Nûrî Çelîk

Dostanî, hevaltî, wefadarî di rojên teng û giran de kifş dibe, di rojên nexweşî û tenêbûnê de kifş dibe. Di rojên wilo de çavên mirov li dost û hevalan, li hogir û xwedîyan digere. Silavek, serdanek, lêpirsînek gelek caran ji meriv re dibe derman, dibe aramî û hêvîyekê dide meriv. Her çiqasî ew silav, serdan û şîfaxwestin brîna meriv bi temamî derman neke û nepêçe jî, êşa meriv kêmtir dike û meriv xwe bi tenê nabîne, dizane ku hezkirî û dilxwazên meriv hene.

Berî demekê min nexweşîyek giran derbas kir. Hema bêjin ez çûm alîyê din û vegerîyam. Min mirina xwe bi çavên xwe dît û helbet dost û hezkirîyên min jî bi vê yekê pir êşîyan. Bi taybet malbata min.

Di vê dem û kêlîya giran û nexweşîya bedenî de gelek dost û hevalên min, malbat û xwedîyên min, dost û hogirên min çi bi rêya telefonê be, çi bi rêya peyam û serdanê be, ez bi tenê nehiştim, bi piştgirîya xwe moral û destekek mezin dan min û malbata min. Bi vê minasebetê, ez spasîya hemû kes û dostên ku di van rojên teng û nexweş de ez bi tenê nehiştim, dikim. Mala we ava be, xwedê we ji qede û belayan biparêze.

Ji bo wefadarîya we ez carek din li ser navê xwe û malbata xwe spasîya hemû dost û hogiran dikim.

 

 

About The Author