|
Nivîskarê Kurd Mehmet Ûzûn koça dawî kir û çû ser dilovanîya xwe.
Em ji
malbat, heval û hogirên wî re sebrê dixwazin. Bela
Kurd û Kurdistan sax be!
Mehmet Ûzûn-1953-2007- (Jînenîgarîya wî >>>>>>> |
|
|
|
Magazîn, henek, gilî û gazin |
|
Têkilî / Konto Çapemenî Tenduristî Muzîk /Vîdeo Wêje / Dîrok Teknolojî Mode / Bedewî Arşîv |
|
Xaltîka Fatê
Di demek kurt de dinivîse |
Bêwar Brahîm Ji bo madeya 140 |
Rojda Aydin Lotikên Fransî
|
Gabar Çiyan HumanRights, PDK û PUK |
Faris Beg Dema hêka mirîşkê tê |
Adil Dûran Ez û ez
|
Bavê Ronahî Dernekeve ser min |
Lezgîn Şêxo Dikandar
|
Lokman Polat Biryan û savara Kurdan |
Konê Reş Azadîya Welat
|
Î.X.Sirûcî Xizanî û Nezanî |
|
12/10/2007 |
|
|
|

Bijî Tezkere!
Farûqê Devliken-12/10/07-Mêrdîn-Çiqas ji sîyasetê direvîm, sîyaset jî hewqas ber bi min ve tê. Pênûsa xwe dişkînim, tilîyên xwe diebînim qûna Denîz Baykal, lê mixabin, nikarim bi zimanê xwe. Ma qey zimanê xwe jî hilnaqetînim û di ber de jênakim law…
Rojeva Tirkîyê germ dibe û sar dibe; carna dikele, dikele dipejîqîne; carna jî diqefile, diqefile bûz digre. Wek mere du seatan li qutba başûr be û du seatan jî li ya bakur…
Xwedê çêke, Xwedê!..
Pêr, li gor hinekan panzdeh û li gor hinekan jî hivdeh leşker hatin kuştin. Ew panzdeh an hivdeh leşker bûn agir û bi erdê ketin. Ji rojhilatê Tirko heta rojavayê Tirko, ji başûrê Tirko heta bakurê Tirko seranser belebahn bû. Ji kerran heta kwîran, ji dînan heta biaqilan û ji keran heta gur, wawîk, çeqel û rovîyan tu kes neman ku pê nehisîyan û pê mijûl nebûn. Ji heft salîyan heta heftê salîyan hemûyan; kêr, meqes, şîş, top, tufeng û tanqên xwe hildan milên xwe û rabûn ser tapanê; ji bo Kurd û Kurdîsatanîyan bipelçiqînin, bieciqînin û bipelixînin. (Bixwînin)
Ermenîyan lotikek li Tirkan xist, lêêê…?

Hesen Almas-11/10/07-Waşîngton- Belêêê, belêêêêê! Komîta Karûbarên Derve a Nûnerên Meclîsa Emerîkayê, bûyera 1915an wek qirkirin qebûl kir, dilê civaka Ermenî xweş û dilê Tirkan jî reş kir. Her çiqasî ev biryar wek „Biryara Dewletê“ girêdanek xwe tunebe jî, lê gava çû kongrê û hat qebûl kirin, dibe biryarek fermî û dikeve pêvajoya xwe.
Îcar Tirk rabûne ser tapanan û dikin zirt û virt. Piranîya rayedarên dewleta Virqo bi vê biryarê veciniqîn û dibêjin:“Ne oldû lannnn? Aha gordunuz degilmî, koynûmûzda yilan beslemîşîz, Way alçax oxlî alçaxlar way, Amerîka dedîk bagrimiza bastix, lê gawirler anamizi belledî gordunuz degilmî“ û zîtirkan didin xwe.
Werhasil, mesela me ne ev e. Dibêjin heger kongra Emerîkî jî biryarê qebûl bike, wê mafê Ermenîyan çêbibe ku doza axê û tazmînata peran li Tirkiyê bikin. Îcar wê doza axa çi li Tirkan bikin hûn zanin gelî xwendevanan? Doza axa seranserê bakurê Kurdistanê. Ji xwe di nexşeyên xwe de seranserê Kurdistanê wek Ermenîstan nîşan didin û bi wê xewnê dijîn. Heger kesek ji we çûbe Erîvanê û li muzeyên wan nerîbe, hûnê bibînin bê çiqasî ji Kurdan aciz in û ji Tirkan zêdetir dijminatîya Kurdan dikin. Ji xwe „parçekirina Kurdên êzîdî“ jî ji ber vê dijminatîyê ye.
Werhasilî kelam, Ermenîyan halîhazir lotikek li Tirkan xist, lê heger biryar di Kongra Emerîkayê de bê qebûl kirin, bawer bikin ewê berî herkesî Kurdan bidin ber pehînên kafirkî.
De Xwedê Kurdan ji lotikên xelkê biparêze rebbî! Bila Kurd bizanin ku ji Kurdan pêve dostê Kurdan nînin û xelas!
Zinar Qelemşûr-10/10/07-Stenbol-Malpera ciwanên Tirkiyê Koala Kultur, tika ji me kir ku em di Lotikxanê de ciyekî biçûk ji wan re veqetînin. Koala Kultur bi zimanê Tirkî ye, armanca huner, pîşe û mixalefetek nû daye ber xwe.
De em jî xatirê ciwanîya wan digrin û dibêjin:Sayin qardaşlar, car caran behsa pirsgirêka Kurd jî bikin cîgerlerim! Ê de haydê serketin û başarilar....!
Lawkê Nisêbînî berê xwe dide Enqerê!
Zinar Qelemşûr-10/10/07-Stenbol- Dibêjin wê Teatra Avesta berê xwe bide paytextê Tirkiyê Enqerê û tev li Mîhrîcana Navnetewî bibe.
Li ser bextê Hesenê Dîn û Şemoyê Gaholvan be, dibêjin wê lawkê Nisêbînî Aydin Orak li Enqerê bi lîztika xwe "Tu ne Gara yî" tirrê ji lîztikvan, erkan û wekîlên Tirk berde û wan bide ber lotik û pehînên Mêrdînkî.
De bajo lawkê Nisêbînî bajoooooo! Heger te ew sermezinê Yaşar Buyukanit dît, bi guhê wî bigre, çend lotikan li der qûna wî xe û bêjê bela dev ji lîztik mîztikên provokatîf berde cîgerim. Bela xewna "dagîrkirina başûrê Kurdistanê" nebîne, okey canim! (Bixwînin)
Melleyê dola kerê!

Mîr Ronas-10/10/07-Êlih-De were li mellê Tirk, li dola kerê meyzeke yabo!! Melleyê ku divê karê wî paraztin û pêşdebirina dînê îslamê be, radibe serê xwe dixe qûna bavê xwe û siyasetê li dijî Kurdan dike. Piştî bûyera Şirnexê melleyê bajarê Nîgdeyê verşîya û êrîşî Kurdan kir. Qaşo qûneko xwedî li eskerên Tirk derdiket û gotinên nemayî ji xortê Kurdan re digotin. Te digot qey ji wan eskerên kujtî 7 ji wan ne Kurd bûn, di vê rojîya Remezanê de kûçikbavo zinê bi dînê xwe re kir û devê xwe lewitand.
Werhasil, karê me Kurdên bakur zehmet e. Ê tên kujtin jî Kurd in û ê dikujin jî Kurd in. Dewleta bêbav bi zanetî eskerên Kurd dişîne şerê PKK da ku Kurdan bi Kurdan bidin kujtin û ew jî li Enqerê simbêlên xwe babidin.
Werhasilî kelam, kesekî bi namûs tunebû ku di wê civatê de ji meleyê qûnek re bêje,”Ê oxlimmm, onin bûnin çocixî, ma ji wan eskeran 7 jê ne Kurd bûn ewladim? Ev çi zirt û virta qûna te ye tu tir û fisên Tirkane dikî hêêê” û darekî têxe wî.
Estexfirillahhhhhh, vê eyd û erefatê meleyê Tirk dîsa em kufirandin yaw! Êêêêê, ka siyasetmedarên me li ku ne? Qey morîka xewê di guhê we de ye Tûglûk xanim? Kuro bi telaq agir bi mala me Kurdên bakur ketiye haya kesî jê tune, wîî!
Em bêxwedî ne bêxwedîîîîîîîîîîîîîîî!
HEJÎRÊ HAŞO
Mahmûd Hewlêrî-09/10/07-Hewlêr-
Nabêjin ev çi nav e..
Bi xwedê navekî ku pêwist bû bêhtirîn dirêj bibe. Ji ber ku xwediyê vî navî, di malaqiyê de cih nade
Ji sedema malaqiyên vî neciwamêrî, rewşenbîrekî li kolana Brukselê gotiyê: Tu çi palêsî gidîîîî! Ew jî keniyabû. Lewra me xwest vê mijarê ji payîtexta Yekîtiya Ewropa Brukselê, dirêjî payîtextaq Herêma Federa a Kurdistanê Hewlêrê bikin.
Serbaz telefon da min û got dixwazim te bibîninm. Me li qehwexaneyî rewşenbîran civan da hev. Serbaz, hinekî dereng hat, lê dema kete hundir, mîna gamêşekî hêcbûyî, duxan di firnikên wî re difûriya... Ez hinekî tirsiyam. Hîna min bixêrhatin nedayî, bifermo ne kirî Serbaz bi hêrs got: Kaka, ev rewşenbîrên Bakurî çima wisa ne? Qet şerm nakin, nizanin rûmet û silûk çiye?
Min, matmayî got: Kaka, te xêr e, te kişûmat dane ber xwe, bêguman xususiyeta wan birêzan jî, yên baş û ne baş hene, beşên ji hev cûda ne? Çiyeee, te xêr e?
Serbaz, li ser hev û du sê caran bêhna xwe kûr kûr kişand û elhemda xwe anî, şehidand û got: La hewle we tileûbileeeeh!... Laaaa îlaha îlelaaaah û bêxîretî...
Min tu wate neda vê hawara îlahî û asûmanî...
Serbaz, piştî bêhna xwe bi gotinên îlahî û asûmanî pêçan û hildêrane nava çavên min got: Hejîrek hatiye... Haşo ye, Maşo ye, çi jehr e nizanim Kaka. Dibêjinê Hejîrê Haşo!.. (Bixwînin)
Bûbê Eser bersiv da:
Çima Rexne?
08/10/07-Kekê me Bûbê Eser, berî niha rexnenameyek ji awira gelemperî re nivîsandibû û hinek gilî û gazindên xwe ji desthilatdarên Kurdistanê kiribû. Baş yan xerab, ji alî hinek alîyan ve hinek rexne û şirove li ser nivîsa wî hatibûn belav kirin.
Nivîskarê me Cemîlê Çargurçik di nivîsa xwe de nivîsandibû ku Bûbê Eser ne ew kes e ku têkeve nav karwanê rewşenbîrên parsek û qîmetê xwe bixe. Xuyaye gotinên Cemîlê Çargurçik rast derketin û kekê me Bûbê rabû bersivek bi navê "Çima Rexne" ji me re şand.
De kerem bikin û bersiva Bûbê Eser bixwînin (Bixwînin)
Sofî Xelef û Helîmê hatin dîtin

Dîrokzanê Lotikxanê- 08/10/07- Li gora ku "Tofana Nebî Nuh" ji alî her milletî û herçar kitêbên pîroz ve tê qebûl kirin, piştî tofanê insanetî û jîyan ji Kurdistanê destpêkiriye û ji wir belav bûye.
Îcar, li gor ku insanetî û jîyan ji Kurdistanê destpêkiriye, helbet wê evînê jî ji Kurdistanê destpêkiribe û di nava xelkên derûdorê de belav bûbe. Bi kurtasî; Kurd bapîrên insanên îro û Kurdistan jî dergûşa beşer û insanetîyê ye. Lê ku hirçên mîna Tirk, Ereb û Eceman îro bapîrên xwe yên Kurd ji bîr dikin û înkara hebûna qewm Kurd dikin, ev jî meseleyek din e.
Werhasil, dibêjin li navçeya Bismilê (girêdayî Diyarbekirê) goreke ku du evîndar têde hatine veşartin hatiye dîtin. Bi dîtina vê gorê jî dixuye ku Kurd ji esl û peslê xwe de evîndar in û ji evînê hez dikin.
Lê wê niha Tirkên bêbav rabin xwedî li vê gorê derkevin û bêjin:" Ahaaa, ma me ji we re nedigot Tirkan medenîyet anîye dinyayê? Ma me nedigot em Tirk evîndar in, dilbirehm im, insan in" û dîsa mîrateyên me bidizin.
Ez serê we neêşînim, bi sê telaqên jinberdanê, li gora lêkolîna me ev gora ku hatiye dîtin gora "Sofî Xelef û Helîmê" ye. Xalê me Sofî Xelef û jinxala me Helîmê berî 8 hezar salan hevdu revandibûn û ji bajarê Mêrdînê koçberî Bismilê bûbûn. Piştî ku malbatên wan li ser qelen li hev nekiribûn, xalê me Sofî Xelef û jinxala me Helîmê jehra Silêmanî vexwaribûn û di vê gorê de şehîd ketibûn.
De bela rehma Xwedê li wan be rebbî!

Kurmê darê ji darê ye

Diyar Qamişlokî-07/10/07-Qamişlo-Careke din emê vegrin ser firotina netewa Kurd . Lê vê carê bi rengekî din. Kurd dibêjin Sûrî ( mistewtenat ) çêkirin. Em wilo qebûl nakin! Em qanûna 1962 qebûl nakin! Lê di piştre hinek ji sikreterên partiyên Kurd tên yekîtiyê bi Erebên ku wan digotin „erdê me ji me sitandine, xêra erdê me dixwin û em hiştine bê erd“ re dikin. Niha ev sikreter tên û yekîtiyê bi wan re çêdikin da ku bikevin belediyan.
Yek ji wan Fûwad Elîko ye yê ku xwe di ber Kurdan de li erdê dixist. Yê ku digot divê Kurd di Sûrî de bibin dewlet. Niha tê û yekîtiyê bi wan Erebên şofenî re çêdike ji bo berjewendiyê xwe yên taybet da ku mesleha xwe bimeşîne. Çi bi Kurdan bê bera bê bes ku mesleha wî tê de hebe.
Ka îcar emê çilo bigihin hevalan? Emê çilo bibin dewlet? Madem ya xwe dikin, pêşî jî bêbextiyê bi milltê xwe re dikin. Mîna Fûwad Elîko ku yekîtî bi Erebên ( tenure û helwa re ) çêkir ji bo hevalê xwe bixe belediyê.
Law heger tu wilo yi, bi xwêdana xwe di belediyê de bibe endam ne bi xwêdana Kurdan qurban!. Madem te yekîtî bi Erebên qûnbigû re çêkir, çênabe carek din tu bêji Ereb şofenî ne, ji ber ku bûne hevalên te. Û di vê mijarê de tu jî bi wan re dibi şirîkê mehkûmkirina Kurdan ji erdê wan.
Gelek tiştên din hene, emê hêdî hêdî dest bi nivîsandina wan bikin. Xwedê kerîm û rehîm e!
Kî dibê Ereb nikarin bibezin? Aha ji we re delîl!
Bav çû ma keç

Fernandez Sebastîno-05/10/07-Chîle- Hakimê Dadgeha Bilind a Şîlîyê Carlos Cerda, di derbarê keça kevnedîktator Augusto Pînoşet de biryara girtinê derxist û ew da ber lotik û pehînan.
Li gora ku hakim di biryarnameya xwe de dide zanîn, di navbera salên 1973-1990î de keça Pînoşet û grûpek ji 23 kesan xezîna dewletê vala kirine û dewlet li qûnê rûniştandine. Piştî ku Augusto Pînoşet ji hikimdarî ket û ket ber lotik û pehînên hêzên aîtîxwazên Şîlîyê, rê li mehkemekirina Pînoşet û hevalên wî vebû û qirase ketin wan.
Di dema desthilatdarîya Pînoşet de zêdeyî 3 hezar kes hatibûn êşkencekirin û kujtin. Herçiqasî heîa Pînoşet û grûpa xwe îddîayên Dadger Carlos Curda derew derdixin jî, lê Dadger Curda dibêje ku “Di destê min de delîlên qirase hene. Ezê vê tirrê ji keça Pînoşet re nehêlim û ezê bikim ku di zindanan de mişk û dûpişk li dora wê herin û bên” filan û bêvan.
Werhasil, dinya ji dîktator Pînoşet re nema. Niha jî dora keça wî ye û xuyaye ewê jî bide dû şopa bavê xwe.
Hema Xwedê Emerîkayê ji serê van dîktatoran kêm neke rebbî! Bi namûs ne ji Emerîkayê be, wê dinya bibe dinya dîktator û qûnekên wek Seddam, Ehmedînejad, Esed û hûn sax!
Lotikek ji TEVKURD ê

Hevalên ku li Tevgera Yekîtîyê Neteweyî a Kurd (TEVKURD) erênî dinêrin, ji bo Unîteya Herêma Stenbolê ava bikin, hewcedarî û şiklên kar û bar û rêxistinîyê niqaş bikin, dê bi rojeva li jêr bicivin.
Emê bi beşdarbûna we kêfxweş bibin.
ROJEV
1. Vekirin
2. AvakirinaDîwanê
3. Agahdarkirina Bername û Destûra TEVKURDê
4. Nêrînên Derhaq Xebat û Rêxistinbûnê
5. Avakirina Unîteya Herêmî
6. Daxwaz û Pêşnîyar
CÎH : Salona Civînê a KÜRT-KAVê
Tarlabaşý Bulvarý Çorbacý Sk. No: 13
Taksim / Ýstanbul
DEM : 6 Çirîya Pêşîn 2007 / Şemî / Saet: 11.00
-----------------------------------
Hüsnü Mahalli jî qûnalêsê dewleta Tirko ye

Ehmedê Nisêbînî-04/10/07-Nisêbîn-Li gor agahî û qal û qultên ser tennûrên bajarê Nisêbînê, dibêjin gelek navên ku di siyaseta Tirk de cihên bilind girtine bi dewleta kûr re dixebitin. Dixwazi navê wê bikin dewleta kûr, an jîtem, an tît an jî rûyê veşartî yê dewleta Tirk . Yek ji wan waliyê Amedê yê berê Afkan Ala ye ku niha li kêleka Erdogan cihekî bilintir bi dest xistiye, bê guman bi serkêşiya Cüneyt Zabsu yê ku ew jî pir nêzî Erdogan e û gelek navên din jî hene .
Lê li ser tenûrên Mehela Qijlê tê gotin ku, kesê herî balkêş ku cara pêşî em navê wî li vir deşifre dikin qûnekekî Ereb e. Rojnamevanê Ereb Husni Mahli ku Tirkan navê wî kiriye Hüsnü Mahalli niha di televizyona dewleta kûr SKY tv de bernameyekê pêşkêş dike. Beriya demekê Tirkan ew şandibû başûr û bi Serokê Herêma Kurdistanê Kak Mesûd û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtin kiribû. Bê guman bi navê xwe yê rojnamevaniyê lê ne bi yê ajaniyê.
Tirk di hemû bernameyên xwe de cihekî taybet ji vî mirovî re vediqetînin , gelo rojnameger ji bilî wî li Tirkiyê nemane an jî ji ber ku ew bi navê rojnamevaniyê nerînên dewleta kûr derdixe pêş?
Xuyaye hê di dema Osmaniyan de Tirkan qûş li diya vî bêbavî qetandiye ku bûye rojnamevanê yekemîn ê dewleta Tirko. Heyfa navê rojnamevaniyê, ez lêborînê dixwazim, lê incex navê sixûrê kurtêlxur li gor wî be û hew!.
%20Kopie.jpg)
Ma Georg Bûşh wek te bêaqil e?

Diyar Baban-02/10/07-Mahabad- Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad, berî niha firyabû Emerîkayê û derketibû geşt û seyranê. Lê wî di jiyana xwe de geşt û seyranek bi vî awayî nedîtibû. Bi taybet di Zanîngeha Colûmbîayê de lotik û pehînên bêîman xwaribû û rektorê zanîngehê bi pirs û gotinên xwe tir ji Ehmedînejad berdabû. Îcar dibêjin piştî ku Ehmedo vegeriyaye Tehranê, derketiye televizyonê û bûye qîjeqîja wî.
Ehmedo Georg Bûşh dawetî Tehranê kiriye û gotiye:”Ê de were ez benî, were di zanîngehên me de konferansan bide, biaxive û zîtirkên Emerîkî bavêje” filan û bêvan. Yanî, mêrik dixwaze Georg Bûşh bê di zanîngehan de biaxive jibo ku Îranî jî heyfa xwe jê hilînin û wî tirrek bikin.
Lê Georg Bûşh jî qirasê zilama ye haaaaa! Wî yekser mebesta Ehmedo fêhm kiriye û ji berdevkê xwe re gotiye:”Qûnekê heram, qaşo ewê min bîne lîztikê û heyfa lotikên Zanîngeha Colûmbîayê ji min hilîne. Ma ez wek te ehmeq im qûndeeeeeeeeee” û bi Ehmedînejad keniyaye.
Ez serê we neêşînim, jina min ji min berdayî be, Ehmedînejad heta bi mirina xwe jî lotikên ku li Zanîngeha Colûmbîayê xwarine ji bîr nekir û hûn sax! Ez ditirsim ev kul jê re bibe kanser û di serê zimanê wî de şîn bê. De a bi xêr.....
Hirçan bi Yekîtîya Ewrûpayê kêf kiriye

Nêçîrvan-02/10/09-Tirkiye- Xwedê ji Yekîtîya Ewrûpayê razî be. Ji tirsa endambûna YE êdî Tirk lingên xwe zêdeyî xwe dirêj nakin û çavê xwe ji hinek tiştan re digrin. Meselen nêçîra Hirçan! Nêçîrvanên Tirk hew wêrin Hirçan bikujin û dibêjin:”Eman eman, bela Yekîtîya Ewrûpayê nebihîze ku em Hirçan dikujin. Yan na me nakin endamên xwe ellahwekîl!” û dest bi lotikan dikin.
Îcar em vegerin ser mijara xwe û Hirçê
Li bajarê Tokata Tirkiyê, gundê Çamlikaya, Ilyas Guneşê 64 salî dixwaze şîva şivanê pezê xwe jê re bibe Çiyayê Pehlîwantaşi. Tam gava dikeve qûntara çiyê, Hirçek êrîşî wî dike û dikeve ser dilê wî, kurp û hey kurp, laşê Ilyas efendî perçe dike û tirrê jê berdide.
Herçiqasî Ilyas efendî dixwaze biqîre û bike hawar jî, lê Hirç jê re dibêje:”Hişşşşş, dengê xwe neke, yan bi sê telaqan ezê ji Yekîtîya Ewrûpayê re bêjim Tirk Hirçan dikujin haaaaaa” û doxînê li Ilyas efendî sist dike.
Werhasil, talîya talî dilê Hirçê bi Ilyas efendî dişewite. Şerwalê wî ji wî dike û tena binderpî wî dişîne mala wî. Îcar Ilyas Guneş di nexweşxanê de hem dinale û hem dibilîne:”Ayyyyy, evê Yekîtîya Ewrûpayê nîha dê û jinên me, ji tirsa endambûna wê em nema wêrin mirîşkekê jî bikujin, ay yadêêêêêêêêêê” û li serê xwe dixe.
Werhasilî kelam, Hirçê me tirr ji yekî Tirk berda û çewalek xist serê wî.
Çîroka min ji we re xweş û ka telaşek şebeş!
Me fêrî tir û fisan nekin yabo, wîî!

Cemîlê Çargurçik-01/10/07-Stockholm- Birastî ev Şoreşgerên Demokrat’ên me pir modern û jixwehezkirî ne. Hema bêjin di nav rêxistinên Kurdan de kesek wek wan nizanin lotikên nermik û germik bavêjin.
Berî niha civîna xwe di keştîyekê de, di nava behra navbera Swêd û Fînlandîyayê de, bi xwarin û vexwarinek hella hella çêkiribûn.
Îcar jî rabûne 30 salîya DDKD pîroz kirine. Mala Xwedê ava be ku vê carê ne di trên û balafirê de pîroz kirine.
Wey 30 salîya DDKD pîroz û bimbarek be rebbî ! Xwedê bikim DDKD 101 salê din jî bijî, lê ne bi vê ecêbê bavê min! Ne bi dansozên porzer û zikvekirî ku girêzê bi devê meriv dixin!