|
|
|
|
|
Arþîv info@lotikxane.com lotikxane@hotmail.com |
|
Xecê Omerî Rastî tahle
|
Gabar Çiyan Tirkiye dibe Kurdistan |
Adil Dûran Pepûkên Xwedê |
Lokman Polat ´Tevgerek rewþenbîrî |
Bavê Ronahî Gurg kete nav pez |
Lezgîn Þêxo Kor û þeytan
|
Faris Beg Beþek ji dîrokê-IV |
Selîm Acar Ez jî M. Aydogan im |
Bavê Felek Mahþûqê Kurdistanê |
Dilsotî Du serinc
|
Bavê Welat Çiqas tevbidî ewqas bîn jê tê |
|
Metelok: Gotina xweþ têxe devê dijminê xwe lê pariyê xweþ têxe devê dostê xwe 12//02/2007 |
|
Ya starrrrrr ev çi ecêbe? Gilgamiþ bû maço!
Serdar Mirad-13/02/07-Amed- Kuro bi namûs xelkê aqilê xwe xwariye bavo. Ji xwe piþtî ku nebixêr fikra “azadîya jinên serberdayî” derket holê, yekcar civak serûbinê hev bû û jinan serê hefsêr berda û hey berda. Hûn namînin ecêbmayî, jinên Amedî û endamên partîya DTP radibin li dijî peykerê Qral Gilgamiþ derdikevin û naxwazin peykerê wî di parka belediyê de bê çikandin. Hûn zanin çima? Jinên DTP çûne cem serok Osman Baydemîr û gotine:”Qral Gilgamiþ berî zayînî (berî çêbûna Hz.Îsa) di sedsala 27an de maço bû û li jinan dixist. Em naxwazin peykerê yekî maço li parkê bê çikandin”filan û fîstan. De îcar li ecêba Xwedê û li jinên me yên serberdayî binerin! Baþe keçko, ma dewleta Tirko jinên Kurd nakuje, dest navêje namûsa wan, wan naherimîne, bi emrê Atatirko çend jnên Kurd hatin kujtin, hûn çima behsa van nakin? Çima hûn li dijî peykerên Atatirko dernakevin sayin xanimên femînîst? Yan ew zirav bi we re tune? Lê hûn gurê Gilgamiþê peppûk in ne? De îcar yabo destê xwe deyin ser wîjdanê xwe û bêjin: Di welatê ku hîna zilamên Kurd bindestin, wê çawa jinên Kurd azad bin? Ma ev ne derew e? Ûûûûûûûû, bi telaq heta hefsarên mêrên Kurd di destê femînîstan de bin, wan negot xwezî bi îro û hew!
Soranekem lotikek li me xist
Mîr Ronas-12/02/07-Êlih- Rêz û silav gelî xwendevanên Lotikxanê. Welle bi serê min û we, Soranekem lotikek bêîman li Lotikxanê xist û em totlanî hev kirin. Birastî divê em wîjdanê xwe xera nekin û hinekî heq bidin wan jî. Yabo welle xebera kekê me Zana ye ku dibêje: „Nîvîyê Kurdên bakur bûne Tirk û bi Tirkî diaxivin“. Gotina rast raste bavê min, wîî! Kuro bi telaqê jinberdanê nîvîyê Kurdên me dev ji zimanê xwe berdane û dane dû þildim bildima zimanê Tirkên bêbav heyran! Bi saya dewletê û serê Apociyên me, serê me li ber Tirkên bêbav hat tewandin û me bi navê bratîya Kurd û Tirkan dev ji zimanê xwe berda. Bi namûsa Tirkên kerxana Selanîkê, heta ku yekî „ serTirk û mejîTirk“ di nava tevgera Kurdistanê de hebe, yeka me nebû dudu looooooo! Werhasilî kelam, Kurmanc, Soran, Zaza em tev bra ne. Bijî bratîya me, bijî Kurdistan û bijî Lotikxane! Gul çû heyfa bavê, Buyukanit jî wê qûna dê li ser ke!
Ehmed beyan-12/02/07-Enqere- Hûn zanin, kes wek van Tirkan rûþûþtî û bêfedî tunene. Doh bû Wezîrê Derve Abdullah Gul li Amerîkayê lotik û pehînên bêîman xwarin û polîpoþman vegerîya Tirkiyê. Yanî, mêrik çûbû heyfa bavê lê xuyaye qûna xwe jî li ser kir û destvala vegerîya mala xwe. Îcar jî Serekerkanê wan Yaþar Buyukanit xurcika kera xwe barkir û berê xwe da Amerîkayê. Dibêjin xwedêgiravî Buyukanit çûye rayedarên Qesra Spî qanih bike, wan bîne ser rêya heqîyê da ku Tirk karibin bi serbestî destê xwe têxin nav doxîna Iraqîyan. Werhasil, Wezîrê Derve Abdullah Gul çû heyfa bavê lê xuyaye wê Yaþar Buyukanit jî qûna dê li ser ke û destvala, polîpoþman vegere nav Mehmetçîkên xwe yên qûnbicilik! De oxira wî a Filîtê Quto be rebbî....Çûn hebe veger tunebe.... Qûnekan sûnda mirinê xwar
Emed Kurdîh-11/02/07-Mersîn- Li bajarê Mersînê qûnekên ku xwe wek endamên “Komela Hevkarîya Hêzên Welatperwerên Tirk” dibînin, di komela xwe de destê xwe danîn ser demançe, al û wêneyê Mistoyê Selanîkî û sûnda mirinê xwarin. De ka sûnda wan bixwînin. Kerem bikin: “Em li ser Qurana xwe ya pîroz, li ser al û sîlehên xwe sûnd dixwin ku, em ji dê û bavên Tirk in, Tirkên xalis muxlis in. Di xwîna me de qûnektî û nêr û mêyî tuneye. Em bi endamîya Kuwayî Mîllîye serbilind in. Jibo ku em Tirkan bikin efendîyên dinyayê, jibo paraztina þan û þerefa Tirkên dinyayê, em bi namûs û þerefa xwe þûnd dixwin”. Hûn dibînin ne gelî xwendevanan? Ji dê û bavên xalis muxlis Tirk? De îcar telaqê xwe bavêjin û rastîyê bêjin: We xalis muxlis Tirk dîtine? Ka Kurd, Laz, Çerkez, Arnawût, Bûlgar, Bosnayî. Pondûs, Ereb, Rûm, Qereçî, û hezar jehr û ziqûmên din ji nav wan derxin, çend Tirk dimînin hûn zanin? 000000000! Qûnekan dixwazin tuxmekî wek tuxmê Asena û qantirên ku dêya wan bergîl û bavê wan ker e bikin efendîyên dinyayê. De îcar yabo! Qantir û efendîtîya dinyayê? Ya starrrrrrrrr ji derdê van qantirên Xwedê ya starrrr! Dinya ji Nîcolkê re jî nema. Weleddd!
Þemal Amedî-10/02707-Hollywood- Erê dinyayê... Çi dinyayek derewîn e, bêxêr e, bê wîjdan e, wax liminnnnnn! Dibêjin:”Dinya ji Hazretî Silêman re jî nemaye”. Îcar xuyaye wê ev dinya xweþ û fanî ji kesî re nemîne. Lotikvana bedew, lîztikvana seksî û memikpênckîlo Anna Nîcole Smîth ji niþkê ve mir û berê xwe da cehnemê. Gerçî kes nizane ewê here bihuþtê yan cehnemê jî, lê li gor tê gotin, wê Anna Nîcole Smîth ji sedî sed silavekê bide zebanîyên cehnemê û belkî çend lotikan bi wan re bavêje derûdorê. Dibêjin Anna Nîcole Smîth xanim di xortanîya xwe de dilê gellek kurê bavan þewitandibû. Bêbavê lihevhatî, bi bejn û bal, seksî û laþê wê wek goþtê mirîþkan xweþ bû. Werhasil, dinya ji kesî re namîne. Dinya ji yekî wek Saddamê qûnek re nema îcar ma wê ji Nîcolkê re bimîne, tewww! Lê çi fêde Kurdekî biaqil bazneda ser wê, ax gidîîîî........
Sermezino tifa xwe alast
Ehmed Beyan-09/02/08-Enqere-Koordînatorê PKK ê Tirkiyê Baþer tifa xwe alast û li gotinên xwe poþman bû. Baþerê sermezin berê digot:”We go serokên Kurdan? Tewwww! Kuro ez gû jî bixwim ez bi wan re nayêm ser maseyekê, wîî! Ezê çawa ji serokeþîran re bêjim selamunaleykum!” filan û fîstan. Erê lawo, erê sermezino, te dît bê çawa zor gîzerê radike ne wilo? Yaaaa! Destê ku meriv nikaribe bixe meriv rasdimîse cîgerîm! Werhasil, îcar niha jî sermezinê Baþer dibêje:”Hevdîtina bi serokên Kurdan re ne xetek sor e. Heger fêda xebatê têde hebe em karin hevdu bibînin” filan û bêvan. Yaaa! Gotinek me Kurdan heye dibêjin: “Filankeso hîna gunikreþ di ser xwe re nedîtine” Îcar sayin Tirkoler, bi telaqê bê fitû we “çavên zer di nava kayê de dîtin” yawrûlarim. We talîya talî fêhm kir ku heta hûn nerin ber lingên Kurdên gunikreþ, hûnê bi serbestî nikaribin di afir de avê vexwin. Rayedarên dewleta Tirk heta niha qet qebûl nedikirin ku bi serokên Kurdan re rûnên û wan qebûl bikin. Lê ji gotina Baþer jî dixuye ku êdî dewleta Tirk ciddîyeta meselê û giranîya serokên Kurdan fêhm kirine. De ser xêrê be rebbî... Wey ser xêrê be rebbî!
Þîndar Berwarî-08/02/07-Dihok- Dibêjin li Dihokê li ser daxwaza hikûmeta herêma Kurdistanê 52 diz û çeqel hatine girtin û lotik li wan ketine. Li gor agahîyan,52 kesên ku di beledîya Dihokê de dixebitîn, beþdarî bêdadî, dizî û gendelîyên cûrbecûr bûne û bêrîkên xwe bi dolaran dagirtine. Her 52 kes li ser biryara mehkema Dihokê hatine binçavkirin. Serokê Mehkema Dihokê Ebdulezîz Ehmed ragihand ku piranîya van diz û keleþan xebatkarên beledîyê ne û beþdarî gellek bêdadî, dizî û bertîlxwarinê bûne. Werhasil, xuyaye hikûmeta herêma Kurdistanê zend û bendên xwe hildane û dest bi paqijkirina dizên Kurdistanê kirine. Lê nexuyaye ka ewê kengî xwe bighînin serekdizên ku di dezgehên bilind de lotikan davêjin. De ya bi xêr..Helbet rojekê wê lotikên bêîman li wan jî kevin... Wê perê zinêkarîya xwe bibexþîne, wey maþelle!
Þemal Amedî-07/02/07-Hollywood- Lotikvana navdar Carmen Elektra dibe xêrxwaz û dilbirehm. Carmen Elektra ku stêra seks û lotikvanîyê ye, dixwaze perê ku ji flîmê wê yê seksê bê li feqîr û belengazan belav bike. Li gora ku çapemenîya Amerîkî dibêje, dibêjin wê Carmen xanim flîmekî seksê bikþîne ku heta niha flîmên wilo nehatine dîtin. Wê di flîmê xwe de ji agirê cehnemê germtir bibe û zilaman têxe dora tenûrê. Li ser bextê xelkê be, dibêjin heta niha Elektra xanim di ser 2500 zilamî re derbas bûye, hestîyên wan þikenandiye û tir ji wan berdaye. Dîsa li ser bextê xelkê be, dibêjin perên ku ji flîmên seksê belav bibin xêr û bereketek mezin têde heye û dibe ku bi vê xêra xwe Carmen xanim here bihuþtê jî. Werhasil, ma emê çima derewan bikin, bi Xwedê heger çend dolarên wê bigihên me ji xwe jinik bihuþtî ye, yan na zebanîyên cehnemê li bendî wê ne û hew! Kûçik û gur rabûn hev
Ehmed Beyan-07/02/07-Enqere- Me digot qey „Kûçik goþtê kûçik naxwe“. Lê xuyaye gava kûçik birçî dibin û berberîya serokatîyê dikeve holê, karin hevdu bidirin û car caran lotikan jî bavêjin hev. Werhasil, niha li Tirkiyê berberî û qayîþek mezin di navbera herdu partîyên kûçik (MHP û BBP) de heye. Berî çend rojan çend kevnecewrên MHP dev ji partîya xwe berdan û derbasî nav refên cewrikên BBP bûn. Li ser vê bûyerê, serokê BBP û qûnekê ji dola Asenayê Muhsîn Yazicioglû xwe nepixand û got: „Aha! Me digot gur û kûçikên esîl em in kesî bawer nedikir. De binerin bê çawa cewrên MHP derbasî nav cewrikên me dibin“ filan û fîstan. Werhasil, halîhazir cewrik û mewrik, gur û kûçikên nîjadperestên Tirk bi lotik û pehînan rabûne hevdu. Xwedê bikim yek bi kêr be yek bi penîr. Ma ka jê xweþtir?
Qedrê
pisîkan ji yê mêran bilindtire Rozê-06/02/07-London- Erê kuro, li Brîtanyayê derket holê ku jinên Brîtanî pisîkên xwe ji mêrên xwe qedirþînastir digrin ê zêdetir ji wan hezdikin. Li gora lêkolîn û ceribandina ku li ser jinan hatiye kirin, gava jin pisîkê himbêz dikin, dilê wan zêdetir û xurttir lêdixe. Lê gava mêran himbêz dikin dilê wan normal û sisto-misto lêdixe. Lêkolîn ji alî Psîkolog Dr.Davîd Lewîs ve hat çêkirin û rebeno jî ji encamên lêkolîna xwe ecêbmayî ma, þaþo-maþo bû û ji qehran re dilê wî sekinî. Werhasil, dibêjin wê jinên Brîtanî di pêþerojê de êdî bi pisîkan re bizewicin û nema li ber lotikên zilaman digerin. Weyle ku xêr û bereket ji nav nigên xwe nedîtiyê! Farûqê Devliken-05/02/07-Mêrdîn-Hunerqûneka Tirk Bulent Ersoy jî lotikek da xwe û xwe lê qewimand… Got: “El hemdurullah ez misilman im û bi Tirkbûna xwe jî serbilind im. Ku bimrim û di nav destên melayekî ciwan û lihevhatî bêm þuþtin û heta bi tilîyên wî yî nermik û xweþik ji ser hiþê xwe herim jî, nabêjim, “Ez Ermenî me!...”” Weyle ku bi gulîyên xwe ve daliqîyayê! Weyle ku xêr û bereket ji nav nigên xwe nedîtyê! Weyle ku bi emrê xwedê xiyarê wê dîsa pê ve þîn hatê!(Dewana nivîsê wêne bitikînin) Ka pisîkên berê..
Narîn Remo-05/02/07-Holland-Ka pisîkên berê û ka ên niha, sed heyf û mexabin ku pisîk jî nema wek pisîkên berê ne. Berê kurdan digotin; pisîk ne li mal e miþk Ebdirehman e, mexabin ku ev metelok nema wateya xwe dide, îca niha miþk bi simbêlên pisîkan dilîzin û pisîk newêre bê vit, ma ev ne nîþanek ji nîþanên qiyametêye?, ha ev in miþk û pisîkên dema Globalîzmê, her tiþt tê guhertin û wek xwe namîne. Berê ji tirsa pisîkan re miþkan newêrîbûn serê xwe ji qula derxînin, îca niha miþk û pisîk û seh bi hev re li ber Xidirko dîlana kurmancî digrin, jixwe miþk bi serê govendê digre. Dema berê, ku li gundekî pisîkek heba, miþk ji bavê xwe bûn ku serê xwe derxînin. Diyare rola pisîkê bi demê re tê guhertin, wek çilo rola boqê simbêlan tê guhertin, niha îca merov pisîkan ji bo lîsk û wensê xwedî dikin. Hun dibînin çawa miþk boqê simbêlên pisîkê dicû, erê..erê dinyayê, sed heyf û mexabin ku pisîk nema pisîkên berê ne, wek çilo zilam nema zilamên berê ne, heyfa boqê simbêla..jixwe berê kurdan digotin; simbêlê pisîkan jî hene. Kes nedît bi darekê re zewicî
Tara Han-05/02/07-New Delhî- Ya rebbî tu kesekî þaþ neki û hew. Carna meriv li hinek tore û adetên milletên dinyayê ecêbmayî dimîne lo. De binerin bê lîztikvan û lotikvana sînemaya Hindî Aîþwarya Raî çi kiriye. Li gora xebera rojnama Telegraphê, stêra sînema Hindî Aîþwara Raî jibo ku pirsgirêkên navbera xwe û sozdarê (dergistî-destgirtî) xwe Abhîþek Bachchan ji holê rake, rabûye li gor tore û adetên Hindû ”Zewaca Darê” pêkanîye û bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember bi darê re zewicîye. Dibêjin herdu lotikvan ji burca (remla) ”Manglik” bûne û Xwedêgiravî hava du kes ji heman burcê bin, karê wan rast nameþe. Îcar li gora kevnebawerîyên Hindû jinên ku ji burca Manglik in, bi seremonîya ”Kumbh vîvah” bi dara ku sembola Xwedayekî wan ”Xweda Vîþnu” ye, re dizewicin. Werhasil, xanimê kes nedît rabû bi darekê re zewicî, hem jî darek qirase! Li Hindistanê gellek adetên ecêb hene. Hinek bi maran re dizewicin, hinek bi pisîkan re, hinek bi mirîþkan re û hinek jî bi dûpiþkan re. Ji xwe dibêjin, kesên ku bi ker û qantiran re dizewicin Xwedê bi çewalan xêr û bereketê bi ser wan de dibarîne allahwekîl! Yan bibe yan nebe, ev çi virte virta te ye!
Ebû Kurdo-02/02/07-Bahreyn- Wek hûn zanin, lotikvanê reþ û spî, zinêkarê zarokan Michael Jackson hingî serûçavê xwe emelîyat dike û xwe spî dike, bûye wek kêça firkandî û tir têde nemane. Jacksonê ku berê reþik bû û ji bêþexsîyetîya xwe xwe spî kir û xwe kir kirasê Amerîkanîyên çerm spî, gellek caran navê wî wek “zinêkarê zarokan” jî derket. Werhasil, brayê wî Jermaîne Jackson ê ku li Bahreynê bûye misilman û di nav livîna prensê Bahreynê de dijî, bang li brayê xwe Mîckael Jackson kiriye ku rojek berî rojekê bibe misilman da ku ji wan qal û qultên zinêkarîya zarokan xelas be. Jermaîne Jackson dibêje: “Heta Mîchael nebe misilman wê her li dû zarok marokan bigere û dibe ku xwe jî li ser bike” filan û bêvan. Werhasil, ji zû de ye tê gotin ku niyeta Mîchael heye bibe misilman lê xuyaye hîna ji zinêkarîya zarokan têr nexwariye. Kengî ku fîþekên wî neman îcar wê çefî û egalekê bide serê xwe û bibe misilman. Yanî, heta xêr têde hebe nabe misilman. Kengî go tir têde neman, îcar wê berê xwe bide hecê û bibe Hecî Mîchael Jackson! De ne ser xêrê be rebbî.... Mîss Amerîka 2007
Þemal Amedî-02/02/07-Las Vegas- Belê, Mîss Amerîka hat hilbijartin û Amerîkî ji vê belê jî xelas bûn. Di pêþbirka ku li Eyaleta Nevadayê hat çêkirin de, bedewa Oklahomayê Lauren Nelson bû Mîss Amerîka 2007 û tac da serê xwe. Niha xelk meraq dikin ka gelo wê ev Mîss Amerîka jî wek a berê alkolîst û serxweþ be yan na ? Werhasil, me xwe bi telefonê gihand Mîss Amerîka Lauren Nelson û me jê pirsî : »Xanim Lauren, pîroz û bimbarek be rebbî. Gelo wê ji îro û pêde navbera te û lotikvanîyê çawa be ? Ma navbera te û Serok Bûþh baþe yan na ? » Ewê jî devlikenî bersiv da: Ooo, thank you Lotikxane..Kêfa min li cî ye, ne li erdê me ne li ezmên. Bi serê we lotikvanan Xwedê da min û hew! Ezê ji îro û pêde dest bi lotikên Amerîkî bikim û çend qirûþan bidim ser hev. Mavbera min û Serok Bûþh hîna germ nebûye. Bi xêr kengî ku me jî wek Bîll Clînton û Monîka Lewînsky lotik li hev xistin, wê kifþ bibe ka tir tê de mane yan na“ filan û fîstan. Werhasil, Xwedê bi elb û çewalan da Mîss Lauren Nelsonê û hew…Em nizanin wê kengî li baþûrê Kurdistanê dest bi pêþbirka „Mîss Kurdistan“ bikin.
"Tirk zexel û qumarçî ne!”
Zinar Qelemþûr-01/02/07-Stenbol- Xuyaye car caran wîjdanê hinek ji ronakbîr û xwendayên Tirk dijene û êdî nema karin tehamulî derewan bikin. Berî çend salan nivîskar Azîz Nesîn gotibû: “Ji sedî 80 Tirkan ehmeq û dîn in”. Piþtre çend kesên din jî derketin û lotik li milletê xwe xistin û hinek rastî gotin. Niha jî Midurê Seraya Topkapiyê, nivîskar-dîrokzan Prof.Dr. Îlber Ortayli dilê xwe rehet kir û lotikek li Tirkan xist. Îlber Ortayli di konferanseksê de got: “Navê Tirkiyê ne ji alî Tirkan ve hatiye lêkirin. Ev nav cara pêþîn ji alî bazirganên Îtalî ve wek “Tirkiye-Turkmenya” hatiye gotin û hetanî îro hatiye. Ji alîyê din milletê me yê Tirk milletekî zexel (tembel-betlan) e, nizane xwendin çiye, ji xwendinê heznake, îþ û karê wan di çayxane û kolanan de bi qelemaçan (lîztika kaxezan) bilîzin û wek serserîyan bigerin” filan û fîstan. Kuro bi telaqê jinberdanê lotika te di ciyê xwe de ye qurban, her bijî! Ma Tirk û xwendin çi ji hevre dibêjin? Birastî di þûna peykerên Atatirk de divê peykerên kesên mîna te û Azîz Nesîn bihatana çikandin.
Lotikek din li Tirkan ket Tacdîn Baran-31/01/2007-Almanya- Van deman Tirk ji lotikan xelas nabin. Ji herçar alîyên xwe lotik û mîkutan dixwin û bûne wek golikê beþ.Niha jî Euromînorîty.eu lotikek bêîman li wan xist û wek mirîþka gêj li dora hev zîzikandin. Malpera Euromînorîty.eu bakurê Kurdistanê jî xist nav 100 neteweyên Ewrûpayê û hema bêjin xincerek li ser dilê Tirkan xistin. Tirk bi êþa vê xincerê dest bi tir û fisan kirin û bû vîzvîja qûna wan. Tirkan herçiqasî ji Yekîtîya Ewrûpayê sedema vê yekê xwest jî, lê rayedarên YE ji Tirkan re gotin: ”De herin lannnn! Ew rêxistinek serbixwe ye, lotikan li kê xe bi qîma xwe ye” û daw û delinga Tirkan li serê wan pêçan. Weleddddd, weleddddd! Bi telaq, pelûla ku bi serê Tirkan de rijiyaye bi serê tu ebdê Xwedê de ne rijiyaye û hew! De ser xêrê be rebbî..... Serok Bûþh serê hefsêr berda
Hesen Almas-31/01/07-Waþîngton- Serok Bûþh di daxuyanîya xwe ya di Radyoya Xelkê de lotikên xweþ li Îranê xistin û bala Ehmedînejad kiþand, mîkutek li serê wî xist. Bûþh di axaftina xwe de got:“Ez ji Ehmedo hatime hetanî qirikê. Heger Îran li Iraqê çalakîyên xwe yên eskerî bidomîne emê bêdeng nemînin û serê wî têxin ciyakî minasib. Ji xwe ez li mahneyekê digerim, de Xwedo ku ez xeletîyek Îranîyan bibînim“ filan û bêvan. Amerîkîyan li Iraqê zixtên li ser Îranîyan zêdetir kirine. Êdî ew bê hisiyaye ku heta Îranî dest û lingên xwe ji Iraqê nekþînin, ewê rehetî ji Amerîkî û Iraqîyan re tunebe. De Xwedê bikim yek bi kêr be yek bi penîr be. Herin dîrokê bixwînin. Yek ji wan milletên ku herî bêbext û nankor in Îranî ne allahwekîl! Îcar hema ku we silavek jî da yekî Îranî, divê hûn deh carî vegerin û li paþ xwe binerin. Ji me gotin….. Lotik li Tirkan xistin û berê xwe dan Iraqê
Polat Erdem-30/01/07-Marmarîs-Berî çend rojan qeflek eskerên Amerîkî (Conî) hatin Marmarîsê û keç û jinên Tirkan dan ber lotik û cotikên xwe. Me Conî X di ser jinek Tirk de girt û wêneyê wî kiþand. Gava Conî X çav li me ket got:"Ahaaa, you are from Lotikxane haa?" û kêfa xwe anî. Gava dît ku xelasî ji destê me tune, îcar rabû jinika Tirk bi xwe ve zeliqand û got: "De bikþînin bavê min bikþînin..Dinya mirine, dibe em li Iraqê nikaribin lotikên azadîyê bavêjin, qe nebe em heyfa xwe ji Tirkan hilînin baba, wîî" û piþta jinika Tirk firkand. Werhasil, bila oxira wan ya xêrê be rebbî..Ha lotik li terorîstên Ereb xistin û ha piþta jinên Tirk firkandin, herdu jî pîroz û bimbareke allahwekîl! Qumar hem jî çawa qumar!
Þêrzad Zebarî-30/01/07- Hewlêr- Dibêjin pismamê me Wezîrê Derve yê Iraqê Hoþyar Zebarî ji ajansa AP re gotiye:”Bila dewletên cîranên Iraqê bi Iraqê re qumarê nelîzin, yan na kêr gihaye hestî, pêlên vî agirî wê wan jî biþewitîne, agir bi delinga wan xe û Xwedê zane bê wê kî ji wan dewletan qûnek bibe”. Xuyaye Zebarî di axavtina xwe de konsantre û germ bûye û hema gotiye: “De fersend ev fersende, ezê ya dilê xwe bêjim hema di ku re zirav bû bila di wir re biqete” û dewam kiriye:”Xwedê neke heger Iraq parçe bibe yan jî bisernekeve, xetera ku ew wek þorba nîskê bifûre û pêlên vê þorba germ derbasî welatê wan jî bibe heye. Ji ber wê jî serê me xeranekin û nehêlin em simbêlên xwe babidin” filan û bêvan. Yaaaaa! Hûn dibînin bê pismamê me çawa zirtan li dewletên cîran dike û lotikên bêîman li wan dixe ne? Lê me tiþtek fêhm nekir yabo? Çima “Heger Xwedê neke Iraq parçe bibe?” Kuro Xwedê bikim kevir li ser kevir nemîne, wey! Ma we dîtiye ku xêr ji Tirk, Ereb û Eceman hatiye bavê min? Na! Bi namûs te hertiþt xweþ got, lê vê gotinka “Heger Xwedê neke Iraq parçe bibe” hertiþt kir çirik û virik. Bêhn pêxist bêhn! mirovperwerin? Kerametên keçên Tirk
Sofî Ebdulkerîm-29/01/07-Aydin- Emê niha ji we re hinekî behsa keramet û serpêhatîyên keç û jinên Tirkan bikin. Wek hûn zanin, li Kurdistanê jî ziyaret û darên ku ji alî xelkê ve wek pîroz tên dîtin hene. Yanî, dara mirada! Bi taybet keçên kemlan paçikan pê vedikinm dua dikin ku miradê wan bi cîh bê. Îcar xuyaye ev adet li bajarê Aydinê jî heye. Li wir jî ziyaret hene, dara mirada heye û xelk xwe davêjin bext û tora wê darê. Îcar hûn zanin bê keç û jinên vî bajarî çi bi darê vedikin? Derpî û binkirasên xwe! Keç û jinên ku ji xwe re li mêrekî digerin, radibin derpîyên xwe, binkiras û binderpîyên xwe bi darê vedikin da ku xiyarek bê wan bixwaze û kurmê xwe biþkînin. Îcar heyran, xêrekê bi xwe bikin û werin van derpî û binkirasên keç û jinên Tirk bidin hev, kurmê wan biþkînin, ma insanetî miriye qurban? Ma Kurd ne mirovperwerin baba?
|
Min jî bizewicîne Mamo!
Farûqê Devliken-13/02/07-Mêrdîn-Na mamê min, na; te vê neqlê zir ecêba darê ji binî de birî û xwe jî di bin de hiþt. Me giþa bi serê te sûnd dixwar; te jî çû bi qûna George Bûsh efendî girt û jinek Emerîqanî ji lawê xwe re xwest. Hey malneket, lê ku jin sîxwir be? (Dewama nivîsê wêne bitikînin) Lehmecûncî Îbo dest bi lotikên siyasî dike
Rojda Aydin-13/02/07-Stenbol- Hunermendê Ruhayî, dengxweþê îsotçî, bazirganê lehmecûnan Îbrahîn Tatli lotikek avêt û got:”Dilê min ji hunermendîyê xeliyaye. Ji xwe piþtî vî temenî ez hunermend bim çiye û ne hunermend bim çiye, hêçç! Ez di çavê xelkê de bûme wek golkê nav garanê. Nebixêr piþtî min dest bi bazirganîya lehmecûn, dew û mast kir, êdî xelk henekê xwe bi min dikin û dibêjin “kuro lehmecûncî!” Îcar jibo ez vê îmaja xwe biguherim û dîsa bêm ser sêhra erê, divê ez jî wek siyasetmedarên Tirkiyê xwe bavêjim meydana siyaseta derewîn” filan û bêvan.Belê, lehmecûncî Îbo bernama xwe jî amade kiriye û dibêje:”Ezê ji Ruhayê wek wekîlê serbixwe têkevim hilbijartinê Îsotçîyên Ruhayî ji min pir hez dikin, ez ji wan re bêjim bimrin wê bimrin. Gava ez bûm wekîl û ketim Lotikxana meclîsê, ezê hewl bidim ku rê li ber anîna zarokên zêde bigrim. Ji xwe hingî zarok li Tirkiyê zêde bûne, bêkar û perîþanin, îcar kaset û CDyên min didizin, kopî dikin û nahêlin ez têr ecîn, lehmecûn û îsotan bixwim. Herî zêde sê zarok bes in!”Werhasil, xwezî bi wê rojê ku em ji “Þow” û mowên te, ji zîtirk û tir û fisên te yên Tirkîtîyê xelas bin û hew! Yaaaa! Hûn dibînin bê lehmecûncî Îbo çawa siyaseta dewletê dimeþîne ne? Zarokên zêde kuro? Ew ji Kurdan re dibêje ha. Ji Kurdan re dibêje:”Hûn zêde zarokan tînin, gava ez bûm wekîl ezê zilaman bixesînim û malzarokên jinên Kurd jî jêkim”. Yaaa! Heyla topa qiyametê li nav þeqê te keto rebbî!
Ednan Stêr-12/02/07-Kurdistan-Hûn zanin, bi navê „Newala Kûçikan-Terör“.. dizîya faþîstên Tirk dîsa destpêkir. Ev kûçik sixêfa li Kurdan dikin, Kurdên me jî bêfedî wan temaþe dikin. Hinek Kurdên me jî qaþo wan þikayetî RTUKê dikin.. Yaw babo, ma RTUK çiye û kî ye? Ma ji xwe RTUK ne sazîya dewleta virqo ye? Wîî! Werhasil, xuyaye kûçikên Tirk dîsa wek demên berê bûye ewte ewta wan û direyên. Hûn zanin, di biçûkanîya xwe de kûçikekî min hebu þaredarîyê çû ew bi derzîya harbûnê kuþt. Ez dibêjim heqê van kûçikên Tirk jî kuþtin e. Gerek ev kûçik nekevin televizyonên Kurdistanê û Kurd temaþeyî wan nekin. Ê ku þeref û namûs pêre hebe li wan temaþe nake û rûn li nanê wan naxê. Tiþtên ku ji alî dewleta Tirko ve hatine çêkirin dixin sûcê gerîlla û pê Kurdan sûcdar û gunehbar dikin. Heger birastî þêrgeleyên „Newala Guran“ xwedî cesaret bin, bila çûbana ev flîm li Kurdistanê çêkirana. De werin haaaa! De werin Kurdistanê vî flîmî bikþînin ey þêrgeleyên „Newala Qehpikan!“ De werin em qûna reþ û spî li meydana þer bibînin ey pêxwasên kolanên Stenbolê! Herkes kare „Newala Qehpikan“ li bajarekî mîna Stenbolê bikþîne kurê min! Hûn zanin tiþtê herî xerab çi ye gelî xwendevanan? Tiþtê xerab ev e ku piranîya lîztikvanên „Newala Kûçikan“ bi eslê xwe Kurdên asîmîlebûyî ne. Yanî, kurmê darê ne. Werhasil, xwezî bi wê rojê ku Kurd jî xwe nasbikin û flîmên bi navê „Newala Þêran“ bikþînin û hûn sax! Anderson Mam Celal da ber Lotikan
Mihemed Soran-12/02707-Silêmanî-Dibêjin
rojnamevanê The Guardian Jon Lee Anderson li
Bexdayê hevpeyvînek li gel Mam Celal kiriye û dibêje "naskirina wî
gelek zehmete, hem hevalê Amerîka, hem hevalê Îranê ye... Ew xwe wek
Maoyî dide naskirin, xwedî mal û milkekî mezin e û pirsiye gelo
Talabanî kiye?” Nivîskar dibêje:”Yabo ma Mam Celal kes nehiþtiye ku maç nekiriye wey. Wê rojekê rûyê Coondeleezza Rice maçî bike,roja din rûyê Ehmedînejad maçî bike. Hema bi namûs kî têkeve ber wî heta maçî neke dev ji wan bernade” filan û bêvan. Dibêjin siyasetmedarê þiî Muvaffak El Rubayî jî gotiye:” Kes nikare bi Mam Celal bavoooooooo! Mêrik hem Marksîst e, hem misilman e, hem zimanzan e, hem xwarinzan e, wek bilbil ayetên Quranê dixwîne, hetta bi zimanê Elokan jî zane.. Ma kî kare pê?” filan û fîstan. Werhasil, berdewama nivîsê di malpera www.dengebotan.com de bixwînin û hûn sax....
Ji dêrê jî bûn û ji mizgeftê jî
Ednan Stêr-11/02/07-Colemêrg- Wek hûn zanin, þaredarîya Geverê jibo asîîlekirina jinên Kurd dest bi qursên xwendin û nivîsandina zimanê Tirkî kiribû û projeya wan ji alî Yekîtîya Ewrûpayê ve hatibû qebûlkirin. Yekîtîya Ewrûpayê jibo serketina vê projeyê (projeya asmîlekirina jinên Kurd) 63 hezar euro alîkarî da xwedîyên projeyê. Li gora vê projeyê, xwedêgiravî wê 120 keç û jinên Kurd ên di navbera 18-80 salî beþdarî projeyê bibûna û lotikên Tirkîwarî bavêtina. ´ Werhasil, li gora gotin û fesadîyên ser tenûrên Geverê, dibêjin jinên navsere yên ku beþdarî vê qursê bûne, wek mirîþkên gêj li serê wan hatiye. Hem Kurdîya xwe jibîr dikin û hem jî hînî þildim bildima Tirkî nabin. Yanî; rebenên jinên Kurd ku bi sedê salane zimanê Kurmancî paraztine û hetanî bi îro anîne, ji alî zarokên xwe ve tên asîmîlekirin û siyasetmedarên ku qaþo li ser navê Kurdan lotikan davêjin, dibin þirîkê asîmîlekirin û tunekirina zimanê Kurmancî. Ê baþe lawo, heger birastî hûn dixwazin jinên Kurd hînî xwendin û nivîsandinê bikin, çima hûn qursên zimanê Kurmancî jibo jinên Kurd venakin baba? Yan zimanê dijmin ji we re siviktir û xweþtir tê? De herin loooooooo...Bi telaq hûnê xêrê ji xwe nebînin û hew! Zinêkarên kevn bûn hêza sêyemîn
Ehmed beyan-11/02/07-Enqere- Li gora lêkolînekê derket holê ku zinêkar, teþqelcî, diz, nijdevan, general û girgirekên polîsên Tirk piþtî ku dev ji kar û wezîfa resmî berdidin, îcar þîrketên „Ewlekarî û paraztinê“ vedikin û bi van þîrketan dîsa bêbavîya xwe dewam dikin. Lê bi cil û bergên sivîl. Dibêjin piranîya general û polîsên ku destê wan ketiye xwîna bi sedhezaran Kurd, di bin perda van þîrketan de wek „Hêza Sêyemîn a dewletê“ dixebitin û hêza aborî û çekdarîya wan ne kêmî ya artêþ û polîsên dewleta Tirk e. Halîhazir hejmara endamên artêþê 665 hezar çekdar, a polîsan 165 hezar, û a van þîrketên ku wek „Þîrketên ewlekarî û paraztinê“ dixebitin jî 200 hezar çekdar in. Ji General Welî Kûçik bigrin, heta bi gellek serokpolîs û serokmeafîyên Tirk bi hevre van þîrketan bi rêve dibin, sazî û dezgehên dewletê kontrol dikin. Werhasil, xuyaye ev hêza sêyemîn wê di pêþerojê de bibe hêza duyem û di siyaset û poltîka Tirkiyê de rolek neyînî û bêbavî bilîze. Dibêjin çi mirdar, zinêkar, diz û çeqel hebin, hemi bi van þîrketan re dixebitin. Erê lo, îcar gelo emê bi saxî bibînin ku Kurdên me jî bi plan û projeyên mezin hesabê pêþeroja xwe dikin? Herama Xwedê be……
Carek din derpî jî ji xwe bikin!
Emîn Sêwregî-10/02/07-Bern- Kî kare bextê xwe xera bike û bêje:”Kurd bi pêþ nakevin û bi kêrî tiþtekî nayên?” Na! Bi namûs Kurd roj bi roj bi pêþ dikevin û tirê ji pêþûveçûnê berdidin, wey! Berê xelk û alemê digotin: “Yabo ma ne hevalên PKK çalakîyên terorîstî dikin, otobanan dagîr dikin, li polîsan dixin” filan û bêvan. Ê lawo Ewrûpîno! Va rebenan dev ji wan çalakîyên ecêb berdan û modern bûn, ma hûn hîna çi ji wan dixwazin brader? Ma we heta niha dîtiye ku yekî Kurd xwe tazî bike û çalakîyên “Tarzankî” lidarxe? Na! Êêêêê? We Kurd hînî çalakîyên Tarzankî jî kirin, êdî hûn çi ji me dixwazin yaw? Baþe baþe...Bi telaq îcar wê tiþtek ji me Kurdan derkeve. Heger Kurd jî xwe tazî bikin û çalakîyên Tarzankî lidarxin, bizanin ku êdî roja qiyametê nêzîk bûye û hûn sax! Lê tiþtekî ji bîr dikin. Çiye hûn zanin? Hefsarê zilamên Ewrûpî di destê jinên wan de ne, û jinên wan jî heta ji doxînê û jêr de baþ kontrol nekin û neecibînin alîkarîya insanan nakin. Îcar bi telaqê jinberdanê, heger van Tarzanên Kurd derpî ji xwe bikirana, xiyar û hêkên xwe pêþkêþî raya giþtî ya Ewrûpayê bikirana, wê yekser daxwazên wan bihatana cîh, wîî!
Piþtî Kurdan Ingilîzan jî rastî pejirand Harbûna cinsî piþtî 50 î destpêdike
Gabar Çiyan/Lotikxane: 10/02/07-Di wêjeya Kurdan de li ser yar û dostgirtinê hejmarek stiran, helbest, pêkenok û serpêhatî hene. Bi qasî ku tê zanîn û di wan berheman de jî xuyanî dike, kesên xwedî yar û dost, ne mirovên ciwan in. Bêhtir kesên gihiþtî ne. Piþtî salên 45, 50 î bi sedem an jî bê sedem, har dibin û çavên xwe digerînin. Peyvên wisan ne bê sebeb hatine gotin: ``Gur bi du gepa namire``, ``Agir agirê qûrma ye`` û hwd. Ev rastî ji aliyê Kurdan ve tê zanîn. Ev zanîn piþta xwe dide serpêhatiyên kevn. Piþtî Kurdan em nizanin bi çend sed salan ji nû ve Ingilîz bi lêkolînekê pê dihisin ku mirov piþtî 50 saliya xwe çavên xwe li yar û dostan digerîne. Li ser navê projeya fantaziyên cinsî yê Ingilîzan, lêkolînek berfireh hatiye kirin. Di dawiya vê lêkolîna nû de, lêkolînerê Ingilîz Brett Kahr wilo gotiye: “Jiyana 13 hezar kesan hate raçavkirin. Pirs neman ku nehatine kirin. Derî nema ku me lê neda. Fantazî neman ku me guhê xwe jiwan re bel nekir. Û bi vê lêkolîna berfireh derket holê ku kesên bi ser 50 salî dikeve, bêyî ku mala wî/wê pê bihise çavê xwe li derve digerîne. Hejmara kesên ku li gel tamkirina heyecanek nû ne ji % 30 bêhtir e. Di nav 30-40 saliyan de ev hejmar ji 14 e. Kesên ciwan, bêhtir bi mala xwe ve girêdayî ne. Bi vê diyar dibe ku harbûna kesan piþtî 50 î dest pê dike...” Haya me ji vê harbûnê hebû. Lê ne bi ecêba van bêbavê Ingilîzan. Li gorî ku li ser tenûran tê qalkirin, mirov pir ditirse ku bi rêya Ingilizên li baþûrê welêt, ev nexweþiya wan di nav Kurdan de jî belav bibe. Tê gotin ku heta herdû alî bi dil bin, çi hêz nikare doxîna mirovan biþidîne... Axir zeman e. Dewir xirab e. Xwedê mirov ji fantaziyên wisan bisitirîne û hew... Hesabê sûkê û malê li hev derneket
Þemal Amedî-09/02/07- New York- Wezîrê Derve yê Tirkiyê Abdullah Gul lotik li ser lotikê dixwe û pelûla Amerîkî bi serê wî de dirije. Abdullah Gul di vê serdana xwe ya dawîyê de bi taybet jibo “derbasbûna baþûrê Kurdistanê û pirsgirêka Kerkûkê” hat Amerîkayê. Gul hêvî dikir ku wê alîkarî û piþtgirîyek mezin ji rayedarên Amerîkî û partîyên wan bistîne. Lê xuyaye hesabê sûkê û malê li hev derneket û rebenê Gul wek pisîka bin baranê hat serê wî. Wezîra çîkolatayî, seksî û xwîngerm Condoleeezza Rice da zanîn ku, divê Tirkiye di pirsgirêka PKK de metod û awayên eskerî bikarneyne û gava xwe li gor doûeka xwe dirêj bike. Rice herweha dîsa da zanîn ku ew derbasbûna Tirkan a baþûrê Kurdistanê qebûl nakin û heger hat û qewimî ewê dîsa çewalan têxin serê Tirkan. Ji alîyê din piþtî ku Abdullah Gul hêvîþikestî bû îcar xwest bi Seroka Meclîsa Nûneran a ji Partîya Demokratan Nancy Pelosî bibîne û derdê xwe jê re bêje. Lê Nancy Pelosî alîgirê pejirandina qirkirina Ermenîyane û ji Tirkan hez nake. Ji ber vê jî wê lotikek Amerîkî li Abdullah efendî xist û hiþt ku dengê tira wî di Tirkiyê re derkeve. Ez serê we neêþînim, pelûlek germ bi serê Abdullah Gul de rijiya û nema rêya ber lingê xwe dît. Hêvîya me ji Þêx Evdikqadirê Geylanî ewe ku rojek berî rojekê dostanîya Tirk û Amerîkîyan jihevde bikeve û doxîn li Tirkan sist bibe.... Ne yek, ne du, ne sê!
Þêrzad Zebarî-09/02/07-Hewlêr- Dibêjin Rayedarên Wezareta Hundurê Iraqê ragihandine ku li Hewlêrê û gellek bajarên din baregehên dizî yên Tirkiyê hene û ewê di pêþerojê de baregehên dewleta Tirko bigrin. Li gor gotinên ser tenûran, dibêjin hema bêjin dewleta Tirko di her bajarê Kurdistanê de baregehên xwe danîne û amadekarîya çalakîyên terorîstî dikin. Ji alîyê din, endamê parlamentoya Kurdistanê û kevneendamê Komisyona Birêvebirina Cepha Turkmenî Esed Erbîllî jî lotikek avêt û got: ”Dewleta Virqo bi alîkarîya van baregehên veþartî alîkarîya Cepha Turkmenî dikin da ku Kerkûkê û seranserê Kurdistanê aloz û têkilhev bikin". Li gora Erbîllî, li kolana Raperîn a Hewlêrê baregehek Tirkiyê heye û veþartî lotikan davêje derûdorê. Li gora ku xaltîma me Siltanê ji ser tenûra lotiktenûrê radigihîne, dibêjin temamê 350 þîrketên OYAKê jî wek baregehên dewleta Tirk dixebitin û ha ha di warê aborî û çalakîyên veþartî de Kurdistanê dixin bin bandor û kontrola xwe. Werhasil, xwezî bi wê rojê jî ku hikûmeta Kurdistanê li þîrketên OYAKê jî bê xezebê û dest deyne ser mal û mîrata wan..Helbet heger wêribin! Amerîkayê tir ji dewleta Tirk berda!
Hesen Almas-08/02/07-Waþîngton- Roj bi roj cîh li dewleta Tirko tengtir dibe û ji herçar alî ve lotik û pehînan dixwin. Tirkên ku hêvîyek mezin ji dostên xweyên Amerîkî dikirin, êdî lotikan ji wan dixwin û perþoþkî dibin. Her çiqasî Amerîkî li Ewrûpayê çend lotikên Alamanî li alîgirên PKK xistin û li ser daxwaza kordînatorê PKK Rolston hevalbendên PKK li gellek welatan tên girtin jî, lê di nijara êrîþa baþûrê Kurdistanê de Amerîkî rê nadin Tirkan ku bi rehetî lotikên xwe bavêjin baþûr. Alîkarê Wezîrê Ewrûpa û Awrasyayê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Danîel Frîed, di preskonferansekê de ragihand ku ewê rê nedin Tirk derbasî baþûrê Kurdistanê bibin û ewê serê Tirkan biþkînin. Frîed got ku, heger Tirk bi mahneya PKK bixwazin derbasî baþûrê Kurdistanê bibin, ewê xefkên miþk,gur û keftaran li pêþîya wan deynin û ewê vê carê ne tenê çewalan lê xurcik û zembîlan jî têxin serê wan. Werhasilî kelam, xuyaye Amerîkayê giranîya xwe baþ daye dostanîya Kurd û Kurdistanê û êdî qîmetê Tirkan bi pênc qirûþên xerabe nagirin. De ser xêrê be rebbî...... Bye bye Kurmancî.. Welcome Soranî! Hiþyar Berwarî-07/02/07-Kanada-Zimanê fermî yê Soranî xatir ji devoka Kurmanciyê xwest û berê xwe da Koreya malikxerab û ket nava leyistikên teknolojiya mobilên LG. Dema Serokekanî Wezîrekan Nêçîrvan Barzanî bi Soranî digot: „Eve hingaveka siyasî ye“ min got: „Welleh û billeh raste, siyasiya li dijî Kurmanciyê ye!“ Welhasil, dema Soranî birêket û berê xwe daye Koreyê, Kurmancî koor koor ji dûrva lê nêrî û bi halê xwe giriya. Dibêjin dema Soraniyê xatir ji Kurmanciyê xwest û berê xwe daye parleman, dibistan, hikûmet û hemu dezgehên fermî yên Kurdistanê, ji keyfa dikir bifiriya û ji Kurmanciyê re digot: „Dile xwe nehêle malate, tu zani çend hunermend stranan bi Kurmancî dibêjin? Ma ew jibo te ne bes in? Tu li malê be û çavê xwe bide xêzanê, stran û heyranokan ji xwe re bêje heta êvarî ez ji dewam, kargeh, dezgeh, dibistan û Koreya malikþewitî vedigerim malê. Xwarinê ji me re hazir bike û em bi dileki xweþ bi vî halî derbas dikin“. (Dewama nivîsê wêne bitikînin) QET NEBÛ MAM CELAL!
Farûqê Devliken-07/02/07-Mêrdîn-Kuro ma we bala xwe daye mam Celal law? Çerga ku bûye serokkomarê Iraqê, kelefên wî nema di pantor de hiltên; zikê wî bûye kunê avê, du metroyan berî wî diçe. Ma qey ev rebenê xwedê ji petatê kelandî, bilxwira dosumekî û belohîyê pêve tiþtekî din naxwe ezbenî? Di nûçeyan de carna ez çavlê dikevimê dilê min pê diþewite. Eyn wek Eddy Murfî lê hatîye… Ku we li filîmê “Profesorê dîndeyûz” temaþe kiribe, wûn ê fêm bikin ku ez qala çi dikim!... Berê tê bîra we, qerewata wî dihat li ser berzika wî disekinî; heta carna serê qerewata wî û serê doxîna wî digîhan hevdû. Lê anuha, ber destê te û xwedê be law, tu qerewatek pênc metro jî li stuyê wî girêde, wê qerewatê xwe li ser zikê wî re bera ser berzika wî neda. Pir pir xwe bigihîne ser navika wî… Ez wek Kurdekî welatparêz û hestdar mam Celal, hikûmeta Bexdê û asbazên Iraqê yek bi yek þermezar û qûnên wan jî dax dikim. Nayê hesabê min kaka! Yekî mîna gewendê Qasimpaþa ji paþ ve li wî binere û di bin simbêla de bikene û di ber xwe de jê re bê, ”Qulmezin! Zikdef! û nizanim çi!...” Na mam Celal, na! Ya tê bidi lotikan û wan dûv û bezên zikê xwe bihilîni, ya jî li mala xwe li nav jin û zaroyên xwe rûne û xwe li ser serê me nenepixîne ezbenî!... Ez bi heyrana çavên mamê xwe bim; li xwe miqate be, bira xelk û alem henekên xwe bi te nekin û bi me nekenin!...Okey!?...Ez hatim herdû destên mamê xwe… Kovara Tirkî derxin û Kurmancî înkar bikin, wey aferîn!
Leyla Bamernî-07/02/07-Zaxo- Dibêjin wê hikûmeta federe kovarekê bi zimanê Tirkî biweþîne. Wê navê wê bikin „YOL-RÊ“ da ku qaþo xwe ji kesên Tirkîaxêv re îfade bikin û xwe bi wan bidin fêhmkirin. Îcar em meraq dikin: Gelo kî yan kîjan çete û grûp dixwaze bi projeyek bi vî awayî milyon dolaran têxe bêrîka xwe? Ma ka hikûmeta Tirk kovarên bi zimanê Kurdî derdixe ku hûn radibin kovarekê bi zimanê dijminekî xwe derdixin? Heger ev ne projeyên xwarina bertîl û dolaran be, naxwe ev hezkirina kovara Tirkî ji ku derket? Baþe û Kurmancî? Kurmancî çi lêhat kaka? Hûn bi pênc qirûþan qedr û qîmetê nadin zimanê Kurmancî, wê dipiþêvin, lotikekê lêdixin, înkara 30-35 milyon Kurmanc dikin, lê radibin xwe li ber dilê dijminê Kurmancên bakur þîrîn dikin, dixwazin kovarên Tirkî biweþînin. Ma ev bû edalet ey millet? Yan hûn dixwazin bi vê kovara Tirkî Kurmancan asîmîle bikin? Tirkmenan ji nav derxin, lê ma ji Kurdên bakur pêve kes zane bi Tirkî bixwîne? Heger „ev ne fen bin ev çi ben in“ kakanooooooooo!? Lê bi serê we hûn ne sûcdar in. Sûcdar Kurmancên Behdînan in ku wek mirîþkên ketibin ser kurkê û dengê xwe nakin… Rastî xweþe lê ka yê ku wêribe bêje!
Cemîl Cewher-06/02/07-Hewlêr- Hêz û qiwet ji yekîtîyê pêk têt. Meriv bi yekîtîyê digihê armanca xwe û biserdikeve. Gava daxwaz û niyeta yekîtîxwazan þerîf û paqij be, meriv kare di prensîb û þertên yekîtîyê de bê cem hev û lotikan bavêje. Na heger yekîtî jibo armancek xweperestî û xapandinê bê xwestin û mirov bi wê niyeta xwe ya paqij bên xapandin, aha ew xerab û tehlûke ye. Îcar ev jî mesela me û KNK ye. Nûnerên KNK a ku di bin sîya ne hinek lê tenê partîyekê de ava bû û qaþo xwe wek nûnerê herçar parçeyên Kurdistanê dibîne, serdana Hewlêrê kir û bi hinek sazî û dezgehên Kurdistanê re hevdîtin pêkanîn. Serokê KNK Alî Yîgît pêwistîya yekîtî û hevkarîya rêxistin û partîyên Kurdistanî anî zimên. Di serdana dezgeha K-TV de rozetên KNK li xebatkaran hatin belavkirin û xuyaye bi wan rozetan nûnerên KNK bawer kirine ku xebatkarên K-TV jî endamên KNK ne. Cîhgirê Serokê KNK Tahir Kemalzade jî got:” KNK di 1999an de jibo di navbera Kurdan de yekîtî û hevkarîyê pêk bîne hatiye avakirin.KNK yekîtîya Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc” filan û fîstan. Helbet kesek ji yekîtîyê nareve.Yekîtî daxwaza her Kurdî ye. Lê xwezî we bigota: “Heyran bi telaq em jibo Apocîkirina Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê hatin avakirin” û hew! Hema rastî xweþe lo, wîî! Em bi te re mîster Kevirbirî!
Rojda Aydin-05/02/07-Stenbol-Dibêjin Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û TZP Kurdî li Navenda Çanda Mezopotamyayê forûmek bi navê „Xebatên Paraztina Ziman“ lidarxistiye û di forûmê de nivîskar, rewþenbîr û rojnamegerên Kurd lotikên xwe avêtine, dîtinên xwe anîne zimên. Ji nav wan dîtinên sê kesan bala me kiþand ku ji sedî 100 em bi wan re ne. Mûrad Batkî, Celîlê Celîl û Salihê Kevirbirî. Mûrad batkî dibêje:“Ev kar bi kampanyayan nabe, kampanya sînorek wê heye. Divê zimanê Kurdî bibe þiklê jiyana mirov, divê em vê bi siyasetmedarên xwe bidin fêmkirin.Niha tevgera jinan Kurdî ji jinan dûr dixe, çima jinên Kurd ji Kurdî dûr dikevin? Gere em zorê bidin keç û jinên Kurd ku bi Kurdî xeber bidin”. Celîlê Celîl dibêje:”Zimanê dayikên Kurd bi Kurdî ye, lê îro jinên Kurd tên cem hev bi Tirkî civînan dikin. Ev xizmeta kê ye, ji bo kê ye? Îro li Mezopotamyayê (!) Kurdî zêdetir di nav koriciyan (cerdevanan) de tê axaftin. Sibê emê biçin ji wan hîn bibin”. Salihê Kevirbirî dibêje:”Problema mezin problema welatperweriyê ye. Li dinyayê ez Tirkek, Erebek nas nakim ku zimanê xwe nizanibe. Em hê nebûne welatperwer loma em zimanê xwe nizanin. Feraseta perwerdehiyê divê bi her kesî re hebe”. Îcar, Mûrad batkî xweþ dibêje rast dibêje. Bijî! Celîlê Celîl rast dibêje, heger jinên Kurd bi Kurdî zanibin û bi Tirkî civînan bikin xizmetê ji dijmin re dikin.Baþe, çima Mezopotamya lê ne Kurdistan bavê min? Ha me zimanê Kurdî jibîr kir û ha me navê Kurdistan kir Mezopotamya!? Werhasil, bila Xwedê miradê Salihê Kevirbirî bike rebbî! Gotina herî rast wî gotiye: Problema mezin problema welatperwerîyê ye, problema neteweperestîyê ye. Kurdan hîna wek millet xwe nasnekiriye. Heta ku Kurd nebin neteweperest, nebin Kurdperwer wê zimanê Kurdî jî bibe top û goka nav lingên dewleta Tirk û Demokratîk Cûmhûrîyetçîyên enternasyonalîst....Wekî din? Hasil di Mûsilê re derketiye wî daye dû çeqçeqonkê
Tacdîn Baran-05/02/07-Almanya- Xuyaye alerjîya malpera amûdê.com ji rojnama Peyama Kurd an jî ji xwedîyên wê re çêbûye ku derneketina rojnamê jê re bûye meraqek mezin. Dibe ku dilê kekê me Sîrwan Hecî Berko li ser derneketina rojnamê dêþe jî, ma kî zane? Çawa be çend rojan wî jî ked û xwêdana xwe da kar û xebata rojnamê. Werhasil, amude.com piþtî heft mehan dîsa derneketina rojnama Peyama Kurd anî bîra xwe û ji xew neciniqî. Bala me jî kiþand, malî ava rebbî! Li gora amûde.com dibêje, dibêjin xwedîyên rojnamê deyndarên çend karkerên xwe ne û dest danîne ser risq û hibra qelema wan. Temam, me fêhm kir, lê ka bipirse bê çima deyndarên karkerên xwe ne brê min? Te go çima? Okey! Ê qurban, gava meriv ji sedî 50ê sermaya xwe li çûn û hatina baþûr bide, li heqê bilêtên tiyarê bide, li çûn û hatinek destvala bide, çi dibe? Perê karkeran jî namîne ne,wey! Ma rebenan naxwazin perê karkerên xwe bidin heyran? Lawo pere tune pereeeeeeeeeee! Baþûrî peran nadin wan,wîî! Îcar bela xwe ji Peyama Kurd jî û ji rêvebirên rojnamê jî berde û hew… Te go xwedîyên wê di serokatîya PDK-Bakur de cîh digrin? Na lo? Halla halla! Kuro lawo ji 1965an ve PDK Bakur di bêhnvedanê de ye qurban, rojname heft mehan ketiye bêhnvedanê ma dinya xerabû! Hasil di Mûsilê re derketiye û meselê zêde nekole….Okey hebîbî! . Nefelê qiyamet rakir! Hayhoooooo!
Cemîlê Çargurçik- 05/02/07-Stockholm- Dibêjin malpera Nefelê qiyamet û tofana tsûnamîyê rakiriye û dinya seranser daye ber xwe. Nefel di malpera xwe de pesnê xwe dide, dide, dide, hetanî ku xwe difirîne ezmanê heftan. Werhasil, em serê we neêþînin. Xuyaye heger ne ji Nefelê be wê çapemenî û rojnameyên Tirkan li pataxê kevin û ji „Televole“ û „Paparazzî“ pêve nikaribin nûçeyan bidestxin. Di derbarê nûçeya Serok Barzanî ya ku di hevpeyvîna bi Televizyona Dengê Amerîkayê beþê Farisî de gotibû „Heger Tirk û Îranîyên bêbav êrîþî Kurdistanê bikin emê bersiva wan bidin“, Nefel xwe dike hûtê heftserî û behsa belavkirina nûçeyê û medya Tirkan dike. Dibêje: „Daxuyaniya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo tehdîdên Tirkiyê îro wek firtoneyekê bi ser hemi medya Tirkî de herikî û Tirk cardî dîn û har bûn. Nefel vê carê jî di mîsyona xwe ya ragihandina doza Kurdî de bi ser ket û îro derbeyek xurt li hest û damarên þovenîstên Tirkan û dewleta wan da“ filan û fîstan. Wey her bijî Nefel! Yanî, heger ne ji Nefelê ba, wê Tirk û çapemenîya wan bi wê nûçeyê nehisiyana ne? Pekkkk! Me nizanîbû dewleta Tirk bi sîxur, zimanzan, sazî û her þêweyên dezgehên xwe ve razayî ye bavo! Li ser bextê xelkê be, dibêjin rojname û çapemenîya Tirk li ber devê derîyê Nefelê ketine kozik û kemînê û dibêjin „Xwedooooo ku Nefel nûçeyekê biweþîne“ da ku pê namûsa xwe xelas bikin. Neyse, em û Nefel destebrakên hev in, serketina wê serketina me ye jî…Çawa be xwîn dikele xwînnnnnnn! < |