Nurî Çelîk

Di rojekê de em tune nekirin. Tiştek bi guleyekê, bi bombeyekê yan bi êrîşekê bi dawî nebû. Apoîstan bi salan em gav bi gav, hindik hindik kêm kirin. Her roj hêvîyên me ji destê me girtin. Bi hatina her cenazeyekî  re em hinekî din bêdengtir bûn. Bi her koçberkirinê re, em hinekî din ji kokên xwe qut bûn. Di dawiyê de, em bûn mirovên ku xiyanetê jî wek tiştekî normal pêşwazî bikin.

Hinek dayikan ne tenê zarokek, lê hemû zarokên xwe spartin axê. Pênc xwişk û biran hemûyan li heman çiyayan can dan. Hinek malbat bi temamî ji holê rabûn.

Gundên me hatin şewitandin. Malên me hatin bombebaran kirin. Darên me yên berhemdar, kolanên ku zaroktîya me tê de bihurîbûn û gorên bapîrên me li paş man.

Bav avêtin zindanan. Zarok bûn rêwîyên rêyên cuda. ​​Hinek derketin çiyê, hinek di tarîya qesasên nenas de winda bûn, hinek jî li goristanên bê-nav hatin veşartin. Piştre me cîh-warên  xwe jî winda kir. Em li taxên bajarên mezin bûn biyanî.

Li kampên penaberên Ewropayê rûmeta me binpê bû. Hinek ji me di avên sînoran de xeniqîn, hinek di bêdengîya xerîbîyê de mirin. Lê me her tiştê xwe dabû. Me odeya (mezela) herî xweş ya mala xwe dabû.

Me sê kîs arvanê xwe daxistibû duduyan. Me gustîlkên xwe yên nîşanîyê ji tilîyên xwe derxistibûn. Me ciwanîya xwe dabû. Me keçên xwe dabû. Me kurên xwe dabû.

Piştre xendek hatin kolan. Vê carê me bajarên xwe winda kirin. Û piştre zarokên ku ji me re mabûn. Nifşek di navbera goristan û zindanan de mezin bû. Bi hezarê kesan ciwanîya xwe li pişt derîyên hesinî bihurandin. Yên êşkencedîtî, yên piçûkxistî, yên ji mirovahîya xwe ketin şermezarîyê.

Di çenteyê zarokekî de nîv kîlo şekir bû sedema mirinê. Yekî din bi navê „sîxurîyê“ hat hat kujtin. Yekî din ji ber ku digotin „dîn bûye“ hat bêdengkirin.   Sal derbas bûn. Bi deh hezaran kes mirin. Bi sed hezaran kes ji cîh û warên xwe bûn, bûn koçber. Jiyana bi milyonan kesî parçe çû. Û mirov bike neke vê pirsê dike: Evqas mirin brîna kê derman kir? Evqas hêstir kîjan zarok bi paş de anî? Kîjan gund ji nû ve bi dengê zarokan tije bû?

Kîjan dayikê lêdana deriyê ku bi salan li bendê bû, bihîst?

Tenê mala miletekî nehat wêrankirin.

Dilê wî şikest.

Bahwerîya wî westîya.

Pêşeroja wî tarî bû.

Îro, tenê komek biçûk ku li ser wê êşê jîyanekê ji bo xwe ava dike maye; û bi milyonan kesên ku li ber kêlên goristanê bi bêdengî pîr bûne…

Dibêjin mirov dikare her tiştî ji bîr bike.

Navê bajarekî ji bîr dike.

Rêyekê ji bîr dike.

Rûyekî ji bîr dike.

Lê roja ku zarokê xwe spartiye axê nikare ji bîr bike.

Nikare şeva ku gundê wî şewitîye ji bîr bike.

Nikare bêçaretîya ku cara ewil di çavên dayika xwe de dîtibû ji bîr bike.

Li wir kok berdide.

Û heta Kurd dijîn, wê vê xiyaneta we ji bîr nekin.

Xwedê bela xwe bide we!!!

 

About The Author