|
|
|
Hişmendî ji dê mêranî ji bavê |
Şanên Kurdî û Kurdewarî |
Bihostek ji axa Almanya |
Heqê diya min |
Di qal û qirê de |
![]() M.Badilî Rejîma Turkiyê |
Rewş û name-3 |
Selmano |
|
|||||
|
Ev lêlê ye, lolo jî bi dû deye
Mihemed Soran- 20/03/08-Bexda- Rayedarên dewleta Tirko digotin “Em balyozxanê li Hewlêrê, li paytextê eşîretan venakin” û qaşo nedixwestin Kurdan mixettab bigrin. Lê ji berê de dibêjin “reva pisîkê heta dawîya kulînê ye”. Tirkan dît ku çare nîne, Ewrûpî, Emerîkî, Asyayî, Rûsî li Hewlêra paytext balyozxaneyên xwe vedikin û dixwazin dostanîya Kurdan qezenc bikin, îcar li gotinên xwe poşman bûn û tifa xwe alastin. Balyozê Tirkiyê ê Bexdayê Derya Kanbay efendî, di hevdîtina bi cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî de lava kir û xwest ku Tirk jî li Hewlêrê balyozxana xwe vekin û zîtirkan bavêjin. Werhasil, bav û kalên me dibêjin:”Destê ku tu nikaribi bitewîni, ramûse”. Îcar xuyaye Tirkan destê Kurd û Emerîkîyan netewand, îcar hêdî hêdî, şiwey şiwey dixwazin ramûsin. Ê de haydêêêêêê qardaşlar! Kurdistana xoş geldiniz ewladlerim!
NEWROZ
Newroze îro newroze Sersal û cejin û pîroze Bo me Kurda himbêze Gelê arî diparêze
Bîst û yekê avdare Li cîhanê navdare Leheng Kawa serdare Ji keleha pêdare >>>>> Tirr di qûnê de nemaye jina 26 salî tîne
Abdûllah El Kurdî- 19/03/08-Mekke- De werin li vê ecêbê û li vê neinsanetîyê binerin. Li Siûdî Erebîsyanê, gundê Taîfa Mekkeyê, Ehmed Ateeq El-Harîrî El-Zahranî ê 100 salî, cara sêyem dizewice û lotikekê davêje. Ehmedê ku lingekî wî dinyayê û lingê din li axretê ye, jinek 26 salî, nermik û germik xwestiye û wê di van rojan de bizewice. Keça ku 74 salan jê biçûktire, wê têkeve ber vî çermolaqîyê yextîyar û qaşo bighêmirad ş mexseda xwe. Lê bawer kin, ne insan û ne jî xwedêteala vê neheqîyê qebûl dike. Lê ji ber ku dînê îslamê rê dide zewaca 4 jinan, neheqîyek mezin li keç û jinên reben dibe û mecbûr dimînin ku bi qûnekekî wek Ehmedê 100 salî re bizewicin. Werhasil, tirr di qûna Ehmedê 100 salî de nemane. Lê ku nikaribe lotikan li jina xwe xe, em wek Lotikxane amade ne alîkarîya wî bikin û heyfa wî hilînin. De xwezî bi wê rojê rebbî! Mêr ev mêr in haaa!
Dûrmûş Satilmişoxlî- 19/03(08-Tirkiye- Kî dibê di nav Tirkan de zilamên qirase tunene? Hene babam , wille û bille hene. Aha ji we re Alî B ê 22 salî. Jina Alî B Seyma B bêyî mêrê xwe 2 cigareyan dikşîne ser kezeba xwe. Xuyaye dilê wê bijyaye kişandina cigarê û gava mêrê wê ne li malê ye du cigare vexwariye. Tam di wê navberê de mêrê wê Alî B dikeve hundur. Gava dibîne jina wî cigarê dikşîne, rahiştiye şerîtekê, wê dixeniqîne û dikuje. Yanî, qûnekê Alî B ji bo kişandina du cigaran jina xwe xeniqand û şand cehnemê. Îcar kî dibê li Tirkiyê zilam tunene qardeşim! Gelo kesî dîtiye ku zilamekî jina xwe ji bo du cigaran kujtibe? Belengazî bela serê Kurda ye
Bêrîvan Al- 18/03/08-Amed- Kurd çi belengaz û reben in wey liminnnn! Ji ber feqîrî û hejarîya wan tişt nemaye go nehatiye serê wan. De ji xwe re li malbata Kana binerin. Malbata Kana keça xwe ji ber xizanîyê naşînin dibistanê. Dixwazin ku keça malê di nav malê de alîkarîya dêya xwe bike û neçe dibistanê. Helbet di vir de bawerîya olî jî sedemekê dilîze, lê sedema mezin feqîrî û belengazî ye. Qeymeqamê bajarokê Hênê Nesîm Babahanoglû jî rabûye sarincek (dolaba cemidandinê) ji malbatê re kirîye, ew bi sarincekê qanih kiriye û li hev kirine ku keça malê bişînin dibistanê. Yanî, malbatê keça xwe kirin berdêla sarincekê. Wê ji niha û pêde keça bi navê Fatma Kana (12 salî) biçe dibistanê û li dibistanê lotikên Tirkî bavêje. Îcar hûn bifikirin bê Kurdên bakur di çi rewşê de ne gelî xwendevanan! Nedixwest bizê lê zarokê zora wê bir
Şemal Amedî-18/03/08-Hollywood- Lotikvana esmer û xwînşîrîn Halle Berry (41) za û keçikek jê re çêbû. Herçiqasî navê zaroka xwe vedişêrin jî, lê dibêjin keçik jî li dêya xwe çûye û ji niha de lotik û pehînan davêje dê û bavê xwe. Werhasil, Halle Berry xanim di hevpeyvînek xwe de dibêje:“ Kêfa min pir ji hemilbûnê re hat, xwezî zarok derneketa û ez tim ziknepixî bimama“ filan û fîstan. Rabû me jî bi rêya emaîlê şîretek lê kir û got:>>>>> Dildar Ismaîl Helebçe
Roj hemî dûmane Leylane li ber çavên bê ronî Dîlan û qîr û zare zar Şeveqa bê hêvî Lorîkên bê şîr Kezeba sincirandî Dilê peritandî Agirê dijwar Xwîna tar >>>>> Selah Mihemed ji bo bîranîna Helebçe
Bi hemû zincîran bi hemû pozê bilind çiya tê bi hemû kewan û darên berûwan û guhbel û riwan bi wan siteyrikên daliqandî li jor tilî tên rex riyan dadigirin ji cihê bilind dinerin bi dara ve têne sernixûnkirin û reh berdidin di tilî û cihan de >>>>> Xuşk û bra ne lê tirr ji hevdu berdane, ya starrrrr!
Sosin Bermal- 16/03/08-Berlîn- Patrîck S û Sûsan K xuşk û brayên hev in. Herdu qûnek berî çend salan dil ketin hev û hevdu dan ber qirase û lotikên elemanî. Niha herdu xuşk û bra dê û bavê 4 zaroka ne. Halîhazir li Elmanya nîqaşek mezin li ser zewaca bi xizman re (wek xuşk û bra) dest pê kiriye. Hinek lotik û zîtirkên xuşk û bratî normal dibînin, hinek jî wek „îşê şeytên“ bi nav dikin. Li gora destûra dewleta Elman, lotikên xuşk û bratî qedexe ne. Lê Patrîck û Sûsan guh nadin qedexeyê û hevdu çirandine, kirine çarox. Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan, guh nedin Patrîck û Sûsana gewende. Bi a şeytên nekin û xwe ji van fikr û ramanên heywankî bi dûr bixin. Îcar dibêjin: „Çima elametên qiyametê peyde dibin?“ Ê insan rehet nasekinin qurban, wîî! Ê wek Patrîck û Sûsan adet, tore û qeyd û şertên jiyanê dikin kafir kerafî bavê min, îcar wê çilo qiyamet ranebe û dinya xera nebe hûn bi qedrê xwedê kin!
Beranê Giravê poşek li Teyyib û Gul da! Senger Îloz- 16/03/08- Stenbol- Beranê Giravê bang, li serokwezîr û serokomarê Tirkiyê Teyyib û Gul kir ku berî biharê werin îmanê! Beranê me kurdan got ku bila bi pakêtên diyariyên xapinok neyên ser kurdan. Ellawekîl ku biqeherim ezê poşekê li van herdu xwedêgiravî serokan bixim kul li erdê mexel bimînin! Beranê me dibêje serokomar û serokwezîrê Tirkiyê Gul û Teyyib, ew li giravê ji bo mêvandarî û ezimandinê her amadeye ku werin pêre çend lotikan bavêjin! Di domahîka daxuyaniya xwe de li ser babetê wiha gotiye: “Lawo ma hûn weke serleşkeran jî wêrek nabin. Beriya niha generalên we hatibûn cem min û digotin bibore kaka em nikarin bi leşkerî we têk bibin. Lewra çareriya me bi demokratîkbûnê ye hew.” >>>>>
Lotika wê lê vegeriya
Sosin Bermal-15/03/08-Berlîn- Endama Partîya Sosyal Demokratên Elmanya û siyasetmedara 50 salî Bîrgît Aûras xwest lotikekê bavêje, lê lotika wê paşûpê lê vegeriya û serê wê xwar. Bîrgît xanim jî xwest di internetê de hînî tirr û fisan bibe û rabû wêneyên xwe yên şût û rût belav kirin. Lê piştî ku wêneyên wê eşkere bûn û lotikên wê lê vegeriyan, mecbûr ma namzetîya xwe a ji bo beledîya bajarê Neustadtê paş de bikşîne û li ser dûvê xwe rûnê. Bîrgît xanim ji me re got:”Qey qedera min e bavo, min jî xwest ez piştî 50 salîya xwe çend lotikan di internetê de bavêjim û ji xwe re qiraseyekî zilaman bibînim, lê fesad û ewanên ser tenûran nehiştin, ji min hesidîn û tirr ji min berdan” filan û fîstan. Werhasil, tembîya min li we be heyran, heger we xwest di internetê de hînî tirr û fisan bibin, çarçefekê li xwe kin, berçavkek reş têxin ber çavê xwe û piştre wêneyên xwe biweşînin. De haydê serketin yaboooo.... Darîn jî ya xwe got
K.Kurdson-14/03/08-Swêd- Hema bi xwedê tu mêri lo. Wê gelek bêjin ma mêranî wilo ye ezê bêjim erê û sed erê! Heger ciwanekî wek Darîn, ku di stranê de sitêrka Swêdê ye û hîn bîst û yek salî ye, wey rebî bibe hezar û bîst û yek! Dev ji karê alboma xwe y aku Swêdî bi perakî pir mezin li Almanya jêre amade dikin, berda û berî da Swêdê tenê jibo ku beşdarî bîranîna Helebçe bibe. Îca gelek komel û dezgeh deh caran telefonî kesê betal jî dikin û narin. Ya herî kambax ku dibêjin weleh û bileh jina min ji min berdayî be min ji bîr kir lo, wîî! Wey rebî bîra te li te venegere û tu riya sosyalê jibîr biki erê welle! Wey perên sosyalê li we bi jehr û ziqûm bin rebbî! Em ji vê re bêjin çi?
Raca Xan- 14/03/08-Hindistan- Di van salên dawî de kerametên ecêb diqewimin. Hinek dibêjin „hikmeta xwedê ye“, hinek dibêjin „na baba, xwerist û jiyana civakî serûbinê hev dibe“, û hinek jî dibêjin „ kuro de lihevrasthatine canim“ filan û bêvan. Îcar niha jî li bakurê Hindistanê elameta qiyametê rû da. Keçikek durûyî hat dinyayê û xelkê herêmê li himberî vê bûyerê behitî ma. Keçika ku hê zaro ye û nav lê nehatiye kirin, ji alî xelkê ve wek zarokek fîraz (miqeddes) hat qebûlkirin û xelk jê re ket sicûdê. Werhasil, hikmet û qudreta xwedayê mezin nayê pîvan. De a bi xêr çibe bila xwedê wê bike û hew, tevdîrrrrr! Bêaqilî zêdetir dibe Hesen Almas-13/03/08-Emerîka- Dinya bûye dinya bêaqilan û her ku diçe bêaqilî li dinyayê zêdetir dibe. Hinek radibin mafê heywanan diparêzin, xwe ji bo wan şût û rût dikin. Hinek radibin natûrîzmê (xwezayê) diparêzin û dixwazin wek dema Adem û Hawa şilfî tazî bigerin. Hinek dixwazin welatê qûnekan jî hebin. Hinek dixwazin mirîşk û ker bi hevre bizewicin û hezar quzilqurtên din. Lê Corrîne Bayraktaroglû çi dixwaze? Wê jî rabûye cil û berg ji daran re dirûtîye û li wan kiriye. Xanimê dilê wê bi daran dişewite û naxwaze ew dar di zivistanê de li ber sermê biqefilin. >>>>>
Bila tu jina min ba û bila cixara Marlboro li min û bavê mn heram ba û hew!
Firildeq Elî-13/03/08-Zanîngeha Seksolojîyê- Lucy Pînder yek ji wan lotikvana herî meşhûr e, nermik û germik e. Wek mewîjên Hibabê bê dendik (bê sîsik) û wek sêvên Meletê sorgevez e. Ji xwe memikên wê wek şebeşên Diyarbekrê mezin û wek goka nav lingê Maradona girover in. Werhasil, em ji zû de bi dû Lucy xanimê de bûn ku carekê xêrekê bi xwe bike û xwe ji bo xwendevanên Lotikxanê jî berde çolê. Lê xanimê perakî pir mezin dixwaze. >>>>> Ev jî nameta sosyalîzmê ye Bengîn Elegez-12/03/08-Moskova- Piştî ku sosyalîzmê ber avêt û Gorbaçov civak serûbinê hev kir, xelkê Rûs jî çelqo-belqo bûye û di navbera sosyalîzm û kapîtalîzmê de gêj bûye. Ji xwe alkol û vodkayê hiş di serê wan de nehiştiye û ew qûnek kirine. Werhasil, dibêjin grûpek ku qaşo mafê heywanan diparêzin çûne muzeya ji muzeyên Moskovayê û çalakîyek kesanedî li dar xistine. Di muzeyê de doza mafê paraztina heywanan kirine, lê di wê navberê de li wan rabûye û ji bo xatirê heywanan hevdu dane ber lotik û zîtirkan. Muze kirine kerxane û tirr ji hevdu berdane. >>>>> Min got na! Aştîxwaz-12/03/08-Mêrdîn Ji min re gotin bibe cahş û cerdewan Em ê zêr û zîvan bi te din Min got na…
Ji min re gotin li ser xwîna mirovan bazirganîyê bike Em ê qesr û qonaxan bi te din Min got na…
Ji min re gotin brayê xwe bikuje Em ê te bikin serokê gelê te Min got na…>>>>> Piştî têr gon bixwe wê xanimê bibe hecî, heheyyyyy! Tecawizcî Coşqûn-11/03/08-Beyoglû-Stenbol- Me berê jî behs kiribû, heçê ev lotikvan û doxînsistên Tirk in, piştî ku têra xwe zinê dikin û qûş li wan dibe çarox, îcar qaşo xwe dinixumînin û dibin misilman. Berê misilmanî nayê bîra wan, lê ku têr lotik li xwe xistin îcar berê xwe didin Mek û Medînê û qaşo dibin melayîketên xwedê. Meselen Şenay Akay. Şenay Akay jî niha dibêje:“Gava ez diçûm qursa quranê û min quran dixwend, malbata min nehişt ez serê xwe bigrim. Lê piştî çend salên din ezê jî wek her misilmanî herim mala xwedê û bibim hecî“ filan û fîstan. >>>>> Ka go hûn serê zilamên xwe bixwin û hûn bi me bimînin!
Xalê Guhbel-11/03/08-Ezmanê Hefta- Civaka Tirk ewqasî serûbinê hev bûye, ewqasî tirrek bûye ku êdî jinên wan dest bi serjêkirina serê xezûr, xesû û mêrê xwe kirine. Li gellek bajarên Tirkiyê serpêhatîyên serjêkirinê zêdetir dibin û çi ecêbe ku ev jî bi destê jinên wan tên kirin. Berî heftakê li bajarê Dînar a Konyayê du jintîyan mêrê xwe, xesû û xezûrê xwe dan ber kêr û meqesan û serê wan ji hev hilqetandin. Niha jî li bajarê Tokatê dêya 5 zarokan B.A xezûr û xesûya xwe da ber kêran û ew şandin cehnemê. Tiştê balkêş ew e ku Tirk ji Kurdan hovtir in, xezûr û xesû ewqasî tadeyê li bûkên xwe dikin ku Kurd ji ber wan ve dibin melayîketên xwedê. Werhasil, jinên Tirk êdî dest bi kujtin û serjêkirina mêrê xwe kirine. De xwezî bi wê rojê ku mêrên we biqelin û hûn bibin qismetê qiraseyê Kurdan rebbî! Amînnnnnnnnn! Mizgînîya me li we, Hirço li jinekê digere!
Çang Çû-10/03/08-Asya- Belê, mirovê herî bi pirç, kilê çavê keçên nûhatî, xortê xweşik û çeleng Yu Zhenhuanê 29 salî dev ji hezkiriya xwe berda û niha ji xwe re li jinekê digere. Yu Zhenhuan ewqasî bi pirçe ku ji hirçekî xerabtire. Me ji hezkiriya wî Toyo Mayo pirsî: “Keçê qirikê, çima te dev ji Hirço berda? Ma qiraseyekî wek Yu Zhenhuan zû bi zû peyda dibe?” Wê jî bersivand:” De herin loooooooo, heta me lotikek davêt ez di nav pirça wî de difetisîm. Ne li wan lotikan be û ne li wê pirça Hirço be” filan û fîstan. Werhasil, Hirço niha azib e, li jinekê digere û haya we jê hebe. Piştre nebêjin Lotikxanê xeber neda me û em di mala bavê xwe de man haaaaaaa! Di her lêkolînekê de tiştên kesanedî derdikevin holê, waweylêêêê! Şemal Amedî-10/03/08-Hollywood- Ev lêkolîner jî mirovin ecêb in ellawekîl! Tiştek namîne ku lê nakolin û encamekê jê dernaxin. Meselen lêkolîn û ankêta li ser orgazm (lê xweş hatin) û seksê. Li gora lêkolîn û ankêta ku li ser xweşlêhatin û seksê hatiye kirin, derketiye holê ku jin herî baş di dema hemilbûnê de li wan xweş tê. Di dema hemilbûnê de jin zêdetir zîz û nazik dibin û bala wan a li ser seks û lotikan zêdetir dibe. Ji ber vê jî, di dema vê zîzîyê de jin hez û xweşîyek bêhempa ji seksê distînin, filan û bêvan. Pispora seksê Yvonne Fulbright dibêje: >>>>> Helbesta dayika min Saher Mîro Al_Baedrî
Min
gelek bêrya te kir --------------- Yadî şehîdanî serbazî gelekeman li Qamislo û Helebçeyî şehîd Bo bîranîna Helebçeya şehîd û (şehîdanî Qamişlo,Mahabat û Amed.) HELEBÇE 20 sal derbas bû Seremoniyek ji bo bîranîna karesata bombebarankirina bajarokê HELEBÇE >>>>>
S.Ç.H.R.K. 1.dest bi lotikên Festîvala Strana Rojavayê Kurdistanê dike
Ji bo ked û xebata di helbest û strana kurdî de ya Yusif Berazî (Seydayê Bêbuhar), festîval bi navê Festîvala Bêbuhar ya pêşbirka Sitrana Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Festîval wê 04. Gulanê 2008`an li bajarê Almanya Hannoverê pêk were û wê rojê sê stranên herî baş werin destnîşankirin. >>>>>
Strana berxwedana
başûrê Kurdistanê
Kerîmo
|
Hûn çi ji Barzanîyan dixwazin qardeşim! Cemîlê Çargurçik- 20/03/08-Swêd- Birastî ez tê nahigêm bê hinek ji rewşenbîrên bakurê Kurdistanê çi ji başûrîyan û bi taybet jî çi ji Barzanîyan dixwazin. Îş û karê wan nemaye, yan jî tu mijarek din nabînin ku li ser binivîsin, îcar malbata Barzanî di devê xwe de kirine qajik (benîşt) û ha ha êrîşî wan dikin. Van çend rojên dawî jî îcar Nêçîrvan Barzanî ji wan re bûye pirsgirêk. Pirsgirêka çi? Na çima Nêçîrvan Barzanî gotiye “Tirkiye brayê gewre ye” filan û bêvan. Ê babam, got got! Ma dinya xira bû? Ma dîplomasî ne zimanê nermik û germik e? Ma sîyaset ne rêzanî û çareserî ye? Ma kesê keştîyê xilas dike ne kapîtan e? Belê! Êêê, bi çi awayî xilas dike ji we re çi qardeşim! Yaw babam, li ser Demokratîk Cimhûrîyetê binivîsin, li ser Mîsakî Millî binivîsin, li ser Kemalîzmê binivîsin, li ser çûk û çivîkan binivîsin, li ser “hêk çawa tên qelandin” binivîsin, li ser “fêda nok û fasûlîyan” binivîsin, li ser “hêk ji mirîşkê derdikeve yan mirîşk ji hêkê derdikeve” binivîsin, ma hema pênûsa we bi malbata Barzanî ve zeliqîye cîgerlerim! >>>>> Em hêvîdarin wê Kurmancî li ber lingan neçe
Cemîl Cewher-20/03/08-Hewêr- Li ser bextê malpera Pukmedîa be, dibêjin Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Wezîrê Xwendina Bilind Idrîs Hadî kiriye ku dest bi yekkirina zaravayên Kurdî bê kirin. Kek Idrîs Hadî jî civînek awarte bi mamosteyên zimanê Kurdî re çêkiriye û pêvajoya lotikên yekkirina zaravayên Kurdî daye destpêkirin. Xwedêgiravî wê bi vê lotikê zaravayên Kurdî bigihên hev, bi hevre bizewicin û bi vê zewacê zimanekî standart derkeve holê. Dibêjin kek Idrîs Hadî bang li mamosteyên zimanê Kurdî yên li zanîngehên Kurdistanê kiriye ku hazirîya vê pêvajoyê bikin û ji lotikan re amade bin. Îcar xuyaye wê zimanê Kurdî yê zaniztî û edebî bibe yek. Lê zimanekî çawa tenê xwedê zane! Kurmancî, Soranî, Dimilkî, Hewremanî, Goranî, Duhokî, Zaxokî, Botankî, Lotikxanekî û gellek zaravayên din. Em hêvîdarin wê zaravayê Kurmancî wek demên berê li ber lingan neçe û ji vê hewldan û xebata hêja “zimanê çûkan” ku kesek nikaribe jê fêhm bike dernekeve. De serketin û lotikên bi xêr kaka! Heger niha Mazlûm Dogan sax bûya!
Zinar Qelemşûr- 19/03/08-Stenbol- Hûn zanin, ji roja ku PKK ava bûye, çi hatibe kirin, kê kiribe, hemi ji Abdullah Ocalan re bûye mal, jê re kirine mal. Bi zanîn yan nezanîn, hem neheqîyê li wî dikin û hem jî li xebatkarên PKK dikin. Wek dostekî PKK ez bi vê helwestê dêşim. Çima ked û xwêdana kesên wek Mazlûm Dogan ji xwedîyê kedê re nabe mal? Meselen afîşa Newrozê. DTP afîşek Newrozê ku çav û awirên Mazlûm Dogan li ser hatibû neqişandin (Ji ber Mazlûm Dogan ji alî dilxwazên PKK ve wek Kawayê hemdem tê binavkirin) çap kir. Lê dewleta Tirko bi zanetî ew çav şibandin ê Ocalan û afîş qedexe kir. Gelo li gora we dewlet nizane bê ew çav çavên kê ne? Ma nizane ku çavên Mazlûm Dogan in? Belêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê! Lêêêê? Li hesabê wan nayê qardeşim! Dewlet zane ku Mazlûm Dogan milîtan bû, Kurdekî qirase bû û beranekî bi qiloç bû. Ji ber vê jî xwestin vê afîşê qedexe bikin. Lê heçê zane zane, heçê nizane mesela baqê nîskane yabooooooooooooooooooo! Gelo niha Mazlûm Dogan sax bûya, wê bigota çi???? Rovyê heşandî, çima te ji me re neşandî!
Pîrkemal-19/03/08-Lotikxane- Nivîskarê me Farûqê Devliken rovyê heşandî hepişandiye devê kurê xwe Cemîl û ji Mêrdînê silavek ji me re şandiye. Yaw Farûqo, malnexerab, ma em ji Eyşika Ereb in qardeşim! Hema te beroşek rovyên heşandî bi postê ji me re jî bişanda, ma dinya xera dibû cîgerim! Ma te nego niha xebatkarên Lotikxanê birçî ne, ev 3-4 salin rovî nexwarine û wê agir bi kezeba wan keve hêê! Hey bêwîjdan!!! De neyse, cara bê me ji bîr neke qurban. Heger perê şandina postê bi te re tunebin, hema beroşekê tije rovî bike û bi emaîlê ji me re bişîne babam! Ê de haydê noşîcan be, xwedê bikim Cemîlê me bi wan rovyên heşandî bibe xortekî qirase û wek bavê xwe bibe nivîskarê Lotikxanê rebbî! Yekîtiya êş û dozê, pirbûna çîrok û gotinê Rewş û name-III
Gelî bira.. Ne veşartiye ku miletê me di Kurdistana Sûrî de hîn di qonaxeke bindestiya netewî de ye. Yanî, hîna tê êşandin ji ber ku Kurd e. Berxwedanê dike ku nasnama xwey netewî biparêze. Emê di van çend xalên jêrî de rewşa vê bindestîyê û hin ji rengê zilm û zora ku li ser miletê me tê meşandin binivîsin. Di pêre li ser pirbûna çîrok û gotinê bipeyivin.. 1-Hûn dizanin ku ne hêzên miletê me bawerya xwe bi hebûna me naynin. Yanî, ew ferqê naxin navêna vê partyê yan partiya din. Ji ber wilo jî me Kurda tevdî ji pişikdarîya di desthilatdariya Sûrîyê de bêpar dikin. Me ji wezîfê bilind bêpar dikin. Kesî ji me nakin wezîr yan sefîr û ne jî rêdidin xortên me ku di ekademiyatên eskerî û siyasî de bixwînin. Ger em bala xwe bidênê, ji destpêka çêbûna Sûrî de û ta roja îro kesên ku îdara deverên me dikin ji parêzgehên din in. Pirên wan şofînî nin. Ji ber wilo jî deverên me di warê civakî û abûrî de li paş manin. >>>>> Qetlîama Helebçe û şahîya Newrozê
Cembelîyê Botî- 18/03/08-Colemêrg- 16 adarê bîranîna qetlîama Helebçê ye. Ango roja girî, şînê, xemê, nalet lê barandina wê Hîroşîma Kurda ye. Lê sed heyf û sedhizar mixabin hinek partîyên ku digotin: Em ji bo miletê Kurd dixebitin, ji alîyekî qetlîama Helepçê bi bîr tanîn, mitîng li dar dixistin û ji alîyê din li bajarê Mêrsîn, Adana, li Wanê taxa Hecîbekir, li Stenbolê û li Marsilya Firansayê cejnên Newroz ê pîroz dikirin. Di roja şîna Kurdan de, li ber agir û dahol û zirnan govend girêdidan û şabûna xwe nîşan didan. Ango, bi xwedîyê mirî re digirîyan û bi kujerê mirî re kêyf dikirin. Ew partî û sazîyên ji Helepçê re rêzê negirit, herçend Kurd be jî rûn li ser nanê Seddamê xwînxwar û Elî Kimyewî dide. Ew kêsên ku rêzê ji Helepçê re negirin, rêzê ji çi şehîdan re nagirin. Tinê li ser navê wan parsê kom dikin. Madem hûn rêzê ji bo çi nirxên Kurdan yên pîroz nagirin, qet nebe bi tenê roja qetlîama Helepçe li ber dahol û zirnan nereqisin qardeşim! Gelo ma em tîştekî zêde ji we dixazin? Ji me gotin, hûn dikin an nakin hûn û wijdanê xwe!
Em vê helwestê pîroz dikin
Sofî Xelef- 17/03/08-Lotikxane- Li ser bextê xelkê be, dibêjin dewleta Tirk gava penaberên Kurdên başûr di sînor de digre, bi hevringê (meqesê ku pê pirça pez tê qusandin) dikeve ser serê wan û wan dike wek golikên nav garanê, golikên beş. Em bi navê Lotikxanê vê helwesta dewleta Tirko pîroz dikin û dibêjin:"Cîgerlerim, cara bê ne tenê porê wan biqusînin, darekî jî têxin qûna wan û wan bi qûnektî bi ser mala bavê wan de bişînin". Yaw birastî jî, ev Kurdên başûr çima ji welatê xwe direvin ka hûn nabêjin? Niha Kurdên bakur û rojava ji ber zilm û êşkenca dewletê terka welatê xwe bikin erê, lê Kurdên başûr? Hûn ji ber çi û ji ber kê direvin kaka? Dewlet dewleta we ye, partî partîyên we ne, ma derketina Ewrûpayê şeref û xîretek mezine? Naaaaaa! Giyayê hewşê tim tehl e branoooooo! (Çavkanî Hemdem.com)
Dûrbûna rewşenbîrên Kurd ji xebata siyasî (Rewş û name-II )
Dilyarê
Xanê-17/03/08-
Bi nisbet me Kurdên Sûriyê, ger em bala xwe bidin vê çîrokê, emê bibînin ku pir kêm ji nivîskaran yan ji zanistkaran wek textor, mihendis ûhd di nav rêza partiyên Kurda dene. Wilo jî pir kêm ji maldaran yan ji bazirgankaran di nav rêza xebata siyasî denin. Ev çîrok dibe ku bibe sebeba lipaşketina biryara siyasî Kurdî û helbet bûye sebeba qelsbûna karîn û imkanatê tevgera siyasî Kurdî. Bi tevayî ji aliyê karê berçav wek vekirina telefizyonekê ji Kurdên Sûrîyê re. >>>>>
Ew jî ket Guînnessê hayhoo!
Rozê-16/03/08-London- Ev ketina pirtûka rekoran Guînnessê jî bûye mode ha. Heçê radibe dixwaze lotikek kesanedî bavêje da ku têkeve bêxwedîka vê pirtûkê. Niha jî telefonek ket pirtûkê, hem jî heta bi ber ketê. Telefona ku ji zêr û elmasan hatiye çêkirin, bi 1 milyon û 600 hezar dolarî ye û tenê nimûneyek ji wê heye. Ji ber buha û xemla wê a bi zêr û elmasan, telefon ket pirtûka rekorê û lotikek dîrokî avêt. Telefon ji alî Şîrketa GoldVîşh ve hatiye çêkirin. Li ser bextê xelkê be, dibêjin ev telefon bi kê re be mirina wî tuneye. Ne melkemot xwe nêzîkî wî dike û ne jî cin û pîrebok wêrin li dora we bigerin. Werhasil canim, bi namûs milyarên min jî hebin ez telefonekê bi 1 milyon û 600 hezar dolarî nakirim wîî! Ezê bi van peran ji xwe re 100 xortên nermik û germik têxîm paxila xwe û xelas! Hem jî ê 18-19 salî haaaaaaa..... Pozê Kurdên Rojava jî şewitî
Kurê Çeqçeq-16/03/08-Rojava- Kurdên Rojavayê Kurdistanê rabûn ser tapana û tep li serê xwe dan û gotin: Wey li aqilê me be.. em bûn ardûyê şoreşa Berzanî û Talebanî û Ocalan û me xwe jibîr kir.. em man li dawiya karwan û di nav tozê de man.. ji niha pêve emê bibin xwedanê parçeyê xwe .. em nema dibin heyvanê şîrê parçeyên din.. Li ser bextê jêderan be, Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi navê Tevgera Azadiya Kurdistanê tevgerek nû damezrandin û karê çekdarî jî xistine bernameya xwe û di şeva 9-10/3/2008an de lotika yekem li navendek polîsên Sûriyê xistin, li gundê Sêgirka yê ser bi Qamişlo û bavê wan tirr ji wan berdan.. Jêderan keysa xwe ji axaftinê re anî û gotin: Gropa bi navê Mefrezeya Silêman Adê ew kar encam daye û hêzên desthilata Sûriyê navqetandî kiriye… Her weha Tîrêj Ahmedokî ji ajansa Al Malafpress re gotiye ku ewê di kar û têkoşîna xwe de berdewam bin heya Kurdistanê seranser rizgar bikin. Bi xwedê îcar mero hesaba ji Kurdên Rojava dike, mêrka nema tên xapandin û çav li Kurdên başûr û federalîzmê ketine. De xwedê miradê wan bike rebbî!
Ji Hejar-S ---------------------- Bandora xirabûna xweristê û xirabûna psîkolojîyê Bavê Jîndar-15/03/08-Colemêrg-
Psîkolojî bi kurtî zanistîya hiş (zêhn ) e. Ew bi ser tevgera hiş, ruh, lebat, bizav, livîn û tevgerên wan ve mijûl dibe. Du cureyên wê hene. 1- Ya neferî . 2- Ya girseyî . Ji ya girseyî re van salên dawîyê ya garanî jî tê gotin. Bê goman wek me berê jî gotibû, em ne pisporên van karanin. Ya me tenê ewe ku em peyamekê bigehînin eleqederan. Bixwe ilmek bi serê xwe ye û bijîjkên wê yên xweser hene. Me di nivîsên xwe yên berê de gotibû armanca xurabkirina xwerista Kurdistanê ji bo xurabkirina sinçî (exlaq) û pîsîkolojîya Kurdan e. Xurabûna psîkolojîyê, nexweşîyeke. Ew nexweşîya xurabûna tevgera hiş, hest, bizav û lebitîna lebat û ruh e. Bi kurtî nîşanên wê ev in. Zû aciz bûn, teralî, di miqabilê bûyeran de bê awir man. Ezezîtî, xwe ji herkesî meztir dîtin, bawerîya xwe bi kesî neanîn. Ji xwe meztir û zanatir kes nedîtin. Di ser xwe re kes kebûlnekirin. >>>>>
Ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriye
Di vê dema nazik û balkêş de ku herêm bi tevayî û welatê me Sûriye û miletê Kurd bi taybet têre derbas dibin, di dema ku bi şiyarî li hemberî her bûyer yan tiştên nûderdikevin holê li vir yan li wir pêwiste bête sekinandin daku miletê xwe dûrî karesat û xerabiyê bihêlin. Di dema ku di xebata xwe de em li dijî siyasetên şovînî yên ku li ser miletê me yê Kurd li Sûriyê tê meşandin disekinin, em li ser xebata xwe ya siyasî ya dîmoqratî û aşitî ya ku tevgera siyasî Kurdî ji 50 salî zêdetir wek rasttirîn şêweyê xebatê bikartîne dubare dikin; em hemî gotinên çewt û xerab ên ku li ser devê kesên winda û veşartî tên belavkirin pirotisto û şermezar dikin. Ew kes dixwazin agirê berberî û nakokiyan gurtir bikin, ew agirê ku qet xizmeta tu beşî ji miletê Sûrî û di pêşî de miletê Kurd nake. >>>>> Başe go jina min ne Çînî ye qardeşim! Çang Çîng Çong- 14/03/08- Pekîn- Em Çînî mexlûqatin ecêb in. Bi taybet jinên me agirê sor in, belakir in û îşê nemayî tînin serê zilamên xwe. Ji ber vê jî ez wek zilamekî Çînî bi jinek Çînî re nezewicîm û min mala xwe nebir mîratê. Dibêjin li eyaleta Hubeî yê „Wang“ û „Lûo“ ji hev hez dikin û bi hevre dizewicin. Lê piştî heftakê dest bi lotikên nîqaş û raberizandinê dikin û wek dîk û mirîşk radibin hevdu. Li gora ku ajansa Xînhua radigihîne, dibêjin êvarekê dîsa herdû rabûne hev. Jinikê gotiye: „ Yan wê gotina min derbas bibe û yan jî xelas!“ Mêrik jî lingê xwe li erdê xistiye û qîriyaye:“ De herreeeeee gewenda heram, ez mêrê te me, ez çi bêjim gerek bi a min bibe“ filan û fîstan. Werhasil, >>>>>
Piştî girtina Ocalan yeka Kenyayîyan nebû dudo
Kurdekî Reşik- 13/03/08-Kenya- Piştî ku serokê PKK Abdullah Ocalan li Kenya hat girtin û pêve, yeka Kenyayîyan nebû dudo û şerê navxweyî ji wan kêm nebû. Heta niha bi hezaran kes ji hev kujtine û wek gurê ku têkeve nava pez hevdu diqelînin.
Ez serê we neêşînim, ahê Abdullah Ocalan ji Kenyayîyan re nema. Hûnê serokê PKK bidin girtin haaaaaa..Ê de bixwin loooo, ma ahê Ocalan ji kesî re dimîne oxlimmmmmmm! Xwedê lotikek li wan xist
Xalê Guhbel-13/03/08- Ezmanê Hefta- Xuyaye heta bi xwedêteala jî ji Tirkan û derewên wan aciz bûye. Yan na ma wê çima bela xwe di Tirkan de bida! Îro çend roj in çend bajarên Tirkiyê û Kurdistanê hejiyan û 5 zelzeleyên cûrbecûr pêk hatin. Di van hejandinan de Tirkan ji tirsan re bi xwe de rît û bêhn bi xwe xistin. Zelzele li Yalova, Bîngol, Elezîz, Enqere û Sêwasê pêk hat. Xuyaye bela Tirkan li Kurdan jî dikeve. Yan na, xwedêteala zû bi zû bela xwe li Kurdan naxe û wan şerpeze nake. Lê hingî Tirk derew, zinêkarî, dizî, talan û bi navê îslamê sextekarîyê dikin, bela wan li Kurdan jî dikeve û di erdhejê de peşkên wan dipijiqin serûçavê Kurdên reben jî. Werhasil, ji berê de dibêjin “go agir bi dehlê ket terr û hişk bi hevre dişewitin”. Îcar xwedêteala lotikan li Tirkan dixe lê mixabin Kurd jî pêre dişewitin... De a bi xêr çi be bila xwedê wê bike û hûn sax!
Me carekê gotibû cîgerim, hûn herin erş hûnê bên ber terkê reş!
Ehmed Beyan-12/03/08-Enqere- Me carekê ji Tirkoleran re gotibû “Hûn herin erş hûnê dîsa bên ber terkê reş”. Xuyaye ev gotin û dua me qebilî û Tirk hêdî hêdî tên ber terkên Kurdên reş. Serokwezîr Erdogan di hevpeyvîna xwe a di rojnama New York Times de ji rojnamevan Sabrîna Tavernîse re behsa reformên ku wê li bakurê Kurdistanê bike dike û çend lotikan davêje. Kasimpaşali Receb dibêje:”Emê di nava 5 salan de rojhilata Tirkiyê (Kurdistanê) bikin Parîs. Emê rê û barajan çêkin. Emê piştî çend mehên din dest bi weşana Kurdî bikin. Wê kanalek tenê bi Kurdî, Farisî û Erebî be. Wê ev gav rê ji bidestxistina mafê çand û kulturî re veke” filan û fîstan. >>>>>
Çalekîyên Kurd-kav’ê ên dema zivistanê
Çalekîyên Kurd-kav’ê ên dema zivistanê ku bi nave, li xwe veger a sêemîn 08/ 03 / 2008’an de roja Şemîyê li salona Kurd-kav’ê pêk hat. Îro yek ziman, yek dîn, yek Netewî, yek al di kîjan Îslamê de heye. Ma Îslam fabrîkasîyon e. Tayîp Erdoxan dikare bi nave kîja Îslamê vê şiroveke. Dikare bi yek ramanê şiroveke, ew jî Netewperestî ye. Bîla êdî Mislimanê ehlî Quran, bi va ramanê Neteweperestî nexapîne.>>>>>
Daxuyanî
Sîrwan Qiçço-11/03/08-Libnan-Bi berdewamiya kiryarên tewş ên ku rêjîma Sûriyê wan li dijî gelê Kurdên Kurdistana Sûriyê | ||||