
Cemîl Cewher
Wek hûn dizanin, di 12-13ê meha Cirîya Pêşîn de (2026) Forûma Enstituya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERÎ) li Hewlêrê lotikek yekalî û qerase avêt û ji pênc parçeyên Kurdistanê tenê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK û qeraseyê zilaman Bafil Talabanî, brayê wî Qubad Talabanî (ji Başûr), Banû û mankêna bedew û lihevhatî Îlham Ehmed, çawîşê ku Donald Trump (dîko) bi henekî ew kiribû general Mazlûm Ebdî (ji Rojava) û Hevlotikvanê Partîya DEMê û berdevkê dewleta Romê Tûncer Bakirhan (ji Bakur) vexwendibûn konferansê. Û helbet neyarê Kurdan
Û Nûnerê Amerîka û Tirkîyê Tom Barack ê Ereb jî ji konferansê kêm nemabû. Wek ku ji derveyî van kes û partîyan kes û partîyên din tunebin, bangî kesekî din nekiribûn. Di vir de xuya bû ku konferansa MERÎ li gor berjewendîyên dewleta Tirk hatiye lidarxistin û yên ku beşdar bûne jî hemû entegrasyoncî û dijberên Kurdistanek serbixwe ne. Ji derveyî Nêçîrvan Barzanî, PKK, PYD û Partîya DEMê, ne partîyên Başûr, ne yên Bakur, ne yên Rojava û ne jî yên Rojhilat, ne kesayet, ne nivîskar û ronakbîr, û ne jî mixalifên Kurd beşdarî konferansê nekiribûn. Bi gotinek gundîkî, ji derveyî entegrasyoncî û Tirkperestan kesî hesabê mixalifên Kurd û Kurdistanîyan bi pîvazekê nekiribû. Ji ber berjewendîyên xwe yên şexsî û partîtîyê, ji ber têkilîyên xwe yên bi dewletên dagîrker re, dilê dagîrkerên xwe neşikandin û bangî kesayet û partîyên derveyî xwe nekirin.
Axir..
Helwest û paradîgmayên PKK, PYD û DEMê kifş in, kêm zêde îro herkes pê dizanin û êdî qûna reş û spî derketiye hole. Dizanin ku bi van paradigma û xeyalên virt û vala neyartîya statu û Kurdistanek serbixwe tê kirin. Dizanin ku di bin perdeya Komara Demokratîk û bratîya gelan de neyartîya Kurdan tê kirin. Dizanin ku di bin perdeya entegrasyonê de asîmîlekirin û tunekirina Kurdan tê xwestin. Yanî, meriv dikare paradîgma û çîrokên PKK û şaxên wê fêhm bike, ji ber Ocalan û PKK ji bo têkbirina destkeftin û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê hatine damezirandin. Tiştê ku meriv fêhm nake Nêçîrvan Barzanî û helwesta wî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji roja roj de lingek ji lingên têkbirina destkeftîyên Rojava û entegrasyonê ye. Ji roja roj de li gor berjewendîyên dewleta Tirk tev digere û siyasetê dike. Axavtin û piştgirîya wî ya di konferansa MERÎ de ev yek zelaltir kir. Nêçîrê me ji pesindana entegrasyonê, Erdogan û Ocalan pê ve tiştekî din nekir. Ne behsa Kurdên parçeyên din kir, ne jî behsa naveroka entegrasyona ku asasê wê li ser teslîmîyet û firotina destkeftîyên Kurdên Bakur û Rojava kir. Ne wek Serokê Herêma Kurdistanê, lê wek berdevkê Ocalan û PKK axivî.
Nêçîrê min û we behsa Xelata Nobelê jî kir û got: Divê xelata aştîyê bidin wî kesê ku pirsgirêka Kurd çareser dike û li gor min ew jî Erdogan e.
Ê baş e bavê min, Erdogan kîjan pirsa Kurd çareser kiriye ka tu nabêjî? Kîjan maf û heq û hiqûqê Kurdan nas kiriye? Di makzagona Tirkîyê de ji bo Kurdan çend xal hatine guhertin? Ji bo fermîyeta ziman û nasnameya Kurdî çi gav hatine avêtin? Û bi dehan pirsên din.
Di asasê xwe de gerek Nêçîrê me bigota: Divê xelata aştîyê bidin wî kesê ku pirsgirêka Kurd çareser dike û li gor min ew jî DEVLET BAHÇELÎ ye. Ji ber mîrê entegrasyona teslîmîyetê Bahçelî ye, ne Erdogan e.
Werhasilî kelam, Serokatîya Herêma Kurdistanê û PDK bi vê siyaseta xwe nagihên derekê. Xwe di çavên Kurdên din de piçûk û reş dikin. Ji ber bername û stratejîyek wan ji bo Kurdistana mezin û yekîtîya Kurdan tuneye, bi siyasetek hindik û rindik xwe li ser lingan dihêlin. Nizanin ku (dizanin jî) çarenûs û pêşeroja wan bi xurtbûn û pêşketina beşên din yên Kurdistanê ve girêdayî ye. Dizanin têkçûna beşên din têkçûna wan e jî. Dizanin lawazbûna tekoşîna beşên din lawazbûna wan e jî. Lê nakin. Newêrin yan naxwazin desthilatdarîya xwe ya piçûk bikin bi qurbana parçeyên din. Lê xuyaye ji wan re Hewlêr, Dihok û Zaxo ji Kurdistanê mezintir in.
Hêvîdarim bi vê siyaseta germik û nermik, bi vê helwesta wek nanê sêlê destkeftîyên Başûrê Kurdistanê jî ji dest neçin û aqûbeta Rojava neyê serê wan jî.
Hewlêr

PDK û YNK bi vê qûşê nagihên Mûşê
Kêfa li ser kêfê
Wefadarî û spasî