|
|
|
|
Arşîv
info@lotikxane.com
lotikxane@hotmail.com
/// |
|
Xecê Omerî Rastî tahle
|
Gabar Çiyan Ez ne Dînk im |
Adil Dûran Pepûkên Xwedê |
Lokman Polat Romanên psîkolojîk |
Bavê Ronahî Jibo Cemîl Axa |
Lezgîn Þêxo Ozan Canê
|
Faris Beg Beþek ji dîrokê-I |
T.Xelîl Ji jiyana Êzdîyan |
Bavê Felek Pirsa Kerkûkê |
Dilsotî Du serinc
|
Selîm Acar Stratejîya Xalê Heso |
|
|
|
Rengê herî balkêþ
Leyla Barîn-28/01/07-Dibêjin ji roja ku mirovatî xuluqîye rengê sor bala mirovan kiþandiye û bûye þahê rengan. SOR! Sor xwîn e. Sor evîn e. Sor pêt û agir e. Sor gul û kulîlk e. Û sor dil e. Dibêjin Kurd pir ji rengê sor hez dikin. Helbet. Ji roja ku Kurdan bi dînê Zerdeþtî çavên xwe vekirine, bi rengê rojê, bi agirê perestgehên dînê Zerdeþt û bi agirê evîna Mem û Zîna Zêdan hatine hûnandin, ew û rengê sor bûne parçeyek ji parçeyên gewde û bedenê. Ji alîyê din, xwîna ku ji bedena bi hezaran þehîdên Kurdistanê hatiye rijandin, xwe di rengê sor de anîye zimên û ev reng ji Kurdan re bûye sembolek ji sembolên azadî û rizgarîyê. Werhasil, em nekevin nav mijarên hûr û kûr. Lê dibêjin di dema îro de jî rengê sor wek þahê rengan tê qebûlkirin û hema bêjin di her beþê jîyanê de tê bikaranîn. Bi taybet di kiras û binkirasên jinan de wek rengekî seksî, germ û dilfûr tê qebûlkirin. Tê gotin; jinên ku cil û bergên sor li xwe dikin, li ber dilê mêrên xwe þîrîntir dibin sû hilfa mêrê wan zêdetir diçe ser wan. Îcar heyran, gelî xanim û jinên Kurd! Xwe ji kiras û binkirasên sor kêm nehêlin. Heger hûn naxwazin zilamên we çavlider bin û lotikên veþartî bavêjin derûdora xwe, rabin û rûnên xwe bi rengê sor bixemilînin û hew! Sor bavê min sor! Xwedê ji wê jî stend
Çang çîng Çong-28/01/07-Pekîng- Dinya wilo bûye ku mirov nema zanin jibo nav û dengê xwe çi qûyî bixwin û çi nexwin. Erê lo, îcar ev mîrata „Pirtûka Rekoran a Guînnessê“ ji xelkê re bûye mode. Heçê rabe wê bêje:“Ez jî dixwazim têkevim Guînnessê bavê min, ma ez ji dola kerê me, wey!“ û tiþtên kesanedî dikin. Meselen ev nexweþî bi Wugîbalagîgîge jî ketiye. Keçika Mongolî li herêma Mongolîstana otonom a Çînê dijî. Ew dixwaze du salan tenê ax û xwelîyê bixwe da ku têkeve pirtûka Guînnessê. Wugîbalagîgîge dibêje:“Hewcedarîya min bi goþt û xwarinên din tuneye. Ji xwe em Çînî hingî goþtê kûçik û pisîkan dixwin, goþt li ber çavê min reþ bûye û dilê min jê dixele. Ez dixwazin du salan ax û xwelîyê bixwim û têkevim Guînnessê“ filan û fîstan. Ev qederê sê mehane ku wê porkurê dest bi xwarina ax û xwelîyê kiriye. Rayedar dibêjin: „Heger gû têde hiþk nebe û nebeice, dibe ku qenc yan xerab têkeve pirtûka Guînnessê“. Erê erêêêê……Xelk dibêjin:“Xwedo em têkevin Lotikxanê“, peppûka Wugîbalagîgîge jî dixwaze têkeve Guînnessê. Ma ev ne bêaqilîye qurban!?
Ew jî di ber de jêneke baþe!
Raca Banû-270107-Afganîstan- Dibêjin Serokdewletê Afganîstanê Hamîd Karzaî cara ewil bûye bav û gava zaroka xwe himbêz kiriye zarokê pêde mîzkiriye. Îcar mesela zilêm û lawik hat bîra me. Dibêjin cara ewil kurê yekî çêdibe, ji kêfan re nema zane çi bike. Hema radibe xirê kurê xwe jêdike. Îcar ev jî Hamîd Karzaî ye. Em ditirsin ew jî ji kêfan re tiþtekî zaroka xwe jêke lê çi? Hema serê zarokê jêneke ji jêdike bela jêke xem nake..
Ji paþ û pêþ de serî hildan
Tecawizcî Coþqûn-26/01/07-Enqere- Belê belêêê...Travestî û transeksuelên Enqerê li ber peykerê mafê mirovan rûniþtin û doza mafên xwe li himûketê kirin. Travestîyên ku endamêm Komela Jîyana Pembe ne, bi dûriþmên wek « Em Travestî ne (qûnde ne), Li vir in, Hîn bibin ». »Mafê jîyanê li me qedexe nekin » filan û bêvan kirin zirezir. Seroka komelê Buse Kiliçkaya rabû daxuyanîyek da û got : »Roj bi roj dinya globalîze dibe û qûnekên dinyayê jî xwedî li mafên xwe derdikevin. Lê mixabin ji ber ku hema bêjin piranîya civaka Tirk qûnde bûye, bi qedrê me nizanin û heqê me dixwin. Gava li parlamenteran radibe xwe dikin qurban û heyrana me, lotikan li me jî û li xwe jî dixin û dirin. Lê piþtre em nema tên bîra wan” filan û fîstan. Weleddddd! Lawo dilê mero bi van rebenên travestîyan diþewite haa! Kuro herin xwe bavêjin tor û bextê Kurdan lawo, wey! Bi telaq Kurd ji xwe pê ve ji herkesî re baþin. Ma hûn nabînin jibo yekî wek Hrant Dînk dev ji esl û peslê xwe berdan û piranîya siyasetymedar û rewþennebîrên me xwe kirin Ermenî kuro, waweylêêêêê! Heta bi sosyologên wan Xwedê dixapînin!
Silêmanê Keleþ-25/01/07-Mêrdîn- Misilmanên wan nebesbûn îcar sosyologên Tirkan jî destavêtin alozkirina dînê îslamê û hetta dixwazin haþa Xwedê jî bixapînin. Jibo ku behsa Kurd û Kurdistanê nekin, yan jî jibo ku gotinên Kurd û Kurdistan bidin jibîrkirin, çi ji destê wan tê dikin û lotik li ser lotikan davêjin. Ha ji we re Sosyolog Umît Merîça jin. Xanimê piþtî ku çûye Hecê û hatiye, Tewrat û Quranê jî înkar dike û dixwaze haþa Xwedê jî bixapîne. Xanim Umît Merîç di derbarê Erefat û Hecê de dibêje:”Li Hecê zeman digihê dereca sifirê. Meriv li wir xwe di dema Hz.Adem û Hz.Hawa de dibîne. Adem û Hawa li Erefatê hevdu dîtine. Kabe cara yekem ji alî bapîrê me Adem ve hatiye dîtin.Evder ciyê beþerîyeta pêþîn e” filan û fîstan. Yahewlelwela quwetullehilezîm! Niha em rabin xwe gunehkar bikin û çend lotikên bêîman li Umît xanimê xin, wê xelk dîsa pirça serê me rakin haa! Werhasil, sayin Umît xanim! Sayin Sosyolog xanim! Ma emê ji te bawer bikin yan ji Tewrat û Quranê bawer bikin hey gewende? Ma Tewrat (Tekvîn) nabêje:”Xwedêteala Adem û Hava di Adenê (bihuþt) de xuliqandin. Ji wir çar çem herikandin ku yek jê Dîcle û yê din jî Ferat e.” Îcar ew mekanê ku Adem û Hawa lê çêbûne û cara pêþîn hevdu dîtine Kurdistan e yan Erefat û Kabeya Ereban e cîgerim? Ma Quranî kerîm jî nabêje “Ez hatime Tewrat û Incîlê bisediqînim” (Rastîya wê qebûl bikim) (Bakara:41,91,97, Alî Îmran 3, Nîsa 47Maîde 48, Fatir 31,Ahkaf 30) Îcar xanim efendî, em bêjin te çend bêaqilên wek xwe xapandin, ma tu kari Xwedê, Quran, Tewrat û Incîlê bixapîni hey gewende!? 2500 metro hindike, Hewlêrê li ser tapo bikin!
Þîndar Berwarî-24/01/07-Dihok- Li ser bextê xelkê û kesên ku newêrin navê xwe eþkere bikin, be. Dibêjin piþtî ku hunermenda qelew û lotikvan Awaz xanimê erd û zevî ji hinek rayedarên hikûmeta Kurdistanê stendibû, niha jî Leyla Ferîqî 2500 metro zevî ji hikûmeta Kurdistanê stendiye û dixwaze malek taybet tê de ava bike. Lê mala çi? Malên baþ jî hene yên xirab jî hene qurban! Werhasil, dîsa li gor fesad û ewan dibêjin, dibêjin ev lêlê ye û lolo jî maye. Xuyaye wê hîna hikûmeta Kurdistanê milyon dolaran jî birjîne ber Leyla xanimê jibo wê mala ecêb lêke û ava bike. Berî niha jî Canê xelata zêr ji generalên Dihokê stendibû. Îcar meriv difikire:Ma hema lotikvanên jin xelat, pere û zevîyan distînin? Yan lotikên hunermendên jin ji yên mêran þîrîntirin? Werhasil canim, ê bixwaze li defê dixe ê bixwaze li zirnê dixe. Malekî bêxwedî ye û herkes li gor lotikên xwe belav dike..Wey aferîn, wile yabo we kir tirrrrr! Konberg 4 hezar û 500 lotik avêtin
Mihemed Soran-24/01/07-Silêmanî- Stevîn Konbergê Alman ji Almanya li bisiklêtê xwe siwar bû û piþtî 46 roj û 4 hezar û 500 kîlometroyî giha Kurdistanê bajarê Silêmanîyê. Konberg piþtî ku giha Kurdistanê, tasek dewê cemidî vexwar, cixareyek kiþand ser kezeba xwe û got: “Oxxxxxx...Kurdistan xweþ e, ewle ye, tam ciyê lotikvana ye allahwekîl” û ling avêt ser ling. Dibêjin di vê rêya dûr û dirêj de geh ew li bisiklêt siwar bûye, geh bisiklêt li wî siwar bûye û bi tir û fisan xwe gihandiye Kurdistanê. Stevîn Konberg piþtî bêhnvedana Kurdistanê wê berê xwe bide Pakîstan û Hindistanê. De oxira wî a Flîtê Quto be rebbî.... Balafirgeh bi jehrê xist
Zinar Qelemþûr-23/01/07-Stenbol- Berî çend rojan hunermend û lotikvanê meþhûr Mahsûn Kirmizigul hat balafirgeha Ataturk Dewe Lîmani û xwest bifire Azerbaycanê da ku konserekê bide Azerîyan. Lê xuyaye balafir 6-7 seetan dereng maye û Kirmizigul jî betilîye û xwe li ser dîwanekê dirêj kirye, di xew re çûye.Çend þahidên li balafirgehê dibêjin ku, “Carekê em bi teng bombe û demançan veciniqîn. Bêhnek xirab bi ser balafirgehê ket û me got qey terorîstan girt ser balafirgehê. Lê piþtre me dît ku ew deng ji Mahsûn Kirmizigul tê û dengê tir û fisên wî ne. Werhasil, hinek kes ji bêhna tir û fisên wî bi jehrî ketin û rakirin nexweþxanê” filan û bêvan.Dibêjin piþtî ku Kirmizigul li balafirê siwar bûye, di balafirê de jî çend kes bi jehrî ketine. Li ser behtê xelkê be rebbî! Ji me derew.....Lotikek li kurê xwe xist
Rozê-23/01/07-London- Jûlîa Gregg bû dêya nevîya xwe. Xanimê berî çend salan lawikekî 14 salî ji Hindê dike kurê xwe û wî wek kurê xwe ê rastî xwedî dike.Piþtre wext derbas dibe, xortê bi navê Krenar Lleshî dibe 21 salî û xortekî çeleng. Julîa Gregga 34 salî jî radibe dil dikeve zirkurê xwe û lotikekê lêdixe. Niha keçek wan çêbûye û herdu lotikvan jî bi hev bextewar in.Werhasil, me xwest em bêjin ku dil sînoran nasnake. Gava dilê meriv çavê xwe berda tiþtekî, wek golik û çêleka nav garanê tê serê meriv û lotikan li derûdora xwe dixe. Îcar, rê li ber dilê xwe negrin qurban! Bihêlin bila dilê we jî azad be, wîî! Lê wek Tirkan dilnekevin zarokên xwe û baznedin ser wan haaa, eman eman!Xwedê neyne serê kesî rebbî!
(Bê þirove) Mîrê qûnekan berê xwe dide Stenbolê
Sercîo Vottî-22/01/07-Roma- Transseksuel û mîrê qûnekan Vladîmîr Luxurîa di parlamentoya Îtalyayê de wekîlê “Jinûveavadanîya Partîya komunîst” e. Bi xwe qûnekekî meþhûr û temam e. Vladîmîr Luxurîa ji çapemenîyê re hindik û rindik got:”Divê di welatên îslamê de jî qûnek azad bin”. Luxurîa yekemîn transseksuele ku dikeve parlamentoyê û di demek nêzîk de wê berê xwe bide Tirkiyê, bajarê Stenbolê. Luxurîa ragihand ku ewê li ser dawetnama “Komela Lambda Îstanbûl” ku komela Lezbîyen, Gay, Bîseksuel,Travestî û Transseksuelan e, biçe Stenbolê da ku dersa seksê bide qûnde û mûndeyên Tirkiyê. Dibêjin wê Luxurîa di meha Hezîranê de xwe bixemilîne, cil û bergên seksî li xwe ke û ji Stenbolê re bêje Selamunaleykum! Werhasil, qûnek û mûnek li hev pîroz û bimbarek bin rebbî....Xwedê bikim hema di nava wan qûnekan de Kurd tunebin gidî, eman emannn! Bi meqernayê virikî bû
Temel Xwefiroþ-22/01/07-Trabzon- Kuro ma ne Lotikxane dibêje ev Lazên Trabzonê nabin bajarî û bi qasî serê derhemekê ji medenîyetê fêhm nakin kes bawer nake haa! Aha ji we re Lazekî medenî: Di 13.01.2007an de li bajarê Trabzonê, jinika bi navê Þukran Ç (54 salî) ji alî mêrê xwe K.Ç ve bi çakuç tê kujtin. Mêrik hema radihije çakûçê bêîman û dibê peleqqqqq li serê jina xwe dixe û wê totlanî hev dike. Hûn zanin bê wî çima jina xwe dikuje? Na! Îcar, K.Ç li qereqolê di îfada xwe de dibêje:”Ewê bêbavê herroj ji min re meqerna çêdikir. Taþtê meqerna, firavîn meqerna, þîv meqerna û paþîvê dîsa meqerna çêdikir. Qîza kûçik ji meqerna pêve nizanîbû xwarinek din çêkira. Îþ û karê min tunebû hema ez berê xwe bidim avdestê û bi xwe de birîm” û li xwe mikur hat. Îcar gelî xwendevanan, we di dinyayê de kes dîtiye ku jibo xwarinekê jina xwe bikuje? Me bi xwe dîtiye.Lazên Trabzonê! Wile yabo we kir tirrrr!
Zinar Qelemþûr-21/01/07-Stenbol- Hûn zanin gelî xwendevanan, kesên ku xwe bi qewmîyeta xwe negrin, ruhê neteweperestî di can û giyanê wan de nemeyê, wê herdem kurtanên kerên xelkê bin. Ji xwe kesên ku ji tiþtê biçûk pozê wan neþewite,wê nikaribin li tiþtên mezin jî xwedî derkevin. Nav û Paþnav bandorek mezin li ser zarokan dihêle. Hûn bikin nekin wê ew zarok di nava wextê de di bin bandora navê xwe de bimînin. Çi baþ çi xerab, wê rojek ji rojan ew zarok xwe bi wî navî nasbike û þexsîyeta xwe jî kêm zêde li gor navê xwe bigre. Werhasil, hinek karin bêjin "Kî çi navî li zarokên xwe bike bila bike" filan û bêvan. Na babam na! Bi telaqê Beþar Esed, ji îro û pêde kesê ku xwe Kurd dizane, kesê ku xwe naskiribe, divê navê Tirk, Ereb û Eceman li xwe neke û hew! Bawerkin heger dilê me ji mêþê nexele, wê ji gû û rîxa Tirk, Ereb û Eceman jî nexele. Îcar bila navê ATLAS li malbata Erdoganê Colemêrgî pîroz û bimbarek be rebbî! Yekî din jî li nifûsa Tirkan zêde bû. Hem jî bi navekî qirase! ATLAS-XERÎTE-NEXÞE! Kuro nexþeya ku bêhna Kurdan jê neyê wê çi fêda wê/wî ji me re hebe xwedêjêrazî, wîî! Li wê jî rabû!
Þemal Amedî-21/01/07-Waþîngton- Jina Bîll Clînton Hîllary Clînton xanim biryar girt ku di hilbijartinên 2008an de dest bi lotikvanîyê bike û bibe namzeta serokatîya Amerîkayê. Hîllary xanim endama Partîya Demokratan e û li gor berdevkekî partîyê, wê serokatî pirr li Hîllary xanimê bê û ewê pê bibe yekem seroka jin a Amerîkayê. De ser xêrê be û Xwedê miradê Hîllary xanimê bike rebbî! Ma hema heta mirinê zilam dibin serokê Amerîkayê canim, wîî! Bihêlin bila carekê jî jinek bibe lotikvana dinyayê bavê min! Birastî Hîllary xanim hem xweþike, hem seksî ye, hem jî têra xwe xwedî tecrûbeyên lotikan e. Erê hinekî bejna wê kurte , qama wê 1.50 santîme jî, lê dîsa jî tê xwarin allahwekîl! Kuro ma ji Tansû Çîllera Tirkan ne xweþiktir û dirêjtire qurban, wey! Turkmen merivên wî ne, heheyyyy!
Serdar Mirad-21/01/07-Amed- Wezîrê Derve ê Tirkiyê Abdullah Gul dîsa dest bi tir û fisan kir û xwedî li Turkmenan derket. Abdullah Gul di gotina xwe de dibêje:”Turkmen merivên me ne. Çawa ku em di 1988-89an de li Kurdan xwedî derketin, heqê me heye em li Turkmenên Kerkûkê jî xwedî derkevin” filan û fîstan. Em niha devê xwe biherimînin û çend lotikan lêxin wê dîsa xelk bêjin “lawo hûn çi ji rebeno dixwazin?” haa! Ê kurê min, di 1988-89an de Kurdekan koçberî bakurê Kurdistanê bûn, hatin parçeyekî ji welatê xwe. Hûn xwedî li wan derketin? Mala we ava be! Lê Turkmen? Ma Turkmen koçberî welatê we bûne ku hûn dixwazin li wan xwedî derkevin yawrûm? Ma hûn dixwazin di welatê xelkê de xwedî li xelkê derkevin hêê? De here ûlannnnnn, here avekê li xwe ke okey! Pelûl bi serê wan de rijiya, weleddd!
Sîpan Nas-20/01/07-Enqere- Kujtina nivîskarê Ermenî Hrant Dînk rojeva Tirkiyê serûbinê hev kir û serê Tirkan xist çewalekî teng. Herkes ji alîyê xwe de tiþtekî dibêje, lê xuyaye wê mijara vê kujtinê demek dirêj bajo û serê Tirkan baþ bêþîne. Werhasil, Komîteya Paraztina Rojnamevanan (CPJ) di daxuyanîya xwe de kujtina Hrant Dînk þermezar kir û Tirkiye xist lîsteya dewletên xeter rêza heþtemîn. Li Tirkiyê di nava 15 salan de 18 rojnamevan hatine kujtin û kujtina Hrant Dînk jî bû zêdebûna ser kezebê. Ji alîyê din Rêxistina Efûyê a Navneteî jî lotikek li Tirkiyê xist û ragihand ku rayedarên dewleta Tirkiye rê li ber azadîya ramanê digrin û dibin sedema kujtina xelkê. Werhasilî kelam, hefsar ketiye stuyê Tirkan û xuyaye wê di qada navnetewî de baþ bizirin. Xuyaye piþtî vê bûyerê êdî wê zirra wan jî fêde neke. De Xwedê kerîm û rehîm e... Ana Kornîkova li çi temaþe dike?
Narîn Remo-20/01/07-Holland-Porkura Ana Kornîkova li çi temaþe dike? Waweylêêêêê! Ma ji tiþtekî pêve tiþtekî din li wê herêma sincirî heye peppûkino!. Ev jinên vê heyamê çiqasî rûþuþtî ne bavo,wîî! Kî zane, dibe ku porkurê kondomên xwe di wir de veþartibin, hema ji te neketibin, lê ma porkurê tu nizanî ku Lotikvan li her deverê hene, wê wêneyê te bikþînin, li tevaya dunyayê belav bikin û te bihetikînin hêê? Li gel ku ne xema te ye, û di qurçikên tarî de tiþtinan bi xwe bikin, ji xwe ku merov te dibîne jinên merov dibin wek marê reþ. Îca çiqasî tu ji merov dûr be ewqasî baþe, lê xwezî tu carekê biketa nav lepên lotikvanekî xwîn germ, wê çaxê te yê mêr ji mêra nas bikirna! Ka ew rojjjjj! Peyamnêrê xwe rast kir ma K.TV
Þîndar Berwarî-19/01/07-Dihok- Wek be berî niha jî anîbû zimên, Ajansa Peyamnêrê gotina "Latînî"di þûna "Kurmancî" de bikardianî lê niha dilê me þa kir û di þûna Latînî de "Kurdî" nivîsand. Ev ciyê þanazî û serbilindiyê ye. Îcar ma dora Kurdistan TV. Xuyaye rayedarên K.TV hîna ji xewa giran ranebûne û hîna jî lotikekê li Kurmancî dixin û di þûna wê de "Latînî" dinivîsin. Em zanin, dibe ku gotina "Kurmancî" li zora we bê, hûn pê nexweþ bin, lê ma hûn wek Ajansa Peyamnêr û PUK medîayê jî nayên bavê min? Ma zehmete hûn di þûna "Latînî" de "Kurdî" yan "Kurmancî" binivîsin? Yan gunehe? Rabin rabin, ji xewê þiyarbin û lotikekê li wê quzilqurta "Latînî" xin kaka..... Av çûye bin Tirkan
Bêrîvan Al-19/01707-Amed- Mesela Kerkûkê bû benîþtê devê siyasetmedarên Tirk. Ji ber ku hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibe, êzî ser û binê Tirkan rabûne lotik û cotikan û pehînan li derûdora xwe dixin. Serokê partîya faþîsta Tirk MHP Dewlet bahçelî jî ket nav karwanê lotikvanan û zirya. Bahçelî Serokwezîr Erdogan wek “Bikêrnehatî, tirsonek û bêxêr” binavkir çunkî li gora wî divê Erdogan zûtirîn dem parlamentoyê bide hev û biryarek hevbeþ di derbarê dagîrkirina Kerkûkê de derkeve. Erê lo, pirsgirêka Kerkûkê jî di holê de tuneba, gelo wê van Tirkên devbixwîn behsa çi bikira gelo? Êêêê, helbet wê behsa kerxana Selanîkê nekirina, pir pir behsa kox, gom û kadînên mirîþk, pez û dewaran bikirina, wekî din! Mala mêrik þewitand!
Polat Erdem-18/01/07-Izmîr- Kuro ma ecêbên Xwedê diqewiin lo, tewwww! Kuro bi namûs em zilam nema wêrin dengê xwe ji ber van jinan derxin bavo, wîî! Berê digotin “Jin darên þikestî ne”, lê bavo di vê heyamê de zilam bûne darê þikestî. Hem jî darên rizyayî kuro! De binerin bê jinikê çi anîye serê mêrê xwe de ihi: Li Alîagayê çawîþê ku bi eslê xwe Kurd e û jina wî Tirk e, qey nema dilê wî li jina wî vedibe û car caran ji xwe re bi dizî lotikên xerîb davêje. Tu nabê jina wî jê dikeve þikê û tê derdixe ku ew çavliderî bûye û xwarinên xerîb dixwe. Piþtre dilsarî dikeve navbera wan û çawîþê me dixwaze jina xwe berde. Jinika Tirk jî qaþo li ber xîreta xwe dikeve û dixwaze lotikekê li çawîþkê me xe. Gava çawîþ efendî di xew re dire, hema jinik jî radibe avê dikelîne, wê ava kelandî bera nav þeqê wî dide û xiyarê mêrik diperitîne. Rebenê çawîþ dike hawar mawar lê êdî bêfêde ye. Mêrik ji mêranî dikeve û dibe xurde. Îcar heyran jibo Xwedê û Pêxember hay ji xwe û jina xwe hebin! Çavlider nebin haaa, yan na allahwekîl hûn ne xiyaran dibînin û ne jî hêkan! Qey kesekî bi namûs nemaye ku lotikekê li vî bêbavî xe?
Serdar Mirad-18/01/07-Amed- Qeymeqamê Pîranê, xwînheramê ji dola Asenayê, Mustafa Altinpinarê kurê dêlê dîsa zirtên xwe kirin û zimandirêjîya Kurdan kir. Altinpinar di her wesîlê de zimandirêjîya Kurdan dike û bi bêedebî êrîþî ser wan dike. Qûndeyê heram êdî nema silavê jî dide Kurdan û dîwaran dikþîne navbera xanîyê xwe û xanîyê Kurdan da ku ew û Kurd hevdu nebînin. De îcar jibo Xwedê, qey Kurdekî bi namûs tuneye ku silavekê lê bike û lotikekê li vî bêbavî xe? Qey Demokratîk Cûmhûrîyetê xîret jî bi Kurdan re nehiþtiye bavo, wey gidîîîîîîî!
|
Bîjîyên Tirk lotikek li Luqman Cemîl xistin
Cemîlê Miho-28/01/07-Bochum- Bîjîyên Tirk,hackerên Atabeyler bi tenq û topan êrîþî ser malpera hunermendê Kurd Luqman Cemîl kirin, lotikek bêîman lêxistin û çira wî vemirandin. Luqman Cemîlê ku bi ked û xwêdanek mezin, bi zor û heft bela malperek ji xwe re çêkiribû, ket zîndanên dewleta Tirk û felek lê geriya. Dibêjin rebenê Luqman Cemîl seet û gustîlkên xwe firotibûn û pê ew malper vekiribû. Lê niha nema zane çi bike ku cardin malpera xwe ji zîndana Tirkan derxe. Li ser bextê xelkê be, dibêjin îcar wê Luqman Cemîl cakêt, þerwal û binkirasê xwe bifroþe da ku ji xwe re malperek nû veke. De Xwedê li piþta te be Luqman Cemîl! Berxwedan jîyane qurban..Malperek din jî veke û vê tirê ji Tirkan re nehêle qurban, deeee..! Ha ji we re doktorek ji bajarê Pêxemberan!
Sadûn Deysem-28/01/07-Ruha- Çiqasî raste nizanim, lê xwedêgiravî dibêjin bajarê Ruhayê bajarê Pêxemberan e. Herama Xwedê be ku me heta niha Pêxemberekî biaqil têde dîtiye, ma em rabin derewan bikin, wey! Werhasil, emê niha behsa Pêxemberekî biaqil bikin. Ehmet Karabûrcê Sêwregî (32) diranê wî dêþe. Êþa diranan jî pir xedar e allahwekîl, Xwedê neyne serê kesî. Ehmedê me jî radibe jiber êþa diranê xwe serî li Navenda Tenduristîya Dev û Diranan a Ruhayê dixe. Piþtî ku Doktor Abdulkadir Elçî çend sanîyan wî saxtî dike, jê re dibêje:“De here û 10 mehên din cardin were ezê êþa diranên te bibirim“ û lotikekê li Ehmedê me dixe. 10 meh kuro! Yanî, wê rebenê Ehmedo deh mehan bi wê êþê bisekine, li bendî dora xwe be heta ku doktor efendî diranên wî derman bike! Îcar we tiþtê wisa dîtiye? Îcar kî dibêje:“Ruha ne bajarê Pêxemberan e?“ Bi telaq me ji îsot û ecînê (çîgkofte) pêve tu xêra Pêxemberîya bajarê Ruhayê nedîtiye lo, wîî! Ew dan kujtin, îcar helbestan li ser dinivîsin
Ehmed Beyan-28/01/07-Enqere- Wek hûn zanin, li Tirkiyê tiþtek bê îrade û daxwaza dewleta Tirk nayê kirin. Ji misilmanên wan bigrin, heta bi kominîst, çep û rastên wan di bin emrê dewleta xwe de ne û ha ha lotikan li kes û sazîyên ku li dijî dewletê ne dixin. Yek ji qesasê Hîrant Dînk, Serokê partîya Buyuk Turkîye Partîsî a faþîst Muhsîn Yazicioglû ye. Destê Yazicioglû di qetlîama Maraþê de jî hebû û mirovekî tam zirqantir e. Îcar piþtî ku rebenê Hrant Dînk dan kujtin, Muhsînko rabûye qaþo helbestek li ser wî nivîsandiye û xwedî lê derdikeve. Hûn helbesta wî meraq dikin? De fermo, me ew wergerang Kurmancî û têr bixwînin: Hranto Dînko! Erê Hranto erê..Tê bîra te gava te lotik li dewleta me dixist.. Te wek gayê ber cot tir ji me berdida Ma te digot qey wê ev tir ji te re bimîne Ermenîyo? Va qehremanên Tirk, nevîyên Mistoyê Kor, lotikek Tirkewarî li te xistin, milyonek û nîv Ermenî çûn cehnemê, bi saya te bû 1.501.000. Ne Mutlu Virqim Dîyene!
Jêkin yan bixesînin!
Diyar Baban-27/01/07-Mahabad- Dibêjin Ehmedînejad ji sedî 90ên sîxur, qûnde û mûndeyên xwe þandine Iraqê û li wir lêkolînên çalakîyên terorîstî dikin. Piþtî ku ev plan û proje derketiye holê, îcar dibêjin Serok Bûþh jî rabûye ferman daye general û çawîþên xwe yên li Iraqê û gotiye:”Kîll or capture!” okey! Yanî; “bikuje yan bigre”, heger we nekujt jî “xiyarê wan di berde jêkin û wan wek dermaleyên salê bixesînin”. Îcar li ser bext û namûsa xelkê be, dibêjin piþtî vê fermana Bûþh, sîxurên Îranî rîh û simbêlên xwe kur dikin û bi çarçefên jinan digerin. Dibêjin Ehmedînejad jî hazirîya kurkirina rîh û simbêlan dike. Êêêê, ma rehete qurban? Na! Ha xiyarê meriv di berde hat jêkirin, ha meriv hat xesandin, ha meriv hat kujtin, ma ferq heye? Na canimmmm! De xwezî bi wê rojê û hew.... Biçirîne Hisênooooooo!
Ehmed Beyan-27/01/07-Enqere- Wezîrê Perwerdeyê Huseyîn Çelîkê Wanî li bajarê Çorûmê dîsa çirand û çirvirand. Huseyîn Çelîkê qamkinik di vekirina dibistanekê de ji þagirtan re dibêje: „Þagirtno, serkerno, qûnekno! Neteweperestî ne ewe ku meriv zirt û virtên xwe bike. Neteweperestîya rastîn ewe ku meriv refah û rewþa jîyana milletê Tirk xweþtir bike. Divê hûn rewþek wisa bixuliqînin, bêyî ku kes ji bawerîya dînê hev û ji bingeha etnîka xwe têkevin þik û gumanê. Divê herkes bi hemwelatîya Tirkiyê xwe bextewar bibîne“ filan û fîstan. Ê lawo Hisêno, kurê min! Hikûmeta te lotik namînin ku li Kurdan naxe, tu jî wek Kurdekî Wanî cilika bênamûsîyê dikþîni serê xwe û dibêji „refaha Milletê Tirk!“ Êêêê! Ma ka refaha Milletê Kurd ewladim? Ka refeha milletê te? Yan te jî xwe firot bi pênc qirûþên xerabe ne, weledddddddd! Heyfa zilamên wek te, bi telaq we namûs û xîret kir bexdûnis û hew! Yek li gel û yek li dij, kê xwariye nanê rij?
Cemîl Çargurçik-26/01/07-Swêd- Evî Hrant Dînkî Kurd wek liba hinarê li bin guhê tehtê xistin û ji hev belawela kirin. Rehma Xwedê lê be, Tirkan lotikek li wî xist û wî jî zîtirkek li Kurdên me yên xwenenas û enternasyonalîst xist. Gellek ji rewþennebîrên me, nivîskar û qaþo siyasetmedarên me rabûn pirça serê xwe hilkirin, li sênga xwe xistin, kirin hawar û qêrîn û gotin:”Jina me ji me berdayî be em jî Hrant Dînk in, em hemi Ermenî ne” filan û fîstan. Mêrikan çi pirs û doza Kurdan kirin tirrrrrrrrr îcar ma dora Ermenîyan, heheyyyyyyyy! Bi telaq we bi xwe de rît û hew! Werhasil, îcar em bên ser mijara xwe. Dibêjin lawkê Dêrikî, Bûbê Eserê ku bi pirtûka “Sîno bû efendî” piranîya Dêrikîyan kir efendî, di nivîsa xwe de li dij wan nerewþenbîr û siyasetnemedaran derketiye û gotiye:”Evê bala gellekan bikþîne,lê bi telaqê jinberdanê ez nebûm Hrant Dînk û nebûm Ermenî! Ma meriv eslê xwe înkar dike, wîî! Na babammmmm! Hema bi telaq ez Kurd im!” û xwe nefirotiye Ermenîyan. Kuro tu her bijî Bûbê Eser! Meriv zane ku hîna reh û damarên Kurdperwerîyê di bedena te de hene, bijî! Lê me fêhm nekir bê çima yekî wek Mustafa Aydoganê Qoserî xwe kir Ermenî? Halla halla ya suphan allah! Êêêêêê, erê canim...Helbet, gava navê meriv “Demokratên Þoreþger” be wê meriv lotik û zîtirkên enternasyonal jî bavêje derûdorê qurban. Werhasil, xuyaye hîna jî rewþenbîr û siyasetmedarên me þewka xwe davêjin çemê“Komunîzma Çep” û bi xewn û xeyalan masîyan digrin. Erê erê....Ya rebbî tu Kurdan hedayet biki...
Rahije tifinga xwe û here, ma kesî destê te girtiye?
Polat Erdem-26/01/07-Izmîr- Tirk û civaka xwe ketine halekî wilo ku dilê kafiran bi wan diþewite. Kes nema zane çi dibêje, çi helwestê deyne û çi bike. Ji alîyekî zirezira wan e û dixwazin bi zirt û fortan çavê Kurdên baþûr bitirsînin, û ji alîyê din jî li gotinên xwe poþman dibin û çavê wan ji êrîþa ser Kerkûkê nabire, bi xwe ne bawerin. Di encama civîna girtî a parlamentoya Tirkiyê de poþmanî û newêrekî derket holê. Partîyên ku zirt û fortên xwe dikirin, di civînê de bûn wek pisîkên ku bi xwe de bimîzin û zirtên xwe di bin xwe re berdan. Helbet di vê bixwedemîztinê de para civîna parlamentoya Kurdên baþûr jî çêbû. Piþtî ku Kurdekanên me zirt li Tirkan kirin û gotin:“De werin em qûna we bibînin haaaa!“, ziravê Tirkan qetiya û biryar dan ku xwe nexin nav serêþandin û macerayên lotikvanîyê. Îcar xuyaye ev biryara parlamentoyê li zora hinek general-meneralan çûye ku Orgeneral Tolon radibe dibêje:“Paraztina berjewendîyên Tirkiyê bi zirt û virtên Enqerê nabin. Bi zorê û ketina Iraqê dibe.Divê em eskerên xwe biþînin Iraqê“ filan û fîstan. Halla halla! Ê kurê min, ma kesî destê te girtiye? Tu wilo mêrî, tu û jina xwe rahijin tifingên xwe û êrîþî ser Kerkûkê bikin û xelas, wîî! Ma hema bi gotin û welwelê ye babam! Em hemi Kurd in!
Ehmed Beyan-25/01/07-Enqere- Piþtî kujtina nivîskar Hrant Dînk, welwele li Tirkiyê û Kurdistanê rabû û wek garana serberdayî li xelkê hat. Hûn zanin nizanin nizanim, lê li Ermenîstanê di nexþeyên Ermenîyan de welatekî bi navê Kurdistanê tuneye û ji serî heta binê Kurdistanê kirine Ermenîstan. Yanî, mêrikan ji Tirkan xerabtir dijminatîya Kurdan dikin û li dû “Împaratorîya Ermenîstana Mezin”in. Ji ber vê jî Ermenî qet naxwazin Kurd biserkevin û bibin xwedîyê welatekî serbixwe. Heçê bawer neke bila ji kerema xwe biçe Ermenîstanê bi çavên xwe bibîne. Werhasil, em Kurd bi xwe tim û tim mirovhez bûne û jiber vê mirovhezîya me jî mala me þewitîye û xelk û alem li me siwar bûne. Îcar, di kujtina Hrant Dînk de Kurd û Ermenî pankart hilgirtin û gotin “Em hemi Ermenî ne”. Tirk jî radibin dibêjin “Em hemi Tirk in”. Ê baþe bavê min, wî çaxî Kurd çi quzilqurtin hêê? Yan ji Eyþika Ereb in? Kuro bi telaq, em ne Ermenî ne û ne jî Tirk in. Em hemi Kurd in Kurd, Xelas! Belçîkayê serê hefsêr berda
Miradê Torî-25/01/07-Bruksel- Dadgeha Brugesa Belçîkayê biryar da ku jinên lezbîyen (jinên ku lotikan li jinan dixin û ji xiyar û tirozîyan heznakin) di hepsê de karibin heftê çend carî bên ba hev, hevdu balêsin û ji xwe re bi çavgirtînkê bilîzin. Belçikayê di 1ê Hezîrana 2003an de biryarek derxistibû ku lezbîyen û qûnde karibin bi hevre bizewicin û hevdu bidin ber pehînan. Îcar piþtî vê biryara nuh, dibêjin qûndeyên di hepsê de jî doza mafê qûndetîya xwe dikin û ew jî dixwazin heftê çend caran karibin bi serbetî lotikên seksê bavêjin hevdu. Li gora lêkolînekê li Belçîkayê ji %10-15ên xelkê lezbîyên, biseksuel û homoseksuelin. Yanî; bi gotinek gundîkî, ji sedî 10-15ên Belçîkîyan wek çêlekên nav garanê ne, gava li wan radibe temamê conge, boxê, ga û gamêþan didin dû xwe û provokasyonek kesanedî tînin serê gavên (gavan). Lawo ev azadî û demokrasî çiqasî xweþe bavoo, hayhoooo! Kuro Demokratîk Cûmhûrîyeta ku Kurdên me jî dixwazin, ne ev azadî be bavo!? Me çi ji mezinên we xêr dît ma dora we!
Cembelîyê Botî-24/01/07-Colemêrg- Wek hûn jî zanin, ji qeysê ku me xwe dîtiye zarokên eþîra Zeydanan di parlamentoya Tirkan de ne û ji Tirkan re lotikan davêjin. Ahmet Zeydan 3 û Mustafa Zeydan jî 3 caran bûne parlamenter û tu xêra wan negihaye Colemêrgîyan û milletê Kurd. Niha jî Rustem Zeydan û kuro Osman Zeydan Necîp Zeydan dixwazin bibin parlamenter û li ser Anitkabîrê fatîhayekê bixwînin. Îcar Necîp Zeydan dixwaze ji kîjan partîyê bibe namzet hûn zanin? DYP! Partîya Mehmet Agarê qûnde! Qey pozê Kurdên me naþewite bavo, waxxxxxx! Mehmet Agar bi hezaran Kurd kujtin, lê hîna jî Kurdên me didin dû wî bêbavî û bi dûvê wî digrin. Ya starrrrrr ji derdê me Kurdan re! Kuro bi telaq em biaqil nabin û hew!
Denzelo bû gula Amerîkayê
Þemal Amedî-24/01/07-Hollywood- Lotikvan Denzel Waþîngton bû gula Amerîkayê û lotikvanê herî hezkirî. Li gora lêkolîna Sazîya bi navê “Harrîs Înteraktîve Poll”ê, Denzel Waþîngton lîztikvanê herî ku xelk jê hezdike hat hilbijartin û lotikek li lîztikvanên reng spî û zerik xist. Denzel Waþîngton bi xwe wek çîkolata þêrîn e û hema bêjin bê þekir tê xwarin. De a bi xêr.. Em nizanin di nav Kurdan de kesê herî þêrîn û hezkirî kî ye? Dibêjin di nav Tirkan de General Yaþar Buyukanit, di nav Îranîyan de qûnek, di nav Erebên Sûrîyê de Semîra Tewfîq û di nav Iraqîyan de jî Saddam tê hezkirin, lê ji ber ku xelkê pirr ji Saddam hez dikir lotikek lêxistine û þeniqandine. Herweha tê gotin ku di nav kakacanan de jî Leyla Ferîqî tê hezkirin, ji ber wê jî hikûmeta Kurdistanê 2500 metro erd û zevî dane Leyla xanimê. Hem jî belaþ û bê qirûþekî! Êrê canim, bila jin û keçên þehîdan li ser sergo û li ber tenûran parsê bikin, û bila kesên lotikvan jî ji hikûmetê pere û erd û zevî bistînin.Oxxxxxxx, ma ka jê xweþtir!
Dewlemendê Kurdistanê Îlnûr Çewîk!
Þêrzad Zebarî-23/01/07-Hewlêr- Îlnûr Çewîkê Tirk yek ji wan e ku li Kurdistanê herî zêde îhaleyan distîne û karên mezin dike. Çewîk xwedîyê rojnameya The New Anatolîan e û berê þêwirmendîya serokwezîrên wek Necmettîn Erbakan, Tansû Çîller,Mesût Yilmaz û Bulent Ecevît kiribû. Îlnûr Çewîk halîhazir bi projeyek avadanîya bi 200 milyon dolar dadikeve. Yek ji wan kesane ku herî zêde îhaleyan digre û çewalê xwe tije pere dike. Çewîk di rojnameyek Tirkan de dibêje: “Halîhazir piyaseya aborîya Kurdistanê ji %80 di destên Þîrketên Tirkan de ye. 358 Þîrketên Tirk li Kurdistanê lotikan davêjin” filan û bêvan. Wekî din Çewîk di derbarê Serok Barzanî de jî dibêje:” Barzanî ji Mam Celal neteweperesttir û dîndartir e. Barzanî rast û Talabanî jî çep e”. Werhasil, ji vir jî dixuye ku Tirkan bi rêya aborî Kurdistan dagîr kiriye û herêm bi xwe ve girêdane. Îcar em nizanin ka wê ev girêdana aborî çi bîne serê me û çi neyne..Xwedê alîkarê me Kurdan be û hew! Ha ji we re medenîyet!
Sîpan Nas-23/01/07-Tirkiye- Kî dibêje Tirk ne medenî ne? Bextê xwe xira nekin û destê xwe deynin ser wîjdanê xwe,temam! Aha ji we re nimûneyek ji medenîyetê: Li bajarê Sînopê Mustafa Yildizê 60 salî hefsar û zincîrê dixe stuyê keça xwe û bi xwe re digerîne. Xwedêgiravî keça wî Melek Yildiz aqilsivik e û êrîþî xelkê dike. Ê babam, ma wê çawa keçik aqilsivik nebe hey malxirab! Tu hefsar dixî stuyê keça xwe, nahêli here nav xortên lotikvan, nahêli keçik kurmê xwe biþkîne û bide lotikan, ma bila rebenê xwe bikuje? Helbet wê aqilsivik jî bibe û êrîþî xort û zilaman jî bike babam, wey! De ka çend rojan wê berde nav komek xort û zilamên qirase, bê birastî keça te aqilsivik dimîne? Kuro bi namûs, heger keça te têkeve nav garana xortên lotikvan, ewê ji Tansû Çîller biaqiltir bibe allahwekîl! De berde berde....Keçika reben berde nav garanê, de qurban! Hûnê çi bikin parlamenterno?
Av.A.Dîlan-22/01/07-Enqere- Wek tê zanîn, xwedêgiravî pirsgirêka Kerkûkê ji rayedarên dewleta Tirk û partîyên wê re bûye wem meseleyek namûsê (heger namûs hebe) û ha ha dixwazin vê pirsgirêkê jibo armanca xwe ya hilbijartinên pêþerojê bikin mijara serketinê. Ji alîyekî dixwazin pirsgirêkên hundurê Tirkiyê pê veþêrin, bidin jibîrkirin, û ji alîyê din jî dixwazin pê ray û dengên hilbijartinê bistînin. Yanî, Kerkûk ji Tirkan re bûye mesela man û nemanê. Werhail, sibê parlamentoya Tirkiyê bi navê “Pirsgirêkên Kerkûk û Iraqê” dicive. Civîn sergirtî tê kirin û xuyaye wê ev civîna parlamentoyê qedera Tirkan jî û a êrîþa ser Kurdistanê jî tayîn bike. Îcar parlamenterên Kurd hatin bîra me. Halîhazir di parlamentoya Tirkan de di navbera 70-100 parlamenterên Kurd hene. Em meraq dikin gelo wê ev parlamenterên Kurd (!) çi helwestê deynin? Wê pozê wan biþewite û beþdarî civîn û biryarên ser êrîþa Kurdistanê nebin, yan wê dîsa wek berê qûna Tirkan balêsin û bibin þirîkên gunehên wan? Civîn li ser daxwaza partîya faþîsta Tirk CHP tê lidarxistin. Qaþo CHP Sosyal Demokrat e û endamê Sosyalîst Enternasyonalê ye. Wey qede bi wilo Sosyal Demokrat Partî keve rebbî! De êrîþ bikin de...Êrîþ bikin û binerin bê Kurd çawa doxînê li we sist dikin, de qurban! Wefadarê goþtê elokan!
Bavê Cengo-22/01/07-Þam- Dibêjin Serokkomarê Iraqê Mam Celal Talabanî di serdana Þamê de bi Beþar Esed re qehweyek þêrîn vexwariye û dem û dewranên berê anîye bîra xwe. Ji Beþarko re behsa dostanîya xwe û bavê wî kiriye û melûl melûl fikiriye. Werhasil, ez serê we neêþînim, dibêjin Mam Celal bang li Amerîkayê kiriye ku bi Þamê re danûstendinê bikin û hefsarê Beþar esed hinekî sist bikin. Xwedêgiravî Mamo gotiye: “Sûriye li Iraqê asayîþê dixwze, di þerê li himberî terorîzmê de piþtgirîya me dike. Ji ber vê jî divê Amerîka lotikên dijwar li Sûriyê nexe, nermo nermo bajo ser” Yahewlelwela quwetullahilezîm! Ê Mam Celal! Em qurban! Em zanin tu û Hafiz Esed dostên hev bûn. Em zanin we gellek elok bi hevre xwaribûn. Lê bihêle bila George Bûþh biryara xwe bide bavê min, wey! Ma tu berdevkê Beþar Esed i? Em dibê Xwedo ku Amerîka rojek berî rojekê lotikekê li Sûriyê xe, tu radibi qûndeyekî wek Beþarko diparêzi. Îcar ev bû çi heyran? Yabo dev ji paraztina Beþar Esed berde, bi namûs emê herroj elokekê bidin te baba, wîî! Canê bû General!
Leyla Bamernî-22/01/07-Zaxo- Dibêjin baþûr ji hunermend û siyasetmedarên bakurê Kurdistanê re bûye seyrangeh û navenda îhale û bazirganîyê. Hema bêjin heçê serê wî/wê bêþe, bêyî ku here textor, bêyî ku dermanan bistîne, xwe davêjin bext û namûsa baþûrîyan û dibin qurban û heyranên wan. Hinek bi minasebeta parsê, hinek jibo îhalegirtinê, hinek jibo tevlihevkirinê û hinek jî jibo doza qedrê xwe bikin diçin baþûr. Yanî, kesek jibo xêrê naçe dêrê wesselam ! Werhasil, dibêjin stranbêj Canê li Zaxoka rengîn serdana Akademîya Eskerî kiriye. Li wir hema gava generalê Akademîyê çav li Canê ketiye, zimanê wî lal bûye, çavên wî þaþo-maþo bûne û gotiye: »Ka kuro xelatek zêr bidin Canê ! » Dibêjin Canê xelata zêr girtiye û gotiye : »Ez ne hunermenda tu partîya me, ez hunermenda herçar parçê Kurdistanê û hetta a qada navnetewî me jî » filan û bêvan. De xelata te ser xêrê be rebbî ! Heyran qurban! Binerin xelatên we têra hunermendan nakin haaa! Ma kîjan Kurd ne hunermende bavê min? Yan xelatên zêr bidin hemi hunermendan, yan jî xwe li ber dilê hinekan þêrîn û li ber dilê hinekan jî reþ nekin kaka! Dibêjin Canê li Dihokê ji alî Walîyê Dihokê Temer Remezan ve jî hatiye qebûlkirin. Halla halla! Ev Canê çiqasî mezine bavooooooo, errrreeeeeeekkkk! Tiþtê ecêb çiye hûn zanin? Dibêjin Akademîya Eskerî heta niha tenê xelata zêr daye Serok Mesûd Barzanî û çend wezîrên Koreya baþûr. Yaaa! Naxwe Canê jî ket nav serok û wezîran lawoooo, offfffff! A baþ hema yan wê bikin „General“ yan jî „Wezîra Jinên Kurdistanê“ û xelas! Ha wilo birevin, neçin Bexdayê kaka!
Mihemed Soran-21/01/07-Silêmanî- Dibêjin rojnama Amerîkî The Boston Globe dibêje ku „Eskerên Kurd firar dikin û naxwazin herin Bexdayê biparêzin. Gellek ji eskerên ku divê ji Hewlêr û Silêmanîyê biçûna Bexdayê, firar dikin û naxwazin herin Erebên qûnreþ biparêzin" filan û bêvan. Erkanê eskerî Enwer Dolanî jî ragihand ku eskerên Kurd firar dikin, lê xuyaye newêrîbû hejmara kesên firar bêje. Ew tenê dibêje ku, „Eskerên me bi Erebî nizanin, kultura Ereban nasnakin û di þerê li dijî terorê de bê tecrûbe û serpêhatî ne“. Werhasilî kelam, xuyaye eskerên Kurd jî biaqil bûne, naxwazin herin alîkarîya dijminên xwe bikin û di nav lingên sunnî û þiîyên bêbav de bibin goka fûtbolê. Wey aferîn ji we re eskerno! Bi telaq, ha we Bexda parazt û ha we Hewlêr firot, qet ferq nîne! A baþ bajarên xwe û welatê xwe biparêzin ji paraztina Erebên qûnreþ çêtir û bixêrtire allahwekîl! Bihêlin bila sunnî û þiîyên bêderpî di kefenê sed bavê hev nin û hûn sax! Mirdarê Hrant Dînk kifþ bû. Welî Kuçuk!
Rojda Aydin-21/01/07-Stenbol- Mirdarê nivîskarê Ermenî Hrant Dînk kifþ bû. General Velî Kuçuk!. Niha hûnê bêjin: “Ma mirdarê wî ne Ogun Samasê Laz e?” Belê! Ogun Samasê Laz demançe berdaye Hrant Dînk û ew kujtiye. Lê bi emrê kê? Helbet bi ê General Velî Kuçuk. Li gora parêzerê Hrant Dînk Erdal Dogan, General Velî Kuçuk gellek caran Hrant bi kujtinê tehdît kiriye û Hrant Dînk ji wî re gotiye ku, “Ez pirr têm tehdît kirin. Ez ji tehdîtên xelkê natirsim, lê tehdîtên General Velî Kuçuk min dixe nav þik û gumanan”. Li ser gotinên Parêzer Erdal Dogan, General Velî Kuçuk jî lotikek avêt, Parêzer Erdal Dogan derewîn derxist û got: “Ji xwe ez Hrant Dînk nasnakim babam, wey”. Lê piþtre eþkere bû ku General Velî Kuçuk Hrant Dînk nasdike û wek midaxil beþdarî mehkema wî bûye. Yanî General Velî Kuçuk derewan dike da ku xwe ji bin bar derxe. Wek tê zanîn, navê General Velî Kuçuk di bûyera êrîþa ser Sazîya Þêwirmendîya Dewletê de jî derbas dibû lê wî dîsa înkar dikir. Ji alîyê din Hrant Dînk li Emnîyeta Stenbolê gellek caran ji alî Ahmet Demîr ve hatiye tehdît kirin. Mirdarê meþhûr, qesasê serê Mûsa Anter û bi hezaran Kurd Mahmût Demîrê Jîtemê jî gellek caran bi navê Ahmet Demîr dihat naskirin. Ev jî þik û gumanên saxbûna Mahmût Demîr dixe serê meriv. Werhasil, mirdar Ogun Samas tenê pîyonek ji pîyonên satrancê ye. Ji sedî sed kes nizane ku Ogun Samas demançe berdaye Hrant Dînk. Herçiqasî wêneyên wî belav kiribin jî, lê dibe ku çend qirûþ xistibin bêrîka wî û bavê wî da ku dewlet xwe ji bin barê kujtina Hrant Dînk derêxe. Neyse, bila dîsa serê hemi Ermenîyan saxbe... Turk Mîllî Mukavemet Teþkîlati dest avêt Kerkûkê
Ehmed Beyan-21/01/07-Enqere- Wek hûn zanin, Tirkiye yek ji wan welata ye ku rêxistinên tarî yên dewletê bi serbestî tê de lotikan davêjin û didin zîtirkan. Dewletê ewqas rêxistin damezirandine ku meriv di nav nav û çalakîyên wan de gêj û winda dibe. Meselen, JÎTEM, MÎT, ÎT, TÎT,KONTRGERÎLLA, HIZBÎKONTRA, GLADYO, ERGENEKON, MHP, KER, QANTIR, GUR û ÇÊLEK. Werhasil, em vegerin ser mijara xwe canim. Dewleta Tirk ne ji niha de dest û lingê xwe dixe Kerkûkê. Hê berî sê-çar salan zilamê Ergenekonê Prof. Umît Ozdagê MHP lî di televizyona dewletê (TRT-Int) de gotibû: ” Me li Kerkûkê Turk Mîllî Mukavemet Teþkîlati avakiriye”. Turk Mîllî Mukavemet Teþkîlati rêxistinek terorîste û armanca wê tenê alozî û tevlihevkirina bajar yan welatekî ye, zemînê ji êrîþa dewletê re hazir dike. Çawa ku TMMT di salên 1958-1974an de li Qibrisê zemîna dagîrkirinê amade kir, niha jî li Kerkûkê çalake û ji sedî 95ên teqandinên terorîstî ew dike. Serokê KADEPê Þerafettîn Elçî di bernama M.Alî Birand (32 roj) de ev rastî eþkere kir û bala rayedarên dewleta Kurdistanê kiþand ser vê rêxistinê. Werhasil, em serê we neêþînin. Bila rayedarên dewleta Kurdistanê jibîr nekin ku endamên van rêxistinên tarî û xayîn ji sedî 99ên wan di nav þîrketên OYAKê de xwe vediþêrin. Çawa ku îro aborîya Kurdistanê ketiye bin destê Tirkiyê û þîrketên OYAKa artêþa Tirk, wilo jî xuyaye ku wê ev rêxistinên bêbav bi serbestî lotikên xwe bavêjin û sergêjîyek mezin ji kakacanan re çêkin. Hêvî ewe ku rayedarên baþûr kumê xwe deynin ber xwe û gav bi gav OYAK (Ordu Yardimlaþma Kurumu-Dezgeha Alîkarîya Artêþa Tirk) û POYAKê (Polîs Yardimlaþma Kurumu-Dezgeha Alîkarîya Polîsên Tirk) biþopînin. De dîsa jî hûn zanin kaka..Çawa be gotinên Kurmancan li cem we pênc pere nakin... 352 rojname hindikin, bikin 1000!
Þêrzad Zebarî-20/01/07-Hewlêr- Dibêjin li gora îstatîstîka Wezareta Kulturê a herêma Kurdistanê, li Kurdistanê 352 rojname, kovar û jehr û ziqûm derdikevin. Li Hewlêr û Dihokê 228 û li Silêmanîyê jî 135. Îcar çend kes wan 352 rojname û kovaran dixwîne gelo? Kes nizane! 10, 20, 50, herî zêde 100 kes. Îcar çend milyon dolar mesrefa van rojname û kovaran çêdibe? Ohooooooooo, ma tê hesêb? Na baba! 10, 20, 30, belkî jî 50 milyon dolar. Niha heçê nizanibe wê bêjin: “Offfffff, kuro lawo ev Kurdekan çi rewþenbîrin bavo! Naxwe þev û rojên xwe bi xwendina rojname û kovaran derbas dikin!” Wey herama Xwedê be loooo! Çima bavê min, ma hûn ji Almanya û Tirkiyê mezintirin? Li Almanya (90 milyon nifûs e) 405 rojname û kovar derdikevin. Li Tirkiyê (70 milyon nifûs e) 821 rojname û kovar derdikevin. Îcar ma ne gunehe hûn milyonan dolar didin van rojname û kovarên nexwendî û kopyayên hev kaka? Wîjdan lazime wîjdan, pereyên Kurdistanê belawela nekin qurban, wîî!
Tirkiyê ket ber xezeba Rambo: ``80 sal in ku qirkirina ermeniyan radizînin`` Qirkirina Ermeniyan di rastiyê de navê xwe ji pirtûka nivîskar Franz Werfel wergirtiye. Ew bi xwe ji Awûsturyayê ye. Li gorî þiroveya rojnameyên cewaz naveroka fîlma Rambo ji dîmenên qirikirinê pêk tên. Fîlmek dramatîk e. Ajansa tirkan Anka li ser pirsê dide xûyanîkirin ku ji aliyê tirkan kampanyek xurt li dijî projeya Rambo destpê kiriye. Birêvebiriya kampanyayê ji aliyê Komeleya Têkoþîna li Dijî Rikên Ermeniyan tê kirin. Lê Rambo hayê xwe ji tirkan û hêrsa wan heye. Lê wisan xuyanî dike ku dê ber bi armanca xwe ve here. Wisan dibêje Rambo: ``Þarezayiyek (medeniyet) ji holê hatiye rakirin. Naveroka fîlm li ser vê pirsê ye``. Çi demê û li çi deverê dê dest bi kiþandinê bê kirin, hêja ne hatiye diyarkirin.
Daxuyanî ji bo çapemeniya kurdî
Dê ji bo sala duyê kurdê/a salê û dostê/a kurdan a salê li Swêd bên hilbijartin
Nasrat Hacî-19/01/07-Stockholm-Di galaya kurdî de, di þevahengeka hêja û bijarte de ku bi mêhvandariya kurd û swêdiyên navdar dihête xemlandin, dê xebatên çalaktirîn kurdên binavudengên li swêdê, ku di sala debaz buyî de hêjatiya berhemên wan di asmanê çand û kultura Swêd ê de pir geþ diyar bu, rêz jê re bê grtin û dustê gelê kurd jî were xelat kirin. |