Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Dildar Ismaîl

 

 

Peyva Tazî-13

Dildar Ismaîl-11/07/07-

(( Dibêjin: Serokê xelkê pîçin..lê serokên partiyên ji hev çarde parçekirî  kelpîçin ))

Hebû nebû xwelî li serê kê bû. Vê carê weke hûn dizanin, hikûmeta Sûriyê biryar daye, ku gelek malbatên Ereb bênin deverên Kurda û rewþa wan çareser bike, ji hemî aliyan malbatên  kurda þepirze bike,  koçber bike û armanca xweyî þofînî berdewam bike. Raste, ev ne ji nûve pêk tê. Ev ji berî 33salan ve pêk tê. Lê ka tevgera kurd bi hemî hêzên xwe, bi hemî serokên xweyî jîr, zane, canfîda û ne tirsonek,bi zikekî têr û welatiyekî koçber çi dibêjin?

   Hemî bi daxwiyaniya ketine û li ser malperên kurdî tenê belav dikin. Dibêjin em bi hêvî ne rêjîma Þamê ji biryara xwe vegere, wan Ereba neyêne herêma Kurda da ku dilê me ji hev nemîne. Lê hêvî û gazin û dijmin qet li hev nake. Kekê mêþkuj û di hundirê xwe de her serokek çend zilama ji xwe re xwedîdike û nava xwe çareserbike da ku xwe bihêle. Ne xem e, hundir hemî ji hev bikeve û êþa parçebûnê herdem li dare û maf winda dibe, her bê çare mixabin!

   Bese daxwiyanî û maxwiyanî qaxet û maxet derew û merew …Ey serokên jihevketî, bese leystikên gemar, leystikên li ser mafên miletê xwe …Xêro…Hemo û Simo…Elo û Mûso û Nisro …Nezo û Dêro û Bêro!  Heya kenkî emê bê çare bin, li benda parçebûnê rawestin û ji bîr bikin êþa gel? Welatê xewnê, wê xewn bimîne an xewneroj berdewam bike. Serokên xelkê xizmeta miletê xwe dikin, lê serokên partiyên hemî nav wekî hev nikarin nava xwe çareser bikin.

De ka bêjin: Kî pêçe û kî kelpîçe?

 

dildarismail@hotmail.com