|
|
|
|
Lokman Polat
|
|
SPAS JI MALPERA LOTIKXANÊ RE
Demeke dirêje ku di malpera Lotikxanê de dinivîsim. Spas ji Lotikxanê re ku ev îmkan dane min û nivîsên min weþandin. Herweha spas ji xwendevanên Lotikxanê re ku nivîsên min xwendin û car caran rûbirû û bi mailan dîtinên xwe ji min re gotin.
Ji bo ku min dest bi nivîsîna pirtûkeka li ser navçeya Licê kiriye û ez bi nivîsîna pirtûkê re mijul dibim, lewre jî ez nikarim nivîs bigîþînim malpera Lotikxanê. Ez doza lêborînê dikim. Bila birêvebirên Lotikxanê û xwendevanên Lotikxanê min bibexþînin, êdî ez nikarim nivîs biþînim. Lê, ez ê dîsa piþtgirî bikim û ji bo xwendevanên kurd, carna nivîs biþînim.
Ez gelek girîngî didime nivîsîna pirtûka xwe ya li ser Licê. Ez dixwazim dîmeneke ji navça Licê pêþkêþê xwendevanên kurd bikim. Licê navçeyeke bi navûdeng e û li bakurê Kurdistanê navçeya herî girîng e û ya herî pir bûyer lê hatiye qewimandin. Ez bi þansim ku min herçar parçeyên Kurdistanê dîtiye. Ez li temamê bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê geriyam, herî pir leþkerên Ordiya tirk li navçeya Licê û li Þirnaqê hene.
Ji dema serîhildana Þêx Saîd Efendî ê nemir heta îro gelek Liceyî ji bo doza netewa kurd û Kurdistanê þehîd ketine. Di dema serîhildanê de gelek gundên Licê hatibûn þewitandin û li navçeya Licê, li ”Çarþiya Genim” serê leþkerên Þêx Saîd Efendî bi serê daran ve hatibûn eliqandin. Leþkerên Ordiya tirk li çiya çiqas þerkerên kurd bikujta, serê wan jê dikir û dianiya li Licê bi serê darê ve dikir. Wê demê zilm û zordariyeke nedîtî ji alî generalên tirk Alî Barut ve li Licê hate pêkanîn.
Dema þerê qirêj de jî Licê du car hate þewitandin. Gelek xort û keçên ciwan yên Liceyî li Licê û li çiyan hatin þehîdkirin. Ez ê di pirtûka xwe de behsa þehîdên doza kurd û Kurdistanê yên ji dema serîhildana Þêx Saîdê nemir heta dema niha bikim. Ez ê behsa bûyerên girîng ku li Licê hatine pêkanîn bikim. Ez ê behsa rewþa siyasî ya li Licê ji salên heþtêyî heta îro bikim. Behsa kes û malbatên welatparêz û þexsiyetên siyasî û nivîskarên Liceyî bikim.
Ez ê bi þêweyeke berfireh pirtûka li ser Licê amade bikim, ez ê dîroka Licê, navdarên Licê, malbatên Licê, têkoþerên Licê, Þehîdên Lîceyî û sîyasrtmedarên Licê binivîsim. Ez ê wisa binivîsim ku, sed sal paþê dema yek pirtûkê bixwîne, bizanibe ku sed sal berê li Licê çi bûye, çi bûyer pêk hatiye, kî þehîd ketiye, kî þoreþgerî kiriye, kî ketiye hepis û zindanan, kî li sirgûnê çûye ser heqiya xwe, kî bûye nivîskar, kî bi zimanê kurdî nivîsiye, kî ji bo têkoþîna netewî û demokratîk çi bedêl daye, li Licê kîngê komeleyên sivîl hatine damezrandin, buroya riya azadî kîngê vebû, kîjan partî û rêxistinên kurd li Licê hebûn, kî serkêþiya wan dikir? Çima Apoyiyan li gundê Licê – li Fîsê- kongre çêkirin? Þeva duwanzeyê Îlonê, dema darbeya Kenan Evren çêbû, sekreterên kîjan partî û rêxistinên kurd li Licê bûn? Rastiya Licê û rewþa Licê ya siyasî, aborî û civakî çibû? Ez ê binivîsim.
Ji ber sedemên nivîsîna pirtûkê, ez ê xatir ji xwendevanên malpera Lotikxanê bixwazim. Weke min li jor gote, ez ê car caran dîsa bi nivîsên xwe merhaba bidime xwendevanên kurd..
Ez sala nû ya xwendevanên Lotikxanê û ya hemû kurdan pîroz dikim
08/12/2007-Stockholm
|
Nivîsên berê |
WEÞANÊN DU ZIMANÎ
Weþanên kurdan, anku kovar, rojname û pirtûkên ku partî û rêxistinên kurdan derdixin divê bi kurdî bin. Divê partiyên kurdan bi kurdî siyaset bikin. Siyasetmedarên kurd dev ji siyaseta bi zimanê fermî ya dewleta dagirker berdin.
Gelek weþanên kurdan bi du zimanan derdiket û hêj jî hinek kovar û rojname bi du zimanan – bi tirkî û kurdî – derdikevin. Bi min, divê dev ji du zimanan weþanê berdin. Kovar yan rojnameke yan bila bi tevahî kurdî be û yan bila bi tevahî tirkî be.
Ozgur Gundem tevahî bi tirkî ye, Azadiya Welat tevahî bi kurdî ye, ev baþ e. lê, Ozgur Polîtîka, Deng, Dema Nû, Roja Kurd, Demokrat û hwd, bi kurdî û tirkî ne, ev nebaþ e. Kes, derdor û siyasetên ku weþanên du zimanî derdixin, bila kuma xwe daynin ber xwe û bifikirin. Kovar yan rojnamê ji bo çi derdixin? Hedef û armanca wan çiye? Bi kovar û rojnamê ji çi re xizmet dikin? Ew weþan haceta çi ye û hwd…….
Heger pêwîstiya wan bi weþana du zimanî heye, bila du weþanên cuda bi herdu zimanan derxin, nekû weþaneke bi du zimanan.Navê kovarên xwe bi kurdî datînin û nivîsên tê de bi tevahî tirkî ye. Weha nabe. Divê kovarên ku navên wan kurdî ne, bila nivîsên wan jî kurdî bin, ji bo tirkî jî bila bi navê tirkî û nivîsên tirkî kovar û rojname derxin.
Zimanê kurdan anku kurdî netenê zimanê nivîsîna helbest, çîrok û romanan e. Bi zimanê kurdî çawa ku edebiyat tê kirin, herweha bi kurdî felsefe jî tê kirin, siyaset jî tê kirin, gotarên îdeolojîk, polîtîk û teorîk jî tê nivîsîn. Yanî mirov dikare bi kurdî hemû cure gotarên felsefî, nivîsên îdeolojîk û teorîk yên siyasî û nirxandinên edebî û rewþenbîrî binivîse.
DEWLETA TIRK HAR BÛYE
Li Tirkiyê li ser navê ”dijê terorê” li dijê kurdan dijayetiyeke gur tê kirin. Ev dijayetî bi destê dewleta dagirker a tirk, bi pêþevatiya generalên faþîst yên ordiya mîlîtarîst û bi tevgera hemû cure tirkên kemalîst, faþîst, nîjadperest, olperest û þoven tê kirin. Ne tenê dewleta tirk li hemberê kurdan har bûye, herweha civata tirk, hemû cure tirkperest, yanî ji zar û zîçan bigir, heta çep û olperestên tirkan bi yek dengek li dijê kurdan derdikevin, dijminahî dikin.
Dijayetiya kemalîst û olperestên nîjadperest yên tirk ji nîjadperestiya spîyên Afrîka baþur yên berê û faþîstên Nazîyan xirabtir e. Bi qasê ku nîjadperestên kemalîst yên tirk li dijê kurdan in, li cîhanê tu miletek ewqas li dijê miletekî din nîn in. Serfermandarê faþîst yê ordiya hov Buyukanit dibêje ”Em ê êþeke nedîtî bi wan bidine kiþandin.” Êþê bi kî dide kiþandin? Bi kurdan dide kiþandin. Kîn û xereza nîjadperestên tirk ya li hemberê kurdan gihîþtiye radeya herî bilind. Masmedia wan, rojnamayên wan yên rojane û bi sedan kanalên televizyonên tirk li dijê kurdan vedireþin, weþanên heqaretwarî dikin, li hemberê kurdan kîn û nefretê belav dikin.
Hedefa dewleta tirk û dijayetiya nîjadperestên tirkan Kurdistana azad e, anku baþurê Kurdistanê ye. PKK behane ye. Dewleta tirk ji destkevtiyên kurdên baþur û pêþveçûna baþurê Kurdistanê ditirsin. Ew ji xwe re PKK-ê xeter nabînin, Kurdistaneke federe yan jî serbixwe ji bo xwe xetera herî mezin dibînin. Loma jî bi behaneya PKK-ê êriþkariya baþurê Kurdistanê dikin.
Heger dewleta tirk bi tang û topan, bi balafiran êriþê baþurê Kurdistanê bike, ev dibe sedema þerêke mezin. Ji vî þerî ne tenê kurd herweha dewleta tirk jî dê zirarê bibîne. Ordiya dewleta tirk a milîtarîst ordiyeke hov e, barbar e. Ew êriþê Kurdistana azad bikin, ev dê ji bo kurdên baþur felaket be. Ew dê gund, navçe û bajaran xirab bikin. Destkeftiyên kurdên baþur ji holê rakin û dê bixwazin heta bajarê Kerkûkê dagir bikin. Ji xwe sixûrekî ku xwedê giravî rewþenbîre û eqilmendiya dewletê dike, dibêje ”Divê artêþ biçe Kerkûk û Musulê zeft bike. Heger wir zeft neke, dê Diyarbekir ji dest biçe.” (Binêrin beyana Prof. Yalçin Kuçuk)
Êriþ kirin û nekirina dewleta tirk bi helwesta Amerîka ve girêdayî ye. Di pêncê meha bê de serokwezîrê dewleta tirk Receb Teyib Erdogan – ku bi eslê xwe Gurcî ye – diçe Amerîkayê û bi serokê Amerîka Bush re hevdîtin pêk tîne. Encama vê hevdîtinê radeya êriþa dewleta tirk diyar dike. Heger Amerîka nexwaze û tirk dîsa jî –di gel ku Amerîka naxwaze – bi serê xwe tevbigere û êriþ bike, ev ji bo dewleta tirk destpêka têkçûnê ye. Lê, heger Amerîka ji bo êriþa Îranê alîkarî ji dewleta tirk wergire, çavên xwe ji bo êriþa tirkan bigre û bê helwest bimîne ev ji bo kurdan xeter e.
Hefteya pêþiya me, hevdîtina serokwezîrê Tirkiyê û serokê Amerîkayê ji bo pêþeroja netewa kurd gelek girîng e. Heger dewleta tirk harbûna xwe li dijê Kurdistana azad pêk bîne, divê kurdên herçar parçeyên Kurdistanê bibine yek deng û yek reng û ne tenê li ser axa Kurdistanê, li temamê cîhanê dijê dewleta tirk derkevin. Êriþa dewleta har û hov ji bo kurdan xetera man û nemanê ye û lewre jî divê li dijê dewleta tirk hemû cûre þer û çalakî bê dayin.
30 / 10 / 2007
XWELÎ LI SERÊ WAN BE
Di nav xelkê de gotinek heye, dibêjin ”Xwelî li serî be” yan jî ”xwelî li serê wan be.” Ev gotin ji bo kesên nebaþ, yên ku kêrê tiþtekî nayên û ji tiþtek re nabin, karekî baþ nakin û kesên tewþ re tê gotin. Mirov dikare vê gotina gelêrî ji bo dewlemendên kokkurd ku dijminê eslê xwe ne bibêje.
Medya nîjadperest, þoven û faþîst a tirk ji bo milîtarîzmê, ordiya kemalîst a dagirker hîn bêtir xurt bike, li ser navê ”Terorle mucadele kahramanlarina destek kampanyasi – Kampanya alîkariya lehengên li dij terorê têdikoþin” Lê hûn vê weke kampanya lehengên kul i dij kurdan þer dikin bizanibin. Bi vê kampanyê ”Vakfa mehmetcik” re anku ji ordiya dagirker re alîkarî dicivînin. Televizyona bi navê ”Haber Turk” serkêþiya vê kampanyayê dikþîne û lîsteya kesên ku alîkarî dane ordiyê weþand. Di nav lîsteya alîkariyê de gelek kesên kokkurd ku têne nas kirin hene û ji wan heryek bi hindikayî sed hezar ytl – sed milyar tl – dane ordiya milîtarîst û hov.
Perê ku ji bo ordiyê tê civandin li hemberê gelê kurd tê bikar anîn. Generalên hov bi wan peran hîn pirtir çek û sîlah distînin û hîn pirtir kurd dikujin. Kesên dewlemend ku bi peran alîkariya ordiyê dikin, dewlemendên bêesl û fesl in, pozneþewitî ne, bêþexsiyet in, durû ne, xaînê gel û welatê xwe ne, dijminê netewa xwe ne.
Bi pereyên wan kurd têne kuþtin. Di nav wan kurdên ku têne kuþtin de mirovên wan, hemþeriyên wan, gundiyên wan, pismamên wan, kesên ji eþîra wan, ji malbata wan, bi kurtahî ji miletê wan însan hene û bi perê wan têne kuþtin.
Li cîhanê bi qasê bi þexsiyetiya dewlemendên kurd dewlemendên tu welatî tunin. Dewlemendên xelkên cîhanê li miletê xwe, li welatê xwe, li dewlemendiya ser erd û bin erdê welatê xwe, li bazara xwe ya bazirganiyê xwedî derketine. Lê dewlemendên kurdan li hêjayî û hebûnên welatê xwe xwedî derneketine.
Li bakurê Kurdistanê çîneka millî – netewî – pêk nehat. Çîna ku bi dagirkeran re hevkarî kir û bakurê Kurdistanê kire bazara malên dagirkeran anku çîneka bazirganî ya þirîkên dagirkeran, çîneka hevkarên dewleta dagirker ku ji dewletê re xulamî û sîxurî dike û çîna kompradoran pêk hat. Evana dijê doza netewa kurd in. Xaînê gel û welatê xwe ne. Xulam û þirîkê dewleta dagirker in. Bêþexsiyet û rûreþ in.
Kesên dewlemend yên kokkurd ku gelekên wan xwedî holdîng û þirketên mezin in, hinekên wan dengbêjin, stran dibêjin û hatiniya wan gelek e, ji ordiya hov a dagirker re dibine alîkar, lê ji gelê xwe re, ji þehîdên welatê xwe re, ji feqîr û fiqarên bakurê Kurdistanê re nabine alîkar. Li doza netewa kurd û li zimanê kurdî xwedî dernakevin. Berjewendiyên xwe yên þexsî li ser hemû tiþtan digrin.
Yilmaz Erdogan heta ji ordiyê re alîkarî dike, bila ji feqîrên Hekarîyê re alîkarî bike. Îbrahîm Tatlîses bila ji belengazên Rihayê re alîkarî bike. Fînans kapîtalîstên kokkurd, yên xwedî holdîngan bila li bakurê Kurdistanê fabrîqe û karxane vekin, bila weþana rojname û televizyonên kurdî amade bikin. Li temamê cîhanê ji bo ticaretê – bazirganiyê- be jî þirket, holdîng û kesên dewlemend kovar û rojname diweþînin, kanalên televizyonan vedikin. Çend kesên dewlemend yên kokkurd ku kanalên televizyonan vekirine, ew jî di xizmeta zimanê tirkî û tirkayetiyê de ne. Ev kanalên televizyonan ji bo doza netewa kurd tu xizmeteke pêk neanîne û naynin jî.
Loma jî bi qewlê gotina xelkê, xwelî li serê wan û dewlemendiya wan be. Ji tiþtek re nabin. Dijminê netewa xwe ne, kole û xulamê dagirkeran in.
22/19/07
HÊJAYIYÊ EDEBIYATA KURDÎ
Romannivîserê kurd ê nûjen, dostê min Mehmet Uzun çû ser heqiya xwe. Gelê kurd û herweha edebiyata kurdî hêjayiyekî xwe wenda kir. Ew xebatkarekî û berhemkarekî çand, ziman û edebiyata kurdî bû. Ez gelek li ber wefata wî ketim, êþiyam, xemgîn bûm. Ez li Amedê – Diyarbekirê- du hefte beriya mirina wî pê re axifîm û gotinên wî di gohên min de, di heþ û mejiyê min de ye.
Dema ew nexweþ bû, min bi sernavê ”Tarîtî û Ronahî” nivîseke nivîsîbû û min di nivîsa xwe de behsa nexweþiya wî – qanser – û berxwedana wî ya li hemberê nexweþiyê kiribû. Min nexweþiya qanserê bi tarîtî û berxwedana wî bi ronahîyê nav kiribû. Min bi gotineke nivîskara jin Susan Sontag dest bi wê nivîsa xwe kiribû. Susan Sontag gotibû ”Nexweþî rûyeke reþ ê jiyanê ye.” Min jî hêvî û daxwaz kiribû ku rûyê reþ ê jiyanê têk biçe û berxwedana li hember reþiyê anku ronahî bi ser bikeve. Lê çi heyf ku rûyê reþ ê jiyanê anku tarîtî bi ser ket û nivîskarê hêja Mehmet Uzun ji nav me bir.
Mehmet Uzun xwedî hinek xisûsiyetên taybet bû. Ev xisusiyetên wî di herkesî de tunebû. Ew însanekî xweþbîn û dostekî rasteqîn bû. Wî bi însanan re têkiliyên germ dadaniya û di hêla têkiliyên însanî de gelek serketî bû. Ew bûbû weke serkaniya moraldayinê û tim moral dida nivîskarên ciwan û wan teþwîqê kurdî nivîsînê û xwendinê dikir. Dema wî min bidîtana pirsa wî ya ewil ev bû ”Tu çi dinivîsî? Ka pirtûkek nû amadeye yan na?” Min hefte beriya mirina wî jê re got : ”Pirtûka min a nû li çapxanê ye. Hetanî heftek, deh rojan dê derkeve.” Gelek keyfa wî hat û wî ez pîroz kirim.
Mehmet Uzun dostê min bû. Di tu demê de navbera min û wî xirab nebû, her navbera me baþ û xweþ bû. Di jiyana min a nivîskariyê de û di xebata min a çandî û edebî de yê ku herî pir bi min re bû alîkar, moral da min û min teþwîqê nivîsînê kir, Mehmet Uzun bû. Dema ew li rojnameya Kurdistan Press-ê dixebitiya, min jî bi hewes, bi þewq û heyecaneke ciwantiyê dest bi nivîsîna kurteçîrokên kurdî kiribû. Min bi kurdî kurteçîrok dinivîsand. (Wê demê weke niha ewqas pir kesan bi kurdî nivîs nedinivîsand. Ew dem kompîtur nû derketibû û înternet tunebû. Yên ku bi kurdî dinivîsandin çend kes bûn.) Mehmet Uzun min û kesên weke min ku dixwestin bi kurdî binivîsin teþwîkê nivîsîna kurdî dikir. Di pêvajoya weþana rojnama Kurdistan Press-ê de gelek nivîs û kurteçîrokên min yên kurdî –bi teþwîqa Mehmet Uzun- di rojnama Kurdistan Press-ê de hate weþandin. Pirtûka min a bi kurdî ya yekem (navî Evîn û Jiyan e û têde çardeh kurteçîrokên kurdî hene) bi alîkariya wî hate weþandin. Wî ji bo pirtûka min a bi navê ”Evîndar” pêþgotin nivîsî û min pêþgotina wî di pirtûka xwe de weþand.
Mehmet Uzun hejayiyeke edebiyata kurdî ye. Li Cîhanê, Tirkiyê û Kurdistanê edebiyata kurdî herî pir bi berhemên wî hatiye naskirin. Dema ez li welat bum, ez çûm kîjan dikanê pirtûkfiroþ pirtûkên wî yên bi kurdî û tirkî li wir hebû. Min bi gelek xwendevanên Unîversîteyan re, bi pirtûkfiroþ û weþangeran re, bi rewþenbîr û nivîskaran re têkilî danî, hemûyan jî bi rêz û dilxweþî behsa Mehmet Uzun û berhemên wî dikirin.
Karker, xebatkar, birêvebir û berpirsiyarên weþanxane, kovar û rojnameyan û xwendevanên wî yên ku ez wan nas dikim û tevahiya gelê kurd, hemû jî xemgînin, li ber mirina wî ketin. Wî bi berhemên xwe xwe kire nemir. Ew dê her di dilê gelê kurd û xwendevanên xwe de bijî.
Bila serê malbata wî û gelê kurd sax be...
BIRYAN Û SAVARA KURDAN
Ez li gelek welatên cîhanê geriyame, min li tu ciheke ”tenûr” û nanê tenûrê nedîtiye. Tenûr tenûra kurdan e. Mucîdê çêkirina ji mast dew û rûn jî kurd in. Kurd di meþkan de mast diçelqînin û dikin dew û li ser dew rûnê taze heye. Mast, dew, çortan û herweha gelek tiþtên din aîdê kultura kurdan e.
Kedîkirina Beraz’an cara pêþîn li Kurdistanê pêk hatiye. Di gel ku ola Îslamî xwarina goþtên Beraz’an qedexe kiriye jî, li çîyayên Kurdistanê hêj jî Berazên kovî hene. Yekî Licî di gundê ”Akro” de bi çavên serê xwe beraz dîbû. Li cem me ji Beraz re ” Wehþ” dibêjin, bi tirkî jî jê re ”Domuz” dibêjin.. Gelek heywanên din jî ji alî kurdan ve, li Kurdistanê hatine kedîkirin.
“Mast” jî cara pêþîn ji alî kurdan ve hatiye çêkirin. Mast û çeqilmastê kurdan meþûr e. Lê, çi heyf ku; tirkan mastê kurdan jî ji xwe re kirine mal, jê re gotine “Yogurt” û bi vî navî ketine bazara dinê – cîhanê – û bazirganîya wê kirine. Ji xeynê kurdan tu gelek, milletek nizane “Savar” çêbike. Mucîdê Savarê kurd in û ev xwarin xwarina millî –netewî – a kurdan e. Tirkan wê jî ji xwe re kirine mal. Wan navê Savarê kirine “Bulgur” û bi riya bazirganîyê li dinê –cîhanê – belav kirine.
Ez li Stockholmê çûm restorantê. Min li lîsteya navên xwarinan mêze kir, xwarina bi navê ”Biryan” hebû. Ez ji xwe re mam þaþ. Swêdî nizanin biryan çiye û di nav xwarinên wan yên netewî de ev xwarin tune. Gelo aþpêjê wan likur çêkirina vê xwarinê fêr bûbû? Garsonê restorantê Swêdî bû. Min jê pirsî ku aþpêþê wan swêdî ye yan biyanî ye? Wî got ”aþpêþ hîndî ye, ji Hîndistanê ye.” Min paþî bi aþpêj re xeber da. Wî got ”Xwarina biryan li Hîndistanê tê çêkirin. Xwarina hîndîyan e.” Min jê re got ku li bajarê Kurdistanê anku li Bedlîsê û Sêrtê ev xwarin tê çêkirin û navê xwarinê jî heman nav e, yanê biryan e. Aþpêj got ”wisane yan me ji kurdan biryanê girtiye yan jî wan ji me girtine.” Êdî rastiya wê çiye, ez jî nizanim. Lêbelê biryan xwarineke xweþ e.
Li Swêdê bi sedan kovar hene. Her kovar li gor babetek e. Kovara xwarinê, aþpêjiyê jî heye. Di vê kovara xwarin û aþpêjiyê de danasîna ferhenga aþpêjî ya cîhanê tê weþandin. Di çend hejmarên wê de ji metbexa kurdan çend xwarin hatin danasîn. Li gorê nirxandina nivîskarên kovarê ” þaristanî bi destê jinên vî welatî hat zayin, nan li vî welatî cara yekem hat lêdan, ajel û sewal li ser vî xakî hatin kedîkirin, mast li vî welatî cara yekem hamin bû! Bi kurtî: Kurdistan buhuþta serzemîn bû...”
Di gel hêjayiyên civakî, hebûnên dîrokî û þaristanîya welatê me, çi heyf ku ji ber sedemên sîyasî û konjukturî di dema îroyîn de welatê me paþve maye û hilberînên nû neafrîne, îcadên nû pêk nayne. Ji ber rewþa statuya kolonyalî ya welatê me, ji bo nebûna dewletbûnê, welatê me paþve ma û kete rewþeke xirab.
Helbet dê ev gel û welat azad û rizgar bibe û dîsa ji þaristanîya cîhanê re xizmet bike.
ÇIL ROMANNIVÎSERÊN KURD
Li gorê romanên kurdî / kurmancî yên ku hatine weþandin, çil romannivîserên kurd hene ku heta niha bi kurmancî roman nivîsîne. Herçiqas hejmara romannivîseran çilin jî, (hejmara romannivîseran ji çilî zêdetirin, lê min çil romannivîser hilbijart) romanên ku bi kurmancî nivîsîne nêzîkê sedî ne.
Bi zaravayê Zazakî û Soranî jî hinek roman hatine nivîsîn, lê neewqas pir in. Bi Zazakî sê, çar roman û bi soranî jî neh, deh roman hene û hew. Lêbelê bi kurmancî gelek roman hene û hêj jî herî pir romanên kurdî bi kurmancî tê nivîsîn.
Di nav romannivîserên kurd yên ku bi kurmancî roman dinivîsînin de yê ku herî pir roman nivîsîne, Mehmed Uzun, Ereb Þemo, Lokman Polat, Elîyê Evdirrahman, Mahmûd Baksî, Medenî Ferho, Laleþ Qaso û Silêman Demir in.
Li ser van çil romannivîserên kurd hêj pirtûkeke lêkolînê nehatiye nivîsîn. Li ser romanên çil romannivîseran analîzeke tevahî nehatiye kirin. Hêj jî antolojiya romana kurdî nehatiye weþandin. Min li ser hinek romanên kurdî / kurmancî bi navê ” Bîst Romanên Kurdî ” pirtûkeke nirxandinê nivîsî û weþand. Ew pirtûk antolojî nîn e, pirtûka danasîn û nirxandina bîst romanên kurdî ye. Loma jî bila nebe sedema rexneya ku çima di pirtûkê de hinek roman hene û hinek tunin. Pirtûka nirxandina ”Bîst Romanên Kurdî” destpêkeke û ez hêvîdarim ku dê demên pêþ de hinek kesên ku romanên kurdî dinirxînin û analîz dikin, dê li ser çil romannivîser û romanên kurdî pirtûkên xwe yên lêkolînî amade bikin û biweþînin.
Ji bo helbesta kurdî du pirtûkên antolojiya helbestên kurdî li Stenbolê hatine weþandin. Li ser kurteçîrokên kurdî jî du pirtûkên antolojiya çîrokên kurd hatin weþandin. Yek jê bi kurdî / kurmancî bû û yek jê bi tirkî bû. Ez hêvîdarim ku rojeke li ser romana kurdî jî antolojiyeke romana kurdî bê weþandin.
Li cîhanê gelek lêkolînvan li ser jiyan û berhemên nivîskaran pirtûk amade dikin û diweþînin. Pirtûkên biyografîk yên nivîskarên cîhanê ji alî xwendevanan ve gelek tê xwendin. Pirtûkên jiyan û berhemên nivîskarên cîhanê du hêlên nivîskar bi mirov dide nasîn. Hêleke wan ê însanî û jiyana wan û hêla wan a xebatkarî û berhemên wan yên edebî bi xwendevanan dide zanîn. Xwendevan bi pirtûkên biyografîk yên nivîskaran wan ji nêzve nas dikin û di derbarê hemû berhemên wan de dibine xwedî agahdariyeke berfireh.
Di nav kurdan de ev tiþt hêj pêk nehatiye. Tenê birêz Dr. Omer Uluçay li ser jiyan û berhemên nivîskarê kurd Mehmed Uzun bi navê ”Mehmed Uzun Kitabi” pirtûkeke amade kiriye û weþandiye. Ev pirtûka wî ya hêja ji bo pirtûkên weha bi vî rengî destpêk e. Ev pirtûk dikare bibe mînak jî bo amadekirina pirtûkên din yên li ser nivîskarên kurd.
Di esasê xwe de xwendevanên kurd yên li Unîversîtan dixwînin, dikarin tezên xwe yên doktorayê li ser jiyan û berhemên nivîskarên kurd amade bikin. Bi min jiyan û berhemên nivîskarên klasîk yên edebiyata kurdî, herwekî Melayê Cizîrî, Elîyê Herîrî, Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran, û jiyan û berhemên nivîskarên kurd yên Kafkasyayê, herwekî Ereb Þemo, Heciyê Cindî, Eliyê Evdirahman û ji bakurê Kurdistanê jiyan û berhemên gelek nivîskarên kurd dikare bibe mijara naveroka tezên doktorayê yên xwendevanên Unîversîteyan..
SIYASETA SERDEMA NÛ
Siyaseta serdema nû ne weke siyaseta esra bîstan e. Siyaseta sedsala bîst û yekan ji hemû cure siyasetên berê cuda ye. Çawa ku siyaseta cîhanê hatiye guhertin, divê siyaseta kurdan jî li gor rewþa cîhanê û bi þêweyeke rasyonalîst bê guhertin. Siyaseta kurdên baþur li gor serdema nû û bi þêweyeke eqilane hatiye pêkanîn. Divê ya kurdên bakur jî weha bê pêkanîn.
Li cîhanê stratejiya hêzên çep jî tê guhertin. Di nav hêzên Marksîst de bandora Lenînîzm û Stalînîzmê hatiye þikandin. Êdî hêzên Marksîst dizanin ku Lenînîzm û Stalînîzm, Marksîzm nîne. Dîtin û ramanên Marksîzma rasteqîn û Stalînîzm û Lenînîzmê ji hev cuda ne.
Têkçûna Sovyetê têkçûna Lenînîzm û Stalînîzmê ye. Têkçûna li ser navê Sosyalîzmê damezrandina kapîtalîzma dewletî ye. Têkçûna dîtinên Lenîn yên ku digot ”li welatên feodal û nîv feodal bi riya nekapîtalîzmê dikare sosyalîzm bê damezrandin.” Di welatên paþvemayî de, li komarên turkî yên asya navîn de ku civakên wir koçber, gavan û þivanên li ber garana dewaran û di çadiran de dijiyan, dê çawa sosyalîzm bihatana damezrandin.
Li gorê hinekan têkçûna Sovyetê – Lenînîzmê – ji bo hêz û tevgerên çep yên cîhanê felaketeke. Lê, bi min na, ne wehaye. Dîtin û ramanên Lenînîzmê ji tiþtek re nebû. Ji bo cîhanê re nebû çareserî û ji bo kurdan jî bû xeter û zirarê da kurdan. Sîstema kul i ser ramanên Lenînîzmê bi destê Stalîn hate pêkanîn dîktatoriyeke bê vate û tewþ bû. Xelkên Sovyeta berê û gelên cîhanê ji dîtin û ramanên Lenînîst zirarê dîtin.
Sazûmana ku li ser navê Marksîzmê û Sosyalîzmê hate pêkanîn sosyalîzm nebû, dîktatoriyeke zilimkar, sazûmanekî antî-demokratîk û ji hêla aborî ve kapîtalîzma dewletî bû. Di sazûmana – dûzena – kapîtalîzma dewletî de dewlet her xurt dibe û civak qels dibe. Civak dibe koleyên dewletê û ji bo xurtbûna dewletê kar dike. Her tiþt aîdê dewletê ye û kaymaxa wê jî mîlîtarîst û sivîl burokrat dixwim. Burokrat di nav xenîmetê de dijîn û civak tazî û birçî, nanoziko dijîn.
Têkçûna Sovyetê ji bo gelên rojhilata navîn û bi taybetî ji bo kurdan jî baþ bû. Sovyet alîgir û piþtgirê dewletên statukoperest yên rojhilata navîn bû. Sovyetê piþtgiriya Iraq û Suriyê dikir. Bi saya alîkariya Sovyetê partiya Baas li ser hikûm dima û civakê dipeliçiqand, li ser gelê kurd zilm û zordarî dikir. Sovyetê çek didane Haviz Esat û Saddamê dîktator. Bi çekên Sovyetê li baþurê Kurdistanê kurd dihatin kuþtin. Siyaseta Sovyetê ya derveyî siyaseteka li dij gelên bindest bû, siyaseteka þaþ û tewþ bû. Wan bi siyaseta xwe ya þaþ tenê berjewendiyên dewleta Sovyetê parastin û berjewendiyên gelên bindest binpê kirin.
Li rojhilata navîn xelkê ku herî pir ji siyaseta Sovyetê zirar dîtin kurd bû. Di damezrandina komara Tirkiyê de, Sovyetê çek û zêr û pere da M. Kemal. Sovyetê tu serîhildaneke kurdan neparast û piþtgiriya wê nekir. Sovyetê kurdên rojhilatê Kurdistanê, komara Mehabatê kire qurbana petrola Îranê. Sovyetê kurdên baþurê Kurdistanê kire qurbana Saddamê dîktator. Sovyeta li tu perçeyeke Kurdistanê piþtgiriya kurdan nekir û doza netewa kurd neparast. Wan dîtina piþtgiriya gelê bindest kirinê binpê kirin.
Di navbera salên 1975 û 1980-yî de li bakurê Kurdistanê hinek partî û rêxistinên kurd yên çep ji ber têgihiþtineke þaþ Sovyetê parastin, li niha rastî derketiye holê û êdî partî û rêxistin Sovyetê û herweha dîtin û ramanên Lenînîst û Stalînîst naparêzin. Divê êdî kurd ne wek berê, weke serdema nû ya niha siyaset bikin û berjewendiyê welatê xwe û civaka xwe biparêzin.
Li cîhanê modela partiya Lenînîst jî têk çûye, îflas kiriye. Hinek grubên pir biçûk Lenînîzmê diparêzin, lê ew jî pir marjînal in, tu hêzeke wan kul i ser siyasetê û civakê tesir bike nemaye. Êdî ew nikarin bandora xwe li ser rewþenbîr, karker, gundî û hemû kategoriyên civakî daynin. Êdî li gor modela partiya Lenînîst civak bi rêxistin nabin.
Di sedsala 21-an de li gor þert û þûtên din û herweha li gor konjuktura cîhanê û rewþa kurdistanê pêwîstî bi modelên rêxistinên nû yên sivîl, demokratîk û siyasî hene û organîzekirina civakê ya bi rêxistinî li gor mentalîteyeke nû heye. Sê beþên Kurdistanê hêj jî azad nebûye. Statuya hersê beþên Kurdistanê hêj jî statuyeke kolonî –sumurge- û paþvemayî ye. Di welatên kolonî yên neazad de; gava yekemîn û têkoþîna bingehîn gav avêtina ber bi azadiyê ve ye. Yanî ji bo azadiya gel û rizgariya welat çi pêwîst be divê ew bê kirin.
Li hersê parçeyên Kurdistanê yên neazad de rewþa heyî ya objektîv dide nîþandan ku partiyeke bi serê xwe nikare welat rizgar bike, civakê azad bike. Di rewþeke weha de pêwîstî bi enîyên berfireh – ji bo her parçeyê yek enîyek- û temsîliya netewî heye. Cure cure partî û rêxistinên kurdan li hersê perçeyên Kurdistanê di binê yek sîwaneke de kom bibin, hêzên xwe bikine yek û enîyeke berfireh pêk bînin, têkoþîneke hevbeþ bê dayin, dê riya serketinê vebibe û piþtî demeke dê serbikeve. Helbet ji bo serketinê divê raya giþtî ya cîhanê û dewletên demokratîk yên cîhanê piþtgiriya kurdan bikin. Lêbelê ji bo mirov ji raya demokratîk ya cîhanê alîkarî bigre divê hêza mirov a yekbûnî û herweha siyaseteka mirov ya baþ û rast û eqilane hebe ku ew jî piþtgirî bikin.
Enî – cephe – haceta têkoþînê ye. Dema enîyeke fereh bê damezrandin û têkoþîneke piralî bê dayin, di nav pêvajoyê de ev têkoþîn dikare bi xwe re damezrandina kongreyeke netewî ya ku temsîla Kurdistana bakur bike pêk bîne. (Li rojhilatê Kurdistanê û li baþurê rojavayê Kurdistanê jî li gor þert û mercên wan parçan dikare enî û temsîlên netewî yên ji bo wan perçan bêne damezrandin.)
Kongreyeke ku temsîla bakurê Kurdistanê bike, di pêþerojê de dikare bi enî û kongreyên ku temsîla parçeyên din dikin re hevkarî bike û ji bo yekîtiya herçar parçeyên Kurdistanê kar û xebat bike. Divê armanca hemû partî û rêxistinên herçar parçeyên Kurdistanê ji bo pêþerojê yekîtiya herçar parçeyan û Kurdistaneke serbixwe be.
--------------
KOMELA JINAN : PELDA
Jin ruknê malê ne, bingeha jiyanê ne. Bê jin jiyan nabe. Pêþveçûna civakê, bi azadiya jinê ve girêdayîye. Civakên ku wekheviya jin û mêrî pêk neyne, kesayetiyên azad tunebin, li ser jinê zilm û zordarî, tehda û lêdan hebe, ew civak nabe civakeke demokratîk. Li gorê lêkolînên lêkolînvanan li cîhanê herî pir lêdan di nav civaka tirk de ye. Yanî herî pir mêrên tirk li jinên xwe dixin. Loma jî heþtêsal li ser komara Tirkiyê derbas bû, ew hêj jî nebûye dewleteke demokratîk. Civaka tirk jî di gelek waran de paþvemaye û nebûye civakeke demokrat.
Têkoþîna gelêrî bê jinan nabe. Têkoþîna ku jin di nav de cihên xwe bigrin, pêþ dikeve, bi ser dikeve. Ji hêla têkoþîna netewî û demokratîk ve kurd û bi taybetî jinên kurd mînakeke berbiçav e ku li cîhanê bûye balkêþ. Jinên tu miletî bi qasê keç û jinên kurd bejdarê têkoþîna netewî û herweha beþdarê þerê çekdarî nebûne. Keç û jinên kurd bi rengê xwe yên têkoþerî bêemsal in, nimûne ne.
Di têkoþîn û pêþveçûna civakî de rola rêxistinên jinan girîng e. Rêxistinên sivîl yên jinan dikarin gelek kar û xebatên baþ pêk bînin û roleke pozîtîv bilîzin. Li bakurê Kurdistanê beriya salên heþtêyî bi navê DDKAD komeleyeke jinan hebû û di nav têkoþîna netewî û demokratîk de cihê xwe girtibû. Ew dem komeleyeka bi navê ÎKD jî hinên jinên kurd di bin sîwana xwe de civandibû.
Niha jî li bakurê Kurdistanê hinek komeleyên jinan hene. Ev komele ji bo jinan xebatên baþ dikin û herweha mil didine têkoþîna netewî û demokratîk. Yek ji wan komeleyên jinan ku bi nav û nasnameya kurdî hatiye damezrandin komela jinan ya bi navê PELDA ye.
Komela jinan, PELDA di 12-ê Gûlana 2005-an de li navçeya Erganî – girêdayê Diyarbekir e – hatiye damezrandin. Armanca komelê kar û xebata jinan ya sosyal, civakî, çandî, tenduristî, siyasî bike û li hemberê neheqiyê, zilm û zordariyê têbikoþe û jinan hiþyar bike.
Dema ku komela jinan, PELDA hatiye damezrandin, dewleta dagirker aciz bûye û bi riya mahkemeyê biryara fesihkirinê wergirtine. Mahkema dagirker gotiye ”Ji xeynê tirkî nabe ku bi zimanekî din nav li komelê bê danîn.” Damezrevan û birêvebirên komelê li hemberê biryara dadgehê derketine û têkoþîna xwe ya demokratîk domandine.
Komela jinan, PELDA hêj jî bi vî navê kurdî kar û xebata xwe li navçeya Erganî’yê didomîne. Damezrevanên komelê helwesteke baþ wergirtine ku bi navê kurdî komele vekirine. Divê êdî li temamê bakurê Kurdistanê komeleyên ku bêne damezrandin bi navê kurdî bin. Yanî netenê komeleya jinan, herweha komeleyên xortan, yên çandî, yên sosyal civakî û hemû cure komele bi nav kurdî û nasnameya kurd bêne damezrandin.
------------------------
KEHANET
Ez kahîn nîn im. Lê, kehanetên kahînan bala min dikþîne. Çi pirtûkeke kahînan yan jî yê li ser kehanetê bikeve destê min, ez dixwînim. Hinek tiþtên ku kahînan weke kehanet gotine, di pêvajoya demê de rast derketine. Ev rastderketin mirov dide fikrandin. Kahîn Nodre Dame çend sed sal berê hinek tiþt gotiye û ew tiþtên wî weke kehanet pêk hatiye, rast derketiye.
Kehanet pêþbînî ye, zanîna pêþerojê ye. Di pêþerojê de dê çi buyer biqewime, çi pêk bê ji alî kesên xwedî keramet weke kehanet tê gotin û gelekên wan rast derdikevin. Gelek kerametên kahînên Notredamê rast derketine. Herweha hinek kerametên kahînekî Yunanî jî rast derketine. Kahînê bi nave Laonicus Chalcondyles pirtûkeke bi nave “Hilweþandina Împaratoriya Tirk” nivîsiye û weke kehanet behsa têkçûna împaratoriya tirk kiriye.
Ev kahîn di navbera salên 1425 û 1490-î de jiyaye. Ew eslê xwe grekîyekî –yunanîyekî- Atînayê bûye û li Konstantînopolîsê – Stenbolê – jiyaye. Wî gotiye yê ku Stenbolê fetih bike navî ”Mehmed” e. Rast derketiye. Fatîh Siltan Mehmed Stenbolê fetih kiriye. Wî gotiye dê Împaratoriya Osmanî hilweþe. Rast derketiye, hilweþiyaye.
Ez di gel kahînan ji însanên ulimdar, fîlozof, helbestvan –þaîr- û derwîþan hez dikim. Ji tirkan qet fîlozof derneketiye, lê ji kurdan gelek fîlozof derketine. Fîlozofê herî mezin yê kurdan Ahmedê Xanî ye. Di dîrokê de kahînên kurd hebûne, lê kehanetên wan yên bi nivîskî wendane, derneketine holê. Þaîrên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Baba Tahîrê Uryan ji nav tirkan derneketine. Þaîrê wan ê herî navdar Nazim Hîkmet e, ew jî netirk e, koçberê polonî ye.
Belê, wekî min got, ez kahîn nîn im, lê ez ê hinek kehanet binivîsim. Ev tiþtên ku ez ê ji bo pêþerojê binivîsim, dibe ku di pêþerojê de bêne pêkanîn û kehanetên min rast derkevin. Belkî sed sal paþî hinek xwendevanên kurd vê nivîsa min ji nav arþîvên dîrokî derxin û bixwînin û bibînin ku tiþtên min di destpêka sala 2005-an de nivîsiye, di nav pêvajoya sed salan de rast derketine.
KEHANETÊN SEDSALÊN PÊÞEROJÊ
1- Sedsala 21-an dê bibe sedsala kurdan. Di nav vê sedsala 21-an de dê kurd bibin xwedî dewlet. Dê pêþî du dewlet (weke Kore û Vîetnamê) û paþî yek dewleteke kurd bê damezrandin. Ev mesela du dewletiyê jî dê weha pêk bê. Dê pêþî dewleteke federe pêk bê. Paþî dewleteke federa a din pêk bê. Paþî dê dewleteka federe bibe serbixwe. Dewleta din ya federe bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Paþî dê referanduma gelêrî pêk bê û piraniya dengan bixwazin ku dewleta federe bi dewleta serbixwe ya Kurdistanê re bibe yek.
2- Dê li Tirkiyê kemalîzm helweþe. Tu qîmet û rûmeta kemalîzmê nemîne. Dê herkes li kemalîzmê nalet bîne. (Li ser nivîsa van rêzên ku min jib o kemalîzmê nivîsîbû du sal derbas bû (min van rêzan di sala 2005-an de nivîsîbû), waye li Tirkiyê kemalîzm berbi hilweþandinê ve dice. Di hilbijatina vê sale (2007) de partiya kemalîst CHP têk çû.)
3- Dê dewleta tirk ya nîjadperest têk biçe, di þûna wê de dewleteke federal û girêdayê Yekîtiya Ewropayê pêk bê û dê hemû gelên Anatolîyê azad bibin.
Li gerdûnê sekna dawî tune. Hertiþt di nav hareketê de ye û digehure. Rewþa civakî û rewþa dewletên cîhanê hertim wek xwe namîne. Binêrin, demeke Sovyet weke împaratorîyeke mezin bû û li cîhanê hêza duyemîn ya herî mezin bû. Lêbelê rewþ hate guhertin û Sovyet ji holê rabû. Dewleta nîjadperest û þoven a kemalîst jî dê ji holê rabe û dê kemalîzm têk biçe.
-------------------------------------------
ALA XWÎNÎ
Li xwepêþandanên (mitîngên) hilbijartina partiyên tirkan binêrin, ji xeynê ala wan a xwînî tiþtek tune. Di qada mitîngan de bi deh hezaran kes dicivîn û bi hezaran ala sor a xwînî ya Tirkiyê di destên wan de ne û li ba dixin. Di hemû meþ û mitîngên partiyên dagirker yên tirkan de nîjadperestî û þoventîyeke bêpayan tê kirin.
Di mesela doza kurd û Kurdistanê de hemû partî wek hev in û li dijê gelê kurd in. Di nav partiyên dagirkerên tirk de partiya herî xedar, þoven, faþîst, milîtarîst û nîjadperest partiya kemalîst û faþîst CHP û partiya faþîst MHP ne. Partiya kemalîstên faþîst û nîjadperest ÎP (Îþçî Partîsî) Partiya diz, sûtal, paþverû û faþîst GP (Genc Partî) û partiya kemalîstên bi rû BTP (Bagimsiz Turkiye Partîsî) jî di dijayetiya kurdan de kêmê CHP û MHP –ê nînin.
Di mitîngên van partiyan de, ala sor a xwînî tê baxistin û serokên van partiyan li dijê gelê kurd vedireþin, dijminahî dikin. Ala tirkan bi rastî jî alake xwînî ye û ji ber xwînê hatiye çêkirin. Ev al di þerê Mercîdabikê de ji ber berma xwînî hatiye çêkirin. Di þer de ordiya tirkên hov wisa însan kuþtine ku ji xwîna wan di newalê de gola xwînê pêk hatiye û ber bi êvarê hîv û stêrê þewqa xwe daye ser gola xwînê û tirkên xwînhez ji ber vî þiklî, vê ala xwînî çêkirine û ew ji dema Împaratoriya Osmaniyan ta îro bûye ala dewleta tirk. Dema M. Kemal û hevalên wî Padîþahê Osmanî ji ser text xistine û dewleteke dîktatorî ya þoven, faþîst û nîjadperest damezrandine, têkilê alê nebûne, ala xwînî negehurandine. M. Kemalê dîktator jî weke padîþahê Osmaniyan mirovkuj, xwînhez û xwînperest bûye. Þaîrekî tirk jî dibêje : ”Bayragimizi bayrak yapan ustundekî kandir. – Yê ku ala me kiriye al xwîna li ser e.”
Xwendevanên kurd dizanin ku di dîroka tirkan de bi navê ”Hun Turkler” beþeke tirkan hebûye. Baþ e ev nav jikur hatiye û kî vî navî li tirkan daniye. Ev ”Hun Turkler” bi maneya ”Xwîn Turkler” in. Vî navî jî aryanan (kurdan û farisan) li tirkan danîne. Yanî ”Hun Turk” bi peyv û maneya xwe ya eslî ”Xwîn Turk” e.
Dema tirkên xwînî, hov û barbar ji Asya navîn ber bi rojhilata navîn û ewropayê ve dest bi êriþên hovane kirine û barbariya xwe nîjan dane, kurdan ji wan re gotine ”Tirkên Xwînî” û ewropiyan jî gotine ”Tirkên barbar”. Beþeke ji van tirkên xwînî û barbar hatine rojhilatê ewropayê dagir kirine, wir ji xwe re kirine cih û war û navê ku kurdan li wan danîne domandine. Yanî niha jî navê wan ”Hungarya” yanî ”Xwînî” ye. Bi tirkî ji wan re dibêjin ”Macar” yanî yên ku koç kirine, bûne mihacir û çûne cihek, dewerek din.
Nivîskarên tirk di pirtûkên dîrokî de û herweha di dibîstanên tirkan de pirtûkên fermî yên perwerdeyê pesnê siltan, padîþah, han û hakanên tirk yên dîrokî didin. Ev kesên ku pesnên wan têne dayin hemû jî êriþkar, talanker, barbar û xwînperest bûne. Di dîrokê de kesên herî xedar û xwînxwar Cengizxan, Tîmûrleng, Metexan, Alpaslan, Tîmuçîn, Yavuz Selîm û Mistefa Kemal in.
Van kesên xwînxar, hemûyan jî li Kurdistanê katlîam çêkirine, kurd kujtine. Di dîrokê de bi qasê ku ordiyên tirkên hov û barbar kurd kujtine, mileteke din ewqas neteweyeke din nekujtine. Dibêjin tirkan milyonek ermenî kuþtine. Heger ji dîrokê ve bijmêrî tirkan ji ermeniyan pirtir kurd kujtine. Mongol hatine êriþê Kurdistanê kirine bajaran xirab kirine, gundan þewitandine, kevir li ser kevirê nehêþtine. Paþî tirkên Selçûkî, Oxizî, tirkmenî û xwîntirkên xwînî hatine êriþê Kurdistanê kirine û kurd kuþtine. Di dema Împaratoriya Osmaniyan de Kuyucaklî Mistefa kurdan kiriye bîran û ser bîran girtiye, Yavuz Selîm ji kurdan nefret kiriye û li hemberê kurdan gotinên hov û rezîl li ser kaniyê nivîsiye ku tirk wan gotinên Yavuz Selîm bixwînin ji kurdan nefret bikin. Fermandarekî ordiya tirk gotiye kî bibêje ez kurd im, tif bikin rûyê wî. Mistefa Kemalê nîjadperest hebûna kurdan înkar kiriye û kurdan qetil kiriye.
Werhasil tirk ji hêla dîrokî ve û ji hatine wan ya Asya navîn heta îro li hemberê kurdan sucdar in, tawanbar in. Divê dewleta tirk ji kurdan ozrê xwe bixwaze, doza lêbûrînê bike. Qetlîamên ku li hemberê gelê kurd û ermenî pêkanîne qebûl bike.
Lêbelê nake. Dewleta dagirker a tirk li hemberê kurdan hovîtî –barbarî-ya xwe didomîne. Dema min vê nivîsê dinivîsand, di televizyonê de bavê çekdarekî ku ji alî ordiya tirk ve hatiye þehîdkirin, dibêje ”Sawcî bi devê xwe ji min re gotiye kurê te bi þêweyeke hovîtî kuþtine.” Dîsa li herêma Çolemergê du çekdarên kurd êsîr – dîl – dikevin destê tîmên taybetî yên artêþa tirk. Bi herdu çekdaran þkence dikin û dawî bombe di bedena wan de diteqînin.
Dema dewlet hov û barbar be, civak paþverû, þoven û nîjadperest be, çepên wan nasyonalîst û faþîst be, îslamiyên wan Tirk-îslamcî û kemalîstên bi rû be, dê ala wan jî xwînî be.
FAÞÎZMA TIRK
Bû du serokwezîrên Tirkiyê dibêjin ”Li Tirkiyê dewleta kûr heye.” Dewleta kûr ordu bi xwe ye. Komara Tirkiyê ji alî leþkeran ve weke dewleteke mîlîtarîst hate damezrandin. Bingeha vê dewleta mîlîtarîst nîjadperestî, þovenîzm û faþîzm e. Li Tirkiyê faþîzm her dem bi destê dewleta kemalîst û bi darbeyên leþkerî hatiye pêkanîn. Faþîzma Tirkiyê naþibe faþîzmên cihên din. Ji bo ku bingeha wê dewlet e, faþîmeke berdewamî heye ku jê re bi tirkî ”sureklî faþîzm” dibêjin.
Hinek dîtinên þaþ faþîzmê di partîyên sivîl û di rejimên –hukumetên- paþverû de dibînin. Yanî li gor wan heger partiya faþîst MHP bê ser hukum û bibe desthilatdar, wê demê faþîzm heye. Ev dîtineke nerast e. Li Tirkiyê dema ku MHP tunebû jî, faþîzm hebû.
Di salên 1975 heta 1980-yî partî û rêxistinên çep faþîzmê di MHP-ê de didîtin û li gor wan antî- faþîst micadele divê li dijê partiya faþîst MHP-ê bihatana kirin. Wê demê di nav tevgera kurd de kovara Rizgarî nivîsî ku ” di mesela pirsa netewa kurd û Kurdistanê de, ferqa partiyên burjuva yên tirkan tune. Hemû jî dagirkeriyê diparêzin, nîjadperest in û faþîst in. Lewre jî ferqa CHP û MHP-ê tune.”
Ev dîtin îro hîn bêtir rastiya xwe radixe ber çavan. Di mesela kurd de Kemalîst CHP, Perînçekçî ÎP, Olperestên tirk-îslamîst, tarîqata Kadirîyên tirk, Kualisyona KIZIL ELMA û hwd, ji MHP-ê pirtir nijadperest û faþîst in. Faþîstiya tirk bi vana tenê bimana dîsa xem nebû. Niha li Tirkiyê civaka tirk bi destê dewletê, bi propaganda orduyê – artêþê- dibe civakeke nîjadperest û faþîst.
Faþîzma tirk bi partiya faþîst MHP-ê dest pê nake. Faþîzma tirk ji partiya Îtîhad û teraqî dest pê dike, bi kemalîzmê didome û xurt dibe û herweha bi dewleta komara Tirkiyê re dibe yek. Yanî faþîzma tirk bi dewleta tirk a kemalîst û bi destê ordiya tirk a faþîst û kemalîst pêk tê.
Bi destê ordiya faþîst li hemberê kurdan nîjadperestiyeke dijminahiyê tê belavkirin. Civaka tirk di bin bandora dîtinên dewletê de dimîne û dibe dijê gelê kurd û ew wisa har dibin ku dixwazin kurdan parçe bikin, wan bikujin. Leþkerên ordiya tirk li hemberê çekdarên kurd xwînxwarîyeke wisan dikin ku neeqilê mirovan e, ancan kesên hov, wehþî, barbar tiþtên weha bikin. Ew goh û pozên çekdarên mirî –þehîd- jêdikin, çavên wan derdixin, serî, lêv û tiliyên wan jêdikin, lingê xwe didine ser laþê wan ê mirî û wêne dikþînin.
Civaka tirk li hemberê gelê kurd kîn û nefreta xwe bi þêweya lînçkirinê didine nîþandan. Çekdarekî kurd ê birîndar hêsîr dikeve destê askerên dagirker ên tirk, civaka wan radibe ser piyan û dixwaze wî/wê çekdarê kurd lînç bike, bi dest û lepan bikuje. Li dinyayê tiþteke weha, kîn û nefreteke ewqas hov û barbar nehatiye dîtin. Walîyê dewletê li pêþberê masmedia tirk dibêje ”Wan bikujin, biqelêþin, parçe bikin.” Walîyekî ewqas xwînxwarî û barbarîya xwe bi eþkere diyar bike, êdî bifikirin leþkerên ordiya barbar a tirk dê çi bike û çi neke.
Civaka ku bi destê ordiya milîtarîst þikil bigre ew civak nabe demokrat. Dewleta ku bi destê kemalîstên nîjadperest bê birêvebirin ew dewlet nabe komareke demokratîk. Bila kurd xwe bîlasebe nexapînin. Dewleta tirk bi hêsanî û însanî heqê kurdan nade.
Ev heþtê salin ku dewleta tirk ji kurdan re dibêje ”cudaxwaz” û bi vî sucdariyê kurdan tawanbar dike, wan dixe hepis û zindanan û wan dikuje. Kurd çiqas bibêjin ”em cudaxwaz nînin” jî, li ber dewleta tirk pere nake. Dewleta tirk tu car mohra terorîstiyê û cudaxwaziyê ji ser kurdan ranake. Lewre jî pêwîst nake ku kurd bi dewleta tirk bidine qebûlkirin ku ew cudaxwaz nînin.
Dewleta dagirker a tirk çiqas dibêje ”hûn cudaxwaz in” siyasetmedarên kurd jî dibêjin ”na, em necudaxwaz in.” Bi min divê kurd bibêjin” em cudaxwaz in.” Em naxwazin bi civaka tirk re û di nav sînorên fermî yên dewleta tirk de bijîn. Em kurd in, sînorên welatê me diyar e. Em dixwazin di nav sînorên xwe de bijîn. Em dixwazin bi parçeyên welatê xwe re bibine yek. Bi wan re dewleta xwe ya yekbûyî û netewî damezrînin.”
-----------------
DIBÊJIN JIN WEHA NE
Dibêjin; jin ji bo yê ku ji wan hez dikin na, lêbelê ji bo yê ku li wan hikûm dikin can didin, xwe dikin feda.
Dibêjin; dilê jinan ji yê/ya ku jê hez nake qet naþewite.
Dibêjin; jin dikare çavên ku hertiþtî dibîne jî bixapîne.
Dibêjin; ji jinê hez bike, wê amoþ bike, biparêze, bawerî bide pê, xwe pê þêrîn bike, ew dê bibe qewraþa te.
Dibêjin; heger hûn dixwazin pîvana þaristaniyê bipîvin, li þertên jîyana jinan binêrin.
Dibêjin; jina ku bi gotinên xweþ neyê xapandin tune.
Dibêjin; jin tiþtên ku ji bo wan tê kirin, weke deyndariyê dihesibînin.
Dibêjin; temenê jinê û muzîkê tune ye.
Dibêjin; jina spehî çavan coþ dike, jina baþ dilan þad dike.
Dibêjin; jin hertiþt efû dikin, lêbelê tu tiþtî ji bîr nakin.
Dibêjin; jina ku hezkirina xwe ji mêran re dibêje, ya ku herî hindik ji mêran hez dike ye.
Dibêjin; pir hindik jin hene ku qîmeta wan ji rindîya wan bi tementir e.
Dibêjin; yê/ya ku jinê xweþik kiriye Xwedê/a ye, yê ku xweþhal kiriye þeytan e.
Dibêjin; spehîbûna jinê di dema hezkirinê de derdikeve holê.
Dibêjin; jin mirov ezîz jî dike û rezîl jî dike.
Dibêjin; jin mirov ji dîn û îman dike.
Dibêjin; jin ji mêran pirtir xwedî hîkmet in.
Dibêjin; jin hindik dizanin, pir fêm dikin.
Dibêjin; jin di ciwaniya mêrê xwe de evîndara mêrê xwe ne, di navsaliya mêrê xwe de hevalê mêrê xwe ne û di kalepîrîya mêrê xwe de qewraþa mêrê xwe ne.
Dibêjin; heger bi rastî mirov ji jinek hez bike, di çavên wî de hemû jinên din wenda dibin.
Dibêjin; jin nizane di ramîsana pêþîn de çi wenda kiriye. Lê, dizane di ramîsana paþîn de çi wenda kiriye.
Dibêjin; jin wekî sîya mirov e. Tu wê biqewirînî direve, tu birevî li pey te ye.
Dibêjin; ne bi jinê dibe û ne jî bê wê dibe.
Dibêjin; jin jîyan e. Bê jinê jîyan nabe.
MEZIYETÊN JINAN
Helbest : Lokman Polat
Jin jiyan e
Jiyanê dixemilîne
Jina baþ mêr dixe bin bandorê
Li ser mêr tesîr dike
Jina zana bala mêr dikþîne
Jina spehî ruhê mêr coþ dike
Jina fenker dibe xwedî mêr
Jin mêr ezîz jî dike û rezîl jî dike
Mêr çiqas mêrxas be jî, bi jinê nikare
Bê jinê þadî û bextiyarî nabe
Bi jinê þadimanî û serfîrazî dibe
CIVÎNA TEV-KURDê
Gruba Xebatê di civîna 26 / 27 ê Gûlana 2007an de navê xwe kire Tev-Kurd. Ez wekî alîgirekî û niha jî wekî endamê meclisa Tev-Kurdê damezrandina Tev-Kurdê li gelê kurd û li hemû siyasetmedarên kurd pîroz dikim.
Partî û rêxistinên kurdan û herweha sexsiyetên siyasetmedar yên kurd gelek caran hewl dan ku yekîtî û hevkarî –îtîfaq- yên siyasî û rêxistinî pêk bînin. Hinek hewldan çûn serî, lê temenê wan kin ajot. Di dîroka siyasî ya bakurê Kurdistanê de yekîtî û hevkariyên ku bi UDG, Uclî, beþlî, Tevger, Hevkarî, PYSK hatin navkirin, pêk hatin û zû xirab bûn, hilweþiyan. Ji bo yekîtî û hevkariyê hewldana herî dawî pêkanîna ”gruba xebatê” bû.
Dema hewldanên yekîtî û hevkariyê têk diçin, moralê kadirên siyasî xirab dibe û di hestên wan de sarbûnî çêdibe. Piþtî hilweþandina hewldanên yekîtî û hevkariyan gelek kadirên siyasî sar dibûn û diçûn li mala xwe rûdiniþtin. Ev jî ji bo pêþvebirina xebata doza netewa kurd û têkoþîna netewî û demokratîk zirar bû, xebat û têkoþînê qels dikir. Heger hewldana ”gruba xebatê” biser neketana û têk biçûna, dê dîsa moralê kadirên siyasî yên kurd xirab bibana û wan dê bigota ”binêrin kurd nayên cem hev û bi hevre kar û xebat nakin, têkoþîneke hevpar pêk naynin.” Lêbelê ji bo parastina doza netewa kurd gelek baþ bû ku hewldana gruba xebatê biser ket û ji bo kadirên siyasî yên kurd bû moraleke baþ.
Du rojên civîna damezrandina Tev-Kurdê de gelek axaftinên baþ yên bi sewiye û herweha hinek axaftinên nebaþ yên bêsewiye hatin kirin. Hinek însan ji bo tiþtek bibêje yan jî pêþniyazeke bike, çi zanîna wî hebe pêþkêþ dike û hêj dawî tiþteke ku dixwaze bibêje yan jî pêþniyaza xwe pêþkêþ dike. Hinek kes jî bêkû eleqeya axaftina wan û mijara civînê bi hev hebe, ji xwe re radibin behsa tiþtên din dikin û tu gotineke di derbarê mijar û naveroka civînê de nabêjin. Gohdariya axaftinên weha mirov bêhnteng dike, lê wekî axaftvanekî civînê jî gote”ji bo ku di civînê de demokrasî heye, lewre mirov tehemûlê wan kesan dike.” Di esasê xwe de civînên weha ji bo xwenûhkirin, guhertin û pêþveçûna kesayetiya mirov girîng in. Di van civînan de mirov fêrê gelek tiþtan dibe. Anku her însan miheqeq tiþteke fêr dibe.
Civîna Tev-Kurdê bi serketî dawî bû û belavoka encama civînê ji raya giþtî re hate pêþkêþkirin.
” TEV-KURD ji partîyên siyasî, hewildan, derdor, kom, înîsîyatîf, sazî, dezgeh û kesayetîyên serbixwe yên ku perspektîva yekîtîya neteweyî dixwazin û dibêjin, divê neteweya Kurd bi rayek azad li ser axa xwe pêjeroja xwe bi dest xe û wek malbatên netewe yên azad xwedî maf û azadîyan be, pêk tê.
TEV-KURD, hêjayîyên hevpar ên azadî û rizgarîya gelê me destnîþan kiriye û wek armanc daye ber xwe ku van hevparîyan zêde bike û bike malê gel. Bi vê armancê hêzên neteweyî yên demokratîk ên ku xwedî rêxistin û bîr û hizrên cuda ne, di çarçeveya têkoþîn û hizrên yekdozî da anîye ber hev.
TEVKURD, di xebatên xwe da rewayî û serkêþîya sivîl, rûmeta mafên mirovî, demokratîya azadîxwaz û pirrdengî dike bingeh. Têkoþîna demokratîk û aþitîxwaz dihebîne.
TEVKURD, xwedî li destkeftîyên neteweyî yên Kurdistana Baþûr derdikeve û piþtgirîyê dike, bi Parlamentoya Federe a Kurd û hukûmeta wê ra dikeve hevkarîyeke xurt.”
Min çend hevok ji belavoka Tev-Kurdê wergirt û li jor di nav neynokê de weþand. Belavoka encama civînê ya ji bo raya giþtî re belavokeke bi naveroka xwe xurt û bi hedef û armancên xwe zelal e. Hewldana ”gruba xebatê” da nîþandan ku kurd dikarin bi hevre bixebitin, bi hevre têbikoþin, kar û xebata siyasî pêk bînin. Damezrandina Tev-Kurdê dê ji bo pêþveçûna xebat û têkoþîna netewî û demokratîk bibe gaveke girîng û bi nirx.
Ez hêvîdarim ku Tev-Kurd dê di xebat û têkoþîna xwe de bi ser bikeve.
SPASIYA MÊVANDARIYÊ
Lokman Polat
Ez ji bo mêvandariya YNK, PDK, PDK-Îran, PDK – Bakur, PSK, Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok. Kovara Nûbûn û rojnama Agrî re û herweha wek þexsiyetên kurd Kek Ristem, Mesûd, Nuredîn, Hesen Silîvanî, Xelîl Duhokî, þofer Zana, Kovan, Bedo,Erol, Yilmaz, Azad, Çekdar, Þefîq, Mîrze û Xeco Xan Xanima protîpa siyasetmedara kurd re ji bo mêvandariyê gelek spas dikim.
Nêzîkê du mehin ku ez li bakur û baþurê Kurdistanê digerim. Mirov li welatê xwe bigere û di nav gelê xwe de be, tiþteke pir xweþ e. Li parçeya azad a welêt de hestên mirov yên welatperweriyê þad û bextewar dibe. Kurdistana baþur azad e û bi modela federe be jî, dewlet e. Êdî dewleta dagirker a tirk çi bike jî nikare rê lê pêþiya dewletbûna kurdan bigre. TC- Komara Tirkiyê – çiqas bixwaze asteng derxe jî bi ser nakeve. Dê kurd bi ser kevin.
Min baþurê Kurdistanê þibande gund û bakurê Kurdistanê jî þibande bajar. Gund xilas bûye, azad e, divê bajar were rizgarkirin. Ji xwe hetanî bajar anku Kurdistana mezin rizgar nebe yekîtiya parçeyên Kurdistanê pêk nayê. Baþur rizgar bû niha dora rojhilat e. Ez di vê bîrûbaweriyê de me ku dê di demeke nêzîk de rojhilatê Kurdistanê jî rizgar bibe û li wir jî kurd bi þêweyeke azad ya dê dewleteke federal pêk bînin û yan jî bi baþur re bibine yek û herdu parçe bi hevre dewleteke serbixwe damezrînin.
Ji rizgariya bakurê Kurdistanê re dem dixwaze. Rizgariya parçeya mezin dê bi ked û xebata siyasî, rêxistinî û bi têkoþîneke dûr û dirêj pêk bê. Divê her kurd di dil û mejiyê xwe de bîr û baweriya rizgariya Kurdistanê bi cih bike û pê bawer bike. Kîngê be jî dê miheqeq Kurdistan rizgar bibe û gelê kurd azad bibe.
Ez 25 sal berê mêvanê PDK – Îran bûm, min nanê wan xwaribû û 25 sal paþî ez dîsa bum mêvanê wan û min nanê wan xwar. Ji bo mêvanperweriya Kek Ristem û Kek Azad ez carek din spas dikim. Ez dikaribum ji Koyê biçime Mehabatê, lê ez neçûm. Ez ê di dema ku Mehabat azad bibe, biçime wir û li wir cara sêyem bibime mêvanê Xizba demokrata Kurdistana Îran, partiya ku ji bo min gelek bi qîmet û qedirbilinde.
Baþurê Kurdistan di destpêka pêkanîna damezrandina dewletê de ye û lewre jî bibe nebe hinek þaþî û kêmaniyên wan hene. Hinek nakokiyên civakî û helkirina kar û barên bajarvanîyê û pêkanîna xizmetên sosyal civakî hene, ew jî di nav demê de, di pêþerojê de dikare hel bibe û bête çareserkirin.
Niha ji bo baþurê Kurdistanê tiþtên herî girîng mesela çareserkirina bajarê Kerkûkê û amadekirina yasaya bingehîn ya dewleta federa a Kurdistanê ye. Ev herdu xal hel bibin, tiþtên din dê bi tevahî bêne helkirin.
Ez ji þefredaktor, birêvebir û hemû karker û kedkarên kovara NÛBÛN û kovara PEYV re spas dikim ku carna nivîsên min weþandine. Di nav desthilatdariya weþanên bi alfabeya Arebî/kurdî de bi alfabeya Latînî/kurdî weþan derxistin karekî giranbihaye û hêjayê pesnê ye. Ez hêvîdarim ku li baþurê Kurdistanê hejmara kovar û rojnameyên bi alfabeya Latînî/kurdî her biçe zêde bibe û di pêþerojê de bi tevahî derbasî alfabeya Latînî/kurdî bibin.
07/06/2007
Wî di destpêka riyeke tarî de çavên te dît.
Dema ku ew ji jiyanê bêzar bû
Ji te hezkirina wî bû hezkirina ji jiyanê jî
Evîna te, jiyanê bi wî da hezkirin
Ew ji evînê netirsiya
Lêbelê tu ji evînê tirsiyayî
Ji tirsa evînê tu newêrabû
Evîna dilê xwe eþkere bikî
Lê, te evîna ku tu jê ditirsî
Di nav dilê xwe de berþê da
Ew cesaret bi te re tune
Loma tu newirayî evîna xwe qebûl bikî
Ji ber tirsa evînê
Tu dixwazî xwe ji evîndarê xwe
Dûr bixî
Ew çiqas dûrê te be jî
Ji te dûr nîn e
Bêhna te di poza wî de
Dengê te di gohê wî de ye
Çavên wî ji xeynê te
Tu tiþteke din nabîne
Laþ û ser û rûyê te
Weke wêneyeke di mejiyê wî de ye
Ew ji evîna xwe û te natirse
Wî bi eþkera evîna xwe
Pêþkêþê te kiriye
Herçiqas tu ji evînê ditirsî jî
Di xewn û xeyalên te de evîn
Dev ji te bernade
Heþ û eqilê te
Bi dizî be jî
Li ser evîndarê te ye
Dilê te ji ber evînê
Pêl dide, dibe agir û alawî
Diþewite
Tu ji ber êþa dil bi dizî dizarî
Derûniya hest û ruhê te nebaþ dibe
Ji bo aramiya ruhê xwe
Tu xwe bi xwe dixapînî
Hinek bi cesaret be
Li evîndarê xwe neheqî neke
Ji evîna wî re bi rêz û hurmet be
Bizanibe ku herî pir ew ji te hez dike
Tu çiqas dûrê wî bî jî
Hest û ruhê wî nêzî te ye
Tu çiqas bêhêvî bî jî
Ew bi hêvî ye
Tu evîna xwe jê re rave nekî jî
Ew li benda te ye
Ku tu rojeke evîna xwe
Jê re pêþkêþ bikî
Were netirse
Eþkere jê re bibêje
Ku tu jî ji wî hez dikî
Lêbelê, nebe nebe
Hûn bi hevre nezewicin
Zewac mirina evînê ye
Evîndarên rasteqîn
Divê negîþin miradê xwe
Ku evîna wan bibe nemir.
NEHEQIYA DU DOKTORAN
Min li ser komkujiya ermeniyan nivîseke nirxandinê nivîsîbû û ew nivîsa min di rojnama ”Dema Nû” de derketibû. Min di nivîsa xwe de rexne li Împaratoriya Osmanî û komara Cumhurî ya kemalîst girtibû.
Du doktorên kurd Dr. Nacî Kutlay û Dr. Tarik Zîya Ekîncî jî li ser qetlîama ermeniyan nivîsîne û ew kurdan sucdar dikin. Li gorê dîtina wan kurdan jî ermenî kuþtinê û divê kurd ji ermeniyan ”ozir” bixwazin, doza lêborînê bikin. Herdu doktor bi temen in, umrê wan li ser 70 salan e û hurmeta min ji wan re heye, lêbelê dîtinên wan þaþ in.
Di hêla siyasî, ramanî û rêxistinî de herdu doktor Kurdistanî nefikirîne û di nav tevgera netewî û demokratîk ya kurdî de cih negirtine. Herdu jî Tirkiyeyî bûne û yekî dinav partiya T.Î. P – ê de û yê din din nav CHP-ê de cih girtine, ji wan re xizmet kirine. Niha jî li gorê Dr. Tarîk Zîya Kurdistan somurge –kolonî- nîn e, nehatiye dagirkirin û heta kurd netewe jî nîn in, hindikayî ne – azinlik –in. Dr. Tarîk Zîya ji bo heqê kurdan mafê çandî –kulturel ozerklîk - dixwaze û Dr. Nacî Kutlay di nav DTP-ê de ye û ji xwe tê zanîn ew ji bo kurdan tiþtek naxwazin. Herdu doktor jî di bin bandora dîtinên kemalîst ”demokratîk cumhurîyet”ê de ne.
Dîtinên herdu doktoran yên derbarê komkujiya ermeniyan ji alî kurdan, ne rast in û ji bo ku kurdan tawanbar dikin û weke sucdar didine nîþandin þaþ in, neheq in. Ew bi van dîtinên xwe li kurdan û li xelkê kurd yê navça Licê neheqî dikin. Doktor Tarik Zîya Ekincî dibêje ”Liceyîyan gelek ermenî kuþtine û dest dane ser malê wan û herweha pereyên wan transferê malbatên Licî bûye û Licî bi perê ermeniyan dewlemend bûne.” Ev dîtin ji binî ve þaþ e, nerast e.
Licîyan ermenî nekujtine û bi pereyê ermeniyan zengîn – dewlemend – nebûne. Di dema berê de malbata herî zengîn li Licê malbata Dr. Tatîk Zîya ye. Zarokên vê malbatê dibistan xwendine û bûne doktor, mihendis, mielim û avukat. Wisane heger dewlemendî bi pereyên ermeniyan pêk hatiye, di serîde malbata Ekincîyan ermenî kuþtine û bi perê wan zengîn – dewlemend – bûne(!) Lê, na. Di Licê de di wê demê de çend malbatên dewlemend hebûne û wan bi riya ticaretê – bazirganiyê – xwe dewlemend kirine. Dewlemendê Licê yê herî dewlemend malbata ”Toprak”in û eleqeya dewlemdniya Hecî Hemît Toprak bi kuþtina ermeniyan tune.
Herdu doktoran jî agahdariyên þaþ wergirtine û loma kurdan û Licîyan sucdar dikin. Dr. Nacî dibêje ”Lîcelî Harun Çerkez çetesî ermenîyan kuþtiye.” Ev îdîa nerast e. Di Licê de bi navê Çerkez Harun tu kesekî tunebûye. Li Licê li hemberê ermeniyan ji bo kuþtina wan çete, mete nehatiye pêkanîn. Tiþtên weha derewên dîrokîne ku li kurdan û li Licîyan tê kirin.
Di nivîsên herdu doktoran de û bi taybetî di nivîsa Dr. Tarîk Zîya de tiþtên þaþ wisa pirin ku, pêwîst nake mirov li ser bisekine. Di gundê ”Serdê” de qetlîama ermeniyan çênebûye û herweha ”Cum” , ”Fum” û ”Sernis” jî yên ermeniyan nebûne.
Xwînxwarê komkujîya ermenîyan Sadrazam Talat Paþa di dema komkujîya ermenîyan de ji kîjan navçe û bajaran çiqas ermenî kuþtine, sirgûn kirine di deftera reþ de nivîsiye û ew deftera wî ya reþ îro derketiye hole. Di Lîsteyê de navê Licê tune, anku li Licê qetlîama ermenîyan pêknehatiye.
Di mesela komkujiya ermeniyan de yê bê sucdarkirin împaratoriya Osmanî û berdewama wê komara kemalîst a Tirkiyê ye. Min di nivîsa xwe ya di ”Dema Nû” de weha gotibû.
” Hinek komkujiya ermeniyan dikin stuyê kurdan û daxwaz dikin ku kurd jî ji ermenîyan doza lêborînê bikin. Yê ku fermana kuþtina ermenîyan derxistiye kurd nebûne, dewleta Osmanî bûye. Bi emir û fermana wan û ji alî ordiya wan ve ermenî hatine kuþtin. Di hinek cihan de heger alayên Hemîdî jî bi ordiya Osmanî re ermenîyan kuþtine, ev nayê vê maneyê ku kurdan ermenîyan kuþtine. Alayên Hemîdî ji alî dewletê ve hatiye damezrandin û di xizmeta wan de bûne. Lewre jî ji komkujîya ermenîyan kurd berpirsiyar nînin. Ordiya tirk li Qibrîsê jî qetlîam pêk anî û di nav leþkerên ordiya tirk de kurd jî hebû. Kes karê bibêje ku kurdan li Qibrîsê qetlîam pêk anî. Desthilatdariya kurdan tune, xwedî biryar tirk bûne û wan ferman daye. Þeyxulîslamê olî yê dewletê fetwa daye qetla ermenîyan helal kiriye û sadrazamê dewletê ferman daye û ordiya dewletê jî komkujîyê pêk anîye.
Di dema komkujîya ermenîyan de gelek ermenî ji xêra kurdan ji qetlîamê, ji kuþtinê xilas bûne. Di þûna ku kurd ji ermenîyan bexþandin bixwazin, dive ermenî ji kurdan re spas bikin ku gelek ermenî ji xêra kurdan ji mirinê xilas bûn û jîyana xwe domandin
”
Ez niha jî di vê bîrûbaweriyê de me û van dîtinên xwe diparêzim.
ROMANNAME
Niha ez romaneke ku tenê ji nameyan pêk bê binivîsim, dê hinek kurdên nezanên edebiyatê bibêjin ”ev çiye?...Ma ji nameyan roman dibe….” Çawa ku kurdekî cahilê edebiyatê gotibû ”ma kurteroman çiye? Ev jî îcada Lokman Polat e.” Hinek zilamên nezanên edebiyatê car caran li ser pirtûkan û rewþenbîran dinivîsin û ji nezaniya xwe tiþtên ecêb dibêjin. Lê, divê ew bizanibin ku gelek cureyên romanê hene.
Teknîk û hunera romanê wisa berfirehe û dewlemende ku, bi gelek cureyan roman têne nivîsîn û gelek cureyên romanan, herweke romanên dîrokî, romanên siyasî, ramanî, felsefî, romanên biyografîk, bîranîn û romanên li gor þêweya ekolên edebî yên cîhanê, yanî romanên realîst, surrealîst, sembolîst, klasîk, modern, postmodern û hwd hene. Çawa ku gelek cure roman hene herweha kurteroman jî û cureya romanê ya bi navê romanname yan jî nameroman jî heye.
Nameroman balkêþ in û bala mirov dikþîne ser xwe. Mirov naveroka nameyan meraq dike. Hinek însan gelek meraqdarin û xwendina nameyên kesên din wan dixe heyecanê. Lewre jî kesên weha bi merak û bi heyecan nameyên kesên din dixwînin. Nameyên ku di romannameyan de têne weþandin, herçiqas bi tevahî ji alî nivîskar ve bêne nivîsîn jî, weke ku du kes, du evîndar, du dost ji hevûdu re þiyandine, ewqas realîst e û ji ber jiyana rojane ya însanan hatiye afirandin. Nameyên xeyalî bi þêweyeke surrealîst tê pêþkêþkirin û ev jî bala xwendevanan dikþîne.
Name jî weke çîrok û romanê ji bo ji alî kesekî din ve bê xwendin tê nivîsîn. Ji devê leheng, figurên ku karekterên wan cuda ne name têne nivîsîn û di nameyan de heger tevn, mijar, serpêhatî, çîrok û bûyer hebin û vana bi þêweyeke edebî bi hevudu re bêne hunandin, ji ber wan nameyan berhemeke edebî dikare bê afirandin.
Nameroman ji sedsala 18-an ta îro veke þêweyeke, þikleke edebiyatê hebûna xwe domandiye û li hinek welatên ewropayê ev þêwe roman gelek hatiye hezkirin. Çawan ku hinek nivîskar li wêneyan dinêrin û ji ber wan wêneyan roman diafirînin, hinek romannivîser jî hem ji ber nameyan roman dinivîsin û hem jî bi þêweya namenivîsê û herweha bi nameyan tevna romanê pêk tînin û bi þêweyeke hunerî û edebî nameroman dinivîsin. Herçiqas di edebiyata kurdî de ev þêwe roman tune jî, di nav edebiyata cîhanê û di edebiyata tirkî de ev þêwe roman anku nameroman hene.
Di naveroka hinek nameromanan de, têkiliya însanan ya psîkolojîk, rewþa wan a sosyal civakî, tradisyonên taybetî, toreyî û exlaqî tê rave kirin. Romana nivîskar Samuel Richardson ya bi navê ”Pamela” serboriya keçeke qewraþ, dawxaza efendiyê qewraþê ya bi qewraþê re þadimanî û li hemberderketina daxwazên efendî û berxwedana qewraþa ciwan bi þêweya nameromanê hatiye afirandin.
Di nameromanan de carna bûyer ji devê du, sê kesan tê qalkirin. Yanê heman bûyer bi berçavika sê kesên cuda û bi þêweyên cuda tê qalkirin. Name, yek ji yekê din re dinivîse û di derbarê kesê duyem de jî agahdarî heye. Di nav edebiyata cîhanê de gelek mînakên nameromanan hene. Ya herî balkêþ nameromana nivîskarê Amerîkî John Updîke ya bi navê “ S “ ye. Di vê nameromanê de; “Jineka 42 salî ku navî Sarah e, dev ji mêrê xwe berdide, jê vediqete û dikeve binê tesîra – bandora- lîderekî Hîndu û dibe endamê tarîqateke hîndû. Sarah çîroka xwe û têkiliyên xwe yên bi lîderê Hîndû re bi riya nameyan ji mêrê xwe ê berê re, ji keça xwe re, ji diya xwe re û ji psîkologê xwe re qal dike. Ew ji wan re name diþîne û behsa gelek tiþtan dike. Ev nameyên Sarah-ê û bûyerên ku di nameyan de têne qalkirin dibe mijara romanê.
Di romana nivîskar Choderlos de Laclos ya bi navê “Tehlikeli Alâkalar – Têkiliyên Xeter ” de jî roman ji ber nameyên kesên cuda tê hunandin. Yanê nameroman dikare ji ber nameya yekê jî û dikare ji ber nameyên çend kesan jî bê afirandin.
Têbinî : Di nivîsa min ya bi sernavê ”edebiyat û dîrok” de hevokek tevlîhev bûye. Rastiya hevokê wehaye :
“Romana Ereb Þemo ”Dimdim” romaneke gelek baþ e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin. Romana Ereb Þemo ya bi navê ”Þivanê Kurd” romana bi kurdî ya yekem e ku li bakurê Kurdistanê ji alî weþanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weþandin û belavkirin.”
EDEBIYAT Û DÎROK
Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman.
Serkêþ û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Ereb Þemo ye. Romana modern –nûjen- ya kurdî bi berhemên wî dest pê kiriye û bi Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Lokman Polat, Firat Cewerî, Laleþ Qaso, Silêman Demîr, Î. Bubê Eser, Seydo Aydogan û hwd hatiye domandin. Di hêla nivîsîna romanên dîrokî de jî Ereb Þemo serî kiþandiye. Romana wî ya bi navê ”Dimdim” li ser bûyereke dîrokî, anku li ser berxwedana serdarê kurd, Xanê Çengzêrîn ê qumandarê kela Dimdimê ku li hemberê farisan pêk hatibû hatiye nivîsîn. Romana Ereb Þemo ”Dimdim” romaneke gelek baþ e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin û romana bi kurdî ya yekem e ku li bakurê Kurdistanê ji alî weþanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weþandin û belavkirin.
Çend romanên Mehmet Uzun jî ji ber bûyerên dîrokî hatine nivîsîn. Roman wî yên biyografîk û bûyerên ku di wan romanan de hatine qalkirin, dîmeneke ji dîroka kurdan ya nêzîk radixe ber çavên xwendevanên kurd. Romana min a navê ”Fîlozof – Katibê Þêx Saîd” jî ji ber bûyera serîhildana Þêx Saîdê nemir hatiye nivîsîn. Kurteromana min a bi navê ”Nûrheyata Licî” bi tevahî kurteromaneke dîrokî û mîtolojîk e ku bi xeyalî lêbelê bi þêweya kurteromanê hatiye afirandin.
Hinek xwendevanên ku ji edebiyatê fêm nakin, berhemên edebî û pirtûkên dîrokî têkilhev dikin. Divê ew bizanibin ku; edebiyat dîrok nîn e û berhemên edebî pirtûkên dîrokî nîn in. Malzemeyê dîrokzan (yan jî dîroknas – zimanzanên kurd(!) hêj biryar nedane ku ew ji ”tarîhçî”yan re bibêjin dîrokzan yan dîroknas.) belgeyên rastîn û þîroveyên îlmî, zanîstî ne.
Yê romannivîser fiction, xeyal, îmge, kurgu, tevn û taswîr in. Herçiqas romannivîser carna belgeyên dîrokî bi kar bînin, yan jî ji wan feyde, siûd bigre jî, ew dikare li gor keyfa dilê xwe, li gor mentalîteya xwe wan bi kar bîne û bi þêweyeke din taswîr bike û þikleke xeyalî bi cureyeke din bide pê.
Binêrin, li gorê dîrokzanan Kleopatra jineka reþ, nerind herweha xirab, poza wê xwar e. Bejna wê kin e, zikmeþk e, anku qet rind nîn e. lêbelê romannivîser dikare Kleopatra’yê pir bedew û xweþik bide nîþandan, bi taswîra edebî û xeyalî wê rind û spehî bike û weke jineka bedew bide rave kirin. Romannivîser li gor zewqa xwe dikare her tiþt bi xeyalî biafrîne, lê dîrokzan nikare weha bike.
Lewre jî, divê pirtûkên dîrokzanan li gor rastiya dîrokî û romanên romannivîser li gor hunera edebî bêne þîrovekirin.
19/03/07
ÞÎRET Û ÞÊWIRMEND
<