|
|
||||||||||||||||||
Yadî şehîdanî serbazî gelekeman li Qamislo û Helebçeyî şehîd Bo bîranîna Helebçeya şehîd û (şehîdanî Qamişlo,Mahabat û Amed.) HELEBÇE 20 sal derbas bû Seremoniyek ji bo bîranîna karesata bombebarankirina bajarokê HELEBÇE >>>>>
S.Ç.H.R.K. 1.dest bi lotikên Festîvala Strana Rojavayê Kurdistanê dike
Ji bo ked û xebata di helbest û strana kurdî de ya Yusif Berazî (Seydayê Bêbuhar), festîval bi navê Festîvala Bêbuhar ya pêşbirka Sitrana Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Festîval wê 04. Gulanê 2008`an li bajarê Almanya Hannoverê pêk were û wê rojê sê stranên herî baş werin destnîşankirin. >>>>>
Strana berxwedana
başûrê Kurdistanê
Kerîmo SİYASETA Bİ WESAYET
Nûrî Çelîk-04/03/08- Hinek alî ji rexne lêgirtina sîstema bêhiqûq û siyaseta biwesayetê ve girêdayî, ji pêvajoya tasfîyekirina siyaset û sîstema wê û ji pêşketinên di vî warî de zêde xwe aciz dikin. Acizîya wan bi awayekî tund li dij kesên ku şerê demokrasîyê didin û dixwazin cîh li alîgirên sîstema wesayetê teng bikin,dide der. >>>>>
Zubêr Salih: Ez û saza xwe bi hevre mezin bûn!
Ehmed Zubêr Salih hunermendekî hêjaye û di asmanê strana Kurdî de bi qedir û qîmete. Wî cihekî bilind girtiye nemaze li ba ciwamêrê gelêrî yên ji stranên resenî hez dikin. Ew stiranên kevnar û têr meqam, dema merov li wan guhdarî dike can û derûna merov zelal dibe û dil şa dibe. Bezma van strana ji vîna sofîdara ye. Ev curê hanê kirî berbi nemanê ve biçe lewra hunermend Zibêr Salih di hizrê xwe da van sitrana û gewher di wande dîtibû >>>>
Selah Mihemed
Hevalekî ne guhdar! Hevalo … Ma te diye û Bihîstiye ku … Gulek çar pelî be ???!!! Ma te diye an … Bihîstiye ku … Ew gul . Sê rengî be ???!!! … Nebêje na Nebêje na … Hevalo … Li gulîstana cîhanê . Bi gere tê Ewê gulê bi bîne Tê bibîne … Bawerî bi rêjîma Turkiyê nayê Mehmûd Badilî Hemû rasteqîn û destnîşanên dîrokî li ser dirêjahiya demê û ji alîyên siyasî, rewşenbîrî û civakî ve çesipandiye ku bawerî bi rêjîma Turkiyê naye. Nebûna vê bawerîyê jî bêtir li kiryar û rêgehên vê rêjîmê digel danûstandina wê bi pirsa kurdî re di hindirê turkiyê de bi taybet û bi pirsa Kurdî re li ser asta Kurdistanê bi gelemperî vedigere.
Yarê
Zoryar Tehlo Yara mine yarê Tu ye perwana buharê Sorgula avdarê Dildarê te me yarê De were yara min were Bê te sebra min nayê >>>>> Fîftî fîftî xanim! Hesen Keleş-29/02/08-London- Piştî ku di sala 2004an de bû bedewa Brîtanyê, Danîelle Lloyd meşhûr bû û bû lotikvanek baş. Îcar piştî ku çend qirûş ketin bêrîka wê, xanimê pozbilind bû û ket çav xwe. Werhasil, dibêjin niha xanim Danîelle Lloyd bedena xwe bi 4 milyon dolar sîgorte kiriye. Yanî, gava ji tirsa mişkekî be jî tiştek bi bedena wê bê, wê sîgorte bi milyonan dolar pere bide xanimê. >>>>> Li Kurdistanê dê weledê xwe davêje, ew jî ketine taya kujtina heywanan kuro! Elî Efrînî-29/02/08-Sydney- Ev rojavayî ecêb in. Bi taybet endamên rêxistina PETA yê aqilê xwe xwarine û hew zanin bê çi dikin. Dewleta Tirk ketiye Kurdistanê, qîr û qiyamete, lê weke ku tiştek nebûbe, endamên PETAyê jî rabûne vê carê mafê boxe, ga û ciwangeyan diparêzin, xwe ji bo wan berdidin çolê û şût û rût dikin. Ê law hey bêmiradino, >>>>> Dev ji icûrê Tirkan berde, were xiyarê Kurdan biceribîne xanimê! Tecawizcî Coşqûn-28/02/08-Stenbol- Lotikvana germik û nermik Vîktorîa Sîlversted hat Stenbolê da ku beşdarî bernama Çerxîfelek a M.Alî Erbîlê qûnek bibe. Vîktorîa xanim di gotinên xwe de anî zimên ku "zilamên Tirk pir baş in, lihevhatî ne û têr pere ne" filan û fîstan. Yaw Vîktorîa xanim, dev ji icûrên Tirkan berde, ka were carekê jî xiyarên Kurdan biceribîne ma çi dibe? Erê perên me tunene, lê bi serê te em jî lihevhatî ne, seksî ne û em bazirganîya xiyaran jî dikin ellawekîl! Hem jî xiyarên qeşartî haaaaaa! Ê de were deeee! >>>>>
Xwepîşandana Amedê Nameyek Şaristanî ye
Berzo Mehmûd-27/02/08-Qamişlo Xwepîşandana Amedê nîşaneke pir biwata û bihêz e, ku Kurd xwe wek hebûn, wek milet û têkoşîn dide xuyakirin, xwe wek aştîxwaz dide nîşankirin. Ev xwepîşandan watayên hebûna miletekî jîndar dide, ku tihniyê mafê netewayetî ye. Xwepîşandana Amedê taybetiyeke xwe giran heye, ji ber ku ev bajar ne wek bajarên dîtirî kurda ye, Amed paytexta Kurdistana bakur e, ji ber vê yekê rabûna Amedê giraniyekê hem li nik kurda û hem jî li nik dijmin drust dike. >>>>> Kurê xwe jî bîne û were yawrûmmmmm!
Gerîlla Mihê- 26/02/08-Mexmûr- Lotikvana qereçî, xwînherama bê esil, qûndeya heram Ebrû Gundeş, di bernama Popstar Alaturka de li dij Bulent Ersox xanimê derket û got:"Ez amade me hertiştî fedayî vî welatî bikim. Heger kurekî min çêbibe ezê wî bişînim şer" filan û fîstan. Ebrû Gundeşa ku kes nemaye û baznedaye ser wê û doxîna wê neçirvirandiye, ji Tirkekê zêdetir Tirkparêz e. Ji xwe evên koçber û heramzade hene ya, ew ji Tirkan zêdetir Tirkîtîyê dikin û Kurdan bera ser xwe didin. Ê keçko, madem tu dixwazi xwe fedayî Tirkiyê biki, hema de were em li bendî te ne ellawekîl! Tu zani emê çi bînin serê te heyatim? Bi telaq emê ji çêleka nav garanê xerabtir bînin serê te, cîcîmmmmmmm...! Programek teybetî li ser pirsa gelan li Turkiyê di Euronews de tê weşandin
Euronews di nava programa xwe de bi navê Parlemento weşaneke teybetî li ser pirsa gelên li Turkiyê diweşîne. Li ser Ermeniyan, Laurent Leylekian, Federasyona Euro-Ermenî, li ser Kurdan, Derwêsh M. Ferho, Enstituya Kurdî ya Brukselê û li ser Turkan, Dogan Özgüden, Info Türk, daxivin. Program di ro ûsaetên cihê de tê weşandin. Şemî, , 23/02 – saet 7.15 – 11.15 û 20.45; Duşem, 25/02, 12.15 – 16.15 – 21.45; Sêşem 26/02 û În, 29/02, saet, 12u15 – 16u15. Şehîtler olmez haa! Wille û bille olur, hem jî poxipoxine qardaşlar!
Tecawizcî Coşqûn- 24/02/08-Stenbol- Belê, şer germ bûye û dê weledê xwe davêje. Eskerên qûnbicilikên Tirk, bi gotina wan Mehmetçîkkkk, lotik li ser lotikê dixwin û cendekên wan li bajaran belav dibin. Tabî ji generalan re ne xem e canim, çawa be zarokên xelkê tên kujtin. Kezeba wan naşewite û kî hat kujtin ji kîrê wan ve. Êêêê, ka we digot şehîtler olmez cîgerlerim? Wille û bille olur, hem jî poxipoxineeeeeeeee!
Tê derxin
Tê derxin û qezenc bikin. Gelo çend zarok di zikê herdu mirovan de hene? Heçê tê derxe emê kîlok sêv, nîv kîlo pirteqal, 2 bîhok, 2 hirmî û nîv kîlo hejîr bidin wan. De yellaaaa...Xwedê bi we re be rebbî! Ezê vî têxim kîderê? Bavê Ronahî- 21/02/08- Li gundek ji yên Sûrica Rihayê mirovek pêncî salî bi navê Xelîl Brahîm heye. Helil Brahîm ji ber ku eqilsivik e, kesî keç nedayê û wusa ezeb maye. Makera wan ya pîr ku dîya wî ji bo sicûxçêkirinê difiroşe tucarên Qeyserîyê, rewşa Helîl Brahîm xirabtir dike. Rojekê li hewşa malê çend jinik rûniştine hirîyê vediçirînin. Xelîl Brahîm jî li cem wan rûniştiye.>>>>> Mêhdîyê me nameyek qirase ji Abdûllah Gul re şand Zinar Qelemşûr- 21/02/08-Stenbol- Kekê me Mêhdî Tanrikûlû nameyek qirase ji Serokkomarê Tirkiyê Abdûllah Gul re şand û lotikek xweş avêt. Wek hûn zanin, serê Mêhdîyê me û dadgehên Tirkiyê bi hevre ketiye belayê û hakim û dozgerên segbav bela xwe ji Mêhdî venakin. Ji ber ku Mêhdî Tanrikûlû paraztina xwe bi Kurmancî kiribû, li zora qûna dozgerên Tirk çûbû û ji wê rojê de wî li dadgehan dibin û tînin. De neyse, ji berê de dibêjin "Berxê nêr ji bo kêr". Îcar kekê me Mêhdî jî ji Kurdayetîya xwe nayê xwarê û dozgerên Tirk kezebreşî dike. De nameya ku ji Abdûllah Gul re şandiye bixwînin bê çi dikeve serê we. >>>>> Ev jî hêkên Ingilîzan e
20/02/08-London-Kesî ji we dîtiye "hêk ji nava hêkê" derketibe? Lê li Ingilîztanê dibin. Jinikek Ingilîz gava hêkê dişkîne û dixwaze biqelîne, dibîne ku hêkek din di hindurê hêkê de ye. Îcar niha ev bûyer li Ingilîztanê wek "bûyerek ecêb û nîşana roja qiyametê tê şirovekirin". Werhasil, li welatên din zarokên duserî, heywanên çarlingî çêdibin, lê mirîşkên Ingilîzan jî hêkên xwe dixin hev da ku fîşeng di van re derbas nebe. Îcar gelo wê Ingilîzên ku van hêkan bixwin çi bikin? Ew jî hêkên bet û qazê nekin gelo! Perwerde û Perwerdeya Xwemalîn Ezîz Xemcivîn
Dibistana seretayî a perwerdeyê mal e. Perwerde giringtirîn razeya civakî ye. Kesê ko ne perwerdekirî be, nikare kesekî din perwerde bike. Perwerdekirina kes, ji kêlîka pêşîn ya ko bihna jiyanê dikişîne, dest pê dike. Mijarên abûrî û konevanî têkildariyên civakî ne, ew xwe bi xwe hev tekûz dikin. Heke di avakirina kesayetiya merov, civak û welatekî de bin, bêguman hêmanin bingehîn dihêlin ev pêwendiya diyalîktîkî di navbera wan de diyar bibe. >>>>> Wille û bille mêrik rast dibêje Ergenekon Fexrî- 19/02/08- Endamê Dewleta Kûr-Enqere- Serokwezîrê Tirk Kasimpaşalî Receb di bernameyel televizyonê de behsa operasyona li ser Ergenekonê kir û pesnê hikûmeta xwe da. Kasimpaşali Receb got:“ Yaw qardeşim, heta niha kî wek me çûye ser çete, diz û keleşên dewletê hêê? Ji me pêve kê lotik li Ergenekonê xistiye? Ev hê lêlê yer, lolo jî maye. Emê yeko yeko bi guhê wan bigrin û ji qullê derêxin“ filan û bêvan. Yaw birastî heta niha kes wek hikûmeta Erdogan çûye ser van çete, diz, çeqel û keftarên dewletê? Bawer nakim. >>>>>
|
Xwerista Kurdistanê û Qumar-VIII-
Bavê Jîndar-07/03/08-Colemêrg- Qumar jî wek fihûşê beşek ji sîyaseta xurabkirina exlaqê civakê ye. Qumar ne tenê malê yên qumarê dilîzin dide derdan, her weha wan kesan ditevizîne. Dest û lingên wan ji hemû kar û xebatan sar dike. Di mejîyê kesên dilîzin de wek kurmekî rûdinê . Dema radizê jî tim di xewn û xîyala wan de, qumar û amîretên lîztinê hene. Her weha Qumar di nava kesan de, tovê dijminahîyê û ezayetîyê diçîne. Dema du kes li miqabilê hev rûnên û bilîzin, tenê armancek hehe, ew armanc jî yê li hember bi binxe û parê vî jê bibe. Kurmê qumarê malkanbaxî ye. Yê ku hîn bibe ne mal û eyal ( jin û zaro) ne jî bi pirsgirêkên civakê re eleqeder dibe. Dema dewleta Tirkên koledar û xwînxwar dest bi xirabkirina xwerista (ekolojî) Kurdistanê kirin, di heman demê de, li bajar û bajarokên Kurdistana bakur qlûb, qumarxane û qahwexane vebûn. >>>>> Hernêêêêê, xanimê xwe derxist mazatê....!
Şemal Amedî-07/03/08-Hollywood- Lotikvana şîrîn, jek ji bedewên herî seksî û germ Scarlet Johanson, xwe di înternetê de derxist mazatê û xwe da ber firotinê. Johanson ji bo ku alîkarîya zarokên bêxwedî bike, xwe di internetê de da ber bazarê. Heçê ku herî zêde qelenê wê bide, wê bi Johanson xanim re xwarinekê bixwe. Îcar piştî xwarinê kî dike kê, kî tirrê ji kê berdide, ew tenê xwedê û Lotikxane zane! Heta niha herî zêde yekî 8 hezar dolar pêşkêş kiriye. Îcar Kurdino, vê fersendê bernedin. Perê xwe bidin, xwarina xwe bixwin, û piştî xwarinê jî li ser jêhatîbûna we maye. Heger hûn lotikvanekî baş bin, ji xwe xwedê da we û hûnê Scarlet xanimê li ser doşeka nermik û germik bigevizînin. Na heger hûn lotikvanekî nebaş bin û tirr di qûna we de nemabe, ji xwe wê Scarlet xanim tiliya xwe bavêje bin qwûna we û hûn sax! De serketin yabooooo! Raymondê me çewalekî din xist serê Tirkan
Av.A.Dîlan-06/03/08-Enqere- Korgeneralê Emerîkî mîster Raymond Odîerno, wek “Generalê ku çewal xistibû serê eskerên Tirk” meşhûr bû û Tirk lê hatibûn xezebê. Mêrik rabû çewalekî din xist serê Tirkan û got:” Êdî bes e! Tirk çi dikin bila bikin, divê rêyên danûstendinê bi PKK re bibînin qardeşim! Ma heta kengî wê Tirk hebûna pirsgirêka Kurd înkar bike û PKK wek terorîst îlan bike” filan û bêvan. Îcar sayin qûnekên çapemenîya Tirk dikin qarewar û dizirin, dibêjin:”Way îbne way, tê çewalekî din têxi serê me haa!” û li rebeno tên xezebê. De neyse, mîster general Raymond lotikek xweş li dewleta virqo xist. Bila lotikên wî ji serê Tirkan kêm nebin rebbî! I love you mîster Raymond!
Baydemîr lotikek pîroz avêt
Serdar Mirad-06/03/08-Amed- Serok Osman Baydemîr bi minasebeta 8ê Adarê beşdarî gellek çalakîyan bû û di vir de gotinên xweş û lotikên pîroz avêtin. Baydemîr bi taybet di derbarê paraztina zimanê Kurmancî de ji jinan re bi Kurmancî got:” Em bi saya dayikên xwe bi Kurmancî dipeyivin. Jin û dayik di malê de wek dibistanekê ne, divê hûn di malên xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin” filan û gellek tiştên din. Ez serê we neêşînim, bawer bikin heger siyasetmedar û rewşenbîrên me heman şîretan li jinên Kurd bikin û bêjin:”Dev ji zimanê “şildim-bildim”a Tirkî berdin, li her derê bi Kurdî biaxivin. Yan na wê xwedêteala li axretê hesab ji we bipirse û yekser we bavêje nav agirê cehnemê”, wê xêrekê mezin bi xwe û zimanê xwe re bikin. De a bi xêr....
Rojekê bibe mêvanê Lotikxanê jî kaka!
Cemîl Cewher-04/03/08-Hewlêr- Dibêjin serok Barzanî li hewlêrê serdana xwendegehekê kiriye û di nav şagirtan de rûniştiye, gundarî kiriye. Yaw birastî tiştek hat bîra min, gelo çend serokên me wek kek Mesûd nefsbiçûk in û karin di nava xwendevanan de, li ser kursîyên hişk rûnin? Kaka ciyan, carekê jî serdana xwendegeha Lotikxanê bike qurban! Erê kursîyên me tunene, lê emê kulavekî koçeran ji te re raxin erdê ellawekîl! Werhasil, henek li alîyekî, lê nefsbiçûkî mezinatî ye. Hinek serokên me hene ku di jiyana xwe de neketine nav xwendevan û şagirtên xwe û hetta li xwe danaynin silavê jî bidin wan. Îcar kî biçûke û kî mezine hûn bêjin?
(ji bo ku R. TEYO bixwîne hatiye nivîsandin)
Helbesta vegerê
Soro-04/03/08-Kurdistan- Vegerin berxên min vegerin Zû ji wan çiyan vegerin Gerîlla û çiyayên Kurdistanê li me hatin xezebê Zû vegerin Xwedê jî li me hat xezebê Berxên min Li pişt xwe nenêrin û vegerin De lez bikin Û… Artêşa me têk çû Malik li me xera kirin Top û gullên me jî neman Eman! ji destê wan şerwanan Ev çi bû law!! Ev çi bû hat serê me Vegerin berxên min vegerin Li pişt xwe nenêrin û vegerin Nebû… Çû ji me ve…Tirr ji me hat berdan..Vegerin oxlimmmm! Bimre goştê heywana, bijî goştê insana Hecî Cimo-03/03/08- Kurdistan- Yaw qardeşim, piştî go min Lotikxane nas kir û bûm mirîdê wê, êdî exlaq û hisûsîyetên min jî hatin guhertin ellawekîl! Ez sê caran çûme mala Xwedê, yanî Hecê. Lê babam, rastî û xweşîya ku min di Lotikxanê de dîtiye, li Siûdî Erebîstanê jî tunene, wîî! Ma ez rabim piştî vî temenî derewan bikim? Naaaa! De neyse ez bêm ser mesela xwe û vegetaryanan. Piştî ku min Lotikxane nas kir û ez çav li wan jinikên xweşik ê wek horîyên bihuştê ketim, xwîna min kelya, ez li xortanîya xwe vegeriyam û min simbêl badan. Ji xwe wan model û lotikvanên ku xwe ji Rêxistina Mafê Heywanan (Peta) re tazî dikin henin ya, ewan malik li min şewitandiye û ez har û dîn kirime. Bi sê telaqan ez niha bûme wek ciwangeyekî nava garanê û ha ha poş û qiloçan li nogon û çêlekan dixim, wille û bille loo! Îcar ez serê we neêşînim, min sûnd xwariye ku ez dev ji xwarina goştê heywana berdim û bibim endamê rêxistina PETA yê. >>>>> Bê şirove
Wêne ji me şirove li we yabooo.... Ev ji me kêm mabû hayhooo!
Nûroj Êlihî-02/03/08-Êlih- Her tişt safî bû, welat azad bû û tenê navê kolana Bulent Ersoy ji me kêm mabû wa ew jî çêbû, kilîlîlîlîlî! Law em Kurd çi reben û xwelîliser in hayhoooo! Yaw qardeşim, çima hûn navê qûnekekî Tirk li kolanên Batmanê dikin brê min? Yanî hûn bawerin ku Bulent Ersoy ji Kurdan hez dike haa? Ê law rojev e qardeşim rojevvvv! Qûneko/qûndeyê dixwaze xwe di rojevê de bihêle û kasetên xwe bifroşe ey hewarrrr! De ma xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî ku Bulent Ersoy temamê me Batmanîyan qûnek bike û hûn sax! Bi telaq em Kurmanc bi kêrî pîvazekê nayên, xelas! Law ma ku we navê Lotikxanê li kolanê bikira ne bixêrtir bû sayin Huseyîn Kalkan?
Ka go tu bihata şer!
Pêxwasê Mêrdînê 02/03/08-Bagok- Hewce nake em behsa provokatorî û bêbavîya çapemenîya Tirko bikin. Çapemenî wilo tîne serê civaka Tirk ku tirrê jê berdide û namûsê pêre nahêle. Hetta civakê qûnek dike. Meselen lotikvana berdîberdayî, xanima çiryayî Aysûn Kayaci. Çapemenîyê ew jî qûnde kir û kir esker. Aysûn Kayaci xanim di bernameyek televizyonê de ji bo şerê başûr dibêje:” Dibe ku hinek zarokên xwe neşînin şer. Lê minê ê xwe bişanda. Hetta ez di xewnên xwe de xwe wek siwarekî ordîya Moxolan dibînim. Ger pêwist be ezê bi serbilindî herim eskerîyê bikim” filan û jehr û ziqûm. Werhasil, sayin Aysûn xanim! De ji kerema xwe li mehîna xwe siwar be û were çiyayê Bagokê. Ezê li vir li bendî te û ordîya te a Moxol bim. Emê bibînin bê çend mû bi qûna te ve ne xanimêêêêêêê! Ji te weye ku şer û eskerîkirin wek lotikên pawyon û kerxana ne haa! Ê de were yawrûûûûmmmmm!
Bîranîna koçkirina Barzanîyê nemir li Hengelo Dîndar Koçer-02/03/08-Hengelo- Evro (01/03/08) di dîroka Kurdistanê de rojeka dîrokî ye, berî 29 salan Mistefa Barzanî yê nemir emrê xwedê kir. Barzanî yê nemir bi salan ji bo tevgera bizava azadîxwazî ya Kurdî xebat kir û serkêşê Şoreşa Eylul ya mezin bo ko li 11 Eylola sala 1961 destpêkir ta meha Adara sala 1975 dema nekse bi şoreşê keftî. Barzanîyê nemir wezîrê pêşmerge î bo sala 1946 di Komara Kurdistanê de bi serokatiya nemir Pêşewe Qazî Mehemed, temenê Komara Kurdistanê yek sal kêşa û Komara Kurdistanê hate dagirkirin, Barzanî yê nemir bi 500 pêşmergan ve koçberî Soviyeta berê bo ta sala 1958. Li 16 tebaxa sala 1946 Barzanî yê nemir Partiya Demokrat ya Kurdistana Îraqê avakirin û her wesa Yeketiya Qûtabî û Lawên Kurdistanê ji li jêr serokatiya vî rêberê nemir hate damezirandina li 18 Subata sala 1953. >>>>> Her bijî xortê 60 salî!
Tacdîn Baran- 01/03/08- Nivîskarê me Bavê Ronahî 60 salîya xwe dagirt û ji felekê re got:"De bi wirde here lêêêêêê!" Nebêjin Bavê Ronahî bû 60 salî û hew kare lotikan bavêje haa, eman eman. Bi hersê telaqên jinberdanê, lotikên wî ji yên xortekî 14 salî hişktir û xurttir in ellawekîl! Ji xwe dilê wî wek dilê xortekî 18-19 salî ye, ne pîr dibe û ne jî disekine. Bavê Ronahî yek ji wan xebatkarane ku bi nivîsên xwe malpera me Lotikxane.comê dixemilîne û xizmetek giranbiha ji ziman û çanda Kurdî re dike. Em wek xebatkarên Lotikxanê 60 salîya brayê xwe ê mezin Bavê Ronahî pîroz dikin û dibêjin:"Bajo xortê 60 salî bajoooo! Em bawerin xebata ku em bi hevre di Lotikxanê de dikin, ne 60 salan lê wê piştî mirinê jî di dilê Kurdên lotikvan de bê pesinandin. Ev jî nîşana nemirinê ye ji ber ku Lotikxane bû beşek ji dîroka Kurd û Kurdistanê. Ê de haydê, xwedê bikim tu 60 salên din jî bijî û xwedê 25 jinên nermik û germik bike qismetê te rebbî!" Ê de bajo xortoooooooo! Çekên kîmyewî û xwerista Kurdistanê-V- Bavê Jîndar-01/03/08-Colemêrg- Ji boy çi çekên kimyewî tên xebitandin û çi bandorê dikin ? Ji ber ku tesîra wan ya fîzyolojîk, ruhberan di kurtedem û dirêjdemê de dikûje, seqet dihêle û brîndar dike. Gul û gîyayan pûç dike, disoje û jehrî dike. Hewa , erd û avê jehrî dike. Pîsîkolojîya mirovan xurab dike. Xweristê ( ekolojîyê ) serûbin dike. >>>>> Manşetên Azadiya Welat tirr ji dijmin berda
Xwendevanekî lotikvan-29/02/08- Piştî ku dewleta tirko dest bi êrîş û dagirkerina li ser axa Başûrê Kurdistanê kir dengê Kurdan li çar aliyê Kurdistanê bû yek û ew jî; ‘Ji îşgala tirko re na’. Gerîlayên HPG’ê jî bi lotikên mezin cewaba Artêşa Tirro da û korê wê ji Şamê borand.. Lê tiştek hebû hêjayî gotinê ye… Tekane û yekena rojnameya Kurdî li Bakurê Kurdistanê Azadiya WELAT bi manşetên xwe dijmin teqandin…
Roja ewil: Hûn bi xêr hatin mehşerê Roja duyê: Îşgal e Roja Sêyem: Seferberî Roja Çarem: PKK li Amedê ye Roja Pênçemîn: Fotografê têkçûnê Roja şeşemîn: Desteya Qehremaniyê tê nivîsandin Roja heftemîn: Aqûbeta Îskender Roja heştemîn: Siwar hatin peya çûn Bijî Azadiya Welat û bijî lotikên ku ew li dewleta tirko û Artêşa Tirro dide… Li Qoserê atolyeya şanoyê Şanoger Aydin Orak li Qosera Mêrdînê bi lîstikvanê Şanoya Egîtîm-Sen a Qoserê re atolyeya şanoyê pêk anî. Di atolyeya ku sê rojan dom kir de lîstikvanî û pîvanê şanogerekî baş vegot. Li avahiya Egîtîm-Sen a Qoserê ku gelekên ji wan lîstikvanê nû yê şanoya bûn, atolyeya şanoyê weke work-shop ji aliyê şanoger Aydin Orak ve hate dayîn. Atolye bi gelemperî li ser lîstikvaniyê bû, jê pê ve bi taybetî li ser jest, mîmîk û bi sekna li ser sehneyê berdewam kir. Atolyeya ku sê rojan berdewam kir, bi 15-20 lîstikvanan re rojê sê seatan dom kir. Şanogerê Kurd Aydin Orak ku di çerçoveya turneya lîstika xwe ya bi navê “Rojnivîska Dînekî” de ev atolye lidarxist, wek xebatek ku dîroka wê ji zû ve hatibû dayîn pêk anî. >>>>> Dê hadê, ablaniz sîze qurban olsin!
Kalê 60 salî- 29/02/08- Berî her tiştî ez hunermenda „çelqo-belqo“ sayin Bulent Ersoyê pîroz dikim û herdu çavên wê yên reşbelek radimîsim. Gerçî lêvên wê jî ne xerabin lê de neyse.. Hunermenda Tirk Bulent Ersoyê lotikek li rêvebirên dewlet û artêşa Tirk xist, qiraseyek nehgirê û diwanzdeçik xiste wan û qûnalîsên wan. Bulent xanimê gotibû: Ez zarowê xwe ji bo şerê hinekên din nadim kuştin. Bi van gotinan tabû û newêrekîya li Tirkîyê şikand. Lotikek ku heta niha neqewimî bû li wan xist. Li hember hemû tehdîdan jî li pişt gotinên xwe sekinî. Li pey wê, xanm Sezen Aksu, Pakize Suda, Perîxan Magden û hinekên din piştgirî dan awira Bulent xanimê. Lê tiştê em meraq dikin, gelo wê kengî stranbêjên Kurd wêrekîyê bikin û wek mêran ji hinek alîyan re bêjin:” Em êdî naxwazin ji bo Demoqratîk Cumhurîyetê û şerê rantê zarowên xwe bidin kujtin qardeşim!” û hinek tabûyan bişkênin! Tu her bijî Bulent xanim... Te jî wek Lotikxanê tabû şikand ellawekîl! Em amade ne bê qewl û şert te bikin endamê Lotikxanê, hem jî belaşşşşşşş! Heke tu ji ber Kurdbûna me nabî endam, wê demê Lotikxaneke Tirkên rast û wêrek veke. Tirk xema we û Kurd xema me, emê tabûwan bişkênin û her bişkênin... Emê lotikên wêrekî û şêhrane li wan xwedîyên tabûwan û newêrekên bi wan ve girêdayî xin. Dê hadê, “ ablaniz sîze qurban olsun.... !“
Çêlîkên maran bê jehr nabin
Sofî Xelef- 29/02/08-Serokê Dîyaneta Lotikxanê-Ji berê de bav û kalên me dibêjin:"Çêlîkên maran bê jehr nabin". Îcar ji xwe re li cewrikên AKP û sermezinê Erdogan binerin û bifikirin. "Zanin bê şehadet çiye û ew amade ne herin başûrê Kurdistanê Kurdên misilman bikujin!?" Law hey minafiqno, hey kafirno, hey sextekarno, ma hûnê herin şerê kê bikin? Hûnê di ber çi de şehîd bikevin oxlimmmm!? Ma kesê ku Kurdekî misilman bikuje şehîd dikeve hey ewladên xwînheram!? Ê law ma ezê ji we re bêjim çi, wey liminnnnn! De bila PKK Kurdistanî bûya, bila Karayilan biryarên Îmralî biçirviranda, bila metropolên we serûbinê hev bikira, bê birastî hûnê biçûna başûrê Kurdistanê! Bê birastî ew mêranî di qûna we de hebû hûn van zirtan li me bikin! De neyse, ê xerabe em in qardeşim, hûn çi ji me re bêjin heq e û hîna misteheq jî maye û xelas! Kilîlîlîlîlî, PDK-BAKUR ji xewa şîrîn şiyar bû! Lotiko- 28/02/08-Ezmanê Hefta- Şikir ji xwedayê dilovan re. PDK-Bakur ji xewa şîrîn veciniqî û lotikek avêt. PDK-Bakur a ku serê wê ji pirsgirêkên navxweyî xelas nabe (pirsgirêkên ku mejiyê çûkekî jî danagre), bi belavokekê hebûna xwe îspat kir û got:"Binerin nebêjin PDK-B tuneye haaaaa, va em hene qardeşim!" Yanî, heger ne ji vê daxuyanîya dawî bûya, meyê bigota qey PDK-B dev ji dinyayê berdaye û çûye li MARSê xebata xwe dike ellawekîl! Yaw qardeşim, cîgerlerim, gurçik û kezeblerim, heta kengî hûnê xwe veşerin û bi vê bêdengîya xwe xizmetê ji Kurdan re bikin hêê? Çima hûn nikarin siyasetek serbixwe û bi şexsîyet bimeşînin abêêêêê! Ma hema heta bi mirinê wê çavê we li devê derîyê xelkê be kaka? Yaw başûrî têra xwe hene qardeşim, hinekî berê xwe bidin bakur jî wey! Ne dostên xwe aciz bikin û ne jî zimanê xelkê li ser xwe dirêj bikin babam! Yan wek Osman Ocalan dev ji siyasetê berdin û dest bi bazirganîya firin û nanfiroşîyê bikin, yan jî wek ciwamêran kumê xwe deynin ber xwe û lotikan bavêjin. De neyse canim, ji me gotin. De ka daxuyanîya PDK-Bakur bixwînin bê çi dikeve serê we. >>>>> Şerê çekdarî û xwerista Kurdistanê -IV- Bavê Jîndar-28/02/08-Colemêrg- Dewleta Tirko pîştî beşek mezin ji ekolojîya Kurdistanê xurab kir,ya mayî jî bi hêceta şerê çekdarî û terorîzmê wêran kir. Emê dûr û dirêj qala şerê çekdarî nekin. Lê kurt û Kurmançi emê bibêjin, parçeyek bernama xurabkirina ekolojîya Kurdistanê li serdaxwaza dewleta Tirk, Sûrîyê û bi piştgirîya hinek alîyên Kurd dest pê kir. ( Bê goman heryek ji bo berjewendîyên xwe ) Hem jî şerek pilankirî, lihevkirî, û hay ji hevdu heyî. Ku ne wisan ba wê di nava van 25 salan de, hema ji bo ku bibe nimûne, divyabû gundek hatiba rizgarkirin. Ji ber şerê qirêj yê çekdarî û pilankirî, gund hatin valakirin. Xelkê gundan bûn koçber û çûn bajaran. Pez û heywanên, di destên wande heyî ji neçarî bêqîmet û pir bi erzanî firotin. >>>>> Ji KOM-KAR ê lotikek Elemanî
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR, li dijî êrîşa dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê, li Elmanya, bajarê Kolnê mîtîngekê li dar dixe. Mîtîng, di 1´ê Adarê, roja Şemiyê, saet 13.00´an da, li ber Dêra Domê tê li dar xistin. KOMKAR, bang li hemû welatparêzên Kurdistanî dike, ku beşdarî mîtîngê bibin û helwesta xwe li dijî dewleta Tirk eşkere bikin. Roj roja xebat û xîretê ye!
Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR | ||||||||||||||||||