|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Sayin melle, bi wê qurana go min xwendî tu ne tu melleyî û hew!

Metînê Mêrdînî- 28/01/08-Mêrdîn- Melleyên vê heyamê jî bûne wek karmendê dewletê û ferqa wan û polîs û eskeran ji hev nemaye. Berê melleyên me Kurda bîrewer bûn, xwenda bûn, zana bûn û bi ser de jî welatperwer û Kurdperwer bûn. Lê piþtî dewletê dît go melleyên Kurd stûna Kurdperwerîyê û paraztina zimanê Kurdî ne, hêdî hêdî melleyên xwe þandin Kurdistanê û wek milîtanekî dewleta xwe dan xebitandin.
Ev melleyên ku zilamê dewlet û xulamê artêþê ne, di mizgeft û cemeetan de propaganda dewletê û dijminatîya Kurdan dikin. Bi navê ola îslamê me dixapînin û xiyanetê bi îslamê re jî dikin.
Werhasil, de ji xwe re li vî melleyê di wêne de binerin. Dewlet çi kaxezê têxe destê wî hema yekser wê dixwîne û ji þaþika serê xwe fedî nake.
Yabo heyran, melle, qurbana wan çavên tenî reþ û belek, ez bi serê xwe û bi serê te sûnd dixwim go tu ne tu melleyi û tu nikari ji cemeetê re pêþkêþîyê biki loooooo! Here têkeve nav çete û mafya dewletê ji te re çêtire canim cîgerim! Bi telaq û namûs Lotikxane bi te hisyaye bê çend mû bi qûna te ve ne qardaaaaaþþþþþþþþþ!
| Nivîsên berê |
Vexwarina kerîkî û ehmeqî

Metînê Mêrdîn- 27/01/07-Mêrdîn- Xelk gazinan dikin û dibêjin “çima vexwarina alkolê tê qedexe kirin” filan û bêvan. Ê yabo ji xwe re li van herdu keran binerin û hûn bêjin bê çima alkol tê qedexe kirin.
Hinek ehmeq alkolê kerîkî û bergîlkî vedixwin qardeþim, wille û bille dibin sebebê qedexekirinê lo, wîî! Ma vexwarin wilo ye? Vexwarina alkolê ew e ku mero devê þûþe têxe devê xwe û bêje “qurt û qurt û qurt” û di binî de bang bide haaa!
Werhasil, vexwarina alkol û eraqê ne karê her zilamî ye. Ji xwe go goþtê birajtî û çend îsotên no jî li ser masê hebin, oxxxxxxx werin fercê.
Ez serê we neêþînim, heçê bixwaze dersên vexwarina alkol û quzilqurtê bistîne, bela serî li Lotikxanê xe. Bi sê telaqan emê di nava çend deqîqande wan bikin wek golikê nav garanê û xelas!
Ev ji me kêm mabû

Metînê Mêrdînî-26/01/07-Mêrdîn- Li Mêrdînê meha derbasbûyî Sendîqa Mamosteyan (Egîtîm-Sen) çalakîyek li dar xist û lotikek avêt. Ez û kurê xwe ê 5 salî jî tev li çalakîyê bûn. Weke her carê polîs trimpêlên wan li derûdora me sekinîn û kirin wîtewît. Tiþtekî pir ciddî hebû.
Werhasil, çalakî dest pê kir û me bi slogan û xwendina nivîsan tirr ji çalakîyê berda. Di navbera xwendina nivîsan de berpirsiyarê çalakîyê sloganek qirase avêt û got „Egîtîmcîye engel, çetelere butçe“. (Ji perwerdekaran re astengî, ji çeteyan re butçe). A rastî gerek bi vî rengî ba. „Çetelere engel, egîtîmcîye butçe“ (Ji çeteyan re astengî, ji perwerdekaran re butçe).
Ez serê we neêþînim, polîsên derûdorê li me nerîn û dest bi ken kirin. Ewan jî fêhm nekir bê em ji bo çi çalakîyan dikin. Îcar heyran û qurban, bi sê telaqan bi vî haweyî nabe. Ez wek bavekî karim vê ezberê xera bikim lê kurê min nikari xera biki. Hûn çi bêjin wê ew jî ji wer e dubare biki. A baþ ka emê vî karî bidin destê zane û fêrisan go heq ji vî îþî derkevin, kenê polîsan bi me neynin û em lotikan ji wan nexwin.
Ji niha û pêde tu heqê me Kurdan go xeletîyê bikin nemaye. Ji ber vê yekê jî tu heqê kesî li me tuneye go polîsên dewleta virqo bi me bikenînin. Îcar bi telaq ev jî lotikek pir xerab bû..Me ji van lotikan biparêzin û xelas!
Þellim û ne tiþtekî din

Metînê Mêrdînî-25/01/08-Mêrdîn-
Li Mêrdînê gundê Tixûbê mêrek dikeve ber
sikratê.
Li wî gundî jî ji sebzeyên bin erdê pêve þîn nabin.
Lawê mêrik jêre dibeji: Bavo tê çi bixwi?
Dibêji ez tiþtekî naxwim...
-Tê gizerkê bxwi?
-Na na..
-Êêêê, tê tivirekê bxwi?
-Na na..
-Silkisorekê bixwi?
-Na na..
Tê þellimekê bxwi (li wir a go herî bi qîmet þellim in)
-Na na…
û bêhna lêwik teng dibe, û dibêji...
-Bavo, min çiqas teamê (meyve-sebze) dinyê ji te re anî te nexwar...De
her BIMMIR!!! EZ DI TE NIHÊM... mirina te ji gewîtî ye...
Ma þellim û ne tiþtekî din....Îcar li Tixûbê bêjin þellim û bila dinya
bisekine...
Hima þelliman dikelînin û dixwin..Piþtre jî tirrr û fisssên gennî dikin...Yeqqqq!
Li tu deverên dinyê þellim çênabin ji Tixûbê pêve....
Li Karadenizê jî ji masîyên hamsî pêve tiþtekî din tuneyi..
Lê ev Karadenizlîyên hovik ji hamsî hertiþtî çêdikin
(tirþo-tawe-qelandin-þêranî-nanê bi hamsî û hezar quzilqurtên din)
Ma xwendevanên Tixûbê tunenin go rojekê xwe bidin hev û herin Tixûbe
bîrîfîngekê li ser þelliman bidin...! Hey xwelî li serê we lawo .. ma hûn wek Dûrsûn û Temelên Laz jî nayên..?
Ji þelliman derman çedibe ( ê aþik, ê gurçikan, ê roviyan û hûn hebekî din bi
pêþde jî herin hûn karin mêrkê 70 salî bikin 18 salî jî ellawekîl)
û bi van þelliman hûn karin fabrîqeyan jî çêkin.. Qe nebe wê gundî ji xwe re
bixebitin, biþuxulin û dewlemend jî bibin..
Û ji hemî çêtir emê jî ji tirr û fissên we yên gennî jî xelas bibinnn....Hûn hûn
bin ji tirr û fissan dûr bikevin..
Bi xwedê min vê roja xêrê lotikek baþ avêt çîranên xwenî Tixubî
haaaaa....
Ê yabo wille û bille derdê tirr û fissên þelliman nayê kiþandin, wîîî!
Silav ji we re Lotikxane ekîbîîîî!

Metîn-23/01/08-Mêrdîn-
Bi
namûs ez bi vê Lotikxanê pir û pir kêfxweş bûm lo…Mejîyê we her hebi..
Ez
dixwazim ji we re tiştekî go birastî qewimîye binivîsim. Li gundê Tixûbê
(gundê Mêrdînê ye) jin û mêrek diçin Hecê (Mek û Medînê). Wexta go kevir
davêjin şeytên, mêrik dibêji jina xwe:“Keçê kevirê hûrik hûrik bavêjê“.
Jinik dibêji: „Na kurro, kevir çiqas mezin bi xêra wî pirtiri“.
Werhasil, mêrik ha dibêji kevirê hûrik û ha dibêji, lê jinik lê guhdarî naki. Radibi mêrê wê jê re dibêji: „Keçê nemayê, ev şeytan berê melekê xwedê teala bû. Ji hevdu xeyidî ne, lê go li hevdu bên eyn wê di te nin haaaa! Bila haya te jê hebi….!“ Îcar hûn her hebin yabo qurban.
Bi sê telaqan Lotikxane ji serpêhatîya mêrkê Tixûbî jî xweştiri û hûn sax! Bi xwedê ji îro û pê di emê jî bi we ri lotikan bavêjin….