bin kevir. Derfet yan mecala we ya avakirina tifaq yan yekîtîyek tenewî tunebû.
Ê baş e, û îro?
Ocalan biryar da ku PKK fesix bike, şerê çekdarî rawestîne û ev demek e ne şer heye, ne jî tiştekî ku li pêşîya xebata we, li pêşîya tifaq û yekîtîya we bibe asteng. Va ye dewleta Tirk û Ocalan li ser asasê „Tirkîyeyek bê teror„ li hev kir„ û lihevhatina Tirkîyeyek bê teror“ îmze kirin (yanî Ocalan û PKK terorîstbûna xwe qebûl kirin). Doh we dijayetîya PKK û şerê çekdarî dikir, îro jî gelek ji we şerê „çima PKK dev ji şerê çekdarî berda„ dikin. Doh we Ocalan û PKK nedieciband, îro jî hûn naecibînin. We ji roja roj de dizanîbû ku Ocalan, PKK û şerê wê şanoyek dewletê ye, şanoya xapandina Kurdan û beravêtîkirina doz û nirxên Kurdan e. Baş e, we li hember vê yekê çi plan û proje amade kir, we çi hewl dan, we çi alternatîf peyda kir û hûn îro çi difikirin? Hûnê çi bikin, hûn dixwazin yan karin çi bikin?
Berî her tiştî lihevkirina Ocalan û dewletê ne pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka dewletê û PKK ye. Heger hinekên ku li xwe zor bînin û ji vê lihevhatinê ne razî bin hebin, ew jî PKKî bi xwe ne, kedkarên PKK ne, gerîlla û malbatên şehîdan e. Lê di encamê de fesixkirin û çekberdana PKK (heke rast be û ev jî ne şano û lîztikek nû be) wê ji bo selametîya Kurdan bixêrtir be. Lê li vir pirs û pirsgirêkek heye:
Baş e, piştî vê lihevhatinê û piştî têkçûna Ocalan û PKK, wê kî vê valahîyê dagire?
Dewlet (belkî ne PKK lê bi navekî cuda)
Hûn (yanî evên ku ji xwe re dibêjin partîyên Kurdistanî)
Yan jî tevgerek nû, nifşekî nû, xwînek nû, kadroyên nû, hest û hişmendîyek nû?
Ji bo piştî çûna PKK çi hesabê we, çi plan û projeyên we, çi alternatîfên we hene, yan jî hûn qet li ser vê yekê fikirî ne?
Bahwer bikin wê av biherike û coka xwe bibîne. Heger hûn ji niha ve bê plan û proje bin û heger hûn ji niha ve asasê tifaq û yekîtîyek netewî (alternatîfek Kurdistanî) daneynin, yan dewlet û yan jî hinekên din wê li çira we bidin û hûnê dîsa meydanê ji mişk re bihêlin.
Bav û kalên me gotine: Neketiye derdê êlê, ketiye derdê nanê sêlê.
Îcar heyran, heger hûn jî neketibin derdê Kurd û Kurdistanê, tenê ketibin derdê xwe û partîyên xwe û heta bi mirinê bêjin ez û partîya min, ne xwe bixapînin û ne jî Kurdan bixapînin. Yan rêyekê bibînin, yan rêyekê vekin, yan jî gilî û gazindan ji kesî nekin û hûn sax..

Şivanê baş rizqê guran dibire
Heqîyê şêbî
Bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min