Google

 Lotikxane

 

Magazîn, henek, gilî û gazin.....Bê lotik nemînin....info@lotikxane.com.....lotikxane@hotmail.com....

        Medya   ///   Arşîv

X. Fatê

 

Hevpeyvîn-I

R.Aydin

 

Cahil dixwazin

B.Ronahî

 Wan seker fabrikasi

L. Şêxo

 

Yek ji me,

yek ji wan

A. Dûran

 

Daxwaz û mebest

B.Rewşê

 

Zerê û Rewşê

M.Badilî

 

Miletê Sûriyê

Arşevîn

 

Itaro

                                                                            

 

 

Dev ji mafê insên berdane dane dû mafê heywana

Fernando Perez-29/01/08- Barselona- Yaw ev Ewrûpî çi mexlûqatên ecêb in pekkkk! Ji xwe ev kesên go dibêjin “em humanîst in, çep û rep in” yekcar berdîberdayî ne ellawekîl! Dev ji paraztina mafê mirovan berdane û dane dû mafê heywana hûn namînin li vê ecêbê!

   Dibêjin çend teradînê “heywanparêz” xwe li bajarê Barselonayê şût û rût kirine û xwe berdane çolê.

   Erê kuro, kes ji  wan xwe ji bo milletekî bindest wek milletê Kurd tazî nake û ji paş û pêş de protesto nake, lê radibin ji bo mirîşkekê qûna xwe berdidin çolê.

   Pekkkkkk bê insan carna çi ehmeq in hayhooooooo! De li wan binerin yaboo...>>>>>

Mîss Amerîka

Şemal Amedî-29/01/08-Hollywood- Di pêşbirka Bedewên Amerîka de Kîrsten Haglûnda 19 salî bû Mîss Amerîka û wê di pêşbirka navnetewî de Amerîkayê temsîl bike.

   Hinek Amerîkî ji bedewîya wê şikê dikin û dibêjin:“Yabo qurban, pozê wê wek şellimekê mezin e. Jina go pozmezin be xêr jê nayê“ filan û bêvan.

   Îcar ka hûn jî lê binerin bê çi dikeve serê we. >>>>>

 

Hewceyî bi cil û bergan nema

 

Nîgarkêşo-29/01/08-Ewrûpa- Dibêjin wê di pêşerojê de hewceyî bi cil û bergan nemîne.

   Li ser bextê Şîrketa Sport Îllûstrated be, dibêjin model û mankenên wê ji niha de xwe hînî jiyana bê cil û berg dikin. Şiklên cil û bergên xwe bi boyaxê dineqişînin.

   De ji niha de li wan binerin ku hûn di pêşerojê de şaşomaşo nebin û bêhiş nekevin yabo…>>>>>

Xêr û guneh di stuyê we de be

Mihoyê Derpîjêketî-28/01/08-Elmanya- Wê rojê ez û hevalekî xwe em çûn dîskotekek (Lotikxane) ji dîskotekên Elmanya, me xwest em çend lotik û zîtirkan bavêjin û serê xwe germ bikin.

   Yabo gava keç û jinikên Elman bihîstin go peyamnêrê Lotikxanê hatiye dîskotekê, hema xwe çeng kirin ser serê min û pirça serê min weşandin ellawekîl. Ji min tika û hêvî kirin ku ez wêneyê wan di Lotikxanê de biweşînim.

   Ê tabî serê min jî xweş bû, xwîna min kelya bû û min jî soz da wan go ez wan têxim Lotikxanê.

   Îcar xêr û guneh di stuyê we xwendevanan de be. Hûn li wan dinerin nanerin hûn bi qîma xwe ne heyran. Ji me gotin...De yellaaaaa...>>>>>

Sayin melle, bi wê qurana go min xwendî tu ne tu melleyî û hew!

Metînê Mêrdînî- 28/01/08-Mêrdîn- Melleyên vê heyamê jî bûne wek karmendê dewletê û ferqa wan û polîs û eskeran ji hev nemaye.

   Berê melleyên me Kurda bîrewer bûn, xwenda bûn, zana bûn û bi ser de jî welatperwer û Kurdperwer bûn. Lê piştî dewletê dît go melleyên Kurd stûna Kurdperwerîyê û paraztina zimanê Kurdî ne, hêdî hêdî melleyên xwe şandin Kurdistanê û wek milîtanekî dewleta xwe dan xebitandin.

   Ev melleyên ku zilamê dewlet û xulamê artêşê ne, di mizgeft û cemeetan de propaganda dewletê û dijminatîya Kurdan dikin. Bi navê ola îslamê me dixapînin û xiyanetê bi îslamê re jî dikin.

   Werhasil, de ji xwe re li vî melleyê di wêne de binerin. Dewlet çi kaxezê têxe destê wî hema yekser wê dixwîne û ji şaşika serê xwe fedî nake. >>>>>

Vexwarina kerîkî û ehmeqî

Metîn Mêrdîn- 27/01/07-Mêrdîn- Xelk gazinan dikin û dibêjin “çima vexwarina alkolê tê qedexe kirin” filan û bêvan. Ê yabo ji xwe re li van herdu keran binerin û hûn bêjin bê çima alkol tê qedexe kirin.

   Hinek ehmeq alkolê kerîkî û bergîlkî vedixwin qardeşim, wille û bille dibin sebebê qedexekirinê lo, wîî! Ma vexwarin wilo ye? Vexwarina alkolê ew e ku mero devê şûşe têxe devê xwe û bêje “qurt û qurt û qurt” û di binî de bang bide haaa!

   Werhasil, vexwarina alkol û eraqê ne karê her zilamî ye. Ji xwe go goştê birajtî û çend îsotên no jî li ser masê hebin, oxxxxxxx werin fercê. Ez serê we neêşînim >>>>>

 

Ma kesî destê te girtiye cîgerim!

 

Nûroj Hebizbinî-26/01/08-Êlih-Şanoger û kpmedyenê Tirk Levent Kirca hat Êlihê (Batmanê) û lotikek avêt. Kirca bi lîztika şanoya "Cinawirê Torosê" derket ser dikê û em kenandin, tirr ji me berda. Werhasil, di şanoyê de hinek ji rêvebir û wekîlên DTP jî amade bûn û wan jî hinekî stresa xwe avêt û gaza xwe derxistin der.

   Ez serê xwe û we neêşînim, Kirca efendî piştre çend gotinên xweş û şahîk gotin û em Kurdên peppûkî sermest kirin. Kirca got ku "ez dixwazim di lîztikên xwe de zimanê Kurmancî jî bikarbînim û hetta temamê lîztikê jî bi Kurdî pêşkêş bikim" filan û fîstan.

   Ê ma kesî destê te girtiye qardeşim? Ma piştî vî temenî tê çend gotinên Kurdî fêr bibî haa? Çima te di xortanîya xwe de Kurdî bikarneanî û xwedî lê derneket lan? 

   Aha hûn rewşenbîr û humermendên Tirk ev in ha. Heta tirr di qûna we de heye Kurd û Kurdî nayê bîra we. Lê go tirrên we bûn fis û hûn ji mêranî ketin, îcar Kurd û zimanê Kurdî tê bîra we newilo!?

De tu jî biçirîneeeeeeee.....!

 

Lêgerîn- 2

 

Xecê Omerî-26/01/08-Mêrdîn

 

Şeveke qetranî

Sitêrik jî veşarî

Barana ku dibari li giwînê min diqerisi

Dîsa rêwingim di rêya te

Dîsa bi hêviya dîtina te

Ne ji sax û ne ji miriya

Bê can û cesedim ez li benda hatina te

Tu li min şerm, tu li min qedexe

Navê min û navê te li gel hev qephete

Evîn…

Çi bi raz e jana te…

 

(Raz-gîzem-sir)

(Giwîn-çerm)

---------------------

 

Ev ji me kêm mabû

 

Metînê Mêrdînî-25/01/07-Mêrdîn- Li Mêrdînê meha derbasbûyî Sendîqa Mamosteyan (Egîtîm-Sen) çalakîyek li dar xist û lotikek avêt. Ez û kurê xwe ê 5 salî jî tev li çalakîyê bûn. Weke her carê polîs û trimpêlên wan li derûdora me sekinîn û kirin wîtewît. Tiştekî pir ciddî hebû.

   Werhasil, çalakî dest pê kir û me bi slogan û xwendina nivîsan tirr ji çalakîyê berda. Di navbera xwendina nivîsan de berpirsiyarê çalakîyê sloganek qirase avêt û got „Egîtîmcîye engel, çetelere butçe“. (Ji perwerdekaran re astengî, ji çeteyan re butçe). A rastî gerek bi vî rengî ba. „Çetelere engel, egîtîmcîye butçe“ (Ji çeteyan re astengî, ji perwerdekaran re butçe).

   Ez serê we neêşînim, polîsên derûdorê li me nerîn û dest bi ken kirin. Ewan jî fêhm nekir bê em ji bo çi çalakîyan dikin. >>>>

 

Şellim û ne tiştekî din

 

Metînê Mêrdînî-24/01/08-Mêrdîn-

Li Mêrdînê gundê Tixûbê mêrek dikeve ber sikratê.
Li wî gundî jî ji sebzeyên bin erdê pêve şîn nabin.
Lawê mêrik jêre dibeji: Bavo tê çi bixwi?
Dibêji ez tiştekî naxwim...
-Tê gîzerkê bixwi?
-Na na..
-Êêêê,  tê tivirekê bxwi?
-Na na..
-Silkisorekê bixwi?
-Na na..
Tê şellimekê bixwi (li wir a go herî bi qîmet şellim in)
-Na na…

 Bêhna lêwik teng dibe, û dibêji...
 -Bavo, min çiqas teamê (meyve-sebze) dinyê ji te re anî te nexwar...
 de her BIMMIR!!! EZ DI TE NIHÊM... mirina te ji gewîtî ye...
>>>>>

 

 

Silav ji we re Lotikxane ekîbîîîîî….!

 

Metîn-23/01/08-Mêrdîn-

Bi namûs ez bi vê Lotikxanê pir û pir kêfxweş bûm lo…Mejîyê we her hebi..
   Ez dixwazim ji we re tiştekî go birastî qewimîye binivîsim. Li gundê Tixûbê (gundê Mêrdînê ye) jin û mêrek diçin Hecê (Mek û Medînê). Wexta go kevir davêjin şeytên, mêrik dibêji jina xwe:“Keçê kevirê hûrik hûrik bavêjê“. Jinik dibêji: „Na kurro, kevir çiqas mezin bi xêra wî pirtiri“.

   Werhasil, mêrik ha dibêji kevirê hûrik û ha dibêji, lê jinik lê guhdarî naki. Radibi mêrê wê jê re dibêji: „Keçê nemayê, ev şeytan berê melekê xwedê teala bû. Ji hevdu xeyidî ne, lê go li hevdu bên eyn wê di te nin haaaa! Bila haya te jê hebi….!“ Îcar hûn her hebin yabo qurban.

   Bi sê telaqan Lotikxane ji serpêhatîya mêrkê Tixûbî jî xweştiri û hûn sax! Bi xwedê ji îro û pê di emê jî bi we ri lotikan bavêjin….
 

r im

 

Luqman Tehlo-22/01/08-Hollanda

       Dûrim ji wara mişext im

       Ji rengê belengaz ûmest im

       Girtî me ne serbest im

       Penaber û bindest im

       Dûr im bê welat im

       Dildarê azadî û felat im

              Ji warê dûr û bê deng

              Silav li gula çeleng

              Yara bedew û çar reng

              Li dil da tîr û xedeng

              Rojên dirêj û dereng

              Westiyam ji jîna meng

      Warê kanî û rûbara

      Deşt û çiya û newala

      Seranser zêr û saman

      Çîçek û binefş û qawan

      Gula min mizgîn û xelat

      Yara min bûka rojhilat

 

Wahşeta garankî

Diyar Baban-22/01/08-Kerbela- Hema hewceyî bi gotina zêde nîne. Ji xwe re li wêneyên van hov û dirindeyên Faris binerin bes e. >>>>>

 

Eksoza Trektorê

 

Firildeq Elî-21/01/08-Bakirkoy/ Stenbol-Wê rojê lotikvana Ingilîz Vîctorîa Beckham ji paparazzî re gotibû:"Ez ji zewaca bi mêrê xwe Davîd re ne poşman im. Haletê wî wek eksoza trektorê mezin e. Ne ew be kes nikare min têr lotik bike" filan û fîstan

   Yahewlelwelaaaaa...! Keçê Vîctorîa, agirpêketyê, belqityê, heger haletê mêrê te wek eksoza trektorê be, ez bi serê te û doxîna te sûnd dixwim ku eksoza Lotikxanê ji a trên û tiyarê jî mezintire, weylaw!

Te go tu bawer naki?

   Heyran were biceribîne, heger xilafî di gotinên me de derket emê Kerekî Şamî bidin te. Gerçî ê Kerê Şamî jî wek ê me mezin nayê lê de neyse....

 

 

Zilam ev zilam in haaaa!

 

Sebra Dila-19/01/08- Elmanya/ Em Kurd mêraniyê di kuştina hevûdu de dibînin. Loma halê me jî gihaye vî halî.

   Wey xwelî û heft arî li serê Kurdê ji maran re tirsonek û ji birayê xwe re şêr be. Ka ez binerim kî lawê bavê xwe ye here têkeve qula mar û wek vî camêrî mar bigre haaa! Hema bi hersê navê wî xwedayê ku ez wî nas nakim û wê Qurana ku min nexwendiye, ti qerasê wek vî zilamî di nav hemû eşîrên Kurdan de tuneye.

   Ê kurê bavê xwe be bila ji me re destê xwe rake û bibêje ez im! Emê jî wî bişînin çiyayê Qendîlê ji bo nêçîra eskerê virqo. 

   De yellaaaaaa!

 

 

Cahil dixwazin cehaletê ji holê rakin kuroo!

 

Rojda Aydin-18/01/08-Wan- Hikûmeta Kasimpaşalî Recebo serê hefsarê karmendên xwe berdaye û ha ha berê wan dide gund û bajarên Kurdistanê.

   Recebo ferman daye endam û neendamên partîya xwe ku bi her awayî xebatê li Kurdistanê bikin, xwe bi Kurdan bidin qebûlkirin da ku bandora PKK kêmtir bibe û nemîne. Ji belavkirina komir û êzingên belaş bigrin, heta bi benîşt û şekirokan li xelkê belav dikin ku qaşo xwe li ber dilê Kurdan şîrîntir bikin. Îcar niha jî dest bi şandima mamosteyên xwe kirine.

   Di bin navê „rakirina cehaletê“ de Kurdan didin ber lotik û pehînan û asîmîlasyona zarokên me ji xwe re kirine derd.>>>>>

 

Redaksiyonên malperên Kurd ên hêja û qedirbilind

 


 Sîdar Bengîn Epozdemîr
 
Bi kurtahî mesele ev e:

Li Hollandayê panzdeh xwendekarên Kurd ên ku rojane li ser Kurd û Kurdistanê dinivîsin nameyek protestoyî şandin NOSê, televîzyona dewleta Holandî. NOS iddia kiribû ku “Kurdistan tuneye” û xwendekaran ev helwest bi nameyek bi sernivîsa “Kurdistan heye” bersivand.

Niha em divên ku Kurd bi xwe jî bikaribin mail bişînin û ji bo vê me nameyek standart amade kiriye.

    Em hêvîdarin ku hûnê bangewaziyê biweşînin da xwendevanên malperên we bikaribin giliyê xwe li ba NOSê bikin.>>>

Sayin Lotikxane

Şerxwaz Aştî-17/01/08-Dinya-

Ji kerema xwe ji kovara The Atlantîk re bêjin, bi sê telaqê jinberdanê em vê nexşeya piçûk a Kurdistanê qebul nakin.

   Niha eger 40 milyon Kurdên me xwe li ser vê nexşeyê dirêj bikin, ciyê razana wan tê de tune. Ya din jî ne Derya Reş, ne Derya Sipî, ne ji Xelîca Kurd tê de niye.

   Nameyekê li ser devê min ji xalê HECI BUŞ re bişînin û meselê jê re zelal bikin.

   Yan NEXŞEYA KURDISTANA MEZIN YAN JÎ BI TELAQ ŞERÊ SEDSALÊ.

Silav li we hemiyan dikim.

---------------            

Ay Lo Dilo Dilo Lo

Saher Mîro El Bedrî

Ay lo dilo dilê şeq
Ez xulama çavêt beq
Çi ji min dixwazî tiştê biheq
Agir ket kezeba req
              Ay Lo Dilo Dilo lo
 
Ay lo dilo dilê sava
Ez xulama wan çava
Çi ji min dixwazî bi lava
Agir ket van hinava
              Ay Lo Dilo Dilo Lo
>>>>

 

 

Cewrikê sosyalîzmê bûye kapîtalîstê herî mezin

 

Proleterê Parsek-15/01/08-Febrîqa Zibil- Erê dinyayê…… Niha Vladîmîr Îlyîç Lenîn ji gorê raba û rewşa kapîtalîstên ku bi fikra sosyalîzma wî mezin bûne bidîta, gelo wê çi bigota? 

   Halî hazir kapîtalîst û emperyalîstên wilo mezin di Rûsyê de çêbûne ku ne hed heye ne hesab. Mêrikan bi salan çîrokên proleterya, kolhoz û molhozan ji zarokên xelkê re gotin, ew razandin û bazdan ser wan, lê wan jî di binî re serwetek bê hesab komkirin û kêfa xiyarê xwe dikin.

   Yek ji wan cewrikên sosyalîzma Rûsyê jî Roman Abramovîçê 41 salî ye. >>>>>

 

Wile heyran te kir tirr Nîmet xanim!

Mihemed Bekir El Tûnisî- 15/01/08-Tûnis- Bi elawekîl em bi Wezîra Jin û Malbatê a Tirk Nîmet Çûbûkçû xenê bûn. Yanî qaşo Çûbûkçû xanim hatibû Tûnisê ku ji me re behsa mafê jin û malbatê bike, rabû em hînî çêkirina qehwa Tirkî kirin û  malik li me viritand. Îcar qehwa Tirkî kuro!?

   Niha hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ev qehwa Tirkî li kuderê Tirkiyê çêdibe? Yan ma qehwe li Tirkiyê şîn tê, çêdibe? Kuro lao ev bêbavana çi tiştê ku bidizin dikin malê xwe û xwedî lê derdikevin hayhoooo!

   Niha we bigota qehwa Latîn Emerîkî, temam! We bigota qehwa Erebî, temam! Ê lao ma Tirk û qehwe? Tiştê ez zanim li Derya Reş, li nav wan Lazên şeytanqûnî, tenê çayê şîn tê û ew jî wek quzilqurtê ye û hew! 

   Ya siphanellaaaaaaa bê ev Tirk çi dizek û virekin yaboooooo!

 

Elokek xelat

 

14/01/08-Li gora we lotikvanê navdar Ben Affleck çima qûna xwe duxrîne? Heçê tê derxe, emê elokek 750 gramî bidin wan.

   Helbet divê berê em destûrê ji Mam Celal bixwazin û piştre eloka we ji we re bişînin. Yan na, emê têkevin ber gunehê wî û gunehkar bibin.

   Haaaaaa, em heq û mesrefa postê nadin haaa...Ew ji kîsî we ye.

  De yalla serketin yaboooo!

Kî dibêjin Europî têr memik in?

Sebra Dila-14/01/08-Elmanya

Ev zilam dema ku çav li memikên vê jinikê dike aqilê xwe winda dike, ronahî di çavê wî de namîne û dibe wek misilmanên birçî. Nema xwe digre û wilo bi dilşewatî li wêne dinere.

   Di dilê xwe de keserekê dikşîne û dibêje: Axxxxxx....! Hey malxerabê, ma pêwîste tu dilê xelkê wilo bide ber agir û xenceran …?  Ax liminnnnnn, ji xêra xwedê re hema min devê xwe xistiba wê şaxa nav du giran û bila xwedê rihê min bistenda û hew!

   Qey dawiya dinyê hatiye bavo… Her tişt bûye bazirganî. Lê bi her sê telaqên jinberdanê, bazirganiya herî mezin bûye memik, doxîn û navran yabo!  

 

Bîjîyên Asenayê li Newrozê xwedî derketin

 

Ehmed Beyan-13/01/08-Enqere- Partîya Seg û Keftarên Tirkiyê MHP pêşniyaza fermîbûna cejna Newrozê da meclîsa Tirkiyê û xwest ku ev cejna qedîm a Tirk (segbavan nizanin ku seg û keftar nikarin cejnek wek cejna Newrozê pîroz bikin) wek cejnek fermî bê pîroz kirin da ku Kurd li cejna Newrozê xwedî dernekevin.

   MHP cejna Newroza Kurdan wek “cejna qedîm a gelê Tirk” binav dike û naletê li bavê xwe tîne. Tirkên ku hema bêjin her tişt û hebûnên xwe ji çand û kultura xelkê dizîne û binyata xwe li ser qirkirina gelên cîran ava kirine, dixwazin bi fermîkirina cejna Newrozê qaşo Kurdan ji vê cejna pîroz bidûr bixin û naveroka vê cejnê jî aloz bikin, bikin “Cejna Seg, Keftar û Gurên Tirkiyê”.

   Werhasilî kelam, bawer kin heta em Kurdên bakur ev Kurd bin, heta em dîwarekî wek dîwarê Berlînê nexin navbera xwe û van segbavên dirinde, wê Tirk li cejnên me jî, dîroka me jî, welatê me, zimanê me û hetta li xîret û namûsa me jî xwedî derkevin û xelas! Gava em kurtanê kerê xelkê bin, wê Tirk her û her li me siwarên û hûn sax!

 

 

Dîndaran ew kir milyoner

 

Tecawizcî Coşqûn-11/01/08-Beyoglû Stenbol- Lotikvana navdar a Tirk Asena ( Asena navê dêlegura ku Tirk ji eslê wê ne) anî zimên ku wê ji şahî û dawetên esker û  misilmanên Tirk 5 milyon dolar qecenc kiriye û mişterîyên wê ê herî baş Tirkên dîndar in. Tirkên dîndar di her wesîlê de serûçavê xwe dinuxumînin û qaşo bi navê îslamê siyaset û polîtîkayek qirêj dimeşînin. Ev misilmanên ku di bin çarçef û perda misilmantîytê de her quzilqurtî dixwin û her zinêkarîyê dikin, di gotinê de xwe wek horî û melayîketên xwedê derdixin pêş. Lê di rastîyê de ew di bin wê çarçef û perda dîn de her gûyî dixwin û û xelkê dixapînin.>>>>>

 

 

 

 

Daweta seyidên lotikvan

Senger Îloz-29/01/08-Stenbol- Seyidên lotikvan biborin (Mercê û Xirbê) ên Nisêbîna rengîn di daweta xwe de, serê lotikvanên dîsko û barên sosyeteyên Stenbolê xistin bin çengê wan. Di daweta ku li Ataköy Plazayê pek hat de, Koma Muzika Gel ango mirtibên Nisêbînê Behramo û koma wî ya kemaçê, weke ku ketibin dinyayeke nû lotik li ser lotikan avêtin.

   Dema Behramo sehneya dawetê desteser kir ma kesî hunermend wêrîbû xwe nêz bike. Wele, dûvîkê kemaçê hazir bû! Her wiha vexwendiyên dawetê jî dan ber pihîn û dûvikê kemaçê ku, di nav lotikan de xwe winda kirin.Behramoyê bi eşqa dolaran şabaş li ser şabaşan dikir, hişt ku rebenê nizamçikoyê mêrdînî ku bi orkestraya xwe ji Şivanê Kurdî û Îboyê zikbirçiyê dengbiberztir distra, ji dikê bi reva rev dakeve.

   Di vê navberê de Sosyeteya Ataköyê li van dengên muzîka modern a Kurdî ecêbmayî mabûn. Rebena nizanîbûn gelo li ber van dengên şabaşan û memikên gihayî çawa lotikan bavêjîn. >>>>>

Bi telaq kêm e û ne zêdeye!

Kurdologê Lotikxanê-29/01/08-Dibêjin parlamenterê partîya CHP ê Argaxanê Ensar Ogut li bajarê Wanê axaftinek kiriye û ha ha pesnê partîya xwe û qûnekê Denîz Baykal daye.

   Ji bo ku Kurdan bikşîne nav partîya xwe, Ensar efendî li ser namûsa xwe sûnd xwariye û gotiye: “Jina min ji min berdayî be ji sedî 80 nifûsa Tirkiyê Kurd in. Em wek partîya CHP girîngiyek mezin didin paraztina çand, ziman, adet û toreyên herêmê. Me jin dane hevdu (wey ne ser xêrê be rebbî) û em bûne merivên hev. Ma ez ker im ez bajarê Antalya, Stenbol û Izmîra ku tije jinikên xweşik in ji xelkê re berdim“ filan û fîstan. 

   Law Ensaro, bi her sê telaqên jinberdanê, nifûsa Tirkiyê ne ji sedî 80 lê bi namûs ji sedî 100 Kurd in! Kuro tu dev ji nifûsa Tirkiyê berde cîgerim, dinya tev Kurd in dinyaaaaa!

   Ma beşer ne ji Adem û Hawa çêbûne? Belê! Adem û Hawa ne li Kurdistanê çêbûne? Belê! Di Tewrat, Incîl û Quranê de nabêje bihuşt di navbera çemê Dîcle û Feratê de ye? Belê! Piştî tofanê keştîya Nebî Nuh ne li ser çiyayên Kurdistanê sekiniye? Dîsa belê! Insanetî dîsa ne ji Kurdistanê belav bûye? Belêêêêêêêêêêêêêê!

   Êêêêêêê!? Îcar dinya tev ne ji kî…ê Kurda ye qardeşim, wîîî! Lê çi fêde Kurd bi qîmetê kî…ê xwe nizanim ax gidîîîîîî……

Ê were bibe Kurd oxlimmm!

Minminîk Elî-28/01/08-Madrîd- Hinek ji Tirkan êdî pêdihesin ku Tirkbûn bûye bela serê wan û wek toqa naletê ketiye stuyê wan. Bawer bikin, di dinyayê de kesên ku ji Tirkan ne aciz in kêm in. Ji ber vê jî diçin ku lotik û pehînan dixwin û dîsa jî qûnekan li ber xwe nakevin.

   Werhasil, dibêjin lîztikvanê fûtbolê Nîhat Qahwecî li Spanyê di hevpeyvînekê de gotiye:”Ji bo ku ez Tirk im qedrê min nayê girtin. Heger ez ne Tirk bûma, wê qedrê min bilindtir bûya” filan û fîstan.

    Ê ewladim, madem Tirkbûn bûye bela serê te, were nasnama xwe biguhere û bibe Kurd oxlim! Ji dêvla ku qedrê te li cem xelkê wek qedrê kerekî jî tunebe, hema hefsarê Tirkbûnê ji stuyê xwe derxe û were Lotikxanê.

   Bi ellawekîl nasnama te hazir e. Emê navê te jî bikin Nûhat Qehwefiroş! Okey!

 

Hemîd:

Yabo Mihemedkê Mûsê çi ji me dixwaze?

 

Şeşqeto- 28/01/08-Rojava-Qamişlo

Ev cara duwemîn e ku sikreterê Partiya Çeprem, tîra xwe ber bi singa Hemîdê Hecî Dewrêş ve dide, lê xuyaye evê carê li bin tira Hemîd xist, ew jî di aliyê avakirina lêvegerek Kurdî de, ku rêxistinên rojavayî Kurdistan dixwestin pêk bînin.

   Hêjayî gotinê ye ku Mûso bi xwe ew Hemîdo û Simo, di carçêweyekê de bi navê (HEVBENDÎ) ku pênc rêxistin tê de ne hevkarin, ew jî ev in: >>>>>

 

Ji Dubaî silavek û daxwazek

Miho Bakur-27/01/08- Ji bo berpirsiyarên Lotikxanê- Ez vê emaîlê ji we re ji rojhilata navîn, ji Dubaî dişînim. Em alîkarîyê ji we dixwazin. Li min bibûrin, ji bo xwedê lotikan navêjin min. Em hejmarek pir Kurd li vir dijîn.

   Gellek heval karmend in, karbidest in. Dema wan û zewacê hatiye. Xwedê miradê wan bike. Ew dixwazin keçên Kurd ên welatparêz û hişyar ji welatê xwe nas bikin û bi wan re bizewicin. Ji kerema xwe hûn karin di înternetê de malperek ku keç û xortên Kurdan tê de beşdar dibin û hevdu nasdikin pêş me bikin?

   Hûn karin ji me re navnîşana wan bişînin? Ma çi dibe? Ma bila xortên me bi keçên Ereban re bizewicin? Bi soz emê we jî dawetî şahîya zewacê bikin! Sipas û rojbaş….

Miho Bakur …Dubaî ...

Bersiva Lotikxa >>>>>

 

Me jî digot çima serê jinan hişk e!

 

Çang Çîng Çong- 26/01/08-Pekîn- Niha hûnê bêjin Lotikxane dijminatîya jinan dike û ji jinan hez nake. Na babam, bi namûs weke ku em ji jinan hez dikin û rêzê didin wan, kes nake. Jin çavê me ne, barê me ne û pitpitokên serê me ne.

   Werhasil, li Zanîngeha Tîanjîna Çînê lêkolînek li ser qalindbûna qoqê serê jin û mêran hatiye çêkirin. Di encama lêkolînê de derketiye holê ku qoqê serê jinan ji ê mêran qalindtir û hişktir e. Yanî, qalindîya qoqê serê jinan 7.1 mm (milîmetre) û ê zilaman jî 6.5 milîmetre ye. Lêkolîn li ser 3000 kes hatiye kirin.

   We dît ne? Îcar zilam dibêjin çima jin ewqasî pitpitokî ne û serê wan hişk e. Ê baba, ma serê ku 7.1 mm qalind be çawa hişk nabe hêê!

   Bi namûs hema bêjin fîşek jî tê re derbas nabin, wîî!

 

Zinge zinga lotikan li Swêdê

deng veda.....

 

KekoyêPozdirêj-26/01/08-Tensta Stockholm-

Helal be qardesim, bi namûs we tirr ji dîplomasîyê berda. Hûn di lotikên dîplomasîyê de hewqasî serkeftî bûn ku we Tirko li xwe hesidand. Wa Tirkan jî li Davosê bi nêzî 2 milyon euro Turk Gala pêk anîn....

   Lê divê em bêjin helal be Taha Berwarî! Bi namûsa mêrê çê, tu lotikvanekî baş, dîplomatekî qirase yî! Heger ez di şûna hikûmeta Kurdistanê de bûma, minê bi her awayî piştgirîya lotikvanên wek Taha Berwarî bikira da ku giranîyê bidin dîplomasî û lobîyê.

   Yaw qardeşim,  tê bîra we bê Kurd li Swêdê di kîjan qada lotikan de bûn? Lotikan deynin alîkî, firsenda wan a nêzîkî lotikvanan jî bibin tunebu...

   Werhasil, lotikvanî xisûsîyetek taybet e. Her kes nikare bibe lotikvan bavê min!  Ji ber wê jî, em dibên bi hevîya gelek lotik û lotikvanan...........

    Bajo Taha Berwarî bajoooooo… >>>>>Çend Fotoyên Gala Kurd

Gala Kurd, ekîb û lotikek

Cemîlê Çargurçik-25/01/08-Swêd-Gala Kurd û serketina wê çirûska pêkhatina ekîbek baş dide me. Xuyaye bi pêkanîna vê galayê, bi çêkirina lobî û qecenckirina dostên Skandînawî, Kurdan jî pêwistî û giringîya lobîyê fêhm kiriye. Û dixuye ku ekîba ku bi vî karî rabûye û radibe, ekîbek jixwebawer, çalak û xwedîyê plan û projeyên baş in.

   Bi taybet, di çêkirina Gala Kurd de ked û xebata Wezîrê Sporê û Xortan Taha Berwarî û ekîba pê re wek Elî Ewnî, Nisret Hecî, Diyar Mizûrî û gellekên din nayê înkarkirin. Heger Gala Kurd ev çend sal in bi serkeftî lidardikeve û bûye pêlikek ji pêlikên çêkirina lobîya Skandînawî, sedema herî mezin ev e ku ev ekîb xwedîyê armancek hevbeş, plan û projeyên baş in. >>>>>

Zarokên kuçe û kolanan –VI

 Zarok û girtîxane

Bavê Jîndar-25/01/08-Colemêrg-

Zaroyên ku dikevin destê çeteyan, ji ber ku çete wan di karên xurab de dixebitîne, wek tewanbaran tên girtin û dikevin girtîgehan.

   Li gor lêkolînên li ser 44551 mehkumên zaro yên girtîgehên Stenbolê hatine kirin, sedemên tawanbariya wan weha derketine holê. Ji  %  95 ên wan ewin ku ji gundan hatine bajêr û kesên malbatên wan kêm hatin in, an jî çu hatinek wan nîne. Ji % 45 bê kar û şol,  % 51  rûyê mekteban nedîtîne, % 15 ji malbatên  parçebûyî. >>>>>

Şivanê me beşdarî pêşangehan jî dibe bavooo....

Tacdîn Baran-24/01/08-Elmanya- Dibêjin wê lotikvanê Kurd ê navdar û şandar Şivan Perwer beşdarî pêşangeha pirtûkan a KOMKARê bibe û li bajarê Wuppertalê çend lotikên Elemanî bavêje.

   Li ser bextê Kurdên Wuppertalê be, hinek dibêjin “wê Şivanê me bi strana Kîne Em dest bi lotikan bike”, hinek dibêjin “de here loooo, wê sedî sed Şivan lê dotmam bêje”, û hinek jî dibêjin “bi telaq me di xewna xwe de dîtiye, wê Şivan Kirîvê bêje” filan û fîstan.

   Ez serê we neêşînim, wê Şivanê me sedî sed beşdarî pêşangeha KOMKARê bibe. Lê wê bistrê yan nestrê ew û tembûra xwe zanin.

  Ê de berdewamê bixwînin cîgerlerim... >>>>>

Spasnameyek ji kekê me Dara Bîlek

Dara Bîlek-23/01/08-

Ji bo berpirsê malpera Lotikxanê

 

Ji berî her tiştekî silavan li we dikim û serkeftina we dixwazim. Birastî eve çend rojin di malpera we de babetek gelek giring tê rojevê û birêz Bavê Jîndar nivîsekê di derbarê Zarokên kuçe û kolanan de belav dike. Di baweriya min de ew dest datîne ser bîrinek gelek mezin a civakî li bakurê Kurdistanê û herweha bi hezaran zarokên Kurd li bajarên mezin yên Tirkiyê. Ev birîna civakî dibe sedemek binhehîn ku pêşeroja me wê bi awayek gelek nexweş be, ji ber ku zarokên me û hêviya pêşeroja me telef dibin.

    Di baweriya min de mirov gerek bi hemi awayî giraniyekê bide vê pirsê û gerek ev yek bikeve bernameyên hêzên siyasî û gerek dezgehên civakî ji bo vê yekê bêne avakirin.

    Bê goman mirov dikare dirêjahî li ser vê babetê dîtinên xwe bêje û hetta karekî li ser vê yekê bike. Lê min niha tenê xwest ez spasiya we bikim ku we di malpera xwe de behsa vê babeta gelek hesas û giring kiriye. Bi kurtahî ev zarok pêşeroja me ne û gerek em bi awayekî li pêşeroja xwe xwedî derkevin..

    Ez cardin spasiya we û nivîskarê vê babetê dikim. Her tim serkeftî bin..

Zarokên kuçe û kolanan-IV

 

  Bajê Jîndar-23/01/08-Colemêrg-

Beşek ji zarowên ku kolan û kuçan dijîn, dikevin tora çeteyên diz û berîkbiran. Pirî caran ji Stenbûl, Enqere , Îzmîr û metropolên din yên Tirkan çete tên bajarên Kurdistanê yên wek Dîyarbekir, Entab û hwd û zarowan direvînin.

   Lê ne bi tenê zarowên kolanan dijîn, herwaha zarowên li kolanan dixebitin jî bi xwe re dibin.  Lê her zaro bi xwe re nabin. Hewceye zaro bi zendûbend be. ( fîzîka wî li cih be ) mildirêj, destdirêj û tilî zirav be, da ku bişêt xwe biparêze  û ji bêrîkan bi hêsanî peran û cûzdanan derbêxe.

   Her weha hewceye zaroyê malbatek pir zaro be, da ku malbat li pey zarowê xwe nekevin û ji çetê re arêşan dernexin. >>>>>

Tê derxin

Tacdîn Baran-22/01/08-Gelo serokê malpera Avestayê Dilbixwîn Dara li kê û li çi dinere? Çima veciniqî? Heçê tê derxe emê kîlok bacan, 250 gram savar, mirîşkek û şûşek kokakola bidin wan. De yellaaaaa, vê fersendê nerevînin!

Zalim qûna zaliman dalêsin

Ehmed Beyan-22/01/08-Enqere- Roj namîne ku rayedarên Tirkiyê neheqî û zilmê li Kurdan nakin û bi navê îslamê Kurdên misilman dikujin. Tirkên ku Kurdên reben wek dijmin dibînin û serokên wan wek “serokeşîr” bi nav dikin û wan dawetî welatê xwe nakin, radibin zalimên wek Serokê Dewleta Sûdanê Omer El-Beşîr dawetî Tirkiyê dikin û bêbavîya xwe eşkere dikin. Omer El-Beşîr sûcdar û tawanbarê kujtina 350 hezar kes e û berpirsê qetlîama Darfûrê ye. Lê ji Tirkên ku qaşo bi navê demokrasî û mafê mirovan insanetîyê dixapînin re qetlîam û komkujî ne xem e. Çawa ku wan di 1915an de fermana Ermenîyan rakir û bi sedhezaran Kurd kujtin, îro jî bi navê dînê îslamê dibin şirîkê Omer El-Beşîrê zalim. >>>>>

Hûn dolaran bixwin, bila zarokê feqîran jî ji birçîna kîrê hev bimijin!

Mihemed Millî- 22/01/08- Ruha- Yaw em Kurd çi milletekî reben û xwelîliser in ya rebbî! Ma heta kengî wê axa û begên me hefsarê me bi dû xwe de bikşînin û wek serokeşîr milletê Kurd bi dewleta Tirko ve girêdin! Ma qet namûs û xîret nakeve pozê me yaw? Ka millet bûn, ka netewayetî, ka Kurd û Kurdistan, ma hema her tişt ket qûna eşîr û malbatê?

   De binerin bê serokê eşîra Seyhanî û wekîlê meclîsa dewleta virqo çi dawet ji nevîyê xwe re çêkiriye. Di sinneta torinê wî de dolar firyan hewayê, zêr û cewher rijiyan. Feqîr û belengazên gundî jî dilêş, stuxwar û hebitî man.

   Di sinneta torinê Seyid Eyupoglû de dê weledê xwe avêt û 150 hezar lîre li sinnetê mesref bû. Îcar 150 hezar lîre çend malbatên Kurd ên hejar pê xwedî dibin hûn zanin? >>>>>

Zarokên kuçe û kolanan-II

Bavê Jîndar-21/01/08-Colemêrg-

Başe kîne ev zaroyên kolan û kuçan?  Zaroyên kolan û kuçan ji kê re tê gotin? Zarowên kolan û kuçan, ew zarone ku ji ber gelek sedeman bi malbat, dibistan û civakê re danûstandinên wan qut bûne û 24 seetên xwe li kolan û kuçan derbaz dikin.

   Debara xwe li kolan û kuçan peyda dikin. Ji bêçaretî carnan şolên xurab wek dizî, pars, revandin (kapkaç ) û carnan jî tîner û balî dikêşin û azadiya kolanan ji xwe re kirine cih û mesken.  

   Li gor statîstîkên sala 2006 an li tevahîya Kurdistana bakur û Tirkîyê bi qasî 500 hizar zarowên ku kolanan dijîn hehe.  Ku % 80ê wan Kurd in. >>>>>

 

Aydin Orak berê xwe daye Hollywoodê

 

Zinar Qelemşûr-21/01/08-Stenbol- Şanogerê Kurd, xortê Nisêbînî, kilê çavê keçên 14-15 salî, siwarê hespê boz û lotikvanê navdar Aydin Orak, sînorên şanogerîya herêmî çirand û di kovar û rojnameyên biyanî de deng veda. Aydin Orak di gellek kovarên welatên Balkan û Rûsya de derket pêşberî awira gelemperî û bi taybet jî, kovarên magazîn û paparazzî ew ji destê hev revandin. 

   Li ser bextê sîxur û ajanên malpera Lotikxanê be, dibêjin Aydinê me gav bi gav, hêdî hêdî û bêyî ku kesek pê bihise berê xwe daye bihuşta şano û sînemaya cîhanê Hollywoodê. Dibêjin sedema ku Aydinê me wek ava bin kayê dixebite ev e ku, ditirse Şemoyê Mitirb û Hesenê Dîn bi plan û projeyên wî bihisin û rê li ber çûna wî a Hollywoodê bigrin.

   Dîsa li ser bextê fesad û ewanên kolanên mehela Qijlê a Nisêbînê be, dibêjin Şemo û Dolmîşo bi hinek tiştan hisyane lê dikin û nakin nizanin mesele çiye.

   De neyse yabo, henek li alîyekî lê birastî jî Aydin Orak qedirbilindekî gelê Kurd û bi taybet jî serbilindîya Nisêbînîya ye.  De bela xwedê miradê wî bike û rêya Hollywoodê jê re veke rebbî!

   Haaaaaa, law Aydino, binere heger rojek ji rojan tu çû Hollywoodê me ji bîr neke ha, okey!! Lotik ji te û senaryo ji me, temam! Emê çi senaryoyan binivîsin peeekkkkkk! Ji xwe go me Şemo û Dolmîşo jî dan kêleka xwe, ma êdî Rambo û Termînator jî karin bi me, tobe be!!!!

 

Gendelî xwelî li serî

 

Mihemed Soran-20/01/08-Silêmanî- Xuyaye em Kurd wek çêlekê ne. Çêlek gava satil tije şîr dibe dibê gurm û lingê xwe lê dixe û şîr dirjîne. Îcar ev jî mesela me Kurya ye. Em dikin û nakin em Kurd nikarin netewî û millî bifikirin û berjewendîyên Kurd û Kurdistanî biparêzin. Lê berjewendîyên şexsî? Ohooooooooo, kes wek me jêhatî tuneye ellawekîl! Hema bila çend qirûş têkevin bêrîka me û Kurdistan heye tuneye ne xema me ye.

   Werhasil, dibêjin kekê me Noşîrwan Mistefa bevpeyvînek qirase daye malpera Erebî Îlaf û têde çend got