Ez 75 salî me, şehîd dibim. Tev li şehîdên Kurdistanê dibim. Dêrsim têk diçe,

   lê wê Kurd û Kurdistan bijî. Wê xortên Kurd heyfê hilînin!

   Seyid Riza

      
Google

Lotikxane                   

                         Magazîn, henek, gilî û gazin      

   Têkilî / Konto       Çapemenî          Tenduristî        Muzîk /Vîdeo      Wêje / Dîrok       Teknolojî        Mode / Bedewî          Arşîv

Bêwar Brahîm

Ji bo madeya 140

Xecê Omerî

Hêvî dijîne

 

Gabar Çiyan

Encama Tûglûk ê

Faris Beg

Halac çiye

ji ku hatiye?

Sîmûrg

Hey lo dilo!

 

Adil Dûran

Bajo Xizir Paşa

Bavê Ronahî

Zimanê çûka

 

Lezgîn Şêxo

Xalê Hesen û mamoste

Lokman Polat

Komela jinan

Pelda

Konê Reş

 Azadîya Welat

 

Î.X.Sirûcî

Xizanî û

Nezanî

Lotikxane dengê neteweparêzîya Kurd e, wê bi tenê nehêlin. Li ziman, kesayetî û her tiştên netewî xwedî derkevin!                                    23 / 08 / 2007

 

Yan mezin nekin yan xwe nekujin heyran, wîî!

Dr.Mihyedîn-22/08/07- Li gora kovara “Annals of Plastîc Sûrgery” dibêje, li eyaleta Tennesseeya Amerîkayê, lêkolînek  ji alî Navenda Tip a Zanîngeha Vanderbîrtê ve hatiye çêkirin û lêkolîn ji alî Loren Lîpworth û hevalên wê ve hatiye meşandin.

   Lêkolîn li ser mezinkirina memikên plastîk û kujtina jinan hatiye çêkirin û encamên ecêb derxistiye holê. Lêkolîn li ser 3527 jinên Swêdî (ji 1965 heta 1993an) hatiye çêkirin û di encamê de derketiye holê ku ji sedî 19 e van jinên ku memikên xwe bi emelîyatê mezin kirine, ketine buhranê û xwe kujtine.  (Bixwînin-Foto galerî)

Îro masaj, sibê Xwedê zane çi!

Gulnaza Torî-22/08/07-Parîs- Van deman li parîsê modeyek nuh destpêkiriye. Moda masaja kolanan. Xwendevanên Fransî piştî ku dev ji dibistan û zanîngehên xwe berdidin, tên li meydanek ji ên Parîsê konê xwe vedigrin û xelkê masaj dikin. Cara pêşî belaş, lê carên din bi heq e.

   Rebenê xwendevanan bi vî awayî dixwazin çend qirûşan bidin ser hev û pê xwendina xwe bimeşînin. Îcar heyran, heger hûn dixwazin piştî kar yan piştî westandinê xwe binermijînin û stresa xwe bavêjin, werin cem van xwendevanan û xwe masaj bikin.

   Masajekê baş dikin haaaaa! Bi namûs masaja wan ji lotikên Angelîna Jolîe, Hulya Avşar û Semîra Tewfîq xweştirin. Wilo nermik û germik masajê dikin û mero difirkînin ku, meriv dibê qey mero nuh ji serşokê derketiye.

   Werhasil, îro masaj e û sibê jî Xwedê zane bê wê li van kolanên Parîsê çi lotikan bavêjin. A baş biceribînin û hew! Çawa be gotin nabe wek dîtinê.... 

Agir bi mala virekan keve rebbî!

Cewahir Gulfiroş-21/08/07-Manîsa- Lawo me virek û derewîn dîtin, lê wek van Tirkan nedîtin ellahwekîl! Yanî, jibo ku qirûşekî têxin bêrîka xwe karin hezar derewî bikin û hetta derpîyê jinên xwe jî li ser kin. Ya starrrrrrr!

   De binerin bê çi derew û heqaretê li vê çîçeka reben dikin. Xwedêgiravî Ramazan Tûnayê virek çîçekek di bexçê xwe de çandiye (navê wê jî kirine Ezan Çîçegî) û ew çîçek bi bangdana mellê re vedibe, geş dibe û dikene. Ramazan Tûna dibêje:” Ev çîçek, berî bangdana mellê xwe tîne ser hev, û bi bangdana mellê re kulîlkên xwe vedike, geş dibe û ji kêfa ezanê re govendê digre” filan û bêvan. Îcar gundîyên ehmeq ên derûdorê jî jê bawer dikinû tên ferca çîçekê. 

   De îcar hûn bi qedrê Xwedê kin, kesî dîtiye çîçekek bi ezana mellê re vebûye û piştî ezanê çilmisî ye? Kuro ker di jina derewîna ne heger ne derewe! Îcar deng û ezana melleyên Tirk? Niha dengê melleyên Kurd yan ê Ereban ba de neyse, lê zirezira melleyên Tirk?

   Kuro oxlim, dev ji kêf û geşbûnê berde, xewa meriv li ber dengê melleyên we tê yawrûm! Ha zirezira kerê û ha zirezira melleyên we, wîî!

Bûye çarox îcar dixwaze bidrû, heheyyyy!

Hesen Keleş-20/08/07-London- Carna hinek kes dibêjin:”Ma yabo Lotikxane dev davêje xelkê”. Ê lawo bi serê Bîll Clînton û bi lêvên Monîka Lewînsky, em belasebeb neheqîyê li kesekî nakin, wîî! Bela xelk xwe nexin devê me go em jî lotikan li wan nexin brao, waweylê!

   Aha ji we re nimûneyek: Modela Ingilîz Katîe Prîce (Jordan) rabûye ji rojnama Bîld re gotiye: “Jibo ez heyecanekê têxim nav zewaca xwe, ezê perda keçkanîya xwe bidrûm. Bi vî awayî ezê diyarîyekêl bidim mêrê xwe Peter Andre û kêfa mêrê xwe bînim. Ez bawerim bi dirûtina perdê wê jîyana me a seksê bi heyecantir û xurttir bibe” filan û fîstan. (Bixwînin-Foto galerî)

 

Xwe li ber tir û fisan negirt,

berê xwe da Amerîkayê

 

Andullah El Kurdî-20/08/07-Kuweyt- Li ser bextê xizmetkarên mala Şêx Sabah be. Dibêjin Emîrê Kuweytê Şêx Sabah El Ahmed El Sabah (77) bi nexweşîya virikê ketibû û hew tir û fisan xwe têde digirt. Dibêjin tiştekî wilo hatibû serê wî go xelkên seraya wî bi bêhna tir û fisên wî bi jehrî diketin û di nava serayê de bi maskeyên oksîjenê digeriyan.

   Werhasil, gava Şêx Sabah dibîne ku hew bi tirtira qûna xwe kare, îcar radibe bi xar (lez) li balafira xwe siwar dibe û berê xwe dide Amerîkayê ser textoran. Dibêjin ew yekser rakirine emelîyatê û dane ber kêr û meqesên Amerîkanî.

   Werhasilî kelam, li gor îstîxbarata ku ketiye destê me, dibêjin textoran kuna wî hinekî tengtir kirine û paçikek xistine devê wê da ku gava tiran bike jî zêde deng dernekeve û bêhna tirên wî xelkê bi jehrî nexe.

   Xwedê van Amerîkîyan ji serê me kêm neke rebbî! Bi telaq ne ji Amerîkîyan be, wê dinya li ber tir û fisên van Erebên zikmezin biçe kuro! 

Pakêtek cixara qûnsor xelat!

Sofî Xelef-19/08/07- Dibêjin înterpol, bi lez û bez li keça Saddam Hisên Rexîdê digere û dixwaze rojek berî rojekê hefsar têxe stuyê wê û wê bigre.

   Li ser vê, polîs û înterpola Ewrûpayê serî li Lotikxanê jî xistin û alîkarî ji lotikvanên me xwestin. Em jî pakêtek cixara Marlboro dikin xelat. Heçê nav û nîşana wê zanibe, heçê wê bigre û radestî Lotikxanê bike, emê pakêtek cixara qûnsor, çeqmaqek gazê û cûmik benîştê binxetê bidin wan.

   Soza me soz e. Dereng nemînin û wê porkurê bigrin. Yan na, hûnê ji cixara qûnsor, çeqmaqê gazê û cûmê benîşt mehrûm bimînin ellahwekîl!

   Ji me gotin û hew!

 

Dil ketmê dil ketmê, di 50î de dil ketmê!

 

Cemîlê Çargurçik- 18/08/07-Swêd-Dibêjin lotikvanê me Ciwan Haco van rojan 50 salîya xwe dagirtiye û kamil bûye. Yanî, diran derxistine, pizikên kamilbûnê pêre derketine û hetta bi sorik û mîrkutokan jî ketiye.

   Werhasil, îcar pismamekî wî bi navê azad nameyek pir vekirî jê re nivîsandiye û ew firandiye perê ezmanan. Azadê me dibêje:"Te bi muzîka xwe navê malbata mala Haco li dinyayê belav kir, ez xwe serbilind dibîjin gava ez dibêjim ez pismamê Ciwan Haco me" filan û fîstan.

   Ê lawo ma berê jî navê malbata Haco li dinyayê belav nebibû hêê? Berî Ciwan bê dinyayê jî malbata Haco meşhûr bû brê min, hella hellaaaaaa!

   Werhasilî kelam, 50 salîya lotikvanê me pîroz be û Xwedê bikim di nîvê rê de neteqine û fîşekên wî qelp nekin.

   Em meraq dikin gelo Hulya Avşarkê pîrozbayîya "Dil ketmê dil ketmê, di 50 de dil ketmê. Ketim ser zikê wî, bû qur-qura rovyên wî. Ez li dorê geryam, min kir nekir ranebû. Fîşekan qelp kirin, barûd têde nemabû" re şandiye yan na!?

 

Kuştina bi sedan Kurdên Êzîdî karekî hovane ye !

 


Derwêş M.Ferho-18/08/08-Bruksel-Ev bû du sal in ku Kurdên Êzîdî bûne hedefeke teybetî yên hêzên îslamî û xwefiroşên navçê. Heşkere xuya ye ku ev hêz ji aliyê dewletên dijminên Kurdan alîkariyeke mezin distinin. Amanc ew e ku  ji du aliyan derbê li Kurdan bixin : Hikûmeta Herêma Kurdistan bêzar bikin û navçeyên Kurdên Êzîdî bi rêya tirs, talan û kuştinê bidin vala kirin. Sedema ku di van demên dawî de tewanbariyên terorîstî di navçeyên Kerkûkê, Musulê, Diyala û Şengalê de dibin ev e. 

   Peywendiya van êrîşan bi referandum û bi qedera paşeroja Başûrê Kurdistan ve heye. Ji bo vê yêkê jî hewceye ku Hikûmata Herêma Kurdistanê tedbîrên tund li hember kuştina Kurdên Êzîdî bi teybetî û Kurdan bi giştî, bigre û bandorekî giran li ser Hîkumata Iraqê bike ku ew jî li hember plana tevkuştinan tedbîrên hêja werin girtin. (Bixwînin)

Ew mabû ew jî çû

Hesen Almas- 17/08/07-Waşîngton- Keça George W.Bûşh Jenna Bûşh serê xwe girêda û destgirtî bû. Malxerabê hew bê lotik îdare kir û hema mehra îmamê çaroxî avêt ser Henry Hagerê ji Vîrgînîayê.

   Dêya wê Laûra Bûşh nabêje wê kengî dawet û govenda keça wê bê lidarxistin, lê dibêjin wê bûk û zave berê têr lotikan lihevxin û piştre biryara xwe bidin. Gerçî heta niha tir di hevde nehiştine û hevdu nermijandine, lê dîsa jî wê dawetek adetanê bê lidarxistin.

   Em jî wek zîtirkvanên Lotikxanê hatine vexwendin. Di kerta daweta nedîyar de serok Bûşh ji me re gotiye:“Lotikvanino, heyla ji kerê de ketino, min ewqasî dixwest ku yekî Kurd bibe zavayê min lê hûn bi kêr nehatin û we hefsarê keça min negirt. We hişt ku kerça min Jenna bi dû Henryê qûnek keve. Lawo ma hûn jî zilamin haa!“ û silavên xwe ji me re şandiye.

   Werhasilî kelam, me jî bersivek kurt dayê û got:“Lawo ma me ji ku zanîbû go keça te bûye wek çêleka nav garanê û dixwaze gon bixwe hêê? Me zanîba meyê ji zûde serê wê bi werîsekî girêdaba bavê mino, wey!“   

--------------

Kêfa xwe li qûnekan neynin cîgerlerim

Ehmed Beyan-15/08/07-Enqere- Dibêjin rojnama Hurrîyetê lotikek li nivîskarê xwe Emîn Çolajan xistye û buxçika wî danîye ber devê derî. Çolajan dîn dijminê qewmê Kurd e û qûnekekî doşirme, xwînheramekî di ser xwe re ye.

   Werhasil, îcar malperên me Kurdan jî kêfa xwe dîtin û bi qewirandina wî kêfxweş dibin.

   Kuro lawo Emîn Çolajan wek qehpika kerxanê ye. Rojnama Hurrîyetê nebû rojnameyek din, ew nebû yeke din, yek din nebû yeke din, ma rojname jê re tunene? Ma qehpikên kerxanê bi lotikekê têr dixwin?

    Ev jî Çolajan e brê min! Mêrik bin xwe tije kiriye, xurçika xwe tije dolar kiriye, îcar rojnametîyê bike çiye û neke çiye? Hêççççç! Çawa be zilamê MÎTê ye.Wê niha MÎTa Tirk ciyekî payebilindtir bide wî û wê dîsa bike zire zir. Ma ji vê pêve heye, wîî!

Şeş rojan bi xwe de rît

Nasir Efrînî-15/08/07-Sydney-Zilamê bi navê Davîd George ji tîmsehan revya û tam hefteyekê li ser darekê ma heta go hinekan ew xelas kir.

   Dibêjin David derketiye nêçîra tîmsehan. Carekê dîtiye ku birrek tîmseh diranên xwe sotine û berê xwe dane wî. Ew jî hema ziravqetandî bûye, bûye tiretira qûna wî reviyaye. Ew reviyaye û tîmsehan dane dû piştê. Virde wêde hetanî ku darekê bilind dibîne û bi zor û heft belan hildikişe ser serê darê û li bendî kerema Xwedê dimîne.

   David George piştî heftakê ji alî hinekan ve tê dîtin û bi helîkopterê tê xelas kirin. Îcar ew ji rojnamevanan re dibêje:”Bi telaqê bê fitû, ne tir di min de mabûn û ne fis. Min  heftakê li ser serê darê rîtiye û bûbû vîjvîja qûna min. Du tîmsehan jî li ber darê nobet digirtin û nedihiştin ez ji darê dakevim. Werhasil, heger ne ji van xêrxwazan ba, wê tîmsehan ez kiribama piçik û parî ellahwekîl” filan û bêvan.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin David george nêçîra tîmsehan li xwe û dê û bavê xwe heram kiriye û gotiye:”Ezê ji îro û pêde herim nêçîra mişkan. Ma ez û nêçîra tîmsehan kuro, i ihiii!”

 

Jinên Elman ji mêrên qirase hez dikin

Dîskocî Hemê-13/08/07-Elmanya- Li ser bextê kovara Marîe Claîre be, dibêjin li gor lêkolîna ku kovarê bi Enstîtuya Lêkolînê a TNS Emnîdê daye çêkirin, derketiye holê ku jinên Elman ên 14 heta 29 salî ji zilamên maço û qirase hez dikin.

    Li gora lêkolînê ji %70 jinên Elman ji zilamên ku xwedî helwest bin, karibin malbata xwe xwedî bikin û zilamtîya xwe bikin, hez dikin. Ji %21 ê wan jî gotine:“Zilamên serpîrek, nermik û germik pir hesas in. Ji wan mêrên qenc çênabin. Zilamên ku „Lîght“ û serpîrek bin xêr ji wan dernakeve û fîşekên keleşkofa wan zû qelp dikin“ filan û xeftan.

   Werhasilî kelam, li ser bextê kovara Marîe Claîre be, dibêjin di encama lêkolînê de derketiye holê ku zilamên herî qenc û qirase di malpera Lotikxanê de dixebitin ellahwekîl! Bi serê we xilafî di gotinên min de tuneye, wîî!

Fahîşe!

Firildeq Elî-12/08/07-Stenbol- Brayîzê Şakirê Mûşî, lotikvanê Tirk Ozcan Denîz berê xwe wek Fahîşe (Qehpik) didît lê me nizanîbû. Ji xwe mikûsê wî dişibiya wan jî lê dîsa me tê dernedixist.

   Piştî kaseta ku wî di odeyek ji otelên Lalelî de dagirtibû derketiye holê, eşkere bûye ku Ozcanko jibo bibe hunermend gellek kes xapandiye û heta ku hatiye vê rojê gellek lotikên pêşpêşkî û paşpaşkî xwariye. Hatiye rewşekê wilo ku di kasetê de (1993) dibêje: (Bixwînin)

Ehmeq ne yek in ne didu ne

Hesen Keleş-12/08/07-London- Yabo hingî li dinyayê ehmeq pir in, em nema zanin behsa kê ji wan bikin û behsa kê nekin. Hema emê behsa Howard Shelleyê Ingilîz bikin û hew.

   Howard Shelley mitahidê avadanîyê ye. Zewicî û bavê 2 zarokan û 42 salî ye. Piştî vî temenê xwe ava jinan lê geriyayê û ketiye bîra wî ku ew dixwaze bibe jin. Rabûye di înternetê de fêrî emelîyat û jêkirina xiyaran bûye, ketiye serşokê, rahiştiye meqes û haletê xwe daye ber meqesan, di ber de jêkiriye.

   Rabûye xiyarê xwe xistiye qetremîzekî biçûk, biriye nexweşxanê û textor mecbûr kiriye ku wextekî jibo emelîyata jinbûnê bidin wî.

   Werhasil, li nexweşxanê termînek dane wî û piştî salekê ewê bi fermî bibe jin. Îcar qûneko kêfa xwe tîne û dibêje:” Tu dibê qey ez nuh ji dêya xwe bûme. Min zanîbû di ruhê min de tevgerek pîrekî digerîya. Ji îro û pêde ji min re nebêjin Howard, bêjin “Hollî” filan û fîstan.

   De îcar hûnê ji ehmeqên wilo re bêjin çi gelî xwendevanan? Zirehmeq lawo zirehmeqqqqq!

Lotikvana nermik û germik hat girtin

Tecawizcî Coşqûn-11/08/07-Beyoglû- Dibêjin “Heçê here masîya wê qûna wî şil bibe”. Îcar ev jî mesela me û lotikvana Tirk Tûgba Ozay e. Tûgba Ozay yek ji bedewtir û seksîtirîn modela Tirk e. Malxerabê bejindirêj, lihevhatî û wek agirê cehnemê mirov dişewitîne. Her awirek wê dibe sebeba ku meriv bin xwe şil bike ellahwekîl!

   Werhasil, lê bêbavê rehet nedisekinî û diçû ku bi serokên mafya û diz û çeqelan re xwarin dixwar, lotik li wan dixist û çend qirûş ji wan distendin. Lê dibêjin “Reva pisîkê heta kadînê ye”. (Bixwînin-Foto Galerî)

 

Em bawerin wê daxuyanîya 9an li ser Aslîka Qadir be

 

Tacdîn Baran-11/08/07-Elmanya-  Dibêjin dengbêja porzer Aslîka Qadir, li Ermenîstanê di radyoyê de lotikek li hunermendên Kurd xistiye û gotiye:

   ”Erê kuro, muzîka Kurdî kirine wek garana nava gund. Çêlek jî distrên, golik jî distrên, ga û ker û qantir jî distirên. Heçê hunermend be jî distrê, heçê ne hunermend be jî distrê, muzîka Tirkî û Erebî dixin nav muzîka Kurdî û kirine wek şorba nîskê” filan û bêvan.

   Aslîka Qadir di vir de sedî sed rast dibêje.

   Piştre mesele tê ser Şivan Perwer û Aslîk xanim dibêje:” Lê Şivanekî me heye. Gellek meşhûr e. Lê jibo Kurdî çi kiriye? Komek çêkiriye? Şagirtek gihandiye? Hema wê rabe û rûnê û bêje ez û ez û ezzzzzzzz!” filan û fîstan.

   Îcar heyran, em wek Lotikxane naxwazin têkevin navbera we û meselê bikin agir û pîşo. Lê em bawerin wê Şivanê me daxuyanîya xwe a 9 emîn li ser Aslîka Qadir derxe û bêje bê ka wî çend kom çêkirine û çend şagirt gihandine.

   De haydê serketin yabo serketin!

 

 

 

NEBÊJİN PROFESOR, BÊJİN KER, KERRR!

 

Farûqê Devliken-23/08/07-Mêrdîn-Waye proker Halaçoglu em giş mirandin û bir bi qûna wan togan ve zeliqand. Bênamûs lawê bênamûsa tê bê qey ji nav nigên dêya xwe bêhn kirîye.

Qey ev dolker serê xwe ji qaçika dêya xwe dernaxe û li dora xwe nanere law?

Hey kûçika di dê û jinên te nîhao!

Tu ji keran re bibêje, ker bawer nakin law!

Tu ji tahjîyan re bibêje, tahjîyê bi fisên xwe yî genî te şermezar bikin hey jin bi xelkê mayo!

Tu ji rovîyan re bibêje, rovîyê ji zexelîyên te dev ji zexelîyên xwe berdin hey situqereho!

   Ne eyb û ne fedî kûçikbavo bi ser me de dibeliqîne! Bi zimanekî wek ê nav nigên kûçik dibê: "Kurd çî ye? Kurd ji ku derket? Evên ku wûn ji wan re dibên Kurd bi eslê xwe ne Kurd in, Tirk in! Ki dibê derewa dike. Kurd tuneye û Kurdîtî jî tiştekî dûrî aqila ye. Yên van derewan dikin, agir bi malên xwe dixin û nahletekê li xwe tînin. Wextê ku mere koka wan dikole derdikeve hole ku ew jî Tirk in". Filan û jehr û ziqûm. (Bixwînin û zikopişto bibin)

Zarokên xwe bi M.Arif bilorînin

Hozan Vitvito-22/08/07-Akademîya Muzîka Kurdî- Niha hûnê bêjin:”Ya starrrrr, ma ev Hozan Vitvito jî nav e gidîîîîî!” û ecêbmayî bimînin. Ê yabo heçê çend gotinan didize û dibe hozan, radibe navekî qirase li xwe dike û xwe dike Ristemê Zal. Hozan Filankes, Hozan Bêvankes, Hozan Teyrê Baz, Hozan Başoke, Hozan Zirne, Hozan Piling, Hozan Fîlo, Hozan Deve, filan û bêvan. Min jî rabû navê xwe kir Hozan Vitvito! Ma qebhete qey? Na!

   Werhasil, em vegerin ser mijara xwe. Dibêjin li Amerîkayê lêkolînek li ser muzîkê çêbûye û derketiye holê ku zarokên muzîka klasîk guhdarî dikin zûtir mezin dibin. Ne tenê mezintir, şarezatir jî dibin û lotikvanên qirase ji wan derdikevin.

   Dibêjin muzîk bandorek mezin li psîkolojî û tenduristîya bedena insên dike. Hem stresê kêmtir dike, tenduristîya ruhê insên diparêze û hem jî şewqê bi insên re çêdike. Yanî bi gotinek kurt; muzîk ji bedena insên re wek av û xwarinê pêwist e. Li gora lêkolînê zarokên ku muzîka klasîk (wek a Gerepêtê Xaço, Mihemed Arif Cizrawî, Miradê Kinê, Şakiro, Kawîs Axa ûwd) guhdarî dikin (Bixwînin)

Evîna bi xwînê şilbûyî

Rojda Aydin-22/08/07-Stenbol- Romana nivîskarê kokKurd Hekîmoglû Suleyman Ozcan bi zimanê Tirkî ket piyasê. Roman behsa şerê dewleta Osmanî û Rûsyayê dike û qaşo bratîya Kurd û Tirkan tîne zimên. Roman li ser evîn, lehengî, dîrok û dostanîya Çeçenan hatiye nivîsandin.

   Hekîmoglû Suleyman Ozcan dibêje:“Ez bi xwe jî hemwelatîyekî Kurd im. Min ev roman jibo xurtkirina bratîya Kurd û Tirkan nivîsîye. Min hinek beşê wê ji serpêhatîyên bavê xwe, hinek ji kesên ku ji şerê Osmanî û Rûsan sax mane anîye zimên. Di vî şerî de Kurd û Tirkan bi hevre şer kirine, bi hevre welat xelas kirine. Bi hevre ketine zîndanan û bi hevre hatine kujtin. Bi vê romanê mebesta min ev e ku ez bratîya Kurd û Tirkan bînim bîra civakê“ filan û bêvan.

   Werhasil, sayin Hekîmoglû Suleyman Ozcan ji bîr dike ku civaka Tirk ji berê de zane ku bi xêra Kurdan ev welat xelas bûye. Heger ne ji Kurdan bûya wê Rûs û Yûnanan qûn li Tirkan biqetandina. Lê ka ew mêrên ku vê rastîyê qebûl bike? Ka ew Tirkên bi şeref ku karibe bêje „Raste, me bi hevre ev welat ji dijmin azad kir. Divê em heqê Kurdan jî bidin wan“ hêê! 

   Ma ew ciwamêrî û cesareta medenî bi Tirkan re heye brê mino,

wîî !? 

Ma ew jî mêr in, na welleeeeee!

Vladîmîr Çûrtanov-22/08/07-Kazakîstan- Ez ne şaş bim, berî çend salan zilamên bajarê Wanê ji destê lêdana jinên xwe kiribin îlallah û ji xwe re „Komela Mêrên Bindest“ ava kiribûn. Îcar em bi wan dikeniyan û me digot:“Weleddddddd, Xwedê ahê jinên wan ji wan re nehêle rebbî“ û gunehê me bi wan dihat.

   Îcar dem û dewran zîvirîn û ew felek hat serê zilamên Kazakîstanê jî. Niha zilamên Kazakîstanê ji destê jinên xwe kirine îlallah û xwe davêjin tor û bextê sazîyên mafê mirovan. Jinên wan wilo li wan dixin ku heta tirê ji wan berdidin û tayek por bi serê wan ve nahêlin.

   Li gora îstatîstîkên arşîvên dewletê, jinên Kazak bi alîkarîya xesûyên xwe li mêrên xwe dixin da ku wan çavtirsandî bikin, bikin serpîrek û serdestîyê li wan bikin. Jiber vê êşkencê jî gellek zilamên Kazak direvin û xwe davêjin stargehên dewletê.

   Werhasilî kelam, ez bawerin zilamên Kazak heyetekê çêkin û herin serdana Komela Mêrên Bindest ên bajarê Wanê, wê baş û bi fêde be. Qe nebe hema wê aqilekî ji mêrên Wanî bigrin û li şîretên wan guhdarî bikin. De Xwedê alîkarê mêrên bindest be rebbî!

 

Bila rewşenbîr û siyasetmedarên me bi qurbana serê te bin rebbî!

 

 

Tirkên çavkuskusok û pozgumgumok jêre gotin:”Kurda Pîs”. Wê jî 26 salan ji rika wan Tirkî neaxivî.

 

 Dovan Hawêlî-21/08/07-Li gorî ragihandina rojnameya Azadiya Welat, dayikek Kurd li Denîzlî dema diçe xepara pembû, Tirkek çavkûskûsok û pozgumgumok ji vê dayikê re dibêje "Kurda Pîs" ew jî bi vê sedemê 26 sal e inyat dike Tirkî naaxive.

   Ku hemi rewşenbîr û siyasetmedarên me weke vê dayikê bi ber xwe ketibana û Tirkî nepeyivîna, wê demê me dikaribû pêşî li xwebişavtinê (otoasîmilasyonê) bigirta. Lê ka ew helwest û Kurdên me! Dema Tirkî diaxivin tu dibêjî qey ji wan zana û moderntir kes tune, lê ev xwelîliser nizanin ku medeniyet û şaristanî ne girêdayî zimanê Virqo ye.

   Beriya mehekê ez çûm gundekî Xana Hawêlê, du gundî bi hev re Tirkî dipeyivîn ku Tirkiya Bavê Teyar li ber ya wan weke Tirkiyeke sosyetîk e. De were û çêra neke! Gundiyên Kurdistanî jî êdî dev ji zimanê xwe yê zikmakî berdan û bûye şildim bildima wan.

   Kuro bi sê telaqên Tirko yên jinberdan û jinrevandinê, ev Kurd û Kurmanc nînin, rasterast Tirkmanc in! Ew Kurdên ku xwe bi zimanê Tirko qurre bike gelo jê nezan û ehmektir henin? Yên wisa difikirin kerê meleyê Malabado di aqilê wan de birrî!! Neviyên kurê kerxaneya selanîkê jî dibêjin em şareza û şaristanî ne.Hey la kerê Şamê di guhanê diya we Tirkoleran ga!!!........

   Divê em Kurd weke dayika Cevahîr Zana hişyar bin. Careke din ji bo helwesta vê dayikê wê pîroz dikim û destên wê maçî dikim............... 

Ala Kurdistan û hew!

Rodî Êzîdî-21/09/08-Di 19-08-2007an de  li paîtexta wîlayeta Nîdersachsena Hannover li Elmanya,

nêzîkî 3 hêzar Kurd piştgirtîya Şîngala birîndar kirin û dengê xwe

li ber balyozxana Emerîka bilind kirîn, gîhandin raya giştî û dezgehên mafên mîrova. Bi taypetî dahwe li hikûmeta Kurdistan, Emerika û Ewropa hat kirin go li ola Kurdên Êzîdî xwedî derkevin.Bi taybet Şîngal û herêma wê bê parastin.

   Di axaftinan de hat bibîranîn go Şingal Kurdistane û dahwe li Serok Barzanî hat kirin go pêşmergan êdi ji Şingalê şûnde nekşîne û Şingal bi rengekî

resmî bikeve nava sînorê herêma Kurdîstanê ( ji ber heta aniha Şingal girêdaî bajarê Mûsîlê ye).

   Meş bi serkeftin û bi lotikên baş derbas bû. Tenê bûyerêk biçûk wek ( ecêbekê) çebû, go kesekî qûnek dixwest ala Iraqê hilde. Ew kes ji alî parêzvanên meşê ve ji meşê hat veqetandin, lotikek lê ket.

   Hêjayî gotinê ye go beşdariya Kurdistanîyan li ber çav bû, û gelek şexsîyetên ji siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên Kurd amade bûn.

   Kuro bi telaq ji lotikên Kurdewarî xweştir lotik tunene û hûn sax!

Kurê dêlê kir zire zir!

Firildeq Elî-20/08/07-Stenbol- Em bi van dêqehpên Tirkên xwînheram re mane halekî heyirî yaw! Em herin ku em ji wan qûnekan xelas nabin, hella helaaaa! Tirkên ku esl û peslê wan ne kifş in û bîjîyên devê deryê xelkê ne, radibin înkara milletekî esîl wek Kurdan dikin û wan wek “Tirk” diherimînin.

   De ji xwe re li kurê kerê Profesorê qûşqetyayî (li mikûsê wî binerin hûnê zanibin go heramzade ye) Yusuf Halaçoglû binerin û îbretê ji Tirkan bigrin. Tirro qaşo Serokê Sazîya Dîroka Tirkan e û qaşo profesore. Heyla kerê min di guhanê dêya te gayo, tu çawa Profesori haa? Ma profesor û zanyar dîrokê serûbinê hev dikin oxlim? Ma te ilmê kerê xwendiye yan Kurdan bazdaye ser dêya te go tu înkara Kurdan diki û wan wek Tirk diherimîni hêê!

   De binerin lo, qûneko dibêje:” Kurdên ku li Tirkiyê dijîn bi eslê xwe Tirkmen in. Kurdên elewî jî bi eslê xwe Ermenî ne” filan û quzilqurt. Halaçoglû dibêje:”Me lêkolînek kiriye ( xuyaye di xewna xwe de dîtiye) û di destê me de delîlên qirase hene. Tobe be, ez bê delîl napeyivim” filan û fîstan.

   Werhasil, îcar em jî ji qûnek Halaçoglû re dibêjin:”Lan oxlim, me jî wek Lotikxane lêkolînek hûr û kûr kiriye. Di encama lêkolîna me de derketiye holê ku, kûçikên me bazdane ser dêlegura dêya te Asenayê û cewrikên mîna te gotine “fişttt” û jê derketine. Heger tu bawer naki, were studyoyên Lotikxanê emê flîmê “Kurdler Turklerî nasil belledî” pêş te bikin. Heger te nego “amînnnnnn” emê pîvazekê bi guhê xwe vekin!” Okey mi lan!

 

Gundîyan kêf kir:

Messenger bûye modeyek nû!

 

    Aran Perînas-20/08/07-Swêd-Niha li her malê, xwedê jê razî be, esera Bîll Gates beg heye. Ew ji Messenger e. Li xurbetê ev messenger ji gelek malbatan re bûye wek ku dibejin: Xêra xwedê! Lê li nav gelek malbatên me gundên me ev jî dibe:

Mîsal:

- Aloo, yadê de têkevinê, willeh ez weremî bûm haaa! Îca, min çaxrîk da Tirkanê ku bikeviyê, heya niha mesencera min vekiriye, kesek neketîyê bavo!

- Sultan, keçam bazde zû, biner birayê te Xelîlo çi dibêje, behsa meserkerê dike.

- Na yadê na, ew qala messengerê dike haaa!

- De bes lê, emirqesifîyê!

Dûvre xaltîka me ango yadê dest bi rastkirina çarika serê xwe dike.

Wexta ku pencereyên mesengerê vedibin, xaltîka me li hundirê kamerayê dinere.

Dibêje: Keçam vê kamerayê hinekî daxe wîîî!

-De ka her bi wir de, yadê dengê xwe rake.

Xuyaye wê hinekî wext bistîne ku tam em lê germ bibin:

Mîsal:

- Keçam Sultan, ka biner lawo birayê te Online an na?

- Na yadê niha Offline!

- Başe keçam, heya online bû ji min re bêje, min kamerayek nû kirîye, ya din bi kêr nedihat! Wê me wek eynikê derxe ellahwekîl, merqa wê jî Pilips e.

   Na em naxwazin ewqas jî,  bila wek berê be hesabê me jî hinekî pê tê. Em dîsa spasî xwedîyê meserkerê Bill beg dikin!

 

Kûçikbavan navê xwe li me dikin

 

Zinar Qelemşûr-19/08/07-Stenbol- Bêguman, di qetlîama Şengalê û Êzîdîyan de tilîya îstîxbaratên dewletên cîran heye. Ji xwe a Tirkan ji sedî sed e. Tirk bi her awayî dixwazin rê li ber pêşketinên Kurdistanê û referandûma Kerkûkê bigrin. Ji ber vê jî provokasyon namînin ku nakin.

   Dewleta Virqo gava dît ku ewê nikaribe bi zirt û fortan çavê Kurdan bitirsîne û ewê zû bi zû nikaribin başûrê Kurdistanê dagîr bikin, îcar bi rêya îstîxbaratên xwe ên wek Jîtem, Mît, Ît, Tît û Tîb ê dixwazin Kurdan çavtirsandî bikin û wan ji hevde bixin.

   Werhasil, îcar kûçikbavên Tirk, rêxistina bi navê TÎB (Yekîtîya Tolhildana Tirk) belavokek belav kir û xwedî li qetlîama Şengalê derket û ew girt ser xwe. Bêguman, ev dijminatî ye. Ji wan bê wê koka Kurdan biqelînin, û ji me jî bê emê yekî Tirk li ser ruyê dinyayê nehêlin. Lê qûnektîya Tirkan ev e ku navê xwe li xelkê dikin û bêyî ku li esl û koka xwe bipirsin, Kurdan wek (Kurdên pîs) bi nav dikin. Kurdên pîs kuro!?

    Ê lawo hey kerê min di bin guhanê dêya we kirino, de ka li eslê Kurdan û li eslê xwe bipirsin, binerin bê kî ji me kurê qehpikê ye, kî ji me insan û kî heywan e! Ma hûn ne bîjîyên Atatirkê kerxana Selanîkê ne hêê? Ma Zubeyde xanim bavê we ne di wê kerxanê de anîbû dinyayê?

   Ûlan hûn “TÎB” in çi quzê kerê ne, navê xwe li Kurdên esîl nekin û wek kerên Şamî nezirin ewlatlarim! Em jî dibêjin:”Wê Kurd bi kujtinê xelas nebin. Emê rojek ji rojan Tirk, Ereb û Eceman têxin dora tenûrê û yeko yeko qûna we dax bidin! Hem jî emê mohra Kurdistanê li qûnên we xin!”

 

Zimanê çûka!

 

Serdar Mirad-18/08/07-Amed- Belê, dibêjin kekê me û Serokê Şaredarîya Amedê Osman Baydemîr, di hevpeyvînekê de behsa girîngîya zimanê Kurdî kiriye û xwestiye ku Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin.

   Baydemîr bal kişandiye ser zimanê nivîskarên Kurd, lotikek bêîman li wan xistiye û gotiye:"Yabo bi namûs ez ji zimanê wan fêhm nakim. Yan xeletî di min de ye yan di wan de ye. Ez û gundîyan hevdu baş fêhm dikin, lê gava tê ser nivîskaran ez dibê qey zimanê wan zimanê çûka ye.Tiştekî ji zimanê wan fêhm nakim bavê min, wey" filan û bêvan.

   Lê birêz Baydemîr ji bîr dike ku "nivîskar bi xwe jî ji zimanê xwe fêhm nakin".

   Ma nivîskarên go bi Tirkî bifikirin, bi Tirkî bixwin û vexwin, bi Tirkî xewnan bibînin, bi Tirkî lotikan bavêjin û bi Tirkî Kurdî binivîsin, Kurdîya wan tê fêhmkirin qardeşim! Ma hema bi nivîsandinê ye? Ma bi rêzkirina gotinên tewşo.mewşo ye? Naaaaa!

   Kurdî divê sivik be, zimanê xelkê be, şîrîn û xweş be, herkan be, wek dimsa Omerya lezîz, û wek şebeşên Amedê jî girover, xweşik, mezin û wek memikên qîzên çardesalî balkêş be, brakoooooooo!

   Dev ji wan nivîskaran berde û bi a me bike. Lotikxanê bixwîne bavê min,  Lotikxanê looooooo!

 

Wan xayînan bigrin û bişînin êşkencexaneyên Lotikxanê

 

Cemîl Cewher-18/08/07-Hewlêr- Dagîrkerên Kurdistanê rehet nasekinin û bi rêya sîxur û xefîyên xwe çalakîyên terorîstî li Kurdistanê pêktînin. Bêbavan qetlîama herî mezin li herêma Mûsilê, devera Şingalê, li himber brayên me yên Êzîdî lidarxistin û bûn sedema kujtina bi sedan Kurdên bêguneh.

   Pêşketinên li Kurdistanê û nêzîkbûna referandûma Kerkûkê dihêle ku agir têkeve doxîna dijminên gelê Kurd û wek gurên devbixwîn har bibin. Werhasil, Serok Barzanî di vê derbarê de daxuyanîyek belav kir û bal kişand ser îstîxbaratên dewletên cîran û xayînên Kurd ên ku alîkarîya wan kûçikbavan dikin. Îcar li ser daxwaza Serok Barzanî, dibêjin pêşmerge berê xwe dane devera Şingalê da ku Êzîdîyên me biparêzin û carek din ew raserî terorê nebin.

    Îcar heyran, em ji we hêvî û tika dikin, heger we terorîst yan hinek ji wan xayînên Kurd girtin, çewal têxin serê wan û yekser wan bişînin êşkencexaneyên Lotikxanê.

   Bi sê telaqan emê heyfa sed bavên Êzîdîyan ji wan hilînin! Emê wan bikin 600, 700, 800 parçe, piçik û parî. Emê wan bixesînin û darekî têxin qûna wan heta go di devê wan re derkeve û xelas!

   De qurban, emê li bendî vê qencîya we bin deeee!

 

Hemdemê lotikek li edîtorê xwe xist

 

 S.Omerî-17/08/07-Hewlêr-Li ser bextê fesadên kolanên Hewlêrê be, dibêjin malpera Hemdemê go vaye 4 meh e dest bi weşanê kiriye, ji bo nivîsekê edîtorê xwe avêt. Edîtorê giştî yê super rêveber ê Hemdemê go hema çi dihat ser devan digot, ji aliyê rêveberiya malperê ve hat avêtin. Xwedêgiravî rojek go xwedyê malperê Mîrhac Mistef çûye bajarê Silêmanî, edîtor jî rabûye lotikek wilo li gotara xwe xistiye û komek şaredar û nivîskar û rewşenbîr û filan û fîstan ajan îlan kiriye lo. Malxerabo wisa bi nav de çûye go heta xwediyê malperê pê hesiyaye hasil çûye di Silêmanî re derketiye.

    Li ser vê yekê edîtorên malperê jî bi hev ketine. Li gor lotikên go gihişitine lotikxanê, her edîtorekî Hemdemê mehê 250 dolar pere distînin û ev kaniya dolaran jî şerîkeyên kurdan tê. Lê ji ber go nivîsên edîtorê giştî Sîdar Nûxak zêde dihatin xwendin, camêr mehê 350 dolar pere distand. Edîtoran jî her roj şer dikirin go çawa dikarin wî bavêjin û xwe jê rehet bikin. Welhasil yekî pif kiriye devê Sîdar go têkilya komek kesan bi MIT a tirk re heye û Sîdar jî xwe avêtiye ser. Lotikek ji wan û yek ji wan Sîdarê reben di navbera 24 saetan de hatiye avêtin. (Bixwînin)

 

MEYDAN JI ŞEMO RE MAYE...

 

 

Aran Perînas-17/08/07-Swêd-Li meydanekê rûniştine û dest bi peyivan dikin! Ya starrr! Hesenê dîn ji mala Sivûkan tînin civatê û tiştek nemayî tînin serê wî! Xwedî û serokê vê civatê jî brêz Şemo ye. Yê ku nizane pibeyive, camêr li vir kirîye çirik! Ji kenan winê zimanê xwe gez bikin. Ji niha ve em we îqaz dikin, ev video gelek mîzahî ye û ne ji kesên bin 18 salî re ye. Rojek ji rojên Xwedê li Nisêbinê.

  Binerin çawa Hesenê dîn tînin lîstikê, dengê wî jî ne xirab e. De fermo temaşe bikin. 

 

 

Xwedê we ji serê hinek Kurdên bêaqil

kêm neke rebbî!

 

A.A.Dîlan-15/08/07-Enqere- Em nema zanin ne bigrîn ne bikenin. Ne kirasê xwe biçirînin û ne jî serê xwe li hêt û dîwaran xin. Gerçî em bela sebeb xwe aciz dikin. Ji ber ku ew rastîya xwe tînin zimên û bi xwe dibêjin: „Em ji hestên netewî û ji milletê Kurd dûr ketine“. Ji ber vê jî acizbûna me belasebeb û nafîle ye.

    Li meclîsê destê faşîstan, destê dijminê qewmê Kurd guvaştin, sûnda yekîtîya axa Tirkiyê û milletê Tirk xwarin. Anitkabîr tewaf kirin û xwe ji gunehan dawşandin. Îcar jî maye dora çûna serdana cendekên eskerên Tirk û xwendina fatîhê.

   Werhasil, dibêjin girgirek û wekîlên DTP biryara „Beşdarîya merasîma cenazeyên şehîdên Tirk“ girtine. Çi ecêbe ku ev senaryo jî ji bin serê Sebahat Tûncera ku di hepsa Tirkan de bû, derketiye. Berî herkesî ew li cenazeyên eskerê Tirko xwedî derdikeve. Xuyaye Sebahat xanim di hepsê te têra xwe terbîye bûye û çend xiram Kurdayetîya ku pêre mabû jî di hepsê de kiriye qurbana Tirkayetîyê.

   Werhasil, dibêjin Selahattîn Demîrtaş gotiye;“Beşdarbûna merasîma şehîdan (şehîdên Tirk haa) helwestek mirovatî ye“. Fatma Kurtulana ku berê li Ewrûpayê lotik davêtin û niha ketiye meclîsa Virqo dibêje:““Ne girînge bê xwîna li welatê me dirije a kê ye. Ma ferq heye ku gencê di tabûtê de, ji Edîrneyê, Qersê an ji Enqerê ye? Ji bo gencên dimrin dilê me dişewite, jibo ku rijandina xwînê bê sekinandin,çi pêwist be , divê bê kirin”. Sirri Sakik dibêje:Em êşa hemi malbatan di dilê xwe de hîs dikin. Kî dikare bi kuştina eskeran dilxweş be?”

   Werhasilî kelam, merasîmên eskerên Tirkên xwînheram li we û bavê we pîroz û bimbarek be rebbî! Ew eskerên ku serê gerîllayên Kurd jêdikin, namûsa gerîllayên jin diherimînin, gundên me dişwetînin û zarokên me dikujin, jibo we wek “Şehîd” tên dîtin haaaa!? Wey em di tirba wan şehîdan de bimîzin û rehma Xwedê ne li we û bavê we be rebbî!

   Ê lawo ma emê bêjin çi? Hema Xwedê we ji serê van bêaqilên ku raya xwe dane we kêm neke û hew! Ma go Kurdên me biaqil bûna rayek tenê jî didan doşirmeyên wek we hêê! De serketin yabo serketinnnnnnnn! Haaaa, gava hûn beşdarî merasîmên şehîdên Virqo bûn, slogana “Şehîtler Olmez vatan bolunmez” jî bavêjin haaa, okey cîgerlerim! 

 

De werin vê ecêbê:

Tu karê wan nema îcar serê xwe bi G-strîng re dêşînin kuro!

 

Şêxmûsê Derpîfiroş-14/08/07-Fatîh-Stenbol- G-strîng binderpîyek terîşane ye. Terîşeke û mero li xwe dike. Hem jin û hem jî hinek mêrên qûnek jî vê terîşê dikşînin xwe. Yanî, binderpîyek seksî û balkêş e.

   Werhasil, mode bipêşdikeve û modeçêker jî jibo çend qirûşên zêdetir têxin bêrîka xwe herroj cil û bergên kesanedî dixin piyasê. De neyse canim, ez bi xwe van binderpîyên G-strîng difroşim û li taxa Fatîhê lotikan davêjin. Mişterîyên min bi piranî keç û jinên sergirtî, yanî dîndar in. Û herî zêde jî ev dîndar van G-strîngan dikirin. Helbet heqê wan jî heye ku êvarê xwe ji zilamên xwe re xweşik û seksî bikin jibo ku agirê malê venemire.

   Heger ew G-strîng li xwe nekin û xwe ji zilamên xwe re nexemilînin, wê Nataşayên Rûs tirê ji zilamên wan berdin û malbatê ji hev tarûmar bikin ellahwekîl! (Bixwînin)

Heta apê me Bûşh li we bê xezebê!

Diyar Baban-13/08/07-Hamabad- Kevneserokê Îranê Haşimî Rafsancanî lotikek li Amerîkayê xist û got ku, “Îranê Projeya Amerîkayê (Projeya Mezin a Rojhilata Navîn) avêtiye teneka zibil û xeyalên Amerîkayê serûbinê hev kiriye”.

   Rafsancanîyê zikmezin dibêje:”Amerîka xwest ku bi dagîrkirina Afganîstan û Iraqê cîh li Îranê teng bike û wê dorpêç bike. Lê li vajayî wê, Îranê Amerîka xistyiye qulikek teng û tir jê berdaye. Amerîkayê ev welat baş nasnekirin. Bi qiwet û hêza Îranê nizanîbû. Ji ber vê jî lotik û pehînan dixwe û wek mirîşka gêj lê hatiye” filan û bêvan.

  Werhasil, li ser van gotinên Rafsancanî, dibêjin Georg Bûşh di avdestxanê de ji alîkarê xwe re gotiye:”Xuyaye Rafsancanî derbê lotikên min nexwariye. De ka bela hinekî serê min rehet bibe û bêhna min bê ber min, emê qûna reş û spî li meydanê bibînin. Heger ez wek çêleka nav garanê neynim serê wî ez ne ji bavê xwe bim” filan û fîstan.

   De Xwedê bikim yek bibe kêr û yek bibe penêr rebbî! Hema kî têxe kê her ji Kurdan re xêr e û hew!

Palyaçoyên me

 

Ehmed Beyan- 12/08/07-Enqere- Birastî carna serokê PKK sayin A. Ocalan tiştên xweş dibêje. Dibe ku gotin û niyeta wî ji hev cuda be û di hinek waran de badanaj bike jî, lê carna lotikên maqûl li hinekan dixe. Divê meriv heqê wî nexwe.

   Werhasil, piştî destebrakîya MHP û DTP, û piştî ku girgirekên DTP di meclîsê de pişkokên xwe li ber serokê kûçikên Tirkiyê Devlet bahçelî girtin û çûn destê wî, serokê PKK sayin Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re çend lotikên bêîman li girgirekên DTP xist û kir ku „çîzînî“ ji wan bê. 

   Ocalan, siyaseta DTP wek siyaseta „Palyaço“ binavkir û doza siyasetek bi şexsîyet li serokên DTP kir. Ji xwe di mesela „Çûna Maçan“ de tir ji Sirri Sakik berda û got:“Dibêjin emê herin maçên fûtbolê jî kuro, ma ev sîyaset e? Sirri Sakik çawa kare bi serê xwe biryaran bide û lotikên fûtbolkî bavêje qardeşim!“ û Sakik gêjomêjo kir.

   Werhasil, bi hersê telaqên Devlet Bahçelî, Ocalan di vî warî de rast dibêje û hew! Kuro lawo, ma bi siyaseta bê şexsîyet, bi lotikên bê encam, bi pehînên nermik û germik Kurdayetî tê kirin brê min!