|
|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
|
info@lotikxane.com |
B.Omerî
Tajiyên bê dilê xwe
Birêz Osman Ozçelîk di nivîsara xwe ya bi sernavê “Em Meþiyan” de gotibû, “…di nav me hezar kesî de, kesên ku mîna tajiyên bi zorê derketibûn nêçîrê jî hebûn …” Lê nav û hejmara wan tajiyan eþkere nekiribû. Gerçî ez du-sêkan ji wan nas dikim, lê ne bes e. Xwezî hema tîpên pêþîn ên nav û paþnavên wan binivîsanda ku gelê me jî ew naskiribana, lê di xweziyê de ma. Kesek nabêje dewê min tirþ e. Ji ber ku di her du hilbijartinên borî de, bijartina wan tajiyan bi destên birêz Osman Ozçelîk û hevalên wî pêk hatibû. Niha bihemdê xwe, yan jî bêhemdê xwe li xwe mikur tê. De bavo dîsan xem nake, mala wî ava, mikur hat jî bes e. Her kes tajiyê ber deriyê xwe baþ nas dike.
KU MELE FISEKÊ BIKE…
Peyvek di nav gelê me de heye, dibêjin “ku di ser nimêjê de mele fisekê bike, cemaeta bi pey de dê bi xwe de birî.” Ger ev peyv di cihê xwe de hatibe gotin û bawerî pê hebe, em dikarin mijara xwe berdewam bikin. Serê Rojnameya Azadiya Welat û binê wê bi gotina “em zimanê dayikê hîn bibin” tê xemilandin. Ango pêþengiya vî karî, wê daye ser xwe, ew dike. Lê di bikaranîna zimên de gelek caran ji rê radixerite, di warê rêziman û rastnivîsê de çewtiyên ecêb û kesnedî dike. Jixwe ji wexta ku Rojname ketiye destê xemsaran ve ev çewtî derketine serê rimê. Her çiqas ji aliyê xwendevan zimanzan û qaþo pîsporên zimên ve têne hiþyarkirin jî, lê guhên xebatkarên wê mîna lûla tivingê ye, di aliyekî re dikeviyê, di aliyê din re derdikeve; tûþî tu kelem û astengan nabe. Mîna ku ew di xeweke kûr û giran de bin; bang têrî hiþyarkirina wan nake. Nexwe divê di Lotikxanê de lotikek sert û tund li ser dilê wan bikeve ku bi qaj qaj û car war hiþyar bibin. Min jî ev rê ceriband, ku ku hîn jî hiþyar nebin, emê dest ji wan berdin, nexwe di xewê de… Devê min nagere ku ya dawî bêjim, hîn xortin, di bihara jiyana xwe de ne.
Ka em bi hev re dîsan vê helbesta ku di rojnameyê de hatibû weþandin bixwînin:
TU LI KU YÎ?
Reyhan Sahran
Roj. Az. Welat, Hej:98, rûp.2, 20.11.2006
(…) Yan li bin xete yî? / Yan li ser xete yî? / Bi kereyî û te bi çe kîjan qadê? / Min þevêdin tu di xwena xwede dît / (…) Fikreke ku ez di nava we de / Winda dibim û mîna pelên derya… / Petên agir diþewitim / Di nav wan awirên te yen dij war de / Be carekî de ez ji we xwenê veciniqîm / Gelo ew çima bi minra ne axivî / Çima kur di fikirî / Dema ku ez li veya difikirîm / Ki dizanê be tu niha çidikê bikereyî? / Bi kerê di kenê / Bi kerê di axivê / Bi kerê di kenê û di girî? / Bi kere govendê digire / Di kîjan xweparastinê de / Di kevê çengê.
Îcar tembiya min li we xwendevanên Roj. Az. Welat, guh nedin xebatkarên zimanê rojnameyê, herwekî bav û kalên me gotine “bi ilmê melê bikin lê bi emelê wî nekin.” Ji bo ku hûn ji zimanê xwe yê zikmakî bi dûr nekevin, guh bidin pendên wan lê zinhar! Neweritin û zimanê rojnameyê bikar neynin û pê neaxivin.
Derbek li nêl; du derb li bizmêr
Peyveke me kurdan heye dibêjin “serê te girêdane” ango henekê xwe bi te kirine, tu xapandinî. (Hûn dikarin bêjin, di mijarekê de mejî dagirkirine an jî mejî þûþtine.) Pensê te, pensê bizav û malê te bi baþî dane lê, di rastiya xwe de ne wilo ye, ji bo tu werî xapandin û zerarê bibînî bi qestî pesn hatine dayîn.
Di raporta Yekîtiya Ewropayê ya dawî de gotine “ pêwistiya me bi tecrûbeyên Tirkiyeyê heye, ji ber ku di têkoþîna bi PKK’ê ango qaþo bi terorê re kiriye þayanî baldariyê ye û emê gelek ders û fêdeyan jê werbigirin...” De werin vî kerî di vî buhurî re derbas bikin. Ê lawo bêhiþno, ev rast û rast serê we girêdane; derbek li nêl, du-sê derb li bizmêr xistine. We dev ji biryarên neyînî ku derbarê we de girtine berdaye, bi vê gotina xapînok girtiye. Ma kîjan dewleta ewropî mîna we debeng e ku ji tecrûbeyên we yên dij û dermirovî sûdê werbigire, ji bona kêçekê nivînên di kulînê de tevan bide ber êgir biþewitîne? Deþt û çiyayên xwe bi destên xwe bide ber bombeyan, 3500 gundên xwe yên þên û ava bi desatên xwe biþewitîne, birûxîne. Bi milyonan hemwelatiyên xwe koçber û þerpeze bike. Wan bike berxur û ji kar bihêle. Ê hema weleh ev bazar û gotin nakeve serê keran da. Ji bo hûm xwe li ber þek û pekan bigirin wilo pensê we didin bêaqilno, bêmejîno! Tikaya ji bo we herî baþ a ku ez bikim, Xwedê Teala aqilekî bide we û eselam…
Êêê birakê Jojeph Ralston!
Helbesteke Seydayê Cegerxwîn li ser dostekî wî ku ew êþandibû heye, lê di tu Dîwanan de nîn e; lê negerin hûn bi ser venabin. Yê ku bixwaze, ez karim temamê helbestê ji wan re biþînim. Ji kerema xwe re serî li Lotikxanê bidin, bi riyê hûn karin bigihine vê helbestê, an jî li Kovara Nûbîn, hej:1 ê binêrin. Pêncikek jê wehaye:
Benda te pir þîrîn e, hemî dur û mirarî
Te rim daye milê xwe, li meydanê siwarî
Þervanekî çalaqî, pêtî ji te dibarî ,
Bi hêrîþ têyî ser min, tu dost î an neyarî?
Ev e bextê me kurdan, em tên hevdu bi xwarî.
Êêê birakê Jojeph Ralston! Gelo tu hatîyî agirê di navbera tirk û kurdan de gur bûye bitefînî, yan jî gurtir bikî? Ji daxuyanî û bizava te dixuye ku tu kevokek pençetund û nikil xwar î. Tu bi çek û pûsadên xwe hatiyî û bi ser de jî galonek benzîn bi paþ qûna te ve daleqandiye. Nebêje av e, ezê li êgir bikim, eþkere ye ku benzîn e. Ji ber ku tu dibêjî “ez nehatime ku bi kurdên li Kurdistana Bakur re biaxivim, bi wan re hevdîtinan pêk bînim, fikr û ramana wan bistînim.” Nexwe tu hatîyî nêçîrê bavê min! Ku nêçîr bi destê nekeve, tu dê êgir berdî rêlê hiþk û ter bi hev re biþewitîne.
Peyveke me kurdan derbarê yên mîna te de heye: “de here qûna xwe li avê bixe!..” Yê te jî wilo, ehmeqo! Ma tu hîna bi çavên berê li kurdan dinêrî? Ew kurdên tu li wan digerî ku ji bo berjevendiyên xwe bikar bîne nemane heyran! Tu li bêrîkên wan bixebitî, tu ê çendekî mîna xwe tê de bibînî.
CUDAHIYA LI DIJÎ CUDAHIYÊ
Di rojnameya Azadiya Welat de nuçeyeke wiha hatibû weþandin: “Jinên endazyar rêxistin ava kir.” “Endazyarên jin ji bo cudekariya li dijî jinê pûç bikin û wekheviya zayendan biafirînin, platforma endazyarên jin ava kirin.” Ev çi bizaveke seyr e, “cudahî li hember cudahiyê!?” Dema ku mero ji yekî kujer bêje “te çima ew mirov kuþt?” Bêje “nêta wî/ê hebû ku yekî/ê bikuje; hûn dizanin ez li dijî kuþtinê me. Ji ber vê yekê mine w kuþt, ez ne kujer im, li hember kuþtinê me…” Gelo wê çiqas baweriyê bide? Ê keçên delal û xapînok, vaye rasterast we cudahiya navbera zayendê kiriye; lê hûn di heman demê de dibêjin “em li dijî cudahiya zayendê ne.” Ev çawa tê?.. Xwedê aqilekî bide we. Me jî ji weynê we biparêze; amîn.
KENÊ GURAN BI WAN TÊ
Dema ku beriya binya Mêrdînê bêxwedî bû, libo libo gund lê hatibûn avakirin, ereb dihatin talanên wan gundên bêhêz dibirin; ma kê wêrîbû bi pey talanê xwe de here, wê ji canê xwe jî bibûya...
Rojekê dîsan ereb tên li talanê Mêrsiniyan dixin û dibin. Xelo jî qaþo axayê Mêrsiniya ye, bar dikeve ser milên wî. Ew jî li hespa xwe siwar dibe, di nav hawarê de bi pey talan de diçe. Yekî ereb dinêre ku vaye siwarek di nav hawarê de bi pey wan de tê, kirasekî spî ji qumaþê îgîlîz lê ye, yê ereb bi heft dilan dil dikeve kirasê wî. Hema hêrîþî ser siwêr dike, kirasê wî di ser serê wî re dike direvîne û ji xwe re dibe. Ji kelecan û tirsa pevçûnê re haya Xelo jê çênabe ku kirasê wî çûye, tazî maye. Jixwe havîn bû, Xelo barþewala ango bê derpî jî bû, tiþtekî safî nakin, dev ji talên berdidin vedigerin malê. Hîn jî Xelo Axa ji kelecanê bi xwe hay nebûye ku tazî, þiflî tazî ye…
Li hemberê jina xwe li ser kulêv rûdine û dest bi pesnê xwe dike… Jinik jî þiva ku pê mirîþkan ji nav malê diqewirîne di destê wê de ye, carê di nav paqên wî re wê li serê hacetê wî bide û bêje, “ê?” her Xelo dibêje, “min wilo kir, min wilo kir…” Jinik jî bi rik û baldarî lê temaþe dike û serê þivê li hacetê wî dide û dibêje, “Êêê! û dûv re te çi kir?” Xelo jî ketiye nav û bihar aniye kabê… Carekê jinik serê þivê bi hiþkan li hacetê wî dide û dibêje, “berdewam bike.” Hacetê wî diêþe û li nav paqên xwe dinêre ku þiflî tazî ye. Dibêje:
- Ma kanî kirasê min?
- Erê, ma kanî?..
- Keçê ka kirasekî ji min re werîne.
- Kurê ma ka kirasê li te?..
- Ma kiras li min hebû?
- Erê. Ma tu bê kiras bi pey talên de çû?
- Wele haya min jê nîn e.
- Jixwe haya te ji tiþtekî nîn e, tu li dinyayeke dinî. Xelkê talan biriye, bi ser de jî kirasê ku li te bû… Tu hatiyî bi derewan pensê xwe ji min re didî.
Îcar wilo bi serê nivîskarên tirka hatiye. Nexasim ên mîna Nazîf Gudoxan, ewên qaþo dibêjin “em misliman in, heqþînas in.” Dema pensê Hizbilahê didin, ji hiþê xwe diçin û dibêjin: “her çi qas artêþa îsraîlê bi hêz e jî lê, nikare bi rêxistina Hizbilahê. Wê têk biçe. Ji ber ku Hizbilah bi rêxistin bûye.” Heta vir her tiþt asaye, normal e. Em jî di vê qinyat û baweriyê de ne, lê dema ku tên ser mesela kurdan van gotinên xwe ji bîr dikin, pensê xwe didin dibêjin, “wê artêþa me koka kurdan bikole, wan biqelîne…”
Ê lawo qeþmerno, kenê guran bi we tê. Ma ev zanistî ye? Na wele tu zanistî di vê angaþta we de nîn e. Rasterast cahilî, hewedarî, dilxwazî û serî gebirandin, qûn þemirandinî ye. Ne bi tir tirê ye; hûn jî pê zanin lê hûn ji rastiyê direvin. Bê çilo artêþek mîna ya Îsraîlê nikare bi Hizbilahê, artêþa we jî nikare bi gelê kurdê ku bi rêxistin bûye û li mafê xwe yê rewa digere.