Dilyarê Xanê
ehmedxane@hotmail.com
Di rojhelata navîn de rewþa hebûna Kurdan
Miletê kurd di rojhelata navîn de, bi hejmara xwe ve ê didwa ye yan ê sisya ye. Kîjan be bela bibe, lê em dizanin ku heta vê rojê wekî miletekî herî mezin di dinyayê de bê dewletek serbixwe maye.
Ji ber hebûna betrola di bin axa rojhelata navîn de, weha jî ji ber cîgehê wê yê istiratîcî ku sê qaratan dinyayê pev girêdide û ji bo bidestxistina karînên vê deverê, hizên xwedî imkanat di cîhanê de nakokîyê pev re dikþînin, di navbera mesalihên dewletên mezin de dijayetî zortir dibe.
Ev nakokî dîrokî ye, tûj û dijware. Çekên ku di vê nakokîyê de pêk tên, rewþenbîrî, abûrî û tenahî ye. Helbet wek ku hatiye zanîn jî, miletên ku di vê deverê de dijîn, ew jî berhemên vê nakokîyê werdigrin û tê de piþikdarin. Li gora pêþketina xwey bajarvanî, berjewendîyên xwe diþopînin, têkilîyên xwe jî li ser vê bingehê bi dewletan re datînin.
Miletê Kurd hîn jî di warê fikrê istiratîcî de li paþ e. Weha jî di girêdanên têkilyên xwe bi hêzên dever û cîhanê re nezan e. Di þert û mercên parastina tenahî û berjewendîya xwe de, dijminê hebûna xwe ye û di vê nakokîya rojhelata navîn de Kurdan heta nuha bi fikrekî qewmî tevahî doza xwe neþopandine. Piranîya mirovên Kurd hîna xwe di ber parastina emnê xwey qewmî de berpirsiyar nedîtine.
Heger di vî warî de em Kurdên Sûriyê wek nimûne bînin ziman, emê rewþa ji hev belabûna wan bînin ber çavên xwe, xwebixwetîya siyasetmedarên wan bînin bîra xwe û emê dereca li paþmayîna hiþê Kurdan nas bikin.
Li hember vê lipaþmayîna hiþê Kurdan û xwebixwetîya wan, em dibînin ku her miletekî cîran bi tevaya xelkên xwe û bi yek fikir û rê dijminatîya hebûna Kurdan di rojhilata navîn de dike. Mexabin hîn jî pirranîya Kurdan bi zelalî bîr ne birne ku belengazîya wanî abûrî, lipaþmayîna wanî rûhî, windabûna þexsiyeta wan û li paþketina þaristanîya devera wan di rojhelata navîn de, tev de ji ber ku yezdanê mezin ew di bin navê qewmê Kurd de xuliqandine.
Dema gelê Kurd li tenahîya xwe bipirse û li ser pêþeroja tenahîya zarokên xwe bisekine, wê çekekî xwe bi tenê bi karbîne. Helbet çekê ku têye naskirin bi navê-Kurdayetî- bi hêvîya ji xwedê divê her rewþenbîrekî Kurd di nivîsên xwe de pirsa
-Kurdayetî-þîrove bike û di rê û rengên bikaranîna vî çekî de vekolînê bike.
06/07/2008
Nivîsên berê |
Di roja bi bîranîna avakirina partîya pêþîn de rewþa tevgera sîyasî ya Kurdên li Sûriyê
Gotinek û meselokek heye ku carna Kurd di zehmetya roja xwe de dibêjin: Sal bi sal xwezya bi par, Îja ella wekîl, ev meselok jî li ser tevgera Kurdî li hev tê. We go çawa? Ger mirov li tecrûbên miletên dinyayê binere, wê nas bike ku her çax pêþ de çû ye, bîrbûn bi mesleha miletan zêdetir bûye, rê ji hiþ û zanebûnê re bêtir vebûye, zane û ronakbîrên miletan ji bo berjewendîyên bilind yên milletên xwe dev ji ezîtya xwe berdane û gotina xwe ji bo xebatê kirine yek. Nexasim di nav milletên ku wek me di bin destan dene. Lê mixabin li welatê me rewþ ne weha ye. Em ji yek hêz û xebatê di salên pêþî de sal bi sal bi paþ de vegeryane, partîyên me di newala enanîyeta bê mane de werbûne û ketine xebata þerê xwebixwetîyê de. Zor û zehmetiya li ser milletê xwe ji bîr kirine û bûnê alîkarê gurkirina vê êþ û zehmetîya ku millet ji ber dikêþe.
Ji sala çêbûna partiya pêþî û ta sala îsal, hejmara partiyên Kurdên Sûriyê, dûrî aqilan çû ye. Hemi sînorên newekhevîya nerînan derbas kiriye. Hin çi dibêjin bela bibêjin, lê a rast sedema vê yekê dîsan vedigere ezîtî û enanîyeta serokatîya partîyên xwedê giravî xwe mezin û xwedî gelek dost û piþtgir dibînin. Ji ber ku di piþikdarîya biryarê de rê nadin hev, îja seryan li Kurdan pir dikin. Mixabin hevalên xwe wek eþîretên berê li hev sor dikin, wan bi hev dadixînin û çîrokên xwebixwetîyê ji bê karî bi wan þêrîn dikin. Helbet ta ku hebûna xwe jî bi hevalên xwe qebûlkirin bidin.
Dibe ku mirov ji ber tunebûna dîmuqratîyetê û nexuyabûna çareyek ber çav, ji ezîtî û enanîyeta di hindirê her partîkê de weha bêje: Hevalno! Emê pirbûna partîyan wek hey qebûl bikin û vê li paþmayîna hiþê serokatya Kurdan fêm bikin. Emê bêjin ku partîyan ji sala 1957 an û heta niha tiþtekî ber çav ji mafên Kurdan bi dest nexistine, vedigere ser zirûfên taybet li Sûriyê û li rohilata navîn. Lê a ku wê qet nema bê qebûlkirin û fêmkirin di vê rewþa civakî û abûrî ya pir xerab de ku Kurd îro tê de dijîn, ew þerê genî û bê fedî ku partî li ser entirnêtan û di pelikan de bi hev re dikin. Ya din jî ewe ku heta nuha ew partîyên xwedê giravî mezinin, nikarin li hev rûnên û komîtekê amade bikin jibo girêdana kongirek yan civatek netewî qewmî fireh ku partîyên biçûk û kes û dezgehên serbixwe jî di vê kongirê de piþikdar bibin.
Bi helkeftina vê rojê, doz ji hemû ronakbîr, hezvanên Kurdayetîyê, hevalên partîyan tê xwestin ku bi yek dengî daxwazê li serokatîya partîyên mezin xurttir bikin ku di demek nêzîk de civatên amadekirina kongirek netewî serrast bikin û vî milletê zehmetkêþ ji çîroka xwebixwetîyê xelas bikin.
14/06/2008
Bajarê dîn û bi aqilan
Bajarekî mezin û fire , sînorê wî bi rengê avê hatibû xêzkirin û bê hemdî xwe di newala rohilata navîn de werbibû. Ji êþa ketinê pirê welatyê wî bajarî dîn bibûn, ên bi aqilî ku mabûn rewþa xwe ji bîr kiribûn û pev daketibûn. Dînan jî ji xwe re digotin û ji hev re digotin, civatên xwe dûrî biaqilan digerandin, di kolanên bajêr de dimeþîyan û bi xwe re dipeyivîn.
Carekê Þêxokê dîn, di orta sûkê de dawa xwe li xwe gerand, dengê xwe bilind kir û weha sitra: Her werin vê govendê destê hev bigrin tevde,yeko yeko ne yên dîlanê,barê milê me pir giranê“, go ha..ha..ha û go kûr û giriya! Carekê jî çend dînan civatek li oda mezinkî xwe gerandin, endamê civatê ev bûn: Hemê bê sol, Silê poz þewitî, Firnikê yûzbaþî, Hemdînê dînoke, Cimokê pevzeliqî û meznê wan Beþtê çav þeliqî bûn. Beþtê çavþeliqî wisa dest bi civatê kir:Gelî xuþk û bira,ger em ji hev re nebaþ bin û em ne yekdest bin, emê nikaribin talanê xwe vegerînin û bajarê xwe ji vê newalê derxînin.
Hemdînê dînoke lê vegerand: Dîn nebin, xwe bi erzanî nefroþin, ji hev hez bikin,guh nedin ên li banî,
Cimokê pevzeliqî wî jî a xwe wilo got: Tuþtek ji me re nemaye, ma em li bende kê ne, divê em bixwînin, em bicivin, em li xwe vegerin,ev xêr û bêra me tev ji xelkê re maye. Dora Firnikê yûzbaþî hat û ew jî werrê axivî: Welle bavo xeynî me jî di newalan de werbûn, bi tifaqê xwe xelas kirin û bi serê çiyan ve hilkiþîyan. Ê me ji bo çi? Her yek dibêje ez bi tena xwe mîrim û bela ên din tev berdest û hevîr bin.
Hemê bê sol deng ne dikir, tenê li wan guhdarî dikir. Silê pozþewitî jî xwe nema girt û bi dengê bilind û gotinên tevlihev wanîko þtexalîya xwe berdewam kir: Pozên wan û paþmêrên wan naþewitin, nabînin ku nan jî di nav me de nemaye. Hîn li ser mîritîya bajarê Botanê pev dadikevin, xwe ji bîr kirine ku bajar bi sedê salan di newala windabûnê de maye. Lîska zaroka ye, her mehê navekî ji xwe re çê dikin. Divê em bes li çepkan xin,mane hevdû deyndar derdixînin, genmê xwe di aþê derewa de dihêrin, sîra di serê hev de diçînin.
Di dawî de Hemê bê sol piþkîya û li ser serê xwe sekinî. Lingê xwe bi hewa vekir û deng wek þegmanê terektorê jê derket: Gelî jîr û zana,ha..ho gelî bindestvana ,ax ûof li me bargirana. Ezê pêþniyarekê ji we re bêjim gelî dînvana. Ka çima em û biaqilvanên xwe ciyê xwe pev naguherin? Beþtê çavþeliqî lê vegerand: Kuro ma qey tu dîni law!! Ma wê -bankîmon- bihêle em careke din hilkiþin û dîsan di newala rohilatê de werbin? Na..na gelî dînzanan , bawer bikin emê di vê newala xwe de bimînin heta ku biaqilê me weke me nebin dînvan û heta dînzanên me jî bêtir dîn nebin. Wê çaxê wê pir dest bi yek destbin û wê karibin bajêr hilgirin û bi jor xînin.
Rabûn civata xwe bi dawî anîn û bi hev re sitran. Yekdestî dînan zane dike,yekdestî biaqilan dîn dike,her werin vê govendê, destê hev bigrin tev de …..tev de .
07/06/2008
Gotina (yekîtî) di navê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat de çi nîþanê dide?
An gerek çi nîþanê bide? Kes îro navên dirêj bi kar naynin, nabêjin Partiya Yekîtiya Dîmuqrat li Sûriyê, dibêjin (wihdê), ya dibêjin (yekîtî). Bi vî hawî çi navê ku dirêj be di cîhanê de bi peyvekê tenê tê gotin. Helbet ew peyv jî sûret û riya wê partiyê di xwe de dicivîne û tîne ber cavê mirov. Lewra gerek peyva (yekîtî) di navê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat a li Sûriyê çi manê bide?
Gerek û wek ji rêbaz û nehcê vê partiyê tê xuyakirin ku yekîtiya welatê sûriyê ji armanca wê ye. Helbet ne li ser hesabê hebûna rewþa Kurdên di vî welatî de, yanî di bin siya dewletek dîmuqratî de, kurd û deverên xwe karibin xwebixwetiya xwe bi parêzin û hemû erk, wacib û mafên xwe wek miletekî cuda ku li ser erda xwey dîrokî ye li hember û di hindirê vê dewleta dîmuqrat de bi cî bîne.
Gotina( yekîtî) di navê Partiya Dîmuqrat de gerek çilo bi kar bê anîn? Jibo parastina hevgirtina hevalan û hevgirtina partîyê serrast bike ta ku ev partî karibe yekîtiya kar û xebat û siyasetê ji miletê xwe re bi cî bîne. Jibo vê meselê gerek gotina (dîmuqratiyê) dewra xwey ku tê xwestin di hindirê jiyana partîyê de bistîne, jibo wilo emê çend bendan bi bîr bînin ên ku giringin jibo pêþxistina yekîtiya partîyê .
1- Rexn û xwe rexnkirin , divê bi rengekî fireh û di hemû komikan de bê bikaranîn. Helbet ev rexnekirin jî divê bi rengekî biratî û dostanî be û bes jibo durustkirin û pêþxistina yekîtîyê be .
2- Divê her ji wextekê endam û serokatiya komikên bilind bên guhertin.
3- Divê partî bala xwe bide nerîna ne rismî a di nav hevalan de, xwedyê wan nerînan neyên ji bîrkirin û êþandin, neyên dûrkirin ji tevhevbûna karê partîyê û divê heqê belavkirina wan nerînan bê parastin.
4- Bikaranîn û guhdan li rêzan û qanûnên jiyana hindirê partîyê. Û wilo jî guhertin û pêþxistina wê di her wextekê de çîrokek serekeye jibo parastina yekîtîya partîyê .
5- Parastina mêranî, serxwebûna hiþê hevala, bikaranîna danûstendin û hîwara dîmuqratîya di nav wan de, yekîtîya karê partîyê diparêze.
6- Qerar û biryara civatên komikan divê bi piranî bê stendin û nerînên baþqe jî bêne hurmetkirin. Jibo ku em di vî warî de pir dirêj nekin , divê dîmuqratîyet bi firehî û bi rastî di jiyana partîyê de bê bikaranîn, ne bi gotin û nivîsandinê tenê be. Ji ber ku xelk tev de bawerin ku perçebûna partiyan ji ber qelsbûna bikaranîna dîmuqratîyetê ye.
Gotina (yekîtî) di navê partîyê de gerek nîþana biyekkirina xebata miletê Kurd li Sûrîyê be. Yanî, kar bi rastî bê kirin jibo avakirina lêvegerek giþtî ji Kurdan re, lewra ev çend xalên jêr pir gerekin jibo pêkanîna vê armanca pîroz.
1- Partîya Yekîtîya Dîmuqrat divê li ser soza xwe bimîne û di belavokên xwe de þerê tu partîyan neke. Di bin çi zerf û rewþê debe , ne ji nêzîk û ne ji dûr, wilo jî divê nebe piþtgir û alîkar ji çi partîyên ku dixwazin tevlihevî û xwebixwetîyê gurtir bikin .
2- Jibo pêkanîna yekîtîyê divê partî guhdarîyê li hemû pêþniyar û nerînên partiyan bike, çi partîyên biçûk bin û çi ên mezin bin. Bela di destpêkê de hevrûniþtinin mehane di navbera partiyên sereke de çêbibin wek( azadî-pêþverû-elpartî-elyekîtî-yekîtiya dîmuqrat) û carê þêwra partî û komikên din bê kirin. Jibo avakirina lêvegerek giþtî hesan bibe û têkeve warê bikaranînê. Helbet divê þertek ji giþa re bê tebûtkirin ku þerê xwebixwetî bê sekinandin û gotinê civata wek cahila danexin nav xelkê, taku biryara dawî bidestxin û lihevkirina xwey sereke xuya bikin.
18/05/2008
Gelo nama Mîr Miqdad Bedirxan Paþa giha çolbistan !?
Dilyarê Xanê-05/05/08-
Hin dibêjin name bi lez gîha destê berpirsiyarê Partiya Yekîtiya Demûqrat û hin jî dibêjin na hîn birêde ye û dibe ku di ahengên salên bêde tev de bê xwendin. Jibo þik û gûman neyên ser naveroka vê namê, rabû Mîr Miqdad nama xwe di entirnêtên wê dinyayê de belav kir, helbestvanê mey ser niga hêja Sebriyê Xelo sîtî jî bi xêra dê û bavê xwe sûretek ji namê kiþand û di riya postevanê nemir de, izrayîlê bi nav û deng þand vê dinyayê.
Îja hinek ji nama Mîr Miqdad ev bû: Xuþk û birayên hêja, nivîskar û siyasetkarên li bin kon û ên li derdora kon. Piþtî rêz û silava ezê bi zimanekî û rengekî li gor rewþa xwe nama xwe ji we re bêjim. Îja hûn jî bi lez li ser naveroka wê bisekinin. Gerek ez berî bihatama vê dinyaya heq, mi riya xwe bi çolbistana we jî xistaya, wê anha telefizyona we jî hebaya, wek a hersî çolbistanên din. Îja hûn karibin li siyasetkarên xwe vê yekê nebuhurin!
Do êvarî hêja Mîr Celadet hat ku pîroziya cejna min biki, rabû mi jê re got: Pismam, tu zani ku hîn kovara teyî Hewarê ji ên partiyên çolbistana Sûriyê xurtiri û bêtir tê fêmkirin!
Rabû Mîr Celadet behetî ma, bi qehr li min vegerand û got: Wax, wax, çawa çêbû lawwwww? Çilo çax û dem li çolbistana van rebena sekinî maye pismamo!? Û bi hisret û girî ji derî derket. piþtî mîrê we ji cem min derket , apê we Osman û mamostê we Nûridînê Zaza , herdû bi hevre hatin cem min. Tedî hûn dizanin ew çîroka ne lihevbûnê di dinyaya we de, li vir li ba me tuneye. Rabû min çîroka acizbûna mîr ji wan re got. Rabû herdiwa bi melûlî, bi bêhêvîtî û bi yek dengî ji min re gotin: Berê Kurda di vê dinyayê de gotiye „kurmê þîrî heta bi pîrî“, „Kîska kurrî ji serê kanyê avê vedixwe“ û „marê kor wek masiyan ji serê xwe xera dibe“.
Mîrê me , yabo qurban, îro li dinyaya wan bi rastî rojnamevanî bûye desthilata yekê ne a sisya û çaran. Wek dema meyî berê. Îja siyasetkar û rewþenbîrên wan hîn divê yekê de nefikirîne, pere merê xwe di tiþtên vala de xerc dikin weyyy! Laww jibo xwedê, zilamek kare tilfizyonekê çêke, çilo ew bi dehan partî martînin û heta nuha qenalekî wanî pîsik tuneye? Wek pîrekên dema me , hîn jibo tiþtekî pîsik karin ji hev bixeyidin û di roja bîranîna derxistina cerîda te de mîrê me, ku rojek bi nîþan û tenê ye, bi dehên çolbistanan li bajarekî lidardixin, em çilo bikin? Ine lilah we ine îleyhî raciûn!
Herdiwa bi hevre bi tepa li serê xwe xistin û bi poþmanî ji ba min derketin!
Rabû min telîfonî Þêxmûsê Hesarî kir, min gotê: Birayê Þêxmûs tu dikari bêhnekê bê cejna min û tu rewþa nivisandin û xwendina Kurdî li çolbistana Sûriyê ji min re bidi xuyakirin? Rabû camêro li min vegerand û wilo ji min re got: „Mîrê min, bi serê teyî hêja, ji roja ku min ji nav wan barkiriye, ew di vî warî de bi paþde vegeryane. Law mîrê min, ev malxerabana tê bê qey ji xelkê Dihok, Mihabat û Erbîlê re dinivisînin, law ewan zimanê diya xwe ji bîr kirini wey! Devê xwe xwaro maro dikin, qayîþê bi xwendevanan re dikþînin, xwe dirapelikînin nivîsîn û abya pismamê te, Kurda bi çîrokê vala ve diþuxulînin, de îja mektûbekê ji wan re rêke haaa!
De mîro, mane ji kerbê wan, min navê xwe kiribû Cegerxwîn“ û go terp telîfon bi xurtî girt!
Çare ji min re nema. Rabû min berê xwe da melayê weyî mezin Ehmedê Xanê, ez çûm cem wî û min jê re got: „Melayê me, te berî me teva behsa pêwistî û giringiya xwendin û nivîsandinê bi zimanê Kurda kiriye. Te serê xwe bi yekîtiya serokê Kurda re êþandîye û te di Mem û Zîna xwe de gotiye „heger me hebûya itîfaqek“ de îja ka di qirnê wanî bîst û yekê de tu rewþa wan belengaza çilo dibîni?“
Mele zoq li min nerî, þaþka xwe danî û demek dirêj fikirî. Di dawî de ev gotin tenê got: „Divê her kes li xwe vegere…her kes li xwe vegere!“
û dîsa serê xwe danî û raket!!
Tenûr bi tirr û fissa germ nabe…. !!
Dilyarê Xanê-21/04/08-
Rewþa abûrî li Sûriyê ro bi ro xerab dikeve. Hin ji mewadên xwarinê serê sedî sed hatiye ser û pirên mewadên din ji xwe sînor ji buhabûna wan re nema ye. Wek berê em dizanin ku her tiþt li vî welatî bê fesad nemaye. Heta bi exlaqê xelkê li ber niga çû ye û ji xwe ji berê de pere û mal tev de ji nav wan dane hev. Çi bi eþkere, çi di riya qanûna xwe re û di bengan de dinalin, li bende xwedyê xwe ne .
Dibêjin: Yabo ma xwene li cem me tenê mewad buha bûne, va ye li dinyayê tevdî ev çîrok û rewþ e. Tew mazot û mewadê betrolê li cem me kêmî xelkê tevda ne!!
Bi xwedê em jî zanin ku mewad li dinyayê tevî buha dibin, lê ne bi ecêba cem me welatxurno! Dûri li cem xelkê kar heye bavê min kar! Meha ku ji karê her mirovekî tê ne kêmî 1000 dolarî ye. Bêrîkên wan tim germ in, ne wek cem me tim bi qul û valanin baba! Bêrîka ne bi qul jî her gav destê we têde ye bertîlxurno! Di salên xerab de wek îsal ku mûsimê genim jî tuneye, dewletê xelkê li miletên xwe xwedî derdikevin û perê mûsimê wan didin wan. Ne wan bêtir þûtî rût dikin û destê xwe dixin zengelolka wan…!!
Tew tirsa mezin ku xelk ketinênê buhabûna mazotê ye. Ji ber ku mazotê buha bikin wê mewad tev de wek sarûxê bilind bibin û hilkiþin.
Îja bi hersî navê xwedê, nema ne bonê þekirê sor û birinca çemçûlaqî fêde dike û nema ev çîroka nuh a qesîmê mazotê zikê birçî ji xelkê re têr dike. Carê çîrokek vala dadixin nav xelkê jibo ku wan pê biþuxulînin. Xwe ji bîr dikin ku girê birçîbûnê ji sarûxê xurttir i û tenûra sar nema bi tirr û fissa germ dibi.
Zikê vala nema bi gotinan tije dibe heyran!
Dilê mêrik bi jinkê nexweþ bû go hevîr diki qû……….!!
Dilyarê Xanê -17/04/08-
Go teyrek hebû teyra giþa lê dixist, ewî jî dihat li çêlîkê xwe dixist! Yahooo , tê bê qey rewþa ku miletê me têde ye têra van siyasetnokê tevgera Kurda li Sûriyê naki, yahoo xelk ji alîkî di ji birçîna dimrin û ji alîkî dijmin cavê wî sorbûni û xwîna xorta dirjîni, ji çar hawêr rê li wan teng diki û wan di bajarê xerîbyê re derdixin, kuro ez benî, heya bi xwedê jî li Kurdan hatiyi xezebê! Nema baranê ji wan re diþîni weyy!
Ma îja ev hevbenda bi nav, çi dawê li hev dikin ez qurban? Xuyayi ji bêkarî îja bi ser û guhê hev digrin, dibên xwedêgiravî filan kes nizam çi xeber ji filan kesê ji dervî sînor ri daye û em wilo qet qebûl nakin! Em saxî nemirî û filankeso xebera ji filankes re bide! (Elîkê Betê ne ji hev re weyyy) Nikarin bi ker dibezin kurtên.
Tewww, îja bala xwe bidin vê gosirmetê, do, pêr li hev civyanin. Jibo ku beyanekê biþînin ji dervî sînor û bêjin ev çîrok derewin û ne rastin, wax…waxxx li me ser gêja, li me windabûya! Siyasetkarê me nema zanin bê wê çi bikin îja çîrokê vala li hev digerînin û paya xwe pir kêm û nizm dikin.
Dixwazin wek bavpîrên me go jibo bizinkê hevdû dikuþtin, ew jî jibo xeberkê hevbenda xwe ku qaþo Kurdî ye û dîmuqratî ye, xera bikin, Yanî, wek ê go çû heyfa bavê qûna dê li ser kir!!!!!!!
De bela îja di vê bê buharîyê de jî lotikên xwe li hevdû xînin, ma em çilo bikin bira! Qey heya xera nebe ava nabe bavo!!!!???
Her kes li xwe vegere!!
Dilyarê xanê 09/04/09 -
Gelî bira , pirên we rewþa zilm û zora li ser xwe di Sûriyê de baþ dizanin. Hûn dizanin ku ji kevn de van bêbava we bê keramet kirine, nehiþtine zarokên we bi zimanê diya xwe bixwînin û binivîsînin, nehiþtine hûn jî bi serbestî bêjin em jî mirovin. Namûsa we – erdên we - ji we stendin û dan ereba, nifûsa we ji we kiþandin û we tar û marî hev kirin û we di welatê xerîbyê re derxistin. Gelek xort û qîzên we di binê zindanan de ew ji desthilanîn xistin, xêra welatê we xwarin û dizîn û we þûtî rût hiþtin. We derbasî desthilatdarîya Sûriyê ne kirin û wek heywana we hesibandin.
Kuro law,heta bi xwendina bilind we jê bê par kirin, law ji her hawî de we li paþ hiþtin, heta di van demên dawî de îja dest bi xwîna zarokê we kirin û þehîdên we çê dikin. Pûç û birîndarên we pir dikin, birçîbûnê ro bi ro di nav we de zêdetir dikin û ji neçarî bi hezarên malbatên we koçmal berê xwe didin derdorê Þamê û di xaniyê ji kona pîstir de dijîn. Qîz û bûkên wan di nav malên çavsoran de diþuxulin, exlaq û namûsa Kurda kirin pênc pere bira exlaq! Exlaq, kêr gîha hestî …hestî birano!
Li xwe vegerin siyasetkarno, ka hûn çi dikin? Karê we nemaye hûn bi hev dikevin, fen û fûta li hev dikin, hûn ji xwe dixun ji xwe…!! Partîzanno, ev dem dema biserhevdebûnê deye, dema xurta ye, ne dema êl û eþîra ye. Lê mexabin partiyên we sal bi sal zêdetir dibin, û lotika xwe bi xwe li hev dixin. Hin ji wan ji nav refên xwe gelkî çep dirin, zirt û virtê bi derewa dikin û jibo yekîtiya siyasî ji Kurda re saz nekin. Dibêjin „wa..wa ê me nizam em xwedyê çinin, em ne wek ê dinin“ filan û bêvan. Þara li serê þîne, ji bîr dikin ku dijmin li me û wan tevan har û dîne!
Birayên mey delal, xwedyên partiyên bê hejmar, ma gelo hûn dizanin ku hejmara miletê me li Sûrîyê wek a tarekê ji bajarê –Qahîra-ye? Ma gelo hûn dizanin ku dijminê me yeke û dostên piþtgirt ji me re li dinyayê pir kêmin? Ma gelo hûn dizanin ku devê Kurdan wek ê hechecîka vekiriye û li bende lêvegerek siyasî ne ku wan ji vî halê windayî xelaske?
De îja gelî partîkara, gelî rewþenbîr û siyasetkara, gelî karkerên lotikxana, tevde li xwe vegerin û ji xwe bipirsin: Ka em kînin û li kunin? Em çi dikin û çima em porê hev digrin? Kengî emê li hev werin û yekîtîya xwe ava bikin? Dilê van belengaza li xêr nexwaza rehet bikin? Ê de bersivê bidin ….bersivvvvvv! Wext bi derengî ketîye , em di qirnê bîst û yekê de ne, de ka carek din jî li me guhdar bikin yabo qurban.
Ev sedsal ya bîst û yeka ye, dem ne dema serok û paþa ye.
Tenhane em serjêr û çav li jêr û rê ji dûmanê ne xuyaye.
Her yek ji wan bi qîr û halane, eve rêbaza rast û buha ye.
Peya û bê kêr li pê dibêjin, bi xwedan ev serokê gela ye.
Tenhane jê dûr û ji bîr dikin, dilbera bi xwînê çav kil daye.
Dengê me jî bo endam û karker, dem ber bi jore yekbûn buha ye.
Deng bo her welatparêz û dawker, yekîtî doze doza rast weha ye.
Çimku em ne yekbin ne bi hêzin, ji bil vê peyv hêlîna diza ye.
Li seranser xakê sar, reþ û zer, hin gewrin û hinan reþ pêçaye.
Ême bo çi deh nav û pir rengin, rengê xwîna dilim þerpeza ye.
Gelî bira, ev helbesta me jî ji wê rewþ û namê ye. Îja baþ bixwînin gelî xwendevana, û bi hevre bêjin van çîrok û stirana, bela apê nivîskar derkeve ji xema van feqîr û perîþana…..
Tevgera Kurdên li Sûriyê û Cejna Newrozê
Dilyarê Xanê-07/04/08-
Di salên pir kevn de Kurdan cejna xwe bi dizî di malan de pîroz dikirin, neyaran Kurdîtî qedexe kiribûn û nedihiþtin Kurd bi serbestî Kurdayetiya xwe di Newrozê de biþopînin. Lê di Newroza sala- 1982- û bi hatina rewþin taybet li Sûriyê tevgera Kurda berê miletê xwe da buharê û li derdorên bajaran Newroz bi govend û dîlan û stirana pîroz kirin. Helbet dîsan rijêmê asteng ji wan re çêdikirin û xort û keç dixistin bin çavdêriya xwe.
Di sala 1986 an de li bajarê Þamê rijêmê nehiþt ku Kurd derkevin çolê û Newroza xwe wek salên berê li buhra/ xûta/ pîroz bikin. Rabû Kurd tevî tembûr û hêviyên xwe û cil û bergên xweyî Newrozê daketin kolanên bajarê Þamê û nerazîbûna xwe dan xuya kirin. Lê rijêmê bi hovitî ew dan ber gula û xortekî Kurd bi navê Silêman Adê þehîd xistin û çendên din birîndar kirin. Di pêre roja 21ê avdarê di bin navê cejna diyan li Sûriyê bû rojek fermî- itle- û ji wê salê de Newroz bi serfirazî wek rengê ku komikên filoklorî dixwestin dihat pîrozkirin. Yanî, bi dîlan, govend, stran û derketina buharê komikên dîlana wek kavkilîlka di nav Kurdên sûriyê de sal bi sal bi hejmarin zêde çêdibûn.
Her partiyek Kurdî û di her gundekî de di ser qayîþa hevre komek ku bi nav filoklorî ye çêdikirin. Endamên van komikan berya Newrozê bi çend rojan wan li hev dicivînin, bes jibo ku sûretê partiya xwe pê temam bikin. Tevî ku stiran û dîlanên wan nayên guhertin tenê jibo ku qîz û xort lotika li xwe xin û hew! Welle û bi serê we gelî bira, li bajarokê Amûdê ku hejmara xelkê wê bîst hezar mirovin, deh duwazde komikê bi nav filoklorî hene. Yanî, hejmara wan zêdî hejmara textorê vî bajarî ne. Bi hersê navê xwedê evan partiyên Kurda Newroz wek mana xweyî li dijî zilmê ji bîr kirini û Newroz ji millet re dane xuya kirin ku rojek jibo xwarin û vexwarinê tenê ye. Roja kêf û henek û lotika ye.
Îja gelî partiyên Kurda, çi li vir û çi li bakur û çi li rojhilat, em miletekî hîn bindest in, divê Newroza me ne tenê rojek jibo kêfê be. Divê rojek jibo berxwedanê be jî. Wek sala du hezar û çara li Kurdistana Sûriyê çawa ku Newroz bû rojek jibo berxwedanê û jibo þîn û bêdengiyê, wilo jî îsal di du hezar û heyþtan de dîsa Kurdan xwestin ku Newroza xwe bikin berxwedana li dijî hovîtiya tirskar. Û ji ber vî karê pîroz dinyayê tevî piþtgirîya xwe ji doza Kurdan re dan xuya kirin û nerazîbûna xwe li hember rijêma stemkar nîþan kirin. Tevî ku hin xwediyên lotikan derketin û lotikên kêfê berdewam kirin, û hinin din jî piþtî rokê ji berxwedanê vegeriyan û dan dû komikên xweyî ne filoklorî û xwestin herin çolê lotikên xweyî kêfê dîsan berdewam bikin.
Îja gelî partîzana, xwelî li serê me xwendevana, bela Newroz bibe li gor dem û rewþa perîþana, yan bêdengî, serhildan û berxwedan û yan jî xwarin, kêf û lotikên siyasetvanî!
Ga sergêj dibe lotika li xwe dixe! !
Û roja gayê sipî mir tu jî mir!
(Rewþ û name-4)
26/03/08-
Berê pêþiya gotiye: “Ger tu bi tirs razê, tê xewnê nexweþ bibîni”. Û gotine jî
“ Ji þîr tirsya pif kir dew” û kes li hember xwe nedî rabû bi tep û leba li xwe xist. Îja gelî guhdêra, keremkin li çîrokên me guhdar bikin.
1- Go carekê rêwîk di gundekî re derbas bû, rabû pîrekekê ji nav gund banê kirê û jêre got: Lo rêwîyo lo xwedîyo, bi xêra dê û bavê xwe ji mi rebenê re bêje bê çi halê mala bavê mi porkurê ye? Ê rêwî rabû jê re got: Hûûûû, hoooo li mala bavê te be, tiþtek bi wan ve tuneye, bes ma te nebihîstiye xwelî li serê, mane gurrî bûye sermiyan!! Feqîra pepûkê rabû got: Way liminê way li minê, ma naxwe bê kes ji mala bavê te nemaye û gund bûye kavil û wêran!!
Îja bi xwedê ev halê meyi jî keko.
2- Li bajarê Amûdê dînek hebû navê wî Ismaîlê dîn bû. Go rokê ji birçîna derbasî hewþekê bû û ji kevanya malê xwarin xwest. Rabû jinkê ji tirsa Ismaîlo û çîrokên wî bi pîrekare û nexasim mêrê wê ne li mal bû, sênîk mast û nanek li ber wî danî. Piþtî ku Ismaîlo bi kerb ber bi sênîkê ve qedimî, jinikê banê kirê: Ismaîl, xwedê hiþto ti wê sênîka mast nerjîni! Ismaîlo bi kerb lê vegerand: Tu bala xwe bid vê þermotê, tiþtê nayê bîra mero jî tîne bîra me, û go terb nigê xwe li sênîka mast xist û rijand.
Îja gelî lotikvana, tiþtê nedihat bîra mero jî evana anîn bîra me.
3-Go carekê þêrek ji zozana daket berya Mêrdînê, yanî li derdora Amûdê nêzîkî tara bakur, û go rovîk heþa “ku mero dibê heþa bi dûr dikeve” ban þêr kir û jê pirsî: Mîrê min tu gelekî xurt i? Þêr got: Erê kuro ma tu çi dibêji? Rovî got: De ezê te girêdim û mi dî te xwe vekir! Rabû rovî çû mûyên terya hespa anî û her çar nigên þêr girê dan. Rabû þêr ban rovî kir û jê pirsî: Birako navê te çiye? Rovî lê vegerand go navê min çirto ye. Þêr kir nekir nikarîbû xwe vekira. Piþtî demekê rovîkî din di wir re derbas bû dît ku halê þêr pir xerabe. Rabû jê re got: Mîrê mîra bide min bextê pîra, ezê te xelaskim ji vî halê xerab û rabû rovî bi dirana þêr vekir. Þêr ban wî jî kir go: Birako îja navê te çiye? Rovî lê vegerand go navê min virto ye. Rabû þêr got: Tifî li vî halî be û li vê dema ku çirto me girêde û virto me veke! Bi xwedê îja ev hal û dema meyi jî birako!!!!!
4- Go carekê sê ga, yek sor, yek reþ û yek sipî, li çolekê tev gîha û kanî diçêrîyan. Gurek di wir re derbas bû, li wan baþ nerî û ji xwe re got: Bi xwedê ez bi hersiya bi hevre nikarim. Rabû çû cem wan, silav li wan kir û ji wan re got: Hûn wek destbirak min qebûl nakin? Rabû hersiya bi hevre bi dilekî paqij û piþtek rast jê re gotin: Ev çol û beyar têra me û te teva heye birako!
Go rokê gayê sipî ji wan dûr ket, rabû gur berê xwe da herdû gayê din û ji wan re got: Gelî bira, zivistan bi ser me de tê û em ditirsin mêrga me têra me neke, a baþ ku ez gayê sipî bikujim. Rabû gotin: Birako tu zani! Rabû gur çû gayê sipî kuþt û xwar. Sê çar ro derbas bûn, gur dîsa birçî bû. Vê carê berê xwe da gayê reþ û jê re got: Ev gayê sor rengê wî beloq e, û ez ditirsim dijmina bi me bihisîne. Buhar hîn dûr e, a baþ ez wî jî bikujim!
Rabû gayê reþ jêre got: Birako tu zani! Rabû gur gayê sor jî xwar. Piþtî du sê roja, gur dîsa birçî bû û çav di serî de sor bûn, bi kerb berê xwe da gayê reþ û jêre got: Îja dora te hatiye birako! Gayê reþ bi tirs û melûlî jê re got: Birakê gur, mane me soz û peyman daye hev, ma tê çilo min jî bikuji?
Rabû gur bi xurtî lê vegerand: Birê min, tu ne îro miriye, roja gayê sipî mir tu jî mir! Rabû ew jî xwar.
Îja wilo bi serê me jî neyê gelî lotikvana? Qulek di siyasetvana, sed rehme jî li dê û bavê xwendevana!!!!!!!!!!!!!
Rewþa Dil
21/03/08-
Dil naraweste divê biçe
Bêrya te kirîye
Bê hews û bêzare dil
Mijankê te tîrin
Kevan birhûne
Nêçîrvane cavê dil
Hestên min bi axa te stirane
Xwîna min bo jîna te nîþane
Bê tebat û kurpe kurpe dil
Riyên te li rûkê min xweþ vedane
Evîna te li min barekî girane
Tucar nayê xwar
Reh berdaye dil
Feryad û gazîyên te li çav girîne
Êþ û ahînên te li hiþ ronîne
Çibkim di evê çaxê
Bê çareye dil……
Yekîtiya êþ û dozê, pirbûna çîrok û gotinê
Rewþ û name-3
18/03/08-
Gelî bira.. Ne veþartiye ku miletê me di Kurdistana Sûrî de hîn di qonaxeke bindestiya netewî de ye. Yanî, hîna tê êþandin ji ber ku Kurd e. Berxwedanê dike ku nasnama xwey netewî biparêze. Emê di van çend xalên jêrî de rewþa vê bindestîyê û hin ji rengê zilm û zora ku li ser miletê me tê meþandin binivîsin. Di pêre li ser pirbûna çîrok û gotinê bipeyivin..
1-Hûn dizanin ku ne hêzên miletê me bawerya xwe bi hebûna me naynin. Yanî, ew ferqê naxin navêna vê partyê yan partiya din. Ji ber wilo jî me Kurda tevdî ji piþikdarîya di desthilatdariya Sûrîyê de bêpar dikin. Me ji wezîfê bilind bêpar dikin. Kesî ji me nakin wezîr yan sefîr û ne jî rêdidin xortên me ku di ekademiyatên eskerî û siyasî de bixwînin. Ger em bala xwe bidênê, ji destpêka çêbûna Sûrî de û ta roja îro kesên ku îdara deverên me dikin ji parêzgehên din in. Pirên wan þofînî nin. Ji ber wilo jî deverên me di warê civakî û abûrî de li paþ manin .
2-Birano…Hûn li seranserî deverên Kurdan binerin, bingeha pêþketina abûrî hûn nabînin. Çi ji alyê riya de be, çi jî ji alyê taqa de be, wek kareba û petrolê. Heta nuha karxane li deverên me çênekirine. Wilo jî nahêlin ku xelk bi perên xwe karxane û dezgehan vekin. Nahêlin bi serbestî cotkar û xelk li gora mesleha xwe çandinîyên xwe bikin. Wan diperitînin, bi bertîla û bi bizrê buha, bi kirîna erzan û bi dizîya eþkere. Bi çi hawî be dixwazin deverên me li paþ bimînin û xelk ji neçarî bi çola kevin.
3-Mixabin pir þerme ku em ketin qirnê bîst û yekê û zarokên me nikarin di dibistanan de bi zimanê diya xwe bixwînin. Ya pir xerab heta nuha televizyonek ezmanî bi zarê me Kurdê Sûrî tuneye. Dîsan bi çi hawî be þerê rewþenbîrî û xwendina me dikin.
4-Ev jiyana pir zor ku xelkê me tevde têde dijîn, bûye sebebek ku bi hezaran ji malên Kurda li bajarên xelkê dibin penaber û çi karên kirêt ku henin ji neçarî têde diþuxulin.
Birano … Bi rastî îro xelk ji birçîna dimrin. Mirna wan yan civakî ye, yan mirovatî ye yan jî mirna birra ye. Wek hûn zanin nijadperesta erdê me ji me stendin û dan Ereba û bi sed hezaran bê nifûs kirin. Ew kirin di welatê wan de kirin xerîb. Wilo jî bi hezara ji xort û qîzên me berê wan dan riya çûn û nehatinê. Tevî bi deh hezara ji xelkên me li kolanên Ewrûpa winda dibin.
Gelî bira.. Ger em êþa miletê xwe tevdî binivîsin, bi dehê rûpela xelas nabe. Lewra em dikarin bi kurtî bêjin; ger partiyên me û siyasetvanên me gotina xwe nekin yek, ew jî dibin þirîkên zordara û gelê me wê di rojek firehyê de wan tevî stemkaran rêþke.
Ger em bala xwe bidin pirogramê partiyên Kurda li Sûriyê, emê bibînin ku tevde yek nerînê dibêjin û yek dozê dixwazin. Karê di ber nerînên xwe de dikin wek hev in. Guh nedin çend hebê ku zirtê bi derewa dikin yan ji xwe re bi þor û gotina dilîzin. Xelkê bi me dikenînin. Tevî ku bawerîk li ba miletê me çêbûye dibêjin ku ên naxwazin mala Kurdî bi yek be, hin ji endamên serokatiya partiyên Kurdan in. Ên ku ketinin kula þexsên xwe û di tarîyê ji partiyên xwe re bûne rêber.
Ma heger ne wilo be ma gelo çima þerrê hev ê siyasî dikin, di belavokê xwe de bê fedî li ser hev diþtexilin û hevalên xwe wek dîka dixin pêxîla hev !?
Di dawî de.. Ji her Kurdekî dilsoz tê xwestin ku dengê xwe bilind bike û bêje: Madem êþ û doza me yek e, divê gotin û çîroka me ya siyasî jî yek be…..!
Dûrbûna rewþenbîrên Kurd ji xebata siyasî
(Rewþ û name-2 ) 17/03/2008
Ev çîrok dibe ku
bibe sebeba lipaþketina biryara siyasî Kurdî û helbet bûye
sebeba qelsbûna karîn û imkanatê tevgera siyasî Kurdî.
Bi tevayî ji aliyê karê berçav wek vekirina telefizyonekê ji Kurdên Sûrîyê
re . Û wek çêkirin û sazkirina komel û dezgehên civakî
û bajarvanî ji miletê me re. Gelî bira, Rewþa cîhanê di warê siyasetê de pir alûz bûye. Lewra hilgirtina barê doza me ji erk û wacibê her Kurdekî ye. Yanî, tu kes di vê meselê de nabe xwe li paþ bihêle, ji ber ku xelasbûna miletê me mesleha her yekî ji me ye. Wek hatiye zanîn ku bingeha kesê siyasetkar rewþenbîrî ye. Lewra xwedîtina kesê rewþenbîr di ser siyasetkaran re wê bi çi rengî bê qebûlkirin? Yan gava kesê rewþenbîr dûrbûna xwe ji siyasetê û ji partiyên Kurda re bibîne, gelo rengek ji serbixwebûnê ye û dikeve xizmeta rewþenbîrîya Kurdî de!? Na na gelî bira! Ev rengê serxwebûna selbî þaþ vedigere ser rewþenbîrî û zanebûna Kurdan û li ser rêbertî û siyaseta miletê me. Biryara Kurda di nav destê nezanan de dihêle. Tevî rêz û hirmet ji hemû xebatkarên ku îro ev barê giran li ser milê xwe hilgirtine, di dawî de em dikarin bêjin ku miletê me di çaxê xelasbûna netewî de ye. Lewra ji her kesî tê xwestin ku di vê xebatê de piþikdar bin.Maldar derbasî nav partiyan bibin, alîkarîya madî bê qisûrî bikin. Wilo jî ji nivîskaran tê xwestin ku di siyasetê de bixebitin û bê teredid li pêþ bin. Wilo jî çi textor yan ekadîmî bin, divê di jiyana miletê xwe de ne selbî bin û ne bê armanc û nerîn bin, kula wan ne tenê þexsê wan bin . Ji ber ku parastina emnê miletê me yê Kurd, pêþeroja zarokê miletê Kurdê Sûriyê teva ye..
Zimanê nivisandinê û xwendevan Rewþ û name
Dilyarê Xanê-16/03/08- Gelî bira, wek hûn dizanin dibistanên me tinenin, tîpên me ne wek ê Erebînin, zimanê me aniha ne ê kirîn û firotinê ye, rê li pêþiya belavkirinê girtiye. Zimanê Erebî ji xwendevan û gellek rewþenbîran re bûye ê rewþenbîrî û siyasetê. Lewra îro çi tê xwestin ji bo em zimanê xwe biparêzin? 1-Berî hertiþtî bi tîpên Mîr Celadet nelîzin û nekevin çîrokên vala. rêtengkirina li ber zimanê kurdî ne duriste. îro dema zanebûnê bilez dimeþe, cîhan di warê rewþenbîrîyê de bi serhevde dicive. Zimanê hêsan û sivik ew cî digre. 2- Birayên nivîskar, peyv û gotinên Kurdistana Sûriyê têxin nivîsandinên xwe ji bo nivîsandinên we bên fêmkirin û xwendevan bi zimanê diya xwe bêne girêdan. Yanî, çilo em dipeyivin wilo binivîsin ji bo em karibin zanebûn û siyasetê bi zimanê xwe bidin fêmkirin. Mixabin gelek nivîskar peyvên perçên dî ê Kurdistanê dixin nav nivîsandinên xwe tevî ku mana wan peyva di zarê me de hene. 3- Heger we ji zimanê Erebî tiþtek wergerand Kurdî, bela ew wergerandin di rêza zimanê me debe, ne di rêza xwendina zimanê Erebî debe. Hiþê me bi Kurdî diramîne, bela nivîsandinên me jî bi Kurdîya fêmkirî be ji ber ku armanca nivîsandinê li berxistina mirove. 4- Hûn bala xwe bidinê ji deh salan û virde gelek kovarên Kurdî li paþ ketin û nema tên xwendin. Ji ber hiþkbûna zimanê nivîsandina wan, dirêjaya gotarên wan û serhiþkiya nivîskarên wan. Lewra birano, divê em li gor rewþa xwe û rewþa pêþveçûna xwendevanên xwe binivîsin. Ne tenê em zanebûna xwe ji xwendevanan re bidin xwiyakirin û kes tiþtekî ji me fêm neke. 5- Bangek ji bo mamostên dersên Kurdî: Birano, xwendin û nivisandinê li ber þagirtên xwe giran nekin. Tîpan li wan pir û belav nekin. Wan nexin girîneka rêziman, bê fêde ye. Ji ber ku ew çilo binivîsin yan çilo bixwînin wê rast bin ji ber ku zimanê wan e . 6- Bangek ji bo mamoste û nivîskarên bi zimanê Kurdî: Hevdîtinan ji xwe re sazkin û li ser van xalan û xalin din bisekinin. Ji ber ku wext derenge û xwendevanên Kurdî kêm dibin, xelk dixwazin zû berheman wergirin . Zimanê xwe daxin warê bikaranînê û jiyana xelkê ya rojane.
|