Google

    

Arþîv                                                                      info@lotikxane.com                                                                                        lotikxane@hotmail.com          

Xecê Omerî

Rastî tahle

 

Gabar Çiyan

Êzîdîtî

 

Adil Dûran

Pepûkên Xwedê

Lokman Polat

Dîroka pêvjoya pirtûkên kurdî

Bavê Ronahî

Milîtano

 

Lezgîn Þêxo

Ez înzîbat

bûm

Faris Beg

Beþek ji dîrokê-V

Selîm Acar

Ez jî M.

Aydogan im

Bavê Felek

Mahþûqê Kurdistanê

Dilsotî

Du serinc

 

Bavê Welat

Ker, gur û rovî

                                                            Metelok:  Gotinên êvara dikevin qulê dîwara                                                22/02/2007   

De ma Xwedê!

 

Cembelîyê Botî-24/02/07-Colemêrg- Dibêjin heyeta DTP serdana partîya KADEPê kiriye û herdu alî bi dîtina hev kêfxweþ bûne. Di hevdîtinê de Ahmet Kurd pêwistîya hevkarîya partîyên Kurd anîye zimên û Þerafettîn Elçî jî gotinên wî sediqandiye. Yanî, herdu alî jî dilxwazên hevkarîyê ne û di zanebûna giringîya tifaqê de ne.

   De ma Xwedê û Zerdeþtê Kal! Ma bilasebeb gotine “Destê bi tenê deng jê nayê” qurban? Ma ka ji tifaq û hevkarîya Kurdan xweþtir? Ma ji vê pêve çare û serketin heye? Na bavo!

   Bi namûs di malekê de jî heger jin û mêr ne bi tifaq bin ew mal xerabeye û hew, wîî!

Cavîdo jî lotikek avêt

Bêrîvan Al-24/02/07-Amed- Wekîlê partîya AKP ê Amedê Cavît Torûn ( ji Çermûkê ye) jî lotikek li xwe xist û di Cemîyeta Rojnamevanên Baþûrêrojhilat de got:”Wek hikûmet emê di rojên pêþ de bi hikûmeta Kurd a Iraqê re hevdu bibînin. Di dema hikûmeta me de li bakurê Iraqê tevgerek eskerî çênebûye. Partîya me ne alîgirê þer û pevçûnê ye. Tirkiye hertim bi serokên Kurdan re rûniþtine, ev eþkere ye.Tu dijminatiyek me li himberî wan tuneye, divê ew jî giringîyê bidin dessasîyetên me.Heger ew nikaribin serî bi terorê re derkevin, wê jibo wan û brayên wan ên li Tirkiyê bibe problem.Heger çalakîyên terorê ranewestin wê Tirkiye dest bi lotikan bike” filan û bêvan.

   De ma Xwedê û Þêx Evdilqadirê Geylanî..Herin bi hikûmeta Kurdistanê re hevdu bibînin, belkî hema Xwedê we bike kêr û artêþa we jî bike penêr….

Zor gîzerê radike

Ehmed Beyan-24/02/07-Enqere-Wek hûn zanin, di mesela baþûrê Kurdistanê de dewleta Tirk gellek caran lotik dan xwe, zirt û fort kirin û xwestin çavê Kurdan bitirsînin. Lê piþtî helwesta rayedarên Kurdistanê, serdana Amerîkayê û vegera destvala, êdî hêvîþikestî bûn û li ser dûvê xwe rûniþtin.

   Sazîya Ewlekarîya Netewî (MGK) di civîna xwe ya vê dawîyê de biryara “berdewamîya dîplomasîyê” da û xuyaye di mijara baþûrê Kurdistanê de dixwaze dev ji zirt û fortên hiþk berde. Piþtî biryara civînê, hinek rayedarên hikûmetê jî anîn zimên ku ewê bi hikûmeta baþûrê Kurdistanê re li hev rûnên û bi hevre goþtê elokan bixwin.

   Îcar, divê meriv bilind nefire qurban. Mirovên ku bixwazin bilind bifirin her nizim dikevin û tir ji wan tê berdan allahwekîl! Yanî, Tirk ji devê peya bûn û li kerê siwar bûn û hûn sax!

 

 

Têr gon xwar û porê xwe bi ser xwe de kur kir

Þemal Amedî-23/02/07-Los Angeles- Erê dinyayêêêê.....Ev pere, deng û þan çi tîne serê meriv û çi nayne, tewwwwww! Allahwekîl meriv ji eyarekî dixe eyarekî din û dawa meriv li serê meriv dipêçe.   

   Werhasil, mijara me Brîtney Spears bû. Erê lo, lotikvana agirpêketî, stranbêja nermik û germik Brîtney Spears li bajarê Los Angelesê razana li navendek ji navendên rehabîlîtasyonê qebûl kir û ewê jibo demekê gon nexwe û lotikan navêje.

   Spears hevqasî di ser xwe re çûbû ku dinya lê mabû ecêbmayî. Xanimê kes nema ku bera ser xwe neda, piþtî ji zilaman têr xwar îcar wê û Parîs Hîltona doxînsist hevdu dan ber lotikan.

   Yanî, xanimê hingî bacan û xiyar xwarin dilê wê xeliya, berþoþkî bû û li Los Angelesê porê xwe bi ser xwe de kur kir. Erê lawo, de ka bela perê te tunebana, bê birastî teyê hevqasî zeleta xiyar û bacanan bixwara!

Hooowehhhh kuro! Swêdî mabûn ew jî kirin Tirk!

Cemîlê Çargurçik-23/02/07-Stockholm- Erê lawo, van bêbavên Tirkan talîya talî tilî avêtin Swêdîyan jî û gotin:”Nebe ku Swêdî jî Tirk bin?

   Mesele çiye? Xwedêgiravî yekî bi navê Abdullah Gurgun pirtûka Prof.Sven Brîng li Pirtûkxana Qralîyetê dîtiye û qaþo Sven Brîng di pirtûka xwe de (1764) gotiye ku “Swêdî ji nîjadê Tirkan û zimanê Swêdî jî ji zimanê Tirkî hatiye” û jehr û ziqûm. Berî çend rojan jî çapemenîya Tirk gundekî Belçîkayê derxistibûn manþetên xwe û gotibûn:”Gundîyên Belçîkî dibêjin em Tirk in û ji dola Asenayê (dêlegura ku Tirk wek dêya xwe dibînin) ne” filan û fîstan.

   Werhasil, de îcar bela kesên ku bi zimanê Swêdî zanin destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin: Madem Tirk dibêjin Swêdî ji Tirkî hatiye, gelo di Swêdî de navên wek “Satilmiþ, Dûrmûþ, Sîkîlmîþ, Tamponcû, Yirtiketek, Arkadelîk, Turk, Ozturk, Asîlturk, Rezîlturk” filan û fîstan hene yan na? Heger di Swêdî de ev nav û gotin hebin, ji xwe Swêdî ji Tirkî hatiye. Na heger tunebin ji xwe Tirk di ser re hatin û hûn sax!

Dr.Mûsa Kaval lotikek bêîman li Tirkan xist

Tacdîn Baran-22/02/07-Almanya- Nûnerê Hevbendîya Demokratîka Kurdên Bakur Dr.Mûsa Kaval biryara ku Dadgeha Sêyemîn a Cezayê Eslî ya Enqerê di derbarê HAK:PARê de dabû þermezar kir û lotikek bêîman li wan xist.

   Di daxuyanîya Dr.Mûsa Kaval de tê gotin ku ev helwesta Dadgeha Tirko di cîhana hemdem de wek lotika kerê ye û rayedarên dadgehê ji serokeþîrên Lûlû û Zûlûyên Afrîkayê jî paþverûtirin, filan û bêvan.

   Wekî din, di daxuyanîyê de tê gotin ku biryara dadgeha Virqo îhanetek mezine jibo 20-25 milyon Kurdên bakur û divê her Kurd bizanibe ku ev biryar li dijî þexsîyet û dîroka wî bêhurmetîyek mezine û wekî din.

   Yanî, bi telaqê Kenan Evrenê Arnavût Dr.Mûsa Kaval tir ji dewleta Tirk berda û hûn sax! Her bijî!

 

Dîsa bû ya herî seksî

 

Hesen Almas-21/02/07-Amerîka-Kuro go Xwedê dide nabê tu kur yan keça kêyi brê min! Bi namûs kesê ku þens û siûd pê re tunebe, ew bi devê xwe çûkan jî bigre bêfêdeye.

   Werhasil, em bên ser mijara xwe. Kovara Playboyê lotikvana þekirlêvî Scarlet Johanson wek jina herî seksî, germ û nerm hilbijart. Piþtre jî Angelîna Jolîe û Pamela Andersona memikmezin hatin hilbijartin. Birastî jî Johanson wek liba hinarê miz û xweþ e. Hem þîrîn e, hem tirþ e, hem tehl e û hem tûj û no ye. Lê malxirabê agir bi kezeba meriv dixe haaaa!

   Bi namûsa Tirkên Ewrûpayê heger Johanson bê erê, ezê temamê Sûrî, Îran û Tirkî li ser navê wê tapo bikim û xelas! Bila bi lotikên Scarlet Johanson be û ne bi stuxwarîya ber destê Tirk, Ereb û Eceman be wesselam.

 

Kesê bi kêrî xwe û milletê xwe neyê, bi kêrî kesê din jî nayê...

 

Li kadînê da lotikan!

 

  Farûqê Devliken-21/02/07-Mêrdîn-  Li gundekî Yozgatê jinikek porkur, xerîtê mêrê xwe di ser kerê di zevt dike…

Wer dibên law, ma hey me ji tilîya xwe bêhn nekirîye; em jî ji hin barûtan dibihîzin. Xêr û guneh di stuyên wan de be.

   Ku porkura jinikê çav wî wêneyê ”Piqasoyî” dikeve, ji jor de tê xwarê; tûjî erdê dibe. Heta ku hiþê wê tê serê wê, ne ker dibîne û ne jî kerkut… herdû jî firar dikin.

   Jinik radibe li ser xwe diedile û nahleteke li çavên þeytanê melhûn (leborîna xwe ji Êzdîyan dixwazim) tîne û berê xwe dide qereqolê, li mêrê xwe dide.

  Polîs þopa kerkut digerînin û di demek pir kin de wî zevt dikin. Tiþtê ku di kadînê de anîbû serê kerê reben, polîsên wê qereqolê jî tînin serê wî; wek gundorên ser xanîyan yek bi yek di ser wî re derbas dibin; werhasil û kelam brakê me dibe serad...(Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Ji xwe tu ji meclîsê kêm ma!

Dilcan Îzol-20/02/07-Antalya- Piþtî ku lehmecûncî Îbo got:”Bi sê telaqan ezê dest bi siyasetê bikim û ji Ruhayê serbixwe têkevim hilbijartinan”, îcar jî lotikvana nêrûmêk Bulent Ersoy got:”Bi serê min û we partîyekê pêþniyaza wekîlbûnê ji min re anîye. Gotine ku, “de were di nav partîya me de lotikan bavêje derûdorê. Ji xwe meclîsa Tirkiyê muhtacî yekî/ya wek te ye. Ji ber ku kesên wek te nêrûmêk di parlamentoyê de tunene karê me nameþe” filan û fîstan.

   Yabo bi serê pîrka min Eyþê xebera wan e! Me jî heta niha digot çima pirsgirêkên Tirkiyê çareser nabin? Weyyyyy!

   Bi namûsa Denîz Baykal, heger çend lib qûnekên wek te têkevin meclîsê, wê ji sedî 50 pirsgirêkên Tirkiyê çareser bibin, wîî! Heta niha we tim ji pêþde lotik tavêtin. Îcar ku bi xêra kesên wek te hûn ji paþ de jî lotikan bavêjin, pekkkkk, werin vê xêra mezin!

Em çîzowîzo nizanin!

Cembelîyê Botî-20/02/07-Colemêrg- Hûn zanin, ev Tirk ji rovî konetir û ji çeqelan jî hîlebaztirin. Jibo ku navbera PKK, Amerîka û Kurdên baþûr xerabikin serî li her lîztikê dixin. Piþtî ku Buyukanit PDK û YNK gunehbar kir ku alîarîya PKK dikin, îcar jî mikurkerekî bi navê Hacî (Îbrahîm Polat) derdixin çapemenîyê û li ser navê wî Amerîkîyan gunehbar dikin ku alîkarîya PKK dikin û herdu alî bi hevre têkildarin.

   Xwedêgiravî Îbrahîm Polat bi salan di nava PKK de xebitiye, piþtre poþman bûye hatiye teslîmî dewletê bûye û li têkilîyên navbera PKK û Amerîkîyan mikur tê. Qaþo dibêje:”Her hefte serbazên Amerîkî bi helîkopterê difirin Çiyayê Qendîlê, bi Murat Karayilan re hevdu dibînin û têra wan pere didin wan” filan û bêvan.

   Kuro ewlatlarim, ma wê PKK û Amerîkî bi we biþêwirin ka wê bi hevre têkildarbin yan na hêê? Ma zarokên we ne ûlan? Waweylê! Kuro bi sê telaqan, hûn þîrê þêr di eyarê þêr de jî bînin êdî bêfêdeye loooooo! 

   Em çîzowîzo nizanin, bi telaq hasil di Mûsilê re derketiye, êdî hûn nema karin rê li ber lotikên Kurdan bigrin minminîkno!

Karnevala lotikvanan destpêkir

Antonîo Vega-19/02/07-Rîo De Janeîro- Belê, îsal jî wek hersal karnevala meþhûr a Rîo De Janeîro ya Brezîlyayê destpêkir û dinya bû qîr û qiyamet. Di vê karnevalê de dê weledê xwe avêt. Heçê nedîtibe bila berî mirinekê bê Brezîlyayê û bi çavê serê xwe karnevalê bibîne.

   Bi telaqê bê fitû ev karneval ji kerxanê jî xerabtire! Di vê roja pîroz de jin û mêr hefsarê hev serbest berdidin û dibin wek çêlek û ciwangeyên nav garanê. Hema kê lotikek li kê xist Xwedê dayê.

   Me jî îsal du lotikvanên xwe, Xeto û Remo bera nav karnevalê dabûn da ku ji me re wêneyên xweþik bikþînin. Lê þev nîvê þevê me dît herdu lotikvanên me li kerekê siwar kirine û li ber devê derî avêtin ser sergo. Tu nabê peppûkan bi tequîla û wîskîyê bûne leylan û karneval serûbinê hev kirine. Piþtre piþtî ku fîþekên wan xelas dibin teslîm dibin û lotikekê dixwin.      

  Werhasil, ji Xeto û Remo pêve kesekî xêr ji  karnevala îsal nedît allahwekîl!

Kirîvo ezê bi Çiyayê Þingalê ketim gelî di gelî da!

Leyla Bamernî-18/02/07-Zaxo- Di vê dem û dewrana ku medenîyet bi pêþ ketiye, Kurdên me hîna jî bi kevnemejîyê berî hezarsalî dimeþin, dijminatîya hev dikin û xwe naghînin dereca xelkê. Sed mixabin ku hîna jî nikarin xwe ji bin bandora dîn û mezhebê derxînin û negihane asta ku wek millet xwe nasbikin.

   Her roj bi dehan xeberên dijminatîya malbatî, þexsî û sîyasî dikevin guhê me. Hinek jibo mirîþkekê hevdu dikujin, hinek jiber dîtinên sîyasî, hinek jibo zikreþî û hesûdî û hinek jî jiber meselên dîn û mezhebî.

   Werhasil, niha jî Kurdên me yên misilman û Êzîdî bi hev ketine. Çima? Jiber çi?Jiber evîndarî û hezkirina keç û xortek Kurd!. Keç misilman e û xort jî êzîdî ye. Lê herdu jî Kurd in. Dibêjin li herêma Þêxan keçek Kurda misilman bi polîsekî Kurdê êzîdî re reviyaye û xwe avêtine bext û toraê Mîrê Êzîdîyan Tehsîn Beg. Malbat û eþîra keçikê radibin zilmek nedîtî dikin, mala bavê lêwik diþewitînin, digrin ser Navenda Çandî ya Laleþê û agir pêdixin û derdora mala Mîr Tehsîn Beh dorpêç dikin. Îcar dibêjin hawar û gazî li PDK û YNK daketiye ku herin meselê safî bikin.

    De îcar li me û li Kurdayetîya me binerin jibo Xwedê! Heta bi evîn û hezkirinê jî li me heram kirine. De îcar yabo, em li ku û medenîyeta îro li ku? Em li ku û neteweperwerî li ku? Hema Xwedê aqilekî bide me Kurdan û hûn sax! Ha bêje û ha bêje…Fêde nake bavê min, wîî

Mihyedîn Þêx Elî vegerîya nav zarokên xwe

Bavê Cengo-18/02/07-Qamiþlo- Ne hewceye em zêde serê we bêþînin. Wek hûn zanin, heramîyên dewleta Sûriyê lotikek li Sekreterêê Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) Mihyedîn Þêx Elî xistibûn û ew kiribûn mêvanê xwe yê heps û zîndanê.

   Hîna kes nizane ka wan bi hevre çend qedeh çayê û qehwe vexwarine, lê îro du rojin tê gotin ku Mihyedîn Þêx Elo qeyd û bendên dewletê qetandine û bi sax û selametî hatiye berdan.

   Werhasil, Xwedê rojek berî rojekê wî bighîne nav zarokên wî rebbî! Êêêê, gepa xweþ bi rehetî nayê xwarin brê min! Heta meriv gepa tehl nexwe ya þêrîn jî naxwe...

Nûrî Brîmo bi çi kêmî serokaye?

Narîn Remo: 18/02/07-Hollanda-Waþington. Qamiþlo. Hewlêr. Paris. London. Berlîn. Mosko. Bekîn. Efrîn. Amsterdam: nûçegihanên min ên taybet li van paytextan ên ku ez wan xwedî û perwerde dikim, nûçeyên teze ji paytextên biryaran kirîn û li ser baskê ba û çila Meyrê ji min re þandin.

    Nûçegihanan ragihandin ku serokê berê yê Tevgera Rastiya Kurdistanê Nûrî Brîmo dîsa dibe serok. Feqîro piþtî partiya xwe yekîtî perçewerçe kir û meh û nîvekê bû serokê Tevgera Rastiya(qaþo) Kurdistanê, bi biryareke bilind û veþartî bi El- Partî re bû yek. Ango feqîro bi tama seroktiyê þa nebû.

   Naka û ji bo ku bibe serokekî timî, nûçegihanên min ên taybet li wan paytextan radighînin ku Nûrî.Brîmo dîsa partiya xwe ya nû perçewerçe dike û dibe serok. Ereb dibêjin; ê ku þerm neke kêfkiriye. Kurd jî dibêjin; kurmê þîrî ta pîrî. Ez jî dibêjim; ne sûncê wî ye, sûncê terî û dûvikên wî ye, dema girafêta wî ba didin.

Zirtînî ji wî jî hat

Ehmed beyan-17/02/07-Enqere- Êdî wilo li serê Tirkan hatiye ku ji devê heryekî ji wan zirt û virtên cuda derdikevin û wek mirîþka gêj li wan hatiye. Rebenan hingî ji her alî ve lotik û pehînan dixwin, êdî ciyekî saxlem di bedena wan de nemaye û ji kera guraxwarî xerabtir hatiye serê wan.

   Werhasil ez serê we neêþînim, dibêjin serekþêwirmendê polîtîka derve yê Werokwezîr Tayyîp Erdogan Ahmet Davûdoglû bi Wezîrê Derve Abdullah Gul re çûye Amerîkayê û kela dilê xwe hênik kiriye.

   Dibêjin li ser pirsa: Gelo bila leþkerên NATO li baþûrê Kurdistanê bicîh bibin yan na? Ewî bersivandiye: De herin looo, qûndeno! Çi îþ û karê NATO li bakurê Iraqê (Kurdistanê) heye lan? Bela NATO here li Bexdayê lotikên xwe bavêje, ma ji bakurê Iraqê pêve cîh nema?” û xwe li erdê xistiye.

   De îcar li ser bext û namûsa we be; gava þêwirmendê serokwezîrekî hevqasî zircahil be, gelo wê serokwezîr çiqasî biaqil be? Ji berê de dibêjin: Deve mezin e lê rêberê wê ker e! Îcar ku hefsarê Recebo jî di destê yên wek Ahmet Davûdoglû de be mala wî çûye mîratê û xelas!

Ehmeqê ehmeqan jî hene bavoooo!

Reza Xan-17/02/07-Pakîstan- Bawerkin me digot qey tenê ker ehmeq in. Lê xuyaye hinek insan hene ku ji keran jî ehmeqtir in û wek insanên dema eshaban dijîn. Bêguman insan insan e. Lê gava sînorên insanetîyê derbas dikin, êdî dikevin sînorê heywanan.

   Werhasil, li Pakîstanê herêma Dera Îsmaîl Xanê di navbera du malbatan de nexweþî û dijminayî heye. Jibo ku vê dijminayîya navbera xwe rakin, radibin malbatek keça xwe ya çar (4) salî dide malbata din û bi zilamê çil û pênc (45) salî re dizewicînin. Îcar keçika zaro ya 4 salî û tirtireyê zilamê 45 salî!? Ma ev bû insanetî yabo? Ma edaleta dinyayê ev e? Ma ji vê re “ehmeqî” nayê gotin? Çawaaaaaaa...Hem jî ehmeqê ehmeqan û hew! Serokê polîsên herêmê Melik Remezan dibêje:”Ev biryara konseya meclîsa eþîrê ye. Em nikarin tiþtekî bikin. Lê emê serî li dezgehên mirovperwerî bidin” filan û fîstan. Lawo hey bêbav, piþtî ku keçika reben çirya û pêve, we serî li dezgehan xistiye çiye û nexistiye çiye xiyar!

Lotikvanê 7 salî

Zekîyê Serperitî-16/02/07-Hollanda- Dibêjin Lotikvanê heft salî, kilê çavê keçên heft salî Rolan Mihemed di spora jûdo de jêhatî ye û heta niha gellek zarok dane ber lotik û pehînên xwe.

   Li ser bextê cîranên wî be, dibêjin Rolan li herêma Brûnssûmê ji Rambo meþhûrtir bûye û kes newêre xwe bide ser wî. Rolan bi lotikvanîya xwe heta niha gellek xelat stendine û Xwedê bê erê ewê di demek nêzîk de Hollandayê serûbinê hev bike. Hollanda jî têra wî nake îcar dibêjin ew dixwaze di dinyayê de jî bibe lotikvanê yekemîn.

   Werhasil, em serketina Rolan Mihemed pîroz dikin û çavê wî radimîsin. Hêvî ev e ku Kurdên Ewrûpayê tev zarokên xwe bikin xwedî armanc û amadeyî pêþeroja Kurdistanê bikin, wan bikin kadir û navdarên Kurd. Her bijî Rolan Beg!

Agir bi þerwêl ket, revya Îranê

Diyar Baban-16/02/07-Mahabad- Rayedar û çapemenîya Amerîkî radigihînin ku, ”El Sadrê qûnde ji tirsa ku bê girtin re agir bi þerwalê wî ketiye û revî revî bazdaye Îranê.

   Herçiqasî hevalbendên Sadr vê xeberê derew derdixin jî lê Amerîkî bi telaqê jinberdanê sûnd dixwin ku Mukteda El Sadr xwe di bin kon û kirasê Mahmûd Ehmedînejad de veþartîye.

   Werhasilî kelam, xuyaye ava serê Ehmedînejad û Mukteda El Sadr dikele û Amerîkî ha ha dar û êzingan dixe bin beroþa wan. Dibêjin hindik maye dereca germîya ava serê wan bigihê 180 derecî.

   De ser xêrê be û Xwedê li piþta Conîyên Amerîkî be rebbî....

Þoreþa Mehmedê Reþ

   Farûqê Devliken-15/02/07-Mêrdîn-Rojekê Mehmedê Reþ, bi qenala hevalik xwe ya jin, xanimek navsere û diya du zarokan nas dike. Xanimê, him jin û him jî rindik û mindik e; canik e û dilê tu kesan jî ji xwe nahêle; qîza camêra ye weyy!

    Werhasilî kelam, eynî rojê Mehemedê Reþ û jina canik û xweþik bi destên hev digirin û qederê du-sê saetan li nav dar û berên seyrangeha Maçqayê (Seyrangeha Stenbolê ya bi nav û deng…) lotikan didin xwe!…

   Di hundurê wan herdu-sê saetan de;

               Hev bêhn dikin!…

               Hev dialêsin!...

               Hev dipelînin!...

               Û hev difirkînin!...

(Dewama nivîsê wêne bitikînin)

 

Kurte hozanek bo evîndarên Kurd

Diyar Kurdiyar-15/02/07-Kurdistan-

 

Di þevek tarî de, ez digirîyam û ez ji derdê evînê pir diêþiyam.

Çavê heyvê bi min ket û bangî min kir û got: Eger evîndarî rondika ji çavên te bibarîne û te bigirîne! Çima dest ji evîndara xwe bernadî?

Min çavên xwe ji rondikan malîn û bersiva heyvê da û min gotê: Heyvê, ma tu dikarî dest ji ezmanê xwe berdî?

Tacdîn Baran-24/02707-Elmanya-Wek hûn zanin, Robîn Hood qehremanekî dîrokî yê Ingilîzan e. Di wextê xwe de li dijî zalim û dagîrkeran þerbaz bû û hevalê jar û hejaran bû. Îcar dibêjin niha Robîn Hoodekî Kurdan jî çêbûye û hema seeta ku çêbûye gotiye „Esselamunaleykum!“

   Werhasil, Xwedê kurek daye herdu nivîskarên Kurd Hêvîdar Zana û Dilbixwîn Dara. Navê wî kirine Robîn! Me jî Hood lê zêde kir û ew bû Robîn Hood!

   Li ser bextê fesad û ewanan be, hinek dibêjin:“ Robîn Hood 2.840 gram û dirêjîya wî jî 50 cantîm çêbûye“. Hinek dibêjin:“Na kuro na, bi telaq ji bavê xwe girantir û jê dirêjtire, wîî!“ û hinek jî dibêjin:“Bi namûsa Beþar Esed, ew bi rîh û simbêl çêbûye!“ û herkes ji xwe re senaryoya romanekê dinivîsîne.

   Werhasilî kelam, bila Robîn Hoodê me bi dê û bav mezin bibe, emrê wî hezarsalî be rebbî! Êdî mîratxurê Avesta û Lotikxanê çêbû..Bi telaq emê herdu malperan li ser navê wî tapo bikin, xelas!

 

Ez hatim hatim, ez hatim hatim!

Sebra Dila-24/01/07- Elmanya-Dibêjin kurek ji Dilbixwîn Dara, xwediyê pirograma 40 deqîqe di tiþk.tv de û malpera avesta.net re cêbûye, bi giranbûna 40 K.G ..wey maþelaaah ji dana xwedê re.

   Xwedê alîkarê diya wî Hêvîdar be. Xwedê bide yekî nabêje tu kurê kê ye? Ser xêrê be rebbî û xwedê wî bi dê û bav mezin bike. Lê em nizanin ka wê sebra wî bê pêþkêþkirina bernameyên telefizyonê bê yan na. Hema ji niha de bavê wî sûnda mezin xwariye, divê ya kurê wî bibe wezîr yan textor yan jî bibe rojnamevan.

   Dibêjin piþtî ji dayik bûnê di bin çavan re li bavê xwe nerîye û di bin simbêlan re bi wî re kenyaye û lotikek daye xwe. Ya staaaar! Xwedê mirov bistrîne ji a ku mirov ha jê tune, dawiya dunyayê hatiye wîîî.

**Ji dil û can em kurê te pîroz dikin kekê Dilbixwîn û hêvîdarin ku ne ê dawîyê be.**

 

Kurd milletê herî esîl in, ji qewmê Arî ne, ne Ereb, Faris û Romî ne...

 

 

Lotikxaneya herî mezin li Swêdê ye

Ji pênc jinan yek jê lotikan li mêrê xwe dixe

 

 Gabar Çiyan/Lotikxane- 23/02/07-Stockholm-Rojnemaya herî nasdar li Swêdê Aftonbladet diyar kir: Ji sedî 37 prosent ji jinên Swêdê bi dost û yar in, anku ji dawî ve lotikan li mêrê xwe dixin û bi kesên din re radizên. Li gorî lêkolîna hatiye kirin, ji pênc jinan yek jê fersenda ku dikeve dest xwe bi þêweyek profesyonel bikartîne, û mêrê xwe dike qurbana zewq û eþqa xwe.

   Yek ji wan jinan Helena Ferlander e. Xanim Ferlander dibêje ku, ew gelekî hez ji mêrê xwe dike. Lê yê kevn heyecanekê mezin dide wê.  Û wisan berdewam dike: ``Ma mirov nikare du gulan bi hevûdu re bêhn bike. Yek jê di nava hefteyê, yê din jî di dawiya hefteyê de. Yek jê heyecanê dide, yê din jî barê malê hildigre.`` Destê wê ji herduwan jî nabe. Ferlander di dema semesterê de hevalê xwe yê kevn dîtiye. Qewetek îlahî ew avêtin ser nivînan û li wir hetanî berê sibehê di ber stirana ``sêvê gundê me erzanin werin sêva`` de kumên rengîn ji mêrê xwe re çêkirine. Xanima hêja soz dide ku wê deriyê wê ji evînên nû re vekirî be...

   Lotika duwê ew e ku anketek hatiye çêkirin. Li gorî anketê, ji sedî 35 prosent ji jinan hizir dikin di demek nêzîk de lotikekê li mêrê xwe xin û mêrê xwe berdin. Mêrberdan bûye þêweyê tolhildanê. Psîkologên civakî diyar dikin ku lotikên jinan ne bê sedem in. Lê gelek ji wan dikarin li malê çareser bibin. Ew, ji bedêla çareseriyê, rêyên kin û qut baþtir dibînin...

 

Kerên Mêrdînê jî ketin grevê

 

 

Cercûro- 23/02/07-Mêrdîn-Bajarê Mêrdînê ji derencan û kûçeyên teng pêk tê. Ji bo paqijiya bajêr, hêza mirovan têr nake. Pêwîste kerên taybet û canfeda bên bikaranîn. Ji bo paqijiyê û barkirina zibil nêzî 39 kerên belediyê hene. Ew mîna mamûrên belediyê serê sibê derdikevin kar. Di gel karkerên bajêr ên paqijiyê, tax bi tax digerin. Zibilên li ser piþta xwe dibin cihê komkirinê. Nîvroyan bêhna xwe vedidin û êmê xwe dixwin. Ev karê wan yê giran hetanî ber êvarkî didome.

   Karkerên paqijiyê pir diwestin. Li hemberî karê wan ê giran mehaneyên xwe pir kêm in. Belediya Mêrdînê meaþê wan di wextê xwe de belav nake. Serokê belediyê dibêje ku: Exuyî, jina min ji min berdayî be, Allah bide min ezê jî bidime we. Perê we ye. Dikeve ser hevûdu. Rojek bê ezê li ser hevûdu bidime we.

   Li gorî ku tê gotin Belediya Mêrdînê karkerên xwe û kerên belediyê fêrî þixûlê giran û gelek, û xwarin û meaþê hindik dike. Lê kerên bajêr bi karkeran re li dijî vê zilma þowenîstî ketine grevê.  Li gorî kovara Noktayê, belediye 21 mîlyon lîre deyndarê wan e. Hetanî pere bi þêweyekî ``yalla yalla`` neyê dan, wê grev berdewam bike. Ji ber ku ji bilî nanê hiþk û avê pêve çi tiþtek xwarinê nemaye, kerên Mêrdînê ketine grêva birçîbûnê. Û dibêjin, “Bimre zilma faþîstî ya petêxên Mêrdînê. Bijî nanê tisî!”

Li gorî tê gotin çi pere ji bajariyên Mêrdînê dernakeve. Karkeran jî biryar daye ku zibil nedine hevûdu. Ev çend rojin bêhn bi bajêr ketiye. Xetera herî mezin ew e ku xatûnên bajariyê Mêrdînê nikarin di nava genîtiyek wisan de bijîn. Ewê di demek nêz de piþtgiriya kerên welatperwer bikin û ambargo deynin ser mêrê xwe. Ambargoya jinan di serî de wê bi çênekirina xwarina ``belohî``, ``iroq`` û ``kibê`` dest pê bike. Paþê jî ji bo karê êvarî wê xwe giran bikin...

Kampaniyayên pêþxistina kurdî !?

 

Hejarê Amedî-22/02/07-Amed-Ez dikim û nakim nema dikarim tiþtekî ji hev derxînim. Li Amedê tiþtin bi serê ecêba çêdibin, yek ji wan ev e ku Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Amedê di kongireya xwe ya dawî de hin guhertin û biryarên nû girtin . Ez serê we bi wan guhertinan û derxistina navê penê naêþînm lê tiþtê herî bi serê êcêba ew bû ku nivîskarek kurdînezan ku berhemên xwe bi tirkî dinvîse kete rêvebiriya Komeleya Nivîskarên Kurd. Yanî ev xanima rêvebera derdora 80 nivîskarên endamê vê komeleyê. Nizanim bêjim pîroz be û nizanim bêjim xwelî li serê wan kesan be ku yeke kurdînezan kirin seroka xwe ….ya baþ ez vê lotikê ji xwendevanan re dihêlim, kî çi dibêje bila ew bêje….

    Mijara din jî komeke ku navê komputergerên kurd li xwe dikin li Amedê piþtî xebata bi salan dikaribûn pergala xebitandinê ya Linux ubuntu yanî( kurtçe iþletim sistemî ) wergerînin kurdî ku êdî kurd bikaribin bi kurdî komputerên xwe bikarbînin û lotikan li gor dilê xwe bavêjin. Min bihîst ku niha ew kom ji ber kesek destekê nade wan mane koma sêwiyên berdîwara.Ê kardaþim, ka kampaniyên zimanê kurdî ? Ka we digot bila her tiþt bi kurdî be? Ka saziyên perwerdeyê ziman? Ka þaredariyên kurdan?  Mixabin ku her tiþtê kurdan hê jî beravêtî ne …

 

Heqaretê li heywanê Xwedê jî dikin, ya starrrrrr!

 

Hecî Beþîrê Sêrtî-21/02/07-Sêrt- Elhemdulîllah ez jî misilman im û îbadeta xwe dikim. Lê ev Tirk û diyaneta wan tiþtên wisa ecêb dibêjin û dikin ku meriv ji eyarê xwe derkeve allahwekîl. Em tev zanin ku beraz heywanekî Xwedê ye, Xwedêteala qismetê wî jî daye dinyayê. Herçiqasî di dînê îslamê de xwarina wî heram be jî, lê dîsa jî meriv nikare haþa têkildarê karê Xwedê bibe.

   Îcar niha jî rayedarên Diyaneta Tirkiyê bêbextî û heqaretek wisa mezin li rebenê berêz dikin ku dilê meriv pê diþewite. Serokatîya diyanetê di daxuyanîya xwe de dibêjin çi hûn zanin? Dibêjin:”Xwarina goþtê berêz bandorek (tesîrek) neyînî li ser hormonên zayendî (cinsî) dike.Kesên ku goþtê berêz dixwin karin ji mêranî bikevin û nema li wan rabe” filan û bêvan.

   Ya starrrrrr! Lawo ma heta kengî hûnê xelkê bi derewên xwe bixapînin hey kafir kurê kafiran? Me herambûna goþtê berêz fêhm kir, lê kîjan ayet dibêje “eman eman, goþtê berêz nexwin hûnê ji mêranî bikevin” hêê? Hey Xwedê topek li we xistino!

Wile yabo wê biþibe Atatirk, heheyyyyyyy!

Zinar Qelemþûr-21/02/07-Stenbol- Kuro bi namûs xelk aqilê xwe xwariye bavo, wîî! Lawo niha yekî cahil, yekî nezan tiþtekî bike meriv lê nagre û dibêje.“De dev jê berdin, nezan  û xeþîm e“.Lê gava yekî jixwerazî û xwedêgiravî þareza derkeve û lotikên ecêb bavêje, meriv matmayî dimîne wesselam. Lê xuyaye carna mirovên þareza jî rêya xwe winda dikin û xezeb ji wan dibare.

   Werhasil, dibêjin lotikvana navdar Gulben Ergen û Mistefa Erdoganê Colemêrgî rabûne bi dizî çûne Enqerê û li nêzîkî Anitkabîra tirba Atatirk rovîka heram a kurê xw veþartine da ku kurê wan biþibe Atatirk. Dibêjin herdu lotikvanan jî ev ecêbakesanedî sediqandine û gotine:“Raste me rovîka kurê xwe li kêleka Anitkabîrê veþartiye. Em dixwazin kurê me wek Atatirk biaqil be“ filan û fîstan.

   Kuro bi namûs heger hûn kurê xwe li bendî þibandina Atatirk bihêlin we kir tirrrrrrr û hew! Ê lawo, çavên Atatirk hewl (þaþ) in, Atatirk li Selanîkê, li ciyekî pîroz çêbûye, Atatirk bi sedan heval û hogirên xwe dane kujtin, Atatirk mala Kurdan viritand û serî li wan gerand, îcar bila kurê we biþibe çiyî Atatirk hêê? Kuro Colemêrgîyo, ma ev jî ji te lawo?

 

Lotikxane bû 1 salî

 

Sofî Xelef-20/02/07-Lotikxane- Belê, par vî çaxî me ji we re gotibû “selamunaleykum” û me dest bi weþana xwe kiribû. Sal çi zû derbas bû kuro, weyyyy! Lotikxana me sala xwe dagirt û bi firê ket. Di nava salekê de bi xêr û gunehên xwe ve me gavek berûpêþ avêt û em bawerin me di xizmeta Kurd û Kurdistanê de texsîr nekir. Lotikxane pêwistiyek bû. Ji valahiyekê derket holê. Gava em çend dost û hogir hatin cem hev û me bi henekî giringîya malperek bi vî awayî anî zimên, ji me re wek “xweþgotinekê” hat.

   Dibêjin:”Gotinên êvara dikevin qulê dîwara” û tên jibîrkirin. Me jî digot qey ew xweþgotina me wê têkeve qula dîwêr û serê sibê emê jibîr bikin. Lê na!  Malperek bi vî awayî pêwist û girîng bû. Werhasil, piþtî çend rojan gava me biryara xwe da û hevalan pirsî:”Êêêêê, emê nav bikin çi?”  Braderekî ji aliyê din got: “LOTIKXANE!” Piranîya hevalan keniyan. Îcar Lotikxane haaa!? Werhasilî kelam, navê me ma Lotikxane.. (dewama nivîsê wêne bitikînin)

 Yek ji me û yek ji wan

Cemîl Cewher-20/02/07-Hewlêr- Belê, dewleta sererd û binerda Tirko jibo hebûna Kurdistana azad qebûl nekin serî li her þêweyî dixin û didin zîtirkan. Berê Serokwezîr Recebo û Wezîrê Derve Evdo gotin:”Em karin bi Kurdan re li ser masekê rûnên û çay û qehwê vexwin”. Lê piþtî ku serekerkanê sermezin Yaþar Buyukanit lotikek li wan xist û got:”Zimanê xwe dirêj nekin lan! Kîjan mêr dibêjin emê bi Kurdekan re qehwê vexwin haa? Bi telaq ezê we bixesînim, okey!” îcar Recebo û Evdo li gotinên xwe poþman bûn û polîpoþman li ser dûvê xwe rûniþtin.

   Werhasil, Serekerkan Yaþar Buyukanit gotibû:”PDK û YNK alîkarîya PKK dikin, çek û cebilxane dide wan. Nahêlin em di ber jinên xwe de bi rehetî razên” filan û bêvan. Yanî, jibo ku bi Kurdan re rûnenên û silavekê li wan nekin, her derewê dikin.

   Îcar rayedarên PDk û YNK jî bi lezûbez lotikek li Buyukanit xistin û di daxuyanîya xwe de gotin:”De herrrreeeeeeeeeeeee sermezino! Me kîjan rojê çek û cebilxane daye PKK kurê min? Em bidin nedin ma serê te pê dêþe, ma emê ji te destûrê bixwazin kundir?” û gotinên Buyukanit derew derxistin.

   Werhasilî kelam, lotikek ji Kurdo û yek ji Tirko. Îcar wê lotika kê ji me kê serxweþ bike em nizanin....

 

De biçirîne baboo!

 

Ehmed Beyan-19/02/07-Enqere- Dibêjin “gava agir bi çiyê dikeve ter û hiþt pevre diþewitin”. Îcar xuyaye ev jî mesela me û Tirkan e. Pêþketinên baþûrê Kurdistanê, pirsgirêka bakurê Kurdistanê, guhertina nexþeya Rojhilata Navîn tiþtekî wilo anîye serê Tirkan ku êdî xew li wan herimîye û virikî bûne.

    Heçê radibe lotikekê davêje derûdora xwe û êrîþî baþûr dike. Wek dibêjin:”Nikarin bi kerê dibezin kurtên”. Rebena nikarin bi Amerîkayê îcar baþûrê Kurdistanê ji xwe re kirine qûç û nîþan. Werhasil, niha jî korgeneralê teqawitbûyî Hasan Kundakçi dest bi zîtirkan kir û verþîya. Kundakçi dibêje:”Bes ku em bixwazin, ciyê ku Tirk nikaribin têkevinê tuneye.Em jî bi kêmanî wek Kurdan wê herêmê nasdikin. Emê têkevin her qul û þikeftê. Ciyê ku em nikaribin lotikan têde bavêjin tuneye, Amerîka hebe çiye û tunebe çiye” filan û fîstan.

   Ê lawo me kesî destê te girtiye kurê min? De ka têkevin wan qul û kewarên Kurdistanê emê bibînin bê bi rastî hûn derpî dadigrin yan na! De biçirîneeeeeeeeeeeeeeeeeee....

 

 

 

Yek bû kêr yek bû penêr

 

Zinar Qelemþûr-18/02/07-Stenbol- Wek hûn zanin, berî demakê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Abdullah Gul efendî çûbû Amerîkayê û destvala bi ser jin û zarokên xwe de vegerîya bû. Piþtî wî îcar Serekerkan Yaþar Buyukanit gotibû;“Hûn hilînin ji ber min, go ne ez bim kes nikare çewal têxe serê Amerîkîyan“ û berê xwe dabû Waþîngtonê.

   Xuyaye ew reben jî destvala ji Amerîkayê vegerîya nav Mehmetçîkên xwe û zirt û fortên wî pûç û vala derketin. Îcar dixuye ku di mesela hevdîtina bi Kurdekanên baþûr re di navbera esker û sivîlên Tirk de pirsgirêkek mezin derketiye holê. Sivîl û rayedarên hikûmetê dibêjin:“Bi sê telaqan em û Kurdên baþûr karin hevdu bibînin û çayekê bi hevre vexwin“. Lê Serekerkan û general jî dibêjin:“De herin avekê li qûna xwe kin lan! Bi Anitkabîra ku em nadin bi malê dinyayê em bi Kurdekan re rûneniþtin“ filan û fîstan. Ji xwe Buyukanit meselê tîne ser sîyasîbûna PKK û weke ku nuh ji xew þiyar bûbe, ji pêþeroja sîyasîbûna tevgera Kurd ditirse.

   Werhasil, dibêjin ne þev li wan þev e û ne roj li wan roj. Bi roj xeyalên sîyasîbûna tevgera bakurê Kurdistanê û bi þev jî xewnên serxwebûna baþûrê Kurdistanê dibînin. Yanî, qiraseyê tevgera azadîxwazîya Kurdistanê li ser kezeba wan sekinîye û hûn sax!

Qûnbigûyê heram!

Ednan Stêr-18/02/07-Batman- Fûtbolcîyê Tirk Emre Belezoglû li Ingilîztanê çi kiriye hûn zanin? Hê doza wî ya nîkadperestîyê ne qedîya bû, nîjadperestîyeke wî ya din derket holê. Di maça Newcastle-Boltonê de fûtbolcîyê reþik El Hadî Dîouf çûye 2 gol xistine taximê Belezoglû, tir ji Belezoglû berdaye û zora qûna wî biriye.

   Li ser vê tirjêberdanê Emre Belezoglû bi qama xwe ya hacûcî çûye ji fûtbolcîyê reþik El Hacî Dîouf re gotiye:“Meymûn!“. Li ser vê lotika nîjadperestîyê Hacî Dîouf zehf qehiriye, wî bi zorê zeft kirine û gotiye:“Min berdin, min berdin., bi telaq ezê pehînekê li qûna vî kurê qehpikê xim û wî biþînim kerxana ku jê hatiye!“ Li ser vê bûyerê Federasyona Ingilîztanê doz vekirîye û gotiye:“Wele Berazoglû te rêya xwe wnda kiriye, evder ne cihê hacûcên xwînheramên mîna te ye. Ku tu neçî piyê (lingê) Hacî neramîsî emê te paþûpê biçînin ciyê ku tu jê derketiye. Te famkir lan?“ û lotikek bêîman li Berazoglû xistine.

   Werhasilî kelam, nîjadperestîya Tirkan sînoran nasnake. Tev ji hev xerabtirin anasini sîr bikutim!

 

Naûzûbilleh! Jinên wan bexdûnis, sîr û pîvazê dixin xwe!

 

Dr.Mihyedîn-17/02/07-Hûn zanin gelî xwendevanan, wilo li zimandirêjî, paparazzî û televoleyên çapemenîya Tirkan nenerin. Bi telaqê jinberdanê ji Tirkan zircahiltir milletekî din nehatine dinyayê. Lê çi heyf û mixabine ku em Kurd jî bûne hêsîr û koleyên vî milletê zircahil!

   Werhasil, dibêjin Tirkan di warê TIB (Tenduristî) ê de þoreþek mezin kirine. Þoreþ çiye hûn zanin? Ji sedî 64.7ê jinên wan narin ser textoran û xwe bi geya û nebatan derman dikin. Çawa xwe derman dikin hûn zanin? Bexdûnis, sîr, pîvaz, gezgezok û gîzeran dixin arkuna (vagîna) xwe.

   Li gora lêkolîna ku Dibistana Bilind a Zanîngeha Egeyê Beþê Hemþîretîyê li ser 143 jinan kiriye, derketiye holê ku ji sedî 26.1 wan bi gezgezokê, û ji sedî 17.4 wan jî xwe bi nane,leymûn û geyakê sêvan derman dikin. Lê tiþtê ecêb çiye hûn zanin? Prof.Dr.Ahsen Þîrîn dibêje: Ji sedî 75ên nexweþên min ên jin dibêjin, “em bawerîya xwe bi textoran naynin. Gava em nexweþ dikevin em bexdûnis, sîr, pîvaz û gîzeran dixin arkuna xwe. Hetta car caran em xiyaran jî dixin xwe” filan û bêvan.

    Naûzûbilleh! Ya rebbî tu bexdûnis, sîr, pîvaz, gîzer û xiyaran ji tenûra jinên wan kêm neki rebbî...Amînnnnn!

Yûnanîyan lotikek paþûpê li Misto xistin

Bawer Bejinsêmetro- 17/01/07-Atîna- Endamekî meclîsa bajarê Selanîka Yûnanîstanê xwest ku meclîsa bajêr bavê Tirk û Virqan Atatirk payedar bike û wî wek zarokê bajarê Selanîkê qebûl bike.

   Endamê meclîsê Mîhalîs Tremopûlos di civîna meclîsê de got:”Divê Selanîkê Atatirk payedar bikira jiber ku Atatirk jî zarokê vî bajarî ye” filan û fîstan. Lê meclîsa bajarê Selanîkê bi pirdengî biryar da ku Mistoyê kor di kerxana bajêr de hatiye dinyayê û jiber vê jî nabe ew bê payedarkirin.

   Werhasilî kelam, Yûnanîyan lotikek paþûpê li Mistoyê kor xistin û esl û peslê wî anîn bîra Tirkekan...Xwedê xêra wan qebûl bike rebbî.....

 

 Ednan Stêr-16/02/07-Batman-Her roj qanalek alewîyan derdikeve,tu dibê qey moz li pey wan e, baz didin baz didin em nagihijin lezûbeza wan.  Sû TV, Düzgün TV, Cem TV, Yol TV... Ev hindik bûn yeke din li wan zêde bû: DEM TV. Ev qenal xwe bi „sosyal demokratiyê“ kuþtine, pirsgrêka Kurd di teorîkê de tînin zimên lê di pratîkê de, yanî di weþanên xwe de kêm dimînin.

   Dewleta Tirk bi antenên Roj TV lîztiye, xistiye xwe û asteng kiriye. Li Batmanê Roj TV nakþîne. Televizyonên Baþûr jî bi zimanê Soranî weþana xwe dikin, tu dibê qey me Kurmancan mala wan xirakiriye. Em gelê bakur mane bi hesreta televizyonek bi zimanê Kurmancî û bi qenalên alewîyan îdare dikin. Ev jî na be,bi çend stranan be, çend stran zikê me têr nakin. Ez li televizyonan digeriyam, hatim ser DEM TV. Min meyizand,aha ew çi ye? Þivan Perwer strana Helepçe dibêje,nava dilê me dihelîne.

   Her tiþt baþ bû lê Þivan wextê dibê „Heyfa Kurdistan ku îro

diþewitînin,agir li serê me Kurdan dibarînin“,  dengekî ji kerê Bismilê

xeraptir dixin ser û cihê ku navê Kurdistan derbas dibe asteng dikin. Wey di mêjiyê we de Hebîbo û Yilmazê dîn mîz ke rebbî!. Ma înkarkirina welatê me bûye mode? Hûn çima qebûl nakin berazno!? Kurdistan rastiyek dîrokî û coxrafi ye.

   Gerek Þivan Perwer ji sedema pêlîztina dengê wî wan bide mehkemê allahwekîl! Yaw em 40 milyon Kurd in, ma em televizyonek Kurmancî jî heq nakin bavê min? Heyla min di edaleta dinyayê de...!

Hûnê kê perwerde bikin û kê nekin?

Þîndar Berwarî-16/02/07-Dihok-Dibêjin Þandeya Enstîtuya Komarî ya Navnetewîya Amerîkayê (IRI) serdana serokê Kurdistanê kiriye û hinekî behsa xebatên xwe kirine.

   Xwedêgiravî serokê þandeyê mîster Loran Craner gotiye:”Kaka, em amadene alîkarîya hikûmeta Kurdistanê bikin, rêxistinên sîyasî, karmendên sazîyên dewletê perwerde bikin da ku hînî lotikavêtinê bibin” filan û bêvan.

   Heyran mîster Craner, Kurd hemi hewceyî perwerdeyê ne qurban. Ma hûnê kê perwerde bikin û kê nekin? Ez dibêjim a herî baþ û bixêr, rayedarên baþûrê Kurdistanê di warê “xwedîlêderketina Kurmancî” de perwerde bikin te go çi? Li baþûr 2 milyon û 200 hezar Kurmanc ji mafê perwerdeya Kurmancî bêpar in. Ma ji vê mezintir xêr hene kaka? Na!

 

Herdu jî xwînheram derketin!

 

Sosin Bermal-15/02/07-Awûstûrya-Li ser bext û namûsa fesad û ewanan be.Dibêjin serokê El-Kaîdeyê Ûsama Bîn Ladîn di avdestxanê de ji hevalekî xwe re gotiye:"Tu zani, pîrika min Tirk bû" û lotikek li xwe xistiye.

   Êêêê! Baþe kalikê te kî bû kurê min? Ne Kurd be? Hema bi namûsa Tirkên doþirme, ji sedî sed kalikê te Kurd bû lo, wîî! Te go çima? Ma ne çima qurban! Ma di dema Osmanî de ji Kurdan pêve kî diçû wan çol û xerabeyên Erebîstanê û xwe di ber îslamê de feda dikir? Kuro bi telaqê Kurdên Ewrûpayê heger pîrika te Tirk be, kalikê te jî Kurd e û tu ji lotikên Kurdan xuliqîyî û hew! Zêde virde wêde nebe...

   Ji alîyê din, dibêjin di xwîn û gena lotikvana nîjadperesta Awûstûrî Paûlîne Hanson de jî vîrûsek Tirkan derketiye û Hansonê nîjadperestîya xwe ji wê virûsê girtiye.Li ser bextê fesadên Awûstûrî be, dibêjin piþtî Hansonê ev xebera nexêrê bihîstiye, xwestiye jehra miþkan vexwe û xwe bavêje nav lep û neperûþkên pisîkekê. Ji alîyê din tê gotin ku jiber ku di xwîna Ûsama Bîn Ladîn û Paûlîne Hanson de vîrûsa Tirkan derketiye, îhtîmal heye ku herdu bihevre bizewicin û hevdu bidin ber lotik û pehînan. Werhasil, Xwedê ji herduwan stendiye û hûn sax!

Îro roja lotikvana ye

 

Gulnaza Torî-14/02/07-Fransa- Dibêjin xwedêgiravî îro roja hezkirî û evîndara ye. Heçê ku ji hezkirîyê xwe hez bike wê gulekê yan diyarîyekê jê re bikire û xwe li ber dilê hev þêrîn bikin.

   Bi serê we, min jî îro ji dergistiyê xwe re baqek kerbeþ, gezgezk û strî kirî û min da wî. Gava wî lê nerî, bi dilek þikestî got:”Keçê porkurê, ev  kerbeþ e? Ma ez ker im?” Min jî bi dilovanî gotê:”Kuro peppûko, xelkê gul nehiþtibûn, min jî kerbeþ û gezgezk ji te re kirî, wîî!”

   Werhasil, niha navbera me jiber mesela kerbeþê xerabûye û em bi hevre naxivin. Îcar heyran, heger hûn jî naxwazin wek me li ber çavên hev bibin wek marê reþ, herin gulek sor ji evîndar yan evîndara xwe re bikirin berî ku gul nemînin...

 

Min jî bizewicîne Mamo!

 

      Farûqê Devliken-13/02/07-Mêrdîn-Na mamê min, na; te vê neqlê zir ecêba darê ji binî de birî û xwe jî di bin de hiþt.

      Me giþa bi serê te sûnd dixwar; te jî çû bi qûna George Bûsh efendî girt û jinek Emerîqanî ji lawê xwe re xwest.

     Hey malneket, lê ku jin sîxwir be? (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Lehmecûncî Îbo dest bi lotikên siyasî dike