Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

Vegerin ser sêhra berê cîgerlerim!

A.A.Dîlan-11/08/07-Enqere- Dibêjin rojekê kurê pîrê bi nexweþîya “bixwedemîzkirinê” dikeve û her þev bi doþeka xwe de mîz dike. Pîrê radibe kurê xwe dibe cem mellê û dixwaze melle jê re niviþtekê çêke ku kurê wê hew bi xwe de mîz bike.

   Werhasil, melle bi lêwik de dixwîne û niviþtekê qirase jê re çêdike. Helbet pîrê jî mirîþkekê dide mellê û radibe vedigere mala xwe. Werhasil, dibe êvar û pîrê û kurê xwe dikevin nava nivînê. Lawik îcar ji mîzê qut dibe, lê îcar bi xwe de gû dike û doþekê diherimîne. Rojek, didu, sisê, pîrê dibîne wilo nabe, radibe dîsa kurê xwe dibe cem mellê gund û jê re dibê:”Law melle, te kurê min ji “mîzkirinê” qut kir, lê îcar bi xwe de dirî (gû dike). Yabo ka dîsa bîne ser sêhra berê bavê mino, wîî!” û li mîza kurê xwe poþman dibe.

  Îcar xuyaye ev jî mesela me û DTPî yên me ye.

   Li ser bextê fesad û ewanan be, dibêjin DTPî di Meclîsa Partîya xwe de li xwe mikur hatine û gotine:”Wek mirîþka gêj li me hatiye. Ji ber sedema siyaseta Tirkiyebûnê em ji nirx û daxwazên netewîyên gelê Kurd dûr ketine. Me nema zanîbû ne em Tirk in û ne jî Kurd in. Weha li me hatibû ku me nema zanîbû ne em partîyek Kurdî ne û ne partîyek Tirkî ne” filan û bêvan.

   Yaaaaa, sayin cîgerlerim! Gava meriv guh nede þîretên Lotikxanê û ji hestên netewî bidûrbikeve, wilo tê serê meriv haaaaa! We roja pêþî li me guhdarî bikira û xeta sor bikþanda navbera xwe û Tirkoleran, hûn nediketin vî halî brê min!

   Ma Kurd aþiqê çavê Kasimpaþalî Recebo ne ku raya xwe dane partîya wî hêê? Ma ne ji ber vê xeletîya we bû qurban!

   De neyse, madem hûn li xwe mikur tên û kêmasîyên xwe dibînin, vegerin ser sêhra berê bixêrtire ellahwekîl!

   Govenda Kurd û Kurdistanî bigrin û dev ji “Ankara Oyûn Havasi” berdin qardeþim! Býrçî û xulamê gelê xwe bin lê ne dergevanê ber derîyê xelkê bin û xelas!

   De haydê serketin!