Adil Duran

Hesenê Paloyê

Îbrahîm Xelîl  Sirûcî

Em Kurd

Lezgîn Þêxo

Xalê Mûsa û Zêrê

 

Bavê Welat     

Xwarziyê Xwedê

 

Dilsotî

Erê Kurmancê min!

 

Aso Elîka

Nigê min kul e

Mîrza Yildiz

Dirûtî

 

Fûad Sîpan

Îtalya bû þampiyon

 

                     

        Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Virqo dîsa li kurdan zirt kir!

 

 Girdoyî Stlîlî 17/07/06 Agirî – Serokwezîrê dewlata misilmanên bêbav û zirzopê Kasim Paþayê Receb Teyib Virqo, li bajarê Agirî berê xwe da serekên kurdan û bi zirt û pirtan rahiþt wan:”Civîna me a sibehê, bi kuþtina 13 mehmetçîkan re avisî hemû tiþtî bû ye; her tiþt dikare jê derkeve!...” Rast e, wê hey dîsa temamê tiþtên pîs mîs jê derkevin, lê me vê carê nas nekir bê ji þilindirên kê avis bûne!

Çavên xwe bigrin!

Serdar Mirad- 17/07/06- Kalîfornîya-Stranbêj û lîztikvana xweþik û seksî Lîndsay Lohan van rojan pir aciz bûye û gazindan ji xelkê û bi taybet jî ji Kurdan dike. Lohan xanim dibêje, „offff, êdî ez nema îdare dikim haa! Kes nabêje Lohanê qence, karê baþ dike, serketî ye, lê wê herkes çavê xwe berde bejn û bala min û li xwe xweþ bîne. Ma ev bû hal? Bi taybet jî Kurdekan ez dame ber awirên xwe û ez ditirsim min çavînî bikin“ û  porê serê xwe hildike. De îcar yabo, de werin mala xwe xeranekin û lotikekê lê nedin! Ê keçko ma emê çi bikin ji îþ û karê te? Ma go ne ji wê bejn û bala te be wê kî pênc qirûþan di te de bide? Wey! Xwedê çav dane jibo meriv li tiþtên xweþik binere heyran, ma bila xelk çavên xwe jibo xatirê te derêxin!? Yahewlelwela, quwetullahilezîm!!

Ma Dîcle û Tîmseh?

Alî Segvan-17/07/06- Batman-Heger bê bîra we, berî çend salan hinek flîmçêkerên Tirk çûbûn di binê Gola Wanê de cenawirekî plastîk (naylon) çêkiribûn û jibo flîmê xwe bikaranîbûn. Piþtre kirin qîrewîr û gotin, „hayhooo, di Gola Wanê de cenawir heye“ û Kurd bi wê rojevê xapandibûn. Îcar niha jî heman senaryo û çîrokê jibo Çemê Dîcleyê bikartînin û dixwazin rojevê hinekî biguherin. Xuyaye Kurdên me ên saf jî hema bawer kirine û bi çifte û tivingên xwe nobeta Tîmsehê reben dikin û dibêjin, „emê di kefenê wî û sed bavê wî Tîmsehî ku….ma Tîmsehê Afrîkayê di çemê me de çi dike“ û ji hebûna Tîmseh bawer dikin.   Îcar heyran, Xwedê aqilekî bide me..Bi xwedê niha hinek bêjin „Tîmseh jî karin bifirin“ wê Kurdên me yeqîn bikin looo…

Li mizgeftê prezervatîv belav kirin!

 

Gurikî 16/07/06 Batmanê – Çendeyeke ku serokê dermanxaneya herêma Batmanê M.Emîn Beyaz bi garanek hevalên xwe ve pezervatîvan li xelkê belav dikin. Lê xelk jî wan bi haweyê ku balonên nuhderketîne didin zarokan û zarok jî bi kêf ji xwe re dinepixînin. Lêbelê Qeymeqamê Kercosê wek M.Emîn nake; ew bi tîmên xwe ve digre ser mizgefta Qirqatê, du çewal prezervatîvên ku anîbûn li wê navê vala dike, pantor ji xwe dike, pezervatîv dixe ê bi xwe ve û bi tirkiyeke têkilkurdî dibêje” Yaho qardêþim nedin dest zarokan û ha boyle têxin yera.... xwe, hahooo!...”

Þakîra yan Þekirê

Cercûro- 16/07/06- Colombîya- Willehî û billehî ez hîn jî nizanim ne navê wê Þakîra ye yan jî Þekirê ye! Lê hema çi dibe bila bibe, bêbavê gava lotikan dide xwe û xwe li ba dike, agir bi dil û hinavên min dixe û bêhemdî xwe min radike govendê! Nexasim wextê xwe dihejîne û strana “Keçkê gundê me buhane werin sêva” dibêje ma hûn dibê agir bi min dikeve! Ez diþewitim yaho, bi þeref ez diþewitim! Agir bi malê ketê niha jî biryar daye ku bi Erebî bistrê û bi lotikên Erebî bide çargavê. Xwedê hevza mirov jê bike lê lotikên Erebî jî lotikin ha, ya starrr! Ez bi qurbanê, bi xwedê tu lotikên Colombîyanî jî bavêjî û tê ên Erebî jî bavêjî tu Þekirî lêêê...Tobe tobe tobe.....

Haho ma dibe ku ev barbar bi emrê Xwedê bimre!!

 

Girdoyê Stilîlî -15/07/06- Ankara- Kenan Evrenê ku di 12ê îlona sala 1980î de namûsa kurdan anîbû pênc peran, ket tayê û mehmetçîkan ew bi teyareke eskerî rakirin nexweþxaneya GATAyê. Howeh li vê ecêbê, di dawiyê de wê Evren bi emrê Xwedê here û mêrxasek û yan jî dînek ji van kurdên ha babam derneket ku derbekê li wî zir bêbavî xîne! De dîsa jî dibe ku di van rojan de hin hevalên ku di demekê de mehmetçîkên Evren, di Zindana Diyarbekirê de qûna wan çilvirandibûn derkevin û li nexweþxaneya GATAyê li mafê jopên wî ên ku xistibûn me û hevalan bipirse!  

Ev jî sporciya herî seksî hilbijartin!

 

Roda Rodî -15/07/06 California. Di dinyayê de kovara herî bi nav û deng a magazinê FHMê, melevana herî mezin Amanda Ray Bearda emerîkî ku di olimpiyatan de du medalyên zêr, çarên zîv û yek jî bafûn stendibû, wek sporciya herî seksî hilbijart û ew pêþkêþî mêrên herî seksî kir. Lêbelê seksologên emerîkî jî ew yeka kovarê bi xwe nexweþ anîn û gotin” Tiþtekî jinikê û seks meksê bi hev nakeve. Berî her tiþtî bi kêmanî divabû dilê mirov hinekî lê xerab bûbûya, lê xerab bûna çi! Jinik tiþtê rakirî jî dadipiçîne!...” Melayên Lotikxaneyê jî di wê baweriyê de ne. Li gora wan, “ger melayê herî har jî lê binerê bi telaq wê dîsa jî ji destlimêj nekeve yanî!...”

Hulyakê bi miradê xwe þa bû

Songul Keskîn-15/07/06- Antalya- Xwedê zane bê Hulya Avþarê çend mêr kirine û çend berdane! Hejmara mêrên wê ne ew zane û ne jî em. Lê Hulya Avþar niha ji çapemenîyê re eþkere kir ku ewê qiraseyekî din peyda kiriye û navê wî Alî Guven e. Guven li Îtalyayê bazirgan e û wan hevdu li balafirxanê naskiriye. Me jê pirsî:, Ma gelo hûn bi hevre ketine minasebeta zayendî (cinsî) û navbera we û lotikan çawaye? Ewê jî got, „Elîko pir girê xwe di min dide, kondom û kîsikên wî di bêrîka wî dene û hema zîtirkan dide xwe û dixwaze min bîne provokasyonê, lê ez jî bi zorê xwe digrim haaa! Niha ez xwe ji lotik û cotikan re hazir nabînim, bêhna fireh“. Tabî canim, Hulya Avþar zû bi zû nayê provokasyonê..Lê ku hat jî wek fîþeka tifingê tê haaaa…..

Lotikxane ket devê dengbêjan

Ezê bi bireka înternêtê diketim

Lo lo li vê meydanê.

Minê xwe berdida nava vêxwedîka

                        Lo lo Lotikxanê.

Min didît dîsa cotên memikan

                        Lo lo tên xuyanê.

Ev çi malper bû niha ketiye

                        Nava ciwanên Kurdistanê.

Tevde mest û serxoþ bûne

                        Ax li mino, li vê wêranê.

 

Ezê bi bireka înternêtê diketim

                        Lo lo bi dar kelêjî.

Ezê dinêrim li vê mîrata Lotikxanê

                        Lo lo kela dilê min dirêjî.

Ezê xwe berdim bajarê Diyarbekra þewitî

                        Lo lo ba lawikê dengbêjî.

Gava li serê pîkê civata rûdinî

Bila vê strana li ser Lotikxanê

                        Lo lo tim bibêjî /

 Hemo Rûto

Malpera helî bi aqil û ilmî

Repo-Akademiya Ilmê Dinyayê-14/07/06- Deka hûnê bê çima: Li gor lêkolîn û ilimdaran hatîye îspatkirin ku mirov bikene û bi kêf be li gor wê emrê mirov jî dirêj dibe.Îcar Lotikxane bûye alîkariya helî mezin ji bo Kurdan ku bikenin û pê re jî emrê wan dirêj dibe.De hema ez tiþtekî din nabêjim, xwedê emrê lotikxanê dirêjtir bike û hew.

Parîsê jî got ”ez di grêva seksê de me!”

Roda Rodî 14/07/06 New York- Paris Whitney Hiltona ku li Emerîkayê bi þanogeriyê rabû ser xwe, bû muzesyen û fotomodela herî mezin û herwiha jî di ramûsanên xwe de mîna gula beyaran dakêþî ber bêvila xortên emerîkî û ewrupiyan bû, daxuyaniyek da masmedya emerîkî û got:”Ez bi ramûsanan û tiþtên din ji hev feþkilîm. Ez ji vir û pê ve êdî di grêva seksê de me û hetanî salekê ez ê bi tu kesî re seksê nekim…” Li himberî daxuyaniya wê seksologan jî daxuyaniyak dan û gotin:”Em bawer nakin ku Parîs Hîlton xanimê salekê bê qereqopk karibe bi xwe û har nebe!...”

De bavê mino de, ha wilo hûn jî biþewitînin!

 

Rona Nisêbînî -14/07/06 Izmîr - Piþtî ku mehmetçîkan, agir hema hema bi temamê çiyayên bakurê Kurdistanê xistin, Xwedayê mezin jî ji bo ku mehmetçîk, vê carê jî êgir bi gund û bajarên kurdan nexînin, di hewara kurdan de hat û wî bi destê xwe doh agir bi daristanên herêma Egeyê ve danî! Di agirberdana Xwedê de li derdora 300 hektar daristan hat þewitandin. Bi kurtî, Lotikxane pir sipasî Xwedê dike ku bi vî karê þoreþgerane rabûye û bêvila tirkan firkandiye. Em xulamê te ne Xwedê, binere bê tu daristanên Behra Reþ jî neþewitîne, wile van lazan em pir êþandine, ha!

Çêlekan zora conega bir

13/07/06-Li Tirkiyê Beledîya Bahçesarayê conegayekî dibin nav garana gund da ku bazde ser çêlekan û çêlek jê gon bixwin. Di nava çend rojan de rebenê conega qrîza dil derbas dike û dimre. Serokê Beledîyê Nacî Orhan ji çapemenîyê re dibêje ku, “normal gerek conegayê me rojê bazdaba ser du çêlekan, lê xuyaye bênamûso pir har bûye û bazdaye ser bîst çêlekan û êdî dilê wî xwe li ber zewqa çêlekan negirtiye, þehîd ketiye”. Yaho Kurdino! Jibo xwedê hay ji xwe hebin! Bi namûs ev Nataþayên Rûs û jinên kevnewelatên sosyalîst ji van çêlekên Bahçesarayê hartir û þûmtirin haa! Hay ji lotikên wan hebin û li dilê xwe miqate bin heyran, zarokên xwe sêwî nehêlin.....

Sîbelê sînyal dan kê?

Elîf Bayrak-13/07/06-Almanya- Lîztikvana navdar û jihevdeketî Sîbel Kekîllî di kovara “Bûnte” de peyivî û ji hinekan re sînyal þandin. Kekîllî dibêje, “ezê nikarim bêjim ku heta ez saxbim ezê lîztikvanîyê bikim. Ji derveyî lîztikvanîyê ezê karibim tiþtên din jî bikim. Lê heger senaryoyên wek “Dema Kerên Serxweþ” yan “Beq Jî Karin Bifirin” bên ber destê min ezê li ser bifikirim” û sînyalên xwe bi riya satelîtê ji Bahman Gobadî re þandin. Îcar Bahman Gobadî, kaka can! Sîbelkê bifirîne bavê min! Bifirîne yan allahwekîl heta em saxbin wê ji Lotikxanê dernekeve û bela serê me be haaa.....

Zîdane jî da nav

Alî Mert-13/07/06- Parîs-Fûtbolvanê Fransî Zîdane bi eslê xwe ji Cezaîrê ye û misilman e. Xwedê qiwetê bidê, lîztikvanekî ne xirabe. Lê xuyaye ew jî di ser xwe re çûye û îcar jêhatîbûna xwe bi cin û pîrebokav ve girêdide. Zîdane ji çapemenîyê re dibêje, ”þevekê di sisyê (3) serê sibê de ji xew veciniqîm û min bi yekî re xeber da. Wî kesî (kî?) ji min re got ”de rabe kuro xewar! Rabe here fûtbolê bilîze, ma wekî din tu bi kêrî çi tê!” û ez bûm fûtbolçî!”  Ma çima kes nayê nîvê þevê ji me re nabêje, ”rabin kuro qeþmerno! Herin lotikxanê vekin, ma hûn bi kêrî çî din tên?” Heyran bi telaq me Lotikxane venekiriba kesî bi guhê me nedigirt loo, weyy! De ka go herkesê derew bikira tirek kiriba çi baþ dibû...

Me ecêba wilo nedî!

13/07/06- Li gor rojnameya Etemad Mellî a Îranî dibêje, kesê bi navê Behzad heta sala 2004an bi alîkarîya jina xwe 340 keçên Îranî revandiye û ji wan tecawizî 175 keçan kiriye. Behzadê har di 2004an de tê girtin û sofîyên Îranê biryara þeniqandina wî didin. Wek hûn di wêne de dibînin, Behzado ji xwe re li ezmanan govenda hewayî digre û daye ser riya cehnemê. De oxira wî a Zerqawî be.....

 

Piþtgiriya Lotikxanê

 

Lokman Polat

Ez jî dixwazim!

12/07/06- Wek hûn zanin Îtalî di fûtbolê de bûn lotikvanên dinyayê. Dibêjin jina dergevanê (qelecî) taximê Îtalî (Gîgî Buffon) Alena Seredova ji mêrê xwe hesidiye (çavreþî avêtiyê) û gotiye, “ma hema wê xol para te tenê bim? Ez jî dixwazim xolan bixwim!” û soz daye ku ji sala bê û pêde ew bibe dergevana fûtbola millî a Îtalyayê. Heyran ma emê bêjin çi! Qey heta niha te hindik xol xwarine bavo!

Lotikên Zîdane tam lotikin haaa!

12/07/06- Kûpa cîhanê xelas bû, lê herkesî îþ û karê xwe berdaye û dane dû lotikên Zîdane beg. Wek hûn zanin di nava lîztika fûtbolê de lîztikvanê Îtalî Matterazî ji Zîdane re dibêje, “kerooo, em hemi zanin tu kurê qehpê yî” û Zîdane jî dibêje, “kurê qehpê tu û bavê xwe ne” û dibê “gurmmm” û poþekê li zikê Matterazî dixe, wî totlanî hev dike. Îcar niha xelk ji xwe dipirse: Ma gelo wê Zîdane cinsiyeta xwe biguhere û bibe beran, yan nêrî? Hinek pisporên fûtbolê jî dibêjin, “dibe ku hormonên wî serûbinê hev bûbin û di nava demê de stureh û qiloçên wî jî derkevin”. De xwedê alîkarê wî rebenî be...

 

 

Ya reb!

11/07/06- Ya reb tu min bistirînî ji awirên vê çelengê.Awir ji tîra evînê ez kujtim vê þox û þengê.Qey nebû qismet ji min re li vê dinya xweþ û fanî.Lê li buhuþta evînê tu wê têxe ber vî canî.

Min navên fêkîyên darê ne sêv û ne xurme û xox.Bes li kêleka min rûnê ew horîya þepal û þox. Ezê bixwînim ji wê re helbestek Ehmedê Xanî. Ya reb min tiþtek din navê evîn zore de tu zanî..../ Brîndar

Karê pîroz hewceyî pesindanê ye

 

11/07/06- Semra Zana li Stenbolê ji dayik bûye, bi eslê xwe ji Erzinganê ye. Beþa Felsefê a Zanîngeha Stenbolê tewakiriye û niha mamostetîyê dike. Semra xanim bi Kurdî nizane, lê piþtî ku bi riya înternetê bi mamoste Jîr Dilovan re hevdu dinasin êdî dinya wê tê guhertin û dest bi hînbûna zimanê zikmakî dike. Daxwaz, hevkarî û hewldana Semra Zana û Jîr Dilovan dihêle ku keçek Kurd ji asîmîlasyonê xelas bibe û li koka xwe vegere. Em wek Lotikxane vê helwesta herdu kesan pîroz dikin û hêvîdarin ku wê her mamoste û þagirtên Kurd serê xwe bi hînbûn û hînkirina zimanê Kurdî re bêþînin û zarokên me ji asîmîlasyona Tirkan xelas bikin. Ji bîr nekin ku ziman nasname û hebûna milletekî ye...(Çavkanî: Azadîya Welat)

   Lao lao Mehso!!

11/07/06- Dibêjin Mahsûn Kirmizigul lawkê Diyarbekrî, klîpek nuh kiþandiye û di klîpa xwe de cîh daye bedewa Almanyayê a ku bi eslê xwe Îranî ye û navê wê Þermîne Þahrîwar e. Navê klîpa mêrik “Dînle” ye û dibêjin wê ev klîp piyasa muzîkê serûbinê hev bike. We go çima? Ne jiber xweþbûna strana wî haa! Jiber xweþikbûna Þermîne xanimê! Ji xwe dibêjin ew sehneya ku di nava kefa sabûna serþokê de kiþandine wê hemi kesî har bike û jiber wê sehnê wê xelk êrîþî kasêt û CD yên wî bikin. Îcar çapemenîya Tirk dibeice û dibêje, “wehhhh! Lao ma keç û jinên Tirk nemabûn ku te çû di nav sabûna serþokê de dest avêt a Îranî?” Heyran, ma herroj savar û tirþika jinên Tirk tê xwarin? Weyy!

 Welatparêzê Tirk

11/07/06- Li Tirkiyê bajarê Kayserî, nehîya Kocasînan gundê Kaþê, Tirkê bi navê Nûrî K bêriya vexwarina çayê dike. Radibe li kêleka erdekî êgir pêdixe,çaydana xwe datîne ser tifikê û cixara xwe dikuþkuþîne. Hema carekê agir bi bin dûvê wî dikeve û agir xwe li erd û zewîyên derûdorê gur dike. Di vê þewatê de tam zewîyên 31 kesî diþewitin û mala wan diçe mîratê. Me li ser navê Lotikxanê pîrozbahîyek ji Nûrî K ê welatparêz re þand û ev helwesta wî pîroz kir. Dewleta Tirk çîya û zeviyên me diþewitîne, lê qey Kurdek çaykolîk yan qehwekolîk nikare mala xwe bibe mîratê û wek Nûrî K bi mahna çay û qehwê çîya û zewiyên Tirkan biþewitîne bavo!

Îtalî bûn lotikvanên dinyayê

10/07/06-Îtalî di fûtbolê de cara çaran bûn lotikvanên dinyayê û dinya dan ber lotikan. Xuyaye lotikên wan xurt in û teknîka lotikvaniyê baþ zanin. Dibêjin Hewlêrîyên me jî ji kêfa Îtalîyan re xwe li erdê dane û bûye hîrehîra wan.Dibêjin sedema kêfxweþîya wan eve ku rengên ala Îtalî û a Kurdî diþibin hev. Lê kes napirse gelo ev kêfxweþî jibo mafyaya Îtalî ne sînyalek be? Ma kî zane, dibe ku mafyayên Îtalî jî hazirîya bidestxistina îhaleyên li Kurdistanê dikin heyran! De dîsa jî pîroz be.....

Lokman Polat jî ket govendê

Wêne bitikînin

De ka pêþî tu navê xwe biguherîne û…

Simo -10/0706 -Nivîskarê Netkurdê Yaþar Abdulselamoglu, li ser ku siyasetgerên kurd ji ku dest pê bikin gotareke delal nivîsiye. Li gora wî, siyaseta kurdên bakurê welêt pêþî divê ji navê Kurdistanê dest pê bibe.Îcar li gora siyasetgerên Lotikxaneyê jî ji bo ku gotar mîna kevirên di bircên kelehan de çarçikî, sipehî û dilpijokî xuyanî bike, Yaþar bi xwe pêþî divê wî navê xwe ê ku tiþtekî kurdî pê ve tuneye rake; da hin din jî bi navê Kurdistanê ve bibezin!

Beþdar nebûn lê jinên xwe berdan gasînê

10/07/06- Yanî me millet dîtin lê milletekî ku hevqasî ji xwe razî û bêfedî nedît haa! Çapemenîya Tirk dibêje, “erê Tirkiye neket pêþbirka fûtbola dinyayê, lê wê keça Tirk û bedewa Almanyayê a 2005an Asli Bayram goka zêrîn bîne seha fûtbolê” û xwe pê dinepixînin. Lê nabêjin, “yaho ma wê keça me derkeve pêþberî milyonan însan û wê herkes jê re xeberan bide û bêje, axxxx, go min te di ciyekî teng de zeft kiriba” û li ber namûsa xwe nakevin. Ma Tirk û namûs!

 

Mêrik namûs bi kesî re nehiþt

 

10/07/06- Kenan Evrenê Arnavût ê ku berê Serekerkanê Artêþa Tirk bû û wek Dracûla ji xwîna Kurdan têr nedibû, îcar çavê xwe berdaye artîstên jin û mêr ên wek Sîbel Can, Îbrahîm Acises û gellekên din û bi riya çêkirina wêneyên wan bi namûsa wan dilîze. Niha jî çav berdaye Gulben Ergenê û dibêje, “bi namûs ezê wêneyê te jî çêkim, de îþev were mala xalê xwe”. Ma kes kare bêje na? Îcar heyran ew li mala xalê xwe çi dikin çi nakin Kenan Evren û Xwedê zane!

Li Amedê jî ziriyan!

 

 Rona Nisêbînî 17/07/06 Amed- Misilmanên tirkên dijminên riknê miletê kurd û insaniyetê, piþtî ku li Rihayê henekên xwe bi misilmanên kawikî kirin û di roja înê de ew li dijî mirovperweriya Israîlê derxistin kolanan, doh jî li Amedê bi hezaran misilman derxistin kuç û kolanan û gotinên tirovirî bi birayê me ên cihû re kirin. Ji aliyekî ve serokê Partiya Seadetê Recaî Bêbav û ji aliyê din ve jî Miftiyê Qudûsê Sebriyê endamê Hemasa Seddamparêz, dawiþandinê û gotin: “Israîlê bi vî þerê xwe ê ku li dar xistiye, dixwaze koka misilmanan biqelîne!” Biqelanda çiqasî baþ bû! “Israîl, filistîniyên ku rahiþtine barê islama temamê dinyayê ji kok de radikeeee!...” Ax ku rakira!Piþtî xeberdana wan, vê care jî Necmedîn Erbakan Tecal, bi telefonê beþdarî xwepêþandanê bû û bi pîsiya islama tirkayetiya xwe kiþiya stûnên insaniyeta cihûyan!

Nikare bi kerê beziya kurtên

Bavê Cengo-17/97/07- Qamiþlo- Wek hûn zanin navbera Îsraîl û Sûriyê wek agirê cehnemê germ bûye û ha îroj li hev biteqînin û ha sibê. Dibêjin “vit-vit” ketiye þerwalê Beþar Esed û ji tirsan re wextî serê xwe bixwe. We go ma ji Îsraîlê ditirse? Hayho, hayhoo! Na bavê min na! Erê ji Îsraîlê jî ditirse lê tirsa wî a herî mezintir Kurd in! Esad dibêje,”ji xwe Kurd li mahnakê ne, allahwekîl hema go Îsraîlê go “teq” wê Kurd jî bikin “çerq û berq” û serî li min bigerînin!” Ji ber vê tirsa xwe jî þêrê tirsonek bi tenq û topên xwe êrîþî ser Qamiþlokê kir û gellek xortên Kurd ên bi navê Camîl Îsa, Îbrahîm Mele Hecî, Sebrî Mihemed, Ebdulezîz Elî Yûsiv, Gelal Hemûdê Xelef, Îbrahîm Þêx Elî, Wecdî Beytî Ezîz, Dilbirîn Xelef, Ferhan Tiþikî û Îbrahîm Hecî Esed girtin. Tu wilo mêr bî here bela xwe li Îsraîlê bide mêrooo! 

Kes bi þekir naxape loo!

Zilfiqar Beran-17/07/06- Qers- Serokwezîrê Tirk Erdogan efendî hat bajarê Qersê û dîsa dest bi zirt û virtên xwe kir. Erdogan piþtî konferansa xwe a lotikavêtinê qedand, li nav gundiyan geriya û þekir li zarokan belav kir. Jiber ku hilbijartina serokkomariyê nêzîk dibe, Erdoxan dixwaze bi þekir xelkê bixapîne, devê wan þîrîn bike da ku li dij serokkomariya wî dernekevin. Di vê derbarê de Qersîyê bi navê Hecî Suleyman Ertaþ ji me re got, “êdî dema þekir çûye bavê mino! Em nema bi þekir tên xapandin, îcar dem dema beqlawe û liqûmane, ma heta kengî emê bi þekir bên xapandin” û nerehetîya xwe anî zimên.  Îcar heyran bi telaqê jinberdanê ev millet biaqil nabe haa! Erê Hecî Suleyman efendî wilo dibêje lê wê niha têkeve piþt perdê û dîsa jî þekirê Erdoxan bixwe....Hema go þîrîn be bese.....

Werin goþtê keran!

Gavan Seyis-16/07/06- Tirkiye- Dewleta Tirk bi zagonek fermî serjêkirin û firotina ker, hesp û berazan serbest kir. Îcar dibêjin Tirk derdikevin nêçîra ker û hespan, wan li erdê digevizînin, serê wan jêdikin, kezeb û gurçikên wan dibin malê dibrêjin û goþtê din jî bi navê “goþtê berxik” dikroþin xelkê. Li hember vê barbariya wan dibêjin ker û hespên Tirk êdî li riya revê digerin û dixwazin herin li welatekî demokratîk îltîca bikin. Li gor tê gotin Serokê Civaka Ker û Hespên Tirkiyê mîster Kerê Beþ gotiye, “heyran niha du rê li ber me hene. Yan emê jî wek El-Kaîdeyê bombeyan bi xwe vekin û xwe di nava koma Tirkên barbar de biteqînin, û yan jî emê ji xwe re terk û dinya bvibin”. Îcar dibêjin hîna Komcivîna Ker û Hespên Tirkiyê berdewam bikin û em jî li bendî biryara komcivînê ne...

Lotikxane dibe hêlîna çand û kultura kurdî!

 

Binevþ Agirî- 16/07/06- Ewrûpa- Ji roja ku Lotikxanê dest bi weþana xwe kiriye û hetanî roja îro, herwiha jî pirsgirêk di navbera gelek jin û mêrên Kurdên Ewrupayê de derketine. Ciwamêr û ciwanik bûne nexweþên Lotikxanê. Dibêjin jin û mêr êdî li ser xwendina Lotikxanê gelek caran bi hev dikevin û bi lotikan xwe di hev werdikin. Li hin bajaran jî jin û mêran þev û roj li hev par vekirine da têkevin Lotikxanê. Êdî wilo li wan hatiye roja ku nekevin Lotikxanê wek ku Euro, sterlîng û tiþtik miþtikên xwe ên din winda kirine ku ewqasî aciz dibin! Dibêjin li ser vê hezkirin û nexweþîya Lotikxanê, çend pisporên Ewrupî jî ketine lêkolînê û dibêjin, “dibe ku hezkirina Lotikxanê di nexweþîya kanserê de jî bê bikaranîn û bandoreke pozîtîv li bedena insên bike...” Ê yadê-yabo qurbanino, ma çima wê kêfa we neyê; Lotikxane we hînî kurdî dike, bi kurdî we dikenîne, diþîqîne û bi ser de jî dihêle ku carcarê hûn bêyî zarokan çend lotikan jî di hev werkin yanî. Ya we dît hevalino, hevalên bi televizyon , rojname û bi pere, gava ku mirov bixwaze mirov dikare gelek tiþtên wilo hêja bike ku bi kurdan xweþ bê û li zimanê bav û kalên xwe vegerin!

Mifte li doxînê xistin

Þoreþ Candar-16/07/06- Antalya- Ya rebbî xwedê neyne serê kesî! Ma ji vê êþkencê xerabtir êþkence heye gelo? De ka em binerin bê jinên gundê Gazîler a girêdayî Manawgat a bajarê Antalyayê çi dikin û çi êþkencê didin mêrên xwe. Li gor çapemenîya Tirk dibêje, ava gundê Gazîlerê naherike û rayedarên belediyê jî serê xwe pê naêþînin. Îcar jinên gund bi kîlometroyan dimeþin û diçin ji bîrê avê dadigrin û bi cer û bîdonan hildigrin tînin malê.Dibêjin jinên gund bi yekdengî biryar girtine ku „heta zilamên gund avê nekþînin nava gund, ewê devê doxîna xwe ji wan re venekin û dozîna xwe bi mifteyên þîfrekirî bixilqînin“. Îcar zilamên gund jî bi vê helwesta jinên xwe nema zanin bê wê çi bikin. Gundîyê bi navê Ahmet Satilmiþ dibêje, „ hewarê, hewarê, hewarê! Ma em rabin piþtî vî emrî di berde jêkin çi bikin? Ma go doxîn mifte bû êzî zilamtî dimîne?“ û li ber jinên xwe digerin ku devê doxîna xwe ji mêrên xwe re vekin. De îcar yabo, li ser dîn û îmana we be, ka ji vê êþkencê girantir?

Li  “Ya eyyûhel kafîrûnên” Rihayê jî rabû!

 

Rona Nisêbînî 15/07/06 Stenbol- Duh piþtî xutbeyê bi haweyê ku misilmanên tirkên kurdkuj hemiyan a xwe kiribûn yek, li temamê mizgeftên Stenbolê û heta li tevaya Tirkiyê zorî dan tekbîr û selewatan û bi ser rêberên insaniyeta Rohilata Navîn xuþk û birayên me ên cihû de verþiyan. Dû re jî garankî bi zîtirk û lotikan xwe berdan kolanan û qêriyan: ”Bimre siyonîzm! Bimre G.Bush! Bijî yekitiya misilmanên tirk û ereb û faris!...”Lêbelê a pir balkêþ ew bû ku li Rihayê jî ji mizgefta Birehîm Xelîl, hin misilmankên me ên kawikî jî rabûbûn ser tapanan û mîna zir misilmanên tirkan diziriyan! Û bi ser de jî sûretê serok merokên Hemasê xistibûn destê zarokan û berê wan ber bi sikak û gasînên Rihaya ku tîmên mehmetçîkên misilman kiribûn wek kerxanê de, vekiribûn!

Mêr nehiþtin ma dora jinan

Mela Ehmed Tekin-15/07/06- Stenbol- Sazîya Dîyaneta Tirkiyê û serokê wê Alî Fincanoglu da zanîn ku ewê muezzîn û melayên dewletê zêdetir biþînin Kurdistanê da ku xelkê Kurd hînî misilmantî û rêbaza îslamê bikin. Fincanogli dibêje, “di gera xwe de min dît ku li rojhilata Tirkiyê (Kurdistanê) keç naçin kursên quranê û dibistanên dewletê li wanderan kêm in. Jiber vê me biryar daye ku em dibistanan jibo keçên herêmê vekin û wan bi qursên quranê bikin misilmanên baþ”.  Yanî; mêrik dixwaze bêje, bingeha civaka Kurd jin in, divê em van jinên Kurd jî bi riya îslamê bikin Tirk û koka Kurdan biqelînin. Ê wan bila jinên wan li behrê xwe bera çolê bidin, ji lotikxanan dernekevin, her roj yekî bigrin û yekî berdin, wan naþînin qursên quranê lê wê hefsar têxin stuyê rebenên keç û jinên me û wan asîmîle bikin! Heyran ka berê hûn hefsarê jinên xwe bigrin û wan ji kerxanan derxînin, îþê we ji keçên Kurd û îslamîyeta wan tune....

Tirk û þahidîya kûçik

15/07/06-Li bajarê Erzeromê gundê Çamlikale, kesê bi navê Fazil Dolî di sala 2004an de tê girtin û 16 sal ceze lê tê birîn.Brayê wî Saffet Dolî ji çapemenîyê re dibêje, “brayê min jiber þahidîya kûçikekî ceze xwariye.Þeva ku ew mêrik hatiye kujtin kûçik li ber devê deriyê me reyaye û jiber vê jî hakim bi reyîna kûçik 16 sal ceze daye brayê min, ev neînsanî ye”.  Li gor agahîyên herêmê wê niha mehkema mezin dîsa kûçik derxe mehkemê û cara diduwan li þahidîya kûçik guhdarî bikin. Heger kûçik here ber Fazil Dolî û biewte jixwe mêrkuj ew e, na geher neewte jixwe wê wî azad bikin. Em ditirsin kûçik di nîvê mehkemê de berê xwe bide hakim û bê “ewt, ewt, ewt” û rebenê hakim mêrkuj derxîne haa...Kûçik e, wek Tirkan ne bext heye ne wîjdan...

Xwedê hîn bêhtir qudretê bide Israîlê!

 

 Gebroyê Torî 14/07/06 Bêrûd – Piþtî ku Hemasa hevalbenda Seddam eskerek û Hizbullaha cidê Seddam jî, bi kurdiya wê yanî Þebeka Xwedê, du eskerên din ên israîlê revandin, pêþkêþên mirovahiya Rohilata Navîn birayên me ên cihû, berê artêþa xwe bi Libnana ku el hizbullahên edûinsan wek qesabxaneyekê li himberî mirovahiyê bi kar dianîn vekirin û careke din kêfa dinyayê anîn. Generalê ku temamê Libnanê rapêçaye û bêwestan wargehên dijminên riknê insaniyetê hizbullahan bombe dike Udî Adem, da zanîn ku ew hetanî tirê ji xwediyê þaþik û kirasan bernede wê ji Libnanê dernekeve…De destê Xwedê li piþta te be pismamê me ê herî mezin Udî Adem! Lotikxane dueciyê cenabê te ye û wê tu carî vê insaniyeta ku tu pê rabûyî ji bîra neke! Ax ku “heval” jî hinekî biþibiyana te û çend poþ li van teresbavên mehmetçîkên misilman xistibana!

El Etarê vê care jî tir ji ên me berda!

 Mihemmed Ehmed Evdella 14/07/06 Þam – Di van sê-çar mehên dawiyê de, çend careke ku cîgira serokê Sûriyê Dr. Necah el Etarê bi hin ronakbîr û siyasetgerên kurdên Binxetê re rûdine. Çend roj berê jî dîsa bi þandekê re civiya. Di civîna wê û þanda me de asas a ku bala konebazên Lotikxaneyê kiþandiye yek jê jî ew e ku di derbarê van civînan de jinik, bêyî ku ji masmedya erebî re tiþtekî bibêje, ên me li ser navê wê gelek tiþtan dibêjin û tirê jî bêdeng li wan guhdarî dike. Vê care jî wilo bû. Berdevkê þandê  Dr. Farûq Ismaîlê lawê El Istaz Ebas El Bûblanî piþtî civînê bi haweyê ku bi jinikê re bi girê devê lîstibû dikeniya û digot ”Etarê wê daxwaziyên me bigihîne qada herî bilind…” Ya exî, ya hebîbî û ya hebîba, yanî niha ev jî gotine! Ma ji wê bilindtir kîjan meqam heye gelo? Xuyaye jinikê ê me di gevzekê de gêj kiriye, Dr.El ekrado nizane bê çi dibêje!

Fêda cixare û tûtinê

Dr.Mihyedîn-14/07/06- Li gor agahiyên ku di Konferansa Yekîtîya Li Dij Kanserê a Navnetewî de hatine pêþkêþkirin, wê di vê sedsalê de milyarek însan jiber cixarekiþandinê bimrin. Dibêjin her salê milyonek û 400 hezar kes jiber cixarekiþandinê dimrim û heger wilo biçe wê nifûsa dinyayê kêm bibe. Li gor rapora konferansê di salê de milyarek û 400 milyon kes cixarê dikþînin. Dibêjin pisporekî cixare û tûtinê di konferansê de gotiye, “cixare malkambaxî ye. Lê di dinyayê de tûtina herî paqij tûtina Xursê, a Bedlîsê û a Licê ye. Heçê ji tûtina van bajaran bikþîne ewê tucarî bi penceþêrê (kanserê) nekeve û wek conegayekî be”. Jixwe dibêjin tûtina qaçax ji kanserê re yek û yek e û kesên bi kanserê bin bila tûtina qaçax bikþînin. Îcar heyran Lotikxane bi xêra xwe we agahdar dike, hûn tûtinê dikþînin, cixarê dikþînin, eroînê dikþînin, kayê dikþînin hûn zanin.....

 

Hêdî hêdî vegerin qardaþ!

13/07/06- Dibêjin Serokê Partîya Çareserîya Tirkmenan Ebdulqadir Bazirgan ragihandiye ku, “ewê karibin ala Kurdistanê li ser baregeha xwe jî daleqînin jiber ku ew al tenê ne ala Kurdane lê herweha ala hemi neteweyên Kurdistanê ye jî”. Wey aferîn loo! Ev cara pêþîne em dibînin ku zilamek ji Turkmenan derdikeve ha! Herweha mîster Bazirgan bi berdewamî gotiye, “kuro de bi xwedê tiþtek ji me Turkmenan dernaveke, de a baþ emê tev li parlamento û hikûmeta Kurdistanê bibin û hew!” Kuro bi xwedê îcar em ji te ketin þikê haaa! Ê jixwe paþnavê te “Bazirgan” Kurdî ye, nebe eslê te Kurd be lo? Hema bi telaq em ji dêvla hikûmeta Kurdistanê bin emê yekser te bikin “Wezîrê Turkmenên Kurd” û te bikin namzetê xelata Nobelê looo....Haa, hûn zanin bê Tirk ji vî rebenî re dibêjin çi? Dibêjin, "bîr maske daha duþtu, way alçaq oxlî alçaq!"

Hîlton temam ma Þeraton!

Ahmet Beyan-13/07/06- Ankara-Wek hûn zanin 450 Kurdên azad û bê per û bask xwe li hev komkirin û di nîvê kezeba Ankarayê de lotikek li dewleta Tirk xistin. Kurdên azad li Lotikxana Hîltonê hilperikîn ser serê mîkrofonê û gotin û hey gotin. Ma kî kare di bin pozê dewleta kûr de lotikên Kurdewarî bavêje dewletê bavê min!? Lê hinek kes û malperên wek Nasnamê radibin dibêjin, “Hîlton Partîsî” û nezarîbûna xwe tînin zimên.Yaho em Kurd jî milletekî ecêbin haaa! Ê bavê min, wan Hîlton Partîsî çêkirin hûn jî herin li bajarekî din “Þeraton Partîsî” çêkin ma zehmete? Yan jî herin li gundekî Kurdistanê di kox û axuran de “Axur Partîsî” çêkin! Weyy! Na lo, li Ewrûpayê têr goþtê mirîþkan bixwin û piþtre jî ber diranên xwe bikolin û bêjin, “ê ma bîzîm Hîlton lerde kurulacex partîye hewcedarimiz yox!” Ya starrrrrr ji derdê van rewþennebîran re....Kuro lao Hîlton xweþe xweþ!Pênc stêrkin pênc!

Þîrîn û xweþe zimanê Kurdî

Rojda Aydin-13/07/06- Stenbol-Wek hatibû gotin, karên baþ hewceyî pesindan û piþtgirîyê ye,karên xelet jî mecbûre têkeve ber diranên rexneyên Lotikxanê. Di vê dema ku Kurd paraztina zimanê Kurdî wek nan û avê pêwist dibînin, wek armancek pîroz dane ber xwe û dixwazin xwedî lê derkevin, mamosteya kursên Kurdî Tekoþîn Kobanî ji nav refên gerîlla qîrîya û ragihand ku hêzên çekdar jibo fêrbûn, axavtin û xwendina zimanê Kurdî lezûbezek daye xwe. Li gor agahîya ANF, Mamoste Tekoþîn Kobanî û Munzur Zara  gotine ku ew dixwazin zimanê Kurdî bikin zimanê fermî û heta yek ferdê Kurdînezan jî bimîne ewê vê xebata xwe bidomînin. De ser xêrê be rebbî û xwedê zimanê Kurdî ji devê me qut neke..Belkî hema bi vê biryarê “þildim-bildima Tirkî” ji ser û mejiyê Kurdên bakur derkeve, çepên Tirk ji nav hêz û partiyên Kurd birevin û em jî xwe bi xwe bimînin, bi mejîyekî Kurdewarî govenda xwe bigrin. De haydê! Þîr û þekir ji zimanê Kurdî re û êþa mirîþkan jî para Tirkî be rebbî .....

Çi sozên xweþ loo!

Þemal Amedî-13/07/06- New York-Endama AKP Merve Kavakçi ji Amerîkayê beþdarî civîna bi navê Londra Îslan Expo a li londonê bû û bi Farûk Eskîoglû re hevpeyvînek kir. Merve xanim ji Tirkiyê destpêkir û di Rojhilata Navîn û Amerîkayê re derket. Da nav û hey da  nav, çavê xwe girt û devê xwe vekir. Merve xanimê di derbarê partîya xwe AKP de dibêje, ”hîna AKP sozên xwe neanîne cîh, sozên ku ji xelkê re dane nêvcî mane. Ez bawerim ger Erdoxan bibe serekkomar û Abdullah Gul bibe serokwezîr wê ev soz bên cîh” û dibêje, dibilîne. Hûn zanin bê AKP çi soz dabû xelkê? Heger em ne þaþbin di civîna partiya xwe de berî salekê Erdogan gotibû, ”bi sê telaqên jinberdanê heger ez bibin serekkomar, ezê bikim ku her mêrek bi kêmanî çar jinan bîne û her jinek jî çar mêran bike!” Îcar dibêjin jin û mêrên vê partiyê hiþk bi doxîna xwe girtine,xwêsîya xwe daduqirtînin û li bendî ne ku Erdogan bibe Serekkomar. De ya allah û ya Xwedê...

Tirþika Ciwan Haco

12/07/06-Li ser bextê malpera Amûdê.com be. Dibêjin wê Ciwan Haco heypeyvînek tirtire bi Amûdê.com re bike û wê ev hevpeyvîn wek bombeya atomê deng bide. Meselen ji dêvla “Diyarbekir paytextê min e”, wê Ciwan bêje “Diyarbekir paytexta min e” û rebena Diyarbekirê bike mê û dibe ku ji qehran re zikê Diyarbekirê jî binepixe. Wekî din wê bêje, “ez pir êþîyame!” De xwedê te hedayet bike rebbî..Wekî din wê bêje, “pêwîstîya me bi serhiþkan heye!”. Ya rebbî ya îlahî! Baþe bavê min, ma kîjan Kurd ne serhiþk e? Wekî din wê bêje, “divê Kurd fêr bibin ku muzîk bazar e!” Em zanin em zanim, bazara mirîþkan li gundê me jî hebû. Wekî din wê bêje, “gelek nameyên evînî ji min re têne þandin!” Halla halla! Piþtî vî emrî kî mala xwe dibe mîratê? Ne Hulya Avþar be? Û di dawiyê de wê bêje, “ez tirþikek xweþ çêdikim!” Yahewlelwela!! Lao ma tirþika bê savar tê xwarin? Savarekê jî di ber re çêke qurban, savarrrrrrr!!

Teketulçî!

12/07/06- Heyran bi telaq me gotina “Teketulçî” fêmnekir ma bi derewa ye!Em nema zanin ne ev Soranîþ e, ne Kurmancîþ e û ne jî zimanê çûka ye! De neyse lo em bên ser mijra xwe..Dibêjin Mam Celal tevî kadirên YNK li Qelaçolanê beþdarî civînekê bûye. Kes nizane bê di civînê de çi hatiye nîqaþ kirin lê dibêjin Mam Celal pir aciz bûye, simbêlê xwe badaye û gotiye, “ teketulçîno, herin ji xwe re partiyekê din ava bikin, têkelî goþtê elokan nebin!” Îcar ev “Teketulçî” çi kesin, însanin, cin û pîrebokin kes nizane! Hinek jî dibêjin, “na wele rovî ne!” Teketulçîno! Partîyên nû avanekin heyran, werin têkevin nav refên Lotikxanê....

Wê Tirk azadiyê bînin dinyayê!

12/07/06- Serokê Partîya Serbixwe a Tirkiyê (BTP) Prof.Dr.Haydar Baþ li bajarê Stenbolê beþdarî civîna ehmeqên wek xwe bû û piþtî ku têra xwe devavêt Amerîka û Kurdistanê got, “ji Tirkan pêve kes nikare edalet, þexsîyet,þeref, mafê mirovan, ewlekarî, namûs û her quzikqurtê bîne dinyayê. Îradeya ku vî karê pîroz bike îradeya milletê Tirk e. Ciyê ku Tirk lê bin zilim lê çênabe” û wek marê kor verþîya. Hey kelb ibin kelb! Ma Tirk û îrada însanîyetê çi ji hev fêmdikin? Ma namûs li cem we nebûye beqdûnis? Ka edaleta ku hûn dola Asenayê behsa wê dikin? Herin berê xwe ji namûsa kerxana Selanîkê biþon û piþtre werin behsa namûsê bikin tirroooooooo......  

Van jî Papa wilo protesto kir!

 

Rozê-11/07/06 Spanya – Papayê ku bi minasebeta Roja Malbatên Dinyayê hatibû bajarê Valencîayê, ji bal homoseksuel û lezbiyenên ewrupiyan ve hat protestokirin. Bi sedan jin û mêrên þilfîtazî derketin pêþberî Papa, nav þeqên xwe firkandin û gotin: ”Were bike! Û heger tu nikaribî bikî jî bihêle em bikin! Û na heger tu nahêlî em bikin jî bihêle em bi hevre bikin!...” Wek tê zanîn, Papa li dij zewaca homoseksuel û lezbiyenan derketibû. Îcar madem li Tirkiyê demokrasî heye û tirk bûne ewrupî, hin jî divê ê xwe pêþ vî serokê Diyaneta Tirkiyê Alî Bîtîrîlmîþ Barkadakçioglu bikin; da hinekî bayê wî bifise, wey. Mêrik tam bûye kemalîst û Kemal Atatirk jî homoseksuel bû. Li ser bextê Cemaleddîn Kaplan be, wî wilo digot.

Êdî KNK zimanê ku heye jî radike!!

 

Gurikî 11/07/06 Buruksel - KNKa ku tu carî siyaseteke wê a zimanê kurdî çênebû û carcarê bi haweyê ku zimên ji asîmlasyonê xelas bike, di ber karên xwe ên siyasî de ji girîngiya zimên peyivî, vê care jî 14 gulanê wek “Cejna zimanê kurdî”, di kodika tarîxê re berda. KNKa ku di bangawaziya xwe de dibêje ew ê ”li himberî politîkayên Tirkiyê yên asîmlasyonê dê reaksyonên demokratîk nîþan bidin” û nabêje ku ew ê reaksyonê li himberî heval mevalên ku bi tirkî virqînî li hertiþtê kurdî xistine bidin, êdî wê ji 366 rojên salê bi tenê roja 14ê gulanê bi kurdî bipeyive. Ji ber wê yekê Lotikxaneyê jî biryar da ku endamên wê bi tenê di 14ê gulanê de bi tirkî û temamê rojên din ên salê jî bi kurdî bipeyivin. Erê hevalino, di wê rojê de bibêjin û ha bibêjin “turkçeden yatirmîþke, koymiþke, sokmîþke, atlamîþkê, kurdiymîþ, boqmûþ, quzelqurtmîþ, turkçe hepîmîz analîþîx ya, îlkel zir millîyetçîlerrr, çatlaqlar!...” û wilo dewam bikinnnnn..De xwedê xêra KNK xebûl bike rebbî..Bawerkin heger roja 14 gulanê nekiriba roja zimanê kurdî zimanê kurdî têk çûbû haaaaa!

Li Ruhayê konfederalîzm pêk hat

Sofî Xelef-11/07/07- Birastî hinek ji kes û rêxistinên me digotin konfederalîzm baþe lê me bawer nedikir. Mînaka konfederalîzmê li bajarê Ruhayê pêk hat û ket jiyanê. Li bajarê Ruhayê, nehîya Bozova gundê Tavþan (keroþk-kîrgo) ê Tekîn Kaya ê ji “Eþîreta Pîjanê” û Pinar Kiliç a ji “Eþîreta Dînayê” jiyana xwe kirin yek û zewicîn. Bi vî awayî herdu eþîret bûn merivên hev û konfederalîzm pêk hat. Jibo saxlemî û xeranebûna vê konfederalîzmê jî wek þahid Serokê Eþîra Îzolê û Wekîlê AKP ê Ruhayê Zulfîkar Îzol beþdarî lihevhatinê bû û protokola konfederalîzmê hat îmzekirin. Herweha di heman rojê û dawetê de Serokê Eþîreta Pîjanê û karmendê girgirek Emîn Kaya jî brayê xwe zewicand û kurê xwe jî sinnet kir, lê helbet ne di ber de lê hindik da jêkirin. Îcar heyran bi telaqê bê fitû, heger konfederalîzm lihevhatin û zewaca eþîret, rêxistin û civaka Kurd be me qebûl e, emê jî konfederalîzmê bixwazin. Na heger konfederalîzm bratiya sexte a Kurd û Tirkan be em qebûl nakin. Lê bi þertekî emê qebûl bikin! Yan wê Kurd bibin zava û Tirk bibin bûk û yan jî tobeeee.......

Dev ji walîyan berde, bide dû mirîþkan qurban!

11/07/06- Nûnerê Komisyona Yekîtîya Ewrûpa ê Tirkiyê Hansjorg Kretschmer berî demakê li Kurdistanê geriyabû û bi taybet herêma Wan û Colemêrgê pir li xweþîya wî çûbû. Piþtî gera xwe Kretschmer di derbarê vê gerê de agahdarî da çapemenîyê û got, “hîna jî walî û qeymeqamên ku dibêjin em hemi Tirk in û Kurd tunene hene, ev ciyê mixabinîyê ye. Êþkence kêm bûye. Di derbarê Þemzînanê de þikên di serê me de rast derketin. Jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd hê divê dewlet gellek tiþtan bike û bi jezaran tenûr nan bixwe. Pirsgirêk ne avadanîya herêmê lê qebûlkirina nasnameya Kurd e” û filan û fîstan. Qurban, tu dev ji walî û qeymeqaman berde! Bi namûs heta bi mirîþk û kûçikên Tirkan jî dibêjin, “em hemi Tirk in û Kurd tunene!” Îcar a herî baþ berê ji mirîþkên Tirkan dest bi lêkolîna xwe bike....

Tirkan Helîm Yûsiv jî dizîn

 Narîn Remo- 10/7/06-Berî bîst û du rojan nivîskarê kurd Helîm Yûsiv boyî serdanekê çûbû Tirkiyê, piþtî ko mafê belavkirina romana xwe ”Tirsa bê diran” bi çapxaneya Avesta re imze dike, dizîvire balafirxaneya Istenbolê dako vegere Elmanya. Li wir tê dizîn, ne Helîm tê dizîn, ma wê çi ji wî bikin, belê wî rût dikin, çentê jin û Lorîna þeþ mehî didizin, baþbû ko Lorîn ne di çente debû, wê Tirkan ew jî bidizyana û dê Helîm romana sisiyan di bin navê “Lorîna qata bilind” binivîsanda, lê di çente de telefona desta, pasilqe, kerta bankê, berçavk, navîgasyona ko pîrka wî li ser kerê û riya di navbera Amûdê û Girê Moza de pêktanî, gore, zahter, þûþê vala, solê qetyayî, derziya paporê û xefkek miþka hebûn. Dema Helîm Yûsiv li ba polîsan gilî dike, jêre dibêjin: Hoþyar Zîbarî jî hate dizîn, piþtî lêkolînan diyar bû ko Ebdela Gul girafat û ferek sola wî dizîbû.

Wê kengî dor bê me?

10/07/06- Dibêjin hikûmeta Kurdistanê êdî vîzê ji Erebên ku dixwazin derbasî Kurdistanê bibin dixwaze. Kesên ku zêdeyî deh rojan li Kurdistanê bimînin divê ji polîsên Kurd destûrê bixwazin. Herweha dibêjin doza kefîlekî Kurd jî li Ereban tê kirin. Wey pîroz û bimbarek be, ev karekî pîroz û pêwist e. Lê em meraq dikin gelo wê hikûmeta Kurdistanê kengî ji Tirkan û ji Oyakê daxwaza vîzê bike? Ji aliyê din li gor ku Kurmancî wek ziman nayê qebûlkirin, gelo divê Kurmanc jî vîzê bistînin yan na? De hema madem we dest bi vî karê pîroz kiriye, ji xeynî Soranan vîzê ji herkesî bixwazin û hûn sax!

Goþtê berêz helal bû

10/07/06- Rayedarên dewleta Tirk biryar dan ku xwe li gor þert û rêbaza Ewrûpayê bihûnin û xwedêgiravî biaqil bibin. Li gor biryara ku di parlamentoyê de hat qebûlkirin, wê êdî her dikan û qesab karibin beraz û hespan serjêbikin û goþtê wan bifroþin. Êdî wê tu dikan bê goþtê beraz û hespê nemîne.Ev biryar di rojnama fermî a dewletê de hat weþandin û ket jiyana rojane. Dibêjin wê ji niha û pêde Tirk bêtirs karibin qoþtê hesp û berazan bixwin û bidin zîtirkan. Heta berî vê biryarê li Tirkiyê goþtê hesp, ker û berazan bi dizî di þûna goþtê berxan de dihat firotin. Îcar heyran, xuyaye Tirk di warê heywanan de reformên baþ dikin lê di warê însanên wek Kurdan de jî hîna ji berazîya xwe danakevin..De goþtê berazan li Tirkan xweþ helal be... 

Ecelê bizinê

10/07/06- Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-îl ê 99 cantîm kurt, di televizyona Koreyî de dibêje, “emê tawîza herî biçûk jî nedin Amerîkayê û heger laþê Amerîkanîyan duxre bila bêjin em ji þerekî berfirek re amade ne” û zirtên xwe dike. Mêrik jibo ku fûzeyek bi hewa xistiye ketiye çav xwe û bêyî ku li bejna xwe a 99 cantîm binere bi destekî radihêje du þebeþan. Ê ji berê de dibêjin, “go ecelê bizinê tê nanê þivên dixwe”. Dibêjin Serok Bush jî maye di navbera Xelîl û Celîl de, rebeno nema zane ne berê mîkutekî li nav serê Mahmud Ahmedînejad xe yan li nav serê Kîm Jong-îl!

13 salî ye lê tirên devê dike

09/07/06- Paþayê welatê Toro ê Afrîkayê zarokekî 13 salî ye û navê efendî Oyo Nyîmba ye. Oyo efendî ji çapemenîyê re gotiye, „heger ez di nava du salan de refaha (xweþî û rehetîya) li welatê xwe zêdetir nekim, ezê di berde jêkim û dev ji textê xwe berdim“. Toyo di dinyayê de paþayê herî biçûk e û li gor temenê xwe jî gotinên ji xwe mezintir ên wek tirên devê dike. Ev tam deh salin ku Toyo efendî paþatîya welatê xwe birêve dibe û dibêje, „Bush jî nikare welatê xwe baþ birêve bibe, ma ez wek wî jî nayêm“ û lotikekê li serok Bush jî dixe. Xuyaye laþê Toyo jî wek ê Saddam û Hûgo Çaves duxre..Hûn zanin bê bernavê Toyo efendî çi ye? „Paþayê Þêr!“ De ka heta serok Bush li te jî bê xezebê emê þêr û pilingîya te bibînin…

Dîsa dan zîtirkan

09/07/06- Rojnameya Peyama Kurd jibo du mehan deriyê xwe li xwendevanên xwe girt û jibo betlanê berê xwe da giravên Hawaîî. Dibêjin wê rojname di nîvê meha Îlonê de dîsa dest bi lotikên xwe bike. Herweha tê gotin ku wê beþê Soranî êdî bi latînî derkeve da ku Kurmanc û Soranekan nêzîkî hev bibin û di navbera wan de konfederalîzma Kurdî pêk bê. Lê xuya dibe hinek malperên ku ketibûn kozik û kemînê û alerjiya wan ji rojnama Peyama Kurd re hebû, dan zîtirkan û yekser dest bi antîpropagandayê kirin û kêfa xwe ji girtina rojnamê re anîn. Îcar emê bibînin.Heger rojname birastî jî dîsa di meha Îlonê de derkeve jixwe lotikvan biserdikevin. Na heger dernekeve jixwe wê kêfa zîtirkvanan bê û heyfa rojnama Peyama Kurd...Em hêvîdarin wê xwediyên rojnamê kêfa zîtirkvanan li xwe neynin. De xwedê hesûdî û zikreþîyê ji nava Kurdan rake rebbî... 

Brîtanî lotikên baþ tavêjin

09/07/06- Têkilî û danûstendinên navbera Brîtanya û Kurdistanê bi lotikvanî xurttir dibin û wek hespê rewan bi pêþ dikevin. Dibêjin þandeyek (heyetek) Brîtanî serdana Kurdistanê kiriye û bi rayedarên Kurdistanê re çayê û qehwe vexwariye. Di dema vexwarina qehwê de serokê þandeyê Kîm Howells anîye zimên ku wê têkilîyên herdu welatan xurttir bibin û ewê jibo pêþdebirina demokrasîya li Kurdistanê lotikên xurt bavêjin. Me bi riya telefonê  xwe gihand mîster Kîm Howells û jê pirsî: Birêz Holwells, we bi salan Kurd û Kurdistan bombebaran kir û we dinya li Þêx Mehmûdê Berzencî kir zîndan. Gelo hûn difikirin ku tazmînatê bidin Kurdan? Ewî madê xwe tirþ kir û got, „Ev pirsa provokasyonê ye bavê min! Ka pirsekê xweþtir bike“ û xwêsîya me di qirika me de hiþt. De neyse, înþallah xêr e…

Niha jî Îtalî bûn Tirk

09/07/06- Ne em dibêjin van Tirkan aqilê xwe xwariye û wek hespên serxweþ ên Behman Gobadî li wan hatiye kes bawer nake haa! Hz. Pêxember kirin Tirk kesî dengê xwe nekir, Amerîka keþif kirin û dewletek Tirk li wir avakirin kesî dengê xwe nekir, Stenbol kirin Vatîkana misilmanan kesî dengê xwe nekir. Îcar dibînin ku çi dibêjin ji wan re kar dimîne û kes dengê xwe nake, radibin niha jî dibêjim, „bapîrên Îtanyanan jî Tirk bûne“ û xiyarê xwe li ser serê herkesî dihejînin. Dîrokzanê Pîþeyê Haluk Tarcanê serêxwexwarî dibêje, „ li gor DNA yê hestîyên bapîrên Îtalyanan Elruskan û Tirkan hevdu digrin û hetta alfabeya wan jî alfabeya Tirkî ye“ û namûsa Îtalyanan tîne pênc qirûþên bi qul. De îcar bila Berlûsconî û De Alema li namûsa xwe xwedî derkevin de….

 

Hikoyê Licî

 

08/07/06- Çapemenîya Tirk niha giranîya xwe dane ser Hîkmet Çetînê Licî û antîpropoganda wî dikin. Xwedêgiravî dibêjin Amerîka dixwaze ku Hîkmet Çetîn bibe Serokkomarê Tirkiyê û di vî warî de zorî daye hikûmeta Erdogan. Nivîskarê Tirko Mehmet Arîf Emre lêkolînek li ser koka Hîkmet Çetîn kiriye û dibêje, “malbata wî ne Tirk in, ne Kurd in û ne jî misilman in.Ew di dema xwe de ji aliyê Îranê hatine û piþtre bûne misilman” û filan û bêvan. Herweha tê gotin ku dewlemendê Kurd Halîs Toprak û hinek sermayedarên Tirk jî piþtgirîya Hikoyê Licî dikin û dixwazin ku ew bibe Serokkomar. De ser xêrê be û xwedê qiwetê bide Hikoyê me. Belkî hema Kurdên reben karibin ji xwe re li Licê febrîqeyên toz û mozê vekin û çeng gramek bigihê Lotikxanê jî..Ma kî zane?

Îsotê ew har kir

08/07/06- Li bajarê Ruhayê Cûma Suzelê 65 salî ev sê salin ji xwe re li jinekê digere lê kes mala xwe nabe mîratê û doxîna wî venake. Suzel tam sê salin hema bêje her roj diçe cem Walîyê Ruhayê û doza jinekê lê dike. Dibêjin Walîyê Ruhayê jiber Cûma efendî daye kerambera û nema wêre here meqamê xwe. Xwedêgiravî walî ji hevalekî xwe re bi dizî gotiye, “Kuro ez ditirsim ev kalê har rojekê bazde ser min û zarokên min heyran, ez rabim piþtî vî temenî doxîna xwe jê re vekim çi bikim!” Kalo jî gotiye, “Hema bi serê Îbrahîm Pêxember, heta ez baznedim ser hinekan ez ji devê deryê walî neçûm!” û gopalê xwe li erdê xistiye.. Xuyaye rebeno hingî îsota tûj xwariye nema kare bi xwe û êrîþî derûdorê dike..De xwedê keçek çardesalî bike qismetê te heyran ma em çî din bêjin...

Þêx Abdalla serê xwar

08/07/06- Serokê eþîretek ji ê Somalî Þêx Abdalla Alî biryar û fetwa da ku heçê li Somalî nimêj neke bê kujtin û goþtê wî/wê bi saxî bê birajtin. Þêx Abdalla dibêje, ”her kesê nimêj neke minafiqe û þerîet emrê kujtina wî dide”. Dibêjin li ser fetwa Abdalla efendî, însan û heywanên Somalî dest bi revê kirine û ji Somalî koç dikin. Xwedê me ji þêxên wek Abdalla bistirîne rebbî..Esas divê Þêx Abdalla li Tirkiyê bûya ku serê Tirkan yeko yeko bibiriya belkî hema xêra wî bighaya me Kurdan jî..Ma tu li Somalîyê çi dikî þêxo?

”Herin li Tirkiyê kêfa belaþ bikin!”

 

 Rozê 17/0706 Londra- Rojnameya naskirî The Observerê li ser navê Komeleya Tur Operatorê daxuyaniyeke balkêþ daye. Di daxuyaniyê de bi rêz û tertîp wilo hatiye nivîsandin: ”Herin li Tirkiyê li Kûþadasi û Alanyayê kêfa belek, belaþ bikin! Kêf û eþqa hefteyekê tev li balefirê, hotelê û xwarin û vexwarinê bi 250 wereqê tirkî ye.” Gerîla Rozê, li ser daxwaza midîrê Lotikxaneyê rêzdar Lotikxan, ji bo xwendevanan, ji serokê komeleyê Mehmet Satilmiþ û cîgira wî Kerstînê pirsî: ”Ma gelo ramûsan û tevgera nav livînan jî tê de heye?” M.Satilmiþ: ”Helbet xanim, helbet heye, lê çênedibû ku me di rojnameyê de tiþtekî wilo bida nivîsandin!”De herênê ha! Lê hay ji xwe bikin ku hin jî li we…

Zîdane Fîdel Kastro da ber poþan

Jin jî karin bifirin!

Þermîn Berwarî-17/07/06- Kurdistan-  Xuyaye derhêner û lîztikvanên sînemaya Kurdî her ku diçe zêdetir dibin û ev jî ciyê þanazî û dilxweþîyê ye.Dibêjin niha jî keça Kurd Þîrîn Cîhanî derketiye hola þerê sînemayê û dixwaze îspat bike ku ne tenê Bahman Gobadî lê herweha “Jin jî Karin Bifirin” û flîman bikþînin. Þîrîn Cîhanî dest bi kiþandina flîmê bi navê “Stêrk bi roj bêreng in” kiriye, lê mixabin nabêje bê jibo çi bêreng in! Helbet yan ew stêrk vemirîne û yan jî ketine xewa þîrîn û razane. Îcar xuyaye derhênerê binavûdeng Bahman Gobadî kûsîyan difirîne û hespan serxweþ dike, lê Þîrîn Cîhanî jî berê xwe daye asîmanan û stêrk, hîv û roj jê re bûye meraq. Hinek jî dibêjin, “nebe ev xanim bibe astronot?” Îcar, em hêvîdarin ku wê xanim Þîrîn Cîhanî di karê xwe de serketî be û di salên pêþ de jî berê xwe bide Mars û Tîtanîkê....

Oyyy Nazê Nazê Nazê!

Erdeþêr Zebarî-17/07/06- Hewlêr- Wek hûn zanin, li kîjan sîyasetmedar û hunermendî teng bikeve te nerî ku berê xwe da Hewlêrê û dest bi lotikan kir. Yanî; zirne jî di bêrîka wan de ye û dahol jî. Li gor rewþê li zirne û dahola xwe dixin. Îcar, piþtî gellek hunermendan niha jî hunermenda xoþewîst Nazê ji Danîmarkayê hatiye Hewlêrê. Dibêjin CD û kasetên wê di tûrikê wê de ne û dixwaze wan li Hewlêrê wek dîyarî belav bike. Lê ma heyran! CD yên te Kurmancî ne, ma wê Soranekan jê fêmbikin gelo? Hema te jibo xatirê wan stranek jî bi Soranî bigota ha xwedê zê razî! Ma Kurmancî jî zimane? Hunermendno! Sîyasetmedarno! Ji kerema xwe carek din gava we serdana Kurdistana azadekan kir, Soranî fêr bibin û piþtre alîkarîyê bixwazin...Mafî tiþtên belaþ xeyo!

Ji Mam Celal pirsîne!...

 

 Karûþo 16/07/06 Hewlêr- Wek tê zanîn, çendeyeke berê Meshûd Barzanî ji misilmanê xuyayî Þêx Mihemmed Þakelî re gotibû “kurd ne bi darê zorê, bi dilê xwe bûne misilman û hetanî ku ji dest wan hatiye dînê îslamê paraztine...” Îcar li kolanên Hewlêrê tê xeberdan ku ew gotinên Barzanî, ji Mam Celal pirsîne û wî jî gotiye ”kaka, bo çî hûn ji taktîkekan fehm nakenewa? Ma min bi dilê xom li Bexdeyekanim? Na. Ma bi dilî gelekemane ko bi teresekanî erebekan re dijîtewa? Na. Kaka bi telaqekeman min nefret ji Erebekan dîkem; belam çî bîkem kaka, ji mecbûrekan min li parlementokanê ew ew segbawekan dadiniþim! Babekem, cenabî Meshûd jî ew taktîkekem bi karaniyewa! Eva saleka ko be kak Meshûd ra dixwim û vedixwima. Îcar kaka pir normala ko tesîrekem le cenabî ew bûba û carcarekan wek min lê dêtewa, weh, jê bigerin kaka can!”

Ya starrrrr!

Cemþîd Heranî-16/07/06- Deþta Heranê- Lao me digot qey Ruhayî derewan nakin haa! Lê bavê min, derew dibin lê derewên bi vî awayî jî dûrî aqila ye lo! Perwerdekarê Zanîngeha Ruhayê Beþê Bijîþkîyê Prof.Dr.Abdurrahîm Koçyigît dibêje, “heçê ku di nava 3-4 rojan de gramek fisteqên Ruhayê bixwe, wê 7-10 salan emrê (temenê) wan dirêj bibe” û propaganda fisteqên Ruhayê dike. Xwedêgiravî ewî li li ser 30 kesî ceribandina fisteqan kiriye û dîtiye ku di nava sê hefteyan de temenê wan dirêjtir bûye. Lê ciwamêr nabêje ka çend seet û çend deqîqan temenê wan dirêjtir bûye. Ê lao bi Xwedê, me zanîbû ku heçê îsotên Ruhayê bixwin namrin lê me nizanîbû ku fisteqên Ruhayê jî dermanê emirdirêjî û bejindirêjîyê ne haaa! Ya starrrrr!!!

Îsot çû eroîn hat

Rojîn Beravî-16/07/06- Ruha- Bajarê Ruhayê bi îsotên xwe ên wek êgir tûj meþhûrin. Lê xuyaye nifþên nûhatî êdî hew li kultura îsotê xwedî derdikevin û berê xwa dane kulturek din, kultura Afganîstanê. Çi ye kultura Afganîstanê? Helbet kultura eroîn û çandina wê ye! Xortê bi navê H.F ê 18 salî erdekî (zevîyekê) kirê dike (îcare digre) û di nav wî erdî de tam 7 milyon bizrê eroînê diçîne. Lê xuyaye hinek xêrnexwazên wî radibin lê hildidin û rebeno tê girtin. Îcar dibêjin dosya îsotê li Ruhayê hatiye girtin û dosya eroînê li herêmê tê vekirin. Dibêjin H.F ji polîs re gotiye, „yaho ma ha îsota Ruhayê û ha eroîn ma ferq çiye? Ew jî tûje û ew jî tûje bavê min!“ Di eslê xwe de herdû jî tûjin, tenê ferqek wan heye. Yek sore û yek spî ye...

Tirkan îfada heval Îbo girtin

Repo -15/07/06- Dadgeha þaxê Beþîktaþ a Stenbolê bi guhê Îbo girt û kiþand îfadê. Dibêjin hakim ji Îbo pirsîye: Kuro wextê te di “Mafya Saûna” de kar dikir, te çend qirûþ dane PKK? Ewî jî bi kelegirî bersivandiye, “hakim beg, ez bi îsotên Ruhayê sûnd dixwim ku min qirûþek jî nedaye hevalan” û hêsrên wî wek libên baranê bariyane. Îcar lao, hema te gotiba min da û min qenc kir ma wê serê te jêkiribana! Ji dêvla tu perên xwe didî çeteyên Saûna û Serþokê, ma te bida hemþeriyên xwe ne çêtirbû xirpo!

Evren derpî dagirt

Sîpan Nas-15/07/06- Ankara- Kevnegeneral û dijminê Kurdan Kenan Evrenê Arnawût nexweþ ket û wî rakirin nexweþxana eskerî a dewleta kûr a Tirkiyê. Xizmetkara malbatê Evren Sînem Demîr ji peyamnêrê me re got, „offff, ez bi vî bêbavî re ketime belayê ha..Her roja xwedê wê bi xwe de birî (gû ke) û derpîyê xwe bavêje hewþê. Îþ û karê min nemaye ji topkirina derpîyê wî pêve. De hilî,de hilî, ev bêbav ne dimre û ne dimîne“ û rastîya nexweþîya wî eþkere kir. Dibêjin Kenan Evren bi êþa mirîþkan ketiye û gunehê Kurdan jê re nemaye. Ew niha li kêleka Bulent Ecevît di heman nexweþxanê de tir û fisan dike….

Êþa derzîyê girane

Hecî Emîn Tek-Konya-15/07/06- Werin cê ecêba kesanedî. Li Tirkiyê bajarê Konyayê zilamê bi navê Mehmet Baþar raserî êrîþekê tê û bi kêrê ji þeþ ciyê xwe brîndar dibe. Radibe jina wî telefonî ambûlansê dike û ambûlans tê. Lê dikin û nakin Mehmet Baþar efendî naxwaze biçe nexweþxanê û dibêje, “ez ji derziyê ditirsim, êþa derziyê ji êþa kêran xirabtire” û xwe li erdê digevizîne, dike ax û wax. De îcar ev ne ehmeqî be lê çi ye? Mêrik þeþ kêr lêketine, di nava xwînê de maye lê ji êþa derzîyê ditirse. Qey birastî jî însan aqlê xwe dixwin bavooo....

 

Susen Erkuþ devê Baykal tije kir
 

 

Hemo Rûto-14/07/06-Susen Xanim xwesitbû li dijî hovîtiya tirkan bipeyive û
biqîre, lê hêzên asayiþê û tirkên li wir hindik mabû wê bifetisînin. Wek rojnamevanê Lotikxanê min jê pirs kir: Ev heywanperestiya te ji ku tê? Susen : "Her ku ez cav li tirkan dikevim evîna min jibo heywanan zêdetir dibe. Eger li þûna tirkan ev welat tije heywan bana, dê fêda wan ji tirkan hezar qatî bêtir ba jibo insanan û dinyê. Erê destê xwe bidin ser wîjdanê xwe û bêjin. Ma kirina wan ji kirina heywanê herî hov ne xerabtir e?” Herweha wê got; ”hûn li derewên çapemeniya tirkan a qewad guhdarî mekin. Erê wan devê min girt lê wan nikarîbû binê min bigrin, min bi devê Baykal û devê hêzên asayiþê de m..... û tije kir." De xwedê biqasî ava deryakê bide Susen Erkuþ ancax têra  Deniz Balkal û dewleta tirk bike.

Dewletek û zimanek

Konê Reþ

Qehwe

Dermanzan Leyla Barîn-14/07/06- Li gor lêkolîna Zanîngeha Bîrmîngham a Brîtanî qehwe serê mirov dixebitîne û dihêle ku malzarên (hucre) mejî zindî bimînin. Dibêjin qehwe bi riya kofeîna di nava xwe de elektrîka di nava mejiyê însên de xurttir dike û nahêle reh û damarên mejî biþewitin.Li ser bextê Zanîngeha Bîrmînghamê û pisporên wê be, dibêjin xwedêgiravî heçê ku her rojê qehwê vexwe zû bi zû tiþtan jibîr nake û heta bimre jî wê wek beranekî bi qiloç li ser lingê xwe bimîne. Îcar xêr û guneh di stuyê pisporên Brîtanî de be, hûn bi a wan dikin hûn nakin hûn zanin....Ji me gotin....