|
Xaltîka Fatê Hevpeyvîn-I |
Rojda Aydin Sînanê kirîv |
Faris Beg Çiya avis bû |
Adil Dûran Gur û rovî |
Bavê Ronahî Kevir têwerkirin |
Lezgîn Şêxo Qado û mirîşk |
Bavê Rewşê Nanuxum |
M.Badilî Tirkên Toranî |
F.Devliken Henekok- |
Lotikxane
Magazîn, henek, gilî û gazin
|
Birastî jî êdî bes e!
|
|
|
Helbestek ji Seydayê Dilmeqes
Cejna Qurbanê
Waye dîsa hat cejna qurbane Wê ser jê bikin kavir û berane
Lê em Kurd di esra bîst û yekê da Qurban didin ciwan û mindalan
Li pêşberî demokrasiya cîhanê Dagirkerên xwînmij kovel girtine >>> -------------------
Sayin Lotikxane Ez alîkarî ji te dixwazim!
Kezebperityo-24/12/07- Sayin Lotikxane, ez bi soya xwe ji Kurdlera me, lê ez bûme zavayê Turkleran. Jina min gava qîzik bû, pir xweşik bû. Berî em bizewicin, camêriya xwe jî bi min re dikir. Tunabêjî, pîrika jina min gotiye jina min: "Kurtler enayîdir. Kendîne bîr Kurt bûl ve oninle evlen." û wê jî ez dîtim. De xwezî min wê nedîta, ez sed car poşman bûme, lê ez bi guzelîka wê xapiyam. Niha ez êdî nikarim xwe ji destên wê xilas jî bikim. Gava ez hema xebereke ne li hesabê wê dibêjim, diçe giliyê min dike û cendirme tên, min dibin dikutin, dikutiin û dikutin...>>>>>
Li Kurdistanê pîrozkirina cejna qurbanê
Bavê Jîndar-23/12/07-Colemerg- Em Kurdên li Ewropa jî , li gor destketîyên xwe Cejna Qurbanê pîroz dikin. Hinek ji me neku pê bawerin, lê ji ber ku bûye kelepûr û kevneşopek ji bav û papîran mayî û wesîleya zêdekirina danûstandinê, vê cejnê bi dilûcan hinbêz dikin. Bê goman ew kelecana li welêt, li vandeveran nîne. Li welêt kelecana Cejna Qurbanê berî hefteyekê destpêdike. Herkes li gor imkanên xwe amadekarîya kirîna şekirokan, liqûman, çêkirina kadan, tûtkan, beqlawe û borekan dike. Jibo zarowan cil û libasan dikirin. Jibo dilên kebanîyan xweş bikin, zêr û kiras û fîstanan dikirin.>>>>>
Jinên wan jî dest bi serjêkirinê kirin
Polat Erdem-23/12/07-Izmîr- Piştî ku eskerên Tirko li serê çiyayên Kurdistanê poz, guh û serê gerîllayên Kurd jêkirin, îcar jinên wan jî li metropolên Tirkiyê hînî serjêkirinê bûn û dest bi çîrvîtkan kirin. Li bajarê Izmîrê bûyerek wilo qewimî ku ji flîmên Drakûla jî xerabtir e. Jinika bi navê E.G (22) piştî demekê bi du zilaman re di xanîyekî de dijî. Bi hevre dixwin û vedixwin. Piştî vexwarina çend şûşeyên şerabê, zilamê 43 salî (M.A) ji jinikê re dibêje:>>>>
Ji raya giştî re
Roja 16.12.2007an berdestî sibehê, balafirên cengî yên Artêşa Tirkiyê derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê bûn, li wir hin navçe û gund bombebaran kirin. Di encama vê bomberankirinê de, li Suredê, Qeletukan, Lewjê û hin gundên derdorê Qendîlê, bi tevahî deh gund, xaniyên sîvîlan û çend jî gomên pez hatin wêrankirin. Jinek şehîd bû û çend kes jî birîndar in. Em vê êrîşa Tirkiyê, bombebarankirina navçeyên Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. >>>>>
Raste xwedê em nekirine Tirk, lê bi namûs dewleta Tirko doxîn li me sist kiriye brakooooo!
Bêrîvan Al-21/12/07-Amed- Kekê me, kevneserokê şaredarîya Sûrê Abdûllah Demîrtaş hevpeyvînek qirase bi nivîskar Maşallah Dekak re kiriye û çend lotikên Kurdewarî avêtine dewletê. Demîrtaş tiştên wilo xweş gotine ku dilê meriv hêêêênik dibe û meriv dibêje: “Wey xwedê miradê te bike rebbî!”. >>>>> Min di derya werneke
Bextê te û mi ji te hêvî ye
Kevir têwerkirin Bavê Ronahî-20/12/07- Çend cîranên min yên Êzidî hene, yek ji wan jî Şêxê Êzidîyan e. Em bi malbatî gelek ji hev hez dikin û qedirê hevûdu digirin . Di rojên tengasî,xêrûşer, cejn û şahîyan de, seredana hevûdu dikin. Lê vê cejna Qûrbanê, ji ber hinek sedemên malbatî û pênezanîbûna cejna gerê ye, Şêx nehat îda min. Min jî nezanîbû ku eyda wan jî ya hecê ye. Axir min kêys dît û ez çûm mala wî, me çayek vexwar, min bi henekî gotê:>>>>> Cejna Qurbanê tenê li Kurdan pîroz be! Hecî Emînê Heskîfî-19/12/07-Heskîfê- Belê gelî lotikvanan, ez jî wek hecîyekî Kurdperwer malpera we dişopînim û bi lotikên we kêfxweş dibim. Birastî hûn lotikên Kurdewarî davêjin dijminên xwe û dilê me rehet dikin. Em sofî û hecîyên ku newêrin vekirî dîtinên xwe eşkere bêjin, bi saya serê we kela dilê xwe hênik dikin û heta derecakê hûn bûne wek berdevkê me jî. Bijîn! Werhasil, Cejna Qurbanê hat û emê dîsa xwînê birjînin. Ne xwîna insên haaa, xwîna rebenê heywanan. Nebêjin hecî Emîn jî wek qûnekên El-Kaîdeyê serê insên jêdike, eman emannnn! Ez tenê ê heywanan jêdikim û hew! Bawer kin dilê min bi van heywanên xwedê dişewite lo, yaw ma gunehê van heywanan çiye ku dibin qurban? Dibin qurbana çi? >>>> Em xulamtîya kerxanecîyan dikin
Abdullah El Kurdî- 19/12/07-Misir- Dibêjin rojnameya Skoçlandî (Therûn) babetek balkêş li ser dewlemendên Erebên zikmezin weşandiye, bi belge û delîl eşkere kiriye ku 320 kanalên televizyonên seksê û pornoyê di destên Ereban de ne û Erebên qûnbigû salê bi milyar dolaran pere ji van kanalên seksê qezenc dikin. Yanî, kanalên seksê ji petrolê zêdetir qezencê ji wan re dihêlin. Îcar em misilmanên „xwedêjiwanstendî“ çi dikin? Em jî radibin çend qirûşên ku me bi ked û xwêdana xwe dane ser hev û di binê doşekê de veşartine, bi niyeta çûna Mek û Medînê dixin bêrîka van Erebên kerxanecî û wan dewlemendtir dikin. Erebên ku salê 30 milyar dolar ji hatina Hecê qezenc dikin, li me feqîran siwar dibin û em jî dibin kurtanê bergilên wan. Werhasil, gotinek heye dibêjin:“Heta rêberê kerê deve be, wê halê kerê ew hal be!“. Îcar xuyaye heta hefsarê misilmantîya me di destê Ereban de be, wê halê me xwelîliseran jî ev hal be ellawekîl! 320 kanalên seksê kuroooooo!!?
BUHIRÎ Dildar Ismaîl Di ber min re buhirî Min nizanîbû ew kî ye Yare an are Buhar zivistanê winda dike Sal salê pûç dike Sorbûna rengê gulê xwe geş dike Bi şûnve dihêle rengê hemî gulan Buhirî ..Nizanim xewne An xewneroje ….. Germ dibe li min can Hinav tên guvaştin Xwîn tarî dibe Li ber roniya buhara nûjen Difûre .. Yare an are Nizanim….>>>>>> Îran kirin kerxane Diyar Baban-15/12/07-Tehran- Doh ez bi sedema karekî hatibûn bajarê Kerec a Îranê. Piştî min karê xwe qedand, ez li kolanekê rawestîyam û min hinekî li televizyonê temaşe kir. Yabo hema min dît û hûn nebînin. Ji nişkê ve wêne û sûretên jinikên tazî, şût û rût derketin û dengê ox û axê li hindurê kolanê belav bû. Qederê deh deqîqan wêneyên jinikên seksî derketin televizyonê û ferman li kolanên Kerecê rabû. Bi elawekîl, bi serê Hesen û Hisên, zilamek di kolanê de nema, teva revî revî berê xwe dan malê û dawa jinên xwe li serê wan pêçandin. Çend xort û keçên di kolanê de mabûn jî hevdu kişandin qorzîyekê û kufînî li wan ket. Îran û wêneyên seksî!? Îran û di televizyonê de jinikên tazî û memikmezin!? Tewwwww! Bi telaqên jinberdanê, wek ciwangeyên nav garanê li zilamên Îranî hatibû.>>>
Çavê me li rê qerimî
Şemal Amedî-15/12/07-Hollywood- Gemma Atkînsona ku dilê zilaman diperitîne, beşdarî vekirina mexaza Ultîmate bû û bi cil û bergên şevê derket pêşberî heyranên xwe. Ma malneketê jî jin e haaa! Memikên sîlîkonkirî, bejn û bala kinik û lihevhatî, çavên çêlekî av bi devê mişterîyên mexaza Ultîmate xist ellawekîl! Gemma Atkînson ji zû de soz dabû ku were dikana Lotikxanê jî tewaf bike lê xuyaye ji bîr kiriye. Li ser pirsa me xanimê bersiva me da û got:“Wîîîîîî li min qirikê! Bi serê Bîll Clînton û bi 101 libên tizbiya Mam Celal, tewafa dikana Lotikxanê nehatiye bîra min. Lê ezê bêm, ezê rojekê tewafa dikana we jî bikim û çend dendikên şebeşên Diyarbekrê lê bixwim, sozzzzzz” Werhasil, bêhna me fireh e. Îsal nebû salek din, yek din nebû yeke din, her emê Gemma xanimê di qorzîkekê de bigrin…….
Li navenda medenîyetê bêhna rîxa Erebî
Gulnaza Torî-14/12/07-Parîs- Serokê Lîbyayê Mûammer Qeddafî hat Fransayê û serdana serokkomarê Fransa Sarkozky kir. Wek hûn zanin, Qeddafî berî hatina xwe şertek danîbû pêş rayedarên Fransî û gotibû:”Heger hûn konekî (çadirekê) li kêleka qesra parlamentoyê venekin, du-sê deve, çêlek, ker û qantiran li devê çadirê girênedin, ezê serdana welatê we nekim” filan û bêvan. >>>>>> Şeş tilî û şeş pêçî
Satilmiş Yandançarpti-13/12/07-Mersîn-Sîlîfke- Xwişk û brayên hev (Gokhan û Gamze Devecî ) di çêbûna xwe de xwedîyê şeş tilî û şeş pêçîyan in. Dê û bavê wan Bîrcan û Selîme Devecî jî mane ecêbmayî û nikarin tu bersivekê bidin. Dê û bav xwedîyê tilî û pêçîyên normal in. Lê sedema şeştilîbûna zarokên xwe fêhm nakin. Dê û bav dixwazin bi rêya emelîyatê herdu zarokan emelîyat bikin, tilî û pêçîyên zêde jêkin lê perê wan tunene ku zarokên xwe ji vî ezabî xelas bikin. Werhasil, Bîrcan Devecî bang li xêrxwaz û rayedarên hikûmetê dike û dibêje:“Çend qirûşan bişînin ku em zarokên xwe ji vî ezabî xelas bikin. Yan na, ezê li axretê dawedarê dîn û îmanê we bim ellawekîl“ û alîkarîyê dixwaze. De neyse, destê dê û bavê wan li axretê di qirika we de ye. Îcar hûn alîkarî dikin nakin hûn zanin heyran!
Wêna jîyana min
Cejna Êzî
Dayika min Cejna Êzî Mûzîk û Govend Bo azadiya gelên Anatoliya
Salon De Maalbeek, Rue Hoornstraat 97 - 1040 Brussel-Bruxelles >>>>>>
GELO BIRA MAÇ DERMAN IN? Navenda Lêkolîna Tibbî ya Lotikxanê-10/12/07-Swêd Va ye em dikevin sala 2008an, me wek Lotikxane kêmasiyek mezin di van demên bihurî de kiriye, me heta niha nizanibû, em li pêşberê xwendevanên Lotikxanê şermizar in, niha em lêborînê dixwazin. Ew kêmasî jî ev e: MAÇ DERMANÊN SERMAGIRTINÊ NE, LÊ ME HETA NIHA NIZANÎBÛ. Ne tenê em, alim û zanayên dinyayê tev, heta niha lêkolîn dikirin û dermanê sermagirtinê peyda nedikirin. Lê va ye keçikek Kurd derman dîtiye. Şabaaaaş ji Xwedê re! Keçeke Kurd, ji dê û bavekî Kurd ku silav daye vê dinyê, di rojnameya STOCKHOLM CTY de halko gotiye: ”Maç dermanê sermagirtinê ne. Kî pir maçan bike, ew tu carî nexweş nakeve û jiyana xwe jî dirêj dike. Ji xwe hembêzkirin û lotikvanî, rihê mirov ji Ezraîl jî diparêzin.” >>>>> Werin sîlîkonên belaş!
Şemal Amedî-09/12/07-Kalîfornîa- Lotikvana Emerîkî, stêrka flîmên porno û seksê Mary Carey, sîlîkonên xwe derxistin mazatê û dan ber firotinê. Xwedêgiravî Carey dixwaze bi firotina sîlîkonên xwe alîkarîyekê bi tekoşîna li dijî penceşêrê bike û çend lotikên xêrane bavêje. Dibêjin sîlîkonên wê wek du şebeşên Diyarbekrê di paxila wê de nermijî ne û tam kemilî ne. Îcar hinek fesad û ewan dibêjin:”Sîlîkonan difroşe? Naloo! Kuro ji xwe me jibo sîlîkonên wê li flîmên wê temaşe dikir, ma go sîlîkon herin çi tirr têde dimîne bavê min, wîî!” û li dijî firotina sîlîkonên wê derdikevin. Werhasil, heger sîlîkonên nermik û germik ji kesî ji we re lazim bin, serî li Mary Carey xin heyran. Piştre nebêjin haya me ji firotina sîlîkonên wê çênebû filan û fîstan, okey! Matmazêl Nansî
Narîn Remo-08/12/07-Beyrûd- Ev horîya nermik,nazik, findik û rindik Nansî ye, Nansî Ecrem a ku cîhana Ereb gêjo mêjo kir ye, dema Ereb wê dibînin nema bi ser riya textê jina xwe vedibin, şaşo maşo wek mêşa tu Pifpafê bera pozê wê bidî li wan tê. Yê ku wê nas nake bila ji wezîrekî ji wezîrên ewqafên Ereban bipirse, kes wek wan cugrafiya laşê wê nas nake. Ji hemî paşa û serokên Ereban bêhtir Ereb jê hez dikin. Her ramûsanek wê bi sê bîrên petrolê ye. Tenê matmazêl Nansî bi çavekî dikare cîhana Ereb ser û binî hev bike û miletê Ereb ji paşmayîn û serokên wan ên diktator rizgar bike. Ji bo xatûn Nansî gelek dayikên zarokên pêçekan û jinên avis hatine berdan, û gelek parlamanên Ereb ji bo çavên wê têk çûne. Ana findika cîhana Ereb li mêrekî sernerm digere, lê ji ber ku Kurd serhişk in naxwe Kurd jê re nabin. Pirs: Ku Nansî Ecrem bernameyek siyasî di televizyonek Kurdî de pêşkêş bike, gelo wê Kurd hemû di bernameya wê de nebin yek???? Belê, bi 29 telaqan belêêêêêê!. Wey tirrrrr li bin we û hezar bavê we!
Sebra DILA- 06/12/07-Elmanya- Gelî lotikvanên Lotikxanê, herdu çavên xwe baş vekin û guhê xwe baş mîj bikin û piçekî li rewşa zarokên Kurdan bifikirin. Ma ku ev zarok têr xwarin û cil baya, dê ji zarokên Europiyan çi ferq bikira? Xwînşêrîn, çavşîn, porzêrîn, devlihev … Lê dewleta Tirko û virqo ew xistine çi halî hûn dibînin ne? Wey agir bi mala wan û sed bavê wan keve rebbî!. Xwedê wan kesên ku malên Kurdan şewitandin û zarokên Kurdan sêwî hiştin doşek, balîf û kulavan bi wan ve nehêle, wan di agirê cehnemê de bişewitîne rebbî!. Tew dewleta virqo dixwaze têkeve Yekîtiya Europayê, wey tirrrr li bin we û hezar bavê we! Aferîn Turksolû aferîn, bi namûs hûn ji me bi xîrettir in! Zinar Qelemşûr- 05/12/07-Stenbol- De binerin bê zarokên xelkê çiqasî girêdayî doz û qewmîyeta xwe ne. Çep bin jî çepên welatê xwe, rast bin jî rastên welatê xwe, dîndar bin jî dîndarên welatê xwe, û qûnek bin jî qûnekên welatê xwe ne. Yanî, mêrikan berjewendîyên gel û welatê xwe di ser hertiştî re digrin. Meselen kovara bi navê Turksolû (Çepêntirk) û derûdora wê! Derûdora kovara Turksolû bi salan e ku bi navê çepîtîyê dijminatîya gelê Kurd dikin û ji nîjadperestên MHP jî dirindetir û hovtir in. Qûnekan Nasyonalsosyalîstên welatê xwe ne. Bi navê çepîtî û sosyalîstbûnê berjewendîyên Tirkiyê û artêşa Tirk diparêzin û xwedî lê derdikevin. Werhasil canim, di vê helwesta xwe de Tirk bi sed qatî ji me Kurdan çêtir û bi xîrettir in. >>>>>
|
Lotikxane amadeye serokatîya we bike qurban! Pîrkemal-24/12/07-Lotikxane- Evê ezezî û nexweşîya serokatîyê malik li Kurdan biriye mîratê. Hema bêjin di nav Kurdan de kesê ku bi çavê serokan li xwe nenere tuneye. Hûn niha herin ji şivanekî Kurdistanê re jî bêjin, ewê bixwaze bibe serokê partîyek yan eşîrekê. Yanî, kes nabê dewê min tirş e, kes naxwaze bibe esker. Tev dixwazin general û mareşal bin. Werhasil canim, dibêjin germîyek wek agirê cehnemê di navbera partîya HAK-PAR û KADEP ê de çêbûye û xwedêgiravî herdu partî dixwazin bibin yek, xwîna xwe li dawa hev xin û bibin krîvên hev. Helbet ji Kurdan re ji yekîtî û tifaqê girîngtir û xweştir tiştek tuneye. Tifaq û yekîtî dermanê hemi pirsgirêkan e. Nexasim milletek wek milletê Kurd ji herkesî zêdetir hewceyî yekîtîyê ye. Lêêêêêêê? Ku ev nexweşîya serokatîyê jî tuneba, tu derdekî me nedima ellawekîl!>>>>>>
Serê du beranan di beroşekê de nakele Cemîlê Çargurçik-23/12/07-Stockholm- Dibêjin xwedîyê malpera Kurdwebbê Firat Aygun û serokê eşîra malpera Nefelê Arif Zêrevan dane ber hev û dest bi lotik û pehînan kirine. Wek hûn zanin, Arif û malpera wî di şûna “ku” de “ko” bi kar tînin. Hinek alî li dijî “ko” derdikevin û dibêjin ku, li gellek herêmên Kurdistanê “ko” di şûna “ne tûj” de tê bikaranîn û ji ber vê jî zimanê Kurdî dike wek şorba nîskê. Mînak: “kêra ko, şûrê ko – kêra neseqandî-kêra netûjkirî”. Lê piranîya malperên Kurdan “ku” bikartînin ji ber ku “ku” naziktir, siviktir û bilêvkirina wê seksîtir e. Çawa ku zimanê Swêdî ji zimanê Fînlandî naziktir û nermtir e, “ku” jî ji “ko” kubartir e. Werhasil, >>>>>
Dermalê Îranê
Diyar Baban- 21/12/07-Tehran- Li cem me her salê dermalan (pezê salê) xwedî dikin da ku qelew bibe û goştê wî/wê dermalê têra malbatê bike. Îcar xuyaye wê di şûna heywanan de insan bibin dermale. Dibêjin li Îranê zarokek 7 mehî çêbûye, ji niha de 20 kîlo ye û dixwe û naxwe têr naxwe. Mehrşat Komeyzîyê 7 mehî hingî şîrê dêya xwe dimije, rebena dêya wî 20 kîlo jar bûye û hew kare rahije kurê xwe. Bavê wî tehlîlên wî şandine Dubaî û bi hêvîye ku çareyek ji qelewbûna kurê wî re bê dîtin da ku kurê wî ji qelewbûnê neteqe. Hinek fesad û ewanên ser tenûrên Tehranê jî dibêjin ku “wê Mehrşat Komeyzî bibe dêwê Îranê û ewê bi tena serê xwe li dijî Emerîka dest bi şerê xwarinê bike". Li ser bextê xelkê be, dibêjin Mehrşat rojê 150 lître şîr vedixwe û êdî taqata dê û bavê wî bi kirîna şîr re nemaye. Werhasilî kelam, bi namûs heger ev zarok bi vî awayî mezin bibe, yan wê bibe bela serê Îranê û yan jî wê xwarin û vexwarina temamê dinyayê têra wî neke. De xwedê wî bike bela serî sofî û melleyên Îranê rebbî!
Zavayê me tirr ji Tirkan berda Cemîlê Çargurçik-20/12/07-Stockholm- Zavayê Kurdan Fredrîch Malm ku ji Partîya Gel (Folk Partîet) e, ji Kurdekî zêdetir Kurdayetîyê dike û lotikên xweş li qûna dewleta Tirko dixe. Ji ber vê helwesta wî jî, ew di çavê dewleta Tirko de bûye wek marê reş. Werhasil, dibêjin rayedarên dewleta virqo emaîlek ji konsolosê xwe ê Stockholmê re şandine û têde gotine:”Konsolos efendî, lan qûnek! Swêdî hemi alkolîst in, çend şûşe wîskî û kamparî bişînin ji Fredrîck Malm re, binerin bê em wî bi çend şûşe wîskî nekirin û wî nekin zilamê xwe” filan û fîstan. Werhasil, dibêjin rojekê Fredrîck Malm ji xewa şîrîn rabûye, derî vekiriye û dîtiye ku çend şûşe wîskî û kamparî li devê derî ne û nameya konsolosê Tirk jî bi şûşan re ye. >>> Bila bi agirê cehnemê be û ne bi fatîhe û nimêja Tirkan be! Sofî Xelef-20/12/07-Sofîyê Civata Lotikxanê- Dewleta Hacûc û Macûcan, yanî dewleta ku ji kesên “doşirme, xwînheram, şorbe û çeqilmast” pêk hatiye, radibe di bin navê “bratîya îslamî” de lotikan li Kurdan dixe û mala xwe dibe mîratê. Tirkên ku di hedîsên Mihemed Pêxember de wek “Tirk nikarin bibin misilman” tên destnîşan kirin û şerê li dijî wan ferz tê dîtin, îro radibin xwe wek nûnerên îslamê dibînin û qaşo misilmantîyê dimeşînin. Dewleta terorîsta Tirk bi rêya Sazîya Dîyaneta xwe a derewîn, dînê îslamê jibo berjewendîya dewletê bikartîne û dînê îslamê li gora daxwazên dewletê dikin lastîk. Bi vê lastîkkirinê dînê îslamê bi ku de bikşînin bi wir de dibin. Werhasil, dibêjin Ebûqatê Amedî Cîhan Aydin >>>>>> De ji xwe re li nivîskarên xelkê binerin û li yên me binerin Ehmed Beyan- 19/12/07-Enqere- Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, çima em ji nivîskarên Tirk, Ereb yan Farisan aciz dibin? Yan em dixwazin herkes wek me demokrat û mirovhez bin? Yan em dixwazin herkes wek me qedr û qîmetê nedin dewleta xwe û dijminatîya dewleta xwe bikin? Heyran di namûsa min de be, ez ji nivîskar û rewşenbîrên Tirk dihesidim bavê min, wîî! Mêrikan nivîskarên dewleta xwe ne, ajanên dewleta xwe ne, parêzerên yekîtîya axa xwe ne, xulamê milletê xwe ne, dixwazin dinya hemi bibin Tirk, wekî din û hezar jehr û ziqûm. Ma ev xerab e gelo? Li gora min na! Aferîn ji wan û sedûyek bavê wan re! Kuro ma nivîskarên xelkê wek nivîskarên me ne hayhoooo! Ê me nîvdewletek me çêbûye, go ji me bê emê sibê wê xerabikin ey hawarrrrrr! Ji me bê emê dewleta xwe bikin bi qurbana serok û partîya xwe dîsa ey hawarrrrrr! Ji me bê emê lingên hev bişemitînin û fatîhayekê jî li ser hev nexwînin dîsa ey hawarrrrr! Law ma em Kurd çi meqlûqat in? Em çi beşer in ku em dost û dijminên xwe ji hev nasnakin? Heta kengî emê bibin kurtanê kerên dewleta Tirk? >>>>> Pelûl bi serê Nûrettînê me de rijiya
Serdar Mirad-19/12/07-Amed- Bratî û dostanîya me û Tirkan wek bratîya gur û mîhê ye. Kesî bihîstiye ku gur û mîh bûne brayên hev gelo? Yan kesî dîtiye ku rovî û mirîşk bi aşitî jîyane? Bawer nakim! Lê em dibêjin û nabêjin, ev DTPî yên me hefsarê xwe ji destê van Tirkên bêbav dernaxin law, errreeekkkkk!. Aha nimûna dawî û herî vekirî girtina serokê DTP sayin Nûrettîn Demîrtaş e. Nûrettîn Demîrtaş gotibû „ezê wek mêran vegerim û kêfa Tirkan li xwe naynim“. Mêrik vegerîya û cewrikên dêlegura Asenayê bi qerpika stuyê wî girtin û berê wî dan hepisxanê. Îcar kin û kurt:“Bi namûsa mêrê çê, bi hersê telaqên jinberdanê, heta em Kurdên bakur ev xwelîliser bin, heta em dijminê xwe wek dost bibînin, wê ferqa me û mîhê nemîne û xelas! Emê tim û tim parîyê devê gurên Tirk bin, wey!“ De derbasbûyî be yabooooo… Belkî girtina te jibo pêşeroja te bi selamettir be, te nerî di hilbijartinên pêşerojê de tu jî wek Sebahat xanimê di xepsê de wek wekîl hat hilbijartin, ma kî zane!?
Kî dibê li Çîna kominîst demokrasî tuneye? Hema li tirsa çavê van zarokan binerin, hûnê bizanin bê ka ferqa lotikên kominîzmê û faşîzmê çiye û hew...... Hîp-popa Kurdan û ala Kurdistanê Berzan Berwarî-17/12/07-Elmanya- Me wek xebatkarên Lotikxanê biryarek standibû ku emê di van demên zîz de rexneyên giran li tu kesayet û rêxistinên Kurdan negirin. Lê heke bûyer û doz ya şeref û sembola welat be, divê herkes li dij raweste û rexneya ku şennê (laiq ) kesên bi şeref in, li wan bike. Civanên Kurd li hev dicivin û dibêjin: Li dewsa em herin dîsko û lotikxanên Almanan û li ber muzîka Almanî lotikan bavêjin, em ji xwe re cîyekî bigirin, ban hûnermendên Kurd bikin û lotikên Kurdewarî bavêjin. Û jibo lotikhavêtinê jî 14.12.2007. Roja înê li bajarê Koln a Almanya, li Euro salê digirin. Hunermend Serhedo, Rizgar, Ayhan, Kawa, Sîpan û Dîno li şeva ciwanên Kurdistan amade dibin. Çend xortên başûr ala Kurdistanê li ser dikê dadiliqînin. >>>>>
Bangewazek ji layê Elî Qazî Mihemed ve
ETA dîsa dest bi lotikan kir
Kurdo-16/12/07-Madrîd- Ev demek dirêj bû ku rêxistina ETA a herêma Baskê dev ji lotik û pehînan berdabû û fîşek nediteqandin. Hinek dibêjin“ „Fîşekên wan xelas bûbûn û taktîk kirin“, hinek dibêjin:“ Na wele tirr di wan de nemabû û nikarîbûn bi fissan şer bikin“, û hinek jî dibêjin:“Çend kîlo kokaîn firotin, pere dan ser hev û pê fîşek kirîn“ filan û fîstan. Werhasil, dibêjin ETA di malpera xwe GARA de gotiye:“Çi dezgeha ku bibe astenga avakirina dewleta Baskê, emê li bin guhê wan xin û wan efû nakin. Bi taybet emê hêza artêşa Îspanyol bidin ber lotik û zîtirkan û tirrê ji wan berdin“ filan û wekî din. Ez serê we neêşînim, xwezî ji mîrê keremê re hêzên bakurê Kurdistanê jî biwêrîna bigotana „Çi dezgeha ku bibe astenga avakirina dewleta Kurdistanê, emê wan ji hev biçirvirînin û tirrê ji wan berdin“ û hew! Lê ka ew mêranî û hestên Kurdewarîya Kurdên bakur, kaaaaaaaaa! Weyla aqûbeta ETA li serê me be rebbî! Madem em ji xwe fedî nakin, hema ji ETA fedî bikin law! Bazirganê Tirk û pêxwasê Amedê Dr. M. Hessen Şêxo-15/12/07 Rojekê yekî Tirk ji anadolîyê biryara xwe digre ku here bajarê Kurda bo bazirganiyê bike. Li ser rê nêzîkî Amedê dibetile û hema li qiraxa rê pal dide û di xewre dire. Yek ji pexwasên Amedê derbas dibe ku here Amedê. Li tengala rê bazirganê Tirk dibîne bê çi xeweke şêrîn dike. Pexwasê Amedê cilê bazirganê Tirk jê dike. Şuxlê xwe jî pê dike, bedlê wî jî li xwe dike û berê xwe didê rîya xwe ya Amedê. Bazirganê Tirk şîyar dibe xwe di çi halî de dibînê. Bedlê wî çûye û qûna wî jî şil e. Radibe çekê (cil û berg) ku pexwasê Amedê avêtine li xwe dike û berê xwe bi lez dide dû şopê da nasbike kê bedlê wî biriye bo jê bistîne. Li deryê Mêrdînê bazirganê Tirk dizê xwe dibîne. Rast dire cem û jêr dibêje: ”Te ev bedla ji kuderê anîye?”. Pêxwasê Amedê jî yekê nakê dido:>>>>>> Yabo bi xwedê te hiland!
Gulnaza Torî- 15/12/07-Parîs- Doh me hinekî behsa Qeddafî û çadira wî kiribû. Erê mêrik carna dide navê û gotinên teradînkî dibêje, lê carna jî gotinên maqûlane ji devê wî derdikevin. Dibêjin heyetek ji nûnerên partîyên Kurd çûne serdana Qeddafî û silavek lê kirine. Qeddafî jî bi hatina heyeta Kurdan kêfxweş bûye û ji heyetê re xweş kiriye û ha xweş kiriye. Birêz Qeddafî di demên berê de jî piştgirîya xwe ji doza netewa Kurd re nîşan dida. Çi ji dil be çi siyaset be ew tiştekî din, lê gotinên xweş xweş in wesselam. Dibêjin vê carê jî serok Qeddafî gotiye:” Xelk min rexne dikin û henekên xwe bi min dikin. Çima? Dibêjin tu ji Kurdan zêdetir serxwebûna Kurdan dixwazi lê partîyên Kurd federasyonê dixwazin û lotikekê li te dixin. Min ji roja pêşîn de piştgirîya doza milletê Kurd kiriye û dîsa dibêjim ku mafê gelê Kurd heye dewleta xwe ava bikin” filan û bêvan. Werhasil, federasyon-mederasyon li alîyekî, lê ma ne hinek partîyên Kurd federasyonê jî naxwazin heyran! Başe ku ew alîyên te rexne dikin lotikek li te nexistine û negotine:”Binere wa DTP federasyonê jî naxwaze, tenê azadîya filankes û bêvankes dixwaze, tu çima doza dewletek serbixwe diki terorîst!? Ma dewleta Kurdan bi serê te û bavê te ketiye oxlim!?” û destê te kelemçe nekirine qurban! De dîsa spas jibo wê piştgirîya te û gotinên te yên xweş û tu sax! Wezîrekî bê şeref! Selîm Şeref-14/12/07- Bawer kin, tu insan wek Tirkan zimanlewitî û bêşexsîyet tunene. Ji heywanên wan bigrin heta bi wezîr û rayedarên wan, tev weke hev dizirin. Kesî ji we dîtiye ku wezîrê dewletekê devê xwe lewitandibe û dijberê xwe bi xeber û dijûnên ku ne layiqî insana ye îtham kiribe? Bawer nakim! Lê wezîrên Tirkan dikin. Meselen wezîrê dewleta Tirk sayin qûnek Kurşad Tuzmen. Kurşad Tuzmenê qûnek di axavtina xwe de – hem jî di parlamentoyê de- mesele anî ser mesela terorê û ji PKK re got:”PKK rêxistinek terorîst a bê şeref e”. Yanî, şeref bi PKK re tuneye. Îcar ma emê bêjin çi gelî xwendevanan!? Gava PKK li xwe zor neyne û bêdeng bimîne, bar dîsa dikeve ser milê me Kurdên bi şeref ku em lotikekê li Kurşad Tuzmenê kurê dêlê xin û namûsa wî bikin pênc pere. >>>>>>
Reva pisîkê heta dawîya kadînê ye
Zinar Qelemşûr-13/12/07-Stenbol- Ji berê de dibêjin “Reva pisîkê heta dawîya kadînê ye”. Îcar xuyaye ev jî mesela me û generalên dewleta Virqo ye. Generalên ku derkenar dibin û tirr di wan de namîne, radibin li kirinên xweyên çûyî poşman dibin û niha aqil didin xelkê. Bi taybet di mesela Kurd de kêmasîyên xwe dibêjin û li xwe mikur tên. Berî demekê general Aytaç Yalman, Kenan Evren û hinek qûnekên din gotibûn ku me bi qedexekirina zimanê Kurdî xeletî kiriye û înkarkirina gelê Kurd jî nerast bû. Niha jî serekerkan Yaşarkê sermezin mikur tê ku PKK ketiye parlamentoyê û rê ji siyasîbûna wê re vebûye. Ji xwe generalê tewşo-mewşo Edîp Başer radibe aqil dide rewşenbîr û çapemenîyê û ji wan daxwaza xwedîlêderketin û pêşdebirina mafê azadî, mafê mirovan û fêhmkirina girîngîya aştîyê dike. Werhasil, xuyaye derîyê kadînê ji generalên Tirk re vebûye û berê xwe dane kadînê. Her ku di pirsgirêka Kurd de cîh li wan teng dibe, dibe virqe virqe qûna wan û li kirinên xwe poşman dibin. Ev jî elametên xêrê ne xuyaye. De neyse, general hêdî hêdîç rastîya hebûna milletê Kurd dibînin. Lê wê milletê Tirk kengî rastîya pirsgirêka milletê Kurd fêhm bike em nizanin. Ji ber ku Azîz Nesîn gotibû “Ji sedî 80 ê milletê Tirk cahil û ehmeq in”, wê karê me bi Tirkên ehmeq re zehmet be. Ma cahil û ehmeq zû bi zû rastîyê fêhm dikin qurban, na wey!
Seeta tavê û Çiyayê Simbir Bavê Jîndar-12/12/07-Cûlemêrg- Tê gotin ku Ahûra Mazda rojekê çiya rêzkirine û gotiyê, „bimeş!“ .Çiya jî meşiyane û heta Hekarya hatine . Pêre gotiye „bisekin!“ û çiya sekinî ne .Di wê navberê de karê wî derdikeve, bi lez û bez diçe û bi wê çûnê . Êdî hew vedigere û çiya jî li wir dimînin. Lewre navek ji yên Hekarya jî „Welatê Çiya ye“.. Li Hekarya gelek rêze çiyayên bilind hene. Wek Cîlo, Reşko, Çiyayê Reş, Kato Simbir û hwd. Herçend navê wî yê rastî Simbir be jî , lê Culemêrgî ji ber ku tîpa (r ) bikarnaynin, dibêjin. Simbi. Tirkan jî ji xwe re kirine Sunbul. Simbir, li hember Culemêrgê, binê wê di kûratiya gelî de ye. Çemê Sê ( zap ) di qontara wê de ber bi başûrê Kurdistanê ve diherike. Çiyayê Simbir ji geli 2440, ji behrê 3740 mitroyan bilind e. Di zarotiya min de, li Cûlemêrgê derveyî qonaxa wali ,qonaxa hikûmetê û mektebekê pêde çu avahiyên beton tunebûn. Xanî hemu ji axê bûn. Her wusa çu minare jî tunebûn . Xanîyê herî bilind du tebeq bûn ew jî yên maqûl û kedxwudanan bû . Bi tenê di çend malan de, radîyo hebûn. Seet jî li ba kêm kesan peyda dibû. Lewre Çiyayê Simbir wek “SEET a TAV ê” bikar dihat. >>>>>>>
Mihemedê me tirr ji Alev Alatli xanimê berda ellawekîl!
Recebê Teqlomeqlo-11/12/07- Nivîskara Tirk, pîreboka qaşo rewşenbîr, pîra perçiqî Alev Alatli xanim, berî demekê rêzenivîsek bi navê Ben bîr Kurt aydini olsaydim (ger ez rewşenrîrek Kurd bûma) nivîsandibû û rewşenbîrên Kurd dabû ber lotik û pehînan. Alatli xanimê weke ku rewşenbîrên Kurd hov û cahil bin, şîretên rindik û mindik li wan dikir û dixwest ku rewşenbîrê |