Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Em destê xwe nadin rêziman û naveroka vê nivîsê û nivîsê wek xwe bi devoka Duhokê diweþînin.

--------------------------

Slav brayên hêja, bi rasti ezê ji hewe xerîb bûym, eve ez careka dî hatim û min niviseka ciwan bo hewe amade kirî.. Bi xudê kin wêneyekê ciwan yê temer û micheal danin ser. Çavê we maç dikim.

 

Temer Jackson û Michael Remezan

 

 

Binav Sindi- 13/06/09- Duhok- Berî heyamekê hindek dezgehên ragehandina cîhanî diyarkirin ku hunermendê cîhanî yê navdar Michael Jackson dê ahengekê li Birîtanîya sazket. Herwesa di cihekî da digot ku Jackson her heyv 300,000 (sê sed hizar) dolaran xeric dikit. Ev dirav jî bi gorey wan dezgehan pareyek mezine.

 

Vê xeberê we kir ku ez vê nivîsînê binivîsim û hevberkirinê di navbera hunermendê mezin Micheal Jackson û parêzgarê Duhokê Temer Remezan da bikim, da ew dezgeh bizanin ku Parêzgarê Duhokê jî heyvane wekî Jacksonî pare xeric dikit. Lê cudahîyeka mezin di navbera wî û Jacksonî da heye, ji ber ku Jackson ji parê xwe û parêzgar ji parê xelkê xeric dikit.

 

Parêzgarî dorên 50 zêrevana hene, hindek ji wan tinê nav in û çi kes wan nas nakit. Moçe, nesrî û xercîya wan ya heyvane pitirî 40,000 (çil hizar) dolar in. Nêzîkî 10 tirombêlên taybet bi wî û mal û zêravanên wî hene û her heyvê bi hizara dolaran li penzîn û çaksaziya wan xeric dikit. Parêzgarî kurek heye berîka wî diryaye, çi pare têra nakin, her heyv bi hizaran dolaran ji mezintirîn markêtên Duhokê tiþta dikirit, xudanê markêtekê got her heyv bi kêmatî buhayê 3 hizar dolaran tiþta ji min dikirit.

 

Ez hez nakim dirêj kim, ezê behsa êk tiþtê dî kim û xilas.. Qîmeta êk þûþa þeraba ku ji Viyenna bi taybetî bo parêzgarî dihêt bi kêmî 3,000 (sê hizar) dolare. Lê ez nabêjim her þevê çend ji wan þûþa dihên vexwarin. Herwesa ez behsa moçeyê parêzgarî û xerciya mala wî jî nakim, çunkî ew nahên hesabê.. Hwîn teqdîr bikin çende!!??

 

Dê vêca bila heyranên me dezgehên ragihandinê nîkilê xwe ji serê Jacksonê feqîr da bînin der û berê xwe bidin Kurdistanê, da bizanin berpirsyarên Kurd çewa lotika li parey didin. hey lolooooooooooooooooooooo

 

12.06.10. Duhok

 

 ------------

 

Têbinî: Li gora ku me bihîstiye, kekê me birêz Temer Remezan li cem hinekan gazind ji me kiriye û gotiye ku Lotikxane dijminatîya wî dike.

 

Yabo qurban, Lotikxane dijminatîya kesê Kurd nake. Bi sertê ku dijminatî neyê kirin, heta ji me tê em nivîsên her Kurdekî diweþînin û sansûrê danaynin ser. Em ferqek mezin di navbera rexnekirin û dijminatîyê de dibînin û ji bo me rexnekirin ne dijminatî ye. Lê ku hinek rexnekirinê wek dijminatî bibînin û bi wî navî bixwazin eyb û arên xwe veþêrin, ew ne mijara me ye. Lotikxane ne tenê kek Temer lê herkesî rexne dike û wan dide ber lotikên Kurdewarî.

 

Werhasilî kelam, em dubare dikin  û me ji roja pêþîn de ev helwest ji xwe re kiriye armanc. Rexne erê lê dijminatî na! Em dijminatîya Kurdan nakin, xelas!

 

Hêvîdarin rojekê Kurdên me hedayet bibin û ferqîyeta navbera rengê reþ û spî bibînin.  

 

Lotikxane

 

 

 

 

Hawar û bangewazîyek bo serokatî û raya giþtî!

 

 

Binav Sindî-06/02/09-Duhok- Silav hevalan. Van rojan li bajarê Duhokê kesekî tecawizî bêjera Vîn TV „Îman“ kir û kiryara xwe ya seksî bi vîdeoyê, bi rêka telefona mobîlê bo hemi xelkê Duhokê hinart. Noke vîdeoya wê kiryara seksî di nav hemi malên Duhokê da heye. Dûhî bi þev ew bêjera ku navê wê Îman e, hate ser televizyonê û got ku ew vîdeo ne dirust e û xeber (dijûn) ji wî kesê ku ew çêkiriye û ji xelkê Duhokê re dan.

 

Çîroka dirust ya ku ez %100 dizanim ewe ku kesek gelek nêzîkî desthilatdarên mezin yên Duhokê ew kiryar kiriye. Lê ji ber ku hêþta doza kurê mezînê Duhokê çareser nebûye û ji bo ku pirsgirêkên nû ji bo mezinê Duhokê dirust nebin, wan desthelatdaran gef li bêjera Vîn TV Îman xanim kirine ku neþe dadgehê û þîkayetê neke. Herwesa givaþtin li wê bêjerê kirin ku li ser televizyonê bêje ku ev kiryar ne rast e.  

 

Helbet hemi xelkê Duhokê dizanit ku her þev ev bêjer digel kê radikeve û li kî ve. Bes kes newêrit biaxivit. Ez wek Kurdekî ditirsim ku hevalên mezinê Duhokê givaþtinê li mala wê bêjerê bikin ku kiça xwe bikujin.

 

Lewma ez hêvîdarim ji we eger destê we bigehe kesên nêzîkî Serokatîya Hikûmeta Kurdistanê, vê meselê bo wan ron bikin û canê wê kiçê (Îman) rizgar bikin.

 

Binav Sindî

Duhokê

06/02/09

 

Eve wêneyê bêjera Vîn TV Îman e