|
|
|
|
|
Magazîn, henek, gilî û gazin |
|
Têkilî / Konto Çapemenî Tenduristî Muzîk /Vîdeo Wêje / Dîrok Teknolojî Mode / Bedewî Arşîv |
|
Xaltîka Fatê Hevpeyvîn -1- |
Bêwar Brahîm Pênûs û rewşenbîrî |
Rojda Aydin Bersivê bide ablacixim.. |
Gabar Çiyan Şerê Taybet û tedbîr |
Faris Beg Çiya avis bû
|
Adil Dûran Bê rê
|
Bavê Ronahî Wek yê Xerzî
|
Lezgîn Şêxo Bang
|
Lokman Polat Dewleta Tirk har bûye |
M.Badilî Tirkên Toranî
|
F.Devliken Henekok-Genekok |
|
15/11/2007 |
Îborottî
Bila kes nebêje sîya Îbo xwar e. Li bajarê Stenbolê li studyoya xwe ev stran hazir kiriye. Xwe ceribandiye ka gelo wê li min bê an na, Stenbol ji tere maye bi telaq! Lê Nîhat Dogan efendîyê ku dengê wî wek ê mirîşk û zîxana ye, dîsa bêvla xwe xist vê bûyerê û dibêje: Willeh ma ez çi bêjim, bila li ser xêrê be, lê Îbo li gor muzîkê naçe, û carnan detone dibe.(Hîna heye) LI BENDÊ ME Seydayê Dilmeqes-14/11/07-
Sekinîm bi saetan li ber derê yar Li bendê me ji mal derkeve yar Razaye, gelo ew çima nabe şiyar Carnan dinêrim ez li pencera yar Li hêvî me ji pencerê binêre yar Ez bibînim riyê wê yê zeîf û jar Sekinîm li ber derî zivistana sar Lê dîsa ji mal derneket, nehat xar Paşê min zanî wê xistine axa sar Pişt ra hatim, nav odeya teng û tar (Dewama helbestê) Ax Nîcolkê axxxxxx!
Mihemed Soran-13/11/07- Kerkûk-Dibêjin li Manîla paytexê Filipînê pêşbirka bedewa Mîss Earth 2007 çêbûye û jinên pir bedew beşdarî pêşbirkê bûne. Lê gava ez di internetê de çav li wan jinan ketim, cerg û dilê min hatin sotin. Kuro ma jin beşdarî pêşbirkê bûne? Bi namûs horî û melayîketên Xwedê avê li destê wan dikin wey, hayhoooooo! Werhasil, dibêjin di pêşbirkê de bedewa Kanadî Jessîca Nîcole Trîsko lotikek li jinên din xistiye û daye pêşîya wan, tirr ji wan berdaye û bûye bedewa yekemîn. Lê Jessîca jî Jessîca ye haaaaa, bi telaq heger ew min bike û bi min re bizewice, ezê petrola Kerkûkê li ser navê wê tapo bikim, wîî! Aha hûn tev şahidê min in, heger min soza xwe nanî cîh û petrola Kerkûkê li ser wê tapo nekir, ezê pîvazekê bi guhê xwe vekim! De, li we gotin û li min kirin. Herin wê qaîl bikin û bînin devê derî, ezê ji %25 prosentan ji petrola Kerkûkê bidim we jî ellawekîl! Sozzzzzzzzzz! Made în Turkey!
Di rojnameyek Tirkî de ev sernivîs hebû: Ev bûyer tenê li Tirkiyê dibin! Yanî xwe ji reklamên xweyî ecêb nahêlin, însanê xwe encex biçûk bixînin, û henekên xwe bi wan bikin. De fermo li van wêneyan binerin, ev wêne ji alîyê xwendevanên rojnamê hatine şandin. Bi serbilindî di internetê de belav kirin. Li gor wam sewqet entresan e, balkêş e. Yekcar xwe li cihanê wek salaqo nîşak didin. Willeh ya rast sûret jî ne xirabin, kenê mirov tînê yaho, û divê mirov heq bide Tirkan ku ev bûyer encex li Tirkiyê dibin.Tiştên ecêb dibin, ne qanûn ne nîzam heye, lê binerin çawa zilam lingên xwe bi hewa kirîye û dibêje: Oxxx heyate, ihtîyaca min bi vê hewaya pakij heye, niha jî dama hebûya menê hertişt tekûz kiriba. Sûretên din nîqaş li ser nabin, win bi xwe li wan binerin û nîqaş bikin. Made in Turkey... Ji xwe re li kerametên Fotoşopê binerin --------------------------------
Heçê zane zane, heçê nizane çîroka baqê nîskan e. De hema hûn lê binerin û hûn şirove bikin û hew! Lê mixabin Nisêbînîyan bi xwe de rît, hem jî derpî dagirtin ellawekîl! Li Demokratên Şoreşger pîroz be!!
Cemîlê Çargurçik- 11/11/07- Swêd- Li gora solalês, tirşikçî û çepikçiyên Lotikxanê, di van rojan de li Amedê du saliya damezrandin, afirandin û xuliqandina rêxistina Demokratên Şoreşger li dar dikeve. Îcar ji ber ku damezrêner, afirêner û xuliqnêrner û heta hema hema temamê endamên vê rêxistinê DDKDiyên demekê ne û çendek berê jî damezrêneran li Stokholmê 30 saliya DDKDê bi dansozan pîroz kirin, gelo di şahiya Demokratên Şoreşger de jî wê dansoz hebin? Ev yek. A duduyan, heger hebin ji kerema xwe re bi daxuyaniyekê me agahdar bikin da endamên Lotikxanê, nêr û mê, di şevê de cihê xwe zû veqetînin! Sisê, piştî çendeyeke din Lotikxane jî wê şeva 31 saliya xwe li dar bixîne û gelek dansoz jê re lazim in. Gelek lazim in ji ber ku derdora me û piraniya endamên me hinekî teriqî û xericî ne. Çar, daxwaziya me ji cenabê birêz û serrêz Karayilan ew e ku di şeva Demokratên Şoreşger û bi taybetî jî di şeva Lotikxanê de, sîlehan neteqînin yan jî bi temamî teslîm bikin da em bi zewqek bêhempa di mêrga dansozan de têra xwe bigevizin ha!... De bajonnnnnnnnnnnn!
Dengvedana evînê
Bavê Rewşê 11/11/07-Elmanya Were porê te ez şeh kim tenê carkê bi van destan Li sînga xwe bikovînim te agehkim bi van hestan Li çavê te bixwînim lêêêê ezê cibkim bi helbestan Li ser sîngê serî deynim min navên ser tu darbestan
Ewê roja bi te şabim ezê derdan ji dil derxim Ezê ala evîna te di nava dil û ceger xim Bibim şahê evîndaran ezê navê xwe pir derxim Ne poşmanim di vê rê de ezê xelkê hemi li berxim
Ez bûm çîrok li ser zara ma dîlber qey tu nabînî Li hawîr tîr û êrîşin li dora xwe bimeyzînî Dixwazin min bixin gorê bi agir min bipêjînî Evîna rast gelek caran evîndarê xwe dimrînî ------------------------
Enerjîya mastê Dala
Qopiro-10/11/07- kekê me, Parêzer Medenî Ayhan, nivîsek bi zimanê Tirkoleran ji me re şandiye û di nivîsa xwe de lotikên xweş avêtine. Lê yabo bi serê Şemoyê mitirb û Hesenê dîn kim, heta min ew nivîs xwend çavê min derket, porê min weşya, diranekî min ket, min semawerek çay û qehwe vexwar û 3 pakêt tûtina Xursê kişand ser kezeba xwe. Lao ma nivîs hevqasî dirêj dibin kekê min, wîî! Hema te yekser pirtûkek binivîsanda çêtir bû ellawekîl! Bi hersê telaqên jinberdanê, nivîsa kekê me ji werîsek ji werîsên gundîyên Omerya û ji rêya navbera Nisêbînê û Enqerê dirêjtire yaw, errrreeekkkkkk! Çawa sebra te hat û te ewqas tîp û rêz anîn berhev loo! Êêêêêêê, me jî mastê Dala bixwara û bi wê enerjîyê mezin bibûna, meyê jî rêya Nisêbînê û Ewrûpayê bikira gavek ellawqekîl! De neyse, henek li alîyekî, heçê Tirkî zanibe bela nivîsa kekê me Medenî bixwîne bê çi dikeve serê we. (Nivîsa wî)
Helbestek ji Bavê Rewşê
Dinoşin em du-sê badan
Zimanê min li vir pûçe bi Rûsî ez xeber
nadim --------------------------- Ev jî qûnekekî Emerîkî ye Hesen Almas-09/11/07-Waşîngton- Dibêjin insên şîrê xav vexwariye. Her ku diçe insan ji qalibê insanetîya xwe derdikeve û ber bi heywanbûnê ve gavan davêje. Helbet insanên baş jî pir in, lê ê wek Stephen Cooney qûnek jî ne hindik in. Werhasil, Stephen Cooneyê 51 salî mamostê ajotina trimbêla ye. Şagirtan fêrî ajotina trimbêlê dike. Lê tu nabê qûneko tolazekî di ser xwe re ye û dest avêtiye her şagirta go hatiye ber destê wî. Îcar ji ber ku li qûneko ranabe û keleşkofa wî xerabûye, gîzerekê dixe nav şerwalê xwe û çi cara ku şagirta wî (Bi taybet li jinan wilo dike) trimbêlê baş dajo, destê wê datîne ser wê gîzera di bin doxîna wî de û dibêje:”Offfffffff, keçê binere hingî tu trimbêlê baş dajo, şehweta min rabû, ez bûm wek xortekî çardesalî ellawekîl!” û şagirtê ji desthilanîn dixe. Carek, ducar, sêcar, talîya talî şagirtek hew debar dike û qûnekê Cooney dide dest. (Dewamê bixwînin) Mişk kirin şêr
Çeng Lîî-09/11/07-Tokyo- Wilo li bejn û bala me Japonan nenerin, nebêjin kinik in û wek hacûc û macûcan e. Bi namûs em bi vê kinik û minikbûna xwe tirrê ji dinyayê berdidin! De binerin bê me çi afat bi serê mişkan de anîye. Wek hûn zanin, mişk pir ji pisîkan ditirsin. Ev ji zayenda wan tê, di ruh û xwîna wan de tirsa pisîkê heye. Lê me çi kir? Me ev tirsa mişk meraq kir û me da dû. Me da dû sedema vê tirsê heta ku me di mejîyê mişk de ew tirs zeft kir. Me beşê ku di mejîyê mişk de dibe sedema tirsê ji mejî derxist û mişkê xwe bera ber çend pisîkan da. Îcar mişkê me bû wek çi hûn zanin? Kuro bû şêr bû şêrrrrrrr! Bi namûs mişkê me Delta D wilo êrîşî pisîkan dikir ku pisîkên reben digotin qey zelzele li wan rabûye ellawekîl! Ez serê we neêşînim, berî niha jî zanyarên Emerîkî bi gen û malzarên (Hucre) mişkekî lîztibûn û kiribûn ku mişk bê rawestan tam 6 seetan bazde. Ez serê we neêşînim, teknolojî û zanyarî bi pêş dikeve û hîna wê ev qûn gellek ecêban bibîne. Heger rojek ji rojan zanyar mirina insên jî bisekinînin qet matmayî nemînin û xelas!
Ha wilo îmana xwe teze bikin sayin cewrikler!
Başçawîş Mihê-08/11/07-Tabûra Amedê- Dibêjin "Heta serê meriv li dîwêr nekeve, aqilê meriv nayê serê meriv". Îcar xuyaye ev jî mesela me û generalên Tirko ye. Gava desthilatdarî di destê wan de bû, ji zilm û zorê pêve li Kurdan nekirin. Lê piştî ku teqawît bûne, tirr di qûna wan de nemaye û fîşekên wan qelp dikin, îcar radibin rastîya pirsgirêka Kurd tînin zimên û li qedexekirina zimanê Kurdî û mafê Kurdan poşman dibin. Ê law zermezinler, dibêjin "Gava mrina mûriyê (gêrikê) tê per û baskên wê çêdibin". Îcar qey mirina we nêzîk bûye ku hûn radibin behsa mafê Kurdan dikin û li paşeroja xwe poşman dibin newlo! De yurruuuuuuuuuu lannnn! Êdî hasil gihaye Mûsilê, bi telaq xiyarê me tehl e, yan hûnê bixwin û yan jî hûnê di xwe kin û hûn sax!
Dewsa tirr û fisan nabe gul û gulistan
Kursîya Ruhstîn-08/11/07-Oval Ofîs-
Li
ser navê kursiî, qoltix, dosek û balifên OVAL OFIS ji we re silav û
rêzên xwe rê dikin geli xwendevanên Lotikxanê. Hazeel xanim silavek da me Rozê-07/11/07- London-Lotikvana navdar û bedew a Brîtanî Keeley Hazeel bi nameyek vekirî rexne li me girt û gazindên xwe ji me re nivîsand. Hazeel xanim di nameya xwe de dibêje:" Ez bi dilgermî malpera we dişopînim. Bi rêya hinek dostên xwe ez Kurdî fêr dibim û Lotikxane jî dibe alîkarê min. Lê ez dibînim hûn zêde cîh didin lîztikvan û lotikvanên wek Angelîna Jolîe, Pamela Anderson û yên wek wan. Lê rojekê tenê jî ez nehatime bîra we û we negotiye de ka em hinekî reklama Hazeel xanim jî bikin. Ji ber vê jî ez dilşikestî me, bi guman û mitale me". (Bixwînin-Foto Galerî)
Kêfa qûneko nehat
Satilmiş Çewtomewto-07/11/07-Balikesîr- Aha rastîya rayedarên Tirkiyê ev e. Rayedarên ku jibo kujtina eskerekî xwe qiyametê radikin, eşkere bûn ku ji sed û yek bavê xwe derewan dikin û qîmetê esker û pîvazekê li cem wan weke hev e. Piştî berdana 8 eskerên hêsîrên KCK, ruyê rayedarên Tirkiyê eşkere. Rayedarên artêşa Tirko bi lez û bez ew her 8 esker girtin û mehmeke li wan vekir. Çima ku qaşo wan şerefa Tirkan anîye pênc qirûşên xerabe û namûs bi dewletê re nehiştine. Îcar Wezîrê Dewletê Mehmet Şahînê qûnek rabû got ku, “Ez bi serbestberdana wan kêfxweş nebûm”. Yanî, mêrik dixwest ew her 8 esker jî bên kujtin jibo ku karibe li ser xwîna wan kabên xwe bavêje. (Dewam heye)
Dialog-Kreis: „Die Zeit ist reif für eine politische Lösung im Konflikt zwischen Türken und Kurden“ Geschäftsstelle: Postfach 903170, D-51124 Köln, Tel: 02203-126 76, Fax: 126 77, dialogkreis@t-online.de, www.dialogkreis.de Koordination: Andreas Buro, Am Sonnenberg 42, 61279 Grävenwiesbach, Tel:06086-30 87, Fax:06086-243, Andreas.Buro@gmx.de Em li sekreterekê digerin Îbrahîm Lastîk- Serokê Paraztina Lotikxanê-04/11/07- Belê gelî xwendevan û lotikvanên hezkirî, em wek Lotikxane li sekreter û yawerek jin digerin, hem jî bi lez û bez! Lê helbet hinek şertên me hene. 1-Divê sekretera me wek lastîkê be, jîmnastîkhez, bejinzirav, 1.80 santîm dirêj, lihevhatî, diranbirincî, lêvqalind, pordirêj, memikmezin, xwarinpêj û zimanzan be. 2-Divê sekretera me bi karate, jûdo, boks û tekwando zanibe da ku xebatkarên Lotikxanê ji qede û belan biparêze. Şûrkêş be, nîşangir be, karibe keleşkof û demançan bikarbîne û hedefa xwe şaş neke. 3-Divê sekretera me karibe balafir û helîhopterê bifirîne û li ezmanan bizîzikîne. Gava xebatkarên me ketin xeterê karibe wan bi helîkopterê birevîne û bibe li ciyekî xewle wan biparêze. (Bixwînin û bifetiqin) Herdu bi hevre nepixandin kurooo! Şemal Amedî-03/11/07-Hollwood-Lotikvana çîlolatayî, bedewa esmer û xwînşîrîn Halle Berry, hem zik li xwe nepixand û hem jî memikên xwe kirin wek zebeşên Diyarbekrê. Hinek dibêjin:"Sedî sed ew kezîkur avis e, dibe ku du-sê zarokan bi hevre bîne". Hinek jî dibêjin:"Na kurooo, ew jî wek siyasetmedarên me derewan dike, xwe dixe rojevê" filan û bêvan. Me jî rabû ew li bajêr, di kafeteryakê de girt û jê pirsî: "Halle xanim, zik nepixîye, memik jî mezin bûne, gelo te xêr e?" (Bixwînin-Foto) Werne Lotikên bê dîn û bê îman!!! Tolhildan-02/11/07-London
Fîlmê Mano Khalil Davîdê Tolhîldan Li London tê temaşe kirin Lotik dide du lotikê û li bin dûvê VIRQO dikeve. Carek din çîroka Gerîlayê Swîsrî, David Rouiller dikeve bazara navnetewî . Her ku hikûmeta FAŞO-VIRQO hewl dide ku derba li filmê Kurdî „Davîdê Tolhildan“ xe, lê derbê wê li bin dûvê wê vedigerin, hema doxîna VIRQO sist bûye, welah ve tulah, ve billah doxîn bi dûde dikişkişe!!! Îca gava ku kerên weke VIRQO fedî û şerm nekin ji xwe re kêf kirine (Bixwînin)
|
Rêzdar Celal Telebanî bi birêz Minafiq Erdogan re li hev kir!
Soro Soran 15/11/07-Hewlêr Şert û mercên di nameya ku Erdogan çend roj berê bi rêya sofî, mela, çawîş û ombaşiyekî xwe ji Mam Celal re şandibû û Mam Celal jî name wek peymana tam dostaniyê qebûl kiribû û bi imza xwe re imza El Malikî û Barzanî jî li nameyê dabû, di dawiyê de heşkere bûn. Lê mixabin ne her nozdeh xalên wê, rayedarên Hikûmeta Hewlêrê ji bo selameta Kurd û Kurdistanê bi tenê hew sê xalên peymanê heşkere kirin. Xala yekê wilo hatiye nivîsandin: Bê qeyd û merc wê temamê buroyên PÇDKê bên girtin û buroyên Kerkuk Turkmen Namusuz Cephesî jî digel temamê namûsizî, dêqereqehpî û teresbaviyên xwe ve bi şev û rojê vekirîbin! Xala duduyan wilo li hev siwar bûye: Sê hezar mehmetçîkên ku ji sala 1997an ve li herêma Bahdînanê bi tenq û top û cebilxane bi cih bûbûn, hetanî ku li herêmê kevir li ser kevir nemîne wê bimînin û çekdarên Kizilyilan jî ji herêmê hema bicehemin yan jî siktir bibin! Xala sisêyan jî wilo li hev hatiye qelibandin: OYAK bi şertê ku dendikek û bizmarek negihê qempa Mexmûrê, Tabûrê, Bizgûrê û ên li Qendîlê, wê xwarin û vexwarinê, goştê mirar û miriyan, benîşt, şekir, çayê, cilûcaw, derpî, gore, qerewat, qûş, kurtan, werqîl, çemento, beton, hesin, pola, teneke, têlik û hwd. bidin xelkê me ê başûrî. Niha ewqas, lê hîn wê gelek gelek ewqasên din jî bên! Li bendî nûçegihanê me bin!! Werhasil, herkesî xefik û dafik li ber hevdu vedane, îcar wê pelûl bi serê kê de birje tenê Xwedê û Lotikxane zane û hûn sax! Xwepêşandana Amo û Xalo
Lotikxan-14/11/07-Ezmanê Heftan- Konebazên Lotikxanê di şexsiyeta xwepêşandanên Amo û Xalo ên Kurdistanê de hinera Kurdayetiya Amo û Xalo pîvan! Û emê jî wê hinerê berkêş û serkêşî we bikin! Yek: Xwepêşandana xaloyan dişibe wek Turkiye Petrolleri Anonim Şîrketleri û a amoyan jî dişibe wek roja ku mirov diçe ber lingên Seyid Bilal û Ziyareta Letanê. Di vir de amoyî bi Seyid Bilalê xwe yek sifir li pêşiya xaloyiyan e! Dudu: Di xwepêşandanên xaloyan de ne ala Kurdî û ne jî rengekî Kurdî heye, û di a amoyiyan de digel sûretê Amo kincên Kurdî û alên Kurdî jî hene. Di vir de amoyî bi kinc û alên xwe ên Kurdî neh sifir li pêşiya xaloyiyan e. Sisê: Di xwepêşandanê de amoyî wek ku êrîşî mehmetçîkan dikin û xaloyî jî wek eskerên ku ji ber înzîbatan birevin xuya dikin. Çar: Xwepêşandarên xaloyî hemû mîna mamûran, begzade û beyefendiyan e û ên amoyiyan jî xwerû xelk e. Ax ku xaloyiyên xwedî stratejî hinekî xwediyê mêrxasî, liv û bizava amoyiyan û amoyî jî hinekî xwediyê stratejiya xaloyiyan bana, ê ma wî çaxî kê dikarîbû pişta Kurdan bitewanda!! Şaşika melê û kumê Kemalîstan
Bazê Qendîlê- 14/11/07-Kurdistan Dibêjin, rojekê melakî diltenik û kezebşewitî, tima xwe li kerê xerakiribû. Kera boz di axur de li ber melayê çavtolaz bûbû wek Fatma Muxribî. Melayê duazde ilmî di axur de xwe li kerê diqelibîne û teryê lê rep dike...! Malxerabo tê bigota ketiye ser dilê horiyek ji buhiştê ku ewqasî xwe pêve zeliqandibû û têde dibir û tanî....! Ji lerzandina canê melê şaşik dikeve nav çavan û ker jî hêdî- hêdî tev melê ji axur derdikeve. Çend kesên ku li wir bûn, dema vê ecêba kesanedî dibînin hema li melê komdibin û hawar dikinê: Mele..mele tu çi dikî hey malvirityo....? Dema mele şaşka xwe rastdike heyloooooooooo çi ecêbê dibîne.....û bê ketiye çi halî..... Hema radibe şaşka xwe li erdê dixîne û dibêje: Erê ev kê xirê min kirye diya xwe, kirye kerê?????????? Bê îmanno ma xelk wusa li melê xwe dikin hey kafirnooooooooo......! Werhasil, serê we na-êşînim, vê carê dora Tirkên tirrrek e, eger hat û ketin Başûrê Kurdistanê, ew kumên Kemalîstî gemar ketin nav çavên wan û xir li qûna wan qelibîn gelo wê ew jî bêjin: Ev kê xirrê xwe xistiye diya me û em şandine kuzey Iraq???
------------------- HAK-PAR û KADEP ê lotikek li dewleta Virqo xistin
Brahîmê Keçel-13/11/07-Ji mîtînga Amedê- Di 12 .11. 2007an de li Dîyarbekir ( Qaşo Paytexta Kurdistana bakur e ) HAK-PAR û KADEP ê mitîngek li dîjî Dewleta Terorîsta Tirk pêkanîn û lotikek li dewleta Tirko xistin. Herçend mîting ji alîyê girseyî ve gelek kêm bû jî, lê gelek jî girig bû. Vê mîtingê, wêrekî û mêranîya Kurdên derveyî Pkk ji nû de vejenand. Ji ber ku ev bûn nêzîkî sîh salin Kurdên bakur hem ji tirsa dewletê û hem jî ji tirsa Pkk nediwêran li bajarên Kurdistanê mitîng û meşan bikin, ev mitîng bû çirûska pêşerojek nû. Lê Mam û brazî destên xwe dan hev, lingê şeytên şikandin, gava pêşîn avêtin û li mêranîya xwe vegeriyan. Bi emrê Xwedê û qewlê Lotikxanê wê xal, xwarzî, pismam û dotmam jî dest bidin hev û xwe ji nû ve vejenin. Wek salên berî 80î bi girseyî derkevin kolan û kuçan. Dê hilon (haydê ) sifteh ji HAK- PAR û KADEK ê û bereket ji sazî û milletê Kurd! Xwe bicivînin û bilezînin, em ji karwan şûn de mane loooooo!. Çend lotikên mêrane li Tirko xin, bila wek mirîşkên rovîdîtî bi xwe de birîn. Dê hilon Ahûra Mazda bi we re be yabo! Lotik ji we û pehîn ji me, de qurban de, bajooooonnnnn!
Jina min li ber çavê min bû tenî ellawekîl!
Hesenê Agirpêketî-13/11/07- Cewlik- Lao bi serê min û we, bi gora Şêx Seyda, evê internetê jina min li ber çavê min kiriye wek tenîya binê beroşê û hew temê min diçe ser wê yaw! Hingî keçik û jinikên xweşik û spehî di internetê de hene, êdî destê min ji internetê nabe û 24 seetên min li ser kompîterê derbas dibin. Berê me ev tişt nizanîbûn yabo, min digot qey kes ji jina min Fato xweşiktir tuneye ellawekîl! Lê yabo gava ez çav li van jinikên porzer, memikmezin, bejindirêj û têrgoşt bûm, jina min li ber çavê min bû wek çêlekek ji çêlekên nav garanê û ez ji mêranî ketim. Wille û bille lo, wîî! Ji xwe gava ez çav ji wê Pamela Andersone çi quzilqurte dikevim, mûyê porê mn dibin wek derzî û şûjinan û hema ez dikim go rebena jina xwe bikujim ellawekîl! Ev çi jin in yaboooooo, pekkkkkkk! Bi hersê telaqên jinberdanê, kî jinek wek Pamela Anderson ji min re bîne devê derî, ezê du ker, qantirek, çêlekek, berxek û pisîkekê wek qelen bidim wî û hew! De qurban, berî go ez jina xwe bikujim û zarokên xwe sêwî li ber dîwaran bihêlim, binerin bê hûn yeke porzer, memikmezin, bejinzirav û têrgoşt ji min re neşînin!
Xwe bidin alî Xaltîka Fatê haaaaattt!
Hevpeyvîn-1- Sofî Xelef- 12/11/07-Lotikxane- Şikir ji Xwedê re, mala Xwedê ava, xaltîka Fatê bû bûk û em bûn zava. Piştî sê mehan stuşikesta xaltîka me Fatê giha Lotikxanê û em ji wê meraq û merezê xelas kirin. Xwedêjêstendê te digo qey çiyayê Qendîlê ye, ewqasî giran û nazdar bû ku incex di sê mehan de giha dîwanxana Lotikxanê. Werhasil, hevpeyvîna pêşîn bixwînin. Piştî go xaltîka me bêhna xwe berda û ji giranîya xerîbîyê xelas bû, emê hevpeyvîna din jî pê re bikin û ewê dest bi lotik û zîtirkên xwe bike. Ê de yellaaaaaaaa! (Hevpeyvîn)
Lotikxane, jina min li min dixe!
Mistoyê Şerpeze-12/11/07-Kurdistan- Dîsa ez ketim nav raman û fikaran û min xwe bi xwe got: Ez herim ba kê giliyê vê jina xwe bikim, ez ne çim ba kê? Ha ku min dît, va ye ez li civatekê me û zilamekî niçande min, got: Lotikxane, Lotikxaneeee.... Hema min jî rahişt pênûsê û vê arezûhala hanê nivîsî:
Lotikxane midurîyeta paraztina mêrên bindest
Ez dizanim ku Kurd tev bindestên dijmin in, lê ez bindestê jina xwe me. Jinik her roj qotedarekî hildide û li min dixe. Gava bixwaze xwarin dide min, gava bixwaze min dixe nava ciyê xwe, ez dibêjim oooooxxxx! Gava naxwaze, ne xwarin dide min û ne jî dihêle ku çavên min li doxînê bikevin, wey pepûk ez im! Ma ji vê zulmê zêdetir zulm li dinyayê heye? Lê şeva ku jinik kêfa xwe ji min re tîne, ew şev ji min re NEWROZ û SERSAL e, geh Laleş e û geh jî Geliyê Elî Beg e. Ez jî hema dibêjim, şabaaaaş ji Yezdanê dilovan re... >>>>>>>
Eslê kerê!
Xirnik Qelemşor-11/11/07-/ Engûrya-Tirkiye. Xwedê wekîl e û Mihemê wî jî pê dizane, gava ez serbazê dewleta Tirkan bûm, min dizanî ku dinya tev Tirk e. Ez di xwendegeha leşkeriyê de jî hînî nivîsandin û peyivandina Kirmancî bûme. Lê gava ez di şer de bûm gazî, niha ez nîvbirçî û nîntêr dijîm. Di dema serbaztiya xwe de, min bi eskerekî xwe derxist ku ew jî Kurdçî ye. Rojekê min gotê: "Ev çi ye hema hûn dibêjin Kurd û Kurd... Elawekîl Kurd ji keran jî kêmtir in. Ne gotine kerê (eslê te Kurd e) ker xeyidiye û heft rojan êm nexwariye!" Hûn zanin eskerê min çi bersiv da? Elawekîl bersiveke wisa da min ku ez ha niha jî fedî dikim. Weha got: Ker heqlî ye û eslê xwe înkar nekiriye. Min jê pirsî: Eslê kerê çi ye? Eskerê min got: Eslê kerê Tirk e. Te gotiye wê eslê te Kurd e, ew xeyidiye û xwe heft rojan birçî hiştiye. Ma ne gotineke Tirkan heye, gotine: Eslini inkar eden heramzade dir, serbazim!! Tirk çerqo-berqo ne! Xalidê Colemêrgî-11/11/07-Colemêrg- Berî ku teskere derkeve û Erdoxan û kek hecî Bûşh bi hevûdu re rûnin, li ser daxwaza artêşê û lordên şer, cewrikê Asenayê û serokê partîya Kemalê kor, Bayqalo heqaret, dijûn, hêrîş û gotinên herî bê mirêz li Kurdên başûr dikirin . Ji alîyekî bi van gotin, ewtîn û zûrînan, nijatparêzîya Tirk dinepixand, diherikand kolan û kuçan, ji aliyê din herdu pîyên Erdoxan dixistin pêlavekê. Û Erdonan mecbûr kir ku ji Bûşh re bibêje: Yan kakil yan jî mirûj ( yan Kurd yan jî Tirk ) Ibret î alem!
Kurdperest -10/11/07-Kurdistan-Ma hewceyî şirove û gotinê ye gelo? Hema qenc li van cewrikên dêlegura Asenayê binerin, hûnê bibînin ku çêlîkên maran jî bê jehr nabin. Bav û kalên me dibêjin:"Nanê Tirkan li ser kaba wan e". Îcar hûn sed û salekê ji wan re bêjin "Em brayên hev in, em goşt û nenûk in, em quzê kerê ne", ewê di dawîyê de lotikek Tirkane li we xin, yan wê çavê xwe berdin namûsa we, yan axa we, yan kesayetîya we û bixwazin we bikin wek xwe. Îcar gelî xwendevanên Lotikxanê, ji Kurdan re ferz e ku xwe nas bikin û sînorekî deynin navbera xwe û van mexlûqatên dirinde. Ji Kurdan re ferz e ku zarokên xwe bi mejî û ruhekî Kurdewarî mezin û perwerde bikin da ku sibê bibin pêşewa û kadirên neteweperestîya Kurd. Bizanin ku heta Kurd serê xwe ji dijminên xwe re bitewînin û bibin kurtanên kerên wan, ewê her û her stuxwar û pîkolên devê derîyê xelkê bin. De mirin para dijmin û serketin jî para Kurdan be rebbî! Ez jî dibêjim:" Çi bextewarîye ku ez KURD im!" PIZANÊ ZAROKÊN NETEPTE Mehmûd Hewlêrî- 10/11/07-Hewlêr- Dibêjin, zaroka jîr, pizanê xwe bi destê xwe diqetîne. Herçiqasî ev gotin ji bo Ristemê Zal nehatibe gotin jî, piştî tiving derket, mêrxasî qêlek bû, teknolojî mêrxasî tirrek bû. Yanî, di demjiyana teknolojî de, mirov nikare behsa cîwamêrî, ciwanmerdî bike. Nexasim ji bo kesayetiyên ketî. Ew kesayetiyên ku dikarin, dayika xwe, xwişka xwe û xesûwa xwe bifiroşin... Misqalî zirre exlaq bi wan re tuneye.. Eşkereye ku cardin, çûkan civanê xwe li nava garisê Mema daniye.. Mema Kurd in... Di vê demê de, li hemberî Kurdan konsepteke dijwar dest pê kiriye. Kurd, di devê tivingê de ne. Di vê dema nazik û aloz de, kesên ku pizanê xwe qut kirine jî, ketine nava hewldanan. Ew kesên ku di dema ji nava çaqloqên dayika xwe derketin û pizanê xwe qetandin, ne hejmareke zêde ne. Lê mêşek jî dikare dilê mirov bixelîne... (Bixwînin kaka) Ku seg har bûn!
Bavê Jîndar-10/11/07-Gever- Ev heyameke nexweşîya harbûnê ( kuduzluk ) bi Tirkan ketîye, hema hêrîşî her Kurd û dostên Kurdan dikin. Kek hecî Buhş lotikek li Erdoxan xist û bi sernûxînî vegerya mala xwe. Ew bûn serê çil salane wek kûçik û parsekan li ber derîyê YE disekinin. Vê carê jî wek carên din, ji wan re gotin hûn laîqe ber derîyê me ne , ne laîqî hundirê me û pêhnek li derê qûna wan xistin . Gotinek Kurdan heye dibên: “ Neşête kerî li kurtanî dixe” .Tirk jî nikarin Ewrupî û Amerîkîyan , bela xwe li Kurdan dixin. Doh jî, telvîzyonên wan ji alîyekî li Hewlêrê Nexweşxana Rizgarî nîşan didan û digotin: “Aha li lêre birîndarên Pkk ê yên giran û giregirên wan yên wek Bayîq, Qereyilan û hwd tedawî dibin” û hikûmeta Kurdistanê destnîşan dikirin. Ji alîyê din, li gemlîkê hêrîş dibirin ser parêzerên Apo. Heke polisan hiştiban yek jî ji destê wan harbûyan ne difilitî. Werhasil, Tirk wek segan har bûne, segên ku harbûn pêket; ne xwedîyê xwe, ne jî kesekî dî nas dike. Hema kî berbikeve hêrîşî wî dike. Derman jî yan kuştine, yan jî jehrî kirine. Wekî din çu tedbîr li wan nabe. Heger em danekevin xişxişê... Ûnisê Hevêrkî- 09/11/07- Ji nîvê Komcivîna DTP-Enqere- Dibêjin rojekê ciwamêrek di civata oda gund de dibêje:”Errrrreeeekkkk, kuro min îro sed hirç bi hevre dîtin!” Gundî dikin tewtew û dibêjin:”Heyla agir bi malê keto, ma sed hirç li van derûdoran çi dikin malxerab!” Zilam dibêje:”Ê bi telaq 100 nebe jî 50 hebûn!” Gundî dîsa dikin yahewlelwela û henekê xwe pê dikin. Zilam dibêje:”Ê yabo bi namûs 50 nebin jî 10 hebûn, wîî!” Gundî dîsa dikin niçe niç. Zilam bi qehr dibêje:”Ê jina min ji min berdayî be xişxişek ji nava devîyê hat, bi telaq ez ji xişxişê nehatim xwarê lo!” Îcar xuyaye ev jî mesela me û partîya me DTP ye. Hinek ji rayedarên DTP a me berê car caran be jî behsa eyaletan û federasyonê dikirin. Lê di vê komcivînê de federasyon bincil bû, navê Kurdistan bincil bû û armanc bû Muxtarîyeta Demokratîk. (Hîna heye) Çîroka Rustemê Zal Elîyê Xemxur-09/11/07-
Silav
û rêz jibo we birevebirên Lotikxanê. Fatma Kûrtûlan bû benîştê devê segbavan
Ehmedê Bişêrî-09/11/07-Bişêriyê- Bi serê min û we, ez dibêjim di dinyayê de ji van segbavên rojnamevanên Tirk bîjîtir kes tuneye. Kurên dêlê ewqasî nîjadperest û dêqehp in ku heta bi zarokên Tirkan jî li ber çavê meriv dibin wek tenîya binê beroşê. Erê kuro, ev çend roj in dêqehpan rebena Fatma Kûrtûlan kirine benîştê devê xwe û ha ha êrîşî wê rebenê dikin. Ne hurmet li cem wan heye, ne adet û ne jî insanetî. Na nizanim çima bi yekî PKKî re zewiciye, nizanim çima hîna hevdu bernedane, mêrê wê destê rastê ê Karayilan e, filan û hezar jehr û ziqûmên din. Îcar niha jî çav berdane gustîlka di tiliya wê de û dibêjin:”Ahaaaa, aha vaye ispat! Ma kê ev gustîlka pirlanta (Elmas, zînet, dir) jê re kiriye? Wê kirîye yan mêrê wê jê re kiriye?” filan û fîstan. Ê law hey kerê min di bin guhanê jinên we kirino, ma jinên we jî gustîlkên pirlanta naxin tiliyên xwe hêê? Ma qehpikên sosyeteyên we pirlantayên milyondolar naxin tiliyên xwe? Yan ji we re adet e lê ji Fatma xanim rer qebhet e? Lê ma ezê çi bêjim ax gidîîîîîîî! Tirk bi vê segbavîyê dijminatîya me dikin û em jî hîna bi xeyalên “Qardeşlik û Quzê kerê” bratîya wan dixwazin. Kuro bi namûs Tirk çi bînin serê me heqê me ye û hîna misteheq jî maye lo, wîî! Kuro em xerabene bavê min, xerabeeeeeeee! 252 rêxistinên Tirkokurd!
Gurikî-08/11/07- Bi rastî mirov nizane çi navî li aqilê van 252 Kurdên biratirk bike! Ma kardeşim Kurd bi tenê qey PKK ye ku dewleta Tirkên bavkûçik ji Atavirq û hetanî niha bi hemû şiklî ketine ser namûsa Kurdistanê û hemû tiştên Kurdî diçilvirînin? Ma 30 sal berê PKK hebû? Ma hûn 252 rêxistin qey hûn jî PKKî ne ku dewleta kûçîkbav di mesela Kurdî de bi we re rûnane? Erê çima hûn ji Tirkên xwe re nabêjin ka pêşî hinekî ji me Kurdan derxînin û dûre bi telaqê jinberdanê wê PKK bi we re ji me jî derxîne ha!! Ka hûn pêşî hemû li her derê bi Kurdî bipeyivin û wek Kurdan tevbigerin, em bibînin bê Tirksegbav çi dikin we û dû re em ji çekberdana PKKê bipeyivin! Dema ku mirov yek bi yek li we nerî mirov wê bibîne ku pirên we li bajarên Tirkan rûdinin û kêfkêfa we ye! Û ên ku li Kurdistanê rûdinin jî bi karekterê xwe wek başkan û maşkanên Baroya Diyarbekirê bûne Tirk! Mêrikan nizanin bi Kurdî, yan jî li xwe danayînin ku bi Kurdî bipeyivin û bi ser de jî doza nizanim çi li kê dikin!!! Erê ji dêvla ku we hemiyan a xwe li çekberdana PKKê kiriye, we hemiyan a xwe bi her haweyî li Kurdkirina PKKê kiribaya yek ne baştir bû canimlar?
Dijminatîyek ne di cîh de li ser malbata Yilmaz Erdogan (Mikremîn)
|