|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
A.Omerî
abbas.alkan@hotmail.com
Pîrek ji wirve tê
Þerqe þerqa þimka wê
Heçê deng ji wan bê
Þerp devê wan li qêna wê
GERA GÝP
Ev serê çend mehan e, devjenîyek li ser mesela TRT 6 ê hevdû dikiþkiþîne û diçe.Wê
ew þêlûbeleyî hetanî kuderê jî here vê gavê ne diyar e. Hema bûye çetilxêr û kî radi
hêje darê pênûse tiþtina dinivîse. Ev heta derekê pir baþ e û lazim e li ser her
meseleyên ku ji bo me balkêþin bi berfirehî, hûr û kûr lê bê kolan.Heger na mesele
hilavêtina lotikan be, ev ne nivîskariyek bedew e.
Ji xe ji nifþê me yê nuh hinek hene ciwanmêrana solên xwe di nava qunderan de datînin û nabêjin hilînin ji ber min jî. Ji van xortan yekî pêla çûyî di malperekê de nivîsekli ser TRT 6 ê li dar xistibû.
Di mijara nivîsê de dihate fêmkirin ku yê xort têra xwe li TRT 6 ê dinere. Çimkî wî gelek kesên ku tev li programên TRT ê bûbûn, yan jî weþana vê kanbaxê wek gavek baþ nirxandibûn, yeko yeko bi nav dikir û dûre kurkê xayîntîyê yan jî xayînbûnê di ber lotikan re li bejn û bala wan ditefsiland. Û di got: "Ji xwe lazime ku tu kes qala vê televizyonê jî neke” û di gelek mijaran de jî ev mante derdikeve pêþ û ji ber vê jî min navê vê nivîsê "Gera Gip" danî. Ku ew tê wateya "huþ bin, qal û bahsa tiþtên ku ez yan jî em jê hez nekin, bê deng bin, his û pêjin jî bila ji we neyê û heta hûn karýn zimanê xwe jî jêkin..."
De ka werin ji kerema xwe re yan safî bikin, yan jî navekî li vê helwestê bikýn! Bi ya min nav dîyar û êþkere ye, lê ez dixwazim jê re bêjim: Siwaro hêdî bajo..!
Zemanekî li ser vê mijara tûjbûna pênûsê û nifþên nivîskarên me yên nû, ji meraqa xwe min ji mamosteyê hêja Beþîkçî pirsîbû ku ez fêm bikim bê ka fikira wî li ser vê meselê çi ye. Wî bi devliken bersiva min da:
"Ez di nav girtîyên Kurd de li girtîgeha Enqerê girtî bûm. Sibehekê ez piþtî jimartinê rabûm derketim hewþê li ser xwe digeryam. Xortek ji vanên ku em qala wan dikin gihîþt min û em bi hevdû re meþyan. Pê re bala min kiþand ku pênûsek di destê wî de ye û bi serê wê qula guhê xwe duxrîne. Min ew þîyar kir lê dîsa jî domand…
Êvarê xortê me nema ji ber êþa guhê xwe kýr der. Hate xwestin ku wî bibin nexweþxanê lê nebirin. Li ser vê xwarin nehate stendin,hejmartin nehate dan. Werhasilî ew birin nexweþxanê lê mixabin yê xort bi ser pênûsê perdeya guhê xwe qul kiribû û tiþtekî ku bihata kirin jî êdî nemabû."
Icar lazime ku mirov bêje xelk bi darê pênûsê lotikan li tekstên edebî, ceribandinên surralîst, çîrokên xemilandî û romanên herekber dixînin. Em jî bi wê yan perda guh diqetînin, yan jî wê li hemberê hevdû mîna xencerek zingargirtî bi kar tînin...
De îcar fatê were dawetêêêêêê...
25/06/09