|
|
Lotikxane
|
|
Hevpey vîn-I |
Rojda Aydin
Nîşana bratîyê |
Xudbe |
Yek ji me, yek ji wan |
Gur û rovî |
Kevok name |
Erebên şûfînî |

|
Cewrikê sosyalîzmê bûye kapîtalîstê herî mezin
Proleterê Parsek-15/01/08-Febrîqa Zibil- Erê dinyayê…… Niha Vladîmîr Îlyîç Lenîn ji gorê raba û rewşa kapîtalîstên ku bi fikra sosyalîzma wî mezin bûne bidîta, gelo wê çi bigota? Halî hazir kapîtalîst û emperyalîstên wilo mezin di Rûsyê de çêbûne ku ne hed heye ne hesab. Mêrikan bi salan çîrokên proleterya, kolhoz û molhozan ji zarokên xelkê re gotin, ew razandin û bazdan ser wan, lê wan jî di binî re serwetek bê hesab komkirin û kêfa xiyarê xwe dikin. Yek ji wan cewrikên sosyalîzma Rûsyê jî Roman Abramovîçê 41 salî ye. >>>>>
Wile heyran te kir tirrr Nîmet xanim!
Mihemed Bekir El Tûnisî- 15/01/08-Tûnis- Bi elawekîl em bi Wezîra Jin û Malbatê a Tirk Nîmet Çûbûkçû xenê bûn. Yanî qaşo Çûbûkçû xanim hatibû Tûnisê ku ji me re behsa mafê jin û malbatê bike, rabû em hînî çêkirina qehwa Tirkî kirin û malik li me viritand. Îcar qehwa Tirkî kuro!? Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ev qehwa Tirkî li kuderê Tirkiyê çêdibe? Yan ma qehwe li Tirkiyê şîn tê, çêdibe? Kuro lao ev bêbavana çi tiştê ku bidizin dikin malê xwe û xwedî lê derdikevin hayhoooo! Niha we bigota qehwa Latîn Emerîkî, temam! We bigota qehwa Erebî, temam! Ê lao ma Tirk û qehwe? Tiştê ez zanim li Derya Reş, li nav wan Lazên şeytanqûnî, tenê çayê şîn tê û ew jî wek quzilqurtê ye û hew! Ya siphanellaaaaaaa bê ev Tirk çi dizek û virekin yaboooooo!
Elokek xelat
14/01/08-Li gora we lotikvanê navdar Ben Affleck çima qûna xwe duxrîne? Heçê tê derxe, emê elokek 750 gramî bidin wan. Helbet divê berê em destûrê ji Mam Celal bixwazin û piştre eloka we ji we re bişînin. Yan na, emê têkevin ber gunehê wî û gunehkar bibin. Haaaaaa, em heq û mesrefa postê nadin haaa...Ew ji kîsî we ye. De yalla serketin yaboooo! Kî dibêjin Europî têr memik in?
Sebra Dila-14/01/08-Elmanya Ev zilam dema ku çav li memikên vê jinikê dike aqilê xwe winda dike, ronahî di çavê wî de namîne û dibe wek misilmanên birçî. Nema xwe digre û wilo bi dilşewatî li wêne dinere. Di dilê xwe de keserekê dikşîne û dibêje: Axxxxxx....! Hey malxerabê, ma pêwîste tu dilê xelkê wilo bide ber agir û xenceran …? Ax liminnnnnn, ji xêra xwedê re hema min devê xwe xistiba wê şaxa nav du giran û bila xwedê rihê min bistenda û hew! Qey dawiya dinyê hatiye bavo… Her tişt bûye bazirganî. Lê bi her sê telaqên jinberdanê, bazirganiya herî mezin bûye memik, doxîn û navran yabo!
Bîjîyên Asenayê li Newrozê xwedî derketin
Ehmed Beyan-13/01/08-Enqere- Partîya Seg û Keftarên Tirkiyê MHP pêşniyaza fermîbûna cejna Newrozê da meclîsa Tirkiyê û xwest ku ev cejna qedîm a Tirk (segbavan nizanin ku seg û keftar nikarin cejnek wek cejna Newrozê pîroz bikin) wek cejnek fermî bê pîroz kirin da ku Kurd li cejna Newrozê xwedî dernekevin. MHP cejna Newroza Kurdan wek “cejna qedîm a gelê Tirk” binav dike û naletê li bavê xwe tîne. Tirkên ku hema bêjin her tişt û hebûnên xwe ji çand û kultura xelkê dizîne û binyata xwe li ser qirkirina gelên cîran ava kirine, dixwazin bi fermîkirina cejna Newrozê qaşo Kurdan ji vê cejna pîroz bidûr bixin û naveroka vê cejnê jî aloz bikin, bikin “Cejna Seg, Keftar û Gurên Tirkiyê”. Werhasilî kelam, bawer kin heta em Kurdên bakur ev Kurd bin, heta em dîwarekî wek dîwarê Berlînê nexin navbera xwe û van segbavên dirinde, wê Tirk li cejnên me jî, dîroka me jî, welatê me, zimanê me û hetta li xîret û namûsa me jî xwedî derkevin û xelas! Gava em kurtanê kerê xelkê bin, wê Tirk her û her li me siwarên û hûn sax!
Dîndaran ew kir milyoner
Tecawizcî Coşqûn-11/01/08-Beyoglû Stenbol- Lotikvana navdar a Tirk Asena ( Asena navê dêlegura ku Tirk ji eslê wê ne) anî zimên ku wê ji şahî û dawetên esker û misilmanên Tirk 5 milyon dolar qecenc kiriye û mişterîyên wê ê herî baş Tirkên dîndar in. Tirkên dîndar di her wesîlê de serûçavê xwe dinuxumînin û qaşo bi navê îslamê siyaset û polîtîkayek qirêj dimeşînin. Ev misilmanên ku di bin çarçef û perda misilmantîytê de her quzilqurtî dixwin û her zinêkarîyê dikin, di gotinê de xwe wek horî û melayîketên xwedê derdixin pêş. Lê di rastîyê de ew di bin wê çarçef û perda dîn de her gûyî dixwin û û xelkê dixapînin.>>>>>
Îrîna Şeyk
Firikdeq Elî-10/01/08-Lotikvana Rûsî Îrîna Şeyk xwe jibo kovarekê şût û rût kir û dîsa nav bi dû xwe xist. Îrîna xanim hêvî û rice ji me kir ku em wêneyên wê di Lotikxanê de jî biweşînin. Yan na, wê bi serê Vladîmîr Pûtîn sûnd xwar ku ewê xwe întîxar bike û xwe bi darekê ve daleqîne. Li ser vê sosretê, me jî wek polîtburoya beşê magazînê biryar da ku em nebin sebebê mirina Îrîna xanimê û wêneyên wê biweşînin. Wêne bê sansûr in, ê lê binere jî poşman e û ê lê nenere jî poşman e ellawekîl! Îcar hûn zanin.... Xêr û guneh di stuyê Mehmûd Ehmedînejad de be rebbî...>>>>>
Bonda mê kifş bû
Rozê-10/01/08-London- Wek hûn zanin, 007 James Bond ji Ingilîzan re bûye nîşana namûs û serketinê û ha ha pê pesnê xwe didin. Flîmên ku hema bêjin piranîya wan ji senaryoyên xeyalî tên kişandin, wek ku rastî bin derdikevin pêş insanan. Ji van flîman bi milyonan dolar tê qezenc kirin û lotikek li temaşevanan dikeve. De neyse, dibêjin jina ku di 007 James Bondê 2008an de rolek sereke bistîne kifş bûye. Ew jî lotikvan û modela Rûs Olga Kurylenko ye. Kurylenko modelek naskirî û lotikvanek başe jî. Li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin Kurylenko xanimek pir merd û xêrxwaze jî. Hema çi mêrê go lotikekê jê dixwaze destvala venagere û dilê xwe hênik dike. Werhasilî kelam, tiştê ecêb ev e ku heta niha nebûye qismet ku Kurdek di flîmên wek 007 James Bond de bilîze û serê Kurdan bilind bike. Her çiqasî Behman Gobadî kûsî firandibin ezmanan jî, lê heta niha lîztikvanek Kurd nefiryaye Hollywoodê. De xwedê kerîm û rehîm e.....
Sarkozy derket seyranê
Wêne bitikînin
Werin wahşeta vî heywanî
Gesen Almas-09/01/08- Teksas- Ya starrrrrrrr û hey ya starrrr! Law we wahşeta bi vî rengî dîtiye ey hawar! Heywanê bi navê Chrîstopher Lee McCuîn (25), ji ber ku hevala wî Jana Shearer (21) dev ji wî berdide, radibe wê direvîne, dibe malê, wê bi kêrê parçe parçe dike, parçê goştê nerm û xweş dixe beroşê, dikelîne û dixwe. Piştre tekefonî polîs dike û mesela xwe ji wan re mikur tê. Gava polîs tên malê, herdu çavên keîikê di beroşê de dibînin û tevzînok bi laşê wan dikeve. Werhasi, >>>>>
Heçê li van bedewan nerere kafir e
Sven Bjornson- 08/01/08-Uppsala- Dibêjin Magnûs Nordîn û Martîn Pîhl bi navê „Sunblock“ grûpek muzîkê çêkirine û ev grûp her ku diçe zêdetir tê hezkirin. Lê gava min li grûpa wan temaşe kir û çav li wan keçên germik û nermik ketim, xwêdanekê ez girtim û yekser jina min li ber çavê min reş bû ellawekîl! Ez wek îmana xwe zanim ku Swêdî ne jibo xatirê muzîka wan, lê ji ber van keçên seksî ji vê grûpê hez dikin. Kuro ma jin in, ûfffffffffff!>>>>>
Swêd bûye hodrî meydan! Aran Perînas-08/01/08-Swêd- Berî çend rojan bûyerek ecêb li Swêdê bibû. Dê û bavek zaroka xweyî çend mehî gelekî êşandin, yanî gelekî. Hema hema mejîyê zarokê leqîya. Bebekê zerarek mezin dît. Werhasil, em werin ser mesela eslî, hinek camêran bi xêra xwe, giliyê wan li ba polîsan kir û çîrok destpêkir. Piştî çend heftan kaxizek kete qûtîya postê. Wextek ji alîyê dadgeha destpêkî hatibû. Dadgeh destpêkir û hakim gihişte vê qerara nefêhmbar. Di vê navberê de herdu kesên gumanjêkirî di dadgehêde sûçê xwe qebûl nedikirin, û sûc ji ser xwe davêtin dixistin sukra hevûdin. >>>>> Ev kî ye? Tecawizcî Coşqûn-06/01/08-Beyoglû-Stenbol- Xwendevanekî Lotikxanê ev wêneyê xweşik, nermik û germik ji me re şandiye û dibêje: "Heçê tê derxe bê ev keça seksî kî ye ezê Kerekî Şamî ji wan re bikirim. Çawa be di dema îro de trimbêl, benzîn û mazot buha ye. A baş ker in. Hema ka û ceh bidin kerê û lê siwar bin, bê mesref û bê serêşandin e" filan û bêvan. >>>>>
.حوار
مع الفنان آرشفين Serketin yabo, de bajo kek Nêçîr!
Şêrzad Zebarî-05/01/08-Hewlêr- Piştî civînek hevbeş hat ragihandin ku wê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serokwezîrtîya xwe bidomîne û lotikên Kurdperwerî bavêje. Li gora daxuyanîya Serok Barzanî û Mam Celal Talabanî, jibo berjewendîya gelê Kurd û bicîhanîna program û projeyên pêşerojê ,maqûl hatiye dîtin ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser erka xwe bimîne. Mesûd Barzanî ragihand ku serokwezîrtî mafê YNK ye û ew kengî bixwazin wê karibin guhertinê di serokwezîrtîyê de çêkin. Ev jî nîşana demokrasîya navxweyî ye û dixuye ku Kurd êdî hînî demokrasîya navxweyî dibin û tehamulî hev dikin. Werhasil, em jî bi navê xebatkarên Lotikxanê kek Nêçîr pîroz dikin û jê re lotikên serkeftinê dixwazin..De bajo kek Nêçîr bajoooooo ! Lotikxane li pişta te ye, qet netirse qurban………. Teqandina bomba Amedê Pêxwasê Amedê-05/01/08-Amed- Pêr êvarî seet di 17,30 an de, li yenî mehelê, dema servîsa eskeriyê derbaz bû bonbeyek peqî û di encamê de, 5 kes mirin û 68 kes jî birîndar bûn. Li gor gotinan ji mirîyan 2 jê zaro ne û ji birîndaran jî brîna 6 an xedar e. Ev ne cara yekem e ku li Amedê ev bûyer dibin. Di 15 ê Hezîranê de li ofîsê bonbek hat teqandin 7 kes brîndar bûn. Di Êlûna 2006 an de, li qûşî yolu li cem parqekê bombek hat teqandin û di encamê de 10 kes hatin kuştin, 16 kes jî brîndar bûn. Başe gelo van bonban kî diteqîne? Li gor dewletê û medya Tirkan, terorîstên Pkk ê ne. Li gor hinek ronakbîrên Tirkan û Kurdan, Emperyalîzma Emerîkî û Ewropî ye. Li gor piranîya sazîyên Kurdan, dewleta kûr e. Li gor min jî berjewendîyên kê tê de be, ew dike. >>>>
Qerdawî dîsa da navê
Abdullah El Kurdî- 04/01/08- Qahîre- Rayedarên Zanîngeha Îlahîyata Misrê lotikek din avêtin û toz û dûman bi ser serê xwe xistin. Şeyxulîslamê Sazîyên Perwerdeya El Ezherê Mihemed Seyyid Qerdawî fitûyek qirase derxist û bi belavokekê belav kir. Tentewî fitûya xwe di derbarê kurtajkirina jinan de derxistiye û dibêje: “Îslam jibo keç an jina ku rûmeta wê hatiye qirêjkirin, mafê kurtajkirinê nasdike. Ji ber vê yekê ew gunehkar nabe” filan û fîstan. Ê law birêz Seyyid Mihemed el Qerdawî, bi dîn û îman te bi vê fitûyê şoreşek di dînê îslamê de çêkir hebîbî! Wê ji îro û pêde keç û jinên me xwe biçirînin, têra xwe lotikan li xwe xin û piştre jî bêjin:”Rûmeta min qirêj bûye” û xwe kurtaj bikin. Kuro law bi vê fitûyê keçek tenê jî di nav welatên misilman de namîne baba, wîî! Bi sê telaqên cenabê te, te namûs kir bexdûnis û xelas! De ka bêje bê di kîjan ayeta Quranê de behsa kurtajê hatiye kirin qurban...?
Mêr têra wê nakin
Hesel Almas-02/01/08-Emerîka- Lotikvan û agirpêketya Emerîkî Lîndsay Lohan bû “Jina skaldal a 2007an” û navekî din bi dû xwe xist. Lohan xanima ku têr lotik nabe, di Festîvala Caprî a Flîman de skandalek din pêşkêşî cîhanê kir û bi temamî eşkere bû ku mêr xwe li ber xanimê nagrin û têr gon naxwe. Lohan xanim di festîvalê de, di nava 24 seetan de tam ji sê qiraseyên zilaman gon xwar û toz û tirabêlk bi ser serê xwe xist. Di du rojan de bi Alessandor Dî Nunzîo, Eduardo Costa û Darîo Faîella re bi fûtbolê lîzt û di nava nivînê de gol avêtin hevdu.Werhasi, >>>>>
Hevalên hêja
------------------- Bê xeyd, quricî beşek ji dîroka Kurdî ne
Kerem Yûsiv-01/01/08/ Qamişlo
Weku 2007 neynikek ji dîroka Kurdî, xiniziyên di nav Kurdan de, hevaltiya neyarên rê be, wisa dîroka Kurdî xwe vedgerîne bê ku ti tişt têde hatibe guhertin. Bê ku kesên bi nav Kurd û xewnên Kurdî sêdar dikirin tewaw bibin, bê ku ev Kurdên bêhna buharên Kurdî ji demsalên wan qutbûye kêm bibin û zêde nebin. Bi quriçîyan dîroka xiniziyê dîsan li bakurê Kurdistanê di nav miletê Kurd de xwe vedgerîne. Li vir belkî ti bipirse quriçî kîne? >>>>
--------------------
Silavek ji Beyrûdê
Sîrwan Qiçço-30/12/07-Beyrûd
Pirs
Pelên te mîna vê payîzê Hildiweşin… Diyare ji koçberiyê Têr nebûne. Nema dixwazin di bin Baskên te de bi cî Bibin.. Te ew li kîjan dibistanê Perwerde kirine..?? >>>>>
Eynî tas eynî himam
Profesorê Lotikxanê- 29/12/07- Xwendin ne karê her insanî ye. Insanê ku ilmê zanyarîyê bixwîne divê xwedî wîjdan be û rêzê ji ilm û zanyarîyê re bigre. Lê xuyaye ji Tirkan re gotinek bi navê “rêzgirtinê” tuneye. Zanyarên wan ên herî navdar jî bi navê ilm û zanyarîyê zinêkarîyê bi ilm re dikin û her tiştî jibo berjewendîya millet û dewleta xwe bikartînin.>>>>>
Raya Lotikxanê ji te re
Tecawizcî Coşqûn- 27/12/07-Beyoglû/Stenbol- Birastî ji ber hinek sedemên taybet wextê min çênebû ez lotikan ji we re binivîsim. Neyse, ezê serê we neêşînim û behsa pirsgirêkên xwe yên şexsî nekim û dilê we jî nexelînim. Dibêjin rojnamevanekî ji Hulya Avşar xanimê pirsîye: Gelo hûnê siyasetê bikin? Hulya xanimê jî bersiv daye: Siyaset!? Heger ez nebim serokwezîr siyasetê nakim. Divê li Tirkiyê sîstemek wilo çêbibe ku gava min go “S” divê yekser ez bibim serokwezîr. >>>>>
Ji %46ê Swêdîyan bîjî ne
Binevş Agirî- 26/12/07-Swêd- Li ser bextê xelkê be, dibêjin di encama lêkolînekê de derketiye holê ku herî zêde zarokên bîjî li Swêd çêdibin. Li gora lêkolîna ku li seranserê Ewrûpayê hatiye çêkirin, herî zêde jinên Swêdî zarokên bêbav tînin dinyayê û hejmara wan ji sedî 46 e. >>>>
Pîroz be Evîn xanim! ------------- Ji felsefa Erebên şufînî Arşevîn-25/12/07- Çi bêjim ez ne dengbêjim li ser Cezîra delal Ji kerba ez lal û gêjim te jibîr nakim Efrîn yar Mizgîn bide Kobanê ji wer hemu silavan Destê qirêja li ser we çi dixwazin bêbavan. Qamişlo kanîya çavan ev li serbo giravan, >>>>>
Helbestek ji Seydayê Dilmeqes
Cejna Qurbanê
Waye dîsa hat cejna qurbane Wê ser jê bikin kavir û berane
Lê em Kurd di esra bîst û yekê da Qurban didin ciwan û mindalan
Li pêşberî demokrasiya cîhanê Dagirkerên xwînmij kovel girtine >>> -------------------
Sayin Lotikxane Ez alîkarî ji te dixwazim!
Kezebperityo-24/12/07- Sayin Lotikxane, ez bi soya xwe ji Kurdlera me, lê ez bûme zavayê Turkleran. Jina min gava qîzik bû, pir xweşik bû. Berî em bizewicin, camêriya xwe jî bi min re dikir. Tunabêjî, pîrika jina min gotiye jina min: "Kurtler enayîdir. Kendîne bîr Kurt bûl ve oninle evlen." û wê jî ez dîtim. De xwezî min wê nedîta, ez sed car poşman bûme, lê ez bi guzelîka wê xapiyam. Niha ez êdî nikarim xwe ji destên wê xilas jî bikim. Gava ez hema xebereke ne li hesabê wê dibêjim, diçe giliyê min dike û cendirme tên, min dibin dikutin, dikutiin û dikutin...>>>>>
Li Kurdistanê pîrozkirina cejna qurbanê
Bavê Jîndar-23/12/07-Colemerg- Em Kurdên li Ewropa jî , li gor destketîyên xwe Cejna Qurbanê pîroz dikin. Hinek ji me neku pê bawerin, lê ji ber ku bûye kelepûr û kevneşopek ji bav û papîran mayî û wesîleya zêdekirina danûstandinê, vê cejnê bi dilûcan hinbêz dikin. Bê goman ew kelecana li welêt, li vandeveran nîne. Li welêt kelecana Cejna Qurbanê berî hefteyekê destpêdike. Herkes li gor imkanên xwe amadekarîya kirîna şekirokan, liqûman, çêkirina kadan, tûtkan, beqlawe û borekan dike. Jibo zarowan cil û libasan dikirin. Jibo dilên kebanîyan xweş bikin, zêr û kiras û fîstanan dikirin.>>>>>
Jinên wan jî dest bi serjêkirinê kirin
Polat Erdem-23/12/07-Izmîr- Piştî ku eskerên Tirko li serê çiyayên Kurdistanê poz, guh û serê gerîllayên Kurd jêkirin, îcar jinên wan jî li metropolên Tirkiyê hînî serjêkirinê bûn û dest bi çîrvîtkan kirin. Li bajarê Izmîrê bûyerek wilo qewimî ku ji flîmên Drakûla jî xerabtir e. Jinika bi navê E.G (22) piştî demekê bi du zilaman re di xanîyekî de dijî. Bi hevre dixwin û vedixwin. Piştî vexwarina çend şûşeyên şerabê, zilamê 43 salî (M.A) ji jinikê re dibêje:>>>>
|
Mişkê Lotikxanê 4 hezar esker bi jehrî xistin
Onbaşî Mihê-15/01/08- Berî bi mehekê me 5 mişkên canfedayln Lotikxanê berdabûn nav bajarên Tirkiyê da ku çalakîyên mişkanî bikin. Di encama operasyonên îstîxbarata Tirk de 4 mişkên me hatibûn girtin û “Mişkê Serzelût” jî nebedî bibû. Werhasil, Mişkê Serzelût berî bi çendakê bi emaîlekê saxbûna xwe eşkere kir û kêfa me anî. Mişkê me Mişkê Serzelût di emaîla xwe de gotibû:”Min berê xwe daye bajarê Ispartayê. Min ahd ji xwedê re daye ku herim komek esker bi jehrî bixim û tirrê ji wan berdim” filan û bêvan. Piştî emalîka Mişkê Serzelût bi çend rojan, li bajarê Ispartayê, li Alaya Perwerdeya Eskerî 4 hezar eskerên Tirk ji xwarinê jehrî ketin û bû vîjvîja qûna wan, virikî bûn. Mişkê me yê canfeda Mişkê Serzelût ev çalakîya Kurdperwerî girt ser xwe û dîsa di emaîla xwe de got:”Min di nava xwarina wan de gû kir û 4 hezar eskerên qûnbicilik bi jehrî xistin” û revî revî ji bajarê Ispartayê reviyaye. Niha mişkê me Mişkê Serzelût hewl dide ku bi rêyek qaçax dîsa vegere Lotikxanê û dest bi lotikên Kurdewarî bike. Ez serê we neêşînim, di Alaya Perwerdeya Eskerî a bajarê Ispartayê de 4 hezar eskerên virqo bi jehrî hetin û lotikek xwarin. De heta dor bê ser Alaya Enqerê jî xwedê kerîm û rehîm e. Ê bigere xêra xwe jî û bela xwe jî dibîne brakoooo!
Serdar Mirad-15/01/08-Amed- Li ser bextê rojname û çapemenîya Tirkiyê be, dibêjin faîlê teqandina li Amedê Erdal Polat di îfada xwe de gazin ji hevalên xwe kiriye û dilê xwe bi xwe şewitandiye. Xwedêgiravî Polat gotiye: “Piştî teqandinê ez çûm civanê xwe, ciyê ku meyê lê hevdu bidîta lê kes nehat. Adinî rojê dîsa ez çûm lê Rizgar û Hecî dîsa nehatin. Piştî sê rojan ez hatim girtin” filan û fîstan. Di vê îfadê de eşkere dibe ku hevalên Erdal Polat ew wek “êm” bikaranîne, bi tenê hiştine û lotikek bêîman lêxistine. Erêêêêê erêêêêê! Erê dinyayêêêê! Law Erdalo, peppûko, malnexerabo... Law ne hevalên te te dabin dest û felek li serê te gerandibin oxlim? Yan na çima Rizgar û Hecî nehatin civanê xwe û serî li te gerandin hêê? De neyse qurban, ji berê de dibêjin: “Hinek dikin û hinek dixwin”. Te kir lê wê ê wek Rizgar û Hecîko jî bixwin û li ser pişta ê wek te biçêrin û tu sax!
Min qerar vermîş kir ku ez carek din Lotikxanê nexwînim
Satilmîş Erebolmîş-14/01/08- Hatay- Esselamunaleykum we rehmetullahû we berekatû! Law Lotikxanecîno, elawekîl ez yek ji wan xwendevanên Lotikxanê yê esîl û bi asas im. Lê belê ha min îro qerar vêrmîş kir ku ez carek din Lotikxanê nexwînim. Ji ber vê xeletiya LOTIKXANÊ: Min bawer kir ev nivîsa ku we bi zimanê Erebî weşandiye, we ji Qurana mala xezûrê min çend ayetên pîroz xistine Lotikxanê. Îşev sibehê dema melê bang da, ez rabûm ku herim nimêjê, lê min ewil Lotikxane vekir. Gava min ev ayetên Qurana pîroz dîtin, hema min xwend û xwend, min êdî hewce nedît ku herim mizgeftê û li pey melê pismamê jina xwe nimêj bikim. >>>>>
Hevdu dan ber lotik û pehînan
Şemsedînê Kurê Pîrê-13/01/08-Bîlecik- Law hinek zilam hene bê çiqasî qûnekin ya starrrrr! De binerin bê yekî ji bajarê Bîlecikê çi anîye serê jina xwe. Zilamê bi navê A.L û jina wî K.L ji hev cuda rûdinên. Zilam radibe bi şev û roj bi navekî veşartî peyamên seksî û erotîk bi rêya telefonê ji jina xwe re dişîne. Jina wî jî bi van peyamên seksî û erotîkê lê radibe û dibe wek çêleka nav garanê, rojek berî rojekê dixwaze vî zilamê ku li wê radike binase û hevdu bidin ber lotikên kerîkî. Piştre jinik serî li polîs dixe û tê derdixe ku ew kesê peyamên seksê jê re dişîne mêrê wê ye. Îcar jinik mêrê xwe dide mehkemê û niha heta bi du salan cezê hepsê jê re tê xwestin. Jinikê ji polîs re gotiye:”Bêbavê mêrê min ez anîme galeyanê û bi peyamên seksê doxîna min şil û pil kiriye, ez kirime wek çêleka bi ga” filan û bêvan. Werhasil, qûnekê mêrê wê jî gotiye:”Min dixwest bizanibim ka jina min min dixapîne yan na. Min bi van peyaman jina xwe ceribandiye” û zîtirkek avêtiye. Ez serê we neêşînim, hay ji xwe û peyamên telefonê hebin qurban. Bi sê telaqan peyamek telefonê kare tirrê ji we berde û doxînê li we daxe kabokê qardeşim!
Zarokên kuçe û kolanan
Cembelîyê Botî-12/01/08-Colemêrg- Piştî destpêkirina şerê qirêj li Kurdistanê, dewleta Tirko dest bi valakirina gundan kir. Ev xelkê me yên gundan, li bajaran vecemiyan (vehewîyan). Piraniya wan bê kar, zarowên wan jî bê dibistan in. Ji ber ku day û bav kar nabînin, zarowên xwe jibo firotina destmalan, pêlav boyaxkirinê, benîşt û çerez firotinê dişînin kolanan. Lewre li bajarê Colemêrgê giregirên dewletê komîteyek saz kirine . Endamên komîtê xwe berdane nava kolan û kuçan, li ber derîyê mizgeftan li van zaroyan digerin . Qaşo dixwazin li van zaroyan xwedî derkevin û bigirin binê kotrolê. Lê ya rastî dixwazin van zarowan wek dilê wan dixwaze perwerde bikin. Wek dema Osmanî, hêzên yênîçerîyên hemdem (ku îro bi navê Jîtemê ) tên binavkirin, dîsa wê milletê wan bi wan bidin kuştin. Li gor gotina rayedarên komîtê, li Colemêrgê heta niha 18 zarowên kolanan şol dikin hatine girtin. Lê hêşta çu zarowên kolan û kuçan radizên nehatine dîtin. >>>>> Lotikxane beşdarî Galaya Kurdî dibe Lotikxane-11/01/08-Stokholm- Galaya Kurdî ku her sal ji alî Himûmeta Kurdistanê ve li Swêdê tê lidarxistin, îsal jî di 24/01/2008an de li Stockholmê tê lidarxistin û wê gellek Kurdên naskirî beşdarî galayê bibin, lotik û pehînan bavêjin. Helbet çalakîyên bi vî awayî moralek mezin dide Kurdên li derveyî welêt û têkilîya kurdan û dostên wan ên Ewrûpî xurttir dike. Dil dixwaze ku galayên bi vî rengî li her welatên Ewrûpayê bên lidarxistin da ku di nav Ewrûpî û Kurdan de lobîyek baş bê hûnandin. Werhasil, bi minasebeta galayê, malpera me Lotikxane jî hatiye vexwendin û emê jî bi nûnerekî xwe beşdarî Galaya Kurdî bibin. Em ji niha de serketina Galaya Kurdî dixwazin û spasîyên xwe pêşkêşî nûner û desthilatdarên Galaya Kurdî dikin.>>>>>
Xurcik û buxçika wî anîn Tirkiyê
Ozan Vitvito-11/01/08-Stenbol- Dibêjin xurcik û buxçika helbestvanê Tirk û kominîst Nazim Hîkmet ji Rûsyayê anîne Tirkiyê. Di buxçika wî de wêne û bermayîyên ecêb derketine. Nazim Hîkmetê ku ji Tirkiyê qewirî bû, jiyana xwe li Rûsyayê buhurand û li wir jî çû rehma xwedê. Her çiqasî Nazim Hîkmetê ku piranîya sosyalîstên me Kurdan jê hezdikirin ji Kurdan re tiştekî berbiçav nekiribe jî, lê dibêjin xwedêgiravî mirovekî pêşketî û demokrat bû. Neyse, bila rehma xwedê lê be û Nazimê me di navbera bihuşt û cehnemê de here û bê rebbî! >>>>>
Recebo ferman da: Her 4 bajarên Kurdistanê bistînin!
Hecî Berber-10/01/08- Teqandina li Amedê bi destê kê hatibe kirin, bi fermana kê hatibe kirin ferq nake, lê ew ji sedî sed ji serokwezîrê Tirkiyê Recebo re bû rûnê ser nên û jê re bû wesîla antîpropaganda Kurdî. Mêrik ji zûde çavê xwe berdabû her çar bajarên Kurdistanê (Amed, Batman, Şernex û Dêrsim) û niha piştî teqandina Amedê ferman da çawîş û generalên partîya xwe ku van bajaran ji partîyên Kurd bistînin. Recebo dibêje:”Ez çûm Amedê. Amed ji zibil û gemarê derbas nabe. Şaredarîyek medenî lê nayê meşandin. Çi dibe bela bibe divê em van şaredarîyan têxin destê xwe û şaredarîyek medenî bidin meşandin” filan û bêvan. Teqandina li Amedê ji DTP re bû wek lotik û pehînek bêderman. Kesî dîtiye ku partîyek çekdar rabe îş û karê partîya xwe ya sivîl têk bibe gelo? Kesî dîtiye ku partîyek dara bin xwe bibirre? Naaa! Lê yên me dikin. Îcar bi fermana kê, li gor stratejîya kê dikin ew veşartî ye. Werhasilî kelam, xuyaye wê di hilbijartinên şaredarîyan de cîh li DTP teng bibe û ewê hêkên qazê bikin. Hema bi namûs heta DTP a me siyasetek bi şexsîyet û serbixwe nemeşîne, wê serê wê her di nava qûmê de be û qûna wê jî belbelotî be û xelas!
Serdana Evdo û Qesra Spî Foto analîz Bitikînin Ma hûnê ji wilo zêdetir çi alîkarîya Kurdistanê bikin efendî!
Cemîl Cewher-09/01/08-Hewlêr- Dibêjin Serokkomarê Tirkiyê Evdilla Gul hazretlerî ji rojnamevanan re gotiye:“Heger PKK ji bakurê Iraqê bavêjin, emê deh qat zêdetir alîkarîya Iraq û hikûmeta herêma Kurdistanê bikin“ filan û bêvan. Law Evdo! Cîgerim, ma hûnê ji wilo û pêde çi alîkarîya Kurdistanê biin hêê? We aborîya Kurdistanê xistiye bin destê şîrketên Tirk, we OYAK kiriye mîr û wezîr, hûn Turkmenan li serê me dikin dîk, hûn gund û çiyayên me bombebaran dikin, hûn ceryanê (elektrîk) ji ser bajarên me dibirin, hûn bi rêya dibistanên Fethûllah Gulen qûneklerî Kurdên başûr asîmîle dikin, êêêêêêê!? Ma çi? Ma ku hûn Kurdistanê bi temamî dagîr bikin û bi qewlê Aysel Tûglûk xanimê sînorên Mîsakî Mîllî daxin heta bi Kerkûkê û xelas! Ma hûnê ji wilo zêdetir çi qencî û alîkarîyê bi Kurdekan bikin canim cîgerim! Yabo ne li we be û ne li wê qencîya we be..... Aha ji we re kiryarên cewrikên Demokratîk Cimhûrîyetê! Nîjadperestê Kurd- 09/01/08-Kurdistan- Kuro em Kurd çi saf û xwedêjêstendî ne wey liminnnnnnn! Em çi peppûk û rebenin law! De binerin bê qûnekên Demokratîk Cimhûrîyeta Tirko çi tînin serê zarokên me. Hema li van herdu xortan binerin, kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin. Bifikirin bê em bratîya kîjan mexlûqatan dixwazin. Bifikirin bê em xwe di ber çi û di ber kîjan bêbavan de didin kujtin. Dibêjin bîjîyên dêlegura Asenayê li bajarê Afyonê du xortên Kurd revandine û tam pênc rojan êşkence bi wan kirine, ew bi lêdanê nermijandine. Îcar kîjan Kurdê bi namûs kare bratîya bi van kûçikbavan re qebûl bike brê min? Kîjan Kurdê xwelîliser dixwaze Kurd bibin brayên Tirkên hov? Ma ji hirçê post û ji Tirkan dost çêdibin sayin Demokratîk Cimhûrîyetçî qardeşlerim? >>>>>
Dexaleta Namî-Deger î Siyasî Mahmud HEWLÊRÎ-08/01/08-Hewlêr- Piştî nivîsa min ya dawî ku weke hawarekê bû, dilê hevalên min sot. Roja ku nivîs hate weşandin, her sê rojnamevanên hevalên min, bi ser malê de girtin û gotin: Bes e kaka, te hetka me bir, qîma me nema tê ku tu navê me di nivîsên xwe de bi cih bikî. Em rojnamevan in, karê me bi lîstik û dek û dolabên Xêro û Dêro re tuneye. Eger tu wisa bikî, em nema diçine qehwexana rewşenbîran û emê li hemberî te, di mehkemeya kûbra de dozê vekin. Tu dizanî ku li salona Şeraton, ew rewşenbîrên wêranzar, nema pêça xwe didine me. Ji me inirîîîîîî ne!... Çar ne çar min got: Baş e kaka, hûn jî birevin, hun jî ji rastiyê birevin, biron Kaka biron… Bila kesên bê xîret û bêsilûk hespên xwe di holka siyasî û entelektueliya Kurd de bibezinin, hûn jî birevin. Ev jî çarenûsa xerab a gelê Kurd e. Xirabo, xirabooooo ye! >>>>>
Binerin bê Serokwezîrê Tirkiyê Recebo siwarekî çawa ye
Rêya Amedê ji wan re vebû Zinar Qelemşûr-08/01/08- Stenbol- Teqîna ku li Amedê çêbû kêfa gellek ji rayedarên dewleta virqo anî. Bi taybet ji partîya AKP (Partîya Bêedalet û Çewsandinê) û partîya CHP (Partîya Xelkê Serker) re fersendek mezin derket ku herin li Amedê dest bi propaganda partîya xwe bikin û mifta şaredarîya Amedê jî têxin bêrîka xwe. Wer xuyaye wê DTPa ku bê îrada xwe polîtîkayê dike û nikare serbixwe xwe bilivîne, talîya talî Amedê radestî van partîyên bêbav bike û li ser dûvê xwe rûnê. Ji xwe piştî ku HPG xwedî li bûyerê derket, tasek ava cemidî bi serê DTP de rijiya û em nizanin îcar wê ji xelkê re çi bêjin. Werhasil, dibêjin serkerê mezin Denîz Baykal jî berê xwe daye Amedê û li wir çend lotik bêbavî avêtine. Denîz baykalê ku dijminê qewmê Kurd e, di derbarê Kurdan de gotiye:>>>
Werzîşa pêkolan Bavê Jîndar-06/01/08-Colemêrg- Bila kes nebêjît ”Colemêrgî ji hemdemên xwe şûnde mane”. Ku hûn bawer nakin, li wêneyê jorîn binêrin. Di van rojên buhurî de li Colemêrg ,navçeya Geverê berîyekdana yarîyên (berberîya - pêşbirka ) pêkolan (lîyan -palîn-xizang-xîdor ) hat lidarxistin. Di vê yarîyê de 33 zilam û 13 keçan, bi tevahî 46 kes amade bûn. Di nav wan de 3xort û keçek di taximê millî de nin. Mixabin ji ber tunebûna kar, aborîyek nebaş, pîştguhxistina dewletê, werzîşvanên Hekarîya nikarin zêde pêşde biçin û bibin werzişvanên navnetewî. Gelî ketxuda û xwedîpareyên Colemêrgî! Alîkarîya werzişvanên xwe bikin. Gelî jajîfiroşên Geverî! Hema herkesek ji we heqê kiloyek jajî alîkarîyê bidin werzîşvanên xwe, wê werzişvanên we gelek pêşde biçin û nav û dengê Colemêrg û Geverê belavî cihanê bikin. >>>>> Festîvala Roja Qiyametê Fernando Peres-05/01/08-Kosta Rîka- Li paytextê Kosta Rîka „San Josê“ hersal „Roja Qiyametê“, yanî „Festîvala Boxe û Ciwangeyan“ çêdibe. Di vê festîvalê de dê weledê xwe davêje, hinek dimrin, hinek seqet dibin û hinek jî ji mêranî dikevin û qûnek dibin. Werhasil, ezê zêde serê we neêşînim. Me fotoanalîzek li ser vê festîvala roja qiyametê çêkir. Bi kurt û Kurmancî bixwînin û xweda hafiz kaka!>>>>> Kurdzîlla!
------------------------------- 57 YTL bidin û bazdin ser xelkê Tecawizcî Coşqûn-05/01/08-Taksîm-Stenbol- Serê salê li Taksîma Stenbolê keçek Emerîkî çend lotik ji çend qûnekên Tirk xwarin û derpî daket heta bi kabokê. Qîreqîr û hawara rebena keçika Emerîkî di felekê re derket û hema bêjin filtî filtî ji nav qirase û xiyarên Tirkên qûnek xelas bû. Yan na, wê bibûya wek çêleka bi ga û temamê xortên li Taksîmê wek dozerê di ser re derbas bibûna ellawekîl! Baş bû ku hevalê keçikê xwedî lê derket û nehişt hevala wî bibe wek peza guraxwarî û têkeve nav diranên Tirkên hov. Lê tiştê kesanedî ev e, qûnekê ku keçik taciz kiribû ji alî dadgehê ve bi 57 YTL serbest hat berdan. Yanî, dadgeha Tirko qebûl kir ku heçê 57 YTL bide kare bazde ser herkesî û tirran ji wan berde. >>>>>
Malperê Kurdan û Mamo
|