Mihemed Soran
Li Hewlêrê, di forûma MERÎ de gelek tişt zelaltir bûn. Pir zelal bû ku dewleta Tirk li pişt forûma MERÎ ye û forûm li gor berjewendîyên dewleta Tirk hatiye amadekirin. Yên ku sergovendîya forûmê kirin hemû jî piştevan û şirîkên entegrasyona Kurdan (teslîmîyet û firotina) Kurdan bûn. Tom Barack, Nêçîrvan Barzanî, Bafil û Qubad Talabanî, Mazlûm Ebdî û Tûncer Bakirhan. Wek dibêjin, evên ku dizên qulekê û hevşirîkên armancekê ne, serê govendê kişandin. Ji ber forûma MERÎ li ser daxwaz û ji bo berjewendîyên dewleta Tirk hatibû lidarxistin, ji derveyî van sergovendan kes û partîyên din yên Kurdistanî nehatibûn vexwendin.
Li gor we ev forûm çima hat lidarxistin?
Ez ji we re bêjim.
Tam di vê dema ku rûreşîya Ocalan û PKK gihabû asta herî bilind, tam di vê dema ku paradîgma, daxwaz û helwesta Ocalan û PKK di çavên piranîya Kurdan de wek xiyanet û xwefirotin hatibû qebûlkirin, tam di vê dema ku li Rojava Mazlûm Ebdî û PYD wek xiyanetkar û şirîkên DAÎŞ a Colanî hatibûn naskirin, tam di vê dema ku Ocalan, PKK û Mazlûm Ebdî di çavên piranîya Kurdan de wek tenîya binê beroşê reş bûbûn, forûma MERÎ hat lidarxistin.
Yanî, bi taybet xwestin teslîmîyet û tofana ku Ocalan, PKK, PYD û Mazlûm Ebdî bi sere Kurdan de anîne bişon û wan di çavên Kurdan de pakij û rûsipî bikin.
We di civîna MERÎ de kêf û bextewarîya Nêçîrvan Barzanî û Mazlûm Ebdî dît ne?
Wek ku Kurdistan ji bin destê dijmin azad kiribin kêfê dikin.
We dît bê çawa henekan dikin û dikenin?
We dît bê çawa kêfa li ser kêfê dikin?
Kêfa çi?
Kêfa Firotina Kerkûkê
Kêfa çi?
Kêfa Firotina destkeftin û teslîmîyeta Rojava.
Kêfa çi?
Kêfa firotin û entegrekirin û asîmîlekirina Kurdên Bakur
Kêfa çi?
Kêfa ku Mazlûm Ebdî bi rêya Ocalan û dewleta Tirk Rojava firot û bû şêwirmendê DAÎŞ a Colanî.
Û Nêçîrê me di axavtina xwe de çi got?
Got: Mazlûm Ebdî karekî pîroz kir. Heger ez di şûna wî de bûma mine jî heman tişt bikira. Ji ber tu rêyek din tunebû.
Yanî, heger Nêçîrê me di şûna Mazlûm Ebdî de bûya, wî yê jî Rojava bifirota DAÎŞê (qesasê serê Kurdan) û ewê jî bibûya şêwirmendê Colanî.
Werhasilî kelam, dewleta Tirk bi rêya Ocalan û PKK, bi rêya Nêçîr û Bafil û bi rêya PYD, Mazlûm û Îlham Ehmed fersend û destkeftîyên Kurdên Bakur û Rojava beravêtî kir û xwelîya heft gundan li serê Kurdan kir. Îcar dora Başûr e. Bi teslîmkirina Şingalê dixuye ku wê dewleta Tirk û peyayên wê hêdî hêdî, gav bi gav (wek teslîmkirina Efrîn û taxên Helebê) destkeftîyên Başûr jî bifiroşin û bi navê Entegrasyona Demokratîk û Ekolojîk tirê ji Kurdên Başûr jî berdin û hûn sax…
Silêmanî

PDK û YNK bi vê qûşê nagihên Mûşê
Nêçîrê me çi dike?
Wefadarî û spasî