|
Mêrdînîyan jî lotik dan xwe

Serhanê Qoserî-26/12/06-Mêrdîn-
Dibêjin
karkirên beledîya Mêrdînê ev çend mehin perên xwe nastînin û zikê xwe bi
nan û pîvazê têr dikin. Piþtî ku serokê beledîyê sozên xwe neanîne cîh,
nan û pîvazê li serê karkiran xistiye û hema yekser êrîþî beledîyê
kirine, beledîye dagîr kirine û bêhna pîvazê ji beledîyê fûriyaye.
Dibêjin
halîhazir 430 karkirên beledîyê di salon û hêwanên beledîyê de piyasê
dikin, lotikan tavêjin vir û wir û kuþkuþa cixara wan e.
Li gor gotinan,
karkirekî gotiye, “Ev çend mehin em nan û pîvazê dixwin. Zarokên me
ji xwarin û bêhna pîvazê bi jehrî ketine. Bi telaq heta em pîvazekê
nexin qûna serokê beledîyê, emê çalakîya xwe bidomînin û hew!”
Welhasil, Xwedê
qiwetê bide karkirên beledîya Mêrdînê û bereketa pîvazan bi ser wan de
bibarîne rebbî! Dibêjin rebenê serokê beledîya Mêrdînê Metîn Pamûkçû ji
tirsa ku wê karkir pîvazekê têxin wî, newêre bê beledîyê û winda bûye...
|
Reklaman
bitikînin û xêrekê bi xwe bikin!.. |
Qûnekekî
behsa qûnekekî din kir

Zinar
Qelemþûr-25/12/06-Stenbol-
Hûn
zanin, kesên ku ji eslê xwe fedî dikin, xwe biçûk dibînin û di nava
kompleksê de dijîn, kesên herî bêþexsîyet û qûnekên herî mezinin.
Meselen Mehmet Aurelîoyê Brezîlî!
Fûtbolcîyê
Brezîlî Eurelîo, piþtî ku hat ket nev refê taximê Fenerbahçeyê, navê xwe
guhert, bû hemwelatîyê Tirkiyê û ji Tirkekî zêdetir bû zîtirkvan. Vê
dawîyê jî Mehmet Eurelîo ji çapemenîyê re got, “Di biçûkanîya min de
malbata min ez sunnet kirime û nîvê xiyarê min jêkirine. Piþtî ku ez
bûme Tirk ez xwe wek mirovekî nûçêbûyî dibînim. Di dersên zimanê Tirkî
de herî zêde ez fêrî “En buyuk Turk Ataturk” (Tirkê herî
mezin Atatirk) bûme û vê hevokê wek þorba nîskê xwîna min kelandiye.
Ez bi Tirkbûna xwe serbilindim” û filan.
Halla halla!
Xuyaye Mehmet Eurelîo jî wek Atavirqo di kerxanê de çêbûye heta ku qûnek
ji qûnekan hez dikin bavo, wey!
Weyla bêmiradê!

Þemal Amedî-25/12/06-Hollywood-
Lotikvana beredayî Parîs
Hîlton wê rojê ji çapemenîyê re got ku, "Ez li ser soza xwe me. Bi
Mazilevdînê nava Nisêbînê min toba xwe xeranekiriye û ev tam heft mehin
min lotik nedane xwe. Hê mêþekê jî xwe li ser min dananîye" û filan.
Erê bavo, xanimê dev ji kirîn û firotina xiyar û tirozîyan berdaye îcar
bi Brîtney Spears re bacan û kundiran difroþe wey! Dibêjin ev çend mehin
herdu lotikvanên jin hevdu di ode û þikeftên Hollywoodê de digevizînin û
dibe pelqe-pelqa wan û hevdu didin ber þûnik û mîkutan. Wile keçko tu
tobedarî, tewwwww! Xuyaye wê rebenê bêmirad here axretê, weleddddd!
Çima
Saparmûrad mir?

Bengîn Elegez-24/12/06-Moskova-
Wek
hûn zanin, serok û bavê hemi Tirkmenên dinyayê Saparmûrad Tirkmenbaþî
berî çendakê di 66 salîya xwe de lotikek lê ket û çû cehnemê.
Piþtî mirina wî gellek teorî û
çîrokên sedema mirina wî hatin gotin. Lê li gor îstîxbarata ku ketiye
destê me sedema mirina wî tê veþartin.
Îstîxbarata ku ji alî sîxurên
me yên li Tirkmenîstanê ketiye destê me ev in: Tirkmenbaþî Saparmûrad
berî mirina xwe derketiye nêçîr û lotikvanîyê. Lê jina wî jê dikeve þikê
û wî diþopîne.Tam di kêlîka ku Saparmûrad dikeve ser zikê jinika 21
salî, jina wî bi dizî tê ber wî û dibêje, “pixkkkkk!” û ziravê wî
diqetîne. Piþtî vê ziravqetandinê Saparmûrad dibê, “gurmmmm” û
wek berazekî dikeve erdê, dimre û berê xwe dide cehnemê.
Îcar gelî xwendevanan, sedema
mirina Saparmûrad a rastî ev e. Hay ji xwe û jinên xwe hebin. Heger we
jî rojek ji rojan qaçaxî û lotikvanî kir, berê li der û dora xwe binerin
û piþtre bêjin, “bismillahilrahmanilrehîm” û têkevin hindur.
Okey!

Min bêriya te kir tu ket
bîra min
Rabûm min nivîsand helbestek jibo te
Navê teyê þîrîn kete dilê min
Ez têr nebûm ji te ey welatê min
Ez evîndar kirim herdu çavên te
Gelek xweþin ew deþt û çiyayên te
Gelek xweþe jiyan li ser sînga te
Ez têr nebûm ji te sebra dilê min
Carek tenê min te dilxweþ bidîta
Wê derd tev çûbana dilê min geþ ba
Bila mirin li ser seran bihata
Ez têr nebûm ji te ey welatê min
Daxwazya min ewe serxwebûna te
Û herweha azadiya gelê te
Bila gorî biba Brîndarê te
Ez têr nabim ji te sebra dilê min
Brîndar /1984-kaset
4/Berlîn
Dêlika
heram!

Dilþa
Îzol-23/12/06-Antalya-
Kuro
jinên van Tirkên doþirme ji zilamên wan gewende û xwînheramtirin lawo,
waweylê! Tu dibê qey dêlegura Asenayê di devê hemiyan de mîz kiriye
bavo!
Nivîskara Tirk,
dêlika heram Neval Kavcar (li navê wê binerin. Newal! Tirrekê navê Kurdî
li xwe kiriye û bê fedî êrîþî Kurdan dike) di nivîsa xwe de wek gurên
devbixwîn êrîþî Kurd û doza Kurdî dike û pêre jî partîya AKP a
Kasimpaþali Laz Reco gunehbar dike. Xwedêgiravî Laz Reco û partîya xwe
rê ji pirsgirêka Kurd û parçebûna Tirkiyê re vedikin û filan.
Dêlegur Neval
Kavcar dibêje, “Tirkan di 1071ê de bi Bîzansîyan re þer kir û Anadolû
ji xwe re kirin war û mesken. Xwestina referandûmê gerek ji alî
Bîzansîyan ve bê kirin (heger Bîzansî li wê herêmê hebin). Ma ev welat
ji Kurdan hatiye stendin ku Kurd doza referandûmê û doza axekê dikin?”
û çîrokên wekî din.
Keçê hey gewenda
heram! Ma bi xêra kê zora Bîzansîyan çû? Ma ku ne ji Kurdên bêaqil
bûya, Tirkên hacûc karîbûn zora Bîzansîyan bibin hêê? Hûn li ser
axa kê bera kê didin yawþaklar?
Ya rebbî tu neyni serê kesî din!

Dr.Robîn Kent-23/12/06-Amerîka-
Hûn
zanin, di qirnê me de tiþt û bûyerên wilo diqewimin ku aqilê meriv
disekine. Ma çi dibe û çi nabe? Ha ji we re nimûneyek. Li Amerîkayê du
xwiþk di bedenekê de jîyana xwe didomînin. Du serî, lê laþ û bedenek!
Ma ev ne ecêbek
ji elametên qiyametê ne gelo? Herdu xwiþk di her warî de serketî û
jêhatî ne û xuyaye xelkê derûdorê jî kêfa xwe ji wan re tînin. Ew diçin
dibistanê, trimbêlê dajon, lotikan tavêjin û hetta dil jî digrin.
Lê me tiþtek
fêhm nekir. Gelo gava her yek ji wan dil têkeve xortekî, ewê çawa bikin?
Wê kî bi kê re lotikan bavêje? Heta niha pisporan bersiva vê pirsê
nedaye. Welhasil canim, nebû nebû wê herdu jî dil têkevin heman xortî û
hûn sax! Ma ne îþê pênc-deh deqîqaye babam, wîî!
Anîta
bû sereka lotikvanan

Sabrîna
Temo-22/12/06-Macarîstan-
Di
pêþbirka “Mîss Bîkînî World 2006” de bedewa Macarî Anîta Horvath bû
sereklotikvan û taca lotikvanîyê da serê xwe.
Anîta xanim bi taybet ji
Lotikxanê re ragihand û got, “ez ji kêfa re wextî herdu terîþên
bîkînî jî bavêjim mazatê allahwekîl. Herçiqasî ez zêde bi Kurmancî
nizanim lî, lê lotikên we yek û yek in” û silavek ji lotikvanên Kurd
re þand.
Belê, lotikvana þîrîn soz jî
da ku rojekê bê qîwanxana Lotikxanê û bi lotikvan û zîtirkvanên me re
þampanya vexwe. De a bi xêr...Kesê ku bixwaze ji lotikên Anîta xanimê
tecrûbê bistîne bila serî li Lotikxanê xe..
Ew
mabû wî jî tirrek kir!

Rojda
Aydin-22/12/06-Stenbol-
Erê
kuro,
ev
çapemenî û medya Tirk wek þîrêz û benîþt bi yekî ve dizeliqe û heta
tirrê ji yekî bernedin, dev ji wan bernadin. Niha jî lotikek li artîst û
lîztikvanê meþhûr Cuneyt Arkin xistin û serê wî jî xistin nav teneka
zibil. Cuneyt Arkin di televizyona CNN de zimandirêjîya Yekîtîya
Ewrûpayê kir û ew bi lotik û pehînan tehdît kir. Cuneyt Arkinê ku di
xortanîya xwe de kilê çavê keç û xortan bû, niha kal bûye û tirr têde
nemaye. Lê mêrik hîna jî xwe wek dem û dewranên berê dibîne û bawere ku
ewê Yekîtîya Ewrûpayê bîne ser rê.
Arkin dibêje,
“Yekîtîya Ewrûpayê em kirine wek jinika qehpik, heçê tê û lotika xwe li
me dixe û kirasê me bi serê me dipêçe. Bila serê min xera nekin, ez
“Dunyayi kurtaran adam” im (zilamê xelaskerê dinyayê), ezê bi lotikekê
tirrê ji wan gawiran berdim” û dide zîtirkan.
Ûlan oxlim!
Dewlet û artêþa te ya qirase nikare lotikan li gawiran xe, ma tê bi vê
peppûkîya xwe YE bîne ser rê hê? Bi telaqên te, YE û gawiran kirasê we
li serê we pêçaye, ji pêþ û paþ de we didin ber lotik û pehîhan û xelas!
De here qûna xwe biþo ûlannnnn!
Wek dîwarê
Berlînê fîþek tê de narin bavo!

Zinar Qelemþûr-21/12/06-Stenbol-
Niha
hûnê bêjin, "agir bi mala te keto, ma çawa fîþek têde narin? Ma pola
ye?" û bikenin ez zanim.
Model û bedewa bejindirêj
Tûgba Ozay di defîleyekê de dilê xwe rehet kir û got, "Bi serê we yê ku ez nadim bi kondom,
xiyar û bacanan, ez her hefte diçim doktor û testa AÎDSê çêdikim.
Bawerkin ez wek horîyên bihuþtê pak û rewan, paqij û saxlem im". We
fêhm kir?
Yanî xanimê dibêje, "Ez rojek tenê jî
bê lotik namînim. Ji ber wê ez her hefte serî li doktor dixim û xwe
saxtî dikim bê ka vîrûsa AÎDSê bi min re heye yan na".
Îcar ev tê çi maneyê?
Tê maneya ku fîþekên vîrûsên AÎDSê di xanimê de narin, bedena xanimê wek
dîwarê Berlînê saxlem û sewaxkirî ye allahwekîl! Rojek ji rojan têketa
destê me, me zanîbû bê emê çi fuze û topan berdinê lê de ka Xwedê kerîm
e...
Îro
Ermenî sibê Kurd!

Þemal Amedî-21/12/06-Hollywood-
“Rambo
û Rocky” Sylvester Stallone, amadekarîya lotikek mezin dike û dixwaze bi
vê lotika xwe tirrê ji Tirkan berde. Stallone dixwaze romana lotikvanê
Awûstralyayî Franz Werfel “40 rojên li ser çîyayê Mûsa” têxe
jîyanê û mesela qirkirina Ermenîyan têxew rojevê.
Lotikvanê
meþhûr Rambo dibêje, “roman li ser tunekirina medenîyetekê ye, dibe
li himber vê projeya min astengîyên sîyasî çêbibin. Tirkên hov ev 85
salin bi lotikên xwe rê li ber vê mijarê digrin jibo curm û tazmînatê
nedin Ermenîyan” filan û bêvan.
Ji alîyê din
Rambo bi taybet ji Lotikxanê re got ku, “bi soza mêrên berê, heger ez
di vê lotika Ermenîyan de biserketim û min çavekî Tirkan derxist, îcar
ezê lotikekê jibo Kurdan jî bavêjim, flîmekî qirase li ser serhildanên
Kurdistanê û helwesta dewleta virqo çêkim û herdu çavên Tirkan derxim,
wan kor û hittim bikim”.
Welhasil, Xwedê,
Îsa û Mihemed li piþta Rambo Sylwester Stallone bin rebbî..Lawo Rambo,
bi namûs tu soza xwe neyni cîh, yan tu ji Tirkan bertîlê bixwî, emê
bikin ku Dilþa Yûsiv helbestekê li ser te jî binivîse û te bike
“xayîn û neyar” haaa!
Dilþa
Yûsif jî dest bi lotikan kir

Azad Seyda-20/12/06-Kuro
ev keçên me yên kurd car caran me dihetikînin. Xaltîka me ya rojnamevan,
nivîser, çalakvan, helbestvan, dengbêj û qidqidqirîþk di eynikê de li
xwe nêrî, dil ket bejna xwe û diranên xwe li ser hev kirin destar û
piþtî bêdengiyeke dirêj pijiqî û got:
Min serhed kir dengbêj û yê bawer dike
bila bawer bike û yê bawer nake bila serê xwe li dîwarê keleha Hewlêrê
bide.
Ciwankê navê xwe û lêsta karên xwe
û wêneyekî xwe li ser hev kom kir û lotikek li wan da û berê wan da
malperan.
Xwediyê malperan veciniqîn, terpilîn û
tep li serê xwe dan û gotin: Wax li qirdê me yê mirî be, me ha ji vê
nivîsera Super tune bû, bi xwedê em kawikî bûn û sînga malperên xwe
bi wêne û nivîsên Dilþa xan xemilandin. (Jibo
dewama nivîsê lotikekê li wêne xin)
Ew jî dixwaze balêse

Kevîn Kurdson-19/12/07-Hollywood-
Lotikvana navdar,
bedewa agirpêketî û seksî Cameron Dîaz jî dixwaze têkeve nav karwanê
lezbîyenan û li tama alastinê binere.
Dîaza seksî çavê
xwe berdaye lotikvana sîngmezin Pamela Anderson û dibêje, "Anderson
pir bala min dikþîne. Gava ez wê dibînim weke ku ez zebeþên Diyarbekrê
bibînim, yekser av bi devê min dikeve û tevzînok tên min. Ez dibêjim qey
ezê rojekê lotikekê li wê xim û kurmê xwe biþkînim" û filan. Xuyaye
ev lezbîyenî û lotikvanîya jin bi jinê dibe mode.
Êêêêê,
ev jî nametên demokrasî û azadîya jinane canim..Ma her roj xiyar û
tirozî tên xwarin qurban? Na na! Ma hûn nabînin, heta bi Kurdên me jî
qîma xwe bi tirþika her roj naynin û sê-çar jinan tînin, wîî! Azadî
xweþe xweþþþþþþþ! Kuro dinya mirine, allahwekîl meriv li tama hertiþtî
binere xêra Xwedê ye û hûn sax!
Çavê
we ronî, ferrarî çû Kurdistanê!

Þîndar
Berwarî-19/12/06-Xabûr-
Wek
me berê jî behsa wê kiribû, ferrarîya ku berê a lotikvanê navdar Rîcky
Martîn bû û bi 800 hezar dolarî jibo Seîd Barzanî hatibû kirîn (li gor
gotinên xelkê), ji hepsê hat berdan û piþtî sê mehan azad bû, berê xwe
da Kurdistanê.
Dibêjin ji baþûrê
Kurdistanê du kesên ku navê wan veþartî
ne,
hatine 430 hezar lîreyên Tirkî cezeyê gumrukê dane û ferrarîya sorik
birine Kurdistanê. Îcar ji Seîd Barzanî yan ji Nîhat Barzanî re birine
em pê nizanin. Lê wê di rojên pêþ de bêhna vê meselê bifûre û emê pê
bihisin.
Erê lawo erê...Ê me em
nikarin li bergîlekê siwar bin, zarokên xelkê li ferrarîya bi 800 hezar
dolarî siwar dibin..Weleddddd bê em çi peppûk û rebenin kuro! De bikin
bikin..Li nava bajarê Hewlêrê fors û qapanîya xwe bi ferrarîyê bikin ku
dilê zarokên feqîr û þehîdan jî biþewite. Çawa be ne xema kesî ye....
Yek ji ê din ehmeqtir

Ebû Berxo-19/12/06-Qatar-
Li
Qatarê, Santhî Soudarajana Hindî beþdarî pêþbirka bazdana 800 metroyî a
jinan dibe û xelata zîv qezenc dike. Soudarana 25 salî ji kêfa re dide
lotikan û bi xelata xwe dilþa dibe. Lê xuyaye piþtî xelatê rayedarên
pêþbirkê ji rebenê dikevin þikê û nema zanin ne ew jine û ne jî mêr
e.
Radibin heyeta jinekolog,
endokrînolog û psîkologan jê re testa zayendî (cinsî) çêdikin û di
encama testê de xuya dibe ku, “ bi Santhî Soudarajan re
taybetmendîyên jinan tuneye”. Îcar niha dixwazin xelata rebena
Soundarajan jê bistînin. Îcar hûn ecêban dibînin ne? Bêyî ku heyet derpî
ji Soundarajan bike û li cinsîyeta wê binerin, radibin li gor encama
testê biryarê distînin. Ê ehmeqino!
Ma hewceyî test û mestan
bû lawo? Hema
we
derpî jê bikira
û xelas, wîî! Piþtî derpî jê hat kirin, yan wê xiyarek derketa
holê û yan jî bacanek! Ma derpîjêkirin zehmet bû?
Kerametên
Pêxembera Tirk

Bêrîvan Al-18/12/06-Amed-
Wek
hûn zanin, Pêxemberek jin ji Tirkên doþirme re hat dinyayê û navê wê jî
Hatîce Benlîoglû ye. Mêrê wê jî Doç.Dr.Osman Nûrî Benlîoglû ye û bênamûs
di Zanîngeha bajarê Kutahya de perwerdekar e. Em serê we zêde neêþînin.
Mirîdê wê
Cengiz Ç di dadgehê de ji hakim re dibêje: Hatîce Pêxember ji
her mirîdekî xwe re gustîlkek (hingulîsk) dikirî, dixist tiliya wan,
digot “em li ezmanan zewicîne” û bazdida ser mirîdên xwe, namûsa wan
tanî pênc qirûþên xerabe. Vê qehpikê gellek caran bi namûsa min jî
lîztiye. Mêrê wê di oda kêlekê de bû û me jî lotik tavêtin hev,
oxxxxxxxx, ma ka jê xweþtir? û filan.Yaaa!
Îcar we
bênamûsîya wilo dîtiye gelî xwendevanan? Mêr li oda kêlekê li jina xwe
dinere, û Pêxembera zinêkar jî bi mirîdên xwe re çerq û berqê dike,
lotikan dide xwe. Aha Tirk ev in haa! Pêxemberên wan jî zinêkar in, sofî
û melayên wan jî tarikselat in, û ji xwe siyasetmedarên wan ji vir û
heta ezmana qûndene allahwekîl! Îcar, ji Kurdên ku didin dû wan, bi dû
wan de nimêj dikin û bi wan dixapin re çi tê gotin gelo?
|
Taba
Xelef çû bertelef

Serdar Mirad-26/12/06-Amed-
Dibêjin
serokê HAK_PARê Sertac Bûcak serdana Osmankê me kiriye û di oda wî de
silavek germ daye wî. Sertac Bûcak behs kiriye û hey behs kiriye:
Eman yekîtî, yeman yekîtî! Rabin em bibin yek, rûnên e bibin yek!
Yekîtî, yekîtî û sedcarî yekîtî!
Lê xuyaye hiþê
Osmankê me jî tenê li ser pirsgirêkên Amedê bûye ku di axavtina xwe de
tenê behsa pirsgirêkên bajarê Amedê kiriye û lotik avêtine. Tenê di
dawîya axavtina xwe de carekê bi xeletî gotiye, “Tabî, tabî, divê
yekîtî û hevkarî di navbera me de çêbibe canim” û kurtebir
lêxistiye.
Îcar, em bawerin
çend carên din jî Sertac Bûcak here cem Osmankê me, ewê yekîtî li ber
çavên wî reþ bibe û dilê wî ji yekîtîya partîyên Kurd bixele.
Sayin
Sertac! Canim cîgerim! Ma birastî tu yekîtîyê dixwazi? Wî çaxî em ji te
re bêjin qurban: Yekîtî xurtkirina HAK_PARê ye! Yekîtî lotikên Kurdewarî
ye! Yekîtî xurtkirina hest û bîr û bawerîya neteweperestîya Kurd e!
Kengî ku te ev bi cîh anîn, bi telaq îcar wê Osmankê me bê devê derî û
bêje, “Êêêê, em li ku mabûn lo?"
Kuro lawo, heta
ferman ji Imralîyê neyê ma wê rebenê Osmankê me çi xwelîyê li serê xwe û
me bike bavê min, wey!?
Þiî ketine dora lotikan

Þêrzad Zebarî-26/12/06-Bexda-
Xuyaye
konferansa ku li Stenbolê jibo sunnîyan hatibû lidarxistin pir li zora
þiîyan çûye û hema bêjin navbera Tirkiye û þiîyan bûye wek mesela kêr û
penîr. Piþtî ku berdevkê þiîyan Ammar El Hekîm li dijî Tirkan axivî û ew
dawetî Konferansa Gelê Iraqê a li Mekkê nekirin, niha jî endamê
parlamentoya Iraqê Îyad Cemaleddîn lotikek li Tirkan xist û ji partîyên
Kurdên baþûr zêdetir xwedî li Kurdên bakur derket.
Îyad Cemaleddîn
dixwaze bi minasebeta konferansa li Stenbolê serê Tirkan bêþîne û pozê
wan bifirkîne. Cemaleddîn pêþniyaza xwe biriye parlamentoyê jî û dibêje,
“Divê li Iraqê konferansek di derbarê pirsgirêka Kurdên bakur de bê
lidarxistin” filan û bêvan.
Lê dibêjin
bêbavê Wezîrê Asayîþa Niþtimanî Þêrwan El Waylî li dij vê pêþniyazê
derketiye û gotiye evê bibe desttêwerdana karê hundurên cîranên Iraqê.
Lê bêbavê Þêrwan El Waylî nafikire ku Tirk jî dest û lingên xwe dixin
kar û barên Iraqê.
Welhasil, tiþtê
balkêþ eve ku Kurdên baþûr û kakacanên me qet fikara konferansekê wilo
nakin û serê xwe bi Kurmancên bakur re naêþînin.Yanî, mîster Îyad
Cemaleddîn hem lotikek li Tirkan xist û hem jî serê Kurdekanên baþûr
xist ber wan. Bijî Îyad Cemaleddîn! Bi telaq tu ji kakacanan ciwamêrtir
derket û xelas!
|
Xwedê ji
betalan hez nake,
bê lotik
nemînin!.. |
Çima na kardeþîm?

Serdar Mirad-25/12/06-Amed-
Dibêjin
serokê DTP Ahmed Turk û girgirekên partîyê li Amedê beþdarî kongreya
herêma navendîya Amedê bûne. Dibêjin A.Turk di kongrê de behsa gellek
tiþtan kiriye û lotik avêtine. Di derbarê meþa xwe a Enqerê de gilî û
gazin kiriye û gotiye, “Di meþa Enqerê de em xeyalþikestî bûn. Li
Amedê gel me bi tenê hiþt û xwedî li me derneket”. Ji alîyê din
dibêjin gotiye, “Divê em xwe di ciyê fermandarê gel de nebînin. Divê
em xwe di ber çav re derbas bikin. Ji ber kêmasîyên ku me di dema buhurî
de kirine lêborîna xwe dixwazin” filan û fîstan.
Neyse canim, kî
li kê xwedî derneketiye bavê mino? Ev bîst-bîst û pênc salin Kurd li we
xwedî derdikevin. Bi mal û canê xwe alîkarîya we kir, jibo doza
serxwebûna Kurdistanê zarokên xwe kirin qurban. Lê we di þûna serxwebûna
Kurdistanê de çi da Kurdên bakur cîgerim? Demokratîk Cimhûrîyet,
Demokratîk Konfederalîzm, Demokratîk Sivîl Toplûm Konfederasyonû, Ozgur
Yurttaþ Hareketî, Demokratîk Tek Ûlûs, Turk-Kurd kardeþtîr, Li Tirkiyê
zilamê herî biaqil Mehmet Agar e, Ala Tirkiyê ala me ye jî, Kurdan
Kemalîzm fêhm nekiriye, û çîrokên weke van!
Madem wilo ye,
wê çima Kurd li Amedê xwedî li we derkevin bavê min? Wê çima zarokên xwe
jibo Demokratîk Turk Cimhûrîyetî bidin kujtin babam, wîî? Hûn ne doza
serxwebûnê dikin, ne doza federasyonê dikin, ne doza otonomîyê dikin,
here were demokrasî û zirt û virt, êêêêê!? Naxwe çi? Halla halla ya
suphan alla!
Kurd û þiî lotikên bêîman
li Tirkan dixin

Þîndar Berwarî-25/12/06-Hewlêr-
Dibêjin
piþtî rapora “Bekir-Hemîdo” navbera Kurd û þiîyan wek agirê
cehnemê germ bûye û li dijî Tirkan lotikên bêîman tavêjin. Piþtî ku
Tirkoleran li Tirkiyê “Konferansa sunniyên Iraqê” lidarxistin,
îcar jî Kurd û þiî li Mekkê “Konferansa Xelkê Iraqê” lidardixin.
Tiþtê xweþ çiye
hûn zanin? Hemi cîranên Iraqê hatine vexwendin, lê ji Tirkan re gotine
STOP! Berdevkê þiîyan Ammar El-Hekîm di daxuyanîya xwe de dibêje,
“Tirk alîkarîya El-Kaîde û terorîstên sunnî dikin, li welatê xwe ji wan
re konferansan lidardixin û destê xwe dixin nav kar û barên Iraqê, em vê
tirê ji Tirkan re nahêlin” û lotikek li Tirkoleran xist. Dibêjin wê
gellek siyasetmedar û navdarên Kurd beþdarî vê konferansê bibin.
Yaaaa! Çawaye
sayin Tirkoler? We lotikek li Kurd û þiîyan xist lê Kurd û þiîyan du
lotik û pehînekê li we dixin yawrûlarimmmmm!
Me jina xwe xapand, lê milletê xwe
nexapand!

Tacdîn Baran-24/12/06-Almanya-Dibêjin
Rêxistina Ewrûpa ya Partîya Sosyalîsta Kurdistanê bi minasebeta 70
salîya pênc damezrêner û berpirsên PSKê (Kemal Burkay, Ziya Acar, Yilmaz
Çamlibel, Mehmet Elbistanli û Kazim Yilmaz) li Almanya, li bajarê
Solingenê þahîyek lidarxistiye. Di þahîyê de li gel nûnerên rêxistinên
Kurdistanî û PSKyî nêzîkî 500 Kurdperwerên vexwendî amade bûne, xwarine
û vexwarine.
Dibêjin axavtina
herî xweþ û balkêþ kekê meYilmaz Çamlibel kiriye. Xwedêgiravî Yilmaz
Çamlibel gotiye, “Berê gava me karê rêxistinê dikir, me newêrîbû em
ji jinên xwe re rastîyê bêjin. Me derew li wan dikir û ew dixapandin.
Min bi xwe sîh salî jina xwe xapand, lê min tucarî milletê Kurd
nexapand” û bi dilekî paqij rastîya xwe anîye zimên.
Îcar
meriv niha difikire: Gelo bi sedan siyasetmedarên me yên ku hê jî di
serokatîya hinek rêxistin û partîyan de cîh digrin û wek benîþt pêve
zeliqîne, karin wek Yilmaz Çamlibel rastiyê bêjin? Karin bêjin,
“Me milletê Kurd nexapandiye?” Ew serok û generalên ku niha bê esker
mane, wê kengî karibin bi dilekî vekirî lêborîna xwe ji gelê Kurd
bixwazin û bêjin: Kurdino! Bi telaqê bê fitû me hûn xapandin! Me
gellek soz û peyman dan we, me zarokên we dan kujtin, me namûsa we di
nav lepên dijmin de kir pênc pere, li me biborin!
Heheyyyyyy...Ka
ew cesareta medenî looooo! Kuro ma kes dibêje, “Dewê min tirþe”
babam? Emrê te hezarsalî be Yilmaz Çamlibel! Bi telaq te tam wek
Lotikxanê rastî gotiye. Lotikxanê jî jina xwe xapandiye lê tucarî
milletê xwe nexapandiye.
Welhasil,
kontenjanek di Lotikxanê de vala ye, heger li te teng bû keremke bibe
mêvanê me kek Çamlibel!
Ha serokcaþino!
Hûnê nuka bi ku
ve bazdin..?!

Avdelê Guhbel-23/12/06-Bexda-Munqiz
Al Ferûnê ku dozgerê doza Enfala ye û her roj bi dehan lotikan li poz û
serê Sedam dixe, di hevpeyvînek xwe a bi Rojnama Mîdya re, ku li Hewlêrê
derdikeve, xuya kir ku wê 50 serokcaþên Kurd bên kurtan kirin, hevsarê
wan bê kêþan, bêne dadgehê û li Bexdayê bi serokê xwe Sedam re bizirin.
Farûnê xweþmêr dibêje: Eger van serokcaþan pileyên berpirsî jî hebin
ew nabe asteng ji bo wan ku wan bîne dadgehê û eger ew li derveyî
Kurdistanê jî bin wê bi alîkariya polîsê enterpolê hevsar û cuhoran bide
serê wan û ewê bên li ber çavên bi milyonan Kurdan bizirin ka wan çawa
qirasê Sedam xiste xwe û li Enfala ji bo Erebên qunreþ Kurd dikuþtin…!!
De here serokcaþê mejî ker!
De tu her bizire û lotikan
bavêje her!
Îro wê gelê Kurd kef û tevê
ji pozê te bîne der!
Cegerxwîn li Batmanê rabû ser xwe

Siyamendê Hesarî-23/12/06-Gundê
Hesarê-
Þaredarîya
Batmanê þaîrê mezin Cegerxwîn ji bîr nekir û peykerê wî di parka “Fatîh”
de çikand. Serokê Þaredarîya Batmanê Huseyîn Kalkan got, “Ne mimkine
em wî ji bîr bikin. Ew di dilê me de dijî. Çikandina peykerê wî nîþana
hezkirina me ye” û dilê me rehet kir.
Heyran bi telaq
kekê me Huseyîn Kalkan lotikên xweþ û xêrdar davêje.Lê xwezî nivîsandina
li bin peykerê wî ne bi Tirkî, lê bi Kurmancî bûya û hew! Hêvîya me ewe ku
Þaredarîya Batmanê parkekê bi navê “Lotikxane Park” jî veke da ku
lotikvanên me bi serbestî lotik û pehînan bavêjin dijminên xwe.
Kuro bi
telaqê jinberdanê emê dîsa raya xwe bidin te lo, wey!
Xalê Newzat
aborîya Yekîtîya Ewrûpayê têk bir

Idrîsê Mûþî-22/12/06-Mûþ-Xalê
me Newzat Demîr mêrê çar jinan û bavê 42 zarokan e. Kurdên weke wî
jêhatî pirr in. Dibêjin, Midurê Þopandina Proje û Nirxandina bernameya
“Tendirustîya jibo civatek saxlem” Augustus Tîambengê Filipînî serdana
baþarê Mûþê kiriye û silavek daye xalê Newzat.
Xalê Newzatê 60 salî çay û qehweyek nîvþîrîn daye mîster Tîambeng û
xwestîye ku Yekîtîya Ewrûpayê alîkarîya aborî bi wî û malbata wî bike.
Mîster Tîambeng jî berê gotiye, “Yes yes, okey!” lê piþtî dîtiye
ku 42 zarokên wî hene û zarokek din jî bi rê deye, veciniqîye û çaya wî
di qirika wî de maye.
Welhasil, rebenê Augustus Tîambeng wek serxweþan lê hatiye li xalê
Newzat û zarokên wî ecêbmayî maye. Newzatê 60 salî, çar jin û 42 zarok!
Rabûye Tîambeng gotiye, “Bi telaq barê te û barê dewleta Tirk weke
hev e! Em wek Yekîtîya Ewrûpayê nikarin di bin barê te û zarokên te
rabin bavê mino! Ha me dewleta Tirk kiriye endamê Yektîya Ewrûpayê û ha
me te kiriye endam, mesref weke heve bi namûs!”
Îcar heyran, bi sê telaqên jinberdanê, heger ev partî û rêxistinên me ên
ku tenê wek general, çawîþ û onbaþî mane, sed kesên wek xalê Newzat
bikin hevalên xwe, wê artêþekê qirase saz bikin û di nava çend salan de
bakurê Kurdistanê azad bikin û hûn sax!
Pêþniyazek maqûl û bi þeref

Bêrîvan Al-22/12/06-Tirkiye-
Serokê
Þewkat-Der ê Hayrettîn Bûlan, pêþniyazek maqûl û bi þeref ji Serokwezîr
Erdogan re bir û xwest ku ew xwedî li mafên jinan derkeve. Ew pêþniyaz
çiye hûn meraq dikin ne wilo?
Hayrettîn Bûlan
dibêje, “Em wek Þewkat-Der ê Serokwezîr Erdogan dawetî serdana
kerxaneyên Tirkiyê dikin û dixwazin ku ew bi çavê serê xwe pirsgirêkên
jinên kerxanecî bibîne û guhdarîya wan bike”
û filan.
Hayrettîn Bûlan
û du jinên kerxanecî piþtre daxuyanîyek dan çapemenîyê û gotin,
“Halîhazir þêst (60) kerxane û sê hezar jinên kerxanecîyên fermî hene.
Lê li alîyê din zêdeyî hezar kerxane û 25 hezar jin jî nefermî dixebitin
û nahêlim em têr nan bixwin. Em dixwazin ku Erdogan bê li van kerxanan
lotikekê bavêje û teftîþê bike” û wekî din.
Halîhazir
Kasimpaþali Laz Reco bersivek eþkere nedaye wan. Lê hinek derûdor
difikirin û dipirsin: Gelo wê Laz Receb bi serê xwe teftîþa van
kerxanan bike yan wê xanima xwe jî bi xwe re bibe!? Çi pêþniyazek
maqûl û karekî li gora Recebo ye ne wilo gelî xwendevanan?
Heger pisîk bibe Hecî
wê Mehmet Agar jî bibe Þêx!

Faris Kilso-21/12/06-Swêd-Pisîkê
þaþik daye serê xwe û bûye hecî. Werin! Werin! Gelî miþkan werin! Min
tobe kiriye û ez çûme beyta Xwedê!
Mehmet Agar egaleke sor xistiye
stuwê xwe, êdî nema xerabiyê dike, li gorî wî û hinek guhdirêjên me wî
tiþtek nekiriye. (Jibo
dewama nivîsê hecî pisîk bitikînin)
Ji rêya Xwedê jî derketiye û ji a Pêxember jî!

Þîndar
Berwarî-21/12/06-Hewlêr-
Wek
ku me cara berê behsa wê kiribû, wezîrekanê me Felekeddîn Kakeî dixwest
semînerekê bi navê “Abdullah Ocalan” lidarxe û çend lotikên bêîman
bavêje. Me bala wî kiþandibû û gotibû, “ma te ji nav 25 milyon Kurdên
bakur navekî din nedît malnexirab?” û lotikek lêxistibû. Yanî me
xwestibû em jê re bêjin, “kuro lawo dev ji xwe berde kaka, navê
A.Ocalan wek niviþta liserxwendî ye, wê bi te vede û serê te bixwe
haaaa” û filan.
Welhasil, niha dibêjin Serok Mesûd Barzanî lotikek xweþ li Felekeddîn
Kakeî xistiye û ji ciwamêrekî re gotiye, “Yahewlelwela
quwetullehilezîm! Qey ev Felekeddîn Kakeî ji rêya Xwedê derketiye bavo”
û rê li ber lidarxistina semînera li ser Ocalan girtiye. Tê gotin ku
Felekeddîn Kakeî lotikvanekî baþe û ji lotikên sansasyonel û zîtirkvanî
pir hez dike. Ji ber vê jî car caran serê hikûmeta Kurdistanê li hêt û
dîwaran dixe.
Welhasilî kelam, em meraq dikin çima Felekeddîn Kakeî semînerek
sansasyonel li ser pêwistîya zimanê Kurmancî jî çênake? Kakaî di
meqaleya xwe a di KTV de jî dibêje, “Li bakurê Kurdistanê þoreþek spî
destpêkiriye û divê baþûrê Kurdistanê û ragihandina wê destekê bide vê
þoreþa spî” û filan.
Te go çi te go çi mîster Kakeî? Te go hûn dixwazin alîkarîya þoreþa spî
a bakurê Kurdistanê bikin? Xwedê mala wan biþewitîne heger
raste!
Heger raste tu dixwazî bi ragihandina xwe alîkarîya Kurdên bakur biki,
berê hefsarê zimanê Kurmancî serbest berde, di dibistan û zanîngehan de
bide xwemdin, aha piþtgirîya ji vê mezintir tuneye allahwekîl! Dewleta
Tirko jî Kurmancî qedexe dike û nahêle bê xwendin û hûn jî. Êêêêê, îcar
em çi navî li vê helwestê bikin qurban?
Pîroz be xortên 70 salî!

Sosin
Bermal-20/12/06-Almanya-
Dibêjin
wê çend xortên me di van rojan de heftê salîya xwe pîroz bikin, zarotî û
xortanîya xwe wek flîmekî sînemê bînin ber çavê xwe û axîn û keserekê
bikþînin.
Hûn zanin, ev pîr û kalî ji
mirinê jî xerabtire allahwekîl. Ya rebbî, hema bila ev yextiyarî tuneba
ma dinya xera dibû? Birastî dilê meriv xwe bi xwe diþewite lo, wîî!
Welhasil, ka em vegerin ser
mijara xortên xwe û dilê wan jî bi wan neþewitînin. Erê, dibêjin wê çend
xortên me ên 70 salî van rojan bên cem hev û kamilbûna xwe pîroz bikin.
Di nava wan de xortên wek Kemal Bûrkay, Yilmaz Çamlibel, Zîya Acar û
Mehmet Elbîstanli jî hene.
Niha hûnê bêjin: Lawo
malnexirabno, ma xortên 70 salî hene? Erê wey, çawa tunene? Ma dil
pîr dibe qurban? Na bi namûs! Ew 70, 80, 90 salî jî bikin, dilê wan her
wek dilê xortekî çardesalî dike “gurme gurm” babam!
De em serê we neêþînin. Em ji
niha de wek eþîreta Lotikxanê 70 salîya xortên xwe pîroz dikin û
hêvîdarin ewê di jîyana mayî de jî dost û dijminan ji lotikên xwe bêpar
nehêlin. Her bijîn!
Muxtarê Bîrhiþkê

Faris Kilso-20/12/06-Swêd-Muxtarê
Bîrhiþkê dîsa lotik dan, kete nav haletê Instability û dibêje:
Em hem mêr in, hem diz in û hem þêr in. Tirkek li kîdere cîhanê hebe,
em didin lotikan, wî diparêzin. Lê kes li welatê me nikare bêje bê kurd
hene. Pirsgirêka kurdîniyê nîne. Pirsgirêka teroristan heye. Kesê bêje
kurd hene, ew jî terorîst in. Me Antakya û Kibrisê dagîr kir û kesî
dengê xwe nekir. Ji roja ku me kurd naskirine, em wan dikujin, înkar
dikin û mineta me ji kesî nîne. Bav û bavpîrên me
Stenbolê ji Romê stand û ji me re ma. Em her tiþtên xwe bi qeweta
milê xwe dikin. Heger tiþtek ji qûna kesî têt bila bikin. Mineta me ji
Ewropa û Emerîka nîne. Ew mecbûrin bi gotina me bikin. Heger bi gotina
me nekin, emê dinyayê li serê wan bikin tara bêjingê. (Dewama
nivîsê meymûn Reco bitikînin)
Wezareta werziþ û
lawan pirekê di navbera lawên Kurdistanê û yên derve de dirust dike.
Nasrat Hacî-19/12/06-Havîn
ji bo civaka akademîk werzek taybete. Bihênvedaneke piþtî kar û
çalakiyên sala derbazbûyî û herwesa
xweamadakirine bo xebatên sala bihêt. Werin em bihênvedan û
xweamadekirina havîna sala 2007an ji bo demek
çar hefteyî ji meha hizîran-
tîrmeh ê li Kurdistanê bi hev re derbas bikin. Eve derfeteke zêrîne
jibona lihevguhertina serbor û tecrubeyan di navbera lawên Kurdistanê û
yên derve de.Dewama nivîsê wêne
bitikînin
KADEPê lotiknameya xwe
pêþkêþî dewletê kir

Sîpan
Nas-19/12/06-Enqere-
Partîya
Demokratîka Têkildar KADEP bi awakî fermî serî li Wezareta Hindurîn kir
xist û lotiknameya xwe radestî rayedarên wezaretê kir. Serokê partîyê
Þerafettîn Elçî di kurteaxavtina xwe de di ser û bin re behsa partîya
xwe û armancên wê kir. Elçî got:
Divê rista
dewleta ku dijberê fikra demokratîkbûna hemdemî ye bê guhertin. Modela
dewletê a herî maqûl rista federalîzmê ye. Li Tirkiyê pirsgirêka sereke
pirsgirêka Kurd e û ev pirsgirêk herî baþ di ristek federatîf de kare bê
çareserkirin. KADEPê armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd di nav
sînorên Tirkiyê de daye ber xwe. KADEP her awayên þiddetê red dike,
tekoþîna demokratîk û siyasî diecibîne, filan û fîstan.
Welhasilî kelam,
KADEP li gelê Kurd pîroz û bimbarek be rebbî..Xwedê bikim bi lotik û
pehînên demokratîk û siyasî pirsgirêka Kurd çareser bike û Kurdên bakur
ji nav vê toz û tirabêlka bêalternatîfbûnê derxe. De ka emê bibînin,
gelo wê dewleta Tirko rê bide lotikvanîya federasyonê yan na! Heger Tirk
rê bidin KADEKê ji xwe mêrin, na heger rê nedin ji xwe kerê bêxêr in..
Laz Reco kir zirt
û virt

Þemal Amedî-19/12/06-New
York- Laz
Reco li Neteweyên Yekbûyî civînek çapemenîyê lidarxist û xwe hinekî
dawþand. Rojnamevanekî mirovhez rabû jê pirsî: Gelo tiþtên ku hûn ji
100 hezar Tirkên Qibrisê re dixwazin, hûn ji 25 milyon Kurdên li welatê
xwe re jî nasdikin? Vê pirsê Laz Reco bi zelzele û tsûnamîyê xist,
wek sofîyê ku bi sur û idrê bikeve lê hat, lotikek avêt û got:
-De
siktir lan! Kurd kî ne? Li Tirkiyê pirsa mafê Kurdan tuneye. Niha li
parlamentoyê 50 parlamenterên Kurd ( 50 kerên bê kurtan) hene. Ez
ji Rîzeyê me (Laz im) jina min Emînakê ji Sêrtê ye û Ereb e
(berê digot jina min Kurd e). 29 salin em lotikan li hev dixin û tu
pirsgirêka me jî çênebûye. Divê dawî li nasyonalîzma etnîkî û olî bê. Em
hemi Tirk oxlî Tirk in“ filan û fîstan.
Ûlan ewladim, madem divê dawî li
nasyonalîzma etnîkî bê, de ka hûn Tirk jî dev ji nasyonalîzma xwe berdin
û em bi hev re navekî din li xwe bikin, te go çi? Em navê xwe bikin Kurd
û zimanê xwe jî bikin Kurmancî. De ka qebûlbikin ha tirro! Çima ma ji we
re adete ji Kurdan re qebhete oxlim!
Bi
heqê benzîna xwe xesirîn

Ahmed Beyan-19/12/06-Enqere-
Dibêjin 600 DTP lî yên me rabûne bi def û zirne,bi tilîlîîîî li otobosên
xwe siwar bûne û berê xwe dane Enqerê paytextê lotikvanên Tirk. Lê
xuyaye kesî qîmet nedaye dengê def û zirna wan û li ber wê govend
negirtine. Ji xwe di serî de jî xuyabû ku wê Tirk bi pênc qirûþan qîmer
nedin wan û rêza wan negrin. Lê dîsa jî enternasyonalîstên me fedî nakin
û bi zorê dixwazin bibin brayên Tirkoleran.
Dibêjin li Enqerê gotara xwe xwendine û
doza „Çareserîya demokratîk û rawestandina çekan“kirine. Lê
mixabin deng neçûye parlamenter, wezîr û kizîrên Tirk û wek kerr û lalan
deng ji wan nehatiye. Ji xwe dibêjin Serokê Parlamentoyê Bulent Arinçê
ku bi salane Kurdan di bin sîwan û derewên bratîya îslamî de dixapîne,
pembo xistiye guhên xwe û gotiye, „deng nayê min kardeþîm!“
Lê bawerkin em gellekî bi halê DYPlî yên
me êþiyan. Çima em êþiyan? Feqîran bi heqê benzîna xwe xesirîn û qulek
din di bêrîka wan de vebû. De a bi xêr….Ev jî zêdebûna ser kezebê bû..
Wey aferîn Orhan Agar!

Ahmed
Beyan-18/12/06-Enqere-
De
binerin bê dijmin çiqasî bi me Kurdan lîztiye û em ji eyarê xwe
derxistine. Orhan Doganê ku deh salan di zindanên Tirko de raza, îro
radibe pesnê qûnekekî wek Mehmet Agarê dijminê riknê Kurd dide, wî
difirîne ezmanan û hêvîya çareserkirina pirsa Kurd jê dike.
Orhan Dogan
Agar, ji Mahmût Ovurê nivîskarê rojnama Sabahê re dibêje, “ Halîhazir
serokê yekem ê ku ji “sîyaseta qutîyê” derdikeve der mixabin Mehmet Agar
e. Dibêjim mixabin ji ber ku çep û sosyal demokratan ev nekirin.Mehmet
Agar kare bibe De Klerkê Afrîka Baþûr. Wek hûn zanin De Klerk zilamê
Serekerkanê Afrîka baþûr ê herî xwedî gotin bû. Berpirsiyarê bûyerên
wêderê bû. Lê piþtre bû serokdewlet û hevdîtin bi endamên Kongreya
Netewî a Afrîkayê û Nelson Mandela re danî.Yanî, Tirkiye li De Klerkê
xwe digere. Ê herî nêzîkî De Klerke jî Mehmet Agar e” filan û
fîstan. Wekî din dibêje, “Em ji cudaxwazîyê derbasî entegrasyonê
bûne” û hinek çîrokên din.
Baþe sayin Orhan
Kardeþîm, 15 hezar Kurd wek faîlî meçhûl bi destê Agarê faþîst hatin
kujtin, Agarko siyaseta “Yek dewlet, Yek millet, Yek al, Yek ziman”
diparêze, we kîjan rojê hesab jê pirsî cîgerim? Yan qezda te bi
entegrasyonê “Yek dewlet, Yek millet, Yek al, Yek ziman” e? Heyfa mêran!
Piþtî deh sal hepis tu radibi entegrasyonê diparêzi.
Gelo
tu bîst salan razabûya tê çi biparazta?
Pentagonê lotikek bê îman li Bekir-Hemîdo
xist

Kevîn Kurdson-18/12/06-Pentagon-
Wek
hûn zanin, rapora Grûba Xebata Iraqê a Baker-Hamîlton qarewar û
welweleyek mezin rakir û toz û dûman bi dû xwe xist. Di serî de Kurd
ketin nava tirs û mitalan û gotin qey “wê Ceyazîra duyemîn” li
serê me rabe. Lê xuyabû ku vê raporê di nava Amerîkamîyan bi xwe de jî
nerazîbûnek derxistiye holê û kêm kes bi çavekî erênî li raporê dinerin.
Eþkere bû ku
teyr û generalên Pentagonê jî ji vê raporê ne xweþin û naxwazin jibo
xatirê aramîya Iraqê bi Îran û Sûriyê re têkilîyan deynin. Herçiqasî ev
nerazîbûn tên veþartin jî lê dîsa di hinek rojnameyên nêzîkî Pentagonê
de bi hûrnivîskî hatin weþandin. Li gora ku tê gotin zilamê çaremîn ê
Pentagonê û Alîkarê Miþteþar Peter Rodman rapora Baker-Hamîlton rexne
kiriye û gotiye, “Ne mimkine ku em jibo aramîya Iraqê bi Îran û
Sûriyê re têkilîyan deynin, ev nayê qebûlkirin” û Baker û Hamîltonê
bertîlxwir dane ber lotik û pehînan.
Îcar, herçiqasî
heta ku peymanek nivîskî di navbera Kurd û Amerîkîyan de çênebe divê
meriv bi wan bawer nebe jî, lê xuyaye wê ev rapora bêxêr xêrekê ji kesî
re neyne. Welhasil, gerçî Kurd zû tên xapandin lê dîsa jî divê kumê xwe
deynin ber xwe û ji lotikan re hazirbin û hûn sax.....
Ma kîderê Tirkan raste?
Faris Kilso-18/12/06-Swêd-Xwedêgiravî
Ewropiyan tirk qebul nekirine jibo çend pirsgirêkên bêqîmet wek
balafirxana Qibrisê, baregeha keþtiyan, filan, bêvan û lotikxane. Heger
pirsgirêk bes Qibris be, ez dê bi xwe lotikekê li ewropiyan xim lê na.
Mesele ne baqê nîska ye. Wek hêþtirê, ma kîderê tirkan raste? Tirkan du
milyon Ermenî, fileh û hewqas jî kurd kuþtine û bi kuþtina wan xwe
serbilind dibînin. Zimanê xelkekî çil milyon înkar dikin, wek lawirên
qudusî êrîþî her kesî dikin, qanûn çêdikin lê bi qanunên xwe bawer
nakin.
(Jibo
dewama nivîsê wêne bitikînin)
Wî jî lotikek avêt

Ihsan Pozmezin-18/12/06-Kocaelî-
Serokê
Beþê Felsefê ê Fakulteya Fen-Edebîyata Zanîngeha Kocaelîyê Prof.Dr.Sînan
Ozbek got ku, “Di mijara kujtina namûsê de mêr ji jinan zêdetir tên
kujtin” û lotikek avêt derûdorê.
Ozbek dibêje,
“Li gor îstatîstîkên Midurîyeta Ewlekarîyê, di bûyerên kujtinên namûsê
de mêr ji jinan zêdetir hatine kujtin lê zêdetir jin derdikevin pêþ. Li
gor îstatîstîkê di nava þeþ salan de ji 1190 kujtî 710 jê mêr in (zilam
in)”. Wekî din Profesorê me hinekî behsa naveroka namûsê jî dike û
dibêje, “Gava meriv kujtinên namûsê wek “taybetmendîyên grûpek
etnîkî” (behsa Kurdan dike) derxe pêþ temaþevanan û di ber re stranên
Kurdî deyne ser, xeletîyek mezin e, ev dibe nîjadperestî” û piçekî
be jî lotikekê li Tirkan dixe û Kurdan diparêze.
Aferîn ûlan
Ozbek! Allahima kîtabima helal olsin!
Ataturk
Deve Lîmani meþhûr bû

Rojda
Aydin-18/12/06-Stenbol-Wek
me
berê jî behs kiribû, Lêmana Hewayî a Atatirk (Atatirk Hava Lîmani) bi
serjêkirina deveyê ketibû rojeva Ewrûpîyan û wek Ataturk Deve Lîmani
hatibû binavkirin. Piþtî ku ev lêman bi xêra rebena devê meþhûr bû, îcar
xuyaye heçê ku bixwaze binavûdeng bibe berê xwe dide vêderê û lotikan
tavêje. Niha jî mankenên dinyayê berê xwe dane Atatirk Deve Lîmani û
lotikên xwe li ber xwîna devê dikþînin.
Modela naskirî
a Brezîlî Letîcîa Bîrkheur yek ji wan lotikvanane ku hatiye Stenbolê û
li Atatirk Deve Lîmani sûretên xwe dikþîne. Herweha dibêjin wê di rojên
pêþ de jî qûnde, lezbîyen, qesab, berber, keþe, çeqel û rovîyên welatên
derûdorê jî berê xwe bidin Atatirk Deve Lîmani û lotikên xwe bavêjin.
Lê me meraq
kir gelo wê hunermendên Kurd jî bên li vê qesabxana Atatirk Hava Lîmani
klîpên xwe bikþînin yan na? De a bi xêr...Heger rojek ji rojan Tirk di
mizgeftên xwe de wehþ û berazan jî serjêbikin qet ecêbmayî nemînin û
xelas!
|
Misilmanên Çep ji me kêm mabûn!

Ahmed
Beyan-26/12/06-Enqere-Dibêjin
partîyek din li Tirkiyê zêde bûye. Partîya ku wek “Partîya Misilmanên
Çep” tê binavkirin, dest bi xirecira xwe kiriye û ha ha lotikan li der û
dora xwe dixe. Rêvebirên partîyê Ertûgrûl Gunay û Mehmet Bekaroglû bi
daxuyanîyekê sazûmendîya xwe îlan kirin û gotin,
“Xwe bigrin! Em
wek misilmanên çep emê serê Tirkiyê di binê wê re derxin û Tirkiyê ji
bihuþtê xweþtir bikin”
û wek hemi serokên partîyan derew û vir kirin.
Hûn zanin bê wê dîsa kî ray û dengê xwe bidin van zinêkaran? Kurdên
bêaqil! Ji xwe ev misilmanên çepên bêbav (elhemdillah me tu xêr ji
misilmantîya wan nedîtiye) piþta xwe bi girseya Kurdên bêaqil qewîn
dikin. Ew jî zanin ku Kurd zû bi derew û virên bratîya îslamê dixapin.
Îcar ku navê çepîtîyê jî bi dû misilmantîyê ket, tewwww, Fatê were
civatê! Bi telaq wê Kurdên oldar û çepên me yên enternasyonalîst bi
derewên van
“Misilmanên Çep”
serxweþ bibin û bibin leylan û hêlan haaa! Ji xwe çi hatibe serê me ji
van herdu alîyan hatiye serê me allahwekîl! Xwedê xêra wan qebûl neke
rebbî....
|
Heçê reklaman
netikîne mala wî bivirite rebbî! |
Li
partiyên rojavayê Kurdistanê pîroz
be!

Kiyaksar Temir-25/12/06-
Li gor
tê gotin, dibêjin partîyên Kurdî li
rojavayê Kurdistanê bi hejmara xweyî ne xwezayî
ketine pirtûka Guînnessê.
Li gor gotin û fesadîyên ser tenûran,
dibêjin ew bi navê “Keroþka Avis” ketine pirtûka rekoran û ewê di
sala 2007an de jî wek gêrik û mûrîyan bixebitin da ku di vê pirtûka wek
incîl û tewratê de ciyê xwe ê yekem biparêzin.
Welhasilî kelam, li ser bext û namûsa
xelkê be, dibêjin wê di sala 2007an de nêzîkî deh (10) partîyên din jî
li Kurdên me yên rojava zêde bibin û ewê piþtre jî ji hev parçe bibin û
bibin bîst partî. De Xwedê xêr bike rebbî.....Her bijî keroþka me ya
avis!!
Ha ji we re ehmeqekî din!

Rojda Aydin-25/12/06-Stenbol-
Dibe
ku hûn nizanibin, lê li gora lêkolînekê, yek ji wan welatên ku herî zêde
ehmeq lê hene jî Tirkiye ye. Dibêjin piranîya ehmeqên Tirkiyê jî di
parlamentoyê de cîh stendine û ha ha lotikên ehmeqîyê tavêjin. Li gora
lêkolînê yek ji wan ehmeqan jî wekîlê AKP Bûrhan Kiliç e.
Tê bîra
we, Tirkan li Balafirgeha Atatirk deve serjêkiribûn û ev di çapemenîya
dinyayê de wek “Atatirk Deve Lîmani” hatibû binavkirin. Îcar
Bûrhan Kiliç efendî jî rabûye di derbarê serjêkirina devê de dibêje,
“Ez pir li ber serjêkirina devê ketim.Bêhna bihuþtê (cunnetê) ji devan
tê, bêhnek pir xweþ û balkêþe. Ji xwe bavê min bi devê dêya min
revandibû” û filan bêvan.
Ûlan
dangalak! Tu çi zani bêhna bihuþtê çawaye oxlim? Yan tu ji bihuþtê
hatiyi? Heger bêhna bihuþtê wek bêhna deveyên Erebên qûnreþ bin, bi
namûs ez neçûm wê bihuþtê, wey! Îcar bêhna bihuþtê ji devan tê kuro,
waweylêêêê!
Xuyaye
birastî jî bavê te dêya te bi devê revandiye allahwekîl! Yan na, ma
deveyek mîna te ehmeq ji wan re çêdibû cîgerîm?
Artêþa kê mezintire ûlan?

Sofî Xelef-24/12/06-Dinya-
Dibêjin
lêkolînek li ser artêþên mezin yên welatan hatiye kirin û derketiye holê
ku di dinyayê de artêþa herî mezin bi 2.225.000 leþger artêþa Çînê ye.
Piþtre Amerîka, Hindistan, Koreya bakur, Rûsya, Koreþa baþûr, Pakistan,
Tirkiye, Vîetnam û Misir tên.
Lê xuyaye wan bêbavan hêza
artêþa Lotikxanê jibîrkirine yan nexwestine bînin zimên. Ê lawo
bêbextino! Bêbavno! Ma artêþ digihên artêþa Lotikxanê? Bi 2 milyon û 500
hezar xwendevan û lotikvanên xwe ve kîjan artêþ digihê artêþa me ûlan?
Bi hersê telaqên jinberdanê
lotikvanên me tirê ji artêþên we berdidin û xelas! Lê çi fêde fîþek û
barûda artêþa me nemaye. De bila ew petrol û pereyên kakacanên baþûr di
destê me lotikvanan de bûya, weyê bidîta bê me çi lotik li dijmin
dixistin, offfffff! Kuro bi namûs meyê bikira ku bibe tire tir û zirte
zirta qûna Tirk, Ereb û Eceman, lê mala feqîrîyê biþewite û hew!
Em
bûn benîþtê devê xelkê

Cembelîyê Botî-23/12/06-Colemêrg-
Heger hûn nizanibin bizanin, Tirk milletekî fersendcî, nankor û bêbext
e. Gava fersenda xwe di Kurdan de bibîne, wek marê kor pê vedide û
nabexþîne.
Welhasil, Serokê Teþkîlata Ewlekarîya Kurdistanê kekê me Mesrûr Barzanî
(kurê Serok Mesûd Barzanî) berî demekê li ber rayedarên Amerîkayê
geriyabû û gotibû, "Jibo Xwedê û Pêxember me wek sala 1975an nefroþin
dijminên me" û dibêjin çend dilop hêsir jî barandibûn.
Îcar xuyaye ev libergerîn di devê Tirkan de bûye benîþt û ji wan re
fersenda henekpêkirina Kurdan derketiye. Ker û qantirên çapemenîya Tirko
dibêjin, "heheyyyyyy! Bizim kirolar satilmaktan korkmaya baþladi"
û dibe tîqtîqa wan û bi halê me dikenin.
Welhasil canim, ker û qantirên Tirkan bi lotikvanên Lotikxanê re ketine
qayîþ û berberîyê..Ka emê binerin bê wê kî siwar û kî peya be...
Kîne em?

Gulistan
Biþêrî-23/12/06-Batman-
Þaredarîya
Batmanê û serokê wê lotikvanê jêhatî Huseyîn Kalkan, navê helbesta
Cegerxwîn “Kîne em” li parkek ji parkên Batmanê kir û xêrek mezin bi xwe
kir. Helbesta Cegerxwîn “Kîne em” bi dengê Þivan Perwerê lotikvan þax û
perên xwe berdabû nav dil û mejiyê Kurdan û bi xêra wî zêdetir hatiye
naskirin. De Xwedê û Pêxember xêra Huseyîn Kalkan di deftera xwe de
binivîsin û di bihuþta rengîn de kursî û meqamekî saxlem û xweþ diyarî
wî bikin. Haaaa, Xwedê 70 horîyên bihuþtê jî bike nesîbê wî rebbî!
Eloko
bêrîya bavê xwe dike

Ahmed
Beyan-23/12/06-Enqere-
Kurê
Ismet Înonuyê zirKurd Prof.Dr.Erdal Înonuyê pozelokî bi minasebeta
bîranîna Atavirq û Ismeto çeng lotik avêtin û kir zirt û virt. Erdal
efendî piþtî ku têra xwe pesnê Atatirk û Ismeto da, bi dilekî xemgîn
got, “Hûn zanin, min pirr bêrîya bavê xwe kiriye. Xwezî niha li vir
bûya û me bi
hevre lotik bidana xwe”, filan û fîstan.
Erê erê.....Erê
pozeloko! Bi serê bavê te Ismeto kim, me jî bêrîya wî bênamûsî kiriye
haa! Xwezî niha Ismet Înonuyê telaqreþ li vir ba û me heyfa xayintîya ku
li Lozanê bi Kurdan re kir, jê bistenda û hew!
Bi namûsa Tirkên
kerxana Selanîkê, me yê ew bikira wek çêleka nav garanê looo....Ma
m |