|
Kurdistan mala her Kurdekî ye, mafê tukesî nîne hesûdîyê li himber endamên wê malê bike. Ger hûn zanibin kesek kare di wê malê de karekî bike, dev jê berdin bila bike. Qadî Mihemmed |
|
|
|
Magazîn, henek, gilî û gazin |
|
Têkilî / Konto Çapemenî Tenduristî Muzîk /Vîdeo Wêje / Dîrok Teknolojî Mode / Bedewî Arşîv |
|
Bêwar Brahîm Li nav dilopên hêsrên mirinê |
Xecê Omerî Hêvî dijîne
|
Gabar Çiyan Hogir û Tûglûk
|
Faris Beg Kurd û Mûsa pêxember |
Sîmûrg Hey lo dilo!
|
Adil Dûran Rovî û Romî
|
Bavê Ronahî Ereqa min nîne
|
Lezgîn Şêxo Dinya ji kera re nemaye |
Lokman Polat Ala xwînî
|
Konê Reş Ji şîretên Celadet. Bedirxan |
Î.X.Sirûcî Xizanî û Nezanî |
|
29 / 07 / 2007 |
Çewalekî dagrin û bişînin Lotikxanê....
Bengîn Elegez-29/07/07-Moskowa- Li gora rojnama Lîberal Îzvestîya Nû dibêje, jinên Rûs xwe naecebînin û ji xweşkbûna xwe gazindan dikin. Jinên Rûs yek ji wan jinên herî bedew ên dinyayê tên hesêb. Ji xwe Kurdên ku ji Kurdistanê jibo xwendinê hatine Rûsyê, baş zanin bê jinên Rûs çi yeman in û lotikên wan çi xweş û lezîz in. Lê rojname di manşeta xwe de dibêje:“Jinên Rûs xwe naecibînin û gellek ji wan çend qirûşan didin ser hev da ku xwe pê emelîyata estetîk bikin û pê xweşiktir bibin“ filan û bêvan. Werhasil, li gora îstatîstîkekê, jinên ku herî zêde derman û makyajê bikartînin jinên Brezîlî, Îspanî û Rûs in. Dibêjin jinên hersê welatan ji %50 dermanên dinyayê bikartînin. Werhasilî kelam, me ji rojnama Lîberal Îzveztîya Nû re emaîlek şand û got: “Ji kerema xwe, jinên ku xwe naecibînin têxin çewalekî û bişînin Lotikxanê. Xortên me yên azib û lotikvan pir in, ji wan re xweşikbûn meşikbûn ne lazime. Belkî hema bi xêra we bi miradê xwe şa bibin û ji badana boqê simbêlan xelas bibin“. De ma Xwedê…Heger çewalek Nataşayên Rûs ji me re hatin, ji xwe Xwedê bi elba mezin da me û hew! -------------------------------- Agir bi mala virekan keve erê wele!
Bozo-28/07/07-Oslo- Ê lawo ma derew bi heq in? Naaa! Heçê radibe ser xwe derewekê ji xwe re dike û xwe dixe rojevê. Meselen Banûya Norwêçê Martha Loûîse. Martha xanim radibe dibêje:"Ez bi melekên Xwedê re diaxivim û navbera me pir xweş e. Min ev têkilî di dema ku min hesp xwedîdikirin de bi wan re danî. Min heta niha ev sirra xwe vedişart, lê ezê ji niha û şûnde dibistanekê vekim û şagirtên xwe hîn bikim bê ka meriv çawa têkilîyê bi melekên Xwedê re datîne" filan û fîstan. Yahewlelwela quwetillebillehilezîm! Keçê lawo, tu bi melekên Xwedê re diaxivî, em Lotikxanecî jî bi cin û pîrebokan re diaxivin! De ka îcar bû çi hêê? Ma tu tenê kari derewan biki porkurê? Hema bi namûs em bi Ezraîl, Cebraîl, Mîkaîl û Esrafîl re jî diaxivin, wîî! Hem jî em bi hevre eraq û wîskîyê jî vedixwin, ihii! De ka em binerin bê kî zêdetir kare derewan bike, de! Derew belaşin, bajoooooooo! ___________
Helbestek ji Seydayê Dilmeqes
XAP Bi ol û dîn me kirin gêj û serxweş Wan girt ji dest me gulistana xweş Dane me horî û cineta nexwûyayî Girtin ji me war û bihûşta xwiyayî Serxweş û gêj nakin bazarek wiha Dîn jî nakin dan û sitendineke wiha Me hîştin bê zar û ziman, bê çand Dizîn xewn û xiyalên me yên azad Şêx û axa bibûn simsarê osmaniyan Di pey ra bûne simsarên kemalîstan ____________ Dêya 2 zaroka ye lê malxerabê wek masîyê gola Wanê ye
Tacdîn Baran-27/07/07-Elmanya- Lotikvan û modela Elman Claûdîa Schîffer dêya du zaroka ye, lê laşê wê wek masîyê gola Wanê şahîk û bêqisûr e. Her çiqasî me destê xwe di ser re nebiribe jî, lê li gora çapemenîya Elman dibêje, sirr û dermanê ku bikartîne nayê zanîn û Claûdîa ji kesî re nabêje. Werhasil, me xwe bi awayekî gihand wê û jê re got:"Keçê porkurê kezîkurê, tu çima sira bedewî û şahîkbûna laşê xwe nabêji? Wele em ji ber qelewbûn û jihevdeketina laşê jinên xwe mane halekî heyirî bavo! De ka wî dermanî bêje ku em Kurd jî jinên xwe bikin wek te keçko, wîî!" Xanimê dûvê xwe li ba kir û got:"De wê de here lo, sêwlekê heram! Ma go min sirra xwe got ezê çilo lotikan bavêjim hêê? Ma ne ez bi xêra vî laşê masîyane gezik nan dixwim qûneko, waweylê" û telefon di ser ruyê me de girt. Werhasilî kelam, xanimê lotikek li me xist û em li ber xwe ketin. Lê me heyfa xwe jê hilanî. Me mişkê Lotikxanê şand mala wê û mişkê me xanîyê wê ser û binê hev kir. Piştî serûbinkirinê mişkê me dermanê wê peyde kir û anî. Hûn zanin bê Claûdîa bi çi xweşik û şahîk dibe gelî xwendevanan? Bi şorba nîskê û fasûlîyên hişk! Wile loo, wîî! Me ehmeqî dît lê ne bi vê ecêbê bavo !
Sebra dila -27/078/07-Swîsre- Di bextê malpera kurdistan-timse de, dibêjin dadgeha Engilîstanê biryara kujtina golikê bi navê şampo daye û ev biryar hiştiye ku Hindosî rabin ser tapana. Dibêjin: „Hahoooo, hûnê cawa xwedanê me bikujin, ma em xwedanê we dikujin?“ û wek heqaretek mezin ji bo baweriya xwe ya olî dîtine.. Golik law! De were safî bike, ê me bi hezaran mirovên me tên kujtin û gundên me tên şewitandin, em ranabin ser piyan û xweliyê li serê xwe nakin. Dibêjin kujtina vî golikê ku bi nexweşiya pîs ketiye, wê siyaseta Birîtanyayê li bin guhê hev bixîne û olperestên vî golikî zêdeyî milyarek insan hene. Ji maqûlan bigre hetanî bi serokên dewleta hindê Mihatma Gandî. Ma van ihmeqana ji xwe re nabêjin ma ku xwedan ba wê çawa nexweş biketa! Qey dawiya dunyê hatiye bavo… http://www.kurdistan-times.org/wesima_articles/hitochditt-20070725-28064.html ____________ Lotikek nermik û germik
Çawîşê Lotikxanê- 26/07/07- Dibêjin tayîna serbaza Tirk Songul Yakût derketiye Amedê û ewê bibe şahînşaha Mehmetçîkên qûnbicilikên herêmê. Xuyaye ev jî “rest” a serekerkanîya artêşa Tirk e. Dibêjin Yaşar Buyukanit li ser tenûrek ji ên Enqerê gotiye:”Me heta niha generalên qirase dişandin Diyarbekrê, êdî bes e, emê jinekê bişînin ku Diyarbekrî pê medenî bibin û dev ji lotik û pehînên terorîstî berdin” filan û bêvan. Werhasil, ka go çend xortên Amedî Songul xanim di kolanek ji ên Baxlarê de bigirtana û çend tir û fis jê berdana wê çi xweş ba, ax digîîîîîî! Lê yabo bratîya Kurd û Virq hestên Kurdewarîyê bi xortên me re nehiştiye kî! Ma go MHP û DTP di dîlanekê de govendê bigrin, wê rebenê xortên me çi xwelîyê li serê xwe bikin brê min, wîî! Neyse canim, xortino, heger rojek ji rojan we Songul Yakût xanim di kuçe û kolanekê de girt,çewalekî têxin serê wê û wê bişînin Lotikxanê. Bi telaq emê heyfa we li erdê nehêlin! De qurban deeee! ======== Hilbijartin û melkesa Erdogan! Farûqê Devliken-26/07/07-Mêrdîn-Hilbijartin bi dawî bû. Tayîp Erdogan biserket! Deniz Baykal pê girt! Dewlet Bahçelî bi xwe xweş anî! DTP, yanî Ahmed Netirk û hevalên xwe jî bayek ji ber serên xwe berdan! A baş ew e ku ji bin xwe bernedan gidî! Ma ku ji bin xwe berdabana me yê çi xwelîya tifika li serên xwe kira kuro! Û tew Mehmet Agar, xwedîyê hezar operasyona bû qeşmerê civakê û qûn li lawê Hecî Şakirê Xatê operator textor Mahmût Dûyan qetand û wî bir li paş kerê sekinand. Hîna hilbijartin bi encam nebûbû tereso terikê xwe di ber de jêkir, fîstanêkî melkezêt kişand ser bedena xwe û çû pîyê xwe da pîyê Fatîh Urek, Arto, Kûşûm Aydin û Bulent Ersoyê. Lê ez nizanim simbêlê xwe da ber gwîzanê yan na? (Bixwînin û bifetiqin)
=========== Jinên Tirk fantazok in
Tecawizcî Coşqûn-25/07/07-Beyoglû- Dibêjin li gora ankêta Instîtuya Tip a Zayendî, derketiye holê ku jinên Tirk ji mêrên wan zêdetir fantazok in û fantazîyên wan pir xurt in. Dibêjin di anketê de derketiye holê ku gava jinên Tirk lotikan li xwe dixin, zilamekî din tînin ber çavê xwe. Zilamekî ji mêrê wan bedewtir, qirasetir û lotikxurttir. Li gora anketê, zilamên Tirk jî gava dikevin nava nivînê û dest bi lîztina fûtbolê dikin, jin û mankenên navdar ên wek Angelîna Jolîe, Salma Hayek û Adrîana Lîma tînin ber çavê xwe û dibê “Bismîllah” û bazdidin ser jinên xwe. Werhasil, nivîsên hindik û rindik xweş in. Emê meqesekî li nivîsa xwe xin û bêjin: Jinên Tirk ji qiraseyên mezin û zilamên wan jî ji bacan û petatên nîvkîloyî hez dikin. Îcar em nizanin gelo jin û mêrên me Kurdan fantazîyên çawa dikin? Ez dibêjim ji xwe jin û mêrên me di nava pênc dedîqan de xwe nerm û germ dikin û wextê nabînin ku fantazîyan bikin, we go çi!? Kuro ma Kurd û fantazî, wîî??
============
================= Çarîya jina xwe li serê xwe pêça û di hindur de ma asê
Polat Erdem-23/07/07-Izmîr- Belê, partîya Atavirqo û a artêşê CHP di vê hilbijartinê de xeyalşikestî bû û bi serê xwe nebû desthilatdar. Bi ser de deng û endam windakirin û serî li tehtê ket. Yanî, CHP û serokê wê Denîz Baykalê xwînheram bilind firyan lê nizm ketin. Îcar ji şerm û fedîya qûna xwe Denîzko ketiye hindur û ji mala xwe dernakeve. Nema wêre li ruyê endamên xwe binere. Qûneko hingî derew û virt û zirtên xwe kirin, pêre derneket serî û di encamê de ji kerê de ket. A herî baş ew bû ku Denîz Baykal li Kurdistanê zêde ray nestendin û Kurdên me ew bêbavê heram baş nas kir. Werhasil, serokê DTP Ahmet Turk di axavtinek xwe de got ku,”Piçek namûs di pozê Mehmet Agar de hebû û îstîfa kir. Heger Denîzko jî bi xîret be, ewê jî îstîfa bike” filan û bêvan. Kuro lawo ma Denîz Baykal û xîret û namûs? De hema li serokê wî Mistoyê Kor binerin û biryara xwe bidin. Ma kesên ku torin û nevîyên Selanîklî Mistoyê Kor bin, namûs û xîret bi wan re çêdibe brê min? Naaaaaaa! Bibe bibe kerxanecîtî çêdibe ellahwekîl! Îcar dinya serûbinê hev nebe başe
Zinar Qelemşûr-23/07/07-Stenbol- Wek hûn zanin MHP partîyek faşîst e û dîn dijminê Kurda ye. Jê bê wê Kurdan di dilopek av de bifetisîne. Werhasil, piştî ku encama hilbijartinê eşkere bû, seroka DTP Aysel Tûglûk xanim rabû bersiva pirsekê da û got:”Emê di meclîsê de tu teşqelan ji kesî re dernexin û şerê kesî nekin. Emê yekîtîxwaz bin” filan û bêvan. Piştre cîhgirê MHPa faşîst Cîhan Paçaci jî rabû bi heman zimanî axivî û got:”Emê bi endamên DTP re şer nekin û wan nedin ber lotikan. Emê yekîtîxwaz bin” filan û bêvan. Erê kuro, îcar ma ev ne elametên qiyametê ne gelo? DTP dibêje emê yekîtîxwaz bin û MHP dibêje emê yekîtîxwaz bin. Ez dibê dawîya dinyayê hatiye, hûn dibê çi? Ê tabî canim, madem hûnê li ser namûs û şerefa xwe heman sûndê bixwin û soza yekîtîya axa Tirkiyê bidin hev, hûnê çima şerê hev bikin qardeşim, wey! De ser xêrê be yabo, ser xêrê be rebbî! Ma çi ji şer û pevçûnê derdikeve? Hêççççç!.....
Bi xwe diçirîne û bi xwe didrû
Rojda Aydin-22/07/07-Stenbol- Yabo me lotikvanên xelkê dîtin lê wek zîtirkvanên Tirkan nedîtin bavo. Ha ji we re Tûgba Ekîncî! Tûgba Ekîncî hewqasî pesnê xwe dide ku tu dibê qey Fatima Muxribî ye. Ji dil wê ye ku dinya û alem li wê dinerin û jin û mêr tev dixwazin bi wê re têkevin nava nivînê. Ekîncî dibêje ku, “Li Tirkiyê jin wek min tunene. Herkes li dû min e. Heçê çav li min dikeve doxîn jê dişemite û av pê dikeve. Ji xwe jin ji mêran zêdetir li min germ dibin û wek tenûrê disincirin. Hûn bêjin çav çav, hûn bêjin memik memik, hûn bêjin kelef ji xwe ji ê çêlekekê mezintirin. Ma hîna hûn çi dixwazin? Ez kîjan zilamî bixwazim karim di nava deqîqayekê de bavêjim nav nivîna xwe “ filan û fîstan- Erê lo, Tûgba Ekîncîya ku xwe bi xwe govendê digre, xwe di ser jinan re digre û dibêje:”Ez tirê ji zilaman berdidim- Çi zilamê go min dibîne dike “offff offff”, keserekê dikşîne û derpî dişemitîne kabokê”. Werhasil, ne bi gotin û vir û derewa ye xanimê. De ka were nav garana Lotikxanê, wî çaxî emê zanibin bê qumaşê te çend qirûş dike haaa! Ma bê ceribandin kes pesnê te dide? De were zûûû! Heta bi jinên wan jî kerxanecî ne
Dilcan Îzol-21/07/07-Antalya- Dev ji zilamên Tirkan berdin, îcar jinên wan destavêtin bazirganîya zinêkarî û kerxanecîtîyê. Tirka ku bi navê “Cennet Ana” tê nasîn, dîsa di ser zinêkarîyê de hat girtin û lotikek lê ket. Cennet ana jinên bîyanî (Jinên ku ji welatên wek Rûsya, Romanya, Bulgarîstanê tên Antalyê) bi darê zorê di mala xwe de hepis dikirin û ew difrotin zilaman. Piştî ku Aîzat Mamyrbaêvaya Kirgiz bi awayekî xelas dibe û lê mikur tê, Cennet ana tê girtin û qirasek dikeve wê. Werhasil, hay ji xwe û Tirkan hebin eman eman. Bi serê Şêx Evdilqadirê Geylanî kim, hema go we pişta xwe da yekî/yeka Tirk, bizanibin ku doxîna we şemitîye û yek di ser we deye û xelas! Bawerî bi wan nayê kuroooo, wîî! Erêêê, erêêê! Ev li pêşîya me teva ye
Raca Xan-21/07/07-Hindistan- Dinya lê ne hêjaye. De we re zarokan çêke, mezin bike, bi qurban û heyran be, û bela piştre ew zarok te bavêjin ser sergo û kolanên xelkê. Ma îcar ev bû insanetî? Li eyaleta Tamîl Nadû a Hindistanê, jinekê dayika xwe a nexweş avêt ser sergo û lotikek lêxist. Li gora rojnama Hindustan Times dibêje, Palanîappana 75 salî ku bi xwe nexweş û felc e, ji alî keça xwe û nevîyên xwe ve ji malê hatiye qewirandin û bê kes û bê xwedî li ser sergokî hatiye dîtin. De îcar bifikirin bê insan çiqasî bûne heywan û ji insanetîyê derketine qurban! Zarok mezinên xwe davêjin, dê weledê xwe davêjin, bav tecawizî zarokên xwe dikin, bra dest davêjin xwişkên xwe û filan û bêvan. Îcar wê çawa qiyamet ranebe û dinya serûbinê hev nebe law!? Ma go insanetî nemîne xêra dinyayê dimîne? Na kakaaaaa!
Werin sînemêêêê! Ketin belaş, derketin naaaa!
Bê şirove ==========
Min vexwara ji lêvên te
Min vexwara ji lêvên te şerbeta ava heyatê Dibûm cîranekî nemir li cem Cizîrî û Batê Dermane ji vî dilî re lêvên sor kanîya jînê Pêde diçûm, bi azadî diherikîm wek Feratê
Rojek tenê min vexwara sorşeraba ji evînê Bi maçekê derman dibû xwîn nedihat ji brînê Carek tenê te bigota fermo ey Brîndarê min Bi azadî têkeve nav xweş helal be lêvên Zînê Brîndar-19/07/07- ============= 13 peyvên şût û rût Elîkê Betê-19/07/07-Qamişlo Yabo elahwekîl tu hîn vekîtê (rastnivîsê) bi zimanê kurdî nizane, û rêzek nivîsa te bê 10 şaşitî nîne..!! Lawooo tu nizanî ev kamîrevanên Lotikxanê li gor gotinên te (kelpîç in û hin jî … in) me ev gotin ji nivîsa te ya li ser serokên partiyên kurdî derxist haaa…Ma ne em bi dûv dîroka te û nivîsên te ketin, kuro hîn du salên te teman nebûne tu bûyî (nivîskar) te 13 (peyvên tazî) belav kirine, te xwe di wan de tazî kiriye.. Bavê min, ma Kurdistan li Almanya çê dibe heyran (Bixwînin) =============== Ji Gelê Kurdê hêja, welatparêz û hemû demokratên Tirkiyê re...
Şivan Perwer-19/07/07-Bi sedema hilbijartinên Parlamena Tirkiyê di roja 22.07.2007 ji xelkê me daxwaz dikim ku berendamên serbixweyên welatparêz û demokrat hilbijêrin û ji dil û can piştgiriya wan berendaman bikin. Hêvîya min ku komek parlamenterên Kurdên dilxwaz û demokrat di parlamentoya Tirkiyê de cîh bigrin. Bendewarim ku dengê gelê Kurd û ji bona çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiye û di hola nawnetewî de danas û balkeş bikin. Ev dema yekitî û berhevbûna gelê me ye. Bi hêviyeke mezin û bi dileki zexm bangê ji hemû xelkên hilbijêr û demokratên gelên dine li Tirkiyê dikim kû di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin berendamên serbixweyên gelparêz. Ji gelê xwe û berendamên serbixwe re serkeftinek berz daxwaz dikim. Dîsa ez bi dil û hêviyek gewretirîn piştgiriya xwe ji endamên serbixwe re beyan û eşkere dikim da ku di rojên wanî de hevkarî, hest û ramanên me ji bona rojên berjewendiya gelê me û mirovatiya berxwedar û serkevtibûn, bi xêr û serefraz pêk bên.
|
Farûqo halîhazir hinekî xwe rast kir, lêêê?
A.A.Beyan-29/07/07-Enqere- Wek hûn zanin, Ûfûk Ûras li Stenbolê bi piranîya dengên Kurdan û bi destekkirina DTP wek wekîlê serbixwe hat hilbijartin. Piştî hilbijartinê ewî di bernameyek televizyonê de gotibû ku ewê nekeve nav grûpa DTP.Li ser vê jî, me ew da ber lotik û pehînên Kurdewarî û serê wî şikenand. Lê xuyaye wîjdanê Ûras hinekî jenîyaye û zora wî biriye ku niha dibêje:” Ji alî DTP ve jibo tevlêbûna grûpê tu pêşniyaz nehatiye. Heger di avakirina grûpê de pirsgirêk derkevin, helbet ezê DTP bi tenê nehêlim” filan û fîstan.Werhasil, meriv ji nîvê rê jî vegere baş e.Ma lawo malnexerab, tu hem li defê dixi û hem li zirnê dixi bavê mino, wey! Biryara xwe bide. Yan erê û yan na! Çi zirte virta te ye geh tu dibê “ez tev li grûpê nabim” û geh tu dibê “ezê wan bi tenê nehêlim” qardeşim! Ma Kurd zarokên te ne tu henekên xwe bi wan diki cîgerim?De neyse, biryara te li ser xêrê be û Xwedê carek din te şaşo-maşo neke rebbî!Nehiştin rebeno bi xwe xweş bîne kuro, hayhoooo!
Hesel Almas-29/07/07-Waşîngton- Rebenê Lêê Alexander di girtîxaneyek ji ê Amerîkayê de girtî ye û ji ber kujtina kesekî cezeyek giran xwariye. Werhasil, dibêjin rojekê li Lêê Alexander rabûye û nav şeqên wî xuryaye. Wî gotiye qey kêçekê dev li nav şeqên wî kiriye. Hema rabûye dest bi xurandina nav şeqên xwe kiriye hetanî go xwîn jê anîye, lê xura wî nesekinîye. Werhasil, piştre pê hisiyaye ku lê rabûye, kurmikên wî ketine ser hev û ew kurmik dixwazin bipijiqin derve. Îcar rabûye derpî ji xwe kiriye, bûye tif-tifa wî, destê xwe şahîk kiriye û dest bi jixweberdanê - bi xwe xweşanîn- kiriye. Tu nabê tam di dema konsantrasyon û kela kela germbûna wî de, gardîyanê hepsê dikeve devê derî û dibê:“Pixk!“ û rebeno ji desthilanîn dixîne. Werhasilî kelam, rayedarên hepsê radibin jibo bi xwe xweşanînê tam 60 rojî (2 meh) ceze didin wî û wî dixin nezaretê. Yaaaa! Hûn dibînin bê çi bêedaletî li hepsên Amerîkayê heye ne wilo! Nahêlin rebenên girtîyan ji xwe jî berdin kuro, waweylêêêêê! Ê lawo yan ji girtîyan re jinan bînin, yan bihêlin ew bazdin ser hev û yan jî bihêlin bela bi rehetî bi xwe xweş bînin brê min, wîî! Evqas bêedaletî jî çênabe haaaaa! __________ Jinên Ereb jî ketin ber bayê modê 28/07/07-Dibêjin jinên Ereban jî ketine ber bavê moda dinyayê û pêşbirkên lotikvanî lidardixin. Carê wê li welatekî bên ba hev û xwe şiklo-miklo bikin.De ji xwe re li wan jinan binerin û em serê we neêşînin. (Foto galerî) __________
Bi sê telaqên jinberdanê hûn ji me bi xîrettirin û hew!
A.A.Dîlan-28/07/07-Enqere- Erêêê erêêê....Gava meriv bêaqil be wê herkes li meriv siwarê û lotikek bergîlkî li meriv xe. Ev jî mesela me û ÛfÛk Ûrasê çepê Tirk e. Wek hûn zanin, Ûfûk efendî bi rayên me Kurdên bêaqil hat hilbijartin û ket meclîsa Virqo. Îcar dibêjin Ûfûk Ûras niha dibêje:”Ez ne netê bi rayên Kurdan, lê bi rayên partîyên çep hatim hilbijartin. Ji ber vê jî ezê nekevim nav grûpa DTP û bi wan re lotikan navêjim” filan û quzê kerê. Ê lawo bi namûs tu rast dibêji! Bi namûsa Atatirko tu û sed bavê xwe ji me çêtirin! Bi namûs hûn Tirk ji me biaqiltir û çêtirin! Bi telaq qûnekên wek te ji me welatperwertir û bi şexsîyettirin qardeşim! Kuro ma go em Kurd biaqil bûna, go em Kurd ne bêşexsîyet bûna, meyê rayên xwe bida yekî wek te? Ma di temamê Kurdistanê de qûnekekî mîna te tunebû ku em wî bişînin meclîsê? Ma go DTP şivan û gavanekî Kurd di şûna te de hilbijarta, ji te û sed bavê te ne çêtir bû? De neyse, te qenc û xweş kir qardeşim! Bi namûsa Laz Reco, heta em Kurd ev bergîl bin, heta em Kurd ev sofî û mirîdên mala şêx bin, wê her pozê me di nava gû de be û hûn sax! Êdî bese ey hawarrrrrrrrrrrrr! Dibêjin Akin Bîrdal jî gotiye:”Ez bi rayên DTP hatime hilbijartin. Heger ne mesela xatir bûya, minê jî di grûpa wan de cîh negirta. Lê piçek be jî wîjdanê min dijene” filan û fîstan. Başe ku gramek wîjdan bi te re maye sayin Bîrdal! De hema tu jî lotikên yekgramî bavêje baba, tevdîrrrrrrrr!
===========
________________________________________ Şîretên bavekî û çeqilmastîya zilamekî
Mirteza Gerdenzer-27/07/07-Meletê-Ya rebbî tu agir bi ser me Kurdên bakur de bibarîni û hew! Ya rebbî tu serê me li teht û zinarên Çiyayê Bagokê xi û hew! Ya rebbî tu tuxmê Kurdên çeqilmast ji dinyayê raki û hew! Ya rebbî tu Kurdên xwenenas di agirê cehnemê de bişewitîni û hew! Amînnnnnnnnn! De werin li gotinên bavê Sebahat Tûncer, Fahrettîn Tûncer efendî binerin û bibînin bê hinek Kurd çawa bûne çeqilmast û ji kesayetîya xwe bidûr ketine. Fahrettîn Tûncer bi eslê xwe ji Kurdên Meletê gundê Balabanê ne, Elewî ne. Mêrik dibêje em Kurdên Elewî ne, lê binerin bê çi şîretan li keça xwe Sebahat Tûncera ku bûye wekîla serbixwe dike: Ji keça xwe re dibêje:“Bibe wekîla Tirkiyê. Em wek malbat Sosyal Demokrat in. Ez ne endamê DTP me û ne mecbûrim raya xwe bidim DTP ji ber ku keça min endama DTP ye. Gotinên Aysel Tûglûk û Leyla Zana min eleqeder nakin. Helbet wê keça min bi Tirkî sûndê bixwe, helbet wê bêje „Ez bextewarim ku ez Tirk im“. Bi zarotî jî di dibistanê de digot. Ev ne şerm e. Tu karê min bi neteweperestên Kurd re tuneye. Ne DTP lê AKP kare pirsgirêka Kurd çareser bike. Divê DTP nebe partîya Kurdan lê bibe partîya Tirkiyê“ filan û hezar quzilqurtên din. Aha ji we re şîretên bavekî û çeqilmastîya zilamekî gelî xwendevanan! Em nizanin wê Sebahat Tûncer xanim bi a bavê xwe bike yan na, (gerçî piştî ku li ser namûs û şerefa xwe sûnda paraztina yekîtîya millet û axa Tirkiyê xwar û pêve xêr namîne) lê heger bavên Kurd hemi wek Fahrettîn Tûncer efendî bin, malik li Kurdan viritî ye û hew! Aha Kurdên wek Fahrettîn beg efendî Kurd anîne vî halî haaaa! De neyse, bimrin Kurdên çeqilmast û bijî mast û dew!
=========== Tu dibê qey tif devê hev kirine kuro, hella hellaaa!
Zinar Qelemşûr-27/07/07-Stenbol- Lawo bi namûsa Atatirko îcar wê qiyamet rabe û hew! Tu dibê qey partîyên Tirkiyê tif devê hev kirine û soza “Yek helwest, yek ziman û yek lotik”ê dane hev. DTP dibêje:”Emê şerê kesekî nekin û yekîtîxwaz bin”. MHP dibêje:”Pirsgirêka me bi DTP re tune, heger bi Tirkî sûndê bixwin û xetên me yên sor derbas nekin, hebûna wan jibo me hela hela ye”. Berdevkê AkP Cemîl Çîçek jî dibêje:”Gel, jibo çareserkirina pirsgirêkan rayên xwe dane wekîlên serbixwe. Divê em hinekî jî jibo çareserîya pirsgirêkan islûbek nermik û germik bikarbînin.Em tev hatine guhertin, kesên guhertinê nebîne wê di tunela zemên de winda bibe. Em alîgirê diyalogê ne” filan û fîstan. Helbet sedema vê nermikbûnê jî heye. Serokkomarî! APK dixwaze bi gotinên şahîk DTP serxweş bike da ku DTP rayên xwe bide serokkomarîya Abdullah Gul. Ê tabî Kurdên me jî hema go yekî Tirk destê xwe di ser serê wan re bir, mest û serxweş dibin û dawa xwe jêre vedikin ellahwekîl! Ji xwe wê Kurdên me lotikan bavêjin û sûnda “Vatanin ve mîlletîn bolunmez butunlugunu koruyacagima, namûsûm ve şerefîm uzerîne ant îçerîm” bixwin û bi def û zirne govenda Demokratîk Recebo Cimhûrîyetî bigrin. Werhasilî kelam, em Kurdên bakur bûne wek masîyê go ji nav behrê derketibe û av li ser çikiya be. Hema em kîjan gol, çem û quleteynê dibînin, em bi serî ve xwe davêjin nav û têde dixeniqin. De Xwedê me hedayet bike rebbî! __________ Wey ne ser xêrê be rebbî
Serdar Mirad-26/07/07-Amed- Dibêjin wekîlê partîya faşîsta Tirk MHPê Mehmet Cîhat Ozonder qeze derbaskiriye û bi cehnemê şa bûye. Yanî qûneko miriye. Li ser vê bûyerê, dibêjin Partîya Demokratîk a Tirkiyê DTP bi nameyekê sersaxî ji MHP re xwestiye û gotiye: “Em pir li ber mirina Mehmet Cîhat Ozonder ketin. Em jê re rehma Xwedê û di şexsîyeta we de jî ji malbata wî û partîya we re sersaxîyê dixwazin” filan û jehr û ziqûm. Belê, wekîlên serokatîya DTP Selma Irmak û Nûrettîn Demîrtaş radibin sersaxîyê ji dijminên Kurd û Kurdistanê re dixwazin û li ser pişta bi hezaran şehîdên Kurd ên ku bi destê vê partîyê hatine kujtin, siyasetê dikin. Aha Kurd ketine vî halî haa! Dostên xwe dijmin û dijminên xwe jî dost dibînin. Îcar wê çi xêr ji siyasetmedarên wilo derkeve gelî xwendevanan? De neyse, Xwedê bikim DTP û MHP di demek nêzîk de krîvantîya xwe jî deynin û di dawa hevde sunnet jî bibin. Êêêê, ev jî nîmetên demokrasîyê ne qardeşim! Werhasil, Mehmet Cîhat Ozonder mir û çû cehnemê. Bela serê DTP sax be rebbî!------------------- Xwefiroşekî Sêrtî gilîyê dengdarên berbijêrên serbixwe kir
Dovan Hawêlî-26/07/07-Kurdistan-Li gundekî Sêrtê dema hilbijartin diqede,dor tê ser jimartina dengan (rayan). Di encama jimartinê de AKP: 50 , BERBIJÊRÊN SERBIXWE: 25 dengan digrin. Ji ber vê yekê yekî xwînheram, qûnde, noker, sîxur, welatfiroş, xwefiroş, jinaxwefiroş û neviyê Idrîsê Bedlîsî, diçe cem fermandarê qereqola wî gundî û ji wî bêbavî re bi tirkiya xwe ya nîvcoyî " Qumandanim onlara (Ji bo berbijêrên serbixwe re) kim oy vermişse çixarmiş bikim!!" dibêje. Dema van gotinan dibêje, gundiyekî welatparêz,Kurdperwer û gunikmezin jî ji wan herdu qûnde û dolheraman re dibêje:"Kurê min, qey ew ji Marsê hatine ,ew jî ji vî gundî ne û wan jî li gori nêrînên xwe dengên xwe dane" û lotikên bêbav li wan dixe. Piştî vê gotinê, ew kurê qehpika ser Pira Ereb (Berê li Bedlîsê Kerxane nêzî Pira Ereb bû) bi xwe ve tê û êdî dengê xwe dernaxe. Bi serê we, ez naxwazim çêran bikim lê ji xeynî çêran tu helwest nikare dilê min rehet û relaks bike. Bila Tirko û cahşên Tirko baş bizanibin lu neviyên Şêx Seîd û Seyyîd Riza mîlyon qat ji neviyên Idrîsê Bedlîsî pirtir in. Di Kurdistanê de hezar kesên bênamûs û xwefiroş hene lê aqûbeta wan wek çivîkên keçelok ên Birecîkê ne. Bijî Kurdperwer û gunikmezin! Bimrin dêqehp, cehş û nokerên Tirko!..... Bi tirşikê virikî bûn, dest avêtin firşikê Ehmed Beyan-25/07/07-Enqere- Belê, hilbijartin hat û derbas jî bû. Kasimpaşalî Receb hemi partîyên Tirkiyê dan ber lotik û pehînên bergîlkî û bi serê xwe bû mîr û wezîr. Tiştek balkêşe ku ji dema Ednan Menderes û heta niha, ev cara duyem e ku partîyek bi serê xwe dibe desthilatdar û cara duyem rayên xwe zêdetir dike. Helbet Recebo û partîya wî kêm yan zêde tiştên baş kirin û çend lotikên nîvdemokratîk avêtin derûdorê. (Bixwînin) ======== Hûnê kengî bi hevre goştê elokan bixwin kaka?
Cemîl Cewher-25/07/07-Hewlêr- Dibêjin piştî ku AKP di hilbijartinê de biserket û Recebo dîsa bû mîr, Mamê me Celal Talabanî pîroznameyek ji Recebo re şandiye û wek trimbêla ku li ser 500 kîlometroyî xurt bajo, pêde çûne. Dibêjin Mam Celal gotiye:”Ji ber serketina partîya we ez ji dil û can wê bejna te a dirêj û serê te ê şimamokî pîroz dikim. Hûn û partîya we bawerîya hemi alîyan in û we ew emanet dîsa girt ser milên xwe yên dirêj. Hêvîdarin hûnê bi wan lingên xwe yên dirêj demokrasîyek çaroxî pêk bînin û hêvîdarim wê pêwendîyên navbera Iraq û Tirkiyê bi zewaca Îmamê Çaroxî bê teqez kirin. Hûn bûk û em zava!” filan û bêvan. Werhasil, Mamo zane xweş û nerm û germ bike ellahwekîl! Lê em meraq dikin ka gelo ewê kengî bi hevre goştê elokan bixwin? Gerçî Mamo ketiye parêzê û xwarina goştê elokan li xwe heram kiriye jî, lê dîsa jî nizanim gava bêhna goşt biçê ewê çi helwestê deyne! De ser xêrê be rebbî! ========= Hewarêê, hikûmeta Kurdistanê dest bi jenosîda Kurmancî kir!!
Şîndar Berwarî-24/07/07-Duhok-Ho miletê Kurd yan jî Kurmanc! Hikûmeta Hewlêrê bi civînek nihênî biryara ku di sala bê de zimanê Kurmancî mîna li Sûriyê û Tirkiyê li xwendegeh û dezgehên dewletê yekser qedexe bike, stend. Kurmancino, xwe bidin serhev û li dijî vê jenosîdê tevbigerin! Kurmancino, erê gava ku dewleta Kurdan hebe û hîn wê zimanê me Kurmancan li xwendegeh û dezgehên wê dewletê tunebe, dewleta Kurdan hebûbe yanî çi! Hebûn û nebûna wê dewletê wê ji bo me Kurmancan çi îfade bike! Kurmancino, miletê Kurd bi Kurmancî heye û Hikûmeta Hewlêra ku dest bi çapkirina kitêbên Soranî kiriye da di sala 2008an de her tişt bi Soranî li xwendegehan bide xwendin, ji qurm de zimanê me rakiriye! Kurmancino, ma qey em ji bo ku kî rabe û zimanê me ji holê rake çêbûne, hahoo! Kurmancino, Hikûmeta Hewlêrê bi vê biryara xwe a jenosîd, ne bi tenê zimanê milyon û nîvek Kurmancên ku ne li ser erda Silêmaniyê, li ser erda Duhokê dijîn qedexe kiriye, wê zimanê 20-30 milyon Kurmancî jî qedexe kiriye! Çare? Çare hema ji a niha de Kurmancên temamê dinyayê û bi taybetî jî ên li Duhokê, divê dest bi mitîngên ku Kurmanc li ser axa bav û kalên xwe bi Kurmancî bixwînin û binivîsînin bikin da eskerên Hikûmeta Soranan jî mîna Tirk û Ereban bi fîşekan cendekên me Kurmancan li meydanan vezilînin! Hewarêêêê!
Kasimpaşalî Receb dîsa bû xwedîyê kezeb
Sofî Xelef-23/07/07-Lotikxane- Erê dinyayê, Kasimpaşalî Laz Receb da xazê û bi fitêzê 5an li çira partîyên din xist û tir ji wan berda. Dibêjin Recebo super benzîn xistibû trimbêla xwe û li ser 280 kîlometroyî dajot. Lê rebenê Denîz Baykal û Devlet Bahçelî jî mazota ku ji Kerkûkê dihat xistibûn depoya trimbêla xwe û dikirin tire tir. Ji ber ku mazot mazota Kerkûkê bû û Kerkûk jî dilê Kurdistanê bû, mazota me eksoza trimbêlên wan dixitimand û nedihişt bidin pêşîya Recebo. Ji ber vê jî Recebo go "vizzzzzzzzzzz", serî di binî re derxist û ji %46-47ê rayan girt. Werhasil, Kasimpaşalî dîsa serokwezîr e û xuyaye wê Evdilla Gul jî bibe serokkomar. De neyse, Tirk her Tirk bin jî lê carna qûnekên wan ji çeqel û keftarên wan çêtirin. Bela bi Recebo be û ne bi segbavên mîna Denîz Baykal û Devlet Bahçelî be. De ser xêrê be cîgerimmmmm! Wê tilîya xwe têxe ciyekî baş ha, hay jê hebe, okey! Mala virekan bişewite heger seks emrê zilaman dirêjtir dike!
Dr.Mihyedîn-23/07/07-Lawo bi serê şêx, em bi van zanyar û pisporan re mane halekî heyirî. Heçê go îskanek wîskî vexwe yan navbera wî û jina wî nexweş be, radibe lêkolînekê dike û encamên li gora xwe pêşkêşî xelkê reben dike. Dibêjin ji Zanîngeha Taywanê Dr.Hûang-Kûang Chen, lêkolînek li ser seksê kiriye û derxistiye holê ku seks û lotik emrê zilaman dirêjtir dike û hetta hetta mirin ji wan re namîne. Lê şens û siûda jinan di vê lêkolînê de tuneye û jin ji vê nameta emirdirêjîyê parê nastînin. Chen dibêje:”Jin lotikan bavêjin navêjin bêfêde ye. Bela kêfa xwe neynin, emrê wan dirêjtir nabe. Lê zilam emirdirêjtir dibin û karin heta 80-90-10 û 120 salî jî bijîn” filan û fîstan. Ê çima bavê min, ma jin ji Eyşika Ereb in hêê? Çima emrê zilaman dirêjtir dibe lê ê jinan nabe? Ma jin jî di lotikavêtinê de heman zewqê nastînin? Belêê! Êêêêê, naxwe çi? Bi telaqê jinberdanê derewe û xelas! Lawo ev 45 salin ez û jina xwe herroj eynî tirşikê dixwin, ma çima emrê min dirêjtir nebû? Li berevajî wê, taqata min nema, bêhna min diçike, fîşekên min qelp dikin, herdu çîmên min (paq) wek ê birçîyên Afrîkayê ziravokî bûne, yanî ez mame çerm û hestî haaaa! Îcar ka emirdirêjî yabo iii ihiiiii!? Kuro bes derewan bike Dr.Hûang-Kûang Chen! Ma hewara Kurdistanê û sîstema eyaletê ye qardeşim!
Serdar Mirad-23/07/07-Amed-Berî hertiştî em DTP û berendamên serbixwe pîroz dikin, ji wan re lotikên xurt û emrekî dirêj dixwazin. Em hêvîdarin ewê bi rêberîya Aysel Tûglûk xanimê di meclîsa Tirko de doxînê li Tirkoleran sist bikin û dengê me bighînin ezmanan. |