|
Adil Duran Çend bûyer ji Dersimê |
Dilsotî Lotikxane
|
Têmûrê Xelîl Henek, laqirdî,pêkenîn |
Lezgîn Þêxo Smeîlê dîn-2
|
Hemo Rûto Nacî Kutlay verþiya
|
Lokman Polat Çima nivîskar pirtûkên hevdu naxwînin |
Senar Þahîn Mêranîya jinan û jinitîya mêran |
Aso Elîka Erdsêvk
|
|
Hindik û
rindik.....
|
Pamela serê xwe girêda
Þemal Amedî-01/08/06- Calîfornîa-Lîztikvana navdar Pamela Anderson û stranbêj Kîd Rock roja Þemîyê li Saînt Tropez mehra îmamê çaroxî avêrin ser hev û zewicîn. Em zanin, niha hûnê bêjin “yabo me serê me bi Pamela dêþe, zewicî zewicî ma ji me re çi!” Ê mal eve qurban! Ma emê behsa kê bikin? Em behsa hunermendên Kurd bikin, wê rabin serê xwe li dîwaran xin û bikin qarewar û bêjin, “aha we dît ne? Lotikxane fesadiya me dike!” û bibin dijminê me. Em behsa wan nekin xwe dixeyidînin.Em jî mane halekî heyirî loo! Ji xwe bi a femînîstên me be emê qet behsa jinan nekin û wan bi çarþef û kitan pêþkêþî xwendevanên xwe bikin. Ê zilam jî dixwazin di Lotikxanê de jinên spehî û xweþik bibînin! Em çi bikin da ka hûn bêjin? De a baþ emê lotikên xwe berdewam bikin û hema di ku re zirav bû bila di wir re biqete û hew, tevdîr......Rihayiyên me vê carê baþ kirin!
Rona Nisêbînî 31/07/06 Riha- Doh bi þev li Rihayê li kolanekê piþtî ku çend xortan bi ser pêkerê Atatirk te mîztin û dû re jî bi keviran deverekî wî bêbavî sax nehiþtin, vê carê jî berê xwe dan xwendegeheke ku ala tirkan lê liba dibû û bi alê ve hilperikîn; al daxistin, þewitandin û reviyan. Aha karên wilo serbilind bikin, dev ji tekbîr û selewatên Erbêbav berdin û destên xwe li dijminahiya bi tirkan re vemalin. Bawer bikin heger misilmaniya ereb û tirkan û farisan tiþtekî baþ bûya, wê van ewrupiyên ku temamê tiþtên baþ ji xwe re birine misilmanî jî ji xwe re bibirna! Xestexana me jî heye!!
Alî Basrawî-31/07/06-Kobanê-Wekî xelkê em jî bûne xwedî eþûr û mal û þênî û xestexana me jî heye! Xem nîne ku xizmetî milet nabînê, xem nîne ku zarok jî bi pêgirtina dûpiþkan bimrin, xem nîne ku otomobîla xwe naþixule û karê xwe pêk naîne, ev temamî dijî destûra me ye....Ma dermanê dijî avisbûnê lê tineye??? Li gor gotina, her rengê vî dermanî lê heye lê hema dîsa jinên ducan li welatê me kêm nabin.. Ez dixwazim bêjim ev derman li dijî destûrê ye ..lê hema di bin silya plana aîlê (tenzîm al usraa) de tê belavkirin.Qanûn û destûr wekî lastîk e, ti kuda kaþkî wêda dere. Gelo ma diktorên bêsînor nikarin xwe bighênin sînorên me? Yan jî diktorên bêsînor, diktorên sînorên wan ta Kobanê, li hemu cîhanê xestexanên xwe hene çima li cem me tinebin? Þikur ya rebî xestexana me jî heye.... Mêrên birçî ji jinên qelew hezdikin
Hebeþ Kal-31/07/06-Brîtanya-Li ser bextê Ingilîzan be, dibêjin pisporên Ingilîz lêkolînek çêkirine û di lêkolînê de derketiye holê ku gava mêr birçî dibin jinên qelew balkêþtir dibînin û li ber çavên wan dibin wek horîyên buhuþtê. Lêkolîna ku di kovara “The Brîtîsh Journal of Psychîatry” de hatiye weþandin eþkere dike ku birçîbûn bandorekê li ser xwesteka zayendî (cinsî) dike û di vê xwesteka zayendî de jinên qelew ji mêran re balkêþtir tên. Doktorê Zanîngeha Newcastle Martîne Tovêe dibêje, “ev lêkolîn eþkere dike bê psîkolojî di beden û xwestekên meriv de çiqasî kare rolê bilîze”. Îcar heyran jinên Kurd! Hay ji mêrê xwe hebin û wan birçî nehêlin, heger birçî man allahwekîl wê çavên xwe berdin jinên xweþik û qelew û hûnê li ber çavên wan bibin wek teniya binê beroþê haa! Zikê birçî malwêranî ye, îcar hûn zanin....Ji me gotin li we biryar..... Ecelê bizinê hatiye
Bengîn Elegez-31/07/06-Moskow- Serokê dewleta Venezuelayê Hugo Çavez berî demekê hatibû Rûsyayê û bi Pûtîn re vodkaya Gorbaçov vexwaribû û lihevhatina kirîna çekên Rûsî îmzekiribû.Çavez wek hercar zimandirêjîya Amerîkayê kir û xwe ji Pûtîn re kir þîr û þekir. Piþtre berê xwe da Îranê cem destebrakê xwe Ahmedînejad û li wir jî þerbeta Îranî vexwar û dîsa serxweþ bû. Îcar bi bandora þerbetê zimanê wî buhustekê dirêjtir bû û dîsa êrîþî Amerîka û Îsraîlê kir. Xuyaye wek mesela bizinê ecelê wî hatiye û laþê wî duxre. Hingî Fîdel Castroyê jihevdeketî wî pif dide, ketiye çav xwe û dibêje qey ew “Rustemê Zal” e û ewê kes nikaribe pê. De heta serê Serok Bush vala bibe û li te bê xezebê keroooo....Ma bi tirtir û virvirê ye.... Ev jî lê digere ku ji hindur ve koka kurdan bîne!
Rona Nisêbînî 30/07/06 Ankara- Serokê DYPa ku bi deh hezaran kurd kujtin, bi milyonan koçber kirin, ji xizaniyê kurd li aziyê sekinandin û her bajarekî Kurdistanê kir wek nîv kerxaneyekê Mehmet Agarê teres, di dêlindêza ”geber”bûna Bînbaþî Adîl Karagoz de berê xwe da bêbavên dewletê, li kurdên bi dû xwe de nerî û got: ”Dewlet baba, dev ji operasyonên li derveyî sînoran berde û li hindurê vegere!…”Ew dijminê riknê miletê kurd wilo di kurdan de dibe û piraniya kurdên Xerpêtê jî rayên xwe didênê û wî berdidin ser xwe. Qey bi rastî ew teoriya psîkologê ku digot ”tiþtê ku mirov jê hez dike, di dawiyê de serguherî seksê dibe” rast e. Xuyaye psîkolog rast gotiye. Aha dohna pêr bû ku li Amedê kurdan bi mitînga li dijî Israîlê Erbakan berdan ser xwe! Û li Sêrtê jî Erdogan! De hema wan berdin ser xwe ka bê wê di kur e derkeve! Ronaldîno, dîno mîno
Antonîo Vega-30/07/06- Brezîlya-Fûlbolvanê Brazîlî ê spehî û binavûdeng Ronaldîno biryar da ku mankena Fransî Alexandra Paressant bide dadgehê. Di pêþbirka navnetewî a Fûtbolê de Alexandra gotibû, „wîîîîî, kuro mane herþev ev Ronaldînoyê dînik dihat di nav doþeka min de bi fûtbolê dilîzt, ma hûn nabêjin bê çima ji taqat de ketiye û sewsî bûye!“ û moralê Ronaldîno dîno mîno kiribû wek gû. Li ser van gotinên Alexandra Ronaldîno nema karîbû derkeve nava civatê û serê xwe bera ber xwe dida. Lê xuyaye niha mêranîya wî hatiyê û dibêje, „kuro evê bêbavê ez rezîl û riswa kirim hahooo! Ma ezê vê tirê ji vê porkurê re bihêlim, de ka bisekinin!“ û serî li parêzerê xwe xistiye. De emê binerin bê wê xwedê bide diya kê ji wana….. Ma mehek
Dîyar Baban-30/07/06- Mahabad-Pênc endamên Konseya Ewlekarîya Yekîtîya Milletan jibo rawestandina dewlemendkirina programa ûranyûmê hetanî 31 ê Tebaxê (meha 8) mohlet da Îranê. Heger Îran hetanî vê mohletê bi a konseyê neke ewê ambargoyên cûrbecûr li ser Îranê bên danîn. Hetta dikare þerekî germ û kelandî jî bê lidarxistin. Lê Mahmûd Ehmedînejad dev ji serhiþkîya xwe bernade û dibêje, “weylaw! Ma ezê ji van kafiran bitirsim? Kuro ma heta go ez saxbin ma ev kafir-mafir karin bêjin sîya te xware kuro!” û gef û zirtên xwe dike. De hêvîya me Þêx Evdilqadirê Geylanî û Melayîketên Xwedê go di sibeha 31 ê Tebaxê de dengê bombe û fûzeyên Amerîkî li seranserê Îranê belav bibin û hew....Amînnnnnn.. Pêþketina li Colemêrgê
Cembelî-29/07/06- Colemêrg-Wer xuyaye li bajarê Colemêrgê di warê civakî de pêþketinên mezin çêbûne. Keç û xortên Colemêrgî di van guhertinan de rola xwe dilîzin û civaka derûdorê jî xwe li bayê globalîzmê digrin. Keçên ku berê nikarîbûn tev li çalakîyên civakî bibin û malbatên wan destûr nedidan wan, îro bi serbestî dikarin têkevin nav çalakîyên civakî û di dibistan û xwendina xwe de biserketî ne.Yek ji van çalayîkan jî qursa tembûrê ye. Di vê qursê de ji xortan bêhtir keç beþdarî fêrbûna lêdana tembûrê dibin û zîrektir derdikevin. Heta niha 28 kes beþdarî vê qursa ku wê sê mehan bajo bûne û ji alî mamosteyê xwe ve tên pesinandin. Keça bi navê Gulcan Koç dibêje, “berê malbatên me rê nedidan ku em beþdarî çalayîyên civakî bibin. Lê bi pêþketina perwerdeyê re êdî ew rê didin ku keçên wan di civakê de rolekî bilîzin û beþdar bibin. Em bi riya vê qursa tembûrê dixwazin derfetekê bidestxin û konservatuarê bixwînin”. Heyran her bijî ji we Colemêrgîyan re.. Civak bi beþdarbûna jinê ve tê guhertin. Lê em hêvîdarin ku ev perwerde û guhertinên civakî nebin sedema asîmîlasyona zimanê Kurdî û keç û xortên me xwe wenda nekin.... Xebera xêrê hat
Nazenîn Dilþa-29/07/06- Amed-Xuyaye duayên nivîskarê me Xelefê Torî qebilîn. Îranîyên ku dixwazin herin alîkarîya Filistînîyan bikin berê xwe dane Tirkiyê, wê ji vir derbasî Sûriyê bibin û herin bi Îsraîlê re cîhadê bikin. Li gor agahdarîyên ku ketine destê me 250 Îranîyên fanatîk û serêxwexwarî hatine sînorê Tirkiyê da ku derbasî Sûriyê bibin û herin Lubnanê þerê Îsraîlê bikin. Herçiqasî rayedarên Îranê digotin “em esker naþînin Lubnanê lê kesên bi dil bixwazin herin em riya wan nagrin” jî lê xuyaye ev bi þêwirmendîya rayedarên Îranê pêk tê. Îcar xuyaye duayên nivîskarê me Xelefê Torî diqebilin û Îranî berê xwe didin riya çûn û nehatê. De a bi xêr..Em hêvîdarin ku wê Amerîka û Serok Bush li ser vê bûyerê bêdeng nemînin û ew jî bi paraþûtan Ramboyên xwe biþînin Îranê..De yalla, ya allah ya û Xwedê... Seyda hewarêêêêêêê!
”Ger
dê hebûya me itîfaqek, vêk ra bikira me inqiyadek Li Hewlêr pêk hat ew tifaqa te, lê itibar nekirin bi kurmanciya te Me îro heye ew dîn û dewlet, lê ka ziman da bikim pê ilm û hikmet? Seydayê Xanî ez xulam, kurmancên te û soranan a xwe li kurmanciya te kirine yek û ew hinera zimanê te, li dijî soraniyê wek remza ilet û ziletê li qelemê dane, hahoooooooooo! Mele Emînê Botî Cerdevanan li dewletê qeliband
Rojda Aydin-28/07/06- Stenbol-Cerdevanên Kurd ên dewleta Tirko di sala 1984an de Kurdê bi navê Mêhdî Bîlgîn kujtibûn û ketibûn xwîna qewmê xwe. Kuro Bîlgîn Îhsan Bîlgîn jî radibe serî li Dadhema Mafê Mirovan dixe û dozê li dewletê vedike. DMM jî di van rojan de doza wî bi encam kir û dewleta Tirk bi 47 hezar euro ceza kir. Îcar werin û li qîjewîja çapemenîya Tirk binerin û têr bikenin. Dibêjin, “anasini satayim ma Kurd degîldir! Hem dewletîn ekmegînî yîyor hem de jî dewlete ceza yagdiriyor” û vedirþin. Îcar bi Xwedê heger rêxistin û partîyên me biaqil bûna, wê di nava van cerdevanan de xwe bihûnana û bi van cezayên DMM wê tir ji dewleta Tirko berdana haaa...Ha cerdevanno haaaa, bidin bin dûvê dewletê heyran..... Reva pisîkê heta dawîya kadînê ye
Ceng Ço-28/07/06- Taylan-Heger bê bîra we, di sala 2000 î de li Taylandê rêxistina gerîlla a bi navê “Artêþa Xwedê” êrîþî ser nexweþxaneyê kiribûn û bi vê çalakîya xwe navê xwe belav kirbûn. Serokên vê rêxistine du cêwîkên 12 salî Johnny û Luther bûn. Van herdu cêwîkan nerîn ku tu xêr di wan de tune û bi kêrî serokatî merokatîyê nayên, îcar niha Luther wek pisîka tirsonek di kampa penaberan de xwe vediþêre û Johnny jî mêranî anî xwe û xwe radestî hêzên dewletê kir. Johnnyê ku niha 18 salî ye dibêje, “erê kuro em du zarokên beredayî bûn, lê evan ehmeqên din çawa dan dû du zarokan û bûn neferên “Artêþa Xwedê” looo! Pekkkk, me digot qey em bêaqilin lê ên ji me bêaqiltir jî hene bavo!” û poþmanîya xwe tîne zimên. Îcar heyran bi namûs di dinyayê de bêaqil û zirdêhn pir in heta hûn bêjin bessssss! |
Kalo “Vîagra” xwest!!!
Serdar Torî-01/08/06-Mêrdîn- Xwedê kesî nexurifîne yan jî li kesî raneke ya rebbî! Li Mêrdînê gundê Midyadê, kalê me ê Birehîm Acarê 92 salî doza jinekê û kîsikek hebên Vîagrayê li walîyê Mêrdînê kir. Walî Mehmet Kiliçlar him mat ma û him jî têra xwe pê keniya û kalo jî serê me li ber Tirkan tewand. Kalo jiber ku bi Tirkî nizanîbû bi Kurdî ji wekîlê AKPê ê Mêrdînê Suleyman Dag re derdê xwe got û wekîl jî derd û kulên wî ber pêyî walî efendî kirinin. Piþtî daxwaza kalo, walî gotiye, „kalo! Piþtî vî emrî tê çi bikî ji jinê?“ Kalo jî keniyaye û gotiye, „pekkkkk, ma çi di emrê min de heye lo! Haa, û dibêjin hebên Vîagra jî hene, ji kerema xwe gava we jinek ji min re dît ji wan heban jî peyda bikin, ez bê jin mirim looo!“ û daye navê. De îcar yabo em ê niha çi ji xelkê re bêjin hii ihi? Wê Tirk henekên xwe bi me bikin û bêjin, „ de binerin, Kurd zû ji mêranî dikevin û dest bi hebên Vîagrayê dikin“ û serê me bera ber me bidin. Nizanin ku heta mewîj û trîyê Mêrdînê hebe Kurd ji mêranî nakevin. Ax kalo ax, te çi kir!…. Hay ji qelewbûnê hebin! |
Leyla û Mecnûn
Girdoyê Stlîlî - 01/08/06 Riha- Ha ji we re Leyla û Mecnûnek hevdem. Nivîskarên ku bixwazin romanek evînî binivîsînin bila lêkolînek baþ li ser Zekî Gezîcî û Leyla Gezîcî bikin û dest bi romana xwe bikin. Heger romana wan xelat negirt em ê bibin kefîl! Zekî Gezîcî li bajarê Rihayê ji ber sûcekî dikeve girtîgehê û wî radikin girtîxana Sêrtê. Xanima wî Leyla Gezîcî jî hingî ku jê hez dike radibe bi çeplên herçar zarokên xwe digre, diçe Sêrtê ber devê derîyê girtîgehê konê xwe vedigre û li bendî azadîya mêrê xwe dimîne. Leyla xanim dibêje, „ez pir ji mêrê xwe hez dikim, ew her tiþtê min e, heta mirinê jî ez ê li vir li bendî wî bim“ û tûtina qaçax dipêçe û dikþîne ser kezeba xwe. De ji xwe re li wê û li a xwe binerin? Ma jinên me ên ku xwe hevdem û xwenda dibînin karin bi vî hawayî li bendî mêrê xwe bimînin gelo? Ez bi xwe bawer nakim! Bi wî rebê banî dikim ku a min jî wilo baya, min ê hefsarek di stuyê xwe xista û hevsar herwiha têxista destê wê! Wergerê me jî çêbû!
Rojda Aydin-31/07/06-Stenbol-Cara yekemîne ku li Tirkiyê Bîroya Wergêra Kurdî vedibe. Mehdî Tanrikûlûyê Amedî, li taxa Ûnkapani bîroyek bi navê „Wergerîya Kurdî“ vekiriye û xizmeta wergerandina Kurdî-Tirkî dike.Mehdî Tanrikûlû wergêrekî sûndxwarî ye û dikare her zaraveyê Kurdî wergerîne Tirkî.Tanrikûlû dibêje, „daxwazek mezin jibo wergera zimanê Kurdî-Tirkî heye, gellek kes û saziyên fermî dikevin dorê“ û kêfxweþîya xwe tîne zimên. Li ser tabelaya bîroya wî „Wergerîya Kurdî ya Sondxwarî“ hatiye nivîsandin û xuyaye Mêhdî Tanrikûlû kar û xizmetekê baþ dike. Tanrikûlû niha bi 10 noteran re dixebite û bi piranî Kurdên ku bi Tirkî nizanin tên cem wî derdê xwe derman dikin. Hûn zanin bê min çima ev nivîs nivîsand? Bi salane evqas partî û saziyên me ên „tirtire“ hene lê nefikirîne, nikarîbûn yan nexwestine wek Mêhdî Tanrikûlû bîroyên wergera zimanê Kurdî vekin û xizmetekê ji zimanê Kurdî re bikin..Ma ev ne qebhetek mezin û þermek kesanedî ye!? Bijî kekê Mêhdî…Ne bi qarewar û zirtên vala ye bavê min, emel lazime emel….. Xwe ji tîrêjên rojê biparêzin
Leyla Barîn- 31/07/06- Rêxistina Tenduristîya Cîhanê ragihand ku hersalê 60 hezar mirov jiber tîrêjên rojê û kansera ku jê çêdibe dimrin. Li gor ragihandina RTC ji vî 60 hezarî 48 hezar kes jiber kansera bi navê malîn melanoma û ên mayî jî jiber cûreyên din ên kansera çerm dimrin. Hat ragihandin ku ji sedî 90 ê van cûreyên kanserê jî ji germa tîrêjên rojê çêdibin. Li gor rapora rêxistinê, herweha tîrêjên rojê dibe sedema qermiçîna çermê însên, korbûn û gellek nexweþîyên din. Pispor dibêjin ku, “raste, hewcedarîya me bi germê û tîrêjên rojê heye lê germa zêde xetera mirinê bi xwe re tîne”û bala mirov dikþînin. Dîrektorê RTC Dr.Marîa Neîra dibêje ku, “tîrêjên UV (ultravîolet) jibo çêbûna wîtamîna D pêwiste, bi taybet wîtamîn D di mezinbûn û þikilgirtina hestîyên zarokan de rolek sereke dilîze, lê bi þertê ku sînorê germîya UV ê bê zanîn” û dîsa balê dikþîne ser baþî û xeterîya tîrêjên rojê. Îcar heyran, em wek dermanzanên Lotikxanê bala we dikþînin ser van baþî û xeterîyan..Hûn bi a me dikin hûn nakin bi tehtel erda we kiriye..Xêr û guneh di stuyê we de be.... Zirt û virt...
Ahmed Beyan-31/07/06-Ankara- Serokwezîr Erdogan beþdarî lêkolînên li ser projeya Marmarayê bû û pirsên rojnamevanan bersivand. Li ser pirsa alozîyên Rojhilata Navîn Erdogan got, “Tirkiye nikare çavên xwe ji bûyerên herêmê re bigre, em dewletek mezinin û divê em mezinbûna xwe nîþan bidin. Tirkiyê di dîroka xwe de çavê xwe ji bûyeran re negirtiye, heger em wek temaþevan bimînin wî çaxî çima em sîyasetê dikin” û wekî din. Lê xuyaye Erdogan tiþtekî jibîr dike. Îsraîl ne Yûnan e û þerê Lubnanê jî ne þerê Kibrisê ye. Tirk bawerin ku ewê wek Kibrisê hema têkevin erd û xaka xelkê û wê ev ji wan re bimîne. Ferza Yûnan bêhêz û tirsonek derket, ma hûn bawerin wê Amerîka û Îsraîl jî bêdeng bimînin Erdogan efendî! De ka bêdeng nemîne em qumaþê te bibînin loooo....
Li gora anketan, ên me jî….
Rozê 30/07/06 Londra – Piþtî anketa kovara The British Journal of Psychiatrya, vê carê jî kurdên baþûrê Kurdistanê di nav jin û mêrên kurdan de anketek kirin. D i anketa The British Journal of Psychiatry de, piraniya mêrên ingilîzên feqîr û birçî, ji jinên qelew hez kiribûn. Lê di anketa kurdên me de tiþtekî ecêb derketiye holê. Li gora anketa ên me, piraniya jinan, mîna Nesrîn Berwariya ku di demekê de bûbû jina el erebekî qelew, ji mêrên qelew û piraniya mêran jî mîna wezîrê pêþmergeyan Hemîd Efendiyê mêrê çar jinan ku dil dabû keçika çavþîn, 19 salî û lê digeriya ku bi haweyekî jina xwe a çaran berda, da bi qudreta çavþînkê jî hilperikiya, ji jinên çavþîn, bejinçinar û gîtirgewr û boz hez dikin. Jîr Dilovan da bin asîmîlasyonê
30/07/06- Nîvîskar û mamostê zimanê Kurdî Jîr DILOVAN bi pirtûka xwe a nuh lotikek baþ li dewleta Tirk û asîmîlasyona wê xist û xezîna ziman û çanda Kurdî dewlemendtir kir. Pirtûka Jîr DILOVAN a ku ji helbestên fabl tê holê, ji aliyê þaredariya Sûrê Ya Amedê ve hat çapkirin û li Bakurê Kurdistanê, li zarokên Kurd hat belavkirin. Jîr DILOVAN di vê pirtûkê de, çîrokên gelê Kurd ên ku ji kûraya dîrokê tên û nirxên hezar salan digirin nava xwe, bi awayek helbestî nivîsîne û ji zarokan re kirine diyarî. Di pirtûkê de 17 helbestên ku ji 17 çîrokan pêk tên, pend, þîret û qewêtiyên kalikên me yên beriya hezar salan, radigihîne nifþên nû.Pirtûk bi dîroka fablên Kurdî û pêþgotina nivîskar dest pê dike û ji 67 rûpelan tê hole. Wek me berê jî gotibû, kar û xizmeta baþ hêjayî pesinandinê ye. Xwedê xêra te qebûl bike Mamoste..... Bajo qurban bajo
Abdullah Kerîm-30/07/06-Necef-Serokê Civata Þoreþa Îslamî Ebdulezîz El-Hekîm di civîna bîranîna brayê xwe Mihemmed Baqir El-Hekîm de li bajarê Necefê got, “li herêmên naverast û baþûrê Iraqê hewcedarîya me bi federasyonê heye. Binerin bê Kurd çi biaqil derketin, ma wek me Þîeyan bêaqilin! Ciwamêran federasyona xwe lidarxistine û berê xwe dane serxwebûnê. Kuro ma niha em Þîe bi kêrî çi tên lo!” û doza federasyonê li Þîeyên Iraqê kir. Wey dengê te here xwedê ya El-Hekîm! Hûn dixwazin federasyonê lidarxin? Aha ji we re Kurd! Hûn dixwazin biaqil bibin? Aha ji we re Kurd! Kuro ma heta hûn ji bin per û baskê Hamaneyê rîhdirêj dernekevin hûn kengî biaqil dibin babaaaaa! Bîkînî mabû ew jî derket
Leyla Barîn-29/07/06- Her ku diçe tiþtên kesanedî derdikevin piyasê û teknîka pêþketî wilo dike ku êdî mirov bibin hêsîrê wê û pêve bên girêdan. Helbet pêþketin baþe, ma ji pêþketin û guhertinê xweþtir heye qey! Binerin niha jî bîkînîyên biaqil derketine piyasê û êdî bila tirsa we ji avjenî (melevanî-sobanî) û þewata germa havînê nemîne.Bîkînî ketiye 60 salîya xwe. Jiber vê minasebetê jî bîkînîyên biaqil derketine piyasê. Ev bîkînî li gor lêkolîna kanserê hatiye amadekirin. Bîkînî germa tîrêjên rojê û ultravîyolê otomatîkî dipîve û bala xwedîyê xwe dikþîne. Bîkînî ji alî þîrketa SmartSwîmê ve hatiye çêkirin û dikare germa tîrêjên rojê ji 0-20an ji hev veqetîne. Bi vî awayî wê xwedîyê bikînî zanibin ka kîjan dereca germê jibo bedena wan baþe yan nebaþe. Dibêjin germa zêde û tîrêjên ultravîoletê kansera çerm çêdike. Lê ji Kurdan re çîrokên wilo virt û vala ne. Ji Ewrûpîyên ku wek pisîka pirtosekî nazik in re erê raste, lê ultravîolet li Kurdan tesîrê nake û hetta newêre xwe nêzîkî wan jî bike.Jiber ku derya (behr) li Kurdistanê nîne jixwe kes van bîkînîyan jî li xwe nake. Lê heger xelkên derûdora Gola Wanê van bîkînîyên biaqil bistînin em wê nizanin..... Welatê herî bextewar
Azad Herdem-29/07/06- Kopenhagen- Li gor lêkolîna pisporê Brîtanî ê Zanîngeha Leicester ê Adrîan Whîte, li dinyayê welatê herî bextewar Danîmarka û ê herî nebextewar jî Bûrûndî a Afrîkayê ye.Whîte lêkolîna xwe sipart çavkanîyên Yekîtîya Milletan û Rêxistina Tenduristîya Dinyayê. Li gor lêkolîna ku li ser 128 welatan hatiye çêkirin, bi dorê Danîmarka, Swîsre, Awûstûrya, Îzlanda û Bahama welatên herî bextewar û Komara Demokratîk a Kongo, Zîmbabwe û Bûrûndî jî welatên herî nexweþ û nebextewar derketin. Îcar heyran, jiber ku em Kurd hîna ji êþ, zilm û kujtinê xelas nebûne em nizanin ka Kurdistan wê di kîjan beþê jîyanê de cîh bistîne. Lê heger Kurdistan azad bû û welatek serbixwe û demokratîk ava bibe em bawerin wê bibe welatê herî bextewar ê dinyayê. De heta wî çaxî Xwedê kerîm û rehîm e..Helbet wê rojekê feleka bêbext berê bextewarîyê bide me jî...... Rovî dixwaze þêr bixapîne
Ahmed Beyan-28/07/06- Ankara-Rayedarên dewleta Tirk di derbarê êrîþkirin û dagîrkirina Kurdistana azad de li xwe mane halekî heyirî û her roj li plan û projeyên nuh, li dek û dolabên xapînok digerin. Piþtî ku rayedarên Kurdistanê, hikûmeta Iraqê, Amerîka û Yekîtîya Ewrûpayê li dij Tirkan sekinîn û nerazîbûna xwe jibo dagîrkirina Kurdistanê nîþan dan, Tirk ketin nav lêgerînek din û niha jî dest avêtine mesela NATO yê. Serokwezîr Erdogan bi tundî daxwaz dike ku NATO têkeve Kurdistanê da ku bi vê riyê eskerên Tirk li Kurdistanê bi cîh bike. Yanî; rovîyê Tirk dixwaze bi wî aqilê xwe ê biçûk þêrên Amerîkî û Ewrûpî bixapîne û wan û Kurdan bîne ber hev. Lê þêrên Kurd, Amerîkî û Ewrûpî ji Lotikxanê re dibêjin, “hahahaha, ciyê rovî koxa mirîþkane bavê min, çi îþê rovî di nava þêran de heye” û lotikên xweþ li rovîyê Tirk dixin. NATOyê jî lotika xwe li Tirkan xist, ka em binerin bê ewê li kîjan fen û fûtên din bigerin.... Rabe û rûnê ji msn ê re dua bike ya hecî!
Polat Erdem-28/07/06- Îzmîr-Hecî Nîyazî Yildirim ê 64 salî, bavê 8 zarok û 14 torinan li bajarê Izmîrê bi riya msn ê ji xwe re jinek wek gulekê (20 salan jê biçûktir) dît û bi miradê xwe þa bû. Berî pênc mehan xanima Hecî efendî diçe ser dilovanîya xwe û dimre. Hecîyê xwenegirtî jî hê ku þîna jina wî li erdê ye nema îdare dike û înternetê nasdike. Bi riya înternetê bi xweþîya msn ê dihise û dest bi tolazîyê dike. Di encama vê tolazîyê de jinikek 20 salan jê biçûktir dikeve xefik û kemîna wî û agirpêketya jinikê jî pê qaîl dibe û bi mehra îmamê çaroxî bi hevre dizewicin. Îcar jibo ku Hecî ji xwe re fitûyê derxe çi dibêje hûn zanin? Dibêje, “hecîbûna min nabe asteng ku ez di msn ê de ji xwe re li hevalan bigerim, min guneh nekiriye. Li gor min înternet jibo hecîyên wek min agirpêketî nîmeta Xwedê ye”. Û wek mûyekî xwe ji nav mêst dikþîne. Îcar heyran, bi þeref û namûs înternet nîmeta Xwedê ye ma derew e! Binerin bê hecîyên xelkê çi biaqil in....Ê me çi dikin? Incex ew jî bidin dû Kerbakan, Millî gorûþ û sextekarên weke wan.... Piþtî jin û mêrên seksî, vê carê jî terempêlên seksî!
Rozê -27/07/06 Londra – Kovara terempêlên ingilizî Top Gearê, merqa texsiya Fîat 500, di dinyayê de wek texsiya herî seksî hilbijart. Li gora kovarê her kes û kesa ku çiqasî çist be jî, ”gava xwe dide ser dîreksyona Fîat 500ê, mîna stêrikê spehî xuyanî dike!..” Îcar li sikakên Londrayê tê xeberdan ku fîrma ingilîzî, wê bi vê terempêlê dinyayek dolar ji þêx û miþayix û mehþûqên el erebên ziktelêr qezenc bike.Pêþniyara Lotikxaneyê jî, ji bilî serokekî piçekî qut î girover û yek jî girs, ji temamê serokên kurdan re ev e: ”Rêzdar serokino, bi haweyekî vê terempêlê ji xwe re bikirin, tu carî jê danekevin û herwiha li nav xelkê bigerin da hûn hinekî bên xwarin, heyran!” |
s© lotikxane 2006