Medya     //     Arşîv

 

      26 / 02 / 2008 / Sêşem

 

 

Google   

  
Magazîn, henek, gilî û gazin....Bê lotik nemînin....Lotikxane dengê netewperwerîya Kurd e....info@lotikxane.com.....lotikxane@hotmail.com

H. Belê

 

Nav û dengê min

F.Devliken

 

Bijî civaka qûnekan

B. Ronahî

 

Ezê vî têxim kîderê

L. Şêxo

 

Tiştonek

A.Dûran

 

Di qal û qîrê de

B. Rewşê

 

Selmano

M. Badilî

 

Miletê Sûriyê

Arşevîn

 
Itaro

 

 

 

Programek teybetî li ser pirsa gelan li Turkiyê di Euronews de tê weşandin

Euronews di nava programa xwe de bi navê Parlemento weşaneke teybetî li ser pirsa gelên li Turkiyê diweşîne.

   Li ser Ermeniyan, Laurent Leylekian, Federasyona Euro-Ermenî, li ser Kurdan, Derwêsh M. Ferho, Enstituya Kurdî ya Brukselê û li ser Turkan, Dogan Özgüden, Info Türk, daxivin. Program di ro ûsaetên cihê de tê weşandin.

Şemî, , 23/02 – saet 7.15 – 11.15 û 20.45; Duşem, 25/02, 12.15 – 16.15 – 21.45; şem 26/02  û În, 29/02,  saet, 12u15 – 16u15.

Şehîtler olmez haa! Wille û bille olur, hem jî poxipoxine qardaşlar!

Tecawizcî Coşqûn- 24/02/08-Stenbol- Belê, şer germ bûye û dê weledê xwe davêje.

   Eskerên qûnbicilikên Tirk, bi gotina wan Mehmetçîkkkk, lotik li ser lotikê dixwin û cendekên wan li bajaran belav dibin. 

   Tabî ji generalan re ne xem e canim, çawa be zarokên xelkê tên kujtin. Kezeba wan naşewite û kî hat kujtin ji kîrê wan ve.

   Êêêê, ka we digot şehîtler olmez cîgerlerim?

   Wille û bille olur, hem jî poxipoxineeeeeeeee!

 

Hecî Ûsivê Dêrî emir da hazira

Welatparêzê Kurd, bavê rojnamevan û moderatora Kurdistan TV Hêvîdar Zana, xezûrê rojnamevan Dilbixwîn Dara Hecî Ûsivê Dêrî çû ser heqîya xwe û emir da hazira.

   Em ji malbat, dost û hogirên wî re sebr û selametê dixwazin.  

Lotikxane

 

Tê derxin

 

Tê derxin û qezenc bikin. Gelo çend zarok di zikê herdu mirovan de hene?

   Heçê tê derxe emê kîlok sêv, nîv kîlo pirteqal, 2 bîhok, 2 hirmî û nîv kîlo hejîr bidin wan.

   De yellaaaa...Xwedê bi we re be rebbî!

Ezê vî têxim kîderê?

Bavê Ronahî- 21/02/08-

Li gundek ji yên Sûrica Rihayê mirovek pêncî salî bi navê Xelîl Brahîm heye.

   Helil Brahîm ji ber ku eqilsivik e,  kesî keç nedayê û wusa ezeb maye. Makera wan ya pîr ku dîya wî ji bo sicûxçêkirinê difiroşe tucarên Qeyserîyê, rewşa Helîl Brahîm xirabtir dike.

   Rojekê li hewşa malê çend jinik rûniştine hirîyê vediçirînin. Xelîl Brahîm jî li cem wan rûniştiye.>>>>>

Mêhdîyê me nameyek qirase ji Abdûllah Gul re şand

Zinar Qelemşûr- 21/02/08-Stenbol- Kekê me Mêhdî Tanrikûlû nameyek qirase ji Serokkomarê Tirkiyê Abdûllah Gul re şand û lotikek xweş avêt.

   Wek hûn zanin, serê Mêhdîyê me û dadgehên Tirkiyê bi hevre ketiye belayê û hakim û dozgerên segbav bela xwe ji Mêhdî venakin.

   Ji ber ku Mêhdî Tanrikûlû paraztina xwe bi Kurmancî kiribû, li zora qûna dozgerên Tirk çûbû û ji wê rojê de wî li dadgehan dibin û tînin.

  De neyse, ji berê de dibêjin "Berxê nêr ji bo kêr". Îcar kekê me Mêhdî jî ji Kurdayetîya xwe nayê xwarê û dozgerên Tirk kezebreşî dike.

   De nameya ku ji Abdûllah Gul re şandiye bixwînin bê çi dikeve serê we. >>>>>

Ev jî hêkên Ingilîzan e

20/02/08-London-Kesî ji we dîtiye "hêk ji nava hêkê" derketibe? Lê li Ingilîztanê dibin. Jinikek Ingilîz gava hêkê dişkîne û dixwaze biqelîne, dibîne ku hêkek din di hindurê hêkê de ye.

   Îcar niha ev bûyer li Ingilîztanê wek "bûyerek ecêb û nîşana roja qiyametê tê şirovekirin".

   Werhasil, li welatên din zarokên duserî, heywanên çarlingî çêdibin, lê mirîşkên Ingilîzan jî hêkên xwe dixin hev da ku fîşeng di van re derbas nebe.

    Îcar gelo wê Ingilîzên ku van hêkan bixwin çi bikin? Ew jî hêkên bet û qazê nekin gelo!

Perwerde û Perwerdeya Xwemalîn

Ezîz Xemcivîn

Dibistana seretayî a perwerdeyê mal e.

Perwerde giringtirîn razeya civakî ye.

Kesê ko ne perwerdekirî be, nikare kesekî din perwerde bike.

Perwerdekirina kes, ji kêlîka pêşîn ya ko bihna jiyanê dikişîne, dest pê dike.

   Mijarên abûrî û konevanî têkildariyên civakî ne, ew xwe bi xwe hev tekûz dikin.

Heke di avakirina kesayetiya merov, civak û welatekî de bin, bêguman hêmanin bingehîn dihêlin ev pêwendiya diyalîktîkî di navbera wan de diyar bibe. >>>>>

Wille û bille mêrik rast dibêje

Ergenekon Fexrî- 19/02/08- Endamê Dewleta Kûr-Enqere- Serokwezîrê Tirk Kasimpaşalî Receb di bernameyel televizyonê de behsa operasyona li ser Ergenekonê kir û pesnê hikûmeta xwe da.

   Kasimpaşali Receb got:“ Yaw qardeşim, heta niha kî wek me çûye ser çete, diz û keleşên dewletê hêê? Ji me pêve kê lotik li Ergenekonê xistiye? Ev hê lêlê yer, lolo jî maye. Emê yeko yeko bi guhê wan bigrin û ji qullê derêxin“ filan û bêvan.

    Yaw birastî heta niha kes wek hikûmeta Erdogan çûye ser van çete, diz, çeqel û keftarên dewletê? Bawer nakim. >>>>>

 

Ê de bixwe haaaa!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Polat Erdem-  17/02/08-Izmîr- Brazîyê Şakirê Mûşî Ozcan Denîzê Tirk, li bajarokê Çeşmeyê lotikek xwar û ket nexweşxanê.

   Ozcan Denîzê ku rojekê tenê jî behsa Kurdbûna xwe nekiriye û dilê wî ji Kurdayetîyê dixele, di konserekê de stranekê li ser jinekê dibêje. Dostê jinikê Mûstafa Adaş jî gava dibîne Ozcano çavê xwe berdide dosta wî û av bi devê wî dikeve, hema yekê nake didu û demançê li ser Ozcan efendî direşîne.

   Werhasil, fîşengek li lingê Ozcano dikeve, hestîyê lingê wî dişkê û wî radikin nexweşxanê. >>>>>

 

Ev çi dahbe ne

ya xweda!

 

Sofî Xelef-16/02/08- Ya rebbî tu me ji dahbetî, nezanî û hovîtîyê biparêzi.

   Ya rebbî tu me bi navê ol û dîn, xwendin û teswîfa xelet kor neki.

   Ya rebbî tu me neki wek van Tirk, Ereb û Ecemên ku bi navê dînê îslamê li dijî hezkirin û evîna insên derdikevin.

   Û ya rebbî, rojek berî rojekê nîrên koledarîya van mexlûqatan ji stuyê me Kurdên reben derêxe. Amînnnnn!

   De ji xwe re li van dahbeyên jor binerin û bifikirin.

   We di kîjan dînî de dîtiye ku dîndar li dijî hezkirin û evîna insên derkevin? Di kîjan pirtûk û ayetên pîroz de  hezkirin hatiye qedexekirin?

   Em zêde nakin. Hema li wêneyên van dahbeyan binerin hûnê fêhm bikin bê dîn çawa tê berevajî kirin. >>>>>

Rûken

   Zoryar Tehlo

 

Li min bipirse rûkena min

Çima tu wisa bêdenge

Dilê te ji min maye îro

Dem dibhure derenge

Ma qey tej bîra kir evîna me

Ew roj û raborînên me

 

Gazina ji min neke canê

Bawerke ne bi destê mine

Ez jî  jibo te disojim

Şev û rojan dijmêrim

Bê te nîne neyaz û geşbîn

Jiyanek  tarî  û  reşbîn >>>>>

Mêrik dixwaze tirrê gamêşan bike

Raca Xan-15/02/08- Hindistan- Yaw ev mexlûqatên bi navê “insan” çi timakar û jixwerazî ye hayhooooo.. De ji xwe re li vî hacûcî binerin. Helbet ew jî insanek weke me ye. Tu gotinek me ji insanetîya wî, ji bejn û bala wî re yuneye. Lê babam, mêrik 90 santîm e lê dixwaze tirrê gamêşan bike ha, wîî!

   Adîtya Romeo Dêw 19 salî ye, lê xwedê ew qesifandiye û di 90 santîmî de ji bejna wî re gotiye STOPPPP!  Paşnavê wî çi xweş e ne ? Dêw!

   Yaw brê min, ma ji kesên 90 santîmî dêw çêdibin bavê min! Ma go paşnavê te CIN ba ne çêtir bû?

   Werhasil,  >>>>>

Wênesaz ev wênesaz in

14/02/07- Ma kî nikare wêneyan li ser kaxez û paçikan bineqişîne?  Huner ew e ku meriv karibe li ser laş û bedena insên wêneyan binerqişîne û bedenê bixemilîne.

   De ji xwe re li van zîtirkvanan binerin hûnê fêhm bikin bê em dibêjin çi. >>>>>

NE KURD Û NÎV TİRK

 

    Farûqê Devliken-13/02/08-Mêrdîn-Li Qoserê grûbek derketîye; vê grûbê malperek avakirine û navê malpera xwe jî kirine “yeni perspektif”. Erê lo, çend qeşmer, tewtewe, zengopiv, eşûr û zebenî li hev vehewîyane û ev malper sazkirine.

Camêran dibeliqînin ser çavên xwe, bi çavên entellektuelî li xwe dinerin. Hêlînên xwe dibin hezar hêkî, lê mixabin ji wan hezar hêkan jî, neh sed û nod û neh jê xerabe û a din jî pûç e.  >>>>>

Xalê Pînokyo

Temel Satilmiş-12/02/08-Ordû- Xalê me Mihemed Gul ê 80 salî di zarotîya xwe de dikeve û hestîyê pozê xwe dişkîne. Dişkîne lê ji dê û bavê xwe re nabêje. Piştî şikestina hestî, goştê pozê wî roj bi roj ber bi jêr daliqe û dirêj dibe. Îro dirêjîya pozê wî 14 santîm e û xalê Mihemed qet jê aciz jî nabe.

   Xalê Mihemed dibêje:”Min bihîstiye hinek ji pozdirêjîya xwe dikevin pêşbirkan û pirtûka rekorê a Guînnesê. Jina min ji min berdayî be, heger ez têkevim wan pêşbirkan ezê tirrê ji pozdirêjan berdim. Di dirêjîya poz de ez gunikreşan di ser xwe re nabînim” filan û fîstan.

   Îcar heyran, kesê ku di nava Kurdan de wêribe lingê xwe li lingê Mihemed Gul ê Laz xe, bila kerem bike dakeve meydanê....

Entegre nebin, nebin Tirk û zimanê xwe biparêzin

Tacdîn Baran- 11/02/08-Koln-Elmanya- Serokwezîrê Tirkiyê mîster Receb Tayyip Erdogan hat Elmanya û çend lotikên Tirkane avêtin.

   Erdoganê ku ji bo asîmîlekirina Kurdan çi ji destê wî tê dike, ji Tirkan re got.”Tirkino, zarokên Asenayê, Elmanî hîn bibin, lê nasname, ziman û çanda xwe biparêzin. Zêde entegre nebin (nebin wek Elmanan). Bazdin ser jinên Elmanan, perê wan bixwin, wan bikin Tirk, lê eman eman hûn nebin Elman” filan û fîstan.

   Yaaaaaa! Hûn dibînin bê sermezino ji bo Tirkên xwe çi dixwaze û çi şîretan li wan dike newlo! Lê piranîya Kurdên me yên li Elmanya çi dikin? >>>>>

Bêhna xwînê ji herdu alan jî tê

Cemîl Cewher- 10/02/08-Hewlêr- Belê, piştî guhertina ala Seddam Hisên, ala nû a dema Ebdilkerîm Qasim li Kurdistanê hat hildan. Yanî, kumê Xelo danîn serê Celo.

   Bi namûsa mêrên berê, bêhna xwînê ji herdu alan jî tê. Ha ala Seddam û ha ala Ebdilkerîmo, qet û qet ferq nake. Al ala Erebên bêderpî ye û xelas!

   De neyse, heta alek din bê çêkirin xwedê kerîm û rehîm e. Hew we dît Erebên Iraqê li Erebbûna xwe poşman bûn û ala Kurdistanê kirin ala Iraqê ma kî zane!

   De xwezî bi wê rojê....

 

Qaçaxçîtîya Vîagra û gunikreşên Kurd

 

Senger Îloz-09/02/08-Kurdistan- Wey wey wey ev ji me kêm bû, îcar kaçaxçiyên me bûn qaçaxçiyê Viagrayê jî! Li Batmanê bi saloxa 1000 lib viagrayên ku bi qaçaxî ketine nav welêt hatine girtin û du kes jî ji ber vê qaçaxê hatine girtin. Gunreşên Kurdistanê rabûn ser piyan û xwestin kesên ev qaçaxçîtî kirine lînç bikin.

   Dîsa tê gotin ku, ji zaroyên 7 salî heta kalên 77 salî viagra wekî bêxîretkirina zilamtiyê nirxandine û dest bi meşa şermezarkirinê kirine!  >>>>>

Were Lotikxanê emê hemwelatîyê pêş te bikin

Tecawiczî Çoşqûn-08/02/08-Stenbol- Ev jinikên welatên Balkan û Rûsyayê ewqasî berdîberdayî û bêşexsîyet in ku carna dilê meriv dixelînin. Meselen lotikvana Romen Tatîana Marînescû xanim.

   Tatîana 25 salî li welatê xwe rojnamevanî xelas kiriye lê qîma xwe bi rojnamevanîyê nayne û illeh dixwaze xwe berde çolê û bibe manken û model. Ê ji xwe tazîbûn di xwîna wan de ye. Gava xwe tazî nekin weke ku tiştek nekiribin.

   Îcar Tatîana xanim gazî rayedarên Tirkiyê dike û dibêje:“Hewarêêêêê, ez di bextê we û xwedê de me, ez dixwazim bibim hemwelatîya Tirkiyê, dixwazim bibim Tirk, zû alîkarîya min bikin“ filan û fîstan. >>>>>

Kî dibê Kurd nikarin bifirin?

Firokewanî kiştukalî Kurdistan:

Le amade başîdan bo rûberûbûnewey hemû derd û afatêkî kiştukalî

 

Kiştukal binemay serekî aborî hemû wilatêke. Le Kurdistanî xoşmanda diwa be duway raperîn û dananî planî stratîjî wezaretî kiştukal bo pêdaçûnewe le girift û tegerekanî berdem pêşkewtinî em kerte zînduwe.

   Hewl û koşekan hemîşe be arastey bûjandinewey em binemaye bûn, le nawbirdin û qelaçokirdinî afat û derdu nexoşiyekan berhemî kiştukal yekêke le bernamey stratîjî em wezarete.

   Diyare le nawbirdinî em derdaneş pişt be amêr û hokarî pêşkewtuwî zanist debestêt. Boye firokewanî kiştukalî rûyekî dîkey em hewlaneye.>>>>>

Hawar... Hem sorî ye, Hem zorî ye..!

Nûrî Çelîk- 06/02/08-

Parçeyek ji welatê me, Başûrê Kurdistanê, ber bi Dewletbûnê ve diçe, hîmên pêşeroja serxwebûna Kurdistanê li wî beşî tê avêtin. Divê ev, serbilindî û kama dilê her Kurdekî be, her Kurdek destê alîkarî û piştgiriyê dirêjî vî beşî bike da ku rojek berî rojekê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsin.

   Di demek wek îro de ku dagîrkerên Kurdistanê bi her şêweyî êrîşî Başûr dikin û dixwazin destkeftinên heyî ji holê rakin, mafê tu Kurdekî tuneye ku ve aramî û ahengîya heyî ji bo berjewendîyên zareva an herema xwe tev bide, serok û dezgehên Başûrê Kurdistanê jî divên li gor heqîqet û berjewendîyên Kurdistanê xizmetê bikin. >>>>>

 

 

Xwerista Kurdistanê -III-

 

Bavê Jîndar- 26/02/08-Colemêrg-

Di wan deman de, berf û baran zehf dibarîya, berf hinqeder zêde dibarîya ku rêwingan pîyên xwe datanîn ser serê dîrekên têlefonê û benên gorên xwe girêdidan.

   Lê li ber hinde befrê, ne aşûtîyan xusar dida, ne jî li ber baranê lêmîştî û lehî çêdibûn.   

   Berderîyê her malekê çend hespên suwarî û baran, hêstir û ker hebûn. Li her malê çend çêlek li ser kap’an ( girêdayî ) bûn. Kesên herî hêjar bi kêmanî 50- 60 pez hebûn. Hinek kesên ketxuda ( xwedî pez û heywan)  hebûn ku hejmara pezên wan ji hizaran zêdetir bû.

   Di wan deman de navbera bajarê Wanê û Colemêrgê 240 km bû. >>>>>

 

Li xwe veger-II-

 

Remzî Çakin-26/02/08-Stenbol-

Çalekîyên Kurd-kav’ê ên dema zivistanê ku bi navê li xwe veger, a duemîn 23 / 02 / 2008’an de roja Şemîyê li salona Kurd-kav’ê pêk hat.

    Nêzî 60 beşdarî panel li sêrî, heta dayî yê guhdar kir. Civata panelê îcar zêde xortên xandewan geş kir.  

    Despêka panelê de şerê ku leşgerîya Tirk li Hêrema Kurdîstanê darxistî hat şermezar kirin.

    Sekreterê Wakfa Lêkolîn û Çanda Kurdî Remzî Çakin anî ziman ku: “Ev şerê qirêj û bêheş tucaran bi ser nakeve. Armanca Dewleta Tirk jî wek ku tê gotin ne tenê PKK ye. Armanca  wan têkbirina çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdîstana Federe ye. Ev şer jî, ê hîn zêde cudayî yê têke navbera gelan. Bi çek û çekan tu caran azdîya gelan çareserî nebû ye û neqedî ye. Careserî!  bi mêjîyekî siwil û demokrat dîyalox e.” >>>>>

Welle keçko te kir tirrrr!

Arkeologê Lotikxanê-25/02/08-Ezmanê Hefta- Ya rebbî te çima Tirk dan dinyayê? Te çima ev mexlûqatên xwînheram kirin bela serê insanetîyê?

   De neyse, dîsa em gunehkar nebin û bên ser mijara xwe.

 

   Zanyara Tirk a UFO yan (Cismên ku ji dinyayek din serdana me dikin) Farah Turkozu tirrek wilo kir ku ne insan bawer dikin  ne UFO û ne jî heywan. Li dinyayê tiştek nema ku nekirin Tirk. Li dinyayê mexlûqat û heywanek nema ku koka wan bi Tirkan ve girê nedan. Îcar UFO mabûn, wa xanimê UFO jî kirin Tirk. Erê kuro ey hewarrrrrrr! Bi namûs hindik maye ku bêjin „ma ji xwe xwedê jî Tirk e“ ellawekîl!

    Li ser bextê melayîketê xwedê Melkemot (Ezraîl) be, dibêjin xwedêteala jê re gotiye:“Kuro Melkemot, evan Tirkan kesekî ku nekiribin Tirk nehiştin lao. Ellawekîl ez ditirsim min jî têxin nav wî qewmê xerabe haa“ û tirsa dilê xwe anîye zimên.

   Werhasil, Farah Yurdozu ya tirrek di civînekê de dibêje: „Medenîyet ji alî UFO yan ve hatiye avakirin. Gokturk ( beşek ji Tirkên kevnare ne) jî ezmanî bûn. Ji ber vê jî UFO yan bi Tirkan re nîjadek melez (xwînheram, bîjî) çêkirin. >>>>>

 

Xalê me Zinarê Xamo dîsa dest bi lotikên Kurdewarî kir

 

Cemîlê Çargurçik- 25/02/08-Stockholm- Belê, ev demeke ku çend mişkên Stockholmê ketibûn nav komputera xalê me Zinarê Xamo û komputera wî ji hevde xistibûn. Xalê me Zinar jî mecbûr mabû ku ji xwe re komputerek baştir ku mişk nikaribin têkevinê, bikire.

   Ê tabî heta komputera wî hat wext derbas bû.

   Werhasil, niha xalê me Zinar dîsa ketiye ser pişta komputera xwe û dest bi lotikên Kurdewarî kiriye. Heçê bêrîya lotikên wî kiribin, karin serdana bloga wî  http://zinarexamo.blogspot.com/ bikin û nivîsên hindik û rindik bixwînin.

   Ê de serketin yabo qurban!

Lêxe gerîlla lêxe, serê wan di quzê kerê xe!

Gerîllayê Bênav- 24/02/08- Bagok- Êdî şer û qiyamet e. Serekerkanîya Artêşa bêbav a Tirk û hikûmeta sermezinê Erdogan a xwe kirin yek û êrîşî başûrê welatê me kirin. Her çiqasî armanca wan a sereke ne PKK be jî, lê bi sedema hebûna PKK dixwazin li deverê herêmek tampon ava bikin, destdirêjîya başûrê Kurdistanê bikin û di herêmê de bimînin.

   Helbet di vî şerî de wê qûna reş û spî li meydanê kifş bibe. Lê dil dixwest ku gerîllayên me êdî dev ji wê serhişkîya berê berdin, berê xwe bidin bajarên Tirkan û metropolan li wan bikin cehneme.

   Kî çi dibêje bila bêje, ez bi xwe bawerim ku heta di bajarên wan de agir bi doxîna Tirkan nekeve, ewê tu çareserîyekê ji pirsa Kurd re nebînin. Êdî divê şer ji Kurdistanê derkeve qardeşim. Heta ku kuçe û kolanên bajarên Tirkiyê li Tirkan neherimin, ew biaqil nabin.

   Heta Tirk li ser doşekên jinên xwe dengê teqîna kurê ciwamêran nebihîzin, qûnek nabin. Û heta Tirk sedî sed qûnek jî nebin, nabin humanîst û pirsgirêka Kurd çareser nakin.

  Xelas! 

Lotikek ji xalê me Robert

Hesen Almas- 24/02/08-Waşîngton- Ev Emerîkî wek şeytên in. Hem rê didin Tirkan ku derbasî başûrê Kurdistanê bibin, û hem jî radibin li dij wan derdikevin ku karibin xwe li beramber awira gelemperî biparêzin.

   Werhasil, li ser bextê fesad û ewanên kolanên Waşîngtonê be, dibêjin wezîrê paraztinê ê Emerîkayê Robert Gates ji yawerekî xwe re gotiye:“Kuro lao serê van Tirkan wek serê kerê hişk e. Em dibêjin û nabêjin tiştek nakeve serê wan. Ma Tirk nizanin go di wan çiyayên asê de nikarin zora PKK bibin qardeşim! Ma Kurdistan Kibris e ku bi hêsanî dagîr bikin? Kurd nevîyên Rustemê Zal û Selaheddînê Eyyûbî ne, ewê tirrê ji Tirkan berdin ellawekîl!“ filan û fîstan. 

   Werhasil, Robert Gates ji çapemenîyê re jî got ku „bila Tirk ehmeqîyê nekin û rojek berî rojekê ji Kurdistanê derkevin“. Îcar Tirk derdikevin dernakevin girêdayî lotik û pehînên gerîlla ye.

   Heger gerîlla qûn li wan çirand û cendek li ser cendekan bi ser Tirkiyê de şandin, ji xwe wê Tirk jî polîpoşman vegerin. Na heger gerîlla dîsa dest bi çîrokên bratî û demokratîk cimhûrîyetê bikin, ji xwe wê Tirk jî li ser koka me rûnên û xelas!  

Werin em li bajarê Koln ê lotikan li Tirkan xin

Hevalno, Kurdino

Wek hûn zanin, serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan begefendî di 10 ê meha Sibatê de li bajarê Koln ê çend zîtirk avêtibûn û Tirkên xwînheram anîbûn galeyanê. Kasimpaşali Reco di derbarê asîmîlasyonê de gotibû ku “asîmîlasyon sûcekî mirovatîyê ye”. Dewleta ku Receb Erdogan  serokwezîrê wê ye, ev 80 sal in Kurdan asîmîle dike û tehamilî tu pêşveçûna li ser navê Kurd nake.

    Em wek welatperwerên Kurd hem ji bo şermezarkirina sûcên ku Erdogan li dijî gelê Kurd dike, û hem jî ji bo protestokirina êrîşên li ser başûrê Kurdistanê li bajarê Koln ê, li ber balyozxaneya Tirkiyê çalakîyekê li dar dixin. Wext û dema çalakîyê li jêr hatiye nivîsandin. Em hêvîdarin wê Kurdên me beşdarî vê çalakîyê bibin û vê tirrê ji Recebo re nehêlin.
 
Cîh:Balyozxaneya Tirkiyê

      Luxemburger str 285, Hurt

Dem: 25. 02. 2008
 

Bi silavên germ û nerm

Elî û Melek Polat

                                   -----------------------

Xwerista Kurdistanê  - II

 Bavê Jîndar-23/02/08-Colemêrg-

Herwekî tê zanîn, Tirkan li ser bingehên inkar, winda û tunekirina Kurd û Kurdistanê dewleta xwe damezirandine. Li gor wê bingehê tevdigerin û bernamên xwe yên sitratejîk ên dûr û nêzîk çêdikin û pêk tînin.

   Ji wan bernaman a herî giring ji bo dema dirêj xurabkirina xwerista (ekolojîya ) Kurdistanê ye . Li gor qanunên xweristê, hertişt bi hevre girêdayî ye û hertişt bi sîqal e (pîvan – denge ). Dema di xweristê de sîqal – denge- xura bû û hilweşîya, bi xwe re xurabî, hilweşîn û felaketên mezin jî tîne.  

   Ji boy ku em wê stratejîya dewleta Tirkan a xurabkirina ekolojîya Kurdistanê çêtir fahm bikin, hewceye em bi kêmanî pênçî salan şûnde herin û binêrin. Berî niha pêncî salan rewşa ekolojîya kûrdistanê çawa bû û niha çawaye. Dewleta Tirko çawa û çilo ekolojîya Kurditanê xurab kir raxin ber çavan. >>>>>

Dixin wan naxin wan têr naxwin

Lotiko-23/02/08- Leverkusen- Lîztikvanên fûtbola Tirkan li ber namûsa qûna xwe nakevin. Mêrikan ewqas gol û lotikên kesanedî dixwin lê dîsa jî ne xema wan e. Bawer kin ji xwarina golan qûna wan bûye wek çaroxa xalê min Mistoyê cotkar.

   Werhasil, taxima Tirk Galatasaray ku piranîya hezkirên wê Kurdên bêaqil in, bi Leverkusena Elman re bi fûtbolê lîztin. Galatasaray ewqasî ji xwe bawer bû ku bawer dikirin ewê zora Leverkusenê bibin û bi serbilindî vegerin welatê xwe.

    Lê Leverkusenê namûsa wan anî pênc qirûşên xerabe û qûn li wan qetand 5-1! Yanî, Elmanan 5 qiraseyên nîvmetro xistin Tirkan û dawa wan li serê wan pêça. Tirkan jî golek avêt Leverkusenê û serê qiraseyekî Elman ji xwe derxistin lê fêde nekir.

  Hîna 4 qirase di wan de ne û bi wî halî jî vegerîyan Tirkiyê.

Mêş jî tirrê ji kesên wek te berdidin haaaa!

Mêşa Hingiv- 23/02/08- Enqere- Kurmê şîrî heya pîrî ye. Kevnegeneralê Tirk sayin segbav Hurşît Tolon dîsa zimandirêjîya Kurdan kir û qaşo dilê xwe rehet kir. Ji wan weye ku gava Kurdan biçûk bikin û gotinên nexweş ji wan re bibêjin, wê emrê wan dirêjtir bibe û duayên wan biqebilin. Lê nizanin ku qiraseyên 50 milyon Kurd dikevin wan û li ser kezeba wan disekine.

    Tolon efendî di civînekê de Kurd wek “mêş” bi nav kir û serok Barzanî jî wek serokê eşîrekê raber kir. Yanî, eynî çîrok û eynî fissekîyên berê.

   Ê law ewladim, kerê min heywanê xwedê, zirbavê te sayin Bûşh efendî serok Barzanî wek “Mîster Presîdent” qebûl dike, îcar ma gotin li te dikeve zindiq! Bila tenê xwedê zanibe bê wî serokeşîrî çi tirr û fis ji we berdane û hew! Em wek îmana xwe zanin ku helwest û Kurdewarîya serok Barzanî doxîn li we daxistiye kabokê qardeşimmmmmm!

   Haaaaa, te go te ji Kurdan re gotiye MÊŞ? Êêêêê, heta rojekê ew mêş bi derqûna te vedin. Lan ewladim, binere Kurd ne mêşên reş in haa, xwe nexapîne! Kurd moz in, mêşên hingiv in, mozqirk in, heger bi qûna te vedan ne doktor û ne jî derman te ji lotika wan xelas nakin ellawekîl!   

Eskerên Tirko dest bi zîtirkan kirin

Cembelîyê Botî- 22/02/08-Colemêrg- Di civîna Konseya Ewlekarîya Tirkiyê MGK de biryara êrîşa bejayî derket û Tirkan da ser şopa bapîrên xwe Cengizxan, Hûlagû û Tîmûrleng.

   Tirkên ku ji xwîna Kurdan têr nabin û ji dêlegura Asenayê bûne bela serê dinyayê, bi bahaneya hebûna PKK dest bi êrîşa bejayî kir û ket xaka başûrê Kurdistanê. Lê êdî dîk û mirîk jî pê hesiyane ku armanca wan ne PKK ye, dîsa lipaşdexistina referandûma Kerkûkê, çavtirsandina Kurdên başûr û bicîhbûna li başûrê Kurdistanê ye.

   Wek hûn zanin, referandûma Kerkûkê şeş mehan hatibû paşdexistin û çend mehên din wê pêvajoya referandûmê dîsa dest pê bike. Werhasil, bi vê êrîşa bejayî wê hikûmeta sermezinê Erdogan hem mijara laçikê (turbanê) bincil bike, bi xelkê bide jibîrkirin û hem jî dixwaze dîsa pirsgirêka Kurdên bakur bicemidîne.

   Lê xwelî li serê me Kurdên bakur be ku em jî wek pez û garana nava gund sersar in, bêdeng in û di bajarên wan de jiyanê li wan naherimînin. Kuro dijminê ku welatê me xira dike, jiyanê li me dike jehra Silêmanî, çima emê heman belê neynin serê wan yaw?

   Yaw em Kurdên bakur çi mexlûqat in? Kanîn ew rêxistinên ku digotin emê Tirkiyê li Tirkan bikin cehneme qardeşim? Ma hema hûn karin lotikan li Kurdên welatperwer xin û çavê xwe ji Tirkan re bigrin gurçiklerim!?

Ev jî lotikek xweş bû

Zinar Êlihî-22/02/08-Êlih- Wek we bihîstiye, berî niha bi demekê polîs û eskerên dewleta virqo di meşa Êlihê de wekîlê DTP Bengî Yildiz û şaredarê Êlihê Huseyîn Kalkan dabûn ber lotik û pehînan. Bêbavan bêyî ku rutbe û payebilindîya wan li ber çav bigrin, bêrêzî û bêhurmetî li himberî wan kiribûn.

 

Îcar niha Bengî Yilmazê me gotiye:“ Ew êrîş bi zanetî li himberî me hatiye kirin. Kesên ku me nasnekin û rêzê ji me re negrin, em sed û salekê wan nasnakin û rêza wan nagrin. Heger ev helwesta bêbavî berdewam bikin, wê walî nikaribe walîtîya xwe, midurê emnîyetê nikaribe midurîyeta xwe û wekîlên AKP jî nikaribin bên li Êlihê siyaseta xwe bikin. Emê tirrê ji wan berdin“ filan û fîstan. 

   Huseyîn Kalkanê me jî lotikek Kurdewarî avêtiye Erdogan û gotiye: „ Sermezinê Recebo di nava du rojan de Kosovaya ku 2 milyon nifûsa wê heye nas dike, lê daxwaza federasyona 20 milyon Kurdên nav xwe nas nake, qebûl nake. Ka qaşo Kurd brayên we bûn?“ filan û dîsa fîstan.

   Werhasil, Bengî Yildiz û Huseyîn Kalkan du lotikên Kurdewarî li Tirkoleran xistin û tirr ji wan berdan ellawekîl! Her bijîn!

 

Xwerista Kurdistanê -I-

Bavê Jîndar-21/02/08-Colemêrg-

Ekolojî “dan û standin, girêdanên ruhberan ên navxwe û yên derdora xwe” ye. Sîstema ekolojî jî ”tewahîya ruhberan û neruhberan”e. Bi kurtî; xweza, xwerist, sirût û tebîet, û tevgêra wê bi xwe ye.

 

Dema mirov qala dar û ber, teyr û tilûr, gîya û pincar, dahbe û dirinde, çîya û zozan, deşt û lat, mêrg û çîmenên welatê xwe dike, bê hemdî mirov diçe demên zarotî û xortanîya xwe. Ew demên berê wek rêze filimekî di ber çavên mirov re derbaz dibin.

   Mirov dema xwerista welatê xwe ya demên berê û niho dide ber hev, ferqî û cudatîya wan jî xweştir dibîne. Sedemên nemayîn û nehiştina wê çêtir şirove dike, datîne ber çav. Me di çend hejmarên Lotikxanê de qala pezkûvîyan, dahbên wek hirç û heftiyar (leopard ) û hinek gîyayan kiribû. Hinek sedemên wê yên biçûk jî me raxistibû ber çavan. Lê paşê me nêrî di vêderê de hinek tişt kêm in.

   Dema me rewşa ekolojîya Kurdistanê ya berê û ya niho da ber hev, derket holê ku ew tiştên me ji bo parastina çend cûreyên dahban, ên ku neslê wan berbi vindabûnê ve diçin û hewceyî parastinê ne bang dikir, têr nake. Mesele gelek kûrtir, kevintir, û giringtir e. >>>>>

“Dilşad Ebdulrehman”!

               Farûqê Devliken-21/02/08-Mêrdîn-

Me gotibû çi?

Ziman, man û neman e!

Me gotibû çi?

Ziman, xîret û namûs e!

Me gotibû çi?

Ziman, ax e, welat e!

Me gotibû çi?

Ziman, kesayet e, şexsîyet e!

Me gotibû çi?

Ziman, netew e!

Me gotibu çi?

Ziman, kok e, reh e, dil e, mejî ye, gurçik e kezeb e, fatreşk e; ziman nefes e, nefes!

Ziman ku hilqite, ne ez dimînim, ne tu dimîni û ne jî em!..>>>>>

'Rojnivîska Dînekî' derdikeve turneyê!

 

Lîstika Teatra Avesta ya bi navê "Rojnivîska Dînekî", li Mêrdîn Qoser û Farqîna Amedê derdikeve ser sehneyê.

 

Lîstika Gogol ya bi nav û deng "Rojnivîska Dînekî" 23'yê sibatê seat; 18.00 û 20.00 wek du seas li Qoserê li Navenda Dîtbarî ya Tenduristiya Dayik û Zarokê têlidarxistin. Lîstik cara yekem bi organîzasyona Egîtîm-Sen a Qoserê tê lidarxistin. Di lîstika ku derhêneriya wê Cîhan Şan kiriye de Aydin Orak rol digire. Lîstik piştre 24'ê sibatê seat; 19.00'an bi organîzasyona Şaredariya Farqînê li salona şaredariyê tê pêşandan. Lîstika ku Aydin Orak wergerandiye kurdî wek mijar jiyana karmendekî ku bi awayekî psîkolojîk tevlihev dibe girtiye dest.>>>>>

 

Bajo Fethullah beg bajooo, Kurdistan bi te maye!

Cemîl Cewher- 19/02/08-Hewlêr- Êdî dinya û alem, heta bi mişk û dûpişkên binê erdê jî dizanin ku cemeeta Fethûllah Gulenê Tirk di xizmeta dewleta Tirk de dixebite û bûye wek „Şîrketa Asîmîlekirina Gelên Dinyayê“. Terîqeta Fethûllah Gulen li her welatê ku dibistanên xwe ava dike, zimanê Tirkên bêbav dide xwendin û di binê projeya wan de Tûranîzm, û avakirina Împaratorîya mezin a Tirkiyê heye. Ji ber vê helwesta wan a qirêj jî, dibistanên Fethûllah Gulen li hinek welatên wek Rûsyayê hatin girtin û niyeta wan eşkere bû.

    Lê mixabin ji me Kurdan re her roj dawet û dîlan e. Bi ser ku em bi qumaşê Fethûllahçîyan dizanin, lê dîsa jî em qîmetek kesanedî didin wan û qaşo xizmeta ku ew ji bo asîmîlekirina keç û xortên Kurdan dikin, dipesinînin. Werhasil, dibêjin li Hewlêrê destûr hatiye dan ku Zanîngeha Fethûllah Gulen „Zanîngeha Işik (şewq)“ bi fermî bê vekirin.

    Wey ne ser xêrê be rebbî! >>>>>

Çeto Omerî jî bû bajarî

19/02/08-Swêd-Serokê eşîreta www.pekenin.comê Çetoyê Omerî ji gundîtîyê xelas bû û bû bajarî. Mêrik hew qîma xwe bi gundîtîyê anî. Rabû malpera xwe kir PHP û ket nav karwanê mode û nûjenîyê.

   Werhasil, Pêkenîn li Kurdan pîroz û bimbarek be. Xwedê miradê Çeto Omerî bi 25 jinên nermik û germik bike rebbî!

Ji dewleta Tirko lotikek Kurdî

Ehmed Beyan- 19/02/08- Enqere- Serokwezîrê Tirkiyê Receb yoldaş biryar da ku televizyona dewletê TRT di kanalek xwe de dest bi lotikên bi Kurdî, Erebî û Farisî bike. Kî çi dibêje bila bêje ev lotikek baş e. Helbet wê ev weşan ne li gora dilê me bin, wê bi piranî têde behsa lotikên Erdogan û hikûmeta wî bê kirin, lê dîsa jî wê feydeyekê li zimanê Kurmancî bike.

    Piştî ku Erdogan di bernameyek televizyonê de ev mizgînî da, serokê TRT Îbrahîm Şahîn jî yeka Erdogan nekir didu û dest bi zîtirkan kir. Şahîn ji çapemenîyê re got:”Ji xwe biryara me li ser tirr û fisekê mabû, piştî ku serokwezîrê me pif kir wê tirr û fisê, emê jî di demek pir nêzîk de dest bi weşana Kurdî bikin. Bingeha me amade ye, xebatkarên me temam in û emê bi taybetî giranîyê bidin xebatên çand û kulturî” filan û fîstan.  

   Yabo bi sê telaqên jinberdanê ev biryarek baş e. Ma ka televizyonên me wek TRT giringîyê didin ziman û kulturê qardeşim!  Ma televizyonên me Kurdên bakur ne ji nîvî zêdetir bi zimanê Tirkî weşanên xwe dikin? Êêêêêê, îcar kîjan baştir û bixêrtire cîgerlerim? >>>>>

Dilê min şewitî!

Miradê Omerî- 18/02/08-Zurîch- Rojbaş  gelî xebatkarên Lotikxanê.
Ez doh li nav sûka Zurîchê, li ser vegera malê li koma tirrekên Kosovayiya rast hatim.
Min dizanîbû go ewê serxwebûna xwe wek welatik azad diyar bikin. Helbet bi xêra Emerîka û Ewropayiyan.
Lê kolan bi wan tirreka mabû, îca vir vira wan bi trimpêlêt nû, çûn û hatina wan bû.
   Dilê min bi min şewitî gava go min wan dît. Çawa hinik tirrek, mirovnî bê esîl bûn xwedî welatik azad û milletekî wek me go em ji wan bi deh qata zêdetirin, hîna bindest û xwelî li ser in. Bi xêra hizba eloka û xwarzîyên Tirka, bindestiya me dom diki.

   Çiyê babam " demokratîzm,  sosyalîzm, dijminatiya Emerîka û quzelkert!" Ma go ne bi xêra Emerîka û Ewropîyan be em azad dibin?

   Wextî ez bibeecim ji kerbê van mirovên go me ji xwe re bikartînin ellawekîl!. >>>>>

Hûn çi ji serokê Kurdan dixwazin qardeşim!

Hesen Almas-17/02/08-Waşîngton- Birastî min hê jî fahm nekiriye, çima rewşenbîrên Kurd (!) zû tên lîztika xelkê û dijminatîya berjewendîyên xwe dikin?

   Çima kesên ku çend rêz û reşbelek nivîsandine xwe wek rewşenbîr û berdevkê vî milletê reben dibînin? Bi çi heq û hiqûqê dijminatîya kesayetên Kurd dikin? Çi ked dane, çi xwîn û xwêdan rijandine heta ku wî mafê dijminatîya kesayetên ku îro bûne sembola doza milletekî dikin?

   Helbet mafê her Kurdî heye ku rexneyan li A yan B bike. Lê gava rexne bûn tawanbarî û sînorên rexneyê hat çirandin, êdî rexne dibin lotik, cotik, zîtirk û hetta pehînên bergîla.

 

Werhasil, em vegerin ser mijara xwe û zêde serê xwe û we neêşînin. >>>>>

Ji bona raya giştî

 Li ser axaftina serokwezirê Tirk ku li Elmanya bajarê Kölnê gotibû: "Asîmîlatîon sûcê li dijî mirovantiyê ye", wek Lotikxane me Hiqûqnas, Parêzer, Şêwirmend û Pisporên xweyê sererd û binerd civandin û ji wan xwest ku li ser asîmîlatîona li Kurdistana bakur lêkolinekê bikin bê ka cawa û bi çi awayî asîmîlatîon tê kirin.

    Mala wan camêran ava be, xwe westandin, lêkolînek hûr û kûr kirin û encamek qirase ji me re derxistin.

Em jî encama vê lêkolinê pêşkêşî lotikvanên xwe dikin.

 

Asîmîlatîon bi du aliyan li ser gelê Kurd tê kirin.

1.Dîrekt, vekirî û eskere( dewlet)

2.Îndîrekt, bi zanayî yan nezanî (alîkar) >>>>>

Ewladê zinê destdirêjîya koka Kurdan kir

Zinar Qelemşûr- 15/02/08-Stenbol- Di nav Tirkan de bûye mode. Heçê ji jina xwe aciz dibe, radibe pirtûkekê li ser koka Kurdan dinivîse û Kurdan dike Tirk.

   Heçê qûna wî duxre, radibe pirtûkekê li ser koka Kurdan dinivîse û Kurdan bi Tirkan ve girê dide. Heçê jina wî xwe bikşîne, wê heyfa qehpitîya jina xwe di serê Kurdan re derxe û wan bike Tirk. Heçê ji xwe û koka xwe bi şik in û di kerxaneyên bajarên wek Selanîk û Stenbolê de hatine dinyayê, dixwazin milletê Kurd jî wek xwe bêesil û heramzade bikin û radibin pirtûkan li ser dîroka gelê Kurd dinivîsin û qaşo wan dikin Tirk.  

   Yek ji wan jî serekkomîserê êşkencecî Omer Ozuyilmaz e. >>>>>

Tu li wî û tu li