Bavê Ronahî

Boqê Pîvazan

 

Lezgîn Þêxo

Jibo bîranîna xalê Mûsa û apê Ehmed

Î.Xelîl Sirûcî

Pirsgirêka zimên li Kurdistan

Hemo Rûto

Nasnama jor û jêr

Lokman Polat

Navên Tirsê

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Erê Mamosteyê hêja erê!

Aso Elîka

Arû

 

 

B.Omerî

Cudahiya li dijî cudahiyê

                                             

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

     

Selîm Acar

   Roja reþ û tarî

 

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Ma oportonîst û hew?

Gulnaza Torî-29/09/06-Parîs- Hunermenda Grêkî Dîamanda Galas ragihand ku ronakbîrên Tirkan oportonîst û tirrek in û qet bawerî bi wan nayê. Galas herweha dibêje ku heger þair û helbestvanên Kurd binase, ewê helbestên wan bikarbîne di qada navnetewî de bide naskirin.

   Lê xuyaye xanim Galas tiþtekî jibîr dike. Ronakbîrên Tirk ne tenê oportonîst, lê herweha hem Kemalîstin, hem zinêkarin, hem þeqþeqçî ne û hem jî dijminên Kurdan e. Keçê ma ji Tirkan ronakbîr derdikevin peppûkê? Ronakbîrê wan ê herî navdar Yalçin Kûçik e wa ew jî zilamê dewleta sererd û binerd derket keçko! A baþ carek din bêje, „ronakbîrên Tirk ji dola qantirê ne“ û hew….

"Ez bi tirrekan re seksê nakim!”

Rojda Aydin-29/09/06-Stenbol- Hûn zanin, ev Hulya Avþar xanimek pir zîrek û þareza ye. Zane xwe wek hinek kesan di rojevê de bihêle û her hefte tiþtên balkêþ bibêje û bibilîne. Berî niha gotibû, “heger Kurd bixwazin veqetin bila veqetin, kes nikare kesî bi zorê bigre bavo” û di çapemenîyê de bibû mijara heftê.

   Vê heftê jî dîsa xwe di rojevê de hiþt û di nivîsa xwe de got, “gelo zilamên ku li cem jina xwe pozê xwe tev didin, tir û fisan dikin, destê xwe dixin nav þeqê xwe û duxrînin, ev qehremanên ku gûyê têkilîyê derdixin çawa karin di nivînê de bi þehwet seksê bikin? Ez li ser xwe bêjim; heger mêrê min li cem min tir û fisan bike, bi tilîya xwe pozê xwe tev bide, ez wî naxim paþila xwe û pê re lotikan navêjim, ezê verþim wey” û lotikek li zilaman xist.

   Îcar heyran ji me gotin..Heçê bixwaze têkeve paþila (paxila) Hulya Avþarê divê hay ji xwe hebe, tilîya xwe nexe pozê xwe, tir û fisan li ba wê neke, destê xwe navêje nav þeqê xwe, û hetta Hulyakê tilîya xwe têxe wî jî divê dengê xwe neke...Îcar hûn zanin...

Rêbera zinêkarên Tirk

Dilcan Îzol-28/08/06- Antalya- Pinar Altûga ku hema bêjin her serê mehekê xortekî dike û yekî beradide ji çapemenîyê re rastîya xwe got û bê fedî daw û delingê xwe hilda. Altûg dibêje, “hinek min wek þoreþger dihesibînin (þoreþgera ku her mehê yekî bera ser xwe dide) lê na, ez ne þoreþger im, ez rêber im” û rastîya sosyete û zinêkarîya jinên Tirk anî zimên. Li gora wê ew rêbera jinên Tirk e û zinêkarîya mehane jî pêþketina herî maqûl e.

   Altûga zinêkar dibêje, “ji ber ku xelk nikarin xwe ji adet û toreyên kevnare dûr bixin û ji wî qalikî derkevin, radibin zikreþîyê tavêjin min û ji jîyana min a seksê dihesidin. Li gundan keçên ciwan bi qelen didin zilamên kal, ma ev ji zinêkarîya min ne xirabtire?” û filan. Heyran bi telaqê Tirko, tu tam li serokê xwe Atavirqo hatiyî keçko, wîî! Ewî jî bi navê nûjenî û rêberîyê tu zinêkarîyek nema go nekir haa.Keçê hema bide navê û hew..Belkî hema bi xêra te Tirk hemi bênamûs bibin, Xwedêteala kevirekî bi ser we de bibarîne û bizrê we biqelîne, deeee...

Tif devê wî kirin

Sîpan Nas-28/09/06-Tirkiye- Xuyaye heta ku Serekerkanê Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit tif devê wan neke ew nikarin bi serê xwe gotinekê bêjin. Piþtî ku Buyukanit got, “em mesela terorê hewaleyî kesekî nakin” rabû Wezîrê Derve ê Tirkiyê Abdullah Gul jî heman gotin anî zimên û got, “ yabo wa Buyukanit xeta sor danî, ma em wêrin  tiþtekî din bêjin? Na! Hema bi telaqê bê fitû em mesela terorê hewaleyî kesekî din nakin lo!” û xeta sor derbas nekir.

   Aha sîyasetmedarên Tirk ev in haa! Ne karin bi serê xwe bilivin û ne jî karin sînorên artêþa xwe derbas bikin. Di Kurdî de dibêjin, “filankeso tif devê filankeso kiriye”. Ango; wek wî dibêje, ji gotina wî dernakeve. Îcar heyran bi telaq em li we nagrin.Hetanî serekerkanê we tif devê we neke hûn newêrin tirrekê jî bikin û hew...

Sersarîya mêran ew kirin lezbîyen

Dildar Cemîl-27/09/06-Awistralya- Li Awistralya eþkere bû ku ji sedî 76ê jinan seksa lezbîyenî (jin bi jinê) xweþtir dibînin û bêhtir pê bextewar dibin. Di lêkolîna ku li ser 19 hezar jinî çêbû de xuyabû ku sersarî û ezezîya mêran dibe sedema lezbîyenbûna jinan û jin tama herî xweþ di seksa lezbîyentîyê de dibînin.

   Lêkolîna ku di kovara „Journal of sex“ de hat weþandin bala gellek Awistralîyan kiþand ser vê mijarê û xelk bawer dike ku heger bi vî awayî bimeþe wê Awistralya di pêþerojê de bibe welatê „lezbîyen“ û „homoseksuelan“. Ya starrr, ya starrr! Estexfurullahilezîm..Ya rebbî tu vê belayê neynî serê Kurdan..Tu jinên me nekî lezbîyen û mêrên me jî nekî homoseksuel û bes! Amîn….

 

Berî bibe qûnde revya

 

Aram Sercan-27/09/06-Roma- Niza hûn zanin nizanin lê piranîya rehîb û keþeyan jiber ku nikarin bizewicin dilê xwe dibijînin hev û di dawîyê de qûnde dibin. Ev di dîroka wan de gellek caran hatiye dîtin û nivîsandin. Îcar Serekpîskoposê ji Zambîyayê Emmanuel Mîlîngo dît ku ewê jî wek hinek rehîban qûnek bibe, rabû zagon û destûra Vatîkanê çirand, zewicî, terka Vatîkanê kir, li Amerîkayê derket holê û ji qûnekbûnê xelas bû. Ji ber ku rebeno zewicîye û dilê wî bijyaye jinekê Papa û Vatîkanê rabûne ew afaroz kirine (ji xiristîyanîyê qewirandine) û niha rebeno bê dîn û bê îman maye.

   Emmanuel Mîlîngo bi taybet ji Lotikxanê re got, „kuro bavê min, ma jîyana bê jin jîyane lo, wey! Hindik mabû yan minê hinek bera ser xwe bidana û yan jî minê bazdaba ser hinekan qurbana serê we bim“ û dilê xwe rehet kir. De heyran ew û Xwedayê xwe li hev…..

Banû Alkan þofêr tirrek kirin

Rojda Aydin-26/09/06-Stenbol-Banû Alkan yek ji bedewtirîn jina Tirkiyê tê hesibandin. Ji ber vê bedewîya wê jî navê „Afrodît – Xwedaya bedewîyê“ lê hatiye kirin. Îcar xuyaye hingî xanimê bi ser xwe ve çûye, pozbilind bûye û hema li kîjan taksîyê siwar be perê þofêran nade wan û dibêje, „kuro qûnekno, ez Banû Alkan im, ma hûnê peran ji min bistînin“ û erza wan diþkîne.

   Dibêjin taksîcîyên Stenbolê ji destê wê ketine helakê û hema ku kîlometroyekê jî wê bibînin xwe vediþêrin û di wir re derbas nabin. Þofêrê bi navê Satilmiþ Taþak ji me re derdê xwe anî zimên û got: Li vê ecêbê kuro, evê gewendeyê em ji mêranî xistine wey! Em nema wêrin di kolanekê re derbas bibin te nerî destê xwe rakir û da bin dûvê me! Welhasil, dibêjin piþtî ku Banû Alkanê þofêr qûnek kirine niha jî dest bi berber û cilfiroþan kiriye û lotikên belaþ li wan dixe. 

Nivîskara herî seksî

Polat Erdem-26/09/06-Tirkiye- Li gora ankêta malperek Tirk, Gulse Bîrsel wek nivîskara jin a herî seksî hatiye hilbijartin. Bîrsel di quncika xwe de gellek caran behsa heywan- meywanan, behsa dûpiþk û maran, dîk û mirîþkan dike û pê nanê xwe dixwe.

   Welhasilî kelam em serê we neêþînin, me jî li ser vê ji xwendevanê Lotikxanê Mihemedê Tolaz pirsî:

   Çi aqilê te ji seksîbûna jinikê dibire birêz Tolaz? Tolaz cixareyek marlboro pêxist, kiþand ser kezebê û got: Bi serê we ne adeta min e, hetanî ez li tama wê nenerim nikarim biryarê bidim..Ji xwe gava ez þorba nîskê çêdikim jî berê ez li xwêya wê dinerim û piþtre dixwim, yanî  divê berê ez eyara wê zanibim û piþtre biryarê bidim û xatir xwest. Îcar heyran, heta em jî bejn û bedena Birsel xanimê saxtî nekin, emê nikaribin biryarekê di derbarê seksîbûna wê de bidin.

Di nava þeþ mehan de 193 milyon dolar

Þemal Amedî-25/09/06-New York- Stranbêja lotikmezin Madonna di tûrneya xwe a þeþ mehan de tam 193.7 milyon dolar qezenc kir û qûn li rekorê qetand. Erê kuro! 193.7 milyon dolar yahooooo! Yabo xuyaye Madonna ji Banka Dinyayê bêhtir peran qezenc dike heyran, wey!

   De binerin bê Kurdek biaqil derket û bi Madonna re zewicî? Niha serokê partiyek ji partiyên bakurê Kurdistanê bi Madonna re bizewicîya, wê biba milyoner û partîya xwe jî bikira alternatîf allahwekîl haa! Na canim, partîyên me serê xwe bi tiþtik miþtikên wilo biçûk naêþînin, wîî...Jibo wan perê endametîya partîyê, perê firotina pirtûkan bese û zêdeye jî...

   Haaaa, car caran jî serdana baþûr û çend qirûþên ji wir bên têra wan dike û zêdeyî serê wane jî..Ma ewê çi bikin ji milyonên Madonna û alternatîfbûnê canim...

Piþtî 60 salî ket xefkê

Meryem Alan-25/09/06-Berlîn- Elfriede Lina Rinkel a Alman piþtî 60 salî li Amerîkayê ket xefkê û hat girtin. Rînkel di navbera 1944-45an de yek ji gardîyana Adolf Hîtler a Kampa jinan a Ravensbruckê bû û bi emrê wê zêdeyî 300 jinên ji milletên cuda hatibûn daliqandin û zêdeyî 132 hezar jinî jî êþkence dîtibûn.

   Piþtî têkçûna Hîtler ew direve Amerîkayê, nasnama xwe diguhere, bi zilamekî cihû (yahûdî) re dizewice û jibo ku neyê naskirin dest bi propaganda cihûtîyê dike.Piþtî lêkolînek dûr û dirêj, hûr û kûr a îstîxbarata Amerîkî Rînkel tê naskirin û dikeve xejkê, tê girtin û paþûpê li Almanya tê vegerandin. Îcar niha dadgeha Almanî wê çi cezê bide Rînkelê ne xuyaye. Lê talîya talî ev tir ji Rînkel xanimê re jî nema.

   Ji berê de dibêjin „reva pisîkê heta dawîya kadînê ye“. Lê çi fêde yabo, jinik piþtî ku tir têde nema hat girtin wey! Di xortanîya xwe de bihata girtin û çend cihûyên qirase têra xwe bazdabûna ser baþ dibû lê çi fêde….Çûûûûûû

 

Navekî giran gundekî wêran

Þîndar Berwarî-29/09/06-Hewlêr- Li gora rojnameya Întependentê heta niha 70 hezar Kurdî terka bajarê Mûsilê kiriye û Erebên sunnî xezebê bi ser wan de dibarînin. Ji alîyê din li Kerkûkê jî Ereb û Tirk dixwazin pêþeroja bajêr aloz bikin û bi teqandina bombeyan çavê Kurdan bitirsînin, wan ji bajêr derêxin.

   Lê tiþê ecêb çi ye hûn zanin? Kurdên me bajarê xwe, erd û axa xwe terk dikin, tên kujtin û ketine derdê xelaskirina canê xwe, lê baregeha zêrevanên Kurdistanê jî bûye seyrangeha hunermendan û zêrevanên me bi pêþewazîya hunermendan daketine.

    Heyran, yan zêrevanîya xwe bikin û li Kurdên Mûsilê xwedî derkevin, wan nekin gep û parîyên devê Erebên bêbav, heyfa wan hilînin û yan jî navê xwe biguherin û bikin “Baregeha Pêzewazîya Hunermendan” û hûn sax! Yan em xelet in?

Sermezinê pozþelimî kir zirt û virt

Hesen Þêxbizinî-29/09/06-Konya- Serokê Hêzên Bejayî Org.Îlker Baþbûgê sermezin û pozþelimî li bajarê Konyayê kir zirt û virt û bi gelemperî tevgera azadîxwaza Kurd da ber lotikên xwe. Baþbûg ji bakurê Kurdistanê destpêkir, di baþûr re derket û diranên xwe li Yekîtîya Ewrûpayê jî qiriçand.

   Baþbûxo dibêje, “bila tu kes me neþîbîne artêþên din, em hesabê kesekî bi pîvazekê nakin û bila me nekin benîþtê devê xwe. Em pirsgirêka terorê hewaleyî kesî nakin, hetanî em hebin emê bi terorîzma etnîkî re têbikoþin û serê wan biperçiqînin. Kî çek datîne danayne ne pirsgirêka me ye, ê me emê her lotikên xwe bavêjin û di kadînan de li wan bigerin. Em tu daxwazek sîyasî qebûl nakin. Ji xwe ew potînalês û serekeþîrên baþûr zêde lingên xwe dirêj dikin. Heger Xwedê bê erê hetanî dawîya 2007an emê silavekê li wan bikin” û temamê Kurdan tehdît kir.

   Îcar heyran, bi telaqê Tirkên doþirme niyeta van bêbavên generalên Tirk ne þerîf e. Em dibêjin Kurdên baþûr hay ji xwe hebin û bi Tirkên elok nexapin baþ e. “Turkey!” Yanî “Welatê Elokan!” De heçê bratîya elelokan bixwaze Xwedê mala wî bibe mîratê rebbî.....

Hûn jî rîhê bernedin babam!

Antonîyo Vega-29/09/06-Madrîd- Peppûkê Profesorê 35 salî Pablo Guîterrez Vega jiber rîha xwe ji balafirê hat daxistin û heta bi rovîyên wî hatin saxtîkirin. Rêwîyên di balafirê de gava dibînin ku yekî rîhdirêj ketiye balafirê, hema dibe “hewar hewara” wan û dibêjin “aha vaye terorîstek” û wî ji balafirê didin daxistin. Piþtre tê fêhmkirin ku rebeno Profesorê Hiquqa Dîrokê ye û ewê jibo perwerdekirinê biçe Almanyayê.

   Profesorê Xwedêjêstendî dibêje,”piþtî ez dîsa vegeriyam balafirê kesekî lêborîna xwe jî ji min nexwest. Bi namûs ez pir li ber xwe ketim haa, talîya talî ezê vê rîha nexêrî kur bikim” û dilê xwe bi xwe þewitand.

   Weledddd! Ê lawo ma tu nizanî heçê ku rîhdirêjin bêhna terorîstan ji wan tê te serê min xwaro? Carek din bêaqiliyan meke û zû wê rîha xwe bi sabûna Helebê biþo û bide ber gwîzanan, okey! Berî hinek te bikujin heyran, wey.....

Xiyarê Mam Celal tehl e sayin Tirkoler!

Ahmed beyan-28/09/06-Enqere-Wek hûn zanin, Mam Celal li Amerîkayê gotibû ku, “heger dewletên cîran destên xwe ji Iraqê nekþînin ewê jî karibin destên xwe têxin dewletên cîran û hetanî bi ber di wan de bibin”. Îcar xuyaye ev gotinên Mamê me pir li zora Tirkoleran çûye û wek xiyarekî tehl li ser kezeba wan sekinîye. Serokwezîr Erdogan li zora xwe anî û got, “halla halla! Me ev hêvî ji Mam Celal nedikir bavo! Na looo, hebe nebe ewî xwe þaþ kiriye” û mirûsê xwe tirþ kir.

   Lê xuyaye gotinên Mamekan herî zêde li zora Wezîrê Edaletê Cemîl Dîkenlîçîçek çûye. Cemîlê heramzade di televizyona NTV de zimandirêjîya Mamê me kir û gotinên ku tam layiqî Tirkane gotin. Cemîlo dibêje ku, “ Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî “potînalês” û “þêxên eþîretê” ne” û filan û fîstan. Yaaaa...

   Kuro Cemîlko! Ewladim! Nenûka Mam Celal berberî zurîyeta te û Atavirqoyê te ê kerxanecî ye yawrûm! Wele bi wî serê te ê peritî û qama te a nîvmetro, xiyarê Mam Celal tehl e, yan hûnê bixwin û yan jî wê li ser kezeba we bisekine, ewqas!

Kenê wê lê bû girî

Beybûn Xewar-28/09/06-Kanada-Wênesazê navdar Leonardo da Vînçî, tabloya Mona Lîsa wilo neqiþandibû û ew kenandibû ku ewî bawer dikir wê tu hêz nikaribe sedema kenê Mona Lîsayê fêhm bike. Lê rebenê Leonardo da Vînçî qet bîra van rojan û pêþketina teknolojîya lazerê nedibir. Welhasilî kelam, em zêde serê we naêþînin. Dibêjin Pispor û Lotikvanên Konseya Lêkolînên Netewî þev û roj li xwe kirine yek û dawîya dawî biryar dane ku Mona Lîsayê di bin þewqa lazerê re derbas bikin û lotikekê lêxin.

   Dibêjin herçiqasî Mona Lîsa xanimê li ber xwe daye û nexwestiye ku têkeve bin tîrêjên lazerê jî, lê lotikvanan bi darê zorê bi çeplê wê girtine û ew dane ber tîrêjên lazerê. Xuyaye pisporan encamek baþ ji lêkolîna xwe girtine û gihane vê bawerîyê ku; 1) Mona Lîsa hemle bûye, kêfa wê ji zaroka wê re hatiye û jiber wê keniyaye. 2) Zaroka wê nû çêbûye û di dilê xwe de gotiye “aha, barê min girantir û xwarina min kêmtir bû, ma hewara hatina te bû belqityo” û keniyaye.3) Ew ji malbatek dewlemend bûye û kêfa wê pir ji zêr û zîvên wê re hatiye. 4) Bihîstiye ku wê malperek bi navê “Lotikxane” vebe û bi navê Lotikxanê keniyaye.

   Offfff! Em çima serê xwe pêre dêþînin lo? Hema Mona Lîsa ha kenya û ha zirya, ma ji me re çi.....

Tirkê xwînheram di mala me de dest avêt me!

Þêrzad Zebarî-27/09/06-Kerkûk-Tirkê bêedeb û wekîlê AKP Tûrhan Çomezê serperitî di meqamê Serokê Meclîsa Bajêr Rizgar Elî de dest avêt nexþeya li dîwêr daliqandî û di çapemenîya Tirkan de bû qehreman. Tûrhan Çomez û Orhan Zîya Dîrenê ku jibo têkilhevkirina pirsgirêka Kerkûk û Kurdistanê hatine herêmê, bi vê sosretê hem dixwazin di hilbijartinên Tirkiyê ên pêþerojê de ji xwe re cardin meqamekî bidestxin û hem jî xwestin ku di nava Kurdan de serêþandin û alozîyê derêxin.

   Tûrhan Çomez niyeta xwe veneþart û vekirî got ku, “Amerîka îro li vir e sibê wê ne li vir be, lê wê Tirkiye tim li vir be”. Di van gotinan de jî dixuye ku wê Tirk destê xwe ji Kerkûkê nekþînin û bi her awayî alîkarîya terorîst û Turkmenan bikin. Herçiqasî Rizgar Elî dibêje, “ nexþeya Kurdistanê nehatiye daxistin” jî, lê di wêneyê çapemenîyê de dixuye ku Tûrhan Çomezê serperitî nexþe daxistiye.

   Îcar bi çi niyetê daxistibe ew meseleyek cuda ye, lê mêrik daxistiye û di meqamê me de bi destên xwe ên qirêj nexþeya Kurdistanê herimandiye. Yanî; heger em vekirîtir bêjin, Tirkekî bêedeb di mala me de dest avêt namûsa me û hew! ...Îcar kî çawa fêhm dike, ji kîjan alî ve dikþîne serê me pê naêþe...

Hûn paþnavên Tirkan meraq dikin? Kerem bikin çend nimûne!

Serdar Mirad-27/09/06- Amed- Me jibo xwendevanên xwe ji kataloga telefonê çend nimûneyên paþnavên Tirkan derxist. De kerem bikin:  Coþkun Aptal, Emel Yalak, Duran Salatalik, Sultan Kaltak, Ýsmail Dümbelek, Fahrettin Kalkmaz, Mehmet Kaldýrýr, Cafer Yalar, Gurban Yalama, Ahmet Ali Emici, Ayþe Cinsel,Mehmet Taþak, Sultan Kýç, Ali Anûs, Bahriye Got, Fevzi Sik , Yusuf Kýz, Gülten Karý, Zeki Kadýn, Cemal Delik, Ramazan Deþik, Münevver Göbek, Münire Meme, Þükriye Memeli, Havva Kalça, Ali Kalktý, Nurcan Geliyor, Ali Geber, Münevver Ölü, Hanim Seviþ, Alkýn Azgýn , Yunus Gay, Kemal Götürür, ibrahim Siker, Subay Sokar, H. Ýbrahim Gömer, Gülfidan Gösterir, Nadir Verir, Duran Tekerlek, Döndü Yuvarlak, Özdemir Damýzlýk , Türkan Romantik, Hafize Kazma, Abdulkadir Anan, Abdulaziz Baban, Ýsmail Donsuz,Hatice Tüylü, Abdurrahman Kýllý, Aytekin Kýllýbacak, Makbule Kýllýbaldýr, Atilla Otuzbiroðullarý , Necati Yenge, Meliha Eniþte, Zehra Eþekcanbazý, Yusuf Ziya Salakoðlu, Abudulsamet Katir, Ramazan Öldürür, Ýsmail Satilmiþ, Gülþen Çiftmotor, Hacý Benzin, Menemine Cart, Burhanettin Curt, Cafer Cýrt, Döndü Cort , Þaban Kut, Vesile Aybaþý, Gullu Tekbacak, Durmuþ Arkatampon, Cevriye Bacakarasi, Kamil Bastirilmiþ, Atilla Pastirma, Selvi Çiftdelik

Yek hindike, du zêdene 

Leyla Bamernî-26/09/06- Duhok- Wek tê zanîn, di parlamentoya Kurdistanê de nîqaþên mezin li ser zagon û makzagonên Kurdistanê tên kirin û yek ji wan zagonên ku herî zêde nîqaþa wê tê kirin qanûna jinanînê ye. Di qanûna nuh de tê xwestin ku mêr tenê jinekê bînin û timaya du jinan nekin. Lê xuyaye ev qanûn zik û çavê îslamîstên Kurd têr nake û ew naxwazin qîma xwe bi jinekê tenê bînin.

   Li gora Serokê Komeleya Îslamî û endamê parlamentoya Kurdistanê Zana Rûþtayî anîna jinekê li dijî þerîeta îslamê ye û li gora þerîeta îslamê jî hetanî çar jinan helal e. Ji alîyê din Serokê Yekîtiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê Mehemed Gezneyî jî dibêje ku qebûlkirina vê qanûnê wê nebe problemek mezin.

   Li gora ku Kurdistan riya demokrasîyê daye ber xwe û dixwaze di Rojhilata Navîn de pêþkêþîya demokrasîyê bike, wî çaxî divê meriv ji kesên wek Zana Rûþtayî bipirse: Em zanin ku mêr heta bimrin jî ji anîna jinan têr nabin. Baþe, ger ku jin doza du-sê mêran bikin wê çi bibe? Hûnê fermana kujtina jinan derêxin ne wilo? Belê! Êêêê! Ma hûn canin jin bacanin bavê min, wey! A baþ ne jinek û ne du jin, bila jibo xatirê we jin û nîvek be û hûn sax...

Ha ji we re yeka Tirk!

Vlado Jaro-26/09/06-Sofya- De werin li ecêba kesanedî binerin loo! Þanogera Tirk Almûla Merter (ji navê wê xuyaye ku ji sedî hezar doþirme û heramzade ye) li Bûlgarîstanê zimanê Bûlgarî li temaþevanan qedexe kir û xwest ku herkes bi Tirkî biaxive.

   Mertera ku kes nizane bê bezê bin guhê bavê wê ji ku ye, radibe di welatê xelkê de zimanê wan li wan qedexe dike û dibêje, “ ez zanim ku li Bûlgarîstanê zimanê duyemîn zimanê Tirkî ye, ez ji Tirkiyê hatime û li zora min diçe gava yekî Bûlgar li cem min bi Bûlgarî biaxive, bila hînî Tirkî bibin ma mirî ne” û nîjadperestîya xwe vedirþe.

   Ê hey gewendeya heram! Tu bi xwe yan koçbera Bûlgar î, yan Arnawût î, yan Romena qereçî yî û yan jî parsekek ji parsekên devê derîyê xelkê yî, ka berê li esl û peslê xwe bipirse û piþtre zimandirêjîyan bike hey çiryayê!

Tirkoleran dan bin dûvên hev

Ahmed beyan-25/09/06-Ankara- Komeleyên Tirk ên ku qaþo wek “Komeleyên Þehîdan” hatine sazkirin, bi lotik,cotik û pehînan rabûne hevdu û hevdu bi bertîlxurî û parsekîyê tawanbar dikin. Seroka Komeleya Dayikên Þehîdên Stenbolê Pakîze Akbaba, Serokê Komeleya Malbatên Þehîdan Mehmet Guner û Serokê Komeleya Piþtgirîya Civakî û Alîkarîya Malbatên Þehîdan Þencan Bayramoglû hevdu dan ber lotikan û hersê komeleyan hevdu bi bertîlxurî û parsekîyê tawanbar kir.

   Pakîze Akbaba Mehmet Guner wek “parsekê devê derîyan” û Mehmet Guner jî Pakîze Akbaba wek “bertîlxur, dizek, xwefiroþ” bi nav dike. Ew dibê “êdin bertîlê dixwe û li ser xwîna þehîdan (terorîstên Tirk dibin þehîd) parsê dike”, û ê din dibê, “na babam, ên parsek û xwefiroþ ew in” û dilê me Kurdan rehet dikin. Ji xwe Serokê ÞAD-DERê Þencan Bayramoglû dibêje, “kuro bi telaq herdu alî jî diz û parsek in, ê bertîlê naxwe em in” û filan.

   Welhasil canim, kes nabêje dewê min tirþ e. Lê em tiþtekî zanim ku Tirk ji esl û peslên xwe de dizek û parsek kurên parsekanin..De bihevkevin qurban de..Hema kî ji we bide bin dûvê ê din wê kêfa me Kurdan bê cîgerîm...

Sedema þerê Hîtler hat fêhmkirin

Tacdîn Baran-25/09/06-Almanya- Hêdî hêdî kîndarî û dijminatîya Adolf Hîtler a li himber cihûyan eþkere dibe. Aûgûst Kûbîzekê ku ji biçûkanîya xwe de Hîtler baþ nasdike, birtûkek bi navê „The Young Hîtler I Knew“ ( Hîtlerê ku bi xortanî nasdikim) weþand. Pirtûk 260 rûpel e û têde behsa Hîtler û evîna keçek cihû (yahûdî) dike.

   Hîtler û Kûbîzek hevdu di sala 1904an de nasdikin. Xuyaye Adolf Hîtler evîndarê keçek cihû a bi navê Stefanîe Îsak dibe. Hevqasî pêve tê girêdan ku çavê wî ji Stefanîe pêke tiþtekî din nabîne, li ser keçikê dimre. Hîtler çend caran dixwaze xwe jiber evîna Stefanîe întîxar jî bike, bi þev û roj ji dû keçikê venaqete û evîna Stefanîeya cihû jêre dibe wek derdê bê derman.

   Welhasil, Kûbîzek dibêje ku „keçika cihû guh li Hîtler nedikir û evîna wî bê bersiv hiþt. Piþtre têkilîya wan ji hev qut bûn û ev ji Hîtler re bû derd û merezek xedar“. 

   Yaaaaa! Îcar we fêhmkir bê çima Hîtler bû dijminê cihûyan û fermana wan rakir ne!? Evîna keçikên cihû vê felaketê tîne serê mirovan haaa…Heger Stefanîe bi Hîtler re bizewicîya, wê bi milyonan cihû nekatibana kujtin û fermana wan ranebûya allahwekîl….Ax axxxx, derdê dilan girane looo..

 Melayên me gotin,“Stop!“

Þoreþ Alim-24/09/06-Amed-Li ser navê 100 aliman, neh alimên Kurd (Seyfettin Ateþ, Mehmet Gönden, Abdulbari Tiryaki, Zeki Korkmaz, Mehmet Karadeniz, Celal Efe, A. Kadir Aras, Feyzi Yýlmaz, Nakþi Sayar) bi Kurmanzî, Dimilkî û Tirkî daxuyanîyek weþandin û doza agirbestê li dewletê û PKK kirin.

   Di daxuyanîya xwe de alîmên Kurd bang li dewletê û PKK kirin ku di vê heyva pîroz a Remezanê de þerê hev nekin û xwînê nerjînin. Alimên Kurd cejna Remezanê li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û li Kurdên hemi dinyayê pîroz kirin û saxî û selametî ji Kurdan re xwestin.

   Welhasil, alimên me di vê meha Remezanê de xêrek mezin kirin ku bi Kurmancî û Dimilkî daxwazên xwe pêþkêþ kirin. De bila Xwedê xêra wan qebûl bike û milletê Kurd bighîne mexsed û miradê wî rebbî..Em hêvîdarin ku hûn alimên Kurd hûnê ji Kurdan re vî tiþtî jî bêjin: Kurdino! Tirk dînê îslamê jibo berjewendîya xwe û dewleta xwe bikartînin. Divê em Kurd nedin dû wan û bi wan nexapin. Divê her Kurdê misilman di xizmeta millet û welatê xwe de be.Misilman bin lê misilmanên welatê xwe bin, bizanin ku Xwedêteala hevalê heqîyê ye û Kurd li ser heqîyê ne, nedin dû Tirkên kafir" û riya rast pêþ wan bikin.

Me çi ji bêv fêmkir ma dora kurê wî!

Cembelîyê Botî-24/09/06-Colemêrg- Wek hûn zanin Mistefa Zeydan serokê eþîreta Zeydan e û bi salane di Parlamentoya Tirkan de parlamentere û me nebihîstiye ku rojekê bi tenê jî behsa Kurd û doza milletê Kurd kiribe.

   Îcar niha tê gotin ku wê kurê wî Dr.Rustem Zeydan ku bi xwe Cîgirê Misteþarê Tendirustîya Tirkiyê ye, namzetîya xwe jibo parlamentoyê deyne û wek bavê xwe di xizmeta dewleta Tirko de be.

   Welhasil canim, serê me pê naêþe..Hema li bavê wî binerin û biryarê li ser wî bidin û hew…Bavê wî jibo Kurd û Kurdistanê çend kevir danîbin ser hev, ewê jî bide dû miþara bavê xwe û hûn sax… Te nego ku bibe parlamenter wê di parlamentoyê de doza çareserkirina pirsgirêka Kurd bike, wey! Ha serî li kium û ha kum li serî qurbannnnn..

Bîn Ladîn beicî û mir

Gulnaza Torî-23/09/06-Parîs- Li gora rojnameya Fransî a bi navê “L’Est Repûblîcaîn” dibêje, Serokê El Kaîdeyê li Pakîstanê jiber nexweþîya tîfoyê miriye.

   Rojname disediqîne ku îstîxbarata Fransî ev xeber ji rayedarekî Siûdî Erebîstanê (ku rayedarekî pêbawer û derewan nake) girtiye û ev dokument pêþkêjî Serokkomarê Fransayê Jacques Chîrac jî hatiye kirin. Ji alîyê din tê gotin ku Bîn Ladîn ji qehra lotikên malpera Lotikxanê beicîye û av negihaye ser wî. De heger rast be, bila ew û Xwedê li hev bin.

 Bi pornoyê destpêkir xelat li ser xelatê distîne

Dilcan Îzol-24/09/06-Antalya- Erê kuro! Xanimê li Almanya kes nema ku bera ser xwe neda, bi porno û seksê meþhûr bû û niha jî xelat li ser xelatê distîne haa..Sîbel Kekîlî li bajarê Antalyayê xelata lîytikvana jin a herî baþ“ stend û jinên din dan ber lotikên xwe.   

   Xwedêgiravî Sîbelê di flîmê „Vegera Malê“ de performansek baþ nîþan daye û rola xwe baþ lîztiye. Ji ber vê jî wek jina herî baþ hat hilbijartin û da lotikan. Sîbelê ji jûrî re gotiye, „pepûkkkkkk, ma birastî ez hevqasî baþ dilîzim? Bi telaqê Tirkên Ewrûpayê min digot qey ez ji seksê pêve nikarim lotikên Alamanî bavêjim haa“ û kêfxweþ bûye.  

   Welhasil, xuyaye jibo mirov bibe lîztikvanek baþ divê meriv bi porno û seksê dest bi þanogerîyê bike bavooo, estexfurillehilezîm….

Namûs bi kûçik re nehiþtin

Ehmedê Kûdî-24/09/06-Adana- Kûçik mabûn, talîya talî Tirkan dest avêtin namûsa kûçikan jî û ew jî wek xwe bênamûs kirin. Li bajarê Adana, nehîya Yuregîrê Tirkê bi navê M.H (25) di ser kûçik de hat girtin û Tirkê zinêkar rebena dêlikê ji keçkanî xist. M.H ji alî çend heywanparêzan ve hat girtin û mehkemê 305 lîre ceze lê birrî.

   Dibêjin rebena dêlikê kiriye ewte ewt, hêsir barandine û gotiye, „kanî edaleta Tirko? Mêrik dest avêtiye namûsa min, ez ji keçkanî xistime û mehkeme tenê 305 lîre ceze lê dibirre, ma emê çilo têkevin Yekîtîya Ewrûpayê û bibin insan“ û filan.  

   Belê..Kûçik mabûn Tirkan ew jî bênamûs kirin û bi namûsa wan lîztin! Ma dora pisîk û miþkan..De Xwedê wan biqesifîne rebbî…

 Ji her malê re rêbaza kerxana Selanîkê

Cemþîd Karkir-29/09/06-Stenbol-Rayedarên „Komela Fikara Atatirk“ a Stenbolê biryar dane ku ji serê sala nuh û pêde pirtûka Atavirqo „Nûtûk“ ê li her malê belaþ belav bikin da ku xelk bêhtir fikra Atatirk binasin û bibin mirîdên wî. Serokê þûbeya ADD (Ataturkçu Duþunce Dernegî) a Maltepeyê Dûrsûn Alî Toraman dibêje ku, „ emê bi vê kampanyayê gelê Tirk hînî þoreþên Atatirk û rêbazên wî bikin“ û çîrokên bêhnpêketî dibêje.

   Ê ewladim! Yawrûm! Destpêka þoreþa Atavirqo ji kerxana Selanîkê destpêdike û ji wir îlhama felsefeya xwe distîne cîcîm! A baþ, di pêþgotina pirtûka Nûtûkê de bêjin, „gelî xwendevanan! Em vê pirtûkê jibo þerefa kerxanecîyên Tirk belaþ belav dikin“ û îmana xwe taze bikin, okey!

 

Þexê mino Þêxo….

Weyla li min û vî nesîbî

 

 

Xemxorê Kurdan-29/09/06/Duhok  Piþtî lotikxnê çend lotikek li Þêx Eloyê fermandarê fermandeya leþkirê Duhokê xistin , wî baþ zanî ku di meha Remezanê de xwe bavêje ber rehma Xwedayî û hêvî jê bike ku lotikxane êdî bes lotikan lê bêxe.

´  Dibêjin Þex Elo büye merivekî musilman û heroj duayan ji Xwedê re dike û dibeje: " Ey Xweda! Hêvî dikim ku tu bela lotikxanê ji min vekî û min û wan ji hev dûr bêxî!  Ma qey ez tenê van karan dikim? Ma ev tu kesên din ji xwe re nabînim ji bilî min?  Ma ez bi tenê kêfê dikim , ma ez bi tenê … û … û .. " De Xwedê duayên wî qebûl bike, xêr ji me re û guneh jî di stuyê xelkê de be rebbî...

Xwedê kesî nexurifîne!

Vîktor Dîko-29/09/06-Amerîka- Hûn zanin, roj bi roj insan aqilê xwe dixwin û dixurifin. Yanî,  jibo ku dengê tirekê bi dû wan keve tiþtek namîne ku nakin. Wey li wî ku xwe tirto virto bike û bixwaze têkeve pirtûka Guînnessê.

   Meselen xanima Amerîkî Lee Redmond, tam 27 salan nenûkên xwe nebirîne da ku wek “jina herî nenûkdirêj” têkeve pirtûka Guînnessa rekorê. Û xanimê ketê jî. Niha ew gihaye miradê xwe û tu dibê qey ev dinya li ser navê wê tapo kirine, hewqasî ku kêfa wê tê.

    Ê peppûkê, kezîkurê, te bi wan nekûnan çawa derpî ji xwe dikir? Te çawa lotik li mêrê xwe didan? Te çawa xwarin dibir ber devê xwe hey nemayê!? Wehhhhhhh! Ya starrrrr ku ev insan çawa dixurifin looo......

Serî çete û binî çete

Rojda Aydin-28/09/06-Stenbol-Li Stenbolê çeteyek bi navê  “Tirkên Diz” hat eþkerekirin û serokatîya van Tirkên diz jî amir û polîs derketin. Di nava 43 Tirkên diz de amirek û heft polîsên dizek hene û hetanî niha bi milyonan pere, zêr û zîynet dizîne. Birastî em pir li ber wan dizekan ketin haa! We go çima? Ma ne çima!

   Ev cara yekeme ku çeteyek dizîya dewlemandên Tirkiyê dike û destê xwe nade feqîr û belengazan. Li gora hinek lêkolînan li Tirkiyê 3,5 milyon dewlemend hene û hatina Tiriyê tev dikeve zikê wan. Ev 3,5 milyon sosyete û dewlemend xwîna 70 milyon Kurd û Tirk dimijin û li ser piþta wan kabên xwe davêjin. Îcar vê çeteyê jî berê xwe dabû herêmên ku dewlemend lê dijîn û malê wan didizîn.

   Lê xuyaye dizîya dewlemendan li xweþîya generalan neçûye û hema yekser çete dane dest. Welhasil canim, helbet wê rojek ji rojan gunikreþek derkeve û berê xwe bide generalan jî, ma dinya ne bi dorê ye! 

Hollandîyan tir ji Tirkan berdan

Þerîfê Çengzêr-28/09/06-Hollanda- Hollandîyan Tirkên Hollandayê dan ber lotik û cotikan û qiraseyek baþ xistin wan. Êdî wê ji îro û pêde Tirkên ku qirkirina Ermenîyan red bikin nikaribin bibin berendamên parlamenterîyê û li gor dilê xwe bizirin. Ev helwest li ser daxwaza Ermenîyên Hollandayê pêk hat û xuyaye Ermenîyên Hollandayê baþ hînî lotikvanîyê bûne.

   Erê erê...De werin û mala xwe nebin mîratê haa! Em wek Ermenîyan jî nayên kuro! Bi sedhezaran Kurd li ewrûpayê hene, binerin bê deng ji wan derdikeve û dibêjin, “yan divê Tirk nasnameya Kurdan jî binasin û yan jî divê nebin parlamenter” û nakin qîjewîj. Welhasil, evê “demokratîk Tirko kardeþlîgî” mala me þewitandiye û hewwwww.....

Parêzgarê Duhokê aciz bû!

Binav Sindî- 27/09/06-Zaxo- Ji bo veþartina kêmatiyên xwe, Parêzgarê Duhokê giringiyeke taybetî dabû rojnamevan, nivîskar û hunermendan. Wî parçeyek erd ji her yekî ji wan re dabû û deriyê xizîneya parêzgehê ji wan re vekirî hêlabû. Bi vî þêweyî parêzgar karî devê wan bigirit. Dîsan perçeyên erdê dane hemû Mudîr, Berpirsyar û xizmên xwe jî û wan hemûyan çend qesir avakirine. Lê ji ber ku ta niha parêzgar tiþtek ji xelkê hejarên Duhok, Zaxo û dewrûberên wan re nekiriye, xelk bi berdewamî gilî dikin û her diçe gazinên wan zêde dibin.

   Lewma beriya çend rojan parêzgar bangî berpirsên rewþenbîr û hunermendan kir û gotiye wan; 'lazime hûn bêtir lotikan bavêjin û rola xwe baþtir bilîzin û bi nivîsên xwe doza parastina min bikin, da ku xelk jî devê xwe bigirit, eger na! Ezê lotikekê li we xim û ez êdî alîkariya we nakim!!!'.

   De bixwin gelî rewþenbîran! Parêzgar hûn bi perçeyek erd razî kirin, gelo hûnê bi çend milyonan xelkê razî bikin?. De ka em binerin hûnê çawa lotikan bavêjin?!!

Gotinên êvaran dikevin qulê dîwaran

Þîndar Berwarî-27/09/06-Hewlêr-Me bi xwe guhdarî nekir, lê dibêjin Mam Celal li Amerîkayê ji radyoya NPR re gotiye ku, „heger dewletên cîran destên xwe ji nav Iraqê nekþînin, dibe ku gelê Iraqê jî wek wan bike û piþtgirîyê bide dijberên wan û bibe sedemê bêaramîyê.Lê em naxwazin wek wan bikin. Heger em jî wek wan bikin wê kaosek mezin li Rojhilata Navîn derkeve“ û filan û bêvan. Li ser van gotinên Mam Celal xuyaye Tirk dîn û har bûne û kefê di devê wan re avêtiye.

   Welhasil, em zêde dirêj nakin..Mamo! Dev ji kaosa Rojhilata Navîn berde qurban! Hema rojek berî rojekê çend tîmên taybet ji kakacanan amade bike û biþîne bajarên Tirkiyê, ji hertiþtî bixêrtire allahwekîl! Hûn jî wek hinekan Kurdistanê nekin qurbana konfederalîzm û aramîya Rojhilata Navîn, vê tirê ji Tirkan re nehêlin kaka……..

Qûndeyan berê xwe dan Tirkiyê

Cemîl Biþar-26/09/06-Bodrûm-150 qûndeyên Ewrûpî û Amerîkî hatin Tirkiyê û li bajarê Bodrûmê konê xwe vegirtin. Serokê qûndeyan mîster Steven Dolger bi taybet ji me re got ku, “ em dixwazin civîna xwe a salane li Tirkiyê çêkin. Me bihîstiye ku li Tirkiyê demokrasî heye û li gora ku nivîskarê Fransî Exeler dibêje, ji sedî 50ê Tirkan qûnde ne û me jî xwe li bext û tora wan girtiye. Heger xwedê bê erê emê ji sedî 50ê Tirkên din jî bi xwe re qûnde bikin û tirê ji wan berdin”.  

   Belê, xuyaye wê Tirkiye di pêþerojê de bibe navenda qûndeyên dinyayê û yekî saxlem di nava Tirkan de namîne..De Xwedê qiwetê bide qûndeyên Ewrûpî û Amerîkî rebbî...Belkî hema birastî jî bi xêra wan demokrasî bê Tirkiyê..

Claûde Exeter: „Ji sedî 50ê Tirkan qûnek in!“

Ferhanê Hevêrkî-26/09/06-Fransa- Nivîskar û qûnekê Fransî Claûde Exeter di pirtûka xwe „Romana Evîna Civakî“ a ku wê di meha bê de derkeve bazarê dibêje, „ji sedî 50ê mêrên Tirk qûnek in, evêna wek jiyanek du alî dijîn. Piranîya van qûnekan zewicî û xwedî zarok in. Ji ber ku piranîya wan bi darê zorê û ne bi dilê xwe dizewicin, berê xwe didin hemcinsên xwe û di nava wextê de qûnek dibin. Mêrên Tirk tucarî bi jinên xwe re ne sadiq in, bêbextîyê bi jinên xwe re dikin û ev jî di xwîna Tirkan de heye“ û filan. Claûde Exeter civaka Tirk ji nêzîk ve nasdike û wek îmana xwe zane bê çend mû bi qûna Tirkan ve ye.

   Îcar hinek nivîskarên Tirk jî xwe aciz dikin û dibêjin, „way alçax way! Lan bû gotveren donûmûzû îndîrdî lan..Way anasinin a….na koydûgûmû way“ û qaþo eyba qûna xwe vediþêrin. Wey tifûûûûûûûû….. 

De vegere peppûko!

Sosin Bermal-25/09/06-Almanya-Li ser bextê PNA û malpera Avesta be. Dibêjin wê hunermenda Kurd a qada navnetewî Canê xanim di 3ê meha Cirîya Paþîn (10) de li Fransayê beþdarî festîwalek navnetewî bibe û li wir bibe dengê Kurdan. Xwedêgiravî festîwal ji alî Enstîtuya Kurd a li Parîsê ve tê lidarxistin û mesref hemi ji kîsî Enstîtuyê ye. Ê tabî canim, bila petrola Kerkûkê û serdarên Hewlêrê saxbin haa! Çawa be nahêlin tûrikê Enstîtuyê vala bimîne..

   Welhasil, wek hûn zanin hunermend Canê jibo klîba strana “Efrîn” bikþîne, li ser per û baskên teyrekî siwar bibû û xwe li Dubaî danîbû. Albûma wê a dawî jî bi navê De vegere peppûko” ketiye bazara muzîka dinyayê û xuyaye wê Madonna û Brîtney Spears xwe ji ber albûma Canê têxin qul û qulêran û xwe veþêrin.

   Welhasil, kêfa me ji Canê xanim re tê û car caran em pê þa dibin. Canê tu her bijî! ..Bila sed Madonna û hezar Tirk bi qurbana nenûka te bin...

Hejmara Zerduþtîyan kêm dibe

Þemal Amedî-25/09/06- New York- Li gora xeberên hin çapemenîyên Amerîkayê, Zerduþtîyên ku her ku diçe hejmara wan kêmtir dibe, li Amerîka, li Evanstona nêzîkî  bajarê Þîkagoyê dixwazin xwe li ser lingan bihêlin û xwe biparêzin. Dînê Zerduþtî di sedsala heftem (7.) de ji alî zordestîya îslama Erebî ve hat parçekirin û Zerduþtî li gellek welatên dinyayê koçber bûn.

   Li gor tê gotin niha halîhazir tenê li Evanstona Amerîkayê  „Perestgeha Zerduþt“ heye û ev perestgeh ji Zeduþtîyên dinyayê re dive wek navendekê. Tê gotin ku li seranserê cîhanê hejmara Zerduþtîyan di navbera 20-50 hezarî de ye. Li Amerîkayê 11 hezar, li Kanadayê 6, li Brîtanyayê 5, li Avistralyayê 3 û li welatên din jî texmînen 6 hezar Zerduþtî dijîn. Dîroka Zerduþtîyê zêdeyî 3 hezar salî ye û Zerduþt Pêxember bi xwe Kurd e.

   Welhasilî kelam, ji berê de gotine „hinek dikin û hinek dixwin“ bavê min! Kurdistan dergûþa þaristanîya cîhanê ye, heyvanê insanetîyê ye, lê mixabin Kurd bi xwe ji vê þaristanîyê bêpar hatiye hiþtin. De dinya wilo namîne loo…Xwedê Kerîm û Rehîm e, helbet wê rojekê çerxa dinyayê berê xwe bide Kurdan jî..De a bi xêr…

Heyva Remezanê li Kurdên misilman pîroz be!

Hecî Ehmedê Mûþî-24/09/06-Mûþ- Heyva Remezanê li hemi Kurdên misilman pîroz û bimbarek be, em hawara xwe dighînin Rebbê Alemê ku dua û daxwazên milletê Kurd di vê heyva pîroz de qebûl bike, wan bi hev þîrîntir bike û dijminatîyê ji navbera wan rake.

   Ya Rebbî, rojek berî rojekê milletê Kurd ji bin destê zalimên Tirk, Ereb û Eceman rizgar bike! Ya Rebbî, rojek berî rojekê me têxe nav dewletên dinyayê û serxwebûna Kurdistanê nêzîktir bike!

   Ya Rebbî, hêvî ji te ev e ku êdî Kurd xwe nasbikin, nedin dû dijminên xwe û bi derewên wan nexapin! Ya Rebbî, tu gunehê milletê Kurd efû bikî û wan ji riya rast danegerînî! Amîn!

 

Dawî li koletîya wan hat

Çang Remo-24/09/06-Tayland-Berî bi salan hinek Taylandîyan çêlîkên meymûnên daristanên Efrîkayê bi darê zorê anîbûn Taylandê û li ser piþta wan pere qezenc dikirin. Piþtî hatina derba eskerî, rayedarên artêþa Taylandî bi vê ecêbê hisiyan û dîtin ku zêdeyî sed meymûn ji cî û meskenê xwe hatine dizîn û hinek nemirov li ser piþta wan peran qezenc dikin.

   Welhasil, rayedar biryarê didin ku meymûnan dîsa vegerînîn war û meskenê wan. Dibêjin ji kêfan re wextî meymûn bifirin û wan spasîya xwe pêþkêþî rayedarên artêþa Taylandî kiriye.

   Di spasnameya xwe de meymûn dibêjin, „mala we ava, em ji koletîyê xelas dibin, aqûbet li serê Kurdan be“ û peyamek dostanîyê dan Kurdan jî.

   De oxira we a xêrê be û hêvî ji Xwedê ev e ku rojekê Kurd jî wek we ji koletîya Tirk, Ereb û Eceman rizgar bibin…

s© lotikxane 2006