|
Dengê xwe, rayên xwe û gelek tiştên xwe pêşî bidin xwe û dû re jî bidin berendamê xwe ê Nisêbînî Dr.Kamîran Yildirim >>>Bixwînin>>>>> |
|
|
|
Magazîn, henek, gilî û gazin |
|
Têkilî / Konto Çapemenî Tenduristî Muzîk /Vîdeo Wêje / Dîrok Teknolojî Mode / Bedewî Arşîv |
|
Bêwar Brahîm Darbesta termê dewleta Tirk |
Xecê Omerî Hêvî dijîne
|
Gabar Çiyan Hogir û Tûglûk
|
Faris Beg Emrê segê har 40 roj e |
Sîmûrg Ji xwekujtinê re NA! |
Adil Dûran Evîna welat
|
Bavê Ronahî Zotik
|
Lezgîn Şêxo Dinya ji kera re nemaye |
Lokman Polat Faşîzma Tirk
|
Konê Reş Ji şîretên Celadet. Bedirxan |
Selîm Acar Muxtira
|
|
Metelok: Kero nemir buhar tê, pîrê nemir geya û pincar tê! 19 / 07 / 2007 |
|
Ji Gelê Kurdê Hêja, welatparêz û hemû demokratên Tirkiyê re...
Şivan Perwer-19/07/07-Bi sedema hilbijartinên Parlamena Tirkiyê di roja 22.07.2007 ji xelkê me daxwaz dikim ku berendamên serbixweyên welatparêz û demokrat hilbijêrin û ji dil û can piştgiriya wan berendaman bikin. Hêvîya min ku komek parlamenterên Kurdên dilxwaz û demokrat di parlamentoya Tirkiyê de cîh bigrin. Bendewarim ku dengê gelê Kurd û ji bona çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiye û di hola nawnetewî de danas û balkeş bikin. Ev dema yekitî û berhevbûna gelê me ye. Bi hêviyeke mezin û bi dileki zexm bangê ji hemû xelkên hilbijêr û demokratên gelên dine li Tirkiyê dikim kû di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin berendamên serbixweyên gelparêz. Ji gelê xwe û berendamên serbixwe re serkeftinek berz daxwaz dikim. Dîsa ez bi dil û hêviyek gewretirîn piştgiriya xwe ji endamên serbixwe re beyan û eşkere dikim da ku di rojên wanî de hevkarî, hest û ramanên me ji bona rojên berjewendiya gelê me û mirovatiya berxwedar û serkevtibûn, bi xêr û serefraz pêk bên. Dora tenûrê dora wê ye
Şemal Amedî-18/07/07-Hollywood- Dibêjin dinya bi dorê ye. Selma Hayek heta niha wek „Jina herî seksî“ nehatibû hilbijartin. Lê niha li gora anket û lêkolîna Şîrketa Lêkolîna Piyasê E-Poolê, Salma Hayeka germik û nermik a Latîn Amerîkî wek bedewa herî seksî, a herî xwîngerm, a herî agirpêketî û a herî şîrîn hat hilbijartin. Werhasil, îcar dora tenûrê dora Salma Hayek e. Dibêjin wê Salma hayek têkeve ber agirê tenûrê û ji sibê hetanî êvarî nanê şikeva pêvede. Hem jî nanê genimê xas. Salma Hayek soz da me ku ewê çend nanan ji xebatkarên Lotikxanê re bişîne da ku şens û qismetê me vebe. De ma Xwedê….. Xwedê xezeba xwe bi ser Ereban de barand
Abdullah El-Kurdî-18/07/07-Cidde- Belê, her ku diçe elametên qiyametê zêdetir dibin û Xwedêteala tiliya xwe dixe çavê mirovên zalim. Niha jî elametên qiyametê berê xwe daye Siûdî Erebîstanê û lotikek eşkere li Erebên bêderpî xist. Li bajarê Ciddê keçikek ji jinika bi navê Hasîba Kavarcî re çêbû. Lê çi çêbûn? Serê zarokê wek mar e û bedena wê a insên e. Dibêjin gava dê û bav çav li zarokê ketine bawer nekirine û gotine “repp” û bêhiş ketine. Werhasil, Xwedê li ser heqîyê ye. Belkî gunehê dê û bavê vê zarokê tunebe, lê rayedarên dewleta Erebîstana Siûdî herdem li himber zilma ku li Kurdan dibe bêdeng maye û piştgirî dane dewletên dagîrkierên Kurdistanê. Ji ber vê zilmê jî Xwedêteala xezeba xwe biu ser van Erebên zikmezin de barandiye û gotiye:”Werek himmar! Hûn bi navê misilmantîyê her lotikên bêbavî davêjin, xwe wek keleha îslamê dibînin, lê hûn çima piştgirîya Kurdan nakin hêêê?” û bala wan kişandiye. Werhasilî kelam, dinya ber bi xerabûnê ve diçe. Pêşketina teknîk û sanayîyê, kirêtbûna hewayê û têkçûna xwarin û vexwarinên xwezayî bandorek mezin li insanan jî dikin û dibin sedem ku zarokên serî mar û gewde insan bên dinyayê. Hay ji xwe û vê dinya gewrik hebin hebîbî! Bertewîlê Ingilîztanê
Evdilcebbar Xwedêda-17/07/07-London- Dibêjin di wextê xwe de li gundê Darê (girêdayî Mêrdînê ye) zilamekî bi navê „Bertewîlê Darê“ hebû. Malmîrato ewqasî dirêj û dagirtî bû ku heft tenûr nan têra taştêya wî nedikir û ji xwe di firavîn û şîvê de 14 tenûr nan dixwar. Îcar ev jî mesela me û Chrîs Lîsterê 19 salî ye. Mêrik roj bi roj dirêjtir dibe û textor nikarin rê li ber dirêjbûna wî bigrin. Chrîs niha bûye 2 metro û 23 santîm. Dêya wî Anîta Lîster hew di ber mesrefa ku li kurê xwe dike re dighê û hindik maye derpîyê xwe jî bifroşe ku pê çareyekê ji dirêjîya kurê xwe re bibîne. Werhasil, textor jî mane halekî heyirî û dibêjin:“Kuro lawo ev bêbav wek xiyarê ku bi hormonan mezin bibe. Roj bi rojê dirêjtir dibe û em nikarin rê li ber dirêjbûna wî bigrin“ filan û bêvan. Werhasilî kelam, dilê me bi Chrîs şewitî û me ji dêya wî Anîta re got:“Kurê xwe bişîne Lotikxanê peppûkê. Operator û ortopedîyên Lotikxanê mîna qesaban dixebitin. Bi Xwedê û Pêxember wê kurê te di nava 24 seetan de bînin ser sêhra berê. Kêrek ji vir û meqesek ji alîyê din, wê kurê te bikin 1 metro û 78 santîm û xelas!“ Me a xwe kir. Îcar Anîta xanim kurê xwe dişîne naşîne bi tehtilerda wê kiriye.. Nîvî jêkir ma nîvî
Dewaro-16/97/97-Endonezya-Li gundekî girava Tîmora Endonezyayê keçekê ji ber hesûdîyê xirrê dergistîyê xwe jêkir û revya. Keça bi navê Erlîn Mafefa (22) bawer dikir ku dergistîyê wê Markûs Hûnbanî (23) wê dixapîne û bi dizî lotikan li keç û jinên din dixe. Ji ber vê jî dema Markûsê reben dikeve xewa şêrîn, hema radihêje meqesekî û dibê “kizt” û xiyarê mêrik jêdike. Rebenê Markûs jî dibêje qey xewnê dibîne, lê gava şiyar dibe ku ne xiyar heye ne tirozî. Di nêvî de jêbûye û serî pêve nemaye. Werhasilî kelam, em serê we neêşînin, dibêjin Markûs rakirine nexweşxanê, tendirustîya wî başe lê mixabin bi nîvxiyarekî bêserî maye. Me jî xwest em qencîyekê pê bikin û me destê alîkarîyê dirêjî wî kir û gotê:”Textor û Operatorên Lotikxanê di emrê te de ne. Li cem me serî bi pîvazekê ne, were emê serîkî bi te vekin û ji wê şermezarîyê xelas be. Hem jî belaşşşşşşşş!” Îcar tê nayê ew bi qîma xwe ye... Dil li himberî dila ye
Dilcan Îzol-16/07/07-Antalya- Dibêjin berî bi çend rojan 52 Kurdên ji Zaxo ku piranîya wan textor, ebûqat û mamoste ne, hatine Fethîyê û dest bi lotikên tûrîstî kirine. Şîrketên Îvantûr, Basma, Turop û Asyildiz berî niha gotibûn ku ewê giranîya xwe bidin bakurê Iraqê (Kurdistanê) da ku tûrîstên Kurd bînin Tirkiyê û ji ser pişta wan peran qezenc bikin. Werhasil, rayedara şîrketê Ayşe Karadûman dibêje:”Ev cara yekeme ku em 52 Kurdên Iraqê tînin Stenbolê û Fethîyê. Ew pir ji Tirkiyê hez dikin. Em bawerin ewê wek bizinên kol fêrî xwarina nanê şivên bibin û hersal bên perên xwe bidin me” filan û bêvan. Dibêjin tûrîstên Kurd jî gotine:”Oxxxxxxxx evder wek buhuştê ye kakaaaaaaaa!” û dilxweşîya xwe anîne zimên. Werhasil, dibêjin dil li himberî dila ye. Îcar ev jî mesela me û tûrîstên başûr û Tirka ye. Tirk bi rêya OYAK û şîrketên din başûrê Kurdistanê ava dikin, û em jî ji başûr tên perê xwe didin Tirkan da ku pê dewlemendtir bibin û tûrîzma wan xurttir bibe. Tev ket û tev rabû wesselam! Em ji ber hev lo, wîî! Yeko yeko ji kunmoza xwe derdikevin
Ehmed Beyan-16/07/07-Enqere- Gava dewletek bi xwe dewletek çete û nijdevanan be çi dibe? Hakim û dozgêr, polîs û eskerên wê jî dibin çete û bêbavîyan dikin. Di operasyona vê dawîyê de li Stenbolê derket holê ku hakim, dozgêr, polîs û eskerên payebilind jî bûne şirîkên çeteya navnetewî. Çeteya ku A.O wek serokê wê tê nasandin û ji Hollandayê derbasî Tirkiyê bûye, dest avêtiye 4 dozgêr, 2 hakim û gellek rayedarên dewleta Virqo û têra xwe lotik avêtine. Werhasil, dibêjin hakim û çend sawcîyên vê çeteyê beşdarî partî û şahîyên “Grûp seksê” (Kê kir kê) bûne û doxîn li hev çirandine, namûsa hev anîne çerxîyekî. Werhasilî kelam, dewlet çete, hakim çetre, dozgêr çete, polîs çete, esker çete, çete û hetanî dawî çete! Yanî, divê ji dewleta virqo re bê gotin: Demokratîk Çeteler Cûmhûrîyetî!
Me 99 cent bi porê wê da
Şemal Amedî-15/07/07-Hollywood-Brîtney Spearsa ku di demek kurt de binavûdeng bû û bû xwedî milyon dolaran, demekê bi ser xwe ve çû û xwest bê per û bask bifire ezmanan. Lê ewqasî bi ser xwe ve çû ku, di nav xiyar û lotikan de winda bû û hindik mabû aqilê xwe bixwe, dîn û şêt bibe. Lotikvana nermik û germik da navê, da navê heta ku di devê wê re avêt der û ket nexweşxanên psîkoterapîyê. Helbet pêre pêre perên wê jî neman îcar dest bi firotina porê xwe kir. Werhasil, dibêjin Brîtney xanimê di înternetê de porê xwe daye ber firotinê û jibo çend mûyên porê xwe milyonek dolar dixwaze. Milyonek dolar kurooooo!? Ma lawo milyonek dolarên me hebin emê deh jinên wek te û ji te spehîtir bikirin dêya minê, wey! Yabo heger me bi milyonek dolar deh qemyon jin ji Kurdistanê barnekirin ji xwe em bi tiştekî nizanin, weylawo! De neyse, me jî rabû jê re nivîsand û got: "Em 99 centan bi porê te didin. Lê heq û mesrefa postê jî li ser te ye haaaa! Mesrefa postê ji porê te buhatire keçko!" Em niha li bendî bersiva wê ne. Na heger bêje "kêm e", emê jî bêjin:"Wî çaxî porê te û çend lotikên welatparêzî li ser, 1.99 cent û xelas!"
Helbestek ji Seydayê Dilmeqes
MEŞA GURAN
Sal du hezar û heft, çardehê Nîsan Faşîstan çêkirin meş û mitîngan
Sî Nîsan, li Stenbol û Çaxlayan Li Îzmîr, li meydana Gundoxan
Piştra li Manîsa û gelek deveran Her wiha dom kir, li çend bajaran
Teqawitên artêşê û nîjadperestan Meşiyan li pey partiya kemalistan
============== Nivîs û nivîskarên têkçûyî
Dildar birayê Besam-14/07/07- Meya Farqîn-Ev bûye demek nedirêj, çend (nivîskarên) nû li meydana nivîsê wêneyên xwe li rûpelên internetê belav dikin. Ji wan weye ko bi belavkirina wêneyekî ciwan û çend peyvên jihevketî merov dibe nivîskar û helbestvan, di heftiyê de bêguman divê nivîsekê biweşînin û rûpelên 99 malperan gemar bikin. Mixabin malperên me jî, bê ko li (google) bipirsin; ka ev nivîs hatiye belavkirin an na? Di cih de diweşînin, bê ko bixwînin û binasin evî kesî/ê bê ka çi gotiye.!! Li vir dixwazim bipirsim: Gelo mal û cawê baş, cawfiroş li ber kê digerîne? Herdem yê ko cawê buha bixwaze ew diçe bi dûv cawfiroş de û li sûk û dikana wî digere ta ko bi ser vedibe..!!?? Vêca em li nivîsa {nivîskarên} xwe yên caw erzan binerin û vekolin, dê bi dehan çewtî di her rûpelekî de bête dîtin.. Dawî tenê gotinekê merov dikare bibêje: Xwedê alîkariya me û vî zimanê reben bike û hew.. Heyla tu diya min bûyê!
Narîn Remo-13/07/07-Hollanda-Heyla tu diya min bûyê, heyla ez bi qurbanê! Ha wisa ha, mane ku hemû jinên kurd wek te bana yek jî nedihat kuştin. Mane ku vê carê biflite wê nozde jinên din bikuje, de tola hemû jinên kuştî jê hilîne, de di pozê wî de jî fiseke tir-tire berde, belkî pozê wî bişewite. Tu jî zanî ku kuştina jinan wisa berdewam bike jin li Kurdistanê namînin, seks namîne, anîna zarokan namîne, hemû mêr dê bibin qûnde, di 16 salan de li Sûdan û Somaliya 12500 jin nehatine kuştin bavo ! Di herdu şerên cîhanê de ewqase jin nehatin kuştin. Vêca werin û serê xwe di nav xelkê de rakin û bêjin em kurd in ! De diya minê de, tu wî bernedî haaaa. Ku jina kurd wek te li mêr, bav û birayên xwe bikira, û bê edeb, bê heya û rûşuştî bana yek jî nedihat kuştin. Ji bîra meke tu dezgeha parastina jina kurd damezirînî û bila tu serok bî, û dersa; ji mêran tir berdan, bi şêweyekî zanistî û şaristanî bidî hemû jinan. Û ez bi we re. Serkewtin Aşna xan..
Dr. Kamîran Yildirim: Divê Tirkiyê bibe mîna Mêrdînê
Gabar Çiyan-13/07/07-Hilbijartinên li Tirkiyê nêzîk dibe. Namzeten Kurd jî bi girseyî bi şêweyekî serbixwe beşdarî hilbijartinê dibin. Li Mêrdînê atmosferek guhertî heye. DTP ê di destpêkê de navê Dr. Kamîran Yildirim di lîsteya xwe de bi cî kiribû. Paşê ji Yildirim hate xwestin ku xwe bikşîne. Lê Yildirim biryara berdewambûnê da. Ew wek namzetek serbixwe tevlî hilbijartinan dibe. (Zêdetir bixwînin) =============== Omer Şerîf dibe M.M.Barzanî
Şêrzad Zebarî-12/07/07-Hewlêr- Belê, flîmê ku wê bi nave Pêşmerge ji alî Elî Bedirxanê Kurd ve bê kişandin, ket rojevê û germ bû. Li gora daxuyanîyekê, wê lotikvanê navdar Omer Şerîf di flîm de rola Melle Mistefa Barzanî bilîze û îmana dijminên Kurdan teneke bike. Wê di flîm de li ser rola Pêşmerge û jîyana M.Barzanî bê rawestandin û bi vê wesîlê wê Kurd di qada navnetewî û di bazaar sînemayê de zêdetir derkevin pêş. Werhasilî kelam, dibêjin wê flîm li Misrê û li Kurdistanê bê kişandin. Lê em hîna nizanin ka gelo wê Omer Şerîf karibe xwe di van çiyayên Kurdistanê de biparêze û xwe li ber lotikên dûpişk û marên Kurdistanê bigre yan ne. Encam çi dibe bela bibe, lê jînaya M.Barzanî dibe flîm û ev jî xezîna dîroka Kurd û Kurdistanê dewlemendtir dike. De Xwedê xêra Elî Bedirxan qebûl bike rebbî! Ha ji we re ecêbek din
Behlûl Gavan-12/07/07-Kopenhagen- Gelo kesî ji we dîtiye ku insan ji keran tirsiyabin? Ker kuro ker!? Belê, Danîmarkî ji keran ditirsin û ji ber vê tirsê jî xortên wan naxwazin bibin esker û herin Iraqê. Wele bi sere we lo! Li gora rojnameyên Danîmarkî dibêjin, dibêjin eskerên ku wê herin Iraqê ji ber tirsa keran naxwazin herin û dibêjin:”Em ji terosrîstên El Qaîde natirsin, ji kujtinê natirsin, lê ev ker? Wê lotikên van keran mejiyê me belawela bikin. JI ber vê jî çûna Iraqê li me û bavê me heram be” filan û fîstan. Îcar rayedarên eskerî jî rabûne kera bi nave “Donky” ji heywanxanê anîne nav garnîzona eskerî û eskerên xwe fêrî dostanî û siwarbûna kerê dikin. De îcar yabo hûn bi qedrê Xwedê û Pêxember kin, ji van kesên ku ji kerê ditirsin re “Ehmeq” nayê gotin hêê? Hem jî çi ehmeqqqqqqqqq!
|
Mirovê bê hêvî mirovê mirî ye
Heger kesek milkê xwe winda bike tiştekî girîng winda dike, heger şexsiyeta xwe winda bike gelek tiştan winda dike, lê heger ew kes hêviyên xwe winda bike êdî tiştekî ku winda bike yan jî bi dest bixe nemaye.(Metelokek Japonan) Wê kî bi hewara me ve bê?
Diyar Qamişlokî-19/07/07-Qamişlo-Piştî serokê Sûriyê got: "Ev pirsgirêka yên bê nifûs wê di nêzîk de bê çareserkirin. Ji ber ku li cîhanê (dinya) nexweşîya cenga Iraqê hat, Emerîka ket herêmê û Israîl di colan de ye. Piştre me karê xwe kir ku em vê meselê çareser bikin lê di sala peyde Qamişlokî rabûn dinya xerakirin. Em jî rabûn di derheqê vê yekê de rawestiyan. Lê me gelek soz dan ku em pêk bînin û emê nêzîk lê ne dûr pêk bînin. Bra hûn xweş bizanibin evê li Sûrî bê nifûs emê nifûsê bidin wan. Lê ev kesên mektûm em ne kefîlê wan e ji ber ku hinek ji wan ji Tirkiyê hatine û hinek ji wan ji Iraqê ne“ dilê me şikest. Lê em belengazên mektûm emê hewara xwe bigihînin kê da bi hewara me de bên hêê? Ji ber ku Sûrî me qebûl nake, li Iraqê şer e û Tirk jî bi pkkê ve daketiye û dibêje xwedêyo ku ez ji Kurda xelas bibim û ezê çawa hinekên nû bihewînim . Heware û sed heware!! Gelo wê kî bi hewara me ve bê? Ji ber ku ez yek ji wan kesê mektûmim û deh zarokên min jî bê nifûs hene, ez dixwazim bi riya Lotikxanê û bi riya Komîta Mafê Mirovan dengê xwe bigihînim cîhanê tevî. Dibe ku hinek xêrxwaz vê pirsgirêka min çareser bikn. De tewkelî bi Xwedê! Lawo Beşarko, hey xenzîr, ma emên mektûm ji Eyşika Ereb in exû şermota!? ------------
بهیاننامهی هاوبهشی هێزه کوردی و کوردستانییهکان له مهحکومکردنی پهلاماره تێرۆریستییهکانی سهر کهرکووک
رۆژی دووشهمه 18/07/2007 جارێکی دیکه، تێرۆریستان، قینی ڕهشی خۆیان به خهڵکی کهرکووکی ههمیشه کوردستان ڕشتهوه و له 3 پهلاماری تێرۆریستییدا، خۆێنی دهیان مرۆڤی سڤیلیان به ناڕهوا ڕشت. ئهمه چهندهمین جاره که کهرکووک بهمشێوهیه دڕندانه و توندوتیژ دهکرێته ئامانجی تاوانه تێرۆریستییهکان. ههروهک له رابردوودا ئاماژهمان پێداوه، لهگهڵ نزیکبوونهوهی کاتی دیاری کراوی جێبهجێ بوونی مادهی 140 دهستوری ههمیشیهیی دهوڵهتی عێراقی فیدراڵ، تێرۆریستان بۆ لهمپهر دانان له رێی جێبهجێ کرانی ئهم ماده دهستوورییه، زیاتر کهوتوونهته خۆ و زیاتر پهره به تاوان و جینایهتهکانیان دهدهن.ی
Edene dagîr bû ma Enqere
Ehmed Kurdî-18/07/07-Edene- Belê, hûn zanin, bajarê Edenê bi kebaba xwe “Adana Kebab” meşhûr e. Adana kebab çiye hûn zanin? Hûrgoşt û hinek quzilqurtê tevlihev bikin aha ji we re Adana kebab! Werhasil, li bajarê Edenê 267 dikanên kebabfiroşîyê hene. Wey li wî ku çend piçik goşt têxe şîşikekê û bifroşe. Îcar Kurdên me jî ji zûde hatine bajarê Edenê (ku di eslê xwe de Edene di nav nexşeya Kurdistanê de ye û piranîya Kurdên li vir jî Mêrdînî ne) û ji xwe re kirine mesken. Berê digotin “Edene ciyê feqîr û fiqara ye”. Herkes li gora xwe têde debara jîyana xwe dike. Werhasil, niha Kurd di vî bajarî de ewqasî xurt bûne ku, ji wan 267 dikanên kebabê 177ê wan xistine destê xwe. Bi ser de jî serokatîya Odeya Kebabçîyên Edenê jî xistine destê xwe û yekî Mêrdînî jî kirine muxtarê kebabfiroşan. Îcar me ji kebabfiroş Ehmedê Zikmezin pirsî:”Kuro lawo we Mêrdînîyan bajar xistiye destê xwe, ev xêr e Edne kebab û Edene kebab? Ma hûn ji vê quzilqurtê têr nabin bavo?” Ehmedê Zikmezin zikê xwe firkand û got: “Kuro ma xeşîmên wek te çi ji meselê fêhm dikin. Kuro lawo, me nerî siyasetmedarên me ji me xeşîmtirin û tu gûyekî bi ser tiştekî naxin, de me jî got emê dest bi siyaseta aborîyê bikin û bi rêya aborîyê Tirkiyê têxin destê xwe. Werhasil, me bi Adana Kebabê destpêkir û me Bajarê Edenê zevt kir. Niha me berê xwe daye Enqerê. Heger me Enqere Kebab jî xist destê xwe, ji xwe dewleta Tirko têk diçe û emê bê xwînrijandin Kurdistanê ava bikin. Çima ma OYAK ne bi vî awayî başûrê Kurdistanê dagîr dike qurban? Ma em Mêrdînî ji OYAKê kêmtirin? Bi telaq emê şîşên Mêrdînê têxin Tirkan heta di qûna wan re bavêje der, weyy!” filan û fîstan. De Xwedê alîkarê Mêrdînîyan be rebbî! Fîşekên wan xelas bûn
Tacdîn Baran-18/07/07-Berlîn- Civaka Elman her ku diçe yextîyartir dibe û hejmara xort û ciwanan kêmtir dibe. Li gora lêkolînekê halîhazir ji sedî 37ê civaka Elman di ser 50 salî re ne. Li gora lêkolîna ku ji alîyê dewletê ve hatiye çêkirin, dixuye ku wê hetanî sala 2035an ji sedî 50 ji civaka Elman di ser 50 salîyan re be û ev jî jibo Elmanan xeterek mezin e. Jibo rêlibergirtina vê xeterê jî hikûmet ketiye helakê û ha ha dixwaze plan û projeyên çareserîyê têxin jîyanê.Li vajayî Elmanan, her ku diçe hejmara biyanîyan zêdetir dibe û biyanî ji Elmanan zêdetir lotikan davêjin û zarokan tînin. Bi taybet Tirk (heyf û mixabin ku piranîya Kurdên me yên Elmanya jî ferqa wan û Tirkan ji hev nemaye, mejiyê wan bûye ê Tirkan û zarokên wan bi zimanê Tirkî didin zîtirkan) di vî warî de xwedî plan û projeyên pêşerojê ne û bi zêdebûna nifûsa xwe dixwazin di civaka Elman de bibin xwedî erk û desthilatdar. Lê Kurdên me?Kurdên me jî ji zimandirêjî, fesadî, hesûdî, xulamtî, fisekî û ji pîskirina hevdu pêve tu armancek wan tuneye û jibo pêşerojê bê plan û proje ne.Werhasil, dewleta Elman niha dixwaze plan û projeyên nuh têxe jîyanê da ku civaka Elman zêdetir zarokan çêkin û nifûsa xort û ciwanan zêdetir bibe. Îcar Kurdino, malxerabno, agir bi mala we ketino, hûn çima bê plan û projeyên pêşerojê ne hii? Hûn çima wek Tirkên bêbav hesabê pêşeroja xwe û zarokên xwe nakin law? Ma divê Lotikxane tim û tim bi mîkutan li nav serê we xe heta ku hûn biaqil bibin? Hella helaaaa ya siphan ella!Dengê zîtirkên wan di felekê re derdikeve
Rozê-17/07/07-London- Dibe we berê xwendibe. Kurê Ûsama Bîn Ladîn Omer Bîn Ladîn, bi jinek Ingilîz a 51 salî re zewicî û mala xwe bir mîratê. Jinika Ingilîz Jane Bin Ladîn heta niha şeş carî zewicîye, yek girtiye û yek berdaye. Li gora rojnama News of the World dibêje, Jane Bin Ladîn berê jina yekî serokê çeteyên motorsîkletê bûye û laşê wê seranser deqandîye. Werhasil, em bên ser mijara xwe. Rojname behsa seks û lotikavêtina Omer Bin Ladîn û jina wî Jane dike, dibêje û dibilîne. Li gora rojnamê, cîranên wan gazindan ji qîjewîj, axûox û ji dengê tir û sifên wan dikin û dibêjin:”Bavo me lotikên ecêb dîtin lê ne bi vê ecêbê wey, wîî! Em nema karin ji qarewara wan razên. Her serê seetê wê Jane û Omer wek hesp û mehîna bi fahl bikin firefir û bihîrin. Hingî di dema seksê de dikin qarewar, qîjewîj û hawar, psîkolojîya me cîranan xerabûye” filan û bêvan. Werhasilî kelam, Jane xwedî tecrûbe û serpêhatî ye. Dibêje:”Omerkê min hê di seksê de xeşîm e, nezan e û ecêbên kesanedî bi serê wî nehatiye. Ji ber vê jî, go Xwedê bê erê, ezê bihêlim ku qiraseyekî zilaman ji Omerkê min derkeve”. Erêêêê, erêêêê....Bavê wî Ûsama Bîn Ladîn niha di qul û kewaran de xwe vedişêre, belkî ker jî bi dest nakevin, lê kurê wî Omer jî ji paş û pêş de lotikan li 51 salîyan dixe û cîranan bi zirezira xwe aciz dike. Wey dinyayê weyyyyyy!
Yek naxwaze wek ê din be
Çang Çîng Çong-16/07/07-Moxolîstan- Dibêjin mirovê herî dirêj û ê herî kin (kurt) herdu jî ji Moxolîstanê ne û rojekê hatine ba hev. Gava Zilamê herî dirêj Bao Xîshûn (2 metro û 36 santîm e) û zilamê herî kin He Pîngpîng (73 santîm e) hatine cem hev, xelk li rewşa herduwan mane ecêbmayî û nema zanîbûn ne bikenin û ne bigrîn. Werhasil, me bi awayekî xwe gihand wan û me ji Bao pirsî: Kuro dirêjo, me gelo tu qet difikiri ku wek He kurt bi? Bao fikirî û got:”Na baba na, ez naxwazim wek wî kin û biçûk bim. Gava ez wek wî biçûk bim wê xelk li min xe û herkes bela xwe li min bide. Ez nina dirêj im û herkes ji min ditirse. Dirêjî ji kinbûnê çêtire” filan û bêvan. Îcar me ji He Pîngpîng pirsî: Kuro kiniko, ma tu dixwazi wek bao dirêj bi? Ewî got: “Na baba na, ez naxwazim wek wî dirêj bim. Ma we nebihîstiye ku dibêjin kesên dirêj ehmeq in hê? Heger ez wek wî dirêj bim, ezê nikaribim xwe daqûl bikim û rahijim tiştekî. Ezê nikaribim bazdim, ezê nikaribim xwe veşêrim. Niha ez li gor dilê xwe lotikan davêjim” filan û fîstan. Werhasil, a baş ne kin û ne dirêj. Ne şor û ne kelê. Ne sar û ne germ. Hema bejna 1.70-1.80 maqûle û hew! Ma xulamê berêz ne şagirtê te bû efendî?
Mahmûdê Rîhdirêj-16/07/07-Konya- Dibêjin kurmê şîrî heta pîrî ye. Necmettîn Erbakanê ku tir têde nemaye û nema kare xwe li ser limgan bigre, radibe lotikan davêje û dixwaze dîsa siyasetê bike. Necmettîn Erbakanê ku di dema xwe de bi milyonan perê xelkê xwarin, radibe ji serokwezîr Erdogan re dibêje:”Bi vê hikûmetê teror zêdetir dibe û kêmtir nabe. Tê destekê nedi çandinîyê, tê goştê berêz bifroşi, de wir de here xulamê berêz!” û lotikek li Recebo xist. Îcar dibêjin dadgehê jî bi qerpika stuyê Erbakan girtiye û gotiye:”Ka were hesabê berêz bide lan” û doz lê vekiriye. Werhasil, ê lawo Erbakan! Ma Recebo ne şagirtê te bû kurê min? Ma go şagirtê yekî xulamê berêz be, gelo mamostê wî çiye hii? Beraz kurê berêz!!!!!!! Bi kêrî pênc qirûşê xerabe nayê
A.A.Dîlan-15/07/07-Enqere- Dibêjin li gora lêkolînekê ji sedî 75ê Tirkan dixwazin serekkomarê xwe bi xwe hilbijêrin. Di lêkolînê de derketiye holê ku serokkomarê niha Ahmet Necdet Sezer bi kêrî pênc qirûşan nayê û hêka wî xerabeye. Di lêkolînê de ji sedî 57 kesan dibêjin:”Ehmedo di şûna ku çavdêrîya kiryarên hikûmetê bike, ew xebatên hikûmetê asteng dike û rê li ber digre. Ji sedî 99 xulamtîya serekerkanîya artêşa Tirk dike û potîna eskeran dalêse” filan û bêvan. Wekî din di warê hiqûq û dadmendîyê ve jî derketiye holê ku hiqûqa li Tirkiyê alîgirê eskeran e, bêedaletîyê dike û hiqûqnasên ku di serokatîya dezgehên hiqûqê de rolê dilîzin hemi qûnek, tirek û fisek in. Werhasilî kelam, milletê Tirk bi xwe jî zane bê mesele çiye û ne çiye, lê Xwedê bela xwe bide wan, ew jî bûne wek pezê guraxwarî û newêrin tiliya xwe di kunmoza artêşê de rakin. De Xwedê agir bi mala wan xe rebbî! Mîllî Kerxanecîler Dernegî
Zinar Qelemşûr-14/07/07-Stenbol- Komela Tekoşîna Netewî (Mîllî Mucadele Dernegî) di belavok û daxuyanîyên xwe de lotikên segbavî davêjin Kurdan û zimandirêjîyê dikin. Di daxuyanî û xwepêşandinên xwe de dibêjin ku,”Divê em rojek berî rojekê lingê partîya AKP bişkînin. Piştre jî divê em ray û dengê xwe nedin partîyên Kurd-Îslamî ên wek AKP,DP,BBP,SP û DTP. Ev tev partîyên Kurd in, îslamî û faşîst in” filan û jehr û ziqûm. De îcar binerin kuro, AKP, DP, BBP, SP lawo!? Kuro lawo hey kerê me di guhanê dêya we gaya, ma ev partî ji ku partîyê Kurdan in hêê? Jinqehpekî mîna Mehmet Agar kengî Kurdayetî kiriye? Kasimpaşalî Recebo kengî Kurdayetî kiriye? Kûçikê Muhsîn Yazicioglû kengî Kurdayetî kiriye? Recaî Kutanê ku bi eslê xwe Kurd e û kutaye nizanim çiyê xwe, kengî Kurdayetî kiriye? De ka bêjin haaaaaa, me di we kirino Mîllî Kerxanecîler Dernegî! Ciwan Postê xwe xist me û em xistin xwe kuro, waweylêê!
Ciwan Post.com-14/07/07-Lotikvanên birêz, gelî xuşk û birayên lotikvan; Ji bo lotikên ku hûn di cîhana kurdewariyê de diavêjin bila xwedê saet û qewetê bi we de. Em dibêjin saeta we xweş û destên we êşê nebînin rebî! Em weke malpera www.ciwan-post.com hîna nû ne û xwe hewceyî lotikên we dibînin. Em hêvî dikin ku hûn lotikekê ji bo me jî biavêjin. Eger derfet hebe hûn a me di a xwe kin. Pardon, ango malpera me bidin nasîn wê baş be. Lewra me di malpera xwe de di quncikê tarî de ji bo xwendevanên xwe bi navê ``Qûna Tazî Çi Dixwaz î`` pêşbirkek daye destpêkirin û her bersifa rast ku bigihîje me emê diyariyan bidin xwendevanên xwe. Diyariyên me jî; lotik û motikin! De hûn saxbin. Eger hûn bikin û nekin bila mala we ava be ku we em tev fêrî lotikan kirin. Evarî li lotikxanê dibim mêvan. Eger hûn neweşînin bila pegala we belabe û xwedê mala we biviritîne. Hûn zanin çima lo. Ji ber ku em ji mala ``Zoro ne``. Ma hûn mala zoro nasnakin lo..... ========= De yabo madem hûn ji mala Zoro ne, em dilê we nahêlin. Emê malpera we têxin a xwe û hûn jî malpera me têxin a xwe û tev ket û tev rabû, tevdîrrrrr! Lotikxane... Gur û mîh bi hevre diçêrin kuro!
Cembelîyê Botî-13/07/07-Colemêrg- Hûn namînin li vê ecêbê, îcar wê dinya serûbinê hev bibe ellawekîl! Digotin zemanek bê wê gur û mîh bi hevre biçêrin me bawer nedikir kuro. Dibêjin li Heskîfê MHP û DTPî bi hevre çay û qehwê vedixwin û di lokalên hilbijartinê de serdana hev jî dikin. Ji xwe dibêjin lotikvan Ferhat Tûnç jî serdana MHP a faşîst kiriye û ji wan re serketin xwestiye. Îcar MHP haaa!? MHP a ku berî 1980î nikarîbû gava xwe bavêje Kurdistanê, îro di bajarên Kurdistanê de lotik û cirîdan davêje û dijminatîya Kurdan dike. Lê Kurd jî ewqasî demokrat bûne ku xwelîyê li serê xwe dikin û nabêjin KIPPPPP! Dibêjin namzeta serbixwe a DTP Ayla Akat Ata gotiye:“Bi Xwedê û Pêxember tu pirsgirêka me bi MHP re tuneye“ û kêfxweşîya xwe anîye zimên. Serokê MHP ê şaxê Heshîfê Huseyîn Haşer jî gotiye:“Navbera me û partîyên bajêr pir xweş e. Ji xwe em û DTP bûne wek xwişk û bra. Hetta çay û qehwa me jî ew tînin, serwîsek baş ji me re dikin“ filan û quzilqurt. Erêêêêê, erêêêêê….Bi namûs êdî namûs di pozê me Kurdên bakur de nemaye û hûn sax! Bila MHP înkara gelê Kurd bike, wek dijmin li me binere, û bila partîyên qaşo li ser navê Kurdan lotikan davêjin jî ji wan re serwîsa çay û qehwê bikin. Wey xwelî li serê me be û hew…… Li şûna şêra dixwînin kundên serê şikêra
Pîrkemal-12/07/07- Erê dinyayêêêê.....Bav û kalên me dibêjin:”Ji dê û bava dikevin hemi hawa”. Îcar ev jî serpêhatîya me û PDK-B ye. PDKT berî 42 salan, di 11 /07/1965an de li Amedê hat damezirandin û gellek rêvebir û alîgirên wê bi destê dewleta xwînmij hatin qetilkirin. Bi minasebeta salvegera 42 salîya wê, me xwest em bibîr bînin ku can û giyanê serokên mîna Av.Faîk Bûcak û Saît Elçî di gorê de dijene. Van lehengên ku di demek herî dijwar de canê xwe kirin qurbana xebata welatê xwe, îro hîna jî li bendî ne ku bermayîyên wan heyfa wan li erdê nehêlin. Lê mixabin, girgirekên vê partîya kevnare, dev ji tolhildana wan berdin, bi pûçkirina partîya xwe ve daketine, axê tavêjin ser gora wan şehîdan û yekcar wan di kûranîya dîrokê de vedişêrin. Li şûna ku hemi xebata xwe bidin xurtkirina partîyê û ruhê şehîdên xwe şad bikin, bi pirsgirêk, berjewendî û nakokîyên şexsî partîya xwe ji çap dixin û kêfa xêrnexwazan li xwe tînin. Werhasilî kelam, mebesta me ne ew e ku em rabin bêhurmetîyê li himber xebatkarên vê partîyê bikin. Lê me xwest tenê di bîranîna 42. salvegera vê partîya welatparêz de derzî û şûjinekê di alîgir û dilxwazên vê partîyê de rakin û bêjin ku,”Ne gundê bê rez, ne şivanê bê pez, û ne jî kesê ku dibêje ez û ez, hersê jî bi kêrî tiştekî nayên brê min!. Destên xwe bidin hev û dev ji lotikên teqlo-meqlo berdin” qardeşim! De bela rehma Xwedê li hemi şehîdên Kurd û Kurdistanê be rebbî! Bacanên sor bixwin û nemrin
Leyla Barîn-12/07/07-Ji nav bexçê bacanan- Yabo ne em nema zanin bê çi navî li vê bêxwedîka bacanê bikin. Hinek dibêjin “bacanên sor”, hinek dibêjin “firingî”, hinek dibêjin “sorik”, hinek dibêjin “sor girover”, hinek dibêjin “gulolik” û hinek jî dibêjin “hêka qazê”.Werhasil, li gora lêkolînekê derketiye holê ku bacanên sor dermanê penceşêrê û nemirinê ye. Mirovê ku zêde bacanên sor bixwin, zû bi zû yextîyar nabin, li ser kemla xwe dimînin û hetta namrin jî. Kesên ku bimrin jî bizanibin ku bacanên xerabe xwarine. Dîroka bacanên sor dîrokek dûdirêj e. Ne tê gotin û ne jî dawîya wê tê. A baş emê dev ji dîrok û serpêhatîya bacanê berdin û bên ser fêde û xêrên wê.Meselen dibêjin: Bacanên sor rê li ber kanserê digre û çawa ku Georg Bûşh Seddam Hisên di qulikekê de girt, bacan jî rê li ber vîrûsên kanserê digre û wan vîrûsan hepis dike. Wekî din dibêjin: Bacanên sor zewq û şehweta seks û lotikan zêdetir dike, çerm û cildê meriv wek sabûna şînokê şahîk, nermik û germik dike, û hetta meriv wek golikê nav garanê har û dîn dike.Werhasilî kelam, fêdeyên bacanê nayên hejmartin. Heger hûn naxwazin bimrin û 1500 salî bijîn, xwe ji xwarina bacanan kêm nehêlin. Na heger hûn dixwazin zû bimrin, wî çaxî fasûlîyan bixwin. De îcar hûn zanin!LI STENBOLÊ OTONOMIYA KURDAN
Orhun Kerdiz - 12/07/ 07-Stenbol Îro Navenda Lotikxanê daye xuyakirin ku KURD û TIRK li ser dabeşkirina nexşeya Tirkiyê li hev hatine. Bi vî hawayî Kurdên li Kurdistanê digîjin mafê xwe û Tirkên Mogolistanê jî li Mermeristanê digîjin mafê xwe. Lê em Kurdên li Stenbolê li dora 11-12 milyonî hene, bê maf mane, em li virê dewletek serbixwe naxwazin, lê em otonomiya xwe dixwazin. Hêvidar im ku LOTIKXANE ne bi lotikwarî lê belê bi lotikvanî dengê me bigehîne Yekîtiya Neteweyên Yekbûyî, qene gava lihevhatina Tirk û Kurdan hemze kir, bila xalekê têxe bin dûvê Tirkan da OTONOMIYA KURDAN LI STENBOLÈ bête bicîhkirin. Xwedê wekîl e û Pêxember jî şahid e, eger otonomiya me neyê qebûl û erêkirin, emê dest bi berxwedan û şerê lotikwarî bikin. Va ye gotin ji me û erêkirin ji we, êdî hûn dikin nakin hûn dizanin...
Dîsa dem tv dîsa Şivan Perwer!
Ednan Stêr-12/07/07-Batman-Gelî xwendevanên lotikvan;ma nayê bîra we! me rojek Dem tv rexne kiribû,ji bo ku wextê klîpa klama Helepçe de cihê ku Şivan Perwer dibê „Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin,agir li serê me Kurdan dibarînin“,dengekî ji kerê Bismilê xeraptir dixistin ser û ewder asteng dikirin.Û me gotibû gerek Şivan Perwerê me ji sedema pêlîztina dengê wî wan bide mehkemê ellahwekîl. |