Çîrokên Rojdîtî

 

  Adil Duran

aduran@hispeed.ch              HAÞ NABIM!

 

Carcaran diçim nav daristanan. Li wê derê bala xwe didim tebiatê.  Rojek ji rojan bûyerek ecêb çêbû.

Tenê bûm, li ser zinareki rûniþtim û min pariyek nan ji tûrikê xwe derxist ku bixwim. Kevokek hat li pêþ çavên min hêwiri. Nan di destê min de bû, min dixwest ew wi nani ji destê min bigire. Lê min gelek hevl da xwe û kir nekir ew ditirsiya û nêziki min nebû. Min nan hûr kir û li erdê axme kir. Çend kevokên din li wir zêde bûn lê ecêba ji ecêbtir, ji niþkava çend çûcik peyda bûn û bi zû ew nanê pari ji ber kevokan hilgirtin û mina teyrên baz firiyan.

 

Min dit ku kevok ji wi nani bêpar man, gelek li ber ketim. Min carek din nan hûr kir, li ber kevokan axme kir lê nafile! Çûçikan carek din êriþ kirin û ew nan ji ber kevokan girtin û li çihên asê hêwirin.

 

Ma jiyan ne ew e!

Ewên ku dikarin bi têkoþeri û bê tirs bilivin, ewê biserkevin! Divê dilê çûkan mina dilê bazan be…

…….

Dixwazim ji bili vê li ser bûyera birêz Ahmet Turk û partiya wi rawestim.

Min efû bike kek Ahmet, bilasebeb xwe ji giramiyê danexe…

Ew çi gotine, kevok ango baz bûyin? Ma Kurd kengi ji mêraniyê ketin?

Ma ew partiya serban?

Ýmrali dibêji daxili Ergenekonê mebin. Tu ji wek me dibêji na û têkel dibi.

Kekê min, ew partiya serban bin ban nakeve serê min…

Lê divê hemi Kurd daxili Ergenekonê bin û hesabên wan þehidan, talan û wêrankirina gundan, bi sêwihiþtina zarokan lê bipirsin!

……..

Serokê DEP a berê ji li xwe mukir hat. Ew nameya ku ji Tansu Çiller/ê ra rêkiriye,  dubare diweþine û loman ji wê dike ku ji bo çi ’’ 11.têrmeh.1993 an de ew brifinga ku sererkanê Tirk daye wê,  Özgür gundem û Aydinlik dawet nekiriye, ew þerma demoqrsiyê ye…’’uhwd.

Ma çi demokrasi çi hal. Ew çeteyên Çilerê bûn fermana Kurdan dan! Özgür gündem diyare. lê ma bi te ketiye tu bi navê Aydinlikê ji loman diki?

Gelo serokê Aydinlikê ew qûnek Doðu Perinçek ne serokê Ergenekonê ye ji?

Bila xwedê tu kesi þaþ neke!..

Dizanim disa haþ nebûm û min qisûr kir!

Bi va gotinan ez daxili karê dewleta kûr û Ergenekonê bûm!

Wesiyetên min li jêr hatine rêzkirin. Hûn û bextê xwe….

…….

 

 

Mijara min ya qalkirinê li ser baweriya oli û mirinê ji heye....

Min ji hevaleki xwe re bêjtina berê ya pêþverû got. Tê gotin; dema ku mirov dimire ji ji destê olperestan azad nabe. Ewê wi meyti li gor regezeyên xwe têxin çalê.

Hevalê min dev bi ken bersiv da min..

-Bira, hê ku ez saxim dixwazim hosi (wesiyet kirin) bikim. Bila melleyê gundi min binerd neke. Melleyê bajari çêtire…

Min bi ecêbmayi ji wi pirs kir:

-Ma ji bo çi ?

Li min vegerand..

-Dema ku mirov bimire, melle wi berav dikin û tili davêjin qûnê. Destên melleyên gundi bi cedewi (nasir) û tiliyê wan stûr in..

Destên melleyên bajari bi lepik û nermik in û ew rûn li tiliyên xwe dikin..

 

Kek Ahmet!

 

Dema ku tu li pey partiya serban kevi, ma kew bi çi baz bi çi?

Ma qiyamet rabûye! Ji bili Ýmraliyê hûn nikarin gelê xwe ji neheqi, xirabi û bêdadiyê rizgar bikin? Gelo ma umrê ewê Imraliyê hezar sale?

 

Em li bin bandora oli û rêberên mabest xirab hincirin. Kevokbûyin û bazbûyin ji bo me ferq nine!

Hê ku ez ji sax im, bila wa ji hosiyê min be..Ew partiya serban û netêkeliya Ergenekonê, ewê mirovan bike qûnek. Vaye umrê min bu 55 û min heya iro xwe parast!

Ne partiya serban, ne ola islami û ne ji tili xwarin! Laþê min ji agir hatiye afirandin!

Bila meytê min biþewitinin..

 

02/09/08-

 

 

Nivîsên berê

 

 

 EWLIYA?

 

(Ew kesên ku  wek Ewliya-Bektaþî-Pîr û Dede têne bi nav kirin,ew Felsefa  Elewiyan bi rêve dibin, wek rêber derdikevin pêþ bawermendên xwe û gotinên xwe wêrek û bi vekirî dibêjin. Lê mirov li ser hin bûyer û çalakiyên wan ji kena zikopiþto dibe.Ew tiþtên ku ez li vê derê dinivisînim bila wek hesûdî û tawanbarî neyê hesibandin…)

 

1-   HÜ!!  HEQ AÞKINA!

 

Di sala 1954 an de li Gundekî Dêrsimê ewliyayek navê  xwe Ýsmail Dede (Ýsê Xecê) ye. Mirovekî diltenik û xwedî itiqat bûye.

Hin gundê biryar digirin û gotinên xwe dikin wek hev û dibêjin: Pîro! Em terin Cem digiri (Ji bo Elewiyan ayîna olî ye), wî dixapînin, li gel xwe dibin Xarpitê (Elazið) û terin pawyonê. Li havîrdora maseyek têr û tijî xwarin û vexwarin kom dibin. Li ser dikê hêdî hêdî muzîk lê dide.Bi rituala müzikê dansörek (mêr) direqise û sitranan dilorîne. Di wê encamê de bi çepikên mîvanan çengî dest bi dansê dike. Dede Ýsmail bi awayekî ku Semah tê girtin ji cihê xwe radibe û ber bi dikê ve tere û bi hestên itiqatî dike hawar..

-Hü! Heq Aþkina ,heq aþkina Yavrûûûûûûmmmmm! 

Ta ku sermest dibe..

Gundi 2 zêr ji bêrika wî derdixînin, heqê pawyonê didin û bi þûnve vedigerin…

 

+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++

 

 

2-Navê min ker e

 

 

Rojek ji rojan ewliyayek ji rêyek dûr tê mala talip’ekî (murîd). Xortê malê ji kaniyê avê tîne û li dest û lingên Pîr dike. Malxweya malê þîvê amade dike..Dema razanê camêrî malê dike nake bi malxweya xwe nakin serê hevdu..Camêr berê xwe dide Bektaþî…

 

-Ewliyayê meyî eziz, dixwazi em ji bo te doþekekê daynin oda Pitê ango li vê odê raxînin..

 

Bektaþî xwe bi xwe raman dike „Li oda Pitê xev ji bo min heram be..nabe..ewê bigrî..ezê rehet nekim“

-Doþekekê daynin vê derê ezê li vir xew bikim..

-Baþe serseran û ser çavan..

 

Welhasil, ya Bektaþî dibe.

 

Dibe sibeh. Bektaþî derdikeve ber derê malê. Di wê encamê de qîzek bedew û devbiken ji kaniyê avê dikþîne û sibexêrekê dide Bektaþî.

 

-Ewliyayê me, keremke dest û rûyê xwe biþo..

 

Bektaþî heyirî û bi þaþmî ji wê pirs dike..

 

-Hu! Horiya delal, navê te çiye ez qurban!?

 

-Navê min  Pitê ye mamo! Ma, navê te bi xêr?

 

Bektaþî li serê  xwe dixe û bi þaþmitî dibêje:

 

-Navê min ker e, keeerrrrr!

 

 

^+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++

 

 

3-Lanet lê anîn

 

Dîsa ji rojan rojek ewliyayek tê mala talip’ê xwe.. Camêrê malê li malê nîne. Piþti xêrhatin û destmaçîkirinê malxweya malê bang qîza xwe dike:

 

-Qîza min, ezê xwarinê amade bikim tu jî here kaniyê avê bîne dest û lingên Pîrê me biþû..

Qiza malê lingên Pîr mist dide, berav dike û dibêje:

 

-Dayê, ka were binêre va lingên Pîrê me jî jar bunê, çiqas zirav bûne mina lingên wi segê ber derî.

 

Pîr aciz dibe lê ji aliyê din dengê malxweya malê bilind dibe:

 

-Qiza min tiþtek nabe. Dema qurbanê ye, ewê van rojan bi goþt û qelîya berxan biperçive bibe beraz.

 

Pîr ji ber van gotinan gelek aciz dibe, bi qehir ji malê derdikeve û berê xwe dide gundekî din..Lê di wê encama ku bi rê dikeve ew û talipê xwe rastberî hev dibin.

 

Talip þelagê êzingan datîne erdê û diçe dest û lingên Pîr..Ji ber gotinên jin û qîza wi lanet li malê anîye û nahêle ku ew dest û lingan ramîse. Talip jê pirs dike:

-Pîro ma te xêr e, tiþtek qewimîye?

 

Pîr serê xwe xwar dike û devmirî dibêje:

 

-Talipê min ez hatim ku diayeki xêrê bidim te û mala te. Qîza te ez kirim seg û jina te ji ez kirim beraz, û min lanet li mala te anî …

 

Talip bi ken li ber digere:

 

-Ma pîro, pîro! Qey tu kerî xwe dadixîni dewsa wan!

 

 

 

+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++

 

 

4- Zêdeye lo, ma xuþka min piçek îkram nake!

 

Çend sal berê ewliyayek bûbû mîvanê min. Pîro kalemêrek bê jin û þermoke bû. Min ew derxist geþta kolanên bajarê Baselê û li gora derfetê xwe gerand.Herî dawiyê min berê wî da rêya malê,lê dema ku min li awirên wî temaþe kir, ew jî rawestiya û bi awayekî bêgihan li xwe mikur hat got û got:

-Ev bajarê han wek bihuþt e. Ew jin tev wek horî û melek in. Omrê min bu þêþt û þeþ lê min ew tiþt di xemna xwe de nediye.Ji te tika dikim min bibe gel qîzên Rûsî..Diravên min hene, lê ziman nizanim. Alikariya min bike..

-Ser seran, ser çavan..

 

Welhasil, em çûn barê.(Cihê ku eraq tê vexwarin û jinên Rûsî tê de henin)

 

Pîro bi qîzekê qaîl bû û min li ser navê Pîro bi wê ra bazarî kir. Pîro ji min pirs kir:

 

-Ma ew melekeya wxedê çi dixwaze?

 

-Pîro, ew dibê ku bila li vêderê þûþeyek Pikolo (eraq bi diravê Swîsre 45 Frank)veke. Piþtre emê derkevin taxa jorîn, sed frank.

 

Pîro sor bû, matmayî ma. Çavên xwe beq kir, simêl bada û gote min:

-Zêdeye lo! Ma xuþka min piçek îkram nake..!

 

22/07/2008

 

 

 

Qijnikên Saddam û dêlegura Canan xanim

 

 Bila xwedê  têra xwe bide wan! Ewên ku ji ber qijnikan tiro û viro bûne…

Tê gotin ku parlamena CHP a Izmirê  Dr.Canan Aritman li gor lêkolîn û lêgerinên xwe yên taybetî, iddîa dike ku ew vîrûsên ku bi navê  „nexweþiya kongo kirim“ tê binavkirin, ew qijnikên ajan in û wek çekên bîyolojîk di dema Saddam de li mijulgehê hatine afirandin. Piþtî ku ABD  Irak dagîr kir. ew qijnik li Tirkiyê peyda bûn û bi kê vedan tirr jê berdan…

 

Hey jina qûnekan, min Saddam bera ser te dayê,ger tu van tiþtan ji kûr û dûr dizani, ji bo çi te wê demê dengê xwe bilind nekir haa!

 

(Ji ber ku min devê xwe pîs kir ez lêborîna xwe ji we xwendevanên xwe dixwazim! Lê qardaþim, dixwazim piçek dilê xwe rehet bikim û piþtre ezê devê xwe bi sabûnê biþom)

 

Ez dibê te bawer dikir ku wê ew qijnik mîna tofana Helepçê bibin bela serê Kurdan, ji ber wê te dengê xwe nedikir newlo Canan xanim?

 

Ewên ku rabûne ji bo biratiya gelan, aþitî û demoqrasiyê qûna we alastin, min serê wan teva di qûna te xistê, madem te zanîbû ew qijnik ajan û vîrûsên Saddam im, çima te nekir qêrîn û hewar û serê bavê xwe nexist xwe haa! Ma Kurd ne insan bûn?

 

Nizanim ji jana dilê xwe re çi bêjim..Mixabin ew qijnik ji min re jî bûne serêþ. Serê minî zelût dixuri. Lê ezê serê xwe yî zelût li gel qijnikan di qûna te xînim Canan xanim. Belkî hema bi xêra vê lotikê çend ta por di serê minî zelût de þîn bên gidî!

Ê de bêje ha, ka qijnikên Saddam li ku ne yawrûmmmmmmmm!?

 

30/06/2008

 

 

 

Ma êdî ne bes e!

 

Hebû carek ji caran, xêr û xweþî bibarin li hazir û guhdaran. Jinek xwedî çar zarok hebû..

 

Wê jina delal û kedkar dikir nedikir nedikarî ji sedema fort û peyagiriyê mêrê xwe debara malê bikirana..

 

Rojek ji rojan di berbanga sibê de ew malxwêya bê siud ji malê dûr dikevi û berê xwe dide bajêr. Peya bi rê dikeve û di gel tariya þevê dadikeve nav kolanan.

Xwe bi xwe dibêji.“Wîîî, min bi destê xwe mala xwe xira kir Niha li va kolanan bi kuve herim!“ û xewek giran dikeve ser û nahêli ku ew çavên xwe veke..

 

Diçi hotêlê. Hotel wek xane. Xwediyê hotêlê jî kalemêrek e. Ji xwediyê hotêlê tika dike:

-Yabo! Ez ketime bextê te. Ez ji gund têm, ji fort û peyagiriya zilamê xwe direvim. Li van kolanan xerib im.

 

-Xwiþka min, hemi odeyên hotêlê dagirtî ne. Lê li taxa jor odeyek heye têde zilameki din radizê. Va ye hefteyek derbaz bûye û ew  winda ye. Dixwazi îþev oda wî bidim te. Sibê xwedê kerîm e.

 

-Xwedê ji te razî be.

 

Jinika reben xwe davêje oda wî dînî û dikevi xewê. Ji niþka ve derî vedibe û ew dînik dikeve hundurê odê. Jinik bi tirs hiþyar dibe û bi çavên tevxew jê tika dike:

 

-Birako, ez ji bêxeviyê gêj bûme. Bela xwe li min mede.

 

Mêrikê dîn xwe davêji erdê û piþta xwe dide dîwêr, dikeve xewê. Ji niþka ve dengê xwe bilind dike:

 

-Ezê  wisa bikim!

 

Jinik ji xev çavên xwe giran vedike û jê tika dike:

 

-Birako, ez ketime bextê te. Ez  jinek  xwedanê çar zaroka me, qêmiþ min meke Niha çendek din wê bibe sibe, ezê berê xwe bidim rêya malê.

 

Ewê dînik dîsa çavên xwe digiri û bêdeng dimîni. Piþtî çendekî ku jinik dikevi xeweke kûr û giran, ew dengê xwe bilind dike:

-Ezê ha û ha bikim!

Jinika reben dîsa çavên xwe vedike, li ber digere û jê tika dike:

 

-Birayê delal, bela xwe ji min veke.

 

Werhasilî kelam, heya sibê ew duriþm dubare dibe û jinik bê xew dibetili û gêj dibe. Dema ku ewê dîn dîsa bêjtina xwe dubare dike, jinik ji acizbûnê dengê xwe bilind dike:

 

-Ma êdi ne bes e! Bila Xwedê bela xwe bide te, de were çi diki bike.

 

Ewê dînik ji erdê radibe, berê xwe dide jinikê û dibêje:

 

- Wiþþþþþþ!

 

Belêêê! Ew bûyerên ku hatibûn serê wê jina reben, bi awayekî din li Kurdistana bakur hatin serê me.

 

Avdilla Efendi bi fort u peyagiriyê rabû û da nav….

Go u got:

-Kurdistanek sosyalîst, azad û serxbiwxe..

-         Komara Demokratîk

-         Konfederalîzm û civata ekolojîk…

-          

Ma êdi ne bes e! Belayê Xwedê, kerem ke çi diki bike.

 

Ez  xeletî û kêmasiyên K.Marx serrast dikim“ filan û bêvan.

 

 

Dinya alem gihiþt ser mars ê, tu xwe diþibîni Marx. Helal be ji te re lê

êdî bes e qardaþim!

 

23/06/2008

 

 

 

MIN ÇI GOT WÎ DUBARE KIR

 

Min hevalek heye navê wî ji Adil e .Adil her salê dema ku dibistan têne girtin ew rebenê xwedê jî di gel malbata xwe bi trambêlê derdikevi tatilê û rêwîtîya dûr û dirêj heya Erzinganê..

Ji ber ku rê dûr e carcaran li hin deran radiwestin.Ew jî trambêla xwe li Bûlgaristanê radiwestîni û diçe avdestxanê.

Li wê derê zilamekî din jî ji alîkî avê dirjîni, ji aliyê din bi telefonê bi jina xwe re diaxivi.

-Merhaba!

Dema ku merhaba dibêji, Adil lê vedigerîni, ew nizani ku ew zilam bi telefona desta bi jina xwe re diaxivi.

- Merhaba!

- Wey merhaba!

- Çawayi canê min!

- Baþim canê min!

- Lawo huþ be!

- Tu huþ be laooooo!

Ew zilamê ku bi telefonê diaxivi carek din ji jina xwe re dibêji:

- Li vir yekî bêhiþ (piluç) heye, ez çi dibêjim ew dubare diki. Ezê piþtre li te bigerim heyatim.

- Tu yî bêhiþ! Qe tu deran ve neçe, li ber derê tuwaletê li benda min be ez hatim..

- Lez ke..

Adilê reben bi lez derdikevi ber derî, lê hiþê wî tê serê wî û diçi dikevi nav daristanekê xwe vediþêri û ji dûr ve li tuwaletê temaþe diki.Di wê encamê de zilamek berbi derê tuwaletê ve diçi

Adil dixwezi bang bikê û jêre bêji lê ji niþkave ew zilamê wek Qirase ji tuwaletê derdikevi û gelek bi hêrs bi qirika wî zilami digiri, dike bin xwe û lêdidi....

Adil bi tirs ji nav daristanê derdikevi ku wan ji hev biki.Ew qiraseyê çavsor ewê din li erdê dihêli û berê xwe dide Adil, wan davê ser hev û bi pihnan lê didi. Bîhn û pixek pîs bi ser wan dikevi.. Ewê qirase destê xwe dike ber pozê xwe û piçek ji wan dûr dikevi û dibêji:

- Lawo ewê ku bi lêdanê bi xwe de gû kiriye ew bêguneh e. Ewê din jî ka mêre bila baz nede..

û ew bi xwe ji wir baz didi diçi......

 

05/06/2008

 

 

Ma tu min nas naki?

 

Hin Kurdên me her demê ji bo berjewendiyên xwe bûne sosret, mîna bûyera (Mahmûtkî û Etmankî)

Riwayet dibe…

Par ji wan þexsiyetan dengbêjekek diçe Kurdistana Baþûr.Çend rojan dibe mîvan û dibîne ku wek hunermend bala tu kesî nakþîne.Gelek aciz dibe..

Dadikeve sûkê,dikan û dikan digere. Wek zilamekî di rêzê de..

Îcar xwe bi xwe dibêje:

-Lawo ma ev jî hal e! Hûn çawa dengbêjekî wek min nasnakin? Ez her roj derdiketim med TV û gelek mirov bi telefonê têkilî bernameyên min dibûn, hella hellaaaaa!

Piþtî demek kin dikeve dikanekê û dixwazi ji bo xwe qutikekî sor bikire.

-Xalo heqê vî qutikê sor çiqase?

-(Bi hêrs) Çil wereqe bavê min..!

-(Bi ecêbmayi) Ma xalo tu min nas naki?

 

-Çawa te nas nakim, ker kurê kerê! Min ji bo te televizyona xwe þikand! De bicehimeeeeeeeee!

 

05/05/2008

 

 

Kem-Al-Îzm

Wîî.. tê de bimîzim!

Ew kîye lo?

 

Ez nexweþ bûm û çûbûm nexweþxanê.

Hekîm piþtî ku laþê min miayene kir gote min:

-Vîrûs (mikrob) ketiye te…!

-Ma ez computer im hekîm beg?

Bi ken gote min:

- Ji sedema îdeolojiyên welatên zordest av, hewa û tabiat û jiyana mirovan xira bû..Lawir, teyr û tilûr û mirov nexweþ ketin..Ji hin nexweþiyên berê re derman hat dîtin, lê îro gelek nexweþiyên din pêda bûne ku em wanan wek vîrûs bi nav dikin..

-Ma hekim beg..Te got  ji sedema îdeolojiyên welatên zordest….  Çi peywendiya xwe bi mîkroban re heye?

-Minak: Kemalîzm.. Wek vîrûsekê ketiye serê hin rêber û rêxistinên Kurdên bakur..(Apo..DTP u Aysel Tuðluk….)

-Kemalizm? Wîî… ez têde bimîzim..ew çiye lo?

-Ma tu nizani..?

-Na xêr..!

-M.Kemalê nîjadperest û mirovkuj rabû lotikek mezin li Laz, Çerkez, Fileh (Ermenî) û Kurdan xist. Li ser xwina gelan komara Tirkî ava kir. Ew bi xwe qûnek bû.. Piþtî mirina wî rêhevalên wi yên qûnek rabûn ji termê wî re abîdeyek çêkirin.. Peykerên wî li herderê danîn..

-Ji bo çi.? Li gor ramanî û baweriya misilmaniyê çêkirina sûret û peykeran ne qedexeye?

-Belê, qedexeye..Lê rîwayetek heye. Di wê dema ku ew dimire hin kes ji mirina wî bawer nakin.. Ji mirovekî pîr û kal (Bektaþî) pirs dikin.Dîsa di eynî rojan de jinek bîrva te re (bê hiþ dikeve) dikin nakin ranabe, ji ber wê dûriþmê diçin ba Bektaþî.. Bektaþi hemi mirovên ku di odê dene derdixe der û bi tenê di odê de li gel jinikê dimîne..Piþtî demek kurt jinik þiyar dibe..

Mirovekî di rêzê de piþtî wê xweþbûna jinikê meraq dike û ji Bektaþî pirs dike:

-Ho ewliya! Ma te çawa kir ku ew jin ji mirinê azad kir? Ho Ewliya..! Em dizanin ku tu xwedî kerameti..Te bi kerametên xwe gelek gernas ji destê Azrail azat kiriye.. tu û bextê te..

-Huþ lawo, çi keramet çi hal! Min dît ku ew bîrve çûye, nemirîye, min kir wê û ew sax bû..

Piþti wê rîwayetê ew mirovê ku di rêzê de ye seh dike ku Atatirk ji miriye..  Diçe keramet û kirinên Bektaþî li hawîrdor belav dike..

Tê gotin waye 7o sale milet li ser abîdeyê Atatirk dicivin, dikin wî nakin wî ew ranabe!

Ma ev çi vîrûse ketiye qûna we Kurdan yabo? Çima hûn dixwazin wê gemarê li serê me bipêçin?

 

 

 

 

HEVAL!?

 

Hin Kurdên me ji carna gelek ecêb in..

Ji ecêban ji ecêbtir in..

Rojek ji rojan Evdo bi mebesta qampanya ji mirovekî di rêzê û belengaz dirav xwestibûn. Ew ne endam û alîgirê wan bû..Bi vekirî dûriþma xwe ji wan re beyan dike. Dike nake dibîni ku bêçare ye. Hate gel min û hal û mecal gote min.Di demek kin de min bi berpirsiyarê wanî herêmî re têkilî danî û li xwarinxaneyekê em hatin ba hev.

Bi wê dîtinê belengazê me gelek bi hêrs bû, got û got.

-Ma tu fedî naki ji jina xwe re, ji zarokê xwe re, ji dê û bav û dost û dijminê xwe re, kî bê pêþ te jê re dibêji heval!

-Heval, heval ne gotinek xirab e..

Kêr li ser sifrê hebûn..Rahiþt kêrekê û danî ber wî û got:

-Ha ji te re kêrê li ser dilê min bixe û min bikuje, lê ez heyrana çavên te ji min re nebêje heval !

-Tu çawa dixwazi bila wek te be heval.. !

 

23/03/2008

 

 

 

Di nav qal û qîrê de

 

 Ýro li her derê qal û qîra Arnawûd an yên Kosovayîya ye..Ew qala serxwebûna xwe dikin û ewê bigihijin azadiya xwe. Lê ew aqil û zanîn ne yê wan bi xwe ye..

Arnawûd neviyên Osmaniyan û misilman in.Di van salên dawiyê de li herderê Ewrûpa belav bûbûn û tucarî jî ne dihatin hezkirinê..Ji ber ku dizî-derew û zorbetî karê wan bû..

Em bibêjin û nebêjin jî xwedê karê wan rast kiriye..Bila ser xêrê be!..

Rojek ji rojan hebû tunebû padîþahekî dilnerm û ruken hebû.. Rojekê padîþah awirên xwe tahl dike û histuxwar her destên xwe li paþ xwe ve girê dide û di qesrê de tê vî alî û diçe wî alî. Wezîrekî wî û gelek bi aqil heye..Li rewþa padiþah dinêri û gunehê xwe pê tê..Diçe gel wî û jê pirs dike:

-Ya hezretî padiþah,tu hukimranî li welatê me û herderê diki, ma te xêr e?

Padîþah ji niþka ve veciniqî û ji wezîrê xwe re dibêji :

-Lawo! Derdê min giran e..

-Birêz padiþahê min, xwedê derd nede,ma çi qevimiye?

-Þeva din wek her þevê çûm malê û ketim paþila malxeya xwe, min jê xwest, wê berê xwe ji min guherand û got ez nadim..Min kir nekir bi wê ra nekarîbû bikevim minasebeta cinsî..û hew..

Wezîr xwe wirde û virde dide û dibersivîni:

-Ger tu îþev jî ket paþila xatunê, ewê dîsa berê xwe ji te buguheri û nede..Tu jî bibêje wê niha tu pêra nedi min ezê karê xwe paþûpê bikim..

Wê þevê padiþah dîsa xatûnê hembêz dike û jê dixwazi..Xatûn berê xwe diguheri û nade..

Padîþah jê re dibêji « madem ku tu ji pêþ nadi min, ezê di qûna te kim.. »

Xatûn bi ecêpmayî radibi û dibêji:

-Vaye bîst salin ez bi tera me..Camêr ew aqil ne aqilê te ye. Ka tu jî ji min re rastiyê bêje, ezê jî te ji wê daxwazîyê mehrûm nekim..

Piþti ku padîþah hal û mecala xwe ji xatûnê re dibêji, xatûn dibê:

-Ji îro pê de divê ew wezîrê te ji vir bicehime here..

Padîþah bê çare rê dide wezirê xwe û wezîr rojekê berbanga sibê kerê xwe dajo ber pencereya xatûnê. Li wê derê heqîvê datîni ser piþta kerê û pertalê xwe tev dike alîkî heqîvê..Heqîv giran dibe û bar li erdê dikevi.Vê carê hemi pertalê xwe dike aliyê din..Dîsa bar dadikevi erdê.Di wê encamê de xanima padîþah jî di pencerê de li halê wezîr dinêri û dikeni, ji wî re dibêji:

-Lawo bê aqil û bê marîfet. Ma tu nîv û nîv pertalê xwe parveyî heqîvê biki û nîv heqîvê dagiri, ji bo çi hemi pertalên xwe diki alîkî.. !

Wezîr dibersivîni:

-Emman xanima min..Min jî aqil da padîþah û gote wî ji pêþiyê derxîne bike paþiyê..Ka binêre çi hate serê min.Ezê ji vir koç bikim herim…

Mijara me li ser rewþa Arnawûdan bû.. Belê, ew aqil ne yê wan e. Alaya Amerîkî û Yekîtîya Ewrupa di destê wanan de wek remzek giring e.Li gor dilê xwe welatan perçe perçe dikin û dawîyê jî dixin bin hikimraniya xwe..

Ew ne serxwebûn û ne jî azadî ye..

Nizanim wê halê me Kurdan di nav  wê qal û qira Tirk,Ereb û Ecemên xêrnexwaz de çawa be.

 

23/02/2008

 

 

 

DAXWAZ Û MEBEST CUDA YE!..

 

 

 Çirokên Gelan hînker û dersdarin.Dema ku mirovek dîroka çand, huner û jiyana gelê xwe nas bike,çîrokan bizanibe, ewê ji zanistiyê mehrûm nemîni...

Naxwazim gotinên xwe serzêde bikim.. Lê ji bo we çend pirsên min hene..

Gelo we îro kîjan Film ango listika þano temaþe kir?

-         Em li ku film û þano temaþekirin li ku..

-         Ma di van rojên dawiyê de we çend pirtûk xwendin?

-         Min sê çar pirtûk kirîne lê wek her carê avêt quncikek malê da ku zarok bixwînin..ew jî nehatin xwendinê..

Rastî jî ev e..Her car wê ev pirsên min bê bersiv bimînin..

Ma ew mirovên ku naxwînin wê çawa bi pêþkevin?

Îro di rojhelata navîn de welatên mêtingehkar li ser serê me Kurdan gelek dek û dolaban dizivirînin..

Ne bi zanînê be emê tucari nikaribin xwe ji wê tengasiyê rizgar bikin..

Ýro rewþa K.baþûr bi alîkariya Amerikayê hatiye guhertin. Lê daxwaz û mebesta Amerîkayê cuda ye..Mina çirokên rojdîtî..

Tê gotin: Zilameki Ereb dike ku bikute dundilê (hêþtirê). Lê dundil ji wî bilindtiri û diki naki xwe nagihîni wê....Ew li paþ dundilê keviran kom diki û derdikevi ser qurça keviran ku têxe dundilê, dundil nasekini û bi rê dikevi.Çend caran wisan keviran qurç dike lê dundil ranawesti..Camêr bi wi awayî daxwaz û mebesta xwe nikari bîni cih.Di destpêkê heya dema dawiyê Jinek ji dûr ve li wî û halê wî dinêri..Gunehê xwe pê tê û derdikevi holê û xwe pêþê diki..Camêr dîsa keviran li paþ dundilê dide berhev, hildikiþi ser qurça keviran lê dundil nasekini û bi rê dikevi..Di wê encamê di mêrik jî jinikê dibîni û jê ri dibêji:

-Ma tu dikari jii kerema xwe serê vê dundilê bigiri, ezê karê xwe bikim..!

Daxwaz û mebesta Amerika bi tenê ji bo mesleheta Amerika ye û cuda ye..

Her tim ji xwe re þirîkekî dibîni û ji bo daxwaz û mebesta xwe bi kar tîni.. Dema ku Amerika bixwazi bikevi nav kar û barê welatekî, serokên Amerika dibêjin “Niha emê herin filan welatî, emê demokrasî û azadiyê, aþtiyê li gel xwe bibin”. Heya niha jî hat dîtin û jiyandin ku potînên Amerika li kîjan axê ket, ewder wêran bû, gel ma dil û bende, tî û birçî, jar û çav bi girî..

Di roj hilata navîn û welatên din de Amerika dixwazi bikute dundilê..(Dundil dewlemendiya sererd û binerdê wan welatan e..Wek çand, namûs û heyiyên bîhnpakî..) Ji bo wê li gor daxwaz û mebesta xwe her ji xwe re þirîkekî dibini û jê tika diki.

-Ji kerema xwe tu dikari hefsarê vê dundilê bigiri..?

Dema ku hefsar xist destê xwe..gidîîîîî ...hal yemane...!

Hefsarê kê di destê kê de ye..? Ne hevceye em ji mijarê dûr herin..

A. Ocalan dibêji “Partiya min ketiye bin destê Mam Celal û Kek Mesut!”

-Ma te nedigot: “Ew kevneperest in, þirikê Emperyalizmê ne..!”

Ger ez þaþ nebim partiya te di bin hikmê TSK de ye..

-Lawo hey xwedê jê re nehiþto! Te digot ji Kurdistanek sosyalist, serbixwe û azad kêmtir naxwazim..Û mirîdên te jî digotin:‘Bijî serokê netewi..!” Efû..Nedigotin bijî Kurd û Kurdistan..!!!

Bi baweriya xwe sond dixwim ku daxwaz û mebesta te ji daxwazên gelê Kurd dûr in....

Xwedêgiravî heya ku em Kurd van çerx û dolaban hîn bibin,divê bi hezaran pirtûkan bixwînin û neh carî jî ola xwe biguherînin ku em bigihin daxwaz û mebesta xweyî netewî....

 18/01/2009

 

GUR Û ROVÎ

 

Di va rojên dawiyê de Romî bi însaf û merhamet bûn (!), dev ji galegala terorîzmê berdan û gotin: Bila zimanê Kurdî jî wek zimanên biyani; Elmani,Fransizî û Englizî di dibistanên me de bibe zimaneki hînbûnê..

Ya starrr!...Na ev dibe..!

Bi serê we di dinê de nabe!?

Ewa bênamûsan henekên xwe bi me dikin..Bi hestên me dileyizin..Ezê bi xeyidim haaa!...Va ye dawiya dinê hatiye, qiyamet e.. Heya îro negotine ku “hûn jî mirov in” ma ew çi gotin e, çi berketin e..!

Ne hevceye ku bikevim dewsa wan û bi wan re devjeniyê bikim..

Divê Kurdên meyî bakur piçek çavên xwe vekin û rastiya vê lîstikê bibînin, can û malên xwe jî ji destê heþtpêyên romi rizgar bikin...

Ev bûyerên ku îro diqewimin mîna bûyera gur û rovî ye...

Tê gotin ji rojan rojek sar, rovî li nav daristanan ji xwe re li xwarinê digeri û derdikevi nêçirê..Kuna xwe wir de û vir de dike..Gelek digeri lê di dawiyê di çi bibîni.. Eve tilorê beranekî bi guliyê darê ve hatiye darxistin.. Lê jê re teqemenî jî girêdane.. Rovî bêçare sed-dused metre ji wir dûr dikevi..Li ser rê xwe davêji erdê û diponiji.Di wê encamê de ji niþka ve gur peyda dibi..Gur him goþt dibîni, him jî dûriþma rovî. Heyirî ji rovi dipirse:

-Ma birayê delal çima xwe ji dayina xwedê mehrum diki? Tu nabîni eve bi guliyên darê ve tilorên beraneki darde kirine!

Rovî dilvekirî dibersivîni:

-Birayê min î ezîz, ez bi rojî me..Tu keremke bixwe..

Gur bi lez û bez xwe davêji guliyê darê da ku tilorên beran bidevxîni..Di vê encamê de peqînek çêdibe..Gur brîndar dikevi û dike nale nal..Piþti ku toz û dûman ji ber asûmanan bi hewa dikevin, gur dibîni ku eve rovî li ser tilorên beran rawestiyaye û bi kêf dixwe..

Gur brîndare û bi zikekî birçî dike qêre qêr..

-Ma bênamus, te negote min ez bi rojî me?

-Birako, bilasedem heqeretan li min meke, ezê bixeyidim haaa!.. Berî niha te nebihîst ku topa fitarê peqiya..!

Belê.. Biratîya Romî û ya Kurdan mîna biratîya gur û rovî ye..

Ew tim û tim bi me Kurdan dileyizin.. Hêvîyên me diþikînin,bi pêþeroja me dileyizin...

Çi birati û çi hal!

Ma we xweþgotinên çepên romiyan nexwendin?

Dibêjin ku.. ‘Em ji bazara Tirkan û ji bazirganên wan her tiþtekî dikirin..Û diravên me naçin ji PKK re’ (Kurdan)

Dîsa dîrok xwe dubare dike..Ewê bêjin em bi rojî ne.. Emê serê xwe û laþê xwe bi tundî têxin nav bûyeran û teqemenî çêbibe.. Vê carê ne topa fitarê, lê wê ji me ra bibe topa mirinê û tevkuþtinê..

 

 17/12/2007-Swîsre

 

 

Bê rê!

 

Bîr û baweriya Zerdeþt rê nade kujtina mirov,lawir, teyr û tebiatê... Ango meriv dikare rehet bibêji Kurdên eslî,dilvekirî û dilînî  þer naxwazin... Lê di gel êriþên heþtpê û dijvar mane bêrê û bê çare, bi mêrxasi canê xwe û welatê xwe diparêzin..

Enînûsa Kurdan e: Ji wan re terorîst, eþqiya tê gotin..Ew bi xwe ji hevûdu re asteng in...Tê gotin ‘Kurmê darê ji darê nebe dar hiþk  (pûç) nabe..’

Ýro Romiyên devqirêj û destxwin ji bo mabestên xwe ji xwe re PKK kirine bahane û dixwazin bi tundî bikevin Kurdistana baþûr û destkevtinên wê derê xopan bikin..

Dîsa li herderê heya welatên ku Kurd koçewar bûne di bin êriþên wan yên nijadperest de ne..

Hinek Kurd bi rêyek siyasî li derveyi welêt bang dikin ku di serî de endamên PKK, partî û rêxistinên din yên Kurdan piþtgiriya hevûdu bikin û digel wan êriþên hov çalakiyên xwe bi rêve bibin..

Ma ewa  sereta dibe? Sincî ye?

Divê mirov rast bêji ,siyasetmedar ji nêrinên xwe bi rastiyê û dilvekiri rave bike..

Ma rêvebirê PKK’ê ne di destê dijminde ye û hê ji rêxistin ji Ýmraliyê tê îdare kirin..

Ma di destûra PKK’ê de çi hebu  ‘serxwebûn,azadî û sosyalîzm.’

Gelo îro çawa û bi çi awayî hatiye guherandin?

Di çerçeva daxwaziya mafên navnasî-çandî û efûkirina serok bêtir...wek ‘Ekolojik toplum-demokratik cumhurriyet..û hwd.. virt û vala û bi ser da jî bûye sedema mabesta Romiyan..

Pêvajo û þert û zirûfên þoreþa netewî li her perçeyê Kurdistanê cuda cuda ye..PKK rêxistinek bakur e, mafê xwe tune ku têkilî xebata perçeyekî din bibe û jê re astengan çêbike..

A din ji PKK êdi ji ramaniya serxwebûnê dûr ketiye.. loma di çalakiyên xwe de dibêji ‘bijî serok Apo!’  û nabêji biji Kurd û Kurdistan... divê PKK ji baþûr ji Romiyan re nebe bahanebun..

Ýro Romiyên devbixwîn li bakurê Kurdistan li ser navê PKK agir dibarînin ser Kurdan. Bi xof û tirsê êrîþî gel dikin û gelê Kurd xwe inkar dike, radihêji alaya Tirkan û bi gotinên qirêj xwe bi xwe pinpê dikin.. Dibin notirvan (korucu), ew Kurdên ku bi kedek mezin û bi çalakiyên têkuz û kefteleft ji bo pirsgirêka netewi hiþyar bûbûn, iro dibin zirKurd..

Ev ji têkveçûna tevgera (bakur) neteweîya Kurd e û xeterek mezin e..Divê pêþi lê bê girtin..

Ev jî bêrêtî ye..bêrêtî bê rêxistinî û bê xwedîtî ye..

 

02/11/2007-Swîsre

 

 

   MÝROV WEK TEYREKÎ YE....

   Mamoste, Mihemed Ûzûnê hêja gelek nas û dostên xwe bi xemgînî û pênûsa xwe jî sêwî hiþt û koça dawî kir...

Jiyanek bi xebat têr û tijî, di jiyanek penaberiya tahl û tûj de min ew dît..

Li ser wêje, huner, siyaset û her awayî bêyî ku dilê hevûdu bihêlin, bi wî re ketim gelek pirs, gengeþî û mijarên kûr..lê bi zimanê Tirki...

 

Bi ken vegerand û got: ‘Birako, ewê ku ziman û þert û zirûfên xelkê xwe nizani, nikani siyasetê bi rêve bibe. Çawa ku dibînim yên ku siyasetê dikin gelek in.Tu hunermendi, edebiyatê dizani û dikari lê ki, ..karê xwe bike..Ez ji siyasetê têm,lê niha min xwe daye ber xebata wêje ..Çimkî xebata wêje nayê kirin û kêm e, divê pêþde here..’

Min ew gotinên wî ji xwe re kir guhar û dest bi nivîsandina pirtûkekê kir.. Lê di warê nivîsandinê de kêmasiyên min gelek bûn..

 

Wê demê ez li Siwîsreyê bûm û min ji wî re telefon kir..

‘Keko can..heya niha nivisên minê bi Kurdî Kek Brîndar rêk û pêk dikir..Lê niha ez wî nabînim.. Min pirtûkek nivîsand tu dikari ji kerema xwe rast bikî?..Got:” rêke..ser seran ser çavan..” û di warê ziman de gelek alîkar bû... Rojekê ji min re du pirtukên xwe: Bîra Qederê, Rojek Ji Rojên Ewdalê Zeynikê rê kir.. û dixwest ez destana Ewdalê Zeynikê bi rêzanîya þano wek piyesekê binivîsînim.. Sê çar meh þûnve min daxwaza wî temam kir û ji wî re rê kir..

 

Kek Mihemed bi xebatek têkûz û keda xwe gelek berhemên nemir afirandin û ji  pêþeroja neteweyê Kurd re diyar kir..

Kek Mihemed loça dawiyê kir û çû ser dilovaniya xwe..Lê mala xeribiyê biþewiti.. Wek teyrekî per û bask þikestî mame li vê derê..

Ji sedema qedexebûyinê rê li min hatiye birrîn û nikarim herim welêt..

 

Xwezî ji dewsa min miroveki ji rêzê (!) ji Amedê gulek berbiro biçini û deyni ber serê Wî... Ew jî daxwaziya min e..

 

 

EZ Û EZ..!

 

   Ezîtî nexweþiyek mezine! Lê divê li gel her þexsî ezîtî jî hebe.. lê ne di tixûbên nexweþiyê de..

Mirov ewe ku hertim têkilî her tiþtî nebe û nebêje “ez dikarim’’ “ez dizanim” û ez û ez Uhwd..

Mirov dikare li gor xebat û huner û zanabûna xwe pesnê xwe bi xwe bide..divê berî her tiþtî xwe hez bike. Lê bi serxwe re neçe..

Ewê ku xwe hez nake,qedr û qîmet nade xwe, nayê hezkirin û xwe bê qîmet digiri,,,

Ew mirovê ku xwe hez bike û ji xwe razî be..ew dikari tebiatê, mirovan, jiyanê û welatê xwe jî hez bike û bi qîmet be..

Mirovên ku xwe ji hemu mirovan bilindtir dikin û dibînin, ew nexweþ in.. Hin kes dibêjin ez Þêx im, Mele me, Pîr im, Axa me.. û ev nasnameyên pîroz, ji bav û kalan ji min re wek malheyî maye..ew ne raste..

   Mirov bi kirêtên xwe li gor seretayên qencî û xirabiyê ji hev cuda dibin..

Mînak: Mirovên wek Hitler-Musolini-Saddam-Atatirk uhwd. zorbe û xwinrij bûn, ew bi kirêtên xirabiyê nemir in..

Mirovên hoste û zana wek Gandhi-Lenin-Kastro-Barzani jî bi kirêtên qenciyê nemir in..

Mirovên wek min û we jî ew mirovên ku di rêzêde ne, divê xwe di ser her tiþtî re mezin negirin û nekevin tixubên nexweþiya ezîtiyê ku jiyan xweþ be.

Ezîtî gelek xirab û nexweþiyek mezine..

Li rojên çûyi, li pêvajoya dirokê binêrin ka mezinên me Kurdan bi ezîtiyê gel ji xwe re kirin xulam. Bi hizrên misilmanî ,bi hizrên çepîtî...lê mixabin ne bi hest û hizrên Netewî!..

 

   Ew mirovên ku xwedî nexweþiya ezîtiyê ne, ewê zerar bidin xwe û hawîrdora xwe.. 

Kurdistana bakur ne mimküne ku ji îro pêde rêxistinek ango siyasetek bi hest û ramaniya netewî piþtrast bibe..Dek û dolab û astengên heri mezin xistine pêþiya tevgera netewî..Bi xwe ew asteng ne bi destên dijmin,bi destê Kurdên xirab pêk hatiye..Û bi vî awayî dijmin bi tevgera Kurd dileyizin..

Ger ew destketinên baþûr neyên parastin ewê jî bikevin tehlûkê ..! (þirove û gotinên Mam Celal wek neynik her tiþtî ji mera diyar dike….)

Bila Xuda  Hurmuz me ji ez u ezîtiyê biparêzi..

 

21/09/2007

 

 

BAJO XIZIR PAÞA!

 

Wek riwayet tê gotin: Serpêhatiya Pîr siltan Abdal jî bi remzên qencî û xirabiyê hatiye hûnandinê..

Pir Siltan bêyî Xizir Paþa nabe Pir Siltan..ne mimkun e...

Xizir paþa  gelek zilm û tade ji Osmaniyan dibîne..Romî gundê wi xopan dikin dêya wî dikujin û destgirtiya wi digirin û bi xwe re dibin. Ew bêçare diçe  dikeve dergaha elewiyan û li wêderê heft salan bi kefteleftî zahmetê dikþîne û dixwazi xwe hînî qenciyê bike!

Rojekê diçe gel pirê xwe Pîr Siltan û jê destûrê dixwaze. Dibêje: “Ya pirê minî ezîz, êdî heft sal bûn ku ez li vir li ber destê te me. Gelek sipas ji te re, te ez hin kirim..Niha destûrê bide min ez herim paytextê Osmaniyan û li wêderê vateyekî ji wanan bistînim û ji bo gelê xwe xizmetekê bikim”.

Xizir diçe û çend salan jî li gel Osmaniyan hîn dibe û wek Xizir Paþa bi þûn ve vedigere welatê xwe û ne bi xêr û qencî, lê her wek remzê xirabiyê...Û ji xiraban xiraptir..Bi zilm û zordariyê mala xelkê xwe xopan dike û Pîr Siltan Abdal jî  dadiliqine..

Di vê hilbijartinên Romi de, li herêmên Kurdistanê nêzîkî bîst berendamên parlemenê ji bo xebatek netewî ji gel destûr xwestin û çûn ketin nav parlamena romiyan, û li gor tore û dadiya wanan sûnd xwarin..

Dîrok xwe dubare dike..

Mîna bûyerê Xizir Paþa..

Bist mirovên zana

Mesûlên îradeya  milyonan ketin parlamena Romiyan da ku çareserkirinekê bibinin ji bo pirsgirêka Kurd û Kurdistanê..

Li Kurdistanê xwîn diherike..

Ew ketin lîstikê..li xwe mikur hatin...

Ew bûne parlamen û vate sitandine ku xizmetekê bikin..gelo ma ji bo kê?

“Bajo Xizir Paþa, rojekê wê çerxa te jî biþkê....!”

Ewê ku tu lê bawerî, ew padîþah jî wê têkve here..

 

-----------------

 

MIJARA ROVÎ Û HILBIJARTINÊN ROMÎ..

 

Tê gotin: Rovî kirine Mîrê Mirîþkan..wî qûna xwe li erdê xistîye û razîbûna xwe  her wek nerazîbûn daye pêþandanê..

Bi matî jê re gotine ‘Lawo ma daxwaza te ne ew bu tirro?’

Rovî bersivandiye:

-Belê ezbenî,lê mixabin ez ji siûda xwe ne bawerim..

 

Li Tirkîyê pêvajoya hilbijartinên 22 Tîrmehê li tefê xistine...

Berendamên (namzet)çep,Elewî û Kurdan wek  berendamên ‘hezarhêvî’ hatine binavkirin..

Parlemana Tirkan di bin hikimranîya Leþkerî de ye,ne azad û ne jî demokratîk e.

Tirk naxwazin pirsgirêka Kurdan çareser bikin.Bi ramanîyek mîrî dibêjin Kurd terorîstin.û her gava ku firsend di destê wan keve û mecal bibînîn ewê bikevin baþûrê Kurdîstan û hemi destkevtinên wê derê xopan bikin..

Ma berendamên serbixwe dikarin çi bikin? Gelo,birastî ew serbixwe ne?

Baþe..Dibe ku ew  hatin hilbijartinê û ketin parlemenê.. Ewê çi bikin..?

Gelek berendamên partîyên din yên destqirêj û bê þexsîyet jî heta hin zirkurd jî bikevin parlemenê û ew ji yên me zêdetir..

Ewê li wê derê di her cîvînê de ji dê û bavê hevuûdu re xeberan bêjin û bikin qal û qir..

Ma va ne daxwaza Romîyan e?

Hemam ew hemam,tas ew tasa berê.. tu tiþtek jî nehatîye guhertin..

Çi hêvî çi hal!!!

Ez heyrana çavên we Kurdên ku ji siûda xwe ne bawer...hezarcarî mixabin ku hûn hatin lîstikê!!

Dîvê hûn ji bo berjewendîya gel  bi bîr û bawerî û bi ramanek netewî a hevpar bi rê kevin!

 

19/07/2007

 

-------------------

EVÝNA WELAT

Þev tarî û bê deng

wek omrê min
di kûrbûna tariyê de
li welatên biyanî
bi ax û keser
dil tenik
bi hesret dikizirî
li þevên sar
bê kes
û bê insaf
ez hêviya te me
ey yar!
Dîsa xwezî ji vir barbikim
bi xwe min
cil û corên xwe berhev kir
çend nivîs,çend pirtûk
mala min li ser piþta min
li welatên dûr û biyan
bê hêvi mam
bê te mam
bê evîn mam
bi kuve herim
bi tera me
sedema bêmaliya min
sedema biyanibûyîna min
û encama dil û bendebûyîna min
ne bi tenê tu û evîna te ye
duriþm û rewþa welatê me ye..
disa êvar bû
tariya þevê
bû tirs û xofa dilê min
bê felatiya welêt
tev derd û kulê min
de were çavê min li rê da
de were sorgula min
pûk û berfê
rê li me girê da...

 

---------------------

1 Gulan!

 

Îsal li Swisreyê li bajarê Baselê, di bin parêzgariya BGB (Sendiqeya Karkeranên Baselê) me Yek Gulan pîroz kir...

Basel metropolek gelek mezin e..Mirov dikari pesnê milyonan bide..

3-4 sed mirov bi tenê hatibûn ba hevûdu û di meþiyan..

Ji rêxistinên çepên Tirk bigir, Elewî û heya bi Kurdan gelek mirovên ku ne karkerin di nav de çîh sitandibûn..

Mixabin beri çend salan dema ku meþek çêdibû bi kêmasi deh hezar mirov bi rêve diçûn...

Heywax! Heywax li min û vî halî....!

Di rojek taybetî ya karkerên cihanê ya yekîtî,alîkarî û çalakiyê de, bi sendiqayên mezin û bi gelek rêxistinan mirov nikare çend kedkaran bîne ba hevûdu... Çi çîna karkeran,çi rêxistin û çi hal..!

Elewi bi remzên Elewitiyê, kinek Kurd jî bi ala PKK û wêneyê Apo ..û çend memûrên çepên rêxistinên Tirk û em yên ku êdi ne ji bo xwe û ne jî ji bo tu tiþtî bi kêr nayên.. bi hevûdu re meþiyan..

Di wê encamê de ciwanek li gel min bû û em herdu bi mezinê rêxistinekê re tûþî hev bûn.Wî ciwanî got:

-Bijî Yek Gulan! Em hemi hirç’in, hirç birayê hev in..!

Gelek ecêb ma û got;

-Lan ! Oxlim! Ew çi gotine? Hirç ewê li rex te ye, ewê ku wê gotinê bi devê te dide gotin...

-Ji min re nebêje oxlim.. Ez devþirme nînim! ji bo çi aciz dibi, ma heya niha we nedigot “ez Hirant’im,ez Ermenî me, ez Xiristiyan im?” Ez jî ji ber xwe dibêjim “ez hirç im, em hemi hirç’in û hirç bira ne!”

Piþtre min jî çend gotin ji wan ciwanên din bihîst.Bala min kiþand û min guh da ser gotinên wan

-Ma te temaþe kir? Taximê fenerbahçe çawa baþ lîztin!

-Na! Min li bernameya Bülent Ersoy temaþe kir!

-Niha ku axaftin dawi bû, emê herin vurst (sicuq)an bixwin, birçî bûme..

-Ji ber çi vurstên van gawiran bixwin? Emê herin dönera Tirkan bixwin!

Lom nebe..dibe ku navê wan ciwanan Mahir-Deniz, yan jî Þoreþ be...

..Min dixwest çi bigota, derd girane, bi zikê birçi,

Biji 1 Gulan! Û meqerna û hew!...

22/05/2007

 

BI KERAMET...

 

 Mîrovekî zana û pispor bi meraq dixwazi dûrahîya di nav erd û asîmanan de çend pîvanin hîn bibi.

Dike nake bisernakeve..bêçare dimîni û biryara mirina xwe digirî.. û xwe bi xwe dibêjî: Mîrovekî wek min zana ku nikari dûrahîya nav erd û asîmanan bipîve divê nejî...

Pîþtî wê biryarê bê yom bi rê dikevi diçe li behrê (derya) li wê derê hildikiþe ser zinarên bilind da ku xwe ji wê de serjêr bavêje xwarê..Di wê encamê de dinêri ku wa mirovek dîn li kêleka behrê çalek kolaye û bi tasekê ji behrê avê dikþini û berdide wê çalê. Piþtî wê bûyerê, mîrovê meyî zana bi meraq dev ji mirinê berdide û diçe ba ewê dîn û jê pirs dike:

-Lawo te xêre ma tu dixwazi çi biki?

-Ma tu nabîni, min li vê derê çalek kolaye û dixwazim temamîya ava behrê têxim vê çalê û dagirim..

-Lawo dîno ma tucarî ew dibe?

-Wek helanîn û danîna te ya dûrahîya nav erd û asîmanan!

-Tu li kerametan digerî?

-Belê, jîyanek bê xeyal nabe!

Xeyal meyal..ewe gelek mîrov eslê xwe înkar dikin û dibêjin:”Em hemi Ermenî ne”, ”em hemî xîrîstîyan in”, di wan gotinan de kerametek heye?  Belê! Dixwazin Kurdbûyînê ji holê rakin,

Tirkên çavsor jî li kerametan digerin.. Wan hebûna xwe li ser mirina Kurdan ava kiriye, loma hercar bi tundî êrîþî Kurdan dikin,, Kerkûk û Mûsil xewn û xeyalên wan dixemilîne..Her carê dixwazin têxin bin destên xwe lê nikarin.. Rojekê wê ew xwestek bibe sedema xwekuþtina Tirkan ....

Hemi destên xwe bi hewa vekin û bibêjin: Amînnn!

Ji bo ku her xwestinek bi keramete..

 

28/04/07

 

  Hovîtî

 

 Di dibistanên leþkeriyê de dixwazin xortekî hînî çetirbezi  (paraþüt) yê bikin. Xort xwe ji bo hînbûyînê amade dike û diçe ligel pîlot,bi hevdû re li balafirê siwar dibin û bi hewa dikevin.

Li asûmanan pîlot dibêji wî xortê ku dixwezi çetirbeziyê hîn bibi..

-Lawo çetirbezê xwe li xwe girê de û amade be.

-Qumandarê min ez amade me

Di wê encamê de dengek tête guh “kuro wê çetirbezê li xwe girêmede, ewê venebe”

Qumandar carek din bêjtina xwe dubare dike

-Lawo dê hadê!

-Qumandarê min ez nikarim bi çetirbezê xwe xwe serjêr bavêjim,dêya min dibêji ewê venebe!

-Lawo bênamus! Tu bi çetirbezê min ez jî bi çetirbezê te..

Piþtre çetirbezê xwe diguherînin û herdu li rex hev xwe ji balafirê berbijêr berdidin.Çetirbezê wî xortî vedibe û orde orde berbijêr dadikevi,yê serleþker jî venabe û serleþker bi hemi giraniya xwe, li hewayê bi lez ji wî buhurî û berbijêr dadikevi.Ew xort ji serleþker pirs dike:

-Qumandarê min wisa bi lez bi ku ve diheri?

-Ger ez sax dakevim erdê, ezê bikutim dêya te!

Min dixwest mijara xwe bibim ser bûyerên Tirkan, ewên ku van rojên dawiyê diqewimin...

Tirkên hov û har û dîn tev rabûne ser piyan û dixwazin Kurd piþtrast nebin.Têkilî karûbarên Kurdan dibin û astengiyên heri mezin çêdikin.

Tirkên bêgiram bi geflêxwarin dixwazin destketiyên Kurdistana baþûr kambax bikin ûhwd...

Niha mirov dixwazi bi dilekî pak bibêji Serokleþkerê Tirkan Büyükanit;

-Ma oxlim! Tuyî ê ku dixwazi bikevi K.baþur? De zû bajooo! Têkeve baþûr, bila pêþmerge yek bi yek xwe bavêjin ser te....

 

13/04/07

 

 

PENAHINDEYÎ

Mirovekî penahinde (koçer) piþtî barkirinê ne bi tenê mirovekî winda ye.ji gelek heyiyên xwe jî mehrum dibe û wan winda dike.Destxistina wan tiþtên bi qîmet yên ku hatine winda kirin carek din zahmet e.Mirov berî her tiþtî,welatê xwe winda dike.

Ji rûniþtin û rabunê bigir, adet û tore, çand û wêje, bîr û bawerî û gelek nas u dostên xwe winda dike.

Piþtî wan tunebûnan mirov hinkeriya civakî, malbatî û ji hestên exlaqî dûr dikevi, bê exlaq dibe (!) /exlaq li gor her mirovî û civatê bi maneyek baþqe baþqe ye./ û li ser þexsiyeta mirovan bandurkêr e..

Mirov jiyana xwe li koçeriyê nikari hêsan derbas bike..Piþtî gelek kefteleftiyê, hin mirov: jin ango mêr bi biyaniyan re dizewicin.Zarokên wan bi awayeki din hîn dibin.

Ew nifþên dawiya koçeriyê, ji mirin, esl û navnasiya xwe xelas nabin.Sedema bingehê wê pirsgirekê ji jiyana abori tê.. /bindestî û koçewariya Kurdan ne tenê bi abori ye, ji ramaniya mîrî ya mêtinkaran tê.../

Bi milyonan Kurd li welatên biyani axme (belav) bûne.Nikarin heyiyên xwe biparêzin û xwe nûve bikin..Li hev xwedî derketin, alîkarî,yekîtî û neteweparêzî tune..

Di danûstandin û têkilîyên nav xwe bi xwe de zimanê biyani bikar tînin..Ji bo pêþketina ziman hacetên wek, radyo, ntelevizyon û rojnameyan zêde bikar nayên..

Têkilî û afirandinên çand û huner di nav çalakiyê jiyana rojane de tune..

Gelo ma wê çawa di warê ziman, navnasî û zanistiyê de pêþketin çêbibe? Û mirov çawa winda nebe?

Mirovê penahinde mirovekî winda ye. Divê ji îro pêde em hemu yên ku koçewar bûne li demberê xwe xwedî derkevin, bi geþbûna heyiyên xweyî netewî wek navnasî, çand û bawerî da ku bê þexsiyet nebin..

 

 

DILREÞÎ...

 

 Polîtîka ku bi dilreþî,dijwarî û tundî bête kirin ewê çirûskên hêviya jiyanê kambax bike.!

Gelek sazûman û rêxistinan bingehên ramaniyên xwe li ser regezên dijwarî ava kirine.Ew sazûmanên han çep ango rast bin ferq nîne.

Ew jiyana mirovahiya ku ji dirokê de nesîlî ber bi pêþerojê diçe, di reh û kokê de tahlî û dijwarî, neheqî û bêbextî heye, zilm û zordestî heye ..

Ev nakoki û astengiyên jiyanê bi tundi û dijwari ji holê nayên rakirin..

Divê ji bo çareserkirinê ne politikayek hêzdar, wêrek û dilreþ bête meþandin,jê re zanin û evînî pêwiste..

Ew gelên ku bingehên hebûna xwe li ser ol, nijadperestî û dijwarî avakirine nikarin pêþde herin, xwinrij û xwinmij in..

Yek ji wanan Romîyên çavsor in.

Di pêvajoya dirokê de bi wahþ û hovîtiyê û  bi zordariyê gelek netewe ji holê rakirine û mala wanan xira kirine.Piþtre jî hin zorbeyên din rabûne bi darê zorê Romi kirine misilman û dîl û bend..

Niha jî di bin destê wan de tiþtek nemaye, ji xeyni Kurd, Laz, Çerkez û Hwd..ew jî ketine paronayeke  (nexweþiyeki tirsê..) mezin. Jii sedema wê nexweþiyê li beranberi Kurdan bi tundî û dijwari radiwestin..

Wek dema berê bi dek û dolaban nikarin navbera Kurdan xirabikin û Kurdan berdin hevûdu.

Ramaniyên xwe yên reseni  (mîrî) ji devê serleþkeran bi gotinên wêrek û dijwar tête pêþkeþ kirin da ku yên ku bibihîzin jê bitirsin..

Bi xwe di zarotiyê de nijadperestiyê dixin bin bîra (bin þiür) zarokan.

Di rewþa îroyîn de gelek Romi tî û birçî ne, neçar û belengazin.Heyî û dewlemendiya wan yê ku hatiye bidestxistin Tirkbûyin, nijadperestî û olperesti ye.

Ew sedemên gelek giring in.Heya ku ji holê ranebin, ne Romi bi xwe û ne jî ew kêmneteweyên ku di bin destê Tirkan de ne azad nabin..

Divê Kurd  beri her tiþtî yekîtîya xwe pêk bînin û bi siyasetek biaqil karê xwe bi rêve bibin. Mîna tevgera baþûr tifaqên xwe jî di warê diplomasi de di gel welatên mezin pêk bînin..

Ji bo netewê Kurd duriþmên olperesti û nijadperestiyê zerar e û divê jê dûrkevin.Ji ber ku bingehên hemi olên mezin li Kurdistanê hatine danîn û eslê Pêxemberên heri mezin jî Kurd in.Gelê Kurd ji doza olperestiyê naçar ketiye û gelek zerar dîtiye.Heta dijminên gelê Kurd jî ji nakokiyên nav olperestan fêde ditine,Kurd berdane hevûdu û ew bûye sedema birakujiyê..

Xwezi hema dilreþî,dijwarî bikeve para Romiyan. Bi xwe dinya alem li ser wan dikeni û li ber çavên dinê bûne sinc...

Rojek ji rojan wê dawiya xirabiyê bê û ewê qencî biserkeve..

 

Pepûkên Xwedê

 

Li gor têgihiþtina min, mafê herkesî heye yek yê din rexne bike,lê divê rexne ji tixûbên kesîtî derbaz nebin..

Rexneyên  ku di çerçeva zanistiyê de têne holê, di rewþa îroyîn de tukes guh nade ser û wek paþgotin tên helsengandin ..

Hin bûyer jî hene bê esl û fesl in. Mirovên di rêzê de, yên nezan, bi wan bûyeran rojên xwe dibihurînin..

Di vê encamê de ji bo têgihiþtina bûyeran seretayên zanistiyê hene..bi wan mirov dikare gelek pirsgirêkên jiyanê bibersivîne...

Xwedêo!

Ji bo çi tu li wan qûlên xwe xwedî dernakevi?

Di va rojên tip û tarî de bûyerên ku çêdibin gelek ecêbin,.heþ û aqil nagire..

Romiyên nîjadperest,olperest û çavsor filehek dan ber gulebaranê û kuþtin!

Hemi Kurd rabûn ser piyan û bi hêrs ketin, bi tundî kirin qêre qêr û gotin.

‘Ez fileh’im.!.’

Pepûkên xwedê!

(Ji ber çi nabêjin ez Kurdim lê li dijî vê kuþtinê me!)

Ji bo çi eslê xwe înkar dikin?

Ma dema ku di rojê de sê-çar ronakbirên Kurdan bi dek û dolaban û bêbextî dihatin kuþtinê..Kî,bi çi awayî li wan xwedî derket?

Pepûkên Xwedê!

Raste qedera me Kurdan û filehan yeke!

Em Kurdin,ew filehin..

Nabe ku Kurd bibin fileh anjî fileh bibin Kurd...

Lê Kurd û fileh dikarin destên xwe bidin hevûdu, piþgiriya hev bikin,bi dostî û biratî bidin û bistînin..

Pepûkên Xwedê!

Ma mirov dikare wek herkesî bibe û xwe biguhurîne?.

Ewên ku dibêjin ‘Ez Hrant Dink’im, filehim’ rast nabêjin!

Bila ji niha pê de herkes rabe û ji xwe re bibêje ‘Ez ne ezim!..’

Ma eslê we,baweriya we û þexsiyeta we nîne?

Ma hûn nikarin rastiyê bêjin? Wek ‘Ez Kurdim,misilmanim/Elewî me, þohî me”..ûhwd. piþtre jî dikarin li dijî kuþtina brayên xweyê fileh derkevin,dijî zordestî û zilmê derkevin..

Ewên ku ji xwe re nebin yar,ma ji xelk û alemê re dibin yar?

 

Ez ker im!

 

Dema ku yek ji yekî din re bibêje “Tu mîna þêr î” ewê bi ser xwe ve here..ger bibêje “Tu wek ker î “  wê ew gotin bibe sedema kuþtinê..

Di roja îroyîn de mirov gelek hatine guhertin.Mêr mêrê berê bûn!

Gelek camêr pesnên mêrtiya xwe bi xwe didin û pê serxoþ dibin

Romiyên çavsor û tecawuzkar li vir û herderê pesnên mêrtiya xwe didin.

Jinek Siwîsrî hevala min a þanoyê ye.

Gote min: “Ez zimanê Tirkî fêr bûme, ma tu dikarî alîkariya min bikî?” Min di dilê xwe de got “Xwezî tu bi Kurdî fêr bibûya..” û dîsa ji jêra bûm alîkar.Wê ji min çend filmên Tirkî daxwaz kir.Çûm pirtûkxaneyekê û min pênç filmên Tirkî ên video ji wê re kirî..

Gelek wext derbaz bû, qederê du hefteyan.Wê ji min re telefon kir û me hevûdu dît.

Gote min:

-Ez di nav van filman de mirim..tifiii wan bikim. Min pênc film temaþe kir û di mijara wan de her tecawuzkirin heye, ma filmekî bê kutandin tune tu ji min re bîni?

Piþtre em ji hevûdu cuda bûn û min berê xwe da qehwê û li wir gelekî rûniþtim.Mirovekên ji çepê Tirkan jî li wir bû. Min silav da wan û li gel wan rûniþtim da ku hinek galegalê bikim.

Min dixwest li ser rewþa îroyîn bi wanan re bidim û bistînim.Min kir nekir wan her tim mijara axaftinê guhertin ser jinên Rûsî û kutandinên jinan...Gelek pesnên serpêhatiyên xwe didan û dest bi henekan kirin.. Paþnavê yeki Arslan (þêr) bû.

Min ji wan gotin girt û henekek pêþkêþî wan kir.

Qiralê daristanan þêr rojekê xwe bi xwe dibêje: “Ez þêrê van daristanan im.Heya niha min bi her cûre heywanan re minasebeta cinsî pêk anî, xwezî ez li van deran bigerim û ew heywanê ku min hê nekutayê xwe li wî jî biceribînim”.

Þêr wextekî dirêj li vir û wir digere û dibîne ku di mêrgê de kerek diçêre. Nêzîkî kerê dibe. Dema ku ker þêr dibîne, xof û jana tirsê dikeve dil û bi dengekî nîvmirî dibêje: “Tu dixwazi min bigiri û laþê min perçe perçe biki û bixwi ne wilo?” Þêr dikene, jê re dibêje: “Metirse. Mebesta min tiþtekî din e,Ez dixwazim bikutim te.Min hemi cûreyên heywanan ceribandin lê bi heywanekî wek te re na!”

Ker bi tirs dibêje: “Belê, lê min jî di jiyana xwe de heywanekî wek te ne ceribandiye.Pêþî tu karê xwe bi min biqedîne, piþtre jî ez dixwazim karê xwe bi te biqedînim” û herdû bi vê biryarê razî dibin.Þêr ji par re hildikiþe ser kerê,mebesta dilê xwe pêk tîne.Êdî dor dora kerê ye.Ker jî hildikiþe ser þêr û dike qûna wî û jê re dibêje: “Ka lêvên xwe dirêjî min bike ezê maç bikim”

Þêr bi jan û qure qure dibêje: “Ez nikarim histuyê xwe rast bikim,heger min bikariya histuyê xwe rast bikira, ji ber vê jana qûna xwe minê tu perçe perçe bikira”

Piþtî vê pêkenokê yekî ji çepê Tirkan got:

“Ez qurbana kerê bim. Ji Xeynî kirina kerê kirin heram e!” Destê xwe li piþta ewê ku paþnavê xwe arslan “þêr” e xist û got: “Ji niha pêde tu here paþnavê xwe biguhere..”

Yekî ji wan gote hevalên xwe: “Ma hûn dixwazin bibin þêr an jî ker?”

Bi yek axaftinê hemiyan got: “Ez ker im!”

Di wê encamê de zilamekî nas berpirsiyarê  THY (Türk Hava Yollari) (Rêgayê Hewayî) kete hundur.

Min gote wî:

-Mamoste! Di van rojan de balafirek ji bona çûyîna Tirkiyê berhewa dikeve?

-Sibê berî nîvro..ma xêr e?

-Tu jî bi balafirê rêwîtiyê diki?

-Belê!

-Van hevalan ji sedema nakokiyên siyasî nikarin herin Tirkiyê,bila wekalet bidin te û tu jî here ba midurê nifusê paþnavê wan biguhere û hemiyan ji wekhev binivîsîne.

-Çawa?

-Çawa be ew yek bi yek dibêjin: “Ez ker im”. Di dewsa þêr,rovî, beran û seg de  divê  ker bête nivîsandin...

 

 

Bûyerên Ecêb

 

 Di van rojên dawiyê de,bûyerên ku tirs û xofê dikin dilê mirovan diqewimin..

Diktatorê Baasî Saddam di cejna qurbanê de bê kêr çû..

Kurdên me! Bi tundî