Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

 

Dr. Mihyedîn

 Baweriyên di derbarê þekir de tevlihev bûn

Ji aliyê herkesî ve tê zanîn ku þekir kîlo çêdike. Lê lêkolînekê derxist holê ku þekirê dikeve nav çay û qahwê rîska qelewbûnê dikare kêm bike.Li Kopenhagenê bi lêkolînek ji aliyê Nexweþxaneya Bispebierg bi 5200 kesan re hat kirin diyar bû ku kesên çay an qahwa xwe bi þekir vedixwin kêmtir obezin û bêtir zindî ne. Serokê lêkolînê Prof. Finn Gyntelberg dibêje ku, „ger di rojê de 5-6 fîncan çay an qahwê her carê bi 2 þekiran re bê vexwarin, rîska kîlostendinê ligor ew kesên ku vexwarinên xwe bê þekir vedixwin ji sedî 40 kêmtir dibe.“

Derew nayê veþartin

Ger hûn di famkirina derewan de zahmetiyan dikþînin û ev jî ji we re serêþiyan dike wê gavê vê nivîsê bixwînin. Hin îþaretên derewan hene ku mirov didin dest. Li hereketên mirovê bi we re diaxife binêrin, þiklê axaftina wî an kenê dike bê ku hay jê hebe wî bi we naskirin dide.

Psîkolog Derren Brown îdia dike ku bi teknîkên psîkolojîk dikare ramanên mirovan bixwîne û dibêje: “Bedena me di derbarê ku em xwe bi rastî jî çawa his dikin delîla dide.  Ger hûn zanibin lêbinerin, hûnê ji hereketên bedena kesekî bi rehekî têderxin ku rast an derew diaxife. “ Nivîskarê pirtûka “Zimanê bedenê” Allan Pease jî îdia dike ku zimanê bedena mirovan ramanên wan yên rast radixe ber çavan.

Hûn jî bi pêþniyarên Brown û Pease dikarin tê derxin ku çi di serê mirovê li himber we derbas dibe.

VEÞARTINA DEST: Gava em bi kesekê/î re samîmî bin, em destê xwe venaþêrin û kefa dest ber bi jor dizîvire. Lê wexta em derewan dikin em destê xwe dixin bêrîka xwe an li paþiya xwe vediþêrin.Gava mirov bi gavekê be jî bide pêþiya hevala/ê xwe dibe ku mijara axaftinê wî nerehet dike.

XURANDINA POZ: Xurandina poz klasîk îþareta derewên mezin e. Gava mêr rastiyekê vediþêrin an derewa dikin bi îhtimalek mezin destê xwe dirêjî çav, guh û lêvên xwe dike. Beden bi vî awayî li dijî derewan radiweste û reaksiyona xwe eþkere dike.

 KUXANDIN: Wexta we pirsek ji yekê/î re kir û berî ku dest bi gotinan bike bi kuxik bersîva bide, ev ne îþaretek ji xêrê re ye. Kuxandina derewîn yek ji teknîka xapandina klasîk  e. Beden li himber derewan liberxwe dide. Kuxik an paqijkirina qirikê jibo kirina derewa þansê dide mirov ku wextekê ji xwe re qezenc bike.  

XWÊSIYA XWE DAQURTANDIN: Yek ji metodên reaksiyona bedena me ya li dijî derewan ew e ku qirik di bicîhanîna foksiyonên xwe de dijwariya dikþîne. Ev jî axaftinê zor dike. Ango gava yek derewan dike, jibo ku peyvan ji qirika xwe derxe derve liser hevdu xwêsiya xwe dadiqurtîne û lêvên xwe dialêse.

 HEREKETÊN ÇAVA: Di vê mijarê de tiþtê hûn bikin gelekî basît e: Pirsên ku hûn bersîvan zanin bikin. Mesela navê xwarina ku rojekê berê we bi hevdu re xwaribû yan wek ku nayê ser hiþê we, navê kesekî hûn herdu jî baþ nasdikin bipirsin. Gava bersîv dide an jibo bersîvdayînê difikire, biþopînin ku çav ber bi ku diçe, li ku dinere. Gelek mirov piþtî ku derewek kir çavên xwe ber bi jêr berdidin.

LEZA AXAFTINÊ: Hevala/ê we hebo hebo diaxife an dilezîne? Ligor pisporan mirov çiqasî zû diaxive hûn dikarin ewqasî zêde þik bikin ku derewa dike. Mirov zen dike ku gava zû biaxife wê karibe derewên xwe baþtir veþêre.  

CÛRÊ KEN: Gelek mirov piþtî ku derewekê dikin rehet dibin. Bandora vê rehetiyê li dengê wê/î jî dike. Bi dengekî bilind û kêfxweþ dipeyive. Jibîr nekin ku kesekî derewa dike rehet nikare nefesê bistîne, bîhn lê diçike. Wexta di bin tehdayiyekê de be mêr ne ji zikê xwe lê ji sînga xwe nefesê distîne.  

 

Xwarinê hêdî bixwin û zeîf bibin

Xwarina xwe bê lezandin, hêdî hêdî bixwin û xwe ji kîloyên xwe yên zêde rizgar bikin. Hêdî xwarin him dihêle ku mirov xwe kontrol bike û him dibe sebeb ku tahmê ji xwarinê bistîne. Piþtî destpêkirina xwarinê mekanîzmeya kontrolkirina birçîbûnê jibo ku xwe têr his bike piçekî wext divê. Pir caran û hindik bixwin û nehêlin ku hûn xwe pirçî his bikin.

Xwarinê liser piyan nexwin, rûnin û xwe fêrî xwarina hêdî bikin. Di orta xwarinê de ger êdî hisa we ya birçîbûnê derbas bûbe, zorê nedin xwe û ji ser sifreyê rabin. Ger xwarina we gelekî xweþ be jî vêya biceribînin.

Liser sifrê bila bala we tenê ne liser xwarinê be. Kevçî û çetelê we bila her ne di destê we debe; hewl bidin wan deynin ser sêniyê. Wexta hûn tenêbin xwarinê nexwin, jiber ku mirov gava tenê dixwe zû bi zû têr nabe.

 

Di amadekirina xwarinê de hin tiþtên balkêþ

 

Pisporên tenduristiyê bala we dikþînin ser van xalên jêrîn.

 

-Sebze û fêkiyên ku we kirîn berê biþon û dûvre hûr bikin. Heger berî þûþtinê hûn wan hûr bikin û piþtre wan biþon,ew bi oksîjenê re temasî hev dikin û C wîtamîna wan kêm dibe.

-Gava hûn baqilan (fasûlî,nok,nîsk û.w.d) dixin nav avê û wan þil dikin (dinimînin) ava li ser wan nerjînin. Ji ber ku, gava ew dinimin, B wîtamîna wan dikeve nava avê. Wê avê nerjînin lê hûn karin pê xwarinekê din çêkin.

-Gava we meqerna keland, ava li ser nerjînin. Ava wê qenc bipîvin û bila di ava xwe de bikele û wê avê bikþîne. Yan B wîtamîna di nava meqerna de kêm dibe.

-Gellek kes birincê di nava rûn de diqelînin û piþtre dikelînin. Ev ne rast e.Gava birinc tê qelandin proteînên wê winda dibin.

-Nehêlin goþtê qeþagirtî di ciyê germ de dawerive û nerm bibe. Berê goþt têxin ciyekî cemidî - wek jêra sarincê - û bihêlin di wir de dawerive. Gava goþt qeþa xwe berda û nerm bû divê hûn wî goþtî dîsa nexin qeþanê. Wîçaxî wîtamîna xwe winda dike û dibe sedema zêdebûna mîkroorganîzmên bi zirar.

-Zeleta ber xwarinê divê bi xwarinê re bê amadekirin û ne berî xwarinê. Heger zelete berî xwarinê bê amadekirin û veþartin wîtamîn jê kêm dibin. Lîmon û xwê'ya zeletê dawiyê têxin nava wê.

-Ava ser mast nerjînin. Di vê avê de proteîna "rîboflamî" hete û ev proteîn ji bo tenduristiya meriv pir pêwist e.

-Heger hûn dixwazin birinca we spî û liblibî be, pênc-þeþ dilop ava lîmonê berdin nav.

-Heger hûn naxwazin bêhna qelandina goþt têkeve hundurê malê, hinek Caferî (beqdûnis) bavêjin nav rûnê qelandinê.

 

  Zingîniya guh

 

Car caran xuþînî û zingînî ji guhên meriv tê. Karakter û xurtbûna vî dengî çi dibe bila bibe, bi gelemperî ji zingîniya guh re "tînnîtus" tê gotin. Zingîniya guh bi serê xwe ne nexweþiyek e. Nêzîkî %30 însanî car caran ji zingîniya guh gazindar in. Ev deng piraniya caran ji ber xweve winda dibe. Zingîniya subjektîf li derûdorê nayê bihîstin lê a objektîf ku, ji livandina bazû (kas) yên guhkê navîn tê, gellek caran ji alî merivekî nêzîk de tê bihîstin. Destpêk û windabûna zingîniya guh ne kifþ e. Carna ew deng heta bi mirinê berdewam dike û carna jî ji ber xweve winda dibe û diçe. Hinek sedemên zingînî yan çingîniya guh ev in:

-Xwîn baþ nagere û ev bandorê li guhê tenik dike û dibe sedema kilsgirtinê.

-Hem tansiyona bilind û hem jî a nizm dibe sedema zingîniya guh

-Hestiyên guhê hundirîn kils digrin

-Nexweþiya þekir

-Gava damarên xwînê teng yan fireh dibin

-Nexweþiyên damarên ser û stûyê meriv ku nahêlin xwîn baþ bigere

-Deprasyon û stres jî gelek caran dibe sedema zingîniya guh

-Qîrewîr, trafîk, dengê mekîneyên kar jî gelek caran dibin sedema çingîniya guh. En deng carna di xewa þevê de jî berdewam dikin.

  Heger zingîniya guh ji niþkê ve derkeve holê, zêdeyî du rojan bajo û bibe sedema sergêjî û serêþiyê, divê meriv  zû xwe bighîne ser Doktorekî û li xwe bipirse. Yan ev kare bibe sedema kerrbûnê.

 

  Apandîsît

 

Li gor îstatîstîkan, ji kesên ku ji ber apandîsîtê serî li nexweþxanan dixin, sedî 40 ê wan zarok in. Bûyerên apandîsîtê bi piranî rastî demsala havînê tên. Zarok gelek caran ji êþa navê gazindar in. Ji bo vê jî meriv zêde guh li wan nake û dibê qey tiþtekî normal e. Lê divê em zanibin ku, ji du salan û pêde her zarok kare êþa apandîsîtê bikþîne. Apandîsît hem berfireh û hem jî bi tirs e. Piþtî êþa wê bi 12-36 seetan go operasyon çênebe, apandîsît kare biteqe û di xavka zik de înfeksiyonê belav bike, Ev bûyer ku, jê re "perîtonît" tê gotin, kare bibe sedema mirinê. Kesê ku apandîsîta wî biteqe xwîna wî jehrî dibe û mirina wî an wê ne dûr e,

  Apandîsît wek tiliyekê di serê roviya qalind de çêdibe û tu erkek wê a taybetî tuneye. Sedema çêbûna wê nayê zanîn. Tê texmînkirin ku, piçek xwarin di apandîsîtê de dimîne, ew dibe sedema înfeksiyonê (îltîhabê). Zarokên ku, nava wan dêþe û esirî (qebiz) bûbin, tu dermanê esirbûnê nedin wan. Dibe ku apandîsît bi wan re hebe û ev derman li wan neyê.

 Dema kamilbûnê 

Kesên ku operasyona apandîsîtê derbaskiribin divê li van tiþtan miqatebin:

-Heger agir (temperatur) di ser 40.î re be û ev zêdeyî rojekê bajo,

-HeDi dema kamilbûna keç û qîzan de teþhîsa apandîsîtê zehmet e. Qîzên kamilbûyî; ji ber ku, di wan deman de problemên wan yên cinsî destpêdikin û nava wan tim dêþin, gava agrê wan zêde be û verþin bila zanibin go ev nîþanek ji yên apandîsîtê ne. Gava teþhîsa apandîsîtê hat danîn divê zûtirîn operasyona wê destpêbike. Di dema îroyîn de tu tirs û tehlûka operasyona apandîsîtê nemaye. Ev operasyon di navbera 30-60 deqîqan de temam dibe.

ger ciyê operasyonê bêþe û ev êþ piþtî operasyonê 4-7 rojan bajo, dibe ku înfeksiyonê destpêkiribe.

-Verþandin ê êþa navê

 

 Di vê rewþê de divê meriv serî li Doktorekî xîne.

 

Ji erdê  Tenduristî  dipijiqe

 

 

   Sebzeyên ku, di bin axê de çêdibin, dermanê gelek nexweþiyan e. Petat (kartol), pîvaz, sîr, gêzer, tivir, pincar û.w.d ku, di bin axê de digihên, ji bo nexweþiyên wek: qerimandina damaran, westana mêjî û pençeþêrê ( kanser) pir baþ in. Ji alî hesin, mîneralên calsiyûm, wîtamîn û proteînan ve gelekî dewlemend in. Di wan de wîtamînên wek E, A, C, B2, B6 hene. Kêmaniya van wîtamînan dibin sedemên nexweþiyên mîna; kêmxwînî, aloziya çerm, alozî û xirabûna rist'a xwarin û esabiyê. Ji ber vê jî divê sebze, fêkî û hêþînayiyên ser erd û bin erdîn gelek bên xwarin da ku, laþ û bedena mirov karibe xwe li dijî nexweþiyan biparêze û li berxwe bide. 

  Petat (kartol)

  Petat ku, kaniya niþadir (nîþasta) ê ye, ji bo nexweþiya þekir baþ e û têhna meriv diþkîne. Ew ji bo aþik (mîde) ê û ulsera roviyan jî baþ e. Petat ji bo kezebareþ, li dijî damarhiþkbûnê û ji bo hin nexweþiyên din jî tê pêþniyaz kirin.

  Gêzer

  Gêzer ji alî wîtamîn û mîneralan ve pirr dewlemend e. Li dijî nexweþiyan alîkariya berxwedana lêþ dike. Ji bo çavan baþ e. Li dijî nexweþiyên çerm alîkariya laþê meriv dike. Ji bo zarokan pirr baþ e.

 Pîvaz

  Ji ber bêhna wê gellek kes wê naxwin. Lê pîvaz jî kaniya wîtamîna C ye û li dijî mîkroban alîkariya berxwedana bedena meriv dike. Ji aliyê din li dijî damarhiþkbûnê, zekem, astim û grîbê jî bedena însên diparêze. Wekî din, pîvaz di xistina kevir û qûma gurçikan de rolekî girîng dilîze. Alîkariya mêjî dike go neweste û wekî din ji bo mêraniyê jî fêda wê heye.

 Pincar

  Pincar li dijî nexweþiya þekir û li dijî jana zirav (verem, tuberculoz) bedenê diparêze.

Ji bo xebata kezebareþ û kêmxwîniyê baþ e.

 Sîr

  Tansiyonê dixe, xwînê paqij dike û li dijî zêdebûna bakteriyan baþ e. Ji bo pençeþêrê (kanser) jî tê pêþniyaz kirin.

Þelim (þalgam)

  Ji bo êþa hestî, xistina kevir û qûma gurçikan baþ e. Kezebasor (sorsork) paqij dike û li dijî înfeksiyona gewrî û qirikê baþ e.

Tivir (turp)

  Ji bo balkiþandin, paqijiya zirav û ji bo xwir'ê (îþtah) baþ e. C wîtamîn tê de pirr e, li dijî zêdebûna mîkroban bedenê xurt dike.

 Hêþînayî (sebze)

Di hêþînayiyan de kalorî kêm in. Ji ber go ji %97 ên wan av in. Di nav wan de bi tenê kartol (petat) û cûreyên baqilan mustesna ne. Giranbuhayiya sebzeyan ne ji ber kaloriya wan lê ji ber têrbûna maden û wîtamînan e. Piraniya maddeyên bi azot yên sebzeyan proteîn in. Karbonhîdrat di wan de kêm e. Sebze klorofîlê pêk tînin. Di nava vê de hinek maddeyên boyaxê (rengan) hene. Yên ku tam û xweþbûnê didin sebzeyan maddeyên aromatîk in. Sebze di dema kelandinê de guhertinên kîmyawî pêk tînin. Proteînên di nava wan de dinepixin. Niþadirên wan perçe dibin. Di dema kelandinê de piraniya maddeyên wan yên mîneral xwe bera nav ava kelandî didin. Ji ber vê jî divê ev av neyê rijandin. Rûn û tewaþê ku meriv dixe nav xwarina sebzeyan kaloriya wan giranbuhatir dike.

 

   Fêkî

Fêkî di xwarin û di geþbûna laþê meriv de ciyekî girîng digrin. Li gor cûre û kemla xwe tên guhertin. Tam û xweþbûna wan ji ber asîta wan e. Aroma wan ji rûnê wan ê eterîk pêk tê. Malzarên (hucre) wan jî wek yên sebzeyan ji selluloz, pektîn û pektozanê çêdibin. Di fêkiyan de þekir û proteîn pir e. Ew ji alî wîtamîn û madenan de jî dewlemend in. Ji ber vê jî kaloriya wan zêde ye.

  Gwîz (Gûz)

Di gwîzê de gelekî tewaþ (rûn) û proteîn heye. Kîloyek gwîz 7 hezar enerjiya kaloriyê dide. Kîloyek gwîz beramberî 3 kîlogram nan, 4 kîlogram hûrgoþt, 10 kîlogram goþtê Mirîþkan yan jî 14 kîlogram petat e. Tewaþê gwîzê ji asîtên tewaþê xam pêk tê. Ji ber vê jî, di astengkirin û

rêlêgirtina kolesterol û hiþkbûna damaran de rolekî girîng dilîze.

 

Dermanê Depresyonê:  Masî

Di Masî de asîta tewaþê Omega 3 heye. Masî û tebayên avî ji alî proyeîn, tewaþ û wîtamînan ve dewlemend in. Tewaþa Omega 3 jo bo depresyona mirovan baþ e. Bi taybet, goþt û tewaþa Masiyan ji bo nexweþiya damarên dil gelekî fêdekar e. Di Omega 3 de asîtên EPA (eikosapentaeonik) û DHA ( dokosaheksaeonik) hene. Ev asît si masiyên qelew de (yên bi rûn) peyde dibin. Ev asît wek heb'an li dermanxanan jî tên firotin. Ji aliyê din divê ev tiþt neyê jibîr kirin; tewaþê Masiyan Omega 3, bandorê li pîr û kalbûnê zûtir dike. Ango; kesên ku zêde vê asîtê dixwin, zûtir pîr û kal dibin. Ji bo vê jî di heb'ên ku, li dermanxanan tên firotin de, wîtamîna E jî heye. Wîtamîn E vê pîr û kalbûnê radiwestîne û rê li ber digre. Ji bo vê jî divê em gelekî Masiyan bixwin lê pê re jî wîtamîna E bistînin.  Omega 3 kolesterola erênî - a baþ - bilind dike û tansiyonê dixe, nexweþiya damarên dil kêmtir dike. Ji aliyê din rîsk'a kanserê jî kêmtir dike. Ji bo mezinbûn û pêþketina bedenê fêdekar e.

 Qehwe

Li gor tê gotin, qehwe ji Afrîkayê belav bûye. Qehwexaneyên pêþîn li Qahîreyê di sala 1511 an de hatine vekirin. Qehwe mêjî zindî dike û westanê dibe. Maddeya ku, vî tiþtî dike, kofeîna go di dendika qehwê deye. Ev madde xebata dil xurttir dike û tansiyona xwînê bilind dike. Alîkariya aþik û roviyan dike.  Bandora (tesîr) qehwê bi þîr kêmtir dibe. Ji ber ku, þîr kofeînê digre û nahêle, go ew bandorê li lêþ bike. Di qehwê de ev madde henin.

av        2.6%          Azot 13.9%    Kafeîn  1.24%   Rûn   14.4%   Þekir  2.8%   Dextrîn   1.3%   Tanen  4.6%  reh (lîf)  23.8%   xwê   3.9%

Gava qehwe tê qelandin kêmav dibe. Karbonhîdrat û asît jî jê kêm dibin. Lê rewþa maddeyên Azotî û kofeînê nayên guhertin. Karbonhîdrat dikevin rewþa karamelê û ji ber vê jî rengê qehwê esmer dibe. Tîþtê ku aromayê dide qehwê rûnê qehwê ye. Kofeîn navenda rista (sîstema) mêjî hiþyar û zindî dike, rehên xwînê yên dil firehtir dike û xewê direvîne.

 Çay

Du cûreyên çayê hene. Çaya reþ û çaya kesk. Gava pelên çayê li ser êgir bê hiþtin reaksiyona wê tê guhertin. Asîta wê kêm dibe, maddeya flobafon tê holê û çayê rengê xwe yê kesk diguhere û reþ dibe. Alkola di nava  çayê de Kofeîn û Tanen e. Aroma wê di dema kelandinê de ji rûnê wê yê aromatîk pêk tê. Çaya ku, bi ava bi kils bê kelandin, tama wê xweþtir e. Asîta di nava çayê de ji bo navêþê (virik-îshal) baþ e. Virikê radiwestîne. Giraniya kofeîna nava qehwê û çayê weke hev e. Lê bandora qehwê ji a çayê girantir e. Ji ber ku, asîta di nava çayê de, di aþika meriv de zûtir li lêþ belav dibe. Çayê ji bo nexweþiya aþik û roviyan baþ e. Di maddeya pelên çayê de %3 proteîn heye. Maddeyên azotî  %20-40 in. Di çaya kesk de %17 û di çaya reþ de jî % 12 maddeya tanen peyde dibe.

 Kakao 

Fêkiyê dara kakaoyê ye. Libên kakao jî wek yên qehwê berê tên ziwakirin û piþtre jî tên qelandin. Piþtî qelandinê ew tên hêrandin û jê ardê kakao çêdibe. Çîkolata ji vî ardî tê çêkirin. Di kakaoyê de av, maddeyên azotî, teobramîn, rûn, glîkoz, niþadir, reh û xwê hene. Ji %58 ê kakaoyê rûn e. Maddeya wê Teobramîn e. Bandora vê maddeyê ji a kofeînê kêmtir e. Di kakaoyê de kalorî zêde ye.

 Alkol

Alkol ji niþadir û þekirên maddeyên xwarinê tê bidestxistin. Þarab û araq ji þekirê trî, bîra ji þekirê ceh û konyak jî ji niþadira petat û libên baqilan tê bidestxistin. Gava alkol hindik tê vexwarin, rehên xwînê fireh dibin û laþê meriv hinekî germ dibe. Lêxistina dil xurttir dibe, frênên giyanî sist dibin û hêz û hunerek sexte bi meriv re çêdibe. Sextebûna vê hêz û hunera alkolê di pêþerojê de dibe sedema zêdetir vexwarin û alkolîkbûnê. Her çiqasî firehbûna damarên xwînê di destpêkê de germiyekê dide laþ û çermê meriv jî lê, piþtre hunera xwe a guvaþtinê a li dijî sermê winda dike. Ji ber vê ye ku, kesên serxweþ, zûtir sermê digrin û nexweþ dikevin. Alkol ji bo hemû lebatên (organ) meriv jehrî ye. Bi taybetî jî dil, kezeb, mêjî û damar dikevin tehlûkê. Di alkolîkan de sîroza kezebê û nexweþiyên damarî zêde ne. Xisara mezin jî giyan û karakter (kesayetî) dibînin û exlaq jî pê re xirab dibe. Alkol di laþ de diþewite û dibe kalorî. Ev þewt pirr zû çêdibe û ji ber vê jî laþ, ji vê enerjiya han fêdê nastîne. Fêdê jê bistîne jî jê re pirr buha mal dibe. Mirovê alkolîk nikare tevgera xwe kontrol bike. Ji vexwarina zêde kare felcî jî çêbibe. Reh û damarên xwînê zûtir hiþk dibin. Di aþikê de înfeksîyon çêdibe. Kezeba reþ tê guvaþtin. Malzar'ên (hucre) nêranî û mêyîtiyê zirarê dibînin. Ji ber vê zarokên ku çêdibin jî karin di bin bandora alkolîzma dê û bav de bimînin û ev nexweþî ji mezinan derbasî piçûkan bibe. Alkol bandorekê mezin li ser giyanê meriv dike. Exlaq jar dibe, þewqa xebatê kêm dibe û namîne. Dêhnbûna alkolê (korsakof) bi lerizîna destan destpêdike. Nexweþiya korsakof mêjî jar û bêhêz dike. Tirs destpêdike û xewn û xeyalên ecêb tên dîtin. Kesên ku alkolê vedixwun divê trimbêlê najon. Alkol kontrol û dîtinê kêm dike.

 Tûtin (Nîkotîn)

Gotina Nîkotînê ji Nîkot hatiye girtin. Nîkot, balyozê (konsolos) Fransî ê Portekîzê bû. Vî kesî di sala 1570 î de tûtin çandiye û ew tûtin wek dermanê serêþê hatiye bikaranîn. Berê pelên tûtinê hûrdikirin û dikþandin pozê xwe. Ev di pêvajokê de bûye nûjenî (mode) û belav bûye. Piþtre di sala 1586 an de kiþandina pîpo (qelûn) destpêkiriye. Piþtre jî cixare hatiye kifþ kirin. Nîkotîna jehrî a di nava tûtinê de bi riya dev derbasî nava xwînê dibe. Bêhna wê jî  bi riya poz derbasî kezebê û ji kezebê jî derbasî nava xwînê dibe. Bandora mezin a nîkotîna tûtinê li malzara damaran dibe. Di van malzaran de berê brînê çêdike û dûvre jî dibe sedema felcê. Ji aliyê din nîkotîn, tadê dighîne rehên xwînê û wan xirab dike. Nîkotîn taqat û hêza laþ jar dike. Bêhnê diçikîne û ji dil re jî pirr xirab e. Cixarekiþandin dibe sedema krîza dil û kanserê. Kansera kezebê û a qirikê bi piranî ji nîkotînê çêdibe. Gelek kes bi îrada xwe nikarin û radestî cixarê dibin. Gelek jî zora cixarê dibin û devjêberdidin. Li cîhanê rojê bi hezaran kes ji ber kiþandina cixarê dimrin.

   Li gor lêkolîna 50 salî a Profesorê zanîngeha Oxford'ê Richard Doll, dixuye ku jiyana yên ku  cixarê dikêþin, j jiyana cixarenekêþan 10 sal kêmtir e. Piþtî lêkolînek dûr û dirêj derketiye holê ku, kansera kezeba sor (sorsork) û krîza dil, ji ber sedema cixarekiþandinê ye. Ji ber vê jî Prof. Richard Doll di 37 saliya xwe de dev ji cixarê berdaye. Li gor wî, devjêberdana cixarekiþandinê rîsk'a mirina bêwext kêmtir dike. Li gor wî ji destpêka lêkolînê û hetanî îro ji ber cixarekiþandinê li Cîhanê 100 milyon mirov mirine û ev hejmar di qirnê 21'ê de kare bighê milyarek'ê.

  Ji aliyê din li gor lêkolîna ku li Îngîltere'yê çêbûye, tê gotin ku li Îngîltere her sal 5 hezar Jin'ên avis ( bi heml) ji ber cixarekiþandinê ber davêjin û 1200 Jin jî bi kansera devê malzarokê dikevin. Li gor tê gotin, yek ji sedema bêdûndebûnê (zarokçênebûnê) jî tûtin û cixarekiþandin e. Li gor lêkolînê 1200 zilam ji ber cixarekiþandinê bêdûnde mane.

 Nargîle ji cixarê bi zirartir e

   Di van salên dawî de Nargîle kiþandin di nava xortan de bûye wek nûjeniyekê. Lê lêkolînên ku li ser Tûtinê tên kirin nîþan didin ku, kiþandina Nargîleyekê berberî 50 cixarê ye. li gora vê lêkolînê di kiþandina yek Nargîlê de 3 gram tûtin û 5 gram komir tê þewitandin. li ser hev, 2.25 miligram nîkotîn û 242 miligram partîkul madde dikevin laþê mirov. Ji bo vê jî di encama kiþandina yek Nargîleyê de nîkotîna ku meriv dikþîne nava xwe berberî nîkotîna 50 cixarî ye. Ji ber van zirar û nebaþiyên tûtinê jî pisporên lêkolîner pêþniyaza devjêberdana cixarê û Nargîlê dikin.

 Brîna reþ ( Pençeþêr - Kanser)

  Brîna reþ, ji malzaran (hucre) destpêdike. Malzar wek karxaneyek (febrîqe) piçûk e. Malzar ji xwarinê enerjiyê çêdikin. Ji bo vê bi cîh bînin, divê di nava malzaran de perçeyên pirr piçûk ku, bi mîkroskopên Elektronê tên dîtin, hebin. Ji van perçeyên piçûk re Mîto kondrî tê gotin. Gava Mîtokondrî xera dibin yan brîndar dibin, malzar nikarin oksîjenê bistînin û bi vê re dan û stendin çênabe. Ji bo vê jî malzar bêgav dimînin ku bê oksijen bijîn û li ber xwe bidin. Ev malzarên ku bê oksjen dimînin û li ber xwe didin, di nava demê de dibin sedema brîna reþ - kanser - . Malzarên ku ji van malzarên kanserê dizên jî dibin malzarên kanserê. Heta îro tu çareseriyek ji bo brîna reþ nehatiye dîtin. Derman'in henin ku pêþketina brîna reþ li paþ dixin lê wê bi temamî ji holê ranakin.

  Pisporên vê nexweþiyê li dijî vê nexweþiyê van pêþniyazan dikin:

1-) Gava yekem:  xwarina hêþînayiyan. Divê rojê 600 - 800 gram xwarinên bi niþadir û hêþînayiyên bi proteîn bên xwarin. Di nav wan de nan, birinc, meqerna, baqil, fasûlî, petat, fisteq û bindeq hene. Li gor pisporan, di nava hêþînayiyan de wîtamîn, mîneral û maddeyên din yên girîng yên li dijî kanserojenên kanserê hene û ev rê nadin ku, zû bi zû kanser çêbibe. Hêþînayîyên ku, kêm rûn û kalorîne, hem nahêlin ku kanser çêbibe û hem jî pêþiya kîlogirtin û qelewbûnê jî digrin.

2-)  Gava duyem : Xwarina sebze û fêkiyan. Divê her roj zêdeyî 400 - 800 gram cûrbecûr fêkî û sebze bên xwarin. Têrxwarina sebze, fêkî û hêþînayîyan %20 rîzîko'ya kanserê kêm dike. Bi taybet jî Þelim, Kundir, Gêzer, Firingî (bacanê sor) û cûreyên narinciyan ( pirteqal, lîmon, mandalîn, greyfurt û.w.d) li dijî kanserê bandorekê baþ dilîzin.

3-) Gava sêyem: Parastina kîloyan û jiyanek aktîf a fîzîkî. Kîloyên zêde û kêm rîsk'a kanserê zêde dikin. Ji bo vê jî li kîloyên xwe miqatebin û xwe bilivînin, tevgerê bikin. Heger hûn karibin, rojê seetekê bimeþin yan jî bibezin.

4-) Gava çarem: Tûtin û Alkol. Hem tûtin û hem jê alkol rîsk'a kanserê zêdetir dikin. Divê alkol zêde neyê vexwarin. Tûtin qet neyê kiþandin.

5-) Gava pêncem: Rûn û Xwê. Xwe ji rûn û xwêya zêde biparêzin. Ji xwe, di xwarinên pakêtkirî û hazir de xwê û rûn pirr e. Vêna jibîr nekin. Rûn û tewaþê zêde hem rîsk'a qelewbûnê zêdetir dike û hem jî ev qelewbûn dibe sedemek ji yên kanserê.

6-) Gava þeþem:Xwarina kevnikgirtî û þewitî.Xwarina kevnikgirtî - kufikbûyî - û a þewitî nexwin. Divê xwarin di sarinc'ê (buzdolab) de baþ bê parastin. Xwarinên ku wextê wan derbasbûne nexwin. Goþt û Masî zêde neqelînin, neþewitînin. Ji þewat û qelandina zêde maddeyên kanserojenê çêdibin. Heta ji we bê xwarina þewitî û zêde qelandî nexwin.

  Li gor pisporan, goþtê braþtî û qelandî di laþê meriv de malzarên kanserojenê çêdikin. Xazên jehrîn yên di nava komir û tupxazê de bi goþt ve dizeliqin û dikevin bedena meriv. Jib o vê jî pispor bale dikþînin ku, goþtê ku li ser komir û tupxazê tê braþtin û qelandin, neyê xwarin. Maddeyên xazê yên wek: karbonmonoksît, kukurtmonoksît û dîoksît’ê bi riya qelandin û braþtinê, bi goþt ve dizeliqin û dibin bedema meriv de kanserojenan çêdikin û dibin sedema kanserê. Li gor tê gotin, divê germiya agirê goþt 250 dereceyî derbas neke. Gava 250 derece derbas bû, îcar maddeyên kanserojenê derdikevin holê û dibin sedema gelek cûreyên kanserê. Jib o vê, gava goþt bê qelandin yan braþtin, divê ew 15-20 cantîmetre ji êgir dûr be da ku ev maddeyên kanserojenê sererast nekevin nav goþt û zêde bi zirar nebin.

  Hêþînayî, fêkî ,sebze û þaraba sor dijminên kanserê ne û rê li ber çebûna kanserê digrin. Heta ji we bê, xwe ji van xwarin û vexwarinan kêm nehêlin û li xwe miqatebin.

Allerjî

Allerjî zîzbûna lebatan a li dijî maddeyên biyanî ye. Ji van maddeyan re Allergen tê gotin. Hinek maddeyên di nava xwarinan de, derman û maddeyên ku bi hewê re dikevin nava Sorsorkê (kezeba sor) hinek ji wan in. Ev madde ji lebatan re biyan tên. Laþ li hember van maddeyan -dijmadde-yan diafirîne. Ji van dijmaddeyan re -Antîkor- tê gotin. Ev madde di lêþ de bersivên bi hinner (bi hêz) didin û ji pevçûna herdû aliyan allerjî çêdibe. Ne þerte go laþ allergenan ji derve bistîne. Carna mîkrobên ku, di laþ de bi cîh bûne û parazîtên di nava roviyan de jî, karin van allergenan bînin holê. Li dijî van maddeyan reaksiyona her lebatê ne wek hev e. Xirabûna hormonan û a aþik, rovî û kezebê jî gelek caran dibin sedema allerjî yê. Mîkrob (bakterî), acizî û qehr, guherîna demsal û hewayê jî hinek sedem in. Zekem, astim û.w.d (û wekî din) di vê beþê dene. Allerjî kare îrsî jî (ji malbatê derbas bibe) bibe. Hêk, masî, çîlek, þîr û toza hundurê malê hinek ji van allergenan in.

   Allerjiya toz'a çîçek û kulîlkan

Bi hatina demsala buharê re bi gelek kesan re zekem, hêsrên çavan, sorbûna dest û ruwan peyde dibe. Ji vê re allerjiya Polen tê gotin. Bi taybetî zarok di bin bandora vê allerjiyê de dimînin. Hinek alametê vê allerjiyê Piþkîn, Kuxîn, Herka Poz, Sorbûn û Þilbûna çavan in. Heger di dema xwe de ev allerjî neyê çareserkirin, kare bibe sedema înfeksiyona (îltîhap-elemgirtin) çavan, zekem û astima allerjîk. Di hemû allerjiyan de tehlûka herî mezin Þok'a anaflaktîk e. Ango, zehmetiyên bêhnstendinê ne. Ev zehmetî carna kare bibe sedema mirinê.

  Xweparastina ji allerjiya toza çîçekan (polen) zehmet e. Bi destpêka buharê re toza çîçek û kulîlkên daran û simbilên geya û çîmenan, bi hewê re dest bi firê dikin. Ev toz di hewa ziwa û bi bê re li her derê belav dibin. Bi piranî serê sibehê û berêvarî belav dibin. Ji bo vê, kesên allerjîk divê hay ji xwe hebin û heya ji wan tê di van wextan de zêde dernekevin derve. Heger kesên allerjîk zêde li derve mabin, êvarî gava hatin malê go karibin serê xwe biþon wê ji wan re baþ be. Ev þûþtin allerjiyê ji holê ranake lê kare bandora wê kêmtir bike. Çareserkirina allerjiyê zehmet e. Ji ber vê jî divê meriv têkiliya xwe ji  Doktor nebire û li gor þîretên wî tevbilive. 

 Bi xewê spehî bibin !

 

- Xew, dermanê xweþik û spehîbûnê ye. Çermê meriv li gor rojê, bi þev bêhtir xwe nûjen dike. Hucre û rehên (damar) meriv bi livbazî (aktîfî ) dixebitin û dikþin.

- Heger hûn dixwazin aþika (mîde) we newestandî û hêsan be, berî go hûn razên xwarina giran nexwin. Hûn karin þêraniyê bixwun. Ji ber ku, di þêraniyê de hormona bextewariyê, hormona Serotonîn  heye û ev hormon dibe sedema rehetbûn û vezilandina laþ û bejnê.

- Ji xwe re bernama xewê çêkin. Seeta razanê û a þiyarbûna serê sibê kifþ bikin. Heger hûn dixwazin bi þev xweþ razên, berî razanê hinekî tevgerên sporê bikin. Ev tevger bazûyên (kas) meriv vedizilînin û nerm dikin.

- Berî go hûn razên, lingên xwe biþon û hinekî anî û patika (piþta stû) xwe bifirkînin û masaj bikin. Hûnê rehet bibin.

-  Cola, çay, qehwe û nîkotîn dijminên xewê ne. Gava hûn razên ji vana bi dûrkevin. Alkolê hindikî vexwin lê ne zêde.

- Mezela (ode) xwe a razanê baþ bibijêrin. Berî go hûn razên pencereyên oda razanê vekin, bila hewa paqij bistîne. Germaya zêde ji xewê re nebaþ e. Heger rengê boyaxa oda we a razanê þîn be hê çêtir e. Ji ber ku, rengê þîn psîkolojîkî mêjiyê meriv rehet dike.

- Heger we rojek westiyayî û bi stres derbaskiribe, têkevin nav hewdikê avê û banyo bikin. Piþtre hûn karin li mûzîkek klasîk guhdarî bikin. Bawerkin hûnê baþ razên.

 Xew dermanê xweþikbûn û spehîbûnê ye, ji bîr nekin.

 Xew ne tenê dermaê xweþikbûn û spehîbûnê lê dermanê mêjî û þarezabûnê'ye jî. Li gor zana û pisporên Alman, têrxewî di þarezabûn û di xebata mêjî de bandorê dilîze. Li gor wan, pirsgirêkên ku mêjî bi roj beramber dimîne, bi þev, di xewê de jî li çareseriya wan digere. Ji bo wê jî divê meriv 8 seetan xewa xwe bistîne. Xewa kêmî 8 seetan kar û xebata mêjî derengtir dixe û mêjî diwestîne. Li gor pisporan dermanê xebat û stresa zêde têrxewî ye. Li gor pisporên Zanîngeha Luebeck'ê a Almanya, kesên ku 8 seetan têr xewa xwe digrin ji yên kêmxewan bêhtir biserketî, þareza û zîrektir in. Gelek caran ji ber kar û stresê meriv kêmî 8 seetan radizê û têrxew nabe. Lê ev kêmxewî gava ket ser hev beden sist dibe, mêjî baþ naxebite û konsantrasyona meriv kêm dibe. Kêmxewî û konsantrasyonek nebaþ dibe sedema gelek tiþtên nexêr. Li gor îstatîstîk û lêkolînan ji %10-20 qeze û lihevketinên trimpêlan ji bêxewiyê çêdibin. Di mêjiyê her mirovî de seetek biyolojîk heye. Ev seet 24 seetan dixebite û xew, þiyarî, hormon, birçîtî, avrêjî, zindîtî û gelek tiþtên din li hev radigre û wan dixebitîne. Wextê xewê ê herî girîng navbera seet 03:00 - 05:00 e. Di vî wextî de di laþê meriv de her tiþt bi hêdî dixebite. Dil kêm lêdide, germa lêþ û bêhnstendin kêm dibe. Wextê bernama duemîn a xewê jî navbera seet 15:00 - 17:00 e. Li gelek welatan di van wextan de xelk radizên û kêmxewiya xwe diþkînin. Meriv nikare bê xew jiyana xwe berdewam bike. Hem ji bo tenduristiya beden û lêþ û hem jî ji bo kar û xebatek bê westan divê meriv têr xew be û heger ne bêgavî (mecbûrî) be meriv kêmî 8 seetan ranezê.

 Pêlav (sol-þekal) û Pêwistiya tenduristiya lingan

 

Ling yek ji lebatên herî girîng in. Pêlav bandorekê mezin li ser tenduristiya lingan dikin. Gava we ji xwe re pêlav kirî, qenc dên û bala xwe bidinê. Pêlava we divê ne teng be. Pêlava teng dibe sedema perçiqandina pêçiyan, têrabûna nenûkan, bîrova lingan û gelek tiþtên din. Ji aliyê din, bi pêlava teng meriv zû diweste û zêde nikare bimeþe. Pê re êþa ling, çîm (paq-hêt) û êþa piþtê jî destpêdike. Gava we pêlavek hilbijart dêna xwe nedin model û rengê wê. Berî her tiþtî rehetî û baþbûna wê girîng e. Berê pêlavê biceribînin û piþtre bikirin. Heger pirsgirêkên we ê lingan hebin, pêlavên Ortopedîk bikarbînin. Herin cem pisporekî ortopedîk û jê þîretan wergirin. Pêlavên ortopedîk alîkariya lingan û a piþtê dikin, meriv nawestînin.

   Ji bo tenduristiya lingan li van xalên jêrîn haydar bin.

- pêlavên teng, yên serê wan tûjik, yên kabikbilind ji lingan re nebaþ in.

- Êþa lingan navêjin piþt guhên xwe û serî li pisporekî xin.

- Heger di lingên we de rengên guhertî çêbibin û nenûkên we qalind û bê serûber dirêj bibin, bizanibin go pirsgirêkek heye.

- Berî razanê ling û pêçiyên xwe biþon û qenc ziwa bikin.

- Nenûkên xwe misêwa (rast) bibirin û zêde kin nekin.

- Pêlavên li gor lingên xwe bikirin, ne zêde teng  û ne jî fireh.

- Pêlavên kevn û qetyayî bavêjin, karin allerjiyê çêkin.

- Heger mecala we hebe her roj yek pêlavê nexin lingên xwe, wan biguherin.

- Di rojên germ û hewa xweþ de lingên xwe biþon û krêm bikin.

- Li ciyên nepaqij pêxwas negerin.

- Heger nexweþiya þekir bi we re hebe, salê carekê lingên xwe li cem Doktarekî saxtî (kontrol) bikin.

 Dil

   Malzarên laþê mirov hewceyî xwarin û Oksîjen'ê ne. Ji bo ku, çêbûna maddeyên bi zirar bên bidûrxistin, pêwiste xwîn bêwestan li lêþ bigere. ji vê tevgerê re gera xwînê tê gotin. Divê xwîn ji avzêmekê bê pimpekirin da ku li temamê laþ bigere. Gava ev pimpekirin tunebe xwîn nikare tevgera xwe bike û li lêþ bigere. Lebata ku xwînê dilivîne û li laþ digerîne dil e. Dîwarên dil ji sê tebeqan pêk tê. Tebeqa hundur, a nêvî û a der. Mezinbûna dil wek buks'a mirovekî ye. Dengê Dil ji guvaþtin  û sistbûna wî derdikeve. Gava ew sist dibe û tê guvaþtin deng derdixe. Gera xwînê bi alîkariya qapaxên Dil çêdibe. Di her lêxistinê de dilê mirov 50-60 cantîmetrekup xwîn dipijiqîne. Di her lêxistina Dil de 1,4 kîlogrammetre kar tê dîtin. Dil, di deqîqekê de 4-6 lître xwîn dipijiqîne. Xwîn, di deqîqekê de 6 carî digere. Ji bo vê jî karê ku, dil di rojekê de dibîne, digihê heta bi 20 hezar kîlogrammetro.  Dil, wek motora laþ e û vî karê giran jiyanek dûr û dirêj berdewam dike.

 Nexweþiyên Dil

Înfeksiyona kîskê Dil (Perîkardît)

   Dil, di nava kîsekî de daliqandiye. Ev kîskê dil e. ( yan jî kirasê dil). Ev kîsik kare ji hundur de înfeksiyonê (îltîhabê) bigre. Ji vê elemgirtinê re Perîkardît tê gotin. Ev nexweþî pirr kêm tê dîtin. Li der û dora dil perçiqandin çêdibe û kîsê dil brîndar dibe. Carna sedema vê nexweþiyê nayê dîtin, lê tê bawerkirin ku, ev ji bandora nexweþiyên din, peyde dibe. Carna kare ji înfeksiyona romatîzmayê jî çêbibe. Perîkardît kare ji bandora romatîzmayê, elemgirtina Gurçikê. jana zirav (verem-tuberkuloz), Tîfo, nexweþiyên qapaxên dil, înfeksiyona qirikê û.w.d, pêk bê. Bi piranî bi xort û ciwanan re peyde dibe. Bi înfeksiyona kîsikê dil re, der û dora dil dêþe, bêhnçikandin û tirs destpêdike. Gava înfeksiyon derbas dibe, ava ku ketiye kîsik tê vexwarin. Lê carna zarên kîsik cî bi cî zeliqandî dimînin. Di van ciyên zeliqandî de carna kils tije dibe. Nexweþiyek giran e. Bi operasyonê (ameliyatê) derbasbûna wê gengaz e.

Mezinbûna Dil

   Gava meriv zêde dixebite û dikeve stres'ê, dil jî li gor wê zorê dide xwe û dixwaze xwe li gor wê tempoyê bipîvê. Gava ev têr neke, zorê dide xwe û bêhtir xwînê dipijiqîne. Ji bo vê jî divê zêdetir binepixe û tevbigere. Gava dil dinepixe û firehtir dibe, pê re dîwarên dil jî qalindtir û bihêztir dibin. Bi firehbûn û nepixandina dil re, mezinbûna dil jî tê holê. Vexwarina zêde jî dibe sedema mezinbûna dil. Kesên ku zêde bîra vedixwin, karin zûtir têkevin bin bandora nexweþiya mezinbûna dil. Gava qapaxên dil qenc neyên girtin jî ev nexweþî kare serî hilde. Ji ber xwîna ku, ji maldamara mezin tê, paþ de vedigere. Di girtîmayîna qapaxên dil û di vexwarina zêde de (a alkolê) tevgera dil serûbinê hev dibe û ji vê nexweþî peyde dibe.

Jarbûna Baz'ên (kas-adale) Dil

  Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di kefteleftê de be, dil jî hevqasî dixebite û zorê dide xwe. Xebat û stresa zêde a lêþ dil jî bi xwe re diwestîne. Gava dil jar dibe, di reh û damaran de xwîn kom dibe û baþ nagere. Gava xwîn baþ negere, zorê li damaran dike û tadê dighîne wan. Wî çaxî xwîn dinuqute nav lebatên hundurîn. Ji ber vê jî lebat (organ) dinepixin û dêþin. Carna ev êþ û jan zêde dibin û dibin sedema avgirtina zik. Wek ku, di paq û zik de tê dîtin, xwîn, kare têkeve nava Sorsorkê (kezeba sor) jî. Wî çaxî bêhngirtin zehmet dibe û kuxik destpêdike. Ji vêna re Astim'a dil tê gotin.

Înfeksiyona Baz'ên Dil (Mîyokardît)

  Sedema wê, nexweþiyên mîna : Romatîzma, tîfo, Dîfterî û.w.d (û wekî din) in. Sedemek din jî ev e ku, înfeksiyona kîsê dil kare xwe çeng bike ciyên din. Bi jehrîketina ji alkol û fosforê jî  sedemek ji wan e. Nexweþiyek kirêt e. Ji vê nexweþiyê, bêhnçikandin, çelqa dil, westan, jihaldeketin û astim çêdibe. Ev nexweþî tam nayê çareser kirin. Li xwe haybûn û dîet girîng e. Tevgera zêde bi zirar e. Heyecan (xof) nebaþ e. Qehwe, çay û tûtin qedexe ye. Divê alkol neyê vexwarin. Kesên xwedanê vê nexweþiyê ne divê di bin baldariya Doktor de tevgera xwe bikin.

Bez'girtina Dil

  Du cûreyên bezgirtinê hene. Yek jê hundurê bazên dil bez digrin. Yek jê jî bazên dil bi xwe bez digrin. A yekem ji xwarina zêde û ji zêdebezgirtina laþ çêdibe. Rûn'ên ku, di laþ de nayên þewitandin, li laþ û lebatan belav dibin û dibin sedema bezgirtina baz û rehên meriv. A duwem jî, ji jêdera (encama) hin nexweþiyên din pêk tê. Wek: Pirsgirêkên qapaxên dil, elemgirtina baz û damaran, kilsgirtina maldamarên sereke, hinek ji wan in. Jehrîbûna fosfor û alkolê jî sedemek e. Di vê nexweþiyê de bazên dil dihilin û dibin sedema çêbûna bez'ê dil. Di giranbûna nexweþiyê de, bêhnçikîn, qrîza dil, sergêjî û çavreþî çêdibe. Dil hêdî lêdixe û di laþ de av dicive Ji ber ku, sedema herî mezin xwarin û qelewbûn e, divê xwedanê vê nexweþiyê kîloyên zêde bavêje. Bê agahiya Doktor divê tevgerê neke. Kîloavêtina zêde jî nebaþ e û mêzêna bedenê serûbinê hev dike. Ji bo vê jî li gor þîretên Doktor bilivin.

 Qrîza Dil 

  Sedema qrîza dil a herî girîng Kolesterol (bez û rûnê nava xwînê) û xitimandina damarên dil e. Gava damarên dil ji ber kolesterol'ê dixitimin, gera xwînê radiweste û ev dibe sedema qrîza dil û mirinê.

  Dil, di deqîqekê de 60 -80 carî xwînê pimpeyî laþ dike. Ew pimpeyek pirr bi hinner e. Gera xwînê girêdayî pimpekirina dil e. Gava dil xwînê li laþ pimpe dike û lê digerîne, bi xwe jî pêwistiyê bi xwîn û xwarinê dibîne. Ev xwîn bi riya damarên bi navê Koroner'ê tê ser dil û dil xwedî dike. Gava di xwînzêm'ên (arter, serkaniya xwînê) Koronerê de aloziyek çêdibe, di damarên Koronerê de kêmasî tên holê. Xitimandina damaran yek ji wan kêmasiyan e. Xitimandina van damaran dibe sedema negerîna xwînê û di jêdera vê de, di sînga meriv de êþ'ek xurt peyde dibe û pê re qrîza dil û mirin tê holê.

  Hinek nîþan û alametên qrîza dil ev in.

* Di qefesa sîngê de tengayî, perçiqîn, giranî û nerehetî..

* Li pî ( mil, kolînk), stû û mil (çeng) belavbûna êþa sîngê..

* Sergêjî, bêhiþketin, xwêdana sar û gazînên qefesa sîngê..

 

   Bi vî awayî xwe ji qrîza dil biparêzin

* Tûtinê nekþînin..

* Li tansiyona bilind miqatebin û kontrol bikin

* Xwe ji rûn, xwê û kolesterolê biparêzin..

* Fêkî û hêþînayiyê zêde bixwin..

* Kîlwê xwe normal bigrin..

* Di malbata we de nexweþiya dil hebe sererast saxtî bibin..

* Nexweþiya þekir bi we re hebe, li gor mercên wê bilivin..

 Nexweþiya  Þekir

  Nexweþiya þekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf'ê Pankreas'ê çêdibe. Ev lûf (bez - paç) hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin, tînin holê. Ev jî du þikil in.

 

 1-) Lûf'ên ku maddeyên çêkirî bi riya hinek cok'ên (kanal - rê) taybet davêjin der. Wek: Lûf'a tif'ê, tifê valadikin valayiya dev. Lûf'a aþik'ê, maddeyên avê valadikin êþ. Ev maddeyên ku tên holê maddeyên heyvan'î ne. Bi riya van heyvan'an xwarin di hundur de perçe dibin û dikevin nava xwînê.

2-) Lûf'ên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf'ên hormonê jî tê gotin. Ev hormon di laþ de erkên girîng dibînin. Wek: Lûf'ên stû, lûf'ên ser Gurçik'an û.w.d.

  Pankreas, maddeyek taybet û tevlihev e. Ji aliyekî heyvên çêdike û valadike roviyan û ji aliyekî din de jî hormonê çêdike û dide xwînê. Ji vê hormonê re "Însulîn" tê gotin. Nexweþiya þekir ji ber ku, Pankreas însulînê têr çênake, tê holê. Erka hormona Însulînê ev e ku, þekir û maddeyên bi Karbonhîdrat (wek: xwarinên ji hevîr, nan, petat, þîr) li bêjingê xe, wan di laþ de biþewitîne û kaloriyê bîne holê. Gava ev pêk neyê, þewta maddeyan çênabe û ev dibe sedema pêkhatina nexweþiya þekir. Di xirabûna pêkhatina hormona însulînê de, bandora hinek nexweþiyên lûf'ên hormon û damaran jî heye. Wek: Lûf'ên hormon û damarên dil, aþik, kezeba reþ û.w.d. Gava têkilî, rê û rêbaza nava ahenga van lebatan xirab dibe, nexweþiya þekir peyde dibe. Di nexweþiya þekir de ji xeynî Pankreas'ê, hinek lûf'ên din jî xirab dibin. Ji ber vê jî, þekir baþ naþewite û di laþ de hinek nexweþiyên din jî dest pê dikin.

  Ji aliyê din, di peydebûna nexweþiya þekir de, hinek tiþtên din jî giraniyê dilîzin. Di serî de xwarina zêde tê. Sedemên giyanî (rûhî) jî girîng in. Þekir û niþadir wek benzîna motora jiyana mirov in. Ev madde, di bazên meriv de diþewitin û dibin sedema tevger û bikarhatina wan. Di vê þewatê de, þekir bi temamî diþewite û dibe av û asîtkarbonîk. Asîtkarbonîk bi riya bêhnê û av jî bi riya mîzê tên avêtin. Bi vî awayî di laþ de maddeyên bi zirar namînin. Ji bo ku þekir qenc biþewite, divê di nava xwînê de hormona însulîn'ê hebe. Ji ber ku di nexweþên þekir de însulîn kêm heye, þekir tam naþewite û di laþ de kom dibe. Zêdebûna þekir, bi þekirê nava xwînê kifþ dibe. Di nava xwînê de tim hinek þekir heye ku, jê re xwîna þekir tê gotin. Nîþana þekir di xwînê de kifþ dibe. Di mîzê de þekir dîtin ne hevqasî ewlekariye. Hinek mirov hene di mîza wan de þekir heye lê di xwîna wan de tuneye. Nexweþiya bingehîn a þekirê xwînê ye. Hinek mirov nexweþên þekir’in lê di mîza wan de þekir nayê dîtin. Ji bo vê jî nexweþiya þekir nexweþiyek tevlihev e. Kifþbûn û ewlekariya vê nexweþiyê bi tehlîl û lêkolîna xwînê ve girêdayiye. Di 100 gram xwîn de 120-130 mîlîgram þekir peyde dibe. Ango; di nav lîtreyek xwîn de 1,2- 1,3 gram þekir peyde dibe. Lê di nexweþên þekir de ev ne wilo ye. Di wan de Pankreas baþ Însulînê nade. Di van nexweþan de bi zikê birçî, di xwîna wan de 0,15 – 0,30 þekir peyde dibe. Carna jî zêdetir e. Gava xwarnê dixwin ev hîn jî zêdetir dibe. Ji ber ku ne têr Însulîn’in þekir baþ naþewite û nakeve rewþa xwe a normal. Gava di wextê xwe de çareserî lê neyê kirin laþ tije þekir dibe û jehriya þekir destpêdike.

  Însulîn dihêle ku þekir di laþ de biþewite. Erka wê a duwemîn jî ev e ku, Însulîn þekirê zêde di laþ de depo dike. Ev þekir di kezeba reþ û di bazû’yan de tê depo kirin. Ev þekir di rewþa xwe a Glîkojenê deye. Gava Însulîn baþ naxebite, laþê mirov nikare þekirên cîgir jî biafirîne.

  Girîngiya vî tiþtî mezin e. Ji ber kêmasiya Însulînê þekir naþewite û afirandina yên cîgir jî xirab dibin. Ji ber vê jî rûn û tewaþên ku, bi xwarinê re dikevin nav lêþ, baþ bi kar nayên. Rûn û tewaþ jî diþewitin û kaloriyê didin. Bi wê þewatê re asîtkarbonîk û av tê holê. Gava þekir neþewite û çêkirina Glîkojenê raweste, ev rûn û tewaþ jî tam naþewitin û nahilin. Ji nîvþewata van rûn’an hinek madde çêdibin, di laþ de dicivin û kom dibin. Ji vê jî bandora jehrê çêdibe. Ev madde, Aseton, asît’a Aset’ê (sîrke) û asît’a beta oksîbutrîk’ê ne. Divê di dema xwe de rê li ber van bên dirtin û çareser bibin, yan, di laþ de jehrî û bêhiþketina koma’yê destpêdike û dibe sedema mirinê.

   Li elametên diyabetê miqate bin

Nexweþiya þekir li dinyê sal bi sal zêdetir dibe. Ji her sê kesan nexweþek bê ku hay ji cidiyeta nexweþiya xwe hebe wek ku tu tiþteq neqewimîbe jiyana xwe didomîne.  Glîkoza (þekir) ku bi miqtarek zêde di damarên nexweþên diyabetê de heye dibe sedema hiþkiya damar û nahêle ku xwîn qasî pêwîste biçe ser dil, ev jî dibe sedema qrîza dil û mirinên kardiyak ku bi derbekê tê. Ligel vê telûkê ji her sê nexweþan yek kes bê ku zanibe di bin rîskek wiha de ye jiyana xwe didomîne.


Elametên nexweþiya þekir

Gelekî û zû birçîbûn

Bi awayekî zêde xwestika xwarina þêraniyê

Kilo stendin û gelek av vexwarin

Zuhabûna dev

Zû westandin

Ji niþka ve jar bûn (kilo dan)

Bilindbûna tansiyonê

Bi zahmetî kewandina birînên çerm

Zêde derketina destavê

Zuhabûna çerm

Di dest û lingan de xur


 Qaîdeyên ku divê lê bên miqatekirin

Her sal çavên xwe bidin kontrolkirin

Di her sê mehan carekê de tahlîla îdrara (mîza) xwe bikin

Di her þeþ mehan carekê de kontrola dil û damaran bibin

Ger nexweþiyên sinir bi we re peyda bûbe, serî li textorekî bidin

Dest û lingên xwe kontrol bikin û ger nexweþiyek peyda bû serî li dermatologekî bibin

Ger tu ducanî bî (bi halekî ) an dixwaze bibe bi textorê xwe biþêwire

Cigarê nekiþînin û ji alkolê dûr bikevin

Ger piþtî hemû tedbîran hûn hizûrê nabînin, serî li psîkologekî bidin.