Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

 

    

 

Hindik û rindik... magazîna 100% Kurdî

arþîv

info@lotikxane.com 

Adil Duran

Rastî tehl e

 

Bavê Ronahî

Þivan Perwer bû nîvqirnî

Temûrê Xelîl

Ji  jiyana navdarên me

Xançepeklî Mihê

Partîya we û a me

Kerîmo

Em û telefonên desta

Mîrza Yildiz

Heta kengî durûtî

 

Alîkarîya Lotikxanê bikin û van reklama bitikînin

 

 

Darên rizyayî

Dibêjin her ku diçe dinya nûjen (modern) dibe û pêre mirov jî xwe nûjen dikin û kirasê xwe diguherin. Niha jî modeyek nû derketiye. Modeya "jina dirêj û mêrê kin" (kurt). Li gor lêkolînekê, jin hêdî hêdî hilfa xwe û dilê xwe berdidin mêrên kin (kurt) û ji zilamên dirêj aciz dibin. Di lêkolînê de jinek dibêje "Berê me jina ji zilamên dirêj hez dikir û me bawer dikir ku ewê me biparêzin û xwedî li mafên me derkevin. Lê me dît ku zilamên dirêj me biçûk dibînin, li me dixin û bi bejna xwe a dirêj bi me karin. Lê piþtî aqlê me hat serê me, êdî me qîmetê zilamên kin (kurt) fêm kir. Niha jî em dixwazin ku jinên dirêj zilamên kurt bînin da ku karibin ji wan lêdanê nexwin, wek zaroka wan têxin paxila xwe û wan þîr bidin". Ya starrrr! Çima hûn nabêjin mala mêra xirabû bavo!? Berê digotin "Jin darê þikestî ne" lê xuyaye îcar wê zilam bibin "darê rizyayî ".

Afrîka kêm mabû

 

Angelîna Jolîe dîsa jina herî xweþik hat hilbijartin. Ji nav sed jinî Jolîe serê kanîyê girt û dor neda kesî. Wekî din zarokek ji lîztikvana spehî û xwînþêrîn Angelîna Jolîe û Bred Pîtt re çêdibe. Zaroka wan kur e û ew dibêjin emê navê wî bikin “Afrîka”. Temam lê çima Afrîka? Asya hebû, Rojhilata Navîn hebû, Aûstralya hebû, Amerîka hebû, ma nav ji Afrîka pêve nemabûn? Ew dibêjin “Afrîka navekî balkêþ û romantîk e”. De baþe ma em çi bêjin heyran, serê ben di destê we de ye, baþe go we navê wî nekir Kenya!

 

Carek nedayê, ji

 

karê xwe bû

 

Serokê Dewleta Turkmenîstanê Sapamûrat Turkmenbaþi, Wezîra xwe a Çand û Weþangerîyê Meral Beþîmova ji wezîfê avêt. Turkmenbaþî ji çapemenîyê re gotiye “Kuro evê qehpikê em rezîl kirin ha. Meralkê zewiciye, zarokek wê heye û di ber re jî zinêkarîyê dike, bi kurê Sereksawcî Kurbanbibî re çerqûberqê dike”.  Piþtî ku Meral xanim ji kar hat avêtin, ewê jî ji çapemenîyê re gotiye “Tirreko, jiber go min carek nedayê ez ji wezîfê avêtim. Min carek bidayê wê gûyê min jî bixwara”. De heyran hûn çi dixwin çi naxwin hûn zanin...

 

Bedewa þêrîn

 

Kovara FMH ji nav sed jinî Keîra Knightley a 21 salî  wek jina herî seksî hilbijart. Keîra Knightley bi þîrketa kozmetîka Fransî Chanel re dixebite. Di rêza duyem de Keeley Hazel û di a sêyem de jî Scarlett Johanson cîh girt. Ma yabo em jî mane halekî heyirî haa! Yek ji yekê xweþiktir û seksîtir e, ma emê çi mala xwe xerabikin û behsa kê bikin, behsa kê nekin! A baþ emê çavên xwe bigrin û hewww! Yan na bi xwedê emê ji destê van mankên û lîztikvanên nermik û germik jinên xwe berdin......

Þîretên elokê!

Wezîrê Derve ê Tirkiyê Abdullah Gul, di derbarê nota Itraqê de ji çapemenîyê re got “Madem Iraqî  nikarin rê li ber terorê bigrin û sînorê xwe biparêzin, wî çaxî bila ji tedbîrên me re spasdar û bextewar bin!” De werin û mala xwe xeranekin û dêhn nebin! Hem wê bên xaka me dagîr bikin û hem jî emê ji wan re spasdar bin! Ma ker jî ji van gotina bawer dikin? Mîster Gul, emê jî bên bakurê Kurdistanê bistînin û we ji van teþqelên heyî azad bikin, divê hûn jî dengê xwe nekin, spasdar û bextewar bin, temam!

 

Tacira Efrînî

 

Mankêna seksî û doxînsist Tûgba Ozay ji mankênî û zinêkarîyê têr bû û niha jî dixwaze bibe tacir. Tûgbakê ji çapemenîyê re got “Ez ji vê mankênî û zinêkarîyê aciz bûm, ezê dest bi tacirîyê (bazirganî) bikim û bi navê xwe zeyta zeytûna derxim piyasê”. Li ser pirsa Lotikxanê a “Tê zeyta kîjan zeytûna bikarbînî?” ewê bersiv da “Helbet zeytûnên Efrînê, dibêjin zeytûnên wan jî wek zilamên wan nermik û germik in”. De xwedê qiwetê bide Efrînîya...

Hirçê bazda ser

Li Çînê, zilamê bi navê Lî Gûo Þîng, berî demekê ketibû xefka hirçê û hirçê ew ji hevde xistibû, serûçavê wî perçe perçe kiribû. Piþtî amelîyatek (operasyon) dûrûdirêj ku li dinyayê amelîyata duyemîn de, Þîng derket pêþberî çapemenîyê. Xwedêgiravî Þîng ji çapemenîyê re gotiye “Wax,wax,wax, ev hirç çiqasî bi namûsin loo, min xwest ez bazdim ser hirçê û xwe lê biceribînim, lê wî zora min bir û derpî ji min kir! Þikir ji xwedê re go ez sax mame, tobe go carek din ez xwe li hirçê biceribînim!”

Ev çawa stêrkin bavooo!

Stêrkên sînemayê pereyên xwe ne tenê ji lîztikê lê ji reklaman jî qezenc dikin. Binerin, Ctherîna Zeta Jones ji reklama T-Mobile 20 milyon dolar, Angelîna Jolîe ji marka St John 12 milyon dolar, Nîkole Kîdman 12 milyon dolar, Jûlîa Roberts 5 milyon dolar û Scarlet Johansson jî 4 milyon dolar distîne. Me jî digot emê Angelîna Jolîe di reklama Lotikxanê de bidin lîztin, lê mixabin me nikarîbû em 12 milyon dolarî bidin ser hev. Heta bi 10 milyona temam, lê qiweta me negiha 12 milyona! Baþe gelo keç û qîzên me Kurda çend milyona distînin? 000.....

Zewac zilama xera dike

Li gor zanyarên Brîtanî; xort û zilamên azib (nezewicî), ji zilamên zewicî kêmtir xwedî arîþe (problem) ne û kêmtir dikevin depresyonê. Li gor pisporên Brîtanî; Jiyana zewacê, tendirustîya giyan (ruh) û aqil xera dike û zilama dixe depresyonê. Li gor lêkolîna wan, li dinyayê, ji sedî 86 zilamên ku di depresyonê de ne, zilamên zewicî ne.Yaaaa! Me jî meraq dikir û digot “Gelo çima mêrên Kurd dikevin depresyonê û li jinên xwe dixin û wan dikujin?” Mesele eþkere bû.....

Melle zinêkar derket

Li Tirkîyê, bajarê Aydin ê, melayê gund O.G bi riya telefona xwe a desta flîmên seksê pêþ zarokên 9,10 salî dike û li dor wan digere. Melleyê zinêkar tê girtin û di îfada xwe de sûcê xwe qebûl dike û dibêje “Ê heyran ma goþtê berxikê ji goþtê mîh û çêlekê ne xweþtir e? Ma Eyþê jî ne 9 salî bû? Çima ma ji xelkê re can e, ji me re bacan e?” Ê mane em dibêjin ji çepên wan bigrin heta bi melleyên wan Tirk her Tirk in, bi wan bawer nebin, hinek radibin dibêjin Lotikxane nîjadperestîyê dike! Ê yabo bi telaq heta go Tirk ev Tirk bin, em nîjadperest ha, wekî din!?

Çi hat serê Mara

Mara Carfagna a Îtalî berê mankenek di ser xwe re bû û agir bi dilê zilama dixist. Gellek mêrên Îtalî jibo Mara jinên xwe berdan lê rebena xwêsiya wan di qirika wan de ma. Mara di lîsteya Sîlvîo Berlûskonî de ket parlamentoyê. Helbet Berlûsconî ev xêr belaþ nekiribû, lêkolînek baþ li ser can û bedena Mara xanim kiribû heta go kursiyek dayê. Niha rebenê Berlûsconî ji Serokwezîrîyê ket û bextreþa Mara jî ma li rasta (ma li kolana). Mara xanim tika û hêvî ji Lotikxanê kir ku em navbera wê û Prodî xweþ bikin da ku kursîyekî sor di parlamentoya Romayê de bide wê. Birastî em dilnazik in û dilê me pê þewitî! Me jî bê menfeet telefonî Prodî kir û em bi heqê telefona xwe xesirîn...Qismet, qismet!

I am The Best

Crîstîn xanima Amerîkî ji Lotikxanê re dibêje "I am The Best" û xwendevanên me dawetî meydanê dike. Crîstîn xanim bi berdewamî di emaîla xwe de dibêje          " Heger yekî ji xwendevanên we zora min bir û piþta min da erdê, bi soza mêrên berê ezê wî bikim û bibim bûka Kurda". Ji me gotin. Kesekî mêr û bixwe bawer hebe bila têkiliyê bi Lotikxanê re deyne. Haaa, em jibîr nekin, xanimê karatecîye jî haaa!!

Li Lagendîjk rabû

 

Parlamenterê Parlamentoya Ewrûpa ê Hollandî Lagendîjk dilê xwe firot rojnamevanek Tirk bi navê Nevîn Sûngûr û bi 101 dilî dil ketiye wê porkurê. Wek tê zanîn Lagendîjk bi tundî dewleta Tirk rexne dikir û piþtgiriya mafê gelê Kurd dikir. Jiber vê jî Tirk pir jê aciz bûn û bi çavê dijminekî lê dinerîn. Lê me fêm nekir ewî çima ji jineke Tirk hez kir? Ma jin li Hollandayê qeliya bûn? Bixwesta meyê xanimek Kurd jêre bidîte heyran, çi hewceyî Tirkekan bû? Sîxurekî me ji Parlamentoya Ewrûpayê dibêje „Kuro jina min ji min berdayî be ev provokasyona Tirka ye. Tirk dixwazin bi jinekê wî bikirin da ku mesela Kurda neyne holê û endametîya Tirkîyê biparêze loo“. De xwedê miradê wan neke rebbî…

Hisênê Wanî

Wezîrê Perwerdeya Netewîya Tirkiyê Huseyîn Çelîk ê Wanî, li bajarê Tarsûsê mamosteya xwe ya dibistana serete dît û ji kêfa re lotik avêtin. Mamosteya wî dibêje “Hisêno di zaroktîya xwe de pir zîrek bû. Ewî digot ezê jî wek Atatirk têkevim meclîsê”. Birastî jî Huseyîn Çelîk ê Wanî wek Atatirk ket meclîsê, lê em ditirsin ew jî wek Atatirk qira Kurda, qira qewmê xwe bîne. Di meclîsa Tirkiyê de zêdeyî 70 wekîlên Kurd hene û namûs bi yekî re çênabe ku xwedî li doza Kurd derkeve. De xwedê miradê we neke rebbî...

Gyanendra serî tewand

Mîrê Nepalê Gyanendra, xwe li ber zixtên gel negirt û serî tewand. Gyanendra berî çend sala bi darê zorê hatibû ser hikim û tûrikê xwe tije pere kiribû. Lê serhildan û zixtên gel hiþt ku Gyanendra radest bibe û di televizyonê de bêje “Heyran bi telaqê jinberdanê ezê desthilatdarîya xwe bidim partîyên sîyasî. Lê çend hemên din jî wext bidin min, nîvê tûrik tije pere bûye maye nêvî, kengî go min tûrik tije zêr û pere kir ezê textê xwe bidim we, soz!”

Dêlegurê xwe firot

Li gor çapemenîya Tirk, li bajarê Antalyayê grûpek fihûþê (zinêkarîyê) hatiye girtin û di nava wan de du Komîserên polîs ên jin û 12 memûrên dewletê jî hene. Komîserên jin her serê zinêkarîyê 1000 dolar stendine û têra xwe pere dane hev. Yaaa, ma gava general, parlamenter û serokên Tirk zinêkarîyê bikin, wê çima peppûkên komîsera xwe nefroþin heyran! Ma bila bekçîyê devê deryê wan bin û kondomên wan bidin hev! Dibêjin jinka komîser gotiye “Mêrê min jî polîse, lê dewletê ew xesandiye, bênamûso bi kêrî pîvazekê nayê. Ez jî mecbûr mam hem xwe û hem jî xelkê bifroþim, hem zîyaret û hem tîcaret qurban!”

Misilmanên doxînsist

Wek hûn zanin li Îranê, di nav Þiîyan de zewaca muweqqet (Sîxe) heye. Yanî heçê bixwaze kare jibo rojekê, heftakê yan mehekê bi jinekê re bizewice û piþtre wê berde. Îcar rojnama Þerq-el Ewsed dibêje "Di 14.04.2006an de Ûlemayên Sunnî (alimên îslamê) ji her dewleta misliman li hev civiyane û li ser zewaca Sîxe biryar dane û gotine "Ev tiþtekî fewqeladete û ne li dijî dînê îslamê ye, divê Sunnî jî dest bi vî karê pîroz bikin". Yaaa, hûn dibînin bê sextekar jibo berjewenda xwe çi dikin û çi nakin newlo!? Ew vekirî nabêjin "emê kerxanê vekin" lê di bin re kerxanecîtîyê dikin. Yanî, ev sextekarên ku bi navê îslamê zinêkariyê dikin, karin jibo doxîna xwe îslamê jî, pêxember jî û xwedê jî bifroþin! Ciyê we agrê cehnemê be...

Carek bi 5000 dolarî

Însan çiqasî bêwîjdan bûne hûn zanin! Ma þert û þirûtên dinyayê meriv mecbûrî çi dike û çi nake! Li Hindîstanê jinên feqîr û bêçare ji mecbûrî xwe pêþkêþî dewlemendên dinyayê dikin û bi 5 hezar dolarî ji wan re zaroka tînin dinyayê. Yanî, kesê ku zarokên wan çênebin, karin herin Hindîstanê bi jinekê re zinê bikin, 5 hezar dolarê xwe bidin û piþtî neh meha herin zaroka xwe bistînin. Dr. Indrîra Hîndoça serkêþîya vî karî dike û ew bawer dike ku ew bi vê xebata xwe alîkarîya jinên belendaz dike. Li gor îstîxbarata ku ketiye destê me, dibêjin çend dewlemendên Kurd jî çûne Hindîstanê û ketine dora tennûrê.Sîxurên me dane dû wan û di nêzîk de emê hefsar têxin stuyê wan jî...

Werin govendê esmer

Lucy Pînder ev sûretê xwe jibo xwendevanên Lotikxanê, ji San Fransîsko þandiye. Di emaîla xwe de dibêje "I kan not Kurdish bad I love Lotikxane" Lucy xanim, em ji te jî û ji bedena te jî pir hez dikin, thanks, we love you also!

Lotikxanê serî hilda

Sebra Lotikxanê nema. Bêalternatîfîya li bakurê Kurdistanê êdî em mecbûrî dîtina çareserîyekê kirin. Me digot qey wê rêxistinên me stuyê xwe biþkînin û dev ji nexweþiyên xwe berdin, dest bidin hev û bêhna me teng nekin. Lê xuyabû ku tir di wan de bûne fis û nema karin dev ji betlanê û zimandirêjiyê berdin. Li ser vê Komîta Navendî a Lotikxanê li Stenbûlê kom bû û biryar girt ku jibo þerê lotikvanî dest bi lêkolîn û analîza bike. Liser daxwaza Serokê Komîtê Sofî Xelef, pisporê me Ehmedê Derpîkin berê xwe da Kurdistanê. De a bi xêr...

Kûçik û boçik

Wezîrê Hundur ê Tirkiyê Abdulkadîr Aksû yê Kurd (!), di meclîsê de li ser anîna kûçikên Ewrûpî ên jibo ku di dema erdhejînê (zelzele) de li mirova bigerin, got „Me heta niha 70 kûçikên detektor anîne û me ew li li ciyên pêwist bicîh kirine. Jibo ku kûçik hijmendiya xwe jibîr nekin, me navê wan neguhertiye“. Li ser vê, Wekîlê Anavatan Partîsî ê Ruhayê Tûran Tuysuz pirsek ji Aksû kir û got „Gelo hûn difikirin navê Tirkî li wan kûçika kin yan na?“ Aksû jî dibêje „Em niha navê Tirkî li wan kûçika nakin. Em ditirsin ji navên Tirkî veciniqin û aqlê xwe wenda bikin. Bi emrê xwedê û qewlê pêxember, emê hêdî hêdî navên Tirkî li wan bikin, wan asîmîleyî Tirkî bikin û wan bikin xalis-muxlis Tirk“. Yaaa, brakno! Hûn dibînin bê xelk çawa dixebite û xwe bi rêxistin dike newlo! Heta bi kûçikên xelkê jî asîmîle dikin û dikin Tirk! Em bawerin wê navê wan jî bikin „ Turk, Ozturk, Hasturk, Aslanturk, Kopekturk, Satilmiþturk, Melezturk, Topturk" û wekî din! Xelk heta bi kûçika jî dikin hevalên xwe, ê me Kurda jî bi navê bratîya sexte û cûmhûrîyetek gennî xwe û zarokên xwe asîmîle dikin û dibin Tirk.. Heyfa vî milletî ku ketiye destê xwenenasa!……..

Wey papaxano wey!

Li Arjantînê Jorge Machado û R.Vega li ser papaxanê bi navê Pepo bihevketin û ketin hepsê. Herdu li papaxan xwedî derdiketin û digotin “Papaxan ê min e”.  Li ser, vê polîsên qereqolê herdu jî avêtin hepsê û li bendî bersiva papaxan Pepo man. Piþtî pênc roja papaxan Pepo, navê xwedîyê xwe Jorge Machado û marþa taximê fûrbola ku ew jê hez dike xwend û got  “Kuro Machado, malneket, tu di vê qulikê de çi dikî lao? Ma tu îro neçû maça fûtbolê qûnde?” Bi vî awayî Machado ji hepsê xelas bû..Papaxanekî wilo biaqil ji Kurda re jî lazime, lê kaaa!

 

Ma ew jî mêrin, na welle

 

Komisyona Meclîsa Tirkiyê, Zagona bi Terorê re raxist ser masê û dixwaze gellek zagonên dijwar derxîne. Lê niha maddeya xala þeþa serê gellek siyasetmedarên Tirk tevlihev kiriye û tê gotin ku bi riya vê maddeyê derfet çêdibe ku A.Ocalan ji hepsê derkeve. Li ser vê rayedarên Artêþa Tirk ketin dewrê û di komisyonê de destê xwe li masê xistin. Dibêjin nûnerê artêþê Hakim Albay Îsmaîl Hakki Dirik destê xwe li masa komisyonê xistiye û gotiye „Em vê maddeya þeþa qebûl nakin, de hûn ji bavê xwe bin hûnê vê maddeyê qebûl bikin! Hûn kengî bûne zilam ku bêyî destûra artêþê maddeya derdixin lao?“ Piþtî zirtên Îsmaîl efendî, komisyonê maddeya þeþa ji zagonê derxistiye û gotiye „Na bavê min na, ma em karin dengê xwe ji artêþê re bikin? Em ne zilam in!“

 

Îcar bûn zir ker

 

Li Ankara paytextê Tirkîyê, li aþxana Dadgeha Seraya Ankarayê , hakim û sawciyên Tirk 4 meha goþtê ker û qantira xwarin. Li ser þikê, xwedîyê aþxanê lêkolînekê li ser þîrketa ku jê goþt dikire dike. Di lêkolîn û tehlîla goþt de derdikeve holê ku þîrketê heta niha goþtê ker û qantira firotiye wan û hakim û sawcîyên Ankarayê jî tam 4 meha goþtê ker û qantira xwariye. Li ser vê, rebenê xwedîyê þîrketa goþt  Alî Fûat Seçkîn tê girtin. Dibêjin hakimekî ji hevalekî xwe re gotiye “Kuro min jî digot çima ev çar mehin serê min wek ê kera naþuxule û hema ez dikim zirezir! Tu nabê evî bêbavî koþtê ker û qantira dida me yaboo!”

 

Lîsteya reþ

 

 

Amerîka lîsteya xwe a reþ pêþkêþ kir. Di rapora terorîzmê de ev welatên ha ketine lîsteya reþ a Amerîkayê. Kuba, Îran, Lîbya, Koreya bakur, Sûdan û Sûrîyê. Amerîkîya di rapora xwe de behsa Tirkîyê nekirine. Lê em wek îmana xwe zanin go dewleta Tirk jî di lîsteya wan a reþ deye, lê jiber nakokîyên li Rojhilata Navîn ew niha naxwazin Tirka derxin pêþ. Sîxurê me ê li Qesra Spî ji Lotikxanê re got “Kuro dengê xwe nekin, bi xwedayê mezin, Amerîkî çawa ji komunîzmê aciz in wisa jî ji Tirka aciz in. Lê ew dibêjin “hele ka berê em derpîyê van welatên din ji wan bikin, ê Tirka rehet e, ewê bi xwe derpîyê xwe jixwe bikin”.

 

 

Nîvî çû ma nîvî

 

 

Îro, 29ê Nîsanê, hunermendê Kurd, kedkarê muzîka Kurdî  Þivan Perwer 50 salîya xwe dadigre. Þivan û dostên xwe wê pêncî salîyê li bajarê Frankfûrtê, li otêla Hîltonê pîroz bikin. Em jî wek 10 xebatkarên Lotikxanê, hunermendê xwe pîroz dikin û jê re temenek dirêj û bextewarîyê dixwazin. Kek Þivan, nîvê emir çû ma nîvî, yan ji text û yan ji bext, di kure zirav bû bila di wir re biqete, guh medê.....

 

Sûbayên dizek

 

 

Kuro ev Tirk milletekî ecêbe ecêb! Ji þivan û gavanên wan bigrin heta bi general, sûbay û serokên wan jî dizek û teþqelecî ne. Di nav sînorên Erkanîya Tûxaya Perwerdeya Pîyada 5.em de naqosa (çan-zingilê dêrê) dêrekê ku 250 kîlo bû û nêvî jê zêr bû, hatibû dizîn. Çapemenîya Tirk îro eþkere kir (27.04.06) ku li Sêwas û Çankiriyê dizên naqosê hatine girtin. Hûn zanin bê kê ew naqos dizîye? Yarbayek û çar sûbayên eskerîyê! Bi wan re jî neh kesên din jî hatine girtin. Yaaa! Em dibêjin tu xêr ji van Tirka dernakeve xelk dibêjin naaa....

Çeqel hemi gihan hev

 


Piþtî resepsiyona meclîsa Tirka, îcar jî Cepheya Turkmenî 11 salîya xwe bi kokteylekê li otêla Hîltonê pîroz kir û kirin ewte ewt. Ma di kokteylê de kî hebû kî tunebû? Abdullah Gul, Mehmet Agar, Dogu Perînçek, Cemîl Çîçek, Muksîn Yazicioglû û gellek çeqelên din. Binerin bê di wêne de Dogu Perînçekê lenger (seqet) çawa nûnerê Cepheya Turkmenî wek qûndeya hembêz kiriye. Heçê nizanibe wê bêje qey qantirekê bazdaye ser kerê. De xwedê we li hev germtir bike…
Gurên boz li Kerkûkê reyan

 

Dibêjin roja 23yê vê mehê Cepheya Tirkmenî ya Iraqî a ku hefsarê wan di destê Tirkiyê deye, jibo pîrozkirina yazde saliya xwe li Kerkûkê pîrozbayiyek amade kir. Wek di wêne de jî dixuye, Turkmenên heramzade îþareta MHP dikin, ala Tirka û tiliyên xwe wek gurên boz hildidin. Di pîrozkirinê de sloganên li dij Kurd û Kurdistanê hatine avêtin û wek gurên boz reyane. Ma em çi bêjin? Dua bikin ku Kurdên baþûr dîsa demokrat û mirovhez in. De bila ew hêza Kurdên baþûr di destê faþîstên Lotikxanê de bûya, weyê bidîta bê çawa þêrên Kurd di devê we de dimîzt! Rabin û rûnên û dua ji Kurda re bikin...

Parsekî kir, diza jê dizî

Çi ecêbên xwedê diqewimin looo! Di 26.04.2006an de, Wezîrê Derve ê Filistînê Mahmûd El-Zahar jibo peydakirina derfetên aborî derketibû nêçîrê û li nav dewletên Erebî jibo hikûmeta xwe pere dida hev. Mahmûdo li Kuweytê 450 hezar dolarî parsê dike û diçe li otêlekê bêhna xwe berdide, xwe rehet dike, kêfa wî tê. Mahmûd efendî serê sibê gava þiyar dibe, dibîne ku 450 hezar dolar tune û ew pere hatiye dizîn. Ew, ji rayedarên Kuweytî re tika dike ku ev sosret dernekeve der, lê Mossad a Îsraîlê tilya xwe tê rakir û ev sosret belav kir û niha Mahmûd efendî ji þerma nema kare serê xwe ji ber xwe rake. Dibêjin çapemenîya Kuweytê gotiye “Kuro ma qencî bi van Filistîniyan dibe xwedê jê razî? Hema bi telaqê bê fitû, ewî ew pere dizîye û jibo nede hikûmeta xwe, xwe li nezanîyê datîne.Ma em malê xwe nasnakin?” 

Mistoyê Kemo?

Xwedê ji çapemenîya Tirk razî be. Ger ne ji wan be emê ji gellek tiþta bêxeber bimînin. Çapemenîya Tirk di weþana xwe a îro de (27.04.06) behsa gundê Telafera Iraqê dike û dibêje “Ev Atatirkê nû kîye?” Dibêjin li Telaferê serkêþîya terorîsta yekî bi navê Mûstafa Kemal dike û Mûstafa Kemal dibêje “Ez Mûstafa Kemalê hemdem im, heta ez sax bim ez nahêlim lingê yekî Kurd û Amerîkî têkeve Telaferê” Heheyyyy! Kuro lao heger tu Mûstafa Kemal bî gerek tu jî wek wî li kerxana Selanîkê hatibî dinyayê kero! Mistoyê Kor li Sêwas û Erzeromê Kurd bera ser xwe dan û bi gana Kurda welat xelas kir. Bi xwedê heta tu jî wek wî Kurda bera ser xwe nedî, tê tu gûyî bisernexî tiro!

Wextî Tirk jinên xwe jî bifroþin

Di rapora  Komîsyona Ewrûpayê de dîsa Tirk zinêkar derketin. Ji eroînê bigrin heta bi gû, rîx û her quzilqurtê tiliya Tirka tê de heye. Jixwe jinfiroþî û kerxanecîtî mesleqê wan ê bav û kala ye, jiber vê jî nikarin zû bi zû dev jî berdin. Di raporê de dixuye ku Tirk ji jinfirotinê bi milyona dolar û euro qezenc dikin û ev beþê zinêkariyê bûye sektorek mezin. Dibêjin hingî perakî mezin di jinfirotinê de heye, piraniya Tirka difikirin ku di pêþerojê de keç û jinên xwe jî bifroþin..Ka ew roja ku jinên wan têkevin bin xort û mêrên Kurd, ka!

Diranê wan jî wek mêjîyê wan gennî derket

Li Tirkiyê ankêtek li ser tendirustîyê çêbû û bi taybet li ser saxlemîya dirana hat rawestandin. Di ankêtê de derket holê ku ji sedî 97 (%97) ê Tirka xwedîyê diranên kurmî û xerabene. Ma çiyî Tirka ne xerabeye? Me zanîbû bêhn û fikrek gennî ji mêjîyê Tirka tê, lê me bîra diranên wan ê gennî û xerabe nedibir. Xuyabû ku gennîbûna diranên wan bandora xwe li mêjîyê wan jî dike û jiber vê jî Tirk dibin nîjadperest û dijminê mirovatîyê. Serokê Yekîtîya Hekîmên Dirana ê Tirkîyê Celal Korkût Yildirim dibêje “Heger di demek nêzîk de ev diranên kurmî û xerabe neyên cebirandin, ewê civaka Tirk ji holê rabe, dibe ku ev jî provokasyonek dewletên derve be”. De xwedê bikim hûn bê diran bimînin..

Wey Mahmûdo

Serokkomarê Îranê Mahmûd Ahmedînîjad, di civînek çapemeniyê de dîsa Îsraîl rexne kir û got, „Divê cihû Rojhilata Navîn terk bikin û paþ de vegerin ”Ewrûpayê welatên dê û bavên xwe.” Kuro lawo ma kengî Cihû ji Ewrûpayê hatine lo? Rebena bi xêra Padîþahên Împaratorîya Medya ji qeyd û zincîra xelas bûne û vegeryane ser axa xwe heyran, wey! Yabo roja ku te dev ji Kurdistanê berda û te rojhilatê Kurdistanê terk kir, wê Cihû jî Îsraîlê terk bikin! Lotikxane kefîl!

 

Nisêbînî û bratîya Tirka?

Malbata Mehmet Yelboga berî 17 sala mala xwe ji Nisêbînê dibin bajarê Edenê. Kurê wan diçe eskeriya Tirko û berî çend roja li Þirnexê þehîd dikeve. JIxwe dewleta Tirk bi zanetî xortên Kurd diþîne Kurdistanê da ku Kurda bi hev bide kujtin. Cenaze tê Edenê, malbat digrîn, porê xwe hildikin. Bavê wî Mehmet dibêje „Bila ev þer bisekine, Kurd û Tirk brayên hev in“ û wekî din. Brayê ê þehîd Erdal dixwaze çiyê brîna wî bibîne û bawer dike ku ew bi destê eskerên Tirk hatiye kujtin. Lê serbazek jê re dibêje „Þov yapma ulan“ û nahêle brîna ê þehîd bibînin. Hewara xwedêêêêê! Lao ma Nisêbînî û bratîya Tirka ji hevre çi dibêjin jibo xwedê!? Ev çi bi gelê me hatiye? Qey birastî Tirka devgirêdan, niviþt û bazbend ji me re çêkirine bavo!! Lao bibin zebanîyên devê cehnemê û nebin Tirk…

 

Xwendevanê me Mîtan Hûrî Serokkomarîya Mam Celal bi goþtê eloka pîroz kir. Van rebenê eloka çi kiribû!?

---))))

Zêrê pir di Angela Merkel deye

Kerîmo

 Carna zêr jî dibin bela serê minrovan ha.Ji (Wer yar yar yar ,wer yar hitê yar) û (Anî anî nûrka hemo penîr anî) heya giha (Ma Eyþo jine na welleh ma jin wer hene na welleh) ji van xaniman Hezexyan 1.5 kg. zêr  derxistin. .Raste miletê cîhanê tev bi teknîkê zêrë xwe ji bin axê derdixin ,lê Hezexyên me bi darê kemançê zêrê xwe dertînin.Lê xwedê mala gelac û Beko ewanan xera bike,çûn û xeber dan polîsê Almanî. Polîsan jî yek ne kirin dido, tûj avêtin ser mala serokê Hezexyan û ew kîlo û nîva zêr bê kemançe û bê ku qirika xwe ziwa bikin, ji bin kulîna jina wî derxistin û birin: Xwedê ji wan re nehêle . Þîretek jibo Hezexyan Bila stranekê li ser Serokwezîra Almanî çêkin, zêrê pir di wê deye. Mînak:

Anî Anî (Angela Merkel) penîr anî

Kiras avêt terpî danî

Xort û zarokê Hezexyan

Teva dora xwe li ser danî

Xanim li ser destê þêx avis bû!

Dr. Basrawî

Þêxê bi nav û deng, jinên ku bi zarok nedibûn
derman dikir! Oda þêx bi tirs û saw bû, gelek kếr û þûr û eldafî bi darda bûn û li quncikekê jî nêzikî derî- derpî bi darxistibû. Dema ku jin diketine oda wî digot: Derpî deyne. Heger jin dixeyidî, digot: Dînê derpîyê li ber derî deyne, ne derpiyê xwe, bi vî rengî ocaxê dixeyidînî, here mala xwe. Û heger jin feqîr bû, þêx îþê xwe dimeþand û jinê aqil sivik ji tirsa kuþtinê ra newêrîbûn deng bikirana.
Gelek jin bi vî rengî avis û ducanî dibûn! Mêrê wan jî digotin: Lê.. diktoran nikarîbû jina min bi zaro bikrana ..Çawa xanima min li ser destê þêx bi zaro bû ! Bi xwedê îcar ez nizanim li ser destê þêx yan li ser dereke din xanim avis dibûn? Eman eman, haya we ji þêx û melayên sextekar hebe !

Tu bixêr hatî Mîr Zanyar

 Serokê Þaredarîya Amedê Osman Baydemîr bû bavê kurekî û navê kurê xwe kir Mîr Zanyar. Em Baydemîr û xanima wî Reyhan xanimê pîroz dikin, xwedê Mîr Zanyar bi dê û bav mezin bike. Birastî me digot belkî heger keçek wan çêbibe navê wê bikin „Zubeyde“ û kurê wan jî çêbibe navê wî bikin “Abdullah“. Lê xuyaye em di texmînên xwe de xelet derketin û wan navekî xalis-muxlis Kurdî li zaroka xwe kir.Her bijîn! Lê em hêvîdarin gava Mîr Zanyar mezin û bîrewer bû, ji bavê xwe nepirse û nebêje“Babacigim, bu Mîr Zanyar in anlami nedir?“ û ew jî wek gellekan nebe neferekî Kemalîzmê û wek bavê xwe ala Tirko maçî neke…Tu bixêr hatî Mîr Zanyar!

Ala Siûdîyê ket kerxanê

Xwedê bela xwe li van misilmanên Tirk û Ereba xistiye û bela xwe ji wan venake. Piþtî krîz û sosreta karîkaturên Mihemed Pêxember, niha jî li Almanya, bajarê Koln ê, kerxana herî meþhûr a bi navê Paþa ala Siûdî Erebîstanê ku li ser wê Kelîmey-î Tewhîd nivîsandiye, li dîwarê xwe xist û dîwarê kerxana xwe pê xemiland. Li ser vê Tirkên misilman ên sextekar pir aciz bûn û serê xwe li dîwara xistin. Perpirsê kerxana Paþa ji Lotikxanê re ragihand ku „ala Siûdîyê alek pir seksî ye û dîwarên Kerxana wan spehîtir kiriye“. De xwedê qiwetê bide kerxanê û zinêkarên wê….

Mam Celal tir ji Caferî berda

 

 

Xelefê Torî

Ev demek dirêj bû ku bêhnek xerab bi Caferîyê tiroker ketibû. Mam Celal jî ji bêhna poxara wî pir aciz bûbû û ew bi genîbûnê tawanbar kiribû. Caferî hawara xwe gîhandibû pismamên xwe Tirkên qantir da ku yarmetîya wî bikin. Piþtî çûna Ankarayê nokên fisoke ji Erdoxanê minfaiq girtin. Dibêjin piþtî wê sebra Mam Celal nemaye û ew li Caferî hat xezebê. Mam Celal jibo cara duyem wek Serokkomarê Iraqê hat hilbijartin. Piþtî ku Mam Celal bi qiwet û hêza wîtamînên eloka du tir û nîv ji Caferî berdan, ew polîpoþman þand mala bavê wî. De bila Caferî li mala bavê xwe bol bol tir û fisên xwe bike û bîranînên xwe binivîse. Em jî wek Lotikxane serokatiya Mam Celal pîroz dikin û dibêjin “Serokatî pir li te tê Mamo!” Lê wek xelat elokekê ji me re biþîne haaa....

Çima Hemo bû qûnde?

 
Dr.Basrawî

Li gund û bajarên Kurda, ta îro nezanî û tiþtên dema Hîpoqrat dimeþin. Û Hemo jî xortekî xwendevan û delal bû. Dema Hemo bi nexwþiya dîsk ket dost û gundî li dorê kom bûn û gotin kuro Hemo, poçka te ketiye, here cem pîrê wê ji te ra poçikê rake. Hemo çû cem pîrê û jê ra halê xwe got. Pîrê got: Belê poçka te ketiye, ezê ji te ra rakim. Her 3 rojan carekê Hemo diçû cem pîrê û pîrê tiliya xwe dikire qûna Hemo û poçik radikir.Demek baþ nexweþê me li cem pîrê derman bû. Rojekê pîrê ji Hemo pirsî: Hemo kurê min piþta te çawaye? Hemo qot: Baþ bûye lê hema ku tiliyek ji tiliya te qalindtir hebûya wê bi carekê da rihet bibûya û ezê ji dîsk xelasbama!!! Xwedê zane Hemo hînî tiþtekî din bûbû. Tiliya pîrê ew kiribû qûnde. Îcar hay ji poçika xwe hebin....

 

Îstatîstîka meha Nîsanê

Zîça mirîþkê


Dr.Basrawî

Li nava Kurdan ta îro gava hestiyê xwe diþkên diçin cem kal û pirên gundan ji bo bicebirînin! Ew jî mirîþkekê dixwazin ji bo bibe derman, goþtê mirîþkê dixwin, zîça mirîþkê, hinek hevîr, hêkekê ủ textikan li dera þikestî dikin û ew jî Dibejin: „Goþt ji bo nim û zîç ji bo we“ û destê we çawa dibe bira bibe ma ezê goþt nexwim? Heger aqilê me va be, wê hîn gelek tiliyan di qûna me rakin û þêx tifî devê me kin. Wê sîlan li ser çavên meda lêxin û kal û pîr goþt û mirîþkan li ser hesabê me bixwin. De xwedê aqil bide me....
Mêrên tiro-viro

Li Ewrûpayê bernameyek televizyonê bi navê „He’s a Lady“ tê weþandin. Wek her programê Tirk dixwazin vê programê jî bidizin û bikin malê xwe. Ew jî amadekarîya çêkirina vê programê dikin. Di bernamê de mêr (zilam) cilên jinika ji xwe dikin û xwe dikin jin. Yanî bi gotinek gundîkî, xwe dixesînin. Berê jî hinek televizyonên Tirkiyê xwestibûn vê bernamê li Tirkiyê çêkin, lê kevneserokê RTUK ê Fatîh Karaca gotibû „Ez mêrên Tirk nakim jin! Ma em bênamûsin?“ Lê niha destûr hatiye dan û þîrketa Med yapimê li „Tirkên binamûs (!)“ digere ku xwe bixesînin û bikin jin…

 

Xwe bi qiraseyekî firot

 

Li Qibrisê jina Moldovî a bi navê Aîlon Vîlkom, aþiqî yekî Tirk (Ozkan Solmaz) bû û jibo qirasê wî hertiþtê xwe kir qurban. Peppûkê hewqasî xwedê jê stendibû ku heta bi ola (dînê) xwe jî li ser kir. Vîlkoma agirpêketî navê xwe kir Leyla û bi ser hala de bû misilman jî. Xuyaya ew hîna Tirka nasnake. Ka bise bila çend sal têre derbas bibin, ewê qumaþê Tirka nasbike. Hûn zanin bê piþtre ewê çi bêje? Ewê bêje “Xwezî min qantirek kiriba û ez bi Tirka re neziwicîbama”.

Qiyamet nêzîke

Her ku teknîk û maddeyên kîmyewî dikevin jiyana mirova, hewqasî jî zagonên xwezayê û gen a anatomiya însên tê guhertin û serûbinê hev dibe. Ma çi dibin û çi nabin? Ev hormon çi dikin û çi nakin? Zarokên duserî çêdibin, zarokên çargurçik çêdibin, herî û kevir ji ezmana dibare, beq ji ezmên dikevin, lawirên (heywan-teba) duserî çêdibin, qantirên wek Tirka dixuliqin, dibin û ha dibin. Jixwe beranê pênc qiloç (stureh) mabû, wa ew jî çêbû. Li bajarê Mûþê beranek pênc qiloç xelkê matmayî dihêle. Melleyên derûdorê dibêjin „Kuro bi telaq ev nîþanên roja qiyametê ne, qiyamet nêzîk bûye, haziriya xwe bikin!“  Bi serê melle rast e! Roja qiyametê nêzîk bûye û mal û perê xwe radestî Lotikxanê bikin! Zûûû….

Hamza sînga Tirka nepixand

Hamzayê kinik û nîv metro li Moskovayê cara heþtemîn bû þampiyonê Ewrûpayê. Hamza sînga xwe jî û a Tirka jî nepixand. Hamzayê kinik bi 96 kîloyên xwe xelata zêr stend û bû þampiyon. Lê mixabin ne zêr kare bejna wî dirêjtir bike û ne jî zîv û almas. Çapemenîya Tirk xwe dinepixîne û dibêje „Hamza sînga me nepixand“. Em jî dibêjin „Xwedê bikim sînga we binepixe hetanî go bêje „Gummmmm“ û biteqe! Em nizanin gelo wê kengî yekî Kurd sînga me binepixîne? Em bawer nakin! Jiber ku Kurd hemi siyasetmedarin û karê betala dikin, serê xwe bi xelat.-melatên zêr naêþînin…..

Em milletek in

 

Beyrut-Avesta

 Rojnamevanên Ereb ligel Serokê Kurdistanê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn. Rojnameya Libnanî Al Nihar hevpeyvînek dirêj ligel Barzanî çêkir.Em li jêr beþekî ji hevpeyvînê bi Kurdî diweþînin:

Pîs û barbar

Çapemenîya Tirk dîsa har û dîn bû û dike qîrewîr. Xwedêgiravî li Fransayê þîrketa Mîkrosoftê di lîztika bi navê “Mîcrosoft of Empîres III” de ji Tirka re dibêje “pîs û barbar”.  Dibêjin  Tirkên Fransayê hemi ketine grêva birçîbûnê û gotine Heta ev lîztik ji pîyasê neyê rakirin emê xwarinê nexwin, avê venexwin û neçin tûaletê, emê bi xwe de birîn heta go Fransa di nava gû de bimîne”. De heyran hûn û Fransayê li hev, xwedê  bikim hûn bazdin ser hev jî..

Topê ew kujt

Li Tirkiyê, bajarê konyayê, fûtbolcî Ozgur Çakmakçi yê 18 salî serê xwe li topê (gok) xist, gêj bû û bi derba topê mir. Rehma xwedê lê be, lê rebeno bû qurbana gokekê û pîs pîs þehîd ket. Îcar tiþtê go melle dibêjin, dibêjin, goklîztin herame û heçê bi gokê bilîze raste rast diçe cehnemê. Li gor melleyê Konyayê gotiye, îcar heçê serê xwe li gokê xe, ciyê wî ne li buhuþtê û ne li cehnemê heye! Niha malbata wî meraqê dikin û dibêjin “Ya rebbî, wî biþîne ciyekî, hema kuderê dibe bila bibe, ha cehneme û ha buhuþt! Bila hema em ciyê wî zanibin û bila ew faîlî meçhûl wenda nebe!”

Xaltîka Seherê dibeze rekorê

Wilo dixuye ku wê jina herî pîr û bi temen (emir) xaltîka me Seher Bûlût a Bedlîsî be. Seher Bûlût di 1880-84an de hatiye dinyayê û 122-26 salî ye.Nûnerê Pirtûka Rekora Guînnesê ê Tirkîyê Prof.Dr. Orhan Kûral dibêje “Me tespît kiriye ku jina herî pîr a dinyayê xaltîka me Seher Bûlût e û em bawerin ewê têkeve pirtûka Guînnesê, ew bi çargavê dibeze rekorê”. Ji 8 zarokên xaltîka Seherê 4 mirine û çar mane. Ên mayî jî temenê wan di navbera 90-95 salî de ne. 250 nevîyên (torinên) xaltîka Seherê hene. De xwedê emrê te dirêjtir bike xaltî, liberxwe bide... 

Nikarîbû bi kerê bezya xwîþka xwe

Li Batmanê xortê bi navê M.S ji eskerîyê tê iznê û 12 kêra li xwîþka xwe Aytenê dixe, wê dixe komayê. Ê lao tu li eskerîyê bû, madem dilê te û kujtinê hebû hema te mêranî bikira û çend eskerên Tirk yan jî generalek bikujta, ma zehmet bû? Te çi ji rebena xwîþka xwe xwest bêaqilo? Yan te nikarîbû bi kerê tu bezya rebena xwîþka xwe newlo? De xwedê miradê te neke rebbî...

Mazlûm Der yan Zalim Der!

Komela Mazlûm Der a ku xwedêgiravî wek navê xwe mafên mazlûm û bindesta dipazêre, hatina Wezîra Derve a Amerîkayê protesto kir û a la Amerîkayê bi boyaxa sor boyax kir. Cîgirê Serokê Mazlûm Derê Emrûllah Beytar dibêje „ Amerîka bilasebeb Iraq dagîr kiriye û ketiye xwîna bi hezara kesên bê guneh“. Hey bêbav, ma Kurdên baþûr ne mazlûm in? Ma xwîna bi hezara Kurdên bêguneh li Iraqê nehat rijandin, we çima dengê xwe nekir? Yan hûn jî berdevkîya dewleta Tirko dikin û hevalên Saddam in? Hûn ne Komela Mazlûma ne, hûn Komela Zalima ne, em bi hev zanin!

Îdam û kentkonseya Nisêbînê

(Serokê Belediya Nisêbînê Dr. Mehmet Tarhan)

Nameyek ji Mîrza Yildiz

---)))))

Konserekê jî jibo mêrên Wanê çêkin

 

Dibêjin wê Þivan Perwer, Rojîna Omerî û Duþman Turkuler li Berlînê konserekê jibo paraztina mafên jinên Kurd çêkin. Here jin û were jin, baþe ma ka mafên mêrên Kurd qurban!? Rebenê mêrên Wanî ji jinên xwe lêdanê dixwin, êþkencê dibînin, bi çol û çiya dikevin, rojekê Þivan Perwer konserek jibo wan peppûka çênekiriye. Ma ev bû edalet!? Bi dehan emaîl ji mere ji Wanê hatine û dibêjin "Em hevqasî heyranê dengê Þivan in, lê ew li me darên þikestî xwedî dernakeve". Heyran dest bavêjin mêrên Wanê jî haa, gunehin guneh!

Evdo verþiya

Wezîrê Derve ê Tirkîyê Abdullah Gul rastîya di dilê xwe de got û verþîya. Çapemenîya Tirk dibêje ku, di serdana Wezîra Derve a Amerîkayê Rice de wê Abdullah Gul jê re vekirî bêje „Êdî sebr û tehamula me nemaye, heger hûn rê li ber PKK negrin emê metodên bi her awayî bikarbînin, û emê nehêlin Iraq perçe bibe“. We fêmkir bê Evdo çi dibêje newlo!? Yanî ewê bi mahna PKK têkevin Iraqê û ewê nehêlin Iraq perçe bibe û Kurdên baþûr biserkevin! Ew dixwaze bêje ku PKK dixwaze Iraqê perçe bike û dewletek serbixwe li wir ava bike. Yaaa, Kurdino! Mesele mesela Kurdên baþûr û dagîrkirina baþûrê Kurdistanê ye bavê min, PKK-MKK çîrok û çîvanoke heyran, tu kê dixapînî Evdo efendî?

Kurd ji belê xelas bûn

Hûn zanin 22 Nîsanê di nava Kurdên bîrewer de wek “Roja Rojnamevanîya Kurdistanê” tê pîroz kirin. Mala xwedê ava ku ne 23 Nîsanê bû! Heger “Roja Rojnamevanîya Kurdistanê”di 23 Nîsanê de hatiba pîroz kirin, mala me xerab bibû. Wê Tirkên bêbav dîsa wek Cejna Newrozê, xwedî lê derketibûna û wê bigotana Jixwe 23 Nîsanê Cejna Zarokên Tirk e, Roja Rojnamevanîya Kurdistanê  ji Tirka dizîne û bi eslê xwe Tirk e”. Ya rebbî þikir ji te re! 108.mîn salvegera roja destpêka Rojnamevanîya Kurdî li Kurd û Kurdistanê pîroz be..

Nasiroglû bi êþa mirîþkê ket

Wekîlê AK Partîyê ê Batmanê Mehmet Nezîr Nasiroglû, xwe li ber birçîbûnê negirt û xwe avêt aþxaneyekê. Li aþxanê zikê xwe tije xwarin kir, têr xwar û tasev dewê çemidî jî bi ser de vexwar. Lê piþtî wê wek mirîþka gêj tê serê wî û dibe hawar hawarê wî. Piþtî saxtîkirina li nexweþxanê, Doktorê wî gotiye “Em bawerin ew bi êþa mirîþkê ketiye, xuyaye wî zêde hestîyên mirîþkê kevajtiye û vîrûsên êþa mirîþkê êrîþî wî kirine”.

Dîkê çê di hêkê de bang dide

Serok Barzanî di televizyona Al Arabîye de got "Eger hinek bifikirin ku rewþa me li Kurdistanê xerab bikin, bila bizanibin emê jî nehêlin ew di cihê xwe de rihet bimînin… ev gotineke mezine, lê ez dizanim çi dibêjim. Hinek alî li Tirkiyê hene dixwazin têkiliya me û Tirkiyê xerab bibe, lê ew siyaseteke têkçûyî dimeþînin û nikarin bi serkevin. Lê divê Tirkiyê hebûna Kurdistanê qebûl bike, hebûna Kurdistanê rastiyek e, Tirkiyê qebûl bike, qebûl neke… Wey tu çavê meyî! Gotina xweþ xweþe ha!. Mero zane go heta ê wek te hebin wê milletê Kurd ne bêxwedî be! Tirkiyê rastîya Kurdistanê qebûl dike-nake em nizanin, lê em zanin ku ew bêbav dixwazin bi hinek mahna baþûrê Kurdistanê dagîr bikin, ji me gotin!

Xeyredîn Mûrad hêsîr ma

Dibêjin Serokê Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Mûrad li Sûriyê hêsîr maye û nema kare derkeve. Li gor peyamnêrê me ji Þamê dibêje, Beþar Esad gotiye "Xeyo bawerî bi van serokên Kurda nabe wey, rojekê bi me re ne, roja din li Qesra Spî ne, hema bi telaq min pasaport neda wan, wa bila li nav mayîna xin û herin!" Dibêjin dewleta Brîtanya 007 James Bond þandiye Þamê da ku Xeyredîn Mûrad azad bikin. De xwedê alîkarê wî be....

Qirase xistin Ecevît

Kevneserokwezîrê Tirkiyê û Kurdê xwînheram Bulent Ecevît li xwe eþkere kir ku generalê Tirk Attîla Ateþ ew mecbûr kiriye ku xwe ji siyaseta dewletê bikþîne û komplo li wî kirine. Wek hûn zanin, Attîla Ateþ Sûriye tehdît kiribû û hiþtibû ku A. Ocalan ji Sûriyê bireve û seyrûseferê bike. Yaaa, mîster Ecevîto! Tu her welatê xelkê, Qibrisê jibo çend Tirkên melez dagîr bike, Kurdên xwe bikuje, û bila Ateþ Paþa jî qirasê xwe li te biceribîne ne! De heqê te ye, misteheq jî hîna maye...

Serê Qado ket belê

Pîlot, Stîlo û Þîfer, ev hersî markên navdar ji pênûsan, Qado Þêrîn dane mehkemê, çimkî ewî di nivîseke xwe a di Malpera Tîrêj de dibêje ku meriv kare raman û derdê xwe ne tenê bi qelemê lê bi serê lêva û serê memika jî binivîsîne. Li ser vê, rayedarên pênûsên Pîlot, Stîlo û Þîferê dibêjin „Qado Þêrîn dike ku xelk nema pênûsên me bikirin û herweha ew bi gotina serê lêva û serê memika niyeta pênûsheza xera dike“. Serokê Lotikxanê Sofî Xelef rabû wek Qado Þêrîn kir û xwest ku bi serê memikên xwe helbestekê binivîsîne, lê mixabin þîr di memikên wî de nema bû û mecbûr ma dîsa rahije hibra qelemê. Xwendevanên me em di nava emaîlan de hiþtin û dipirsin „Ka gelo kîjan marke pênûs baþ in, pênûsa serê lêvê yan serê memikê?“ Kekê Qado, wey tu her bijî loo…

Canê daket meydanê

Hozana me a qada navnetewî Hozan Canê CD a xwe bi navê "Vegere" derxist. Dibêjin Madonna û Jennîfer Lopez hesidîne û gotine "Ma hewara Canê bû têkeve qada navnetewî, çavê wê lêye bi nanê me bilîze" û giriyane. Canê ha Canê! Bi xêr di salên pêþde jî wê Cana me li ser navê Kurdistanê têkeve eurowîzyona muzîka dinyayê. Canê pîroz be qurban!! Lê me fêmnekir ew ji kê re dibêje "VEGERE?"

© lotikxane 2006