|
"Kerkûk dilê Kurdistan e!"
Mistefa Barzanî |
|
|
|
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
|
Têkilî / Konto Çapemenî Tenduristî Muzîk /Vîdeo Wêje / Dîrok Teknolojî Mode / Bedewî Arşîv |
|
Bêwar Brahîm Li nav pêlên mirinê |
Xecê Omerî Hêvî dijîne
|
Gabar Çiyan Hogir û Tûglûk
|
Faris Beg Here were
|
Sîmûrg Ji xwekujtinê re NA! |
Adil Dûran Evîna welat
|
Bavê Ronahî Zotik
|
Lezgîn Şêxo Dinya ji kera re nemaye |
Lokman Polat Faşîzma Tirk
|
Konê Reş Ferhad Şakilî |
Selîm Acar Muxtira
|
|
Metelok: Xala xwarzê rakirin, apa brazî winda kirin! 10 / 07 / 2007 |
|
Bi xiyarekî ji xwe bicûktir re zewicî
Tecawizcî Coşqûn-10/07/07-Beyoxlî- Bulent Ersoya nêr û mê dîsa lotikek li xwe xist û bi xiyarekî qeşartî re zewicî. Armagan Uzunê ku 29 salan ji Bulent Bey biçûktire, got ”Erêêêêêêêê!” û bû mêrê Bulent bey. Bulent bey jî ji kêfa xiyarê qeşartî re firyaye ezmanan û mêrê xwe di nav xelat û cewheran de hiştiye. Aha Tirk ev cûre mexlûqatin haa! Gava li hesabê wan tê, meqesekî li nav şeqê xwe dixin, qulekê di xwe de vedikin û xwe dikin jin. Gava li hesabê wan nayê, qula xwe didrûn û xwe dikin zilam. Yanî ev Tirk bûne wek mirêka erd û ezmên ellawekîl! Rabûkirî wek zilamane, rûniştî jî dibin pîrek. Yanî, çerq û berq in, hûn ji kîjan alî de nêzîî wan bibin doxîn tim vekirî, hazir û nazire law. Ya starrrrrrrr! Bulent Ersoy di zilamtîya xwe de xiyar dixwarin û xwe kir jin dîsa jî xiyaran dixwe. Ma tu têr xiyar û tirozî nebû hey agir bi nav delinga te ketê rebbî!? Mamê Casim jina xwe kujt
Şîndar Berwarî-10/07/07-Hewlêr- De werin li vê ecêbê binerin. Bi malpera Peyamnêr de nûçeyek bi navê Teyar Adil / Berdereşê- hatibû belavkirin. Li gor nûçeyê, zilamekî bi navê Casim Tahar Haco (45) ji ber ku kera wî dizire, kera xwe diqeniqîne û bi cehnemê şa dike. Îcar gava kurê wî vê bûyerê dibîne, hawarê li gundî û cîranan dadixe û dibêje:“Hawarêêêê, hawarêêêê, bavê min jina xwe kujt, bavê min jina xwe kujtttt!“ Erê lo, bavê wî kera xwe kujtiye, ew dibêje bavê min jina xwe kujt. Îcar Mehelmîyên derûdora Mêrdînê hatin bîra me. Helbet zimannezanîn ne eyb e. Herkes di zimên de dixelite. Dibêjin rojekê golika yekî Mehelmî dikeve ber mirinê. Mêrik li kêrê digere nagere kêrê nabîne ku golika xwe serjêke. Radibe bi lez xwe davêje mala cîranê xwe ê Kurd û dibê:“ Cîran cîran, ka kîrê xwe em deynin ser gilikê xwe loo“ û dike şorbe. Werhasil, îcar ev jî mesela me û nûçeya Peyamnêrê bû wesselam…. Heyla kerê me di der guhanê dêya te kiro erê weleee!
Dr.Mihyedîn-09/07/07-Lotikxane- De ji xwe re li Profesor û zanyarên Tirkên heram binerin. Qaşo zanyar in, perwerdekar in û qaşo gerek bê teref bin. Ha ji we re dêqehpekî din: Rektorê Zanîngeha Înonu Prof.Fatîh Hîlmîoglûyê kurê dêlê, di merasîma qedandina zanîngehê de ker bera ser dêya xwe da û ji şagirtên xwe re got:“Ez bi wan kesên ku dibêjin:Ez çi kêfxweşim ku ez Tirk im û bi Tirkbûna xwe şerefê dibînim“ serbilind im, divê hûn li dijî emperyalîzmê û li dijî cudaxwazan (Kurdan) şer bikin“ filan û jehr û ziqûm. Aha zanyar û perwerdekarên Tirk ev in haa! De îcar yabo, li ser bextê kerê we be gelî xwendevanan, çi ferqa van zanyarên Tirk û heywanan ji hev heye hê? Lawo Fatîh Hilmîoglû, weyla tu bi qurbana ker û qantirên Kurdistanê bi rebbî! Bi namûs ker û bergîlên me jî ji te insantirin û xelas! Nebin kerê bin barê dijminê xwe!
Sebra Dila-09/07/07-Swîsre-Erê birako, de li vî wêneyî binerin û kumê xwe deynin ber xwe, bifikirin. Dema ku mirov barê xelkê li pişta xwe bike wê halê meriv jî ev hal be. Wê tim zimanê meriv ji devê mere bazde û merê bibe pêkenînê xelkê. Îca temîna me li we be Kurdên xulamokê xulamoka, ku hûn kûçik jî bin li ber deriyê gelê xwe bireyin law! Ji bo kurtêlek nan şiyariya dijminê xwe nekin û nebin kerên bin barê dijminê xwe. Hûn dixin serê xwe naxin serê xwe hûn azad in!
na herî balkêş Jessica Alba serî hilda: Ez dixwazim li zilamên şilf û tazî temaşe bikim
08/07/07-Jessica Alba di cîhanê de weke jineke herî balkêş tê nasîn. Remildar e Alba. Jêre hêsane ku xortan bi remildariya xwe ji rê derxîne û bi awirên çavên xwe bi xwe ve girê bide, bike hêsîrê xwe. Ji ber ku ew bi bejn û bala xwe ya zirav, carna dibe esmer, carna jî zere. Çavên wê mîna yên xezalan dikare bê guhertin carna bibe reşbelek û carna jî şînahiya Derya Wan ê. Diz e Alba xatûnê. Dikare dilê gelek xortan bi dizî bi xwe ve girê bide. Carna bibe esmer, carna jî kejê ye ew. Jessica xanim sînoran nas nake. Vê carê jî gavek zêdeyî xwe avêt. Bi daxwaziyek nedîtî û nebîhîstî derket meydanê û kire qîrîn: Belê, ez xwe di fîlmên sînemayî de tazî nakim. Lê ev helwest nayê wê wateyê ku ez naxwazim zilamên tazî bibînim. Yahewlelwela, madem tu dixwazi zilamên tazî bibîni, wer emê te berdin nav garana Lotikxanê keçko, wîî! Hema heta tu karibi ji xwe re li ker û qantirên tazî binere. Ma ji vê rehertir? De emê binerin ka ew ê bighêje daxwaziya xwe an na (Zarathustra News). Xwe firot bi pantolekî
Miradê Torî-08/07/08-Hollanda- Keça Tirk Kiymet Westphal, li mexaza ku têde kar dikir dest bi reklamkirina pantolonê kont ên mexazê kir û qismetê wê vebû. Helbet tiştekî belaş tuneye. Xwedîyê mexazê jê re gotiye:"Hele ka berê xwe tazî bike ez binerim bê çi kerametên te hene keçko, ma kes ji ber xwe ve meşhûr dibe? De ji xwe bike deeeeeee!" û derpî jê şemitandiye. Dibêjin ji xwe keçika Tirk Kiymet xanim jî li mahnakê bû û yeka xwedîyê mexazê nekiriye dido. Werhasilî kelam, ji xwe re li wêneyên Kiymet xanima Tirk binerin bê xwedîyê çi kerameta ye. De haydê serketin û binketin......(Foto galerî)
De li van segbavan binerin!
Tecawizcî Coşqûn-08/07/07-Çorlû- Ha ji we re nîşan û elameta bênamûsîya Tirkan. Hem jî nîşanek baş. Li bajarê Çorlû, taxa Reşadîyê, bûka bi navê D.A (21) hew xwe li ber lotikên xezûrê xwe girt û serî li polîs xist. D.A got ku:“Gava mêrê min çû eskerîyê, ez danîm mala bavê xwe. Xezûrê min jî her roj dest davêt min û ez didam ber lotik û pehînan û bazdida ser min. Piştî mêrê min ji eskerîyê vegerîya min hal û mesele jêre got, lê mêrê min jî wek bavê xwe bênamûs derket û qet dengê xwe nekir. Berî du rojan xezûrê min dîsa hat mala me û dest avêt min“ filan û fîstan. Werhasil, xezûrê wê Y.A (45) jî dibêje: « Naûzûbîllah ! Min didît zilamekî xerîb ji mala bûka min derdiket û ez jibo dîtina torinên xwe diçûm cem wê » û diçirvirand. De neyse canim, xezûr zinêkar, kur bênamûs û bûk jî piştî ku ji xezûrê xwe têr gon xwar, îcar poxê hev eşkere kirin. Yaaaaa, aha Tirk ev in ha gelî xwendevanan! Lawo qîzên xwe nedin Tirka eman eman gelî Kurdino! Bi telaq, gava zavên we herin eskerîyê, wê xezûr qîzên we bikin çaroxa qetyayî haaaaaa! Dev ji xerabên wan berdin, xwe ji qencê Tirkan jî bidûrbixin û xelas! Paçikekî qetyayî bi 81 hezar dolar e
Zan Lêê-07/07/07-Tokyo- Şîrketa Gînza Tanaka mayo û bîkînîyek safî zêr derxist piyasê û buhayê wê kir 81 hezar dolar. Wekî din taximek cil û bergên safî zêr jî çêkir û buhayê wê jî 30 milyon dolar e. Yanî, qelenê vî cil û bergî ji qelenê hezar jinî qirantir e. Îcar dibêjin di defîla mode û pêşkêşkirina cil û bergan de çavê temaşevanan wek tas û sînîyan fireh bûne. Taximek cil bi 30 milyon dolar kuro! Ê lawo hey malxerabno, li Kurdistanê bi hezaran keç û xortên me ji ber tunebûna pere û qelen nikarin bizewicin. Ma we ew 30 milyon dolar bişanda ji me re, û me jî pê keç û xortên xwe bizewicandina ne çêtir bû hêê? Ma hema hûnê li xwe tenê bifikirin? Lawo wîjdan bi insanan re nemaye bavo, wîî! Ew mabû ew jî çû
Teresa El Kurdo-06/07/07-Brezîlya- Lotikvana ciwan û bedew, modela katolîk Adrîana Lîma (25) jî biryara zewacê girt û xuyaye wê bi prensê Lîchtensteînê re jîyana xwe bike yek. Lê çi jîyan û çi zewac!? Prenc Wence xwedîye serwetek 4 milyar dolar e û yek ji dewlemendê dinyayê ye. Îcar Adrîana Lîma bi prensê me re lihevhatin û peymanek çêkiriye ku ewê jibo vê zewacê, jibo lotikên her mehê milyonek dolar bistîne û di dema hevduberdanê de jî ewê doza şirîkatîya serweta prenc Wence neke. Werhasil, yanî wê xanima xweşik mehê milyonek dolarê xwe bistîne û salê 12 milyon dolaran têxe xurçika xwe. Helbet wê prensê me jî bi kêmanî mehê 30 lotikî li Lîma xanimê xe lê em nizanim ka ew lotik hêjayî milyonek dolarin yan na. De neyse canim, keçên xelkê biaqilin ellawekîl! Hem lotik û hem jî mehê milyonek dolar. Ma ka jê xweştir? Ka bazirganîya ji vê xweştir qurban, wîî! Me ewqasî got ku bila Kurdek mala xwe bibe mîratê û Adrîana Lîma bê lotik nehêle, kesî bi a me nekir û wa ew jî ji kîsî me çû. Ma ka aqil? Zimanê Dilba bû bela serê wê
Aran Perînas-05/07/07-Swêd-Berî çend rojan wê artîsta kurd Dilba xanim çûba seyeheta Amerîkayê, Las Vegas´ê (ew tenê jê kêm mabû). Li balafirgehê, li kontrola ewleyîya balafiran, memûrek pirsekê jê dike: Tê heri kuderê? Ew jî radibe hewa xwe davêje û dibêje: Çiii bikim, ma win nizanin? Ezê herîm belafiran li hewayê biteqînim. Felek û dewran, erd û ezman li ser vê gotina "henekî" li balafirgehê rabû . Polîs û emnîyet ketin alarmê. Şîrketa US Airways derhal têkilî bi Amerîka re danî. Us Airwasy dibêje: Li gorî komputerê bi xwedê, me tiştek heya niha nedîtîye, ti şop û şupha me ji Dilba tuneye. Lê binerin kuro, dibêje qey wê here serê vî çîyayî, feqîrê cara yekem e, lê negrin, dibêje qey wê here gundekî ji bajarê Farqînê kuroo! Xuyayê Dilba xanim serê xwe nema têşîne û li gorî dilê xwe lêdixe. Piştî van "henekan" te karîbû strana xweyî bi nav û deng hem wek lêborin hem wek dilxweşî ji wan re gotiba pepûkê!: I´ m Sorry, wayêêê aqil di serê min nemayêê! filan û bêvan haa, wîî! Dilba niha li Las Vêgasê ye, oxx babo oxxxxx! Dinya jêre maye ellahwekîl!. Hêvîya me ji xwedê ewe ku keçika me bi xêr here û vegere û hew! Weyla agir bi malê keto!
Hesen Almas-05/07/07-New York- Her sal li bajarê New Yorkê pêşbirka “Xwarina Sandwîçan” çêdibe. Di pêşbirka îsal de Joey Chestnutê 23 salî (97 kîlo) di nava 12 deqîqan de tam 66 hot dog (sandwîçên bi rovîyê heşandî) xwarin û bû lotikvanê New Yorkê. 66 rovîyên heşandî kuro! Ê lawo malxerab, ev 66 rovîyên heşandî ketin kurî te baba? Tu çawa pê avis nebû lawo? Wey lawo, wey lawo, wey lawo! Kuro bi namûs heger min ew 66 rovî bixwara, minê temamê bajarê New Yorkê di nav bêhna tir û fisan de bihişta brê min! Lê tu? Ez dibêjim bi yek tir û fisek te wê bajarê New Yorkê li erdê bisekine te go çi? Ellawekîl wê bombeya atomê zêdetir insanan bikuje, offffff!
Helbestek ji evîna minî girover're
Seydo Bêçift-04/07/07-Elmanya Ax dîlberê te ez kuştim ax çavçêlekê te ez hilandim ax bejin qelewê te ez mehfkirim ax bêbavê te ez bi lotikan windakirim ax û sed ax heya ez karim ax bi qasî rûpelên Lotikxanê ax bi qasî lotikên wêyî xweş Tu her dilê min bi pihîna perçe dike û lotikek şêrîn navêje ey yara bê lotik te ez hetikandim Te mîda min kirî sêvek nestewyayî lê dîsa tişt pê nayê çavçêleka min xwedê lotikxanê ji min û ê wek min're bihêle Ter ku tu min winda dike her tu dilê min dişkîne ez diçim Lotikxanê bihna xwe fereh dikim bi lotikan te jibîr dikim Çavên xweyî birçî diçêrînim Xwedê Lorikxanê ji min're bihêle xwedê min ji te xelas bike çavçêlekê Ji goştê kûçik û pisîkan têr bûn, îcar dest bi xwarina dînazoran kirin
Çang çîng Çong-04/07/07-Pekîn- Ev Çînî milletekî ecêb in. Hema bêjin heywan namînin ku naxwin. Ji xwe kûçikan bernadin. Wan wek dermalên malê xwedî dikin û dikevin ser goştê wan rebenan. Werhasil, li gor gotina ajansa Assocîated Preesê, li herêma Henanê xelkên herêmê hestîyên dînazoran dikin şorbe û dixwin. Pê bawerin ku hestîyê dînazoran dermanê nemirinê ye û ha ha dixwin. Dibêjin li wê heremê hestîyê dînazorekî 18 metroyî ku ji berî 136-65 milyon salî ve maye, wek derman didin zarokên xwe û zarokên wan jî wek insanên dinyanedîtî ha ha êrîşî wî hestî dikin. Werhasilî kelam, sibê dusibê Çînî goştê insanan jî bixwin qet ecêbmayî nemînin û hew! Ya starrrrrrr! Dil ketim lêvên şekirî
Dil ketim lêvên şekirî Çav û burhên qelemkirî Bi awirekê ez kujtim Wê kafira yara bedew Diran ji dir û mircanê Serxweş kirim wek perwanê Nerînek çavên xezalî Mest kirim wê yara bedew Porê reş dêmên sorgulî Dikim bi qurban vî dilî Bo te feda can û ceger Rastîya dil nabe derew Maçek ji wan lêvên şêrîn, Dermane bo ax û qêrîn Ev dil û canê Brîndar Gorî te ye cana bedew
Brîndar /03/07/07
========= Di rojeva wan de Lotikxane jî hebû
Brandon Cotikxurt- 03/07/07-Waşîngton- Wek hûn zanin, ev demek dirêje ku navbera Amerîka û Rûsyayê ji ber bicîhkirina fuzeyên li Ewrûpayê xerabe ye. Ewqasî xerabeye ku hema bêjin ne ji mecbûrî be silavê jî li hev nakin. Werhasil, dibêjin serok George Bûşh rabûye şûşek wîskî danîye ber xwe û gotiye:” De lawo ka ezê vî Vladîmîr Pûtînê qamkinit biezimînin û emê çend qedehan jibo şerefa wî li bin guhê hev xin û vê mesela fuzeyan jî hel bikin” filan û bêvan. Werhasil, dibêjin Pûtîn jî qebûl kiriye û rabûye li kera xwe siwar hatiye û berê kerê daye Waşîngtonê, û ji wir jî bi qantirekê çûne koçka bavê Bûşh. Mesela fuze muzeyan hel kirin nekirin em nizanin, lê cîranê Bûşk Mîster Virviro ji me re got:” Bi telaqê Pûtîn, pirsgirêka malpera Lotikxanê ketiye pêşîya mesela fuzeyên Ewrûpayê. Hingî herdu serok jî Lotikxanê dişopînin, bûne “Lotikxanîst” û bê wîskî û vodka serxweş dibin” filan û fîstan. De neyse canim, xêr û guneh di stuyê Mîster Virviro de be rebbî! Soza lotiknedanê
Hesen Almas-02/07/07-Amerîka- Li Amerîkayê mode û adetek nuh destpêdike. Bi taybet di nav malbatên dîndar de ev adet bipêş dikeve û li gora min jî adetek ne xerab e. Li gora lêkolîna kovara Manîe Claîrê, derketiye holê ku li Amerîkayê ji her 6 keçan yek ji wan soza lotikneavêtinê dide bavê xwe, pêre peymanê îmze dike, sûnd dixwe û dibêje:” Bi soz û peyman, heta ez nezewicim ezê lotikan li xwe û li kesî nexim. Ezê wek ava zemzem pak û rewan bimînim” filan û xeftan. Ez dibêjim di vê dewra xerab de ku her cûre nexweşî li kuçe û kolanan digerin, ev şêweyê “lotikneavêtinê” tiştekî aqilane û maqûl e. Erê lotikavêtin xweş e, meriv pê germo-nermo dibe, lê van nexweşîyên bêderman malik li xelkê şewitandiye ellahwekîl! Nexweşîyên wek AIDS û hezar quzilqurtên din, nahêlin em têr lotikan jî bavêjin kuro, wey lawoooo!
|
Ha ji we re xayîn û noker!
Şêrzad Zebarî-10/07/07-Hewlêr- Wek hûn zanin, berî çend mehan li Hewlêrê û Mexmûrê teqînên mezin çêbibûn û gellek Kurd şehîd ketibûn. Werhasil, emê kurt bajon ser meselê. Îcar dibêjin qesas hatine girtin û herpênc kesên xayîn jî eşkere bûne. Li gora ku Serokê Paraztina Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kiriye, herpênc xayîn û xwînheram ev in. Sefwat Siltan Ebdullah., Siltan Îbrahîm Ehmed, Hemed Emîn Enwer Mehemed Emîn,.Dilşad Enwer Mehmed Emîn, Senger Kak Mem Mîrza. Belê, ji berê de dibêjin “Kurmê darê ne ji darê be zewala darê nine”. Îcar heger ne ji xwefiroş û xayînên Kurd ba, wê El Qaîdeya qûnde bikarîba li Kurdistanê bombe biteqanda? Na kakaaaaaaa! Kuro bi namûs, heçê xayînê milletê xwe be, heqê wan eve ku meriv doxîna wan daxe û qirasekî têxe wan heta di devê wan re derkeve, wîî! Qaşo qencê wan bû, ew jî qûnek derket
Zinar Qelemşûr-10/07/07-Stenbol- Wextekî rojnama Cumhurîyetê wek rojnameyek çep û pêşverû dihat zanîn û ji destê gellek Kurdên e nediket. Lê xuya bû ku kûçik goştê kûçik naxwin û di encamê de Tirk tev ji heman hewdî avê vedixwin. Werhasil canim, em bên ser sereknivîskarê rojnamê Îlhan Selçûkê ku wextekî çep û rep bû. Îlhan Selçûk vê dawîyê di rojnamê de pesnê partîya faşîst a MHP da û xwe bi heman sabûnê şûşt. Selçûk, MHP wek partîyek neteweperwer û parêzvanê cimhûrîyeta Atatirk dibîne û dibêje:”MHPî di dema xwe de êşkence li min kirine. Lê di mesela paraztina yekîtîya cimhûrîyeta Atatirk de ez destê xwe didim wan û ji xwe re wek erkekî welatperwerî dibînim” filan û quzê kerê. Yaaaaa! Gelî rewşenbîr û Kurdên enternasyonalîst, de bibînin haa! Bibînin bê çepê Tirkan çawa di paraztina yekîtîya axa Tirkiyê de bi hevre diewtin! De bibînin bê çawa van çepên xwînheramên Tirk bi salan em dixapandin û bi navê ”Enternasyonalîzmê” tir ji me berdidan qardeşim! Kuro aferîn ji we re û hew! Bi sê telaqan hûn ji gellek Kurdên me biaqiltir û ciwamêrtirin û xelas! Heger me Kurdan heta niha Tirko û Virqoler nasnekiribin, xwelîya heft tenûran li serê me be û hûn sax! Madem te nexşe çêkir, te herdu perçeyên din jî bixista navê xanimê!
Rojda Aydin-10/07/07-Stenbol-Xuyaye nivîskara Tirk Hacer Alkan xanim pir ji nexşeya Kurdistanê aciz bûye û weşandina nexşeyên parçebûna Tirkiyê li zora wê çûye. Îcar rebenê jî ji behcan rabûye nexşeyek Tirkiyê çêkiriye û başûrê Kurdistanê jî xistiye nav sînorên Tirkiyê. Xanimê dibêje:”Min ev nexşe ne ji ber tiştekî çêkiriye. Ez dixwazim bêjim ku herkes kare rahije qelemekê û nexşeyekê li gor dilê xwe çêke” filan û fîstan. Temam me fêhm kir ku te ne ji ber nêtek xerab ev nexşe çêkiriye, lê te çima herdu parçeyên din jî nexistine nav sînorên Tirkiyê keçko? Hema te parçê Sûrîyê û Îranê jî bixista nav sînorên Tirkiyê û hew. Madem qelem di destê te de bû, hema te qencîyek bikira û te Kurdistana mezin bikira yek parçe û xelas! Birastî lo, em çima dozê li Tirkan nakin ku hersê parçeyan bi hevre dagîr bikin û Kurdistanê bikin yek ha? Ma gelo Kurdistanek ji çar Kurdistanan, dijminek ji çar dijminan ne çêtire? Şerê bi dijminekî re ji me re ne hêsantire gelo? De ka li ser vê bifikirin de qurbannnnn..... Dengê xwe bidin xwe!
Reşîtê Nisêbînî-09/07/07-Nisêbîn- Hilbijartin nêzîk dibe û herkes rabûye lotik û zîtirkan dide xwe. Tirkên ku nikarin ji Tirkên xwe rayan bistînin û bi navê demokratbûnê xwe di nava partîyên Kurdan de vedişêrin, xwe wek namzetên serbixwe pêşkêşî Kurdan dikin û dixwazin ji safîtî û dilpakîya me Kurdan îstîfade bikin. Meselen wek Akin Bîrdal û Nîl Demîrkazik! Gelo çima ew ji partîyek Tirk nabin namzet? Zanin go wê nikaribin biserkevin û ewê Tirk wan bidin ber lotik û zîtirkan. Îcar, divê em Kurd aqilê xwe bidin serê xwe, dev ji wê bratîya Kurd û Tirk berdin û deng û raya xwe bidin xwe. Yanî, deng û raya xwe bidin namzetên Kurd, namzetên welatperwer û Kurdên go birastî jî cefakarî kişandine. Meselen wek Dr.Kamîran Yildirim! Dr.Kamîran Yildirim, di 1965an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Piştî xelaskirina Fakulteya Mihendisî Beşê Jeolojîyê, derbasî Zanîngeha TIP a Cimhûrîyetê dibe û di 1994an de xelas dike, dibe doktor. Dr.Kamîran Yildirim Kurdekî welatperwer e, ji malbatek welatparêz e û xizmetkarê gelê xwe ye. Werhasil, êdî roj hatiye ku Kurd li xwe, li namzetên xwe, li Kurdên go birastî jî dilşewatê welatê xwe ne xwedî derkevin, rayên xwe nedin Kurd û Tirkên doşirme û rûn li ser nanê dewleta Tirko nekin. Nisêbînîno! Li Dr.Kamîran Yildirim xwedî derkevin, wî bi tenê nehêlin!
Xuyaye wê alman û tirk tirrrê ji hev berdin!!!
Aso-09/07/07-Elmanya-Xwedê Marco ji dê û bavê wî’re bihêle! Marco’yê 17 salî bi heneke serserî dadgeha li Antalya û bi tevahiya dewleta tirkan anî ser riya rast. (Marco berî demekê ser bextê tirkan be, dest avêtibû keçek 13 salî, ku jê’re gotibû ez 15 salî’ me) Weylê mirad û xêr ji canê xwe nedîtana. Ev hewqas salin me dikujin û me talan dikin. Ev hewqas salin ti mafê jinan li vê dewleta bê mirad tune. Ev hewqas salin mafê me û mafê jin û zarokên me windane li vê dewletê. Ti dadgeh newêre ku dengê xwe bike, ti dadgeh devê xweyî pevve zeliqî ji hevdu ranake û nabêje ev şaşe. Lê hatine xwe li ser serê Marco’yê reben rast dikin û dixwazin ku dadgeh riya xwe bigre û Marco’yê feqîrê xwedê bê dadgeh kirin. Marco’yê bêguneh dixwest dest bi evînek xweşik û nermik bike. Lê çi bikim, dinya lê reş bû, bû cehnime. Weylê pepûko Marco. Felek pê’re xayin ket. Li aliyê din dewleta alman wek av here bin qûna wan, çawa virde wêde xwe radikşînin û dixwazin ku Marco azad bibe. Çawa qîre wîra wane li ser Marco. Qey nabînin rojê çiqas insan li tirkiyê têne kuştin û girtin û binçav kirin. Na tu dibêje qey ew kurdên li tirkiyê têne girtin ew ne insanin, ew ne ji can û xwînin, tu dibêje qey tenê Marco’yê wanî qûnvirik (ji qewlê Cegerxwîn) ji can û xwîn e. Welle bi xwedê serî li dewleta tirk mezin bûye û dike rastiyê bîne ser riya rast. Ji aliyê din’de almanan xwe li ser Marco kujtine, êdî dikin fitqo bibin. Ji aliyê germbûnê de, rewş gelek germ e. Îcar xwedê bikim ku tirrê ji hev berdin, xwedê bikim wa tirrek hişk be jî
Di derheq hilbijartina Tirkiyê de : Fetwa zanayên olî yên navenda Lotikxanê
Navenda Lotikxanê-08/07/07-Kurdistan- Îro piştî nimêja Înê, Civata Zanayên Olî yên Navenda Lotikxanê civînek awarte li ser hilbijartina Tirkiyê çêkirin. Di encama civînê de, fetwayek çargoşeyî bi vî rengê li jêrê belavkirin. Bi Kurdî weha gotin: - Gelî Kurdên bawermend û yên ne bawermend. Hûn tev dizanin ku her zimanekî li dinyayê, quranek Xwedayê dilovan e. Yanî zimanê Kurdî jî, quranek e. Îcar van segbavên dewleta Virqo, ev qurana pîroz qedexe kirine. Yanî ew tev kafir in û têjikên kafirokan in. Di vê hilbijartina 21ê Temûzê de, dengê xwe nedin partiyên ku ev qurana Xwedê qedexe kirine. Va ye em bi vê fetwayê we agahdar dikim. Da hûn roja qiyametê nebêjin me ku we negot. Çi Kurdê yan jî çi Kurda ku dengê xwe bide partiyek Tirkiyê, ew bi du caran, xwe ji dîn dike û îman jî pê re namîne. YEK: Sazûmana Kemo ev zimanê Kurdî, ku qurana Xwedê ye, qedexe kiriye. Eger hûn dengê xwe bidinê, hûn jî jê re dibêjin, erêêêê... DIDO: Sazûmana Kemo gotiye: Yên ku Tirk bin û Tirkên esilzade bin, ew hertim diçin ser sendoqa hilbijartinê. Yanî gava we dengê xwe ji partiyekê re xist wê sendoqa wehşetê, tê vê wateyê ku hûn serê xwe ji Sazûmana Kemo re diçemînin. Îcar gelî misilman û nemisilmanan, elawekîl em zêde dirêj nakin, ji xwe hûn meselê dizanin. Ji me gotin û li we kirin....
HA KERXANE HA BAYKALXANE
Deniz Kerxanecî- 08/07/07-Stenbol- Xwedê wekîle, heta niha ez ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) bûm. Lê piştî ku Otobosa Deniz Baykal bû kerxane û tê de lotik hatin avêtin, ez nema dengê xwe didim CHPê. Polîsên dewletê do bi şev saet li dora sisiyan, li taxa Kartala Stenbolê, li ser riya Sahil Yolu dema avêtin ser otobosa Partiya Komarî ya Gel hahoooo çi dîtin, hûn dizanin? Polisan bala xwe danê ku du jinikên ha ji vayên wek pîvokan xwe dane ber lotikên du serkirdeyên CHPyîyan, de lêxin heyrano dewr û dem şahiya hilbijartinê ye... Polîs bi qemçika wan girtin û ew birin polîsxanê. Kesê bi navê pêre pêre E.T li xwe mikur hat û weha got: Welehîn ev lotik ji bo şahiya hilbijartinê bûn... Ev nûçeya balkêş çewa li Internetê hate belavkirin, di nava saetekê de li aliyê 478.253 kesan ve hate xwendin. Li ser vê nûçeyê, Navenda Lotikxanê Beşa Hilbijartina Giştî daxuyaniyek da û weha got: KESÊ KERXANECÎ BILA DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA Deniz Baykal! Çîkolata bixwin û bidin zîtirka
Tacdîn Baran-07/07/07-Elmanya- Li ser bextê şîrketên Elman be rebbî. Dibêjin çîkolata xwarinek pir bi fêde ye û fêdeyên wê nayên hejmartin. Bi kurtî, li gora lêkolîna zanîngeha bajarê Kolnê fêdeyên çîkolatayê ev in: 1-Çîkolata rengreş tansîyonê dixe û mêzîna bedenê li hev radigire. 2- Hinek maddeyên di nava çîkolatayê de zewq û xwesteka zayendî (cinsî-seksî) zêde dike û meriv pê dibe wek hespekî Şemûz, yan kerekî Şamî. Meriv ewqasî pê har dibe ku meriv bi şev û roj naxwaze ji ser hev dakeve, wek şîrêzê bi hev dizeliqe û wek paçikekî tê guvaştin. 3- Heçê rojê pakêtek çîkolata bixwe, fîşek têde narin û bandora çîkolatayê ji nivişt û bazbendên şêx û melleyên Ereban xurttir û bihêztir e. 4- Zilamê ku rojê pakêtek çîkolata bixwe, kare ji 5 heta 10 jinan îdare bike û keleşkofa wî qelp nake. 5-Jina ku rojê pakêtek çîkolata bixwe, kare tira ji mêrê xwe berde û wî bike wek mirîşka ser kurkê. 6- Kesên ku rojê pakêtek çîkolata bi şîr bixwe, ji xwe dibe wek Ristemê Zal û Elîyê Şêr. Ewqasî bi qiwet dibin ku karin di rojekê de goştê 20 berx, 5 çêlek û 3 golikan bixwin û nebêjin “elhemdulllah” jî. Îcar heyran, ji me gotin û li we kirin. Hûn dixwazin çîkolata bixwin dixwazin nexwin. Lê dibêjin çîkolata jibo lotikan yek û yek e ellawekîl! Min bi xwe ceriband û min bi çavê serê xwe dît. Hingî min doz li rebena jinikê kir, rebenê hew îdare kir, dev ji min berda û çû mala bavê xwe wellehilezîm! Ewqasî ku wê bêxwedîka çîkolatayê ez haro-maro kirim kuro.... Bêbavo hedef şaş nekiriye
Rozê-06/07/07-London- De ji xwe re li kerametên Xwedê û li lotikên mêrik binerin. Mêrikê qemer berî çend salan bi jinek Brîtanî re dizewice û herdu hevdu didin ber lotik û pehînan. Piştî lotikên nav nivînê, neh meh û 10 roj derbas dibin û ji wan re du keçên cêwîk çêdibin. Berê dê û bav bi ferqa navbera wan nahisin. Lê di nava demê de dibînin ku keça bi navê Mîllî rengreş dibe û dibe wek tenîya binê beroşê. Lê Marcîa jî li dêya xwe diçe gewr û boz û çavşîn e. Werhasil, xuyaye mêrik şeva pêşî tam li hedefê xistiye. Bêbavo nîşancîyekî baş bûye ku fîşekek reş û yek spî di malzaroka jina xwe de teqandiye. Esas meriv ev bêbav bişanda Iraqê baş bû. Li gora ku nîşancîyekî başe, ma wê felek banîya serê terorîstên Ereb! Berpirsiyarekî Kurdistanê heyfa diranê brazîyê xwe hilanî
Binav Sindî-05/07/07-Duhok-Beriya heyvekê zelamekî li Duhokî bi lotikan hevjîna xwe ji mal derxist. Rebena jinik bi du zarokên xwe ve demjimêr duwazdeyê şevê li kolanan man û hêdî hêdî xwe gihand mala birayê xwe. Wê jinê û birayê wê jî nexwestin çi lotikan li mêrê wê bidin û çi qikayet li dijî wê nedan hikumetê, gotin em mirovên hevin û emê bi hev re çareser bikin. Heyvek derbaz bû, zelam sot û heliya, nema kare lotikan bavêje. Ji nû ve ew, dayika wê û hin mirovên wan çûn mala birayê jinikê û xwestin bi zorê wê vegerînin malê û digotin em mirovên (E.W)ne. Hûn zanin emê çi li we bikin, heke hûn baxivin. Piştî ku herdu aliyan li hev nekir, zilamê jinikê ji birayê wê re got: „Emê li mehkemeyê bibînin ka hûn çi lotikvanin » û berî ku derkeve xeberdan hemî malê. Birayê jinkê jî nekir nemerdî û bi boks û pehîna ew gihandin ber deriyê tirombêlê. Didanên zavayê xwe şikandin, destê yekî din derizand, şekirê xesûyê jî bilind kir û ew her sê bi hev re ketin nexweşxanê. Zilamê jinikê ji bo tolhildana didanên xwe, telefonî mamê xwe yê bi navê (E.W) kir ku berpirsyarekî mezine li Kurdistanê. Wî jî bîst lotikvanên xwe yên bi çek rêkirin ser mala birayê jinikê. Digel wan çekdaran, polîs jî gihiştin cihê bûyerê. Lê ji ber ku çekdar pir bûn û mirovên (E.W) bûn, polîs newêran wan bigirin. Evca birayê jinkê girtin û avêtin zindanê û ta niha jî di zindanê deye û lotikan dixwe. Xwişka wî jî birine mala jinan ya Yekêtiya Afretên Kurdistanê. Heya ku rojekê bê kujtin û bêjin:” Wê xwe şewitand”. Ev hemi ji ber ku ew feqîrin û mirovên wan tunene!!!!!!!!!. Gelo ma rojnamevanên bî biyanî û rêkxistina navnetewî ya mafê mirovan neheqe dema bêje, bê mafî û êşkence li Kurdistanê heye?!. Dîsa kir zirt û virt
A.A.Dîlan-05/07/07-Enqere- Ev siyasetmedarên Tirk wek bizina kol in ellawekîl! Tu çiqasî berdi bizina kol, ew dîsa li te vedigere û tê nanê te dixwe. Yek ji wan bizinan jî kevnewezîrê edaleta Tirk Cemîl Çîçek e. Cemîl Çîçek jî ket nav karwanê zimandirêjîya Barzanî û tirek ji xwe berda. Çîçek, piştî ku behsa PKK û dewletên ku alîkarîya wê dikin dike, îcar meselê li hev dizîvirîne û tê ser Mesûd Barzanî û jê doza wefa û jibîrnekirina alîkarî û keda Tirkiyê dike. Çîçeko dibêje: “Me di wextê xwe de gellek alîkarî da Mesûd Barzanî û Celal Talabanî. Heger ne ji vê alîkarîya me bûya niha herdu jî tunebûn. Hîna nanê me di zikê wan de ye” filan û fîstan. De îcar yabo! Ê lawo oxlim, hey qantirê Xwedê, ma kevneserekkomarê te Çoban Sulo nedigot: “Doh doh bû îro îro ye” kurê min? Ê lawo, we em hînî van lotikan kirin cîgerim, wîî! Madem ji we re “Dun dundur bûgun bûgundur”, ji me re jî “Doh doh bû îro îro ye” kundiro Haaaaa, hesab bikin bê we çend nan dane Barzanî û Talabanî, bi soz em wek Lotikxane emê xelefê vegerînin. Emê çend telîs û çewal ardê xas ji we re bişînin û em ji ber hev. Okey baby? Lotikvanê me jî ket dû seetê
Bengîn Elegez-04/07/07-Moskova- Dibêjin tûrîstekî dewlemend li bajarê St.Petersbûrgê seeta xweyî bi 200 hezar dolarî xistiye çemê Nevayê û winda kiriye. Îcar xelatek bi 10 hezar dolarî daye ê ku wê seetê bibîne û ji çem derxe. Li ser vê xebera balkêş, me jî lotikvanê xwe Şemdînê Gamasî şand St. Petersbûrgê da ku dakeve binê çemê Nevayê û li seetê bigere. Şemdînê me qirasekî mêraye ku kare 24 seetan di binê avê de bimîne bêyî ku bêhna xwe bide û bistîne. De a bi xêr. Heger me seet dît ji xwe wê 10 hezar dolar têkeve xezîna Lotikxanê. Na heger me nedît ji xwe yan wê Şemdînê me di çem de bixeniqe û yan jî wê polîpoşman bi ser me de vegere. Lê em ditirsin Şemdînê me seeta bi 200 hezar dolarî bibîne û xwe nebedî bike ellawekîl! Kuro vê heyamê bext bi insanan re nemaye haa, wîî!
|