Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Mêro pasaporta dîplomatan di bêrîkê de ye

 

Darwîn- 24/01/09- London-Min digot “Meymûn bapîrên insana ne” kesî bawer nedikir. Aha ji we re delîla herî xweþ.

Meymûnê bi navê “Bîlî” li Ingilîztanê tê dinyayê, Lê dêya wî lê xwedî dernakeve û bi dû yekî dikeve, wî sêwî dihêle. Bîlî jî diqehire, dibeice û berê xwe dide Ewrûpayê ji bo ku ji xwe re dêyek nuh bibîne û sêwî nemîne.

 

Mêro radibe diçe pasaportek ji pasaporta min saxlemtir û xweþiktir derdixe, rayedarên Ingilîztanê wî dibin ser berber, parmûm û lewento dikin, çend qirûþan jî dixin bêrîka wî û berê wî didin balafirxanê. Hetta dibêjin pasaporta wî ji pasaporta dîplomatan jî saxlemtir e. Li balafirxanê gava karmend çav li pasaporta Bîlî dikevin, silavê jê re vedidin û ji serokwezîrekî zêdetir hurmeta wî digrin.

 

Axir, mêrê me tê li balafirxana bajarê Almanya, li Frankfûrtê peya dibe. Polîs û karmendên Alman berê bawer dikin ku Bîlî terorîst e û endamê El Kaîdeyê ye. Lê piþtî pasaporta wî kontrol dikin û dibînin ku mêro çi qirasê zilama ye.

 

Welhasil, Bîlîyê me yê meymûn bi pasaporta xwe tirr ji me insanan berda.

 

Îcar ma teorîya min ne rast derket qerdeþim? Ma ku meymûn ne bapîrên insanan bûna, dibûn xwedî pasaport, wîî!