Lotikxane dengê rastîyê ye...

 

 

Îbrahîm Xelîl Sirûcî

brahim-xelil@hotmail.com

 

                                  XIZANÎ Û NEZANÎ

 

Dema ez dûrî mal û malbat û welêt bim her tiþt bi min xweþ û þirîn tê. Lê wek anha ku derfet çêdibe û ez xwe li welêt diqelibînim, têm nava wan û çend roj najon her tiþt tahl û reþ dibin. Ya tebiî jî dibe ku ev be. Lewra dema meri ji keçekê hez dike û ew dûr be, nebûbe ya mera , her tiþtê wê pîroz û mibarek in.Heta bêje kuçkê mihela wan jî. Lê dema diqewume û digihin hev yar, roj be roj ew xweþî cihê xwe dide pevçûn û þer.

 

Bi rastî em xwe ra dikin û li erdê dixin, doza kurd û kurdî dikin, tirk û ereb û ecema tawanbar dikin, lê mesela me ne bi wan re ye, mesela me bi xelkê me re ye. 

 

Ez çûbûm nimêja îniyê. Di wexta xutbê de min li dora xwe nihêrî û çavê xwe li cimhatê gerand, dît ku piranî navsalî û kal in. Ez xweþ dizanim ku kes ji vê xutba tirkî tiþtekî fehm nake. Bi min zor hat, min got “Xwedêyo wa nimêja ev qewmî te jî betal kirine”. Ma ku meri xutbê fehm neke çi mana wê îniyê dimîne?  Di dilê xwe de min got piþtî nimêjê ez e biçim ba miftî û vê meselê lê bidozînim. Nimêj qediya cimhat hêdî hêdî derket û min ji yekî navsalî ev mesele pirsî. Min got binêre dewleta tirk nahêle hûn dîn û îmana xwe jî bi xweþî û rast bijîn, ji ber hûn piranî ji ev zimanî fehm nakin. Zîvirî ji min re got “sûcê me ye, lazime heta niha em tirkî ho bibûna” Bersiveke  ne ecêb bû, lê wê bersivê hiþt ku ez neçim ba miftî, ji ber yê ku ev fikir kirî serê wan miftî û dewleta miftî bixwe ne.

 

Dîsa meselake dî; em xwe perçe perçe dikin û doza zimanê kurdî dikin. Ku ez vê meselê li ba kê vedikim dibêjin “Tew tew ma bi kurmancî mekteb dibe? Ku bixwînin jî dikin herin çi karî bikin? Bawer bike dewlet mektebê kurmancî veke jî kes zarokên xwe naþîne wan”  Hûn dibînin newlo? Xelk di vî halî de ye. Ez dibêjim Xwedêbike ku kurd hemû ne wanî bin, lê serwext im ku piraniya kurdan xwediyê ev cûre fikran in. Yanî hewce nake em rabin bi dewletê re bikevin nava þer û hewce nake çalakiyên bi wî rengî pêk bînin. Giþ betal û bêencam in. Divê em ew wexta xwe bînin di ronîkirina vî miletî de heyf bikin. Þer bi tirka re ne,bi kurda re bikin.

 

Rewþa aborî gelek xerab e. Nifûsa Sirûcê zivistanê 100 hezar e, anha bihejmêre 30 hezar jî zor e. Pir deran wanî ye. Dewletê xelk rûçikandiye. Çend esnaf , memurê dewletê û çend dewlemendan pê ve kes nemaye. Wekî dî giþ li xerbî ne, þopa nên ketine. De were bi zikî birçî bibe þoreþger! Ma dibe? Ez wan re behsa kurd û kurdistan dikim ew ji min re behsa ard û rûn û þekir dikin. Erê çewtî û þaþtiyên DTPê gelek in. Lê heger xelkê deng daye AKPê divê em loma nekin, sedem ev in.

 

Ehmedê Xanî jî , Cegerxwîn jî û gelekên din jî û ewliyan û zanayan jî gotibû “xizanî” û “nezanî”. 

Va ye rewþ a berê ye . Du dijmin xurtir û kûrtir bûne. “xizanî” û “nezanî

 

 

Nivîsên berê

              

Nexweþiya Me

     

Ez ji mal derketim, bi gavên hêdî hêdî ber bi “fakulta beroþ” ve meþiyam. Biharan bi nav û deng e, derên ku roj didê-li beroþkan- milet kom dibûn û li ser meselan guftugo dikirin. Min dît  Apê Dewrêþ li ser totikan rûniþtiye û qutiya titûnê di dest de cixara xwe dipêçêye. Min slav lê da û xwe bere cem da, li teniþtê rûniþtim. Þor hat li þorê sekinî, min got “Apo tê reya xwe bidî kîjan partiyê”.  Ewî got “wele kurê min siyaset giþ derewe, û kesên pak tine lê hema Tayib ji vanê dî durustir dixewûne. Eze reya xwe bidim wî ”. Min pirsî çima, gote min “þekir par bi ev qasî bû îsal jî weha, rûn par weha bû îsal jî weha” û hwd. Min got “kalo Tayib dijminatina miletê kurd dike, gefan li kurdên baþûr dixe, doza Kerkûkê dike, li tirkiyê ew qasa neheqî heye pirsgirêka kurd heye lê ew li hember van dibêje jina min jî Sêrtî(jin jî ereb e) ye. Çewa mirov dengê xwe bide vî ”

Kalê dewrêþ li min nihêrî, darikê di dest xwe de ra erdê xist, nefesek ji cixara xwe kiþand û gote min; Lawo em kurd nifir li me bûye. Mesela kurdan bi tirkan re tine. Çi ku nexweþî û îþgele di nava kurdan de ye. Çewa ku mala we de, tu û birayê xwe li hev nekin, þerê hevdû bikin, xêra hevdû nexwazin, tirba hev bi destê hev bikolin, guh nedin gotina bavê xwe, her yek bi dengekî saza xwe lêxe, kulfetî bê sermiyan be û pergende be; wê xelkî xerîb were li piþta we siwar be, pê li stûyê we bike, mal û milkê we talan bike, bi namûsa we bilîze, we ji xwe re bike xulam, eynen weha jî kurd ku pergende bin wê yên li kurdan siwar bin pir bin. Û kurd jî pergende de. Loma tirk serdest û kurd jî bindestin. Yanî wele û bile ne ku  tirk xurtin, ne ku tirk jêhatî ne, mesele ewe ku kurd bêxêr in. Û salê min 70 ye min heta niha ti xweþî nava kurdan de nedît. Kurd nabin mehþ û wê her daîm wanî di bin zilma tirkên ku kes nizane ji ku hatine de bijîn. De îcar min pir xortên nola te dîtin, dihatin ji min re qale kurdan û Kurdistanê û dewleta dikirin, lê niha dibînime her titþ(çixar e) berjewendî ye. Çi ku ew xortana ew kesana li kar û þuxulê xwe ne, zengîn bûne. Heta li dijî doza kurdan e. Tu jî niha xwîna te germ e, tu bi hêvî ye, ji te wetnê tê vê civatê biguherinî, lê neqeher hema tu nikare tiþkî bike. Bi çend hebên weke te jî çareser nabe. Lewra bi çend kulîlkan tenê bihar nayê. Eva qedera me ye!!!”

 

Piþtî van gotina min peyv nedît ku bînim ser zimanê xwe. Belê peyv pir bûn lê kîjana? Min weke hercar nekir, yanî hewl neda ku gotinê kalê pûç bikim, hewl neda ku berevajî wan bibêjim, berevaniya fikrê xwe bikim. Lewra ew gotin ji nava dilê  Kalê Dewrêþ hatibûn. Bivênevê min jî hinek heq dayê. Mesela Tayib û rûn û þekir ne tê de lê belê analîzên xwe yên li ser civata kurd sedî sed nebe jî piranî rast bûn. Çi ku li tirkiyê 30 milyon kurd hene. Heger ribek ji van durust be li hember hev û li hember doza kurd heft heþt mîlon însan dike. Ne tirkiya wele hemû dinya dîsa nikare bi heft heþt mîlon însanên dayî dû hev û li ba hev re, here ser. Wê doza ew însana bi ser ke ve. Hema mixabin kesên durust nava me de pir kêmin. Ez li vir keda ew þoreþgerên leheng înkar nakim. Hema çewa weke kalê gotî bi çend kulîlkan bihar nayê, bi wan lehengan jî bihar nehat. Heger kurd wek  milet heta xwe durust nekin. Li hev xwedî dernekevin. Þerê dijminê navxo(nezanî-xizanî-êlperestî-edxemî) nekin û nav xwe ranekin wê wanî di bin simên hepsên biyaniyan de binalin. Metirsin, qeweta me heye, axa me heye, nifûsa me heye, tenê piçek qîret û tevdîreke baþ û bi çend serokên baqil, eme azad bibin.

 

Hinekî bi xemgînî û hinekî jî bi hêvî;  Newroza we pîroz be !!

 

 

Riha

 

17-03-2007

 

 

 

EW ROJA EHMED

 

Ehmed li Enqerê karker bû. Rojên yekþema jî nediçû kar. Betlaneya wî bû. Wê rojê jî yekþem bû û Ehmed neçûbû kar. Piþtî ku sibê ji xew rabû, taþta xwe xwar, derkete devre. Ji bo hewa paqij û wexta xwe derbas ke. Li ber mala ku ew lê dima parqek hebû. Ji xwe re di ew parqê de li ser paldankekê rûniþt.Û kete nev xem û xeyala. Kêlîkekê þinve bi hatina kalekî re xwe hisiya. Kalê birîh, silav lê dabû û qey ew jî ji ber tenêbûnê acz bibû û dixwast sohbet bike bi Ehmed re.

Kalê wexta ku hîn bû Ehmed ji Mûþê ye.û bi eslê xwe jî ji devera Geliyê Zîlan e, hineki sekinî , bêhna xwe çikiya û ji çavan dilopek hêstir nuqutî ser gepan. Dûre berê xwe bi Ehmed da kir û dest bi axaftinê kir..

 

“  Lawê min, di wexta komkujiya geliyê zîlan de ez esker bûm. Li qerergahê xeber hat ku fîraran jin û kal û zarok li geliyê zilan bi cih kirine. Qomandar ferman da ku çek û rextê xwe em hilgirin û herin wê derê. Em ber ve geliyê zîlan bi rê ketin.Wexta em gihiþtine wir, bi rastî jî wilo bû. Li wê derê civiyabûn. Werhasil kurê min, qomandar emr da me û me jî bi seeta ew der gulebaran kir. Destê me diricifîn. Lê tiþtek ji dest me nedihat. Qomandarê çavsor û bêujdan guh nedida kesî. Piþtî seetan, qîrewîr û hawarên ku ji geliyê dihatin kerr bûn.û me dît ji laþan gelî xuya nake. Hemû kes mirîbûn. Çend birîndar hebûn. Ewana jî qomandar bixwe çû ser wan û her yekî 10 gule di serê wan de vala kir. Emr da me ku em nobet bigrin li ber wa laþan, da ku kûçik neyên nexwun.

 

Hiþê min ji serê min çûbûn. Mi li wa laþa dinêrî. Ji niþkave zarokekî du an sê salî li ber çavê min ket. Zarok xwe veþartîbû. Derdiket dihat nava wan laþan de diya xwe didît û pêsîrê diya xwe vedikir hinekî dimijiya û dîsa diçû xwe vediþart. Ev bûyer du-sê cara bû. Heke min xeber neda qomandar sûc bû û ku bibihîstiya wê ez bikujtama. Min di dilê xwe de got qey qomandar ne cinawire, vî zarokî bibîne wê bê rehmê û wê  çewa vî feriþteyî bikûje. Heta belkî bîne ba xwe û xwedî ke. Bi vê fikrê min xeber da qomandar. Qomandar hat û zarok dît. Gote min tê vî  bikujî, yan na eze te bikujim. Zalim oxlî zalimî. Min çi dipa ew çi dibêjê ye. Min jê re got qomandarê min, dixwazî min bikuje lê destê min naçê ku ez vî zarokî narîn û biçûk bikujim. Bi wê gotina min re qomandar rahiþt seliha xwe û deraxek di bedena wî zarokî de vala kir. Zarok di hemêza diya xwe de hiþk bû. Hîç nelivî li þûna xwe.

Belê kurê min, ew bûyer û ew dîmen va bû pênce sale ji bîra min naçê.”

 

Piþtî van gotinan çavê Ehmed tijî hêsir bibûn. Berê xwe ji kalê zivirand û rabû xatir xwast çû ji wir.Ehmed jî û malbata xwe jî pir kiþandibûn. Hala jî dikiþandin.Ehmed kulma xwe di dûwêr da lêxist û bêdeng qîrîya  “ ey dinya kê heta kînga wanî be…ma tu ji xwîna me têr nabî..êdî bese…bi sond û bi peyman û bi ehd eme bibin yek, axa xwe ji van bêbavan rizgar bikin, tola bav û bapîrê xwe ji wan hilînin….bi sond û  bi peyman û bi ehd….

 

 

Pirsgirêka Zimên Li Kurdistan

 

Kurdistana azad hîna nû ye, ciwan e. Her ku diçe dikemile û xurt dibe. Astengî û pirsgirêkê xwe jî ne hindikin. Wek mesela Kerkûk û deverên din û referandûma ku wê dawiya sala 2007an de bê kirin, êrîþên Îranê û Tirkiyê, dijminatiya nijadperestên ereb û sîxuriya hin berên tirkmenan, pirsgirêkên navbera Yekitî û Partiyê de û hwd. Ev mînakana û hin gelek tiþt hene ku li ser milê rêvebirên Kurdistanê ne. Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku barê wan sivik bike, alîkariya wan bike û qewetê bide wan.

 

Yek ji wa pirsgirêkan jî, mesela zimên e. Kurdên bakur %90 î xwe kurmancin(ji 20 milyona pirtire), yê rojava hemû kurmancin(bi qasî 2 milyona ne) û kurdê Sowyetê jî hemû kurmancin, devera Behdînan kurmance, kurdê rojhilat jî gelekî xwe kurmancin. Yanî wek ku tê zanîn di nava kurda de yê herî pir kurmancin.

 

Em werin ser Kurdistana azad. Mi di malpera Avesta de roportaja ku bi Wezîrê Perwerdê yê Herêma Kurdistanê yê berê Ebdulezîz Teyib re hatî kirin xwend. Ewî digot perwerde bi soranî û kurmancî ye. Hema em dizanin ku heta niha tenê li devera Behdînan li hember soranî piçekî kurmancî jî perwerde hebû û heye. Lê ku kurmanc dengê xwe nekin wê ew jî bê rakirin. Çend roj berê nivîsek ji mi re hat ku serokê Perlamentoya Kurdistanê birêz Ednan Muftî gotiye’tu biryar ji aliyê perlamentoyê ve nehatiye girtin, anko ev mijar di Perlamentoya Herêma Kurdistanê de nehatiye pêþþ kirin’. Vê gotinê hinekî dilê mi rihet kir. Em hêvîdarin biryarek weha neyê rojevê û dema hat jî, ji bal perlamentoyê ve bi tundî neyê pejirandin.

 

Mi li jor qal kir. Kurd piranî kurmancin. Kurdistana azad jî pêþmerga azad kir. Pêþmerge jî ne tenê ji devera soran bûn. Ji Riha, Amed, Sêrt, Mûþ, Culemêrg, Mahabad, Ûrmiye, Xoresan, Qamiþlo, Efrîn, Heleb, Êrîvan, Silêmanî û ji Zaxo û ji Hewlêr yanî ji her devera Kurdistan.Ji ber wê her kurd bi Kurdistana azad re  eleqedare, alîgire û mafê xwe heye daxwaz ji wir bike.

 

Ev tiþkî gelek baþe. Ku mirov hiþê xwe hebin û ji wa hiþa karibe îstîfade bike wê zanibe ku ev rewþ wê Kurdistanê xurt bike. Yanî bê xebateke xurt hûn bi gelek dera re qulin û têkiliyê we hene, hêza we heye, alîkarê we hene. Ev destegek mezine. Lê madem rewþ wanî ye,çewa wê Kurdistana azad rabe têkiliya xwe bi wan Kurdan re bibire. Erê wele. Heger li Kurdistanê soranî bibe zimanê fermî û kurmancî qels bibe û bê rakirin wek ku Hukumeta Kurdistanê ji mera bêje hewcetiya me bi we nîne û hûn li mala xwe em li mala xwe. Û wê deriyê xwe ji zêdetirî 30 milyon kurd re bigre.

 

Mijareke gelek girîng û dirêje. Mirov dikare ji pir aliyan ve nêzikî vê meselê bibe. Ez li vir bang li hemû kurmanca dikim ku bila vî mafê xwe ji Hukumeta Kurdistanê bixwazin, bi taybetî kurmancên Behdînan. Ez jî wek kurdekî ji bakur, ji Hukumeta Kurdistanê dixwazim ku bila herdu zaravên kurdî( kurmancî û soranî)bikin yê fermî. Pergalek wilo bê çêkirin ku bila soran bi soranî, kurmanc bi kurmancî xeber de û bê pirsgirêk ji hev fêhm bikin. Zatan herdu nêzikî hevin û bi vi hawî pêkbipêk wê bervehev bên. Ji bo pêþxistina hewremanî,feylî,dimilî jî xebat bên kirin. Evana dewlemendiya çanda me ne. Û nabin sedemê cûdabûnê(heke mirov baqil be).

   

   06 09 2006

 

EM KURD!

 

Her însan xwe balkêþ dibîne. Û dema li dora xwe dinêre, difikire ku ew tiþtên li dora wî hemû ji bo wî ne. Yanî di dinyayê de navend ewe. Her kesî klasîk û bi xwe jî taybet dizane. Birastî jî wisa ye. Yanî her însanek balkêþe û xwedan taybetiyên cûda ye. Netewe jî wisa ne, yanî her netewe ji hev cûda û balkêþin. Wek mîmak ereb, efxan, kurd, eskîmo, çînî, reþikên Mmerîka û hwd. Ev hemû cûrbecûrin, cûda ne, xwedan taybetiyê cihê ne.

 

Hema em kurd zêdetir cûda û zêdetir balkêþin. Li ser ew jihevcûdabûna normal em kurd sosretin. Sosretiya me heye. Mesela wê xelk were gund û bajarê me biþewûtîne. Û wê ev bikeve nava girî û nalînê me ye. Eme rabin çend sal þûnde li ber wê nalînê ji xwe re govend bigrin. Wek strana ‘Bîngol þewûtî’ ku niha di dawetan de em li ber ew muzîkê direqisin û xwe li ba dikin.

 

Eva raber dike ku em rabirdûya xwe zû ji bîra dikin. Ev xeletiyek me ya mezintirîne. Û ev dibe sedem ku em dîsa ew rojên nexweþ bijîn. Zatana bûye qedera me ye. Çend sal navber û dîsa xezeb bi ser me de dibare.

 

Ji van cûda. Ez dixwazim çend gotinan li ser baþûr bikim. Ev bû çend salin em her dq û saniye hêviya xeberên xweþ ji baþûrin. Û bi þeref kurdekî ku bi serkeftinê wan kêfxweþ nebe tine. Ji kîja partiyê dibe bila bibe. Mere dibîne û min jî dîtiye.

 

Hema ev eleqe û meraq û hezkirina me ez dinêrim pir bala birayê me yên baþûr nakþîne. Heta carcaran di daxûyanî û gotinên xwe de, li ser me kurdên bakur wek ku bibêjin ‘em ne tê ne û ne jê ne’. Mere naxwaze bawer bike û naxwaze bibîne, hema heta derekê sebra mera heye birano ! Ma qey em ne hz.Eyûb in!

 

Dixwazim ji rêvebir û rêzan û xwedan û serok û berpersiyarên kurdên baþûr bipirsim, yanî ma ne þerme ku fîrmayên dewleta tirk yên wek Oyak, Ülker, Îstikbal û hwd heta hundur mala we hatine? Û ma ew der Somalî ye? Yan cihê xelê ye? Ku heta bê ji av û rûn û çiqolat û nanê we yê tirkan e.yanî ma qe pozê we naþewûte? Ma nayê bîra we ku hûn ji ber tofanê reviyan we xwe li sînor qelivand û tirkan hûn çar roja nehebandin. Ku dera hûn lê nehebandin welatê we bi xwe bû!

 

Pekî birano mi ew fehm kir. Lê ev çi qedexeya li ser kurmancî ye? Gelo wek Lokman Polat gotî hûn siyaseta Îsmet Înonû yê bixwe kurd lê dijminê kurdan bû dimeþînin yan wek Laleþ Qaso gotî hûn dixwazin ku kurmancên perçên dî asîmîle bibin û bibin dijminê kurdan. Û hûn jî kurdin, yanî bi vê yekê hûn kurmancê ku niha karin canê xwe bo we bidin, hûn kê bikin dijminê xwe!

 

Çênabe birano. Yanî we ev çend salin rihetî dît( ku ev wek rihetiya me bû û em dêr we ve kêfxweþ dibûn) xwe ji bîra nekin. Hûn niha li ber strana ‘Bîngol þewûtî’ govend digrine hema xeletin.Gule mi kin, gule xwe kin û rastî jî eve; li xwe, dîroka xwe, welatê xwe, þehîdê xwe û birayên xwe xwedî derkevin. Da ku hûn venegerin rojên teng û tarî.

 

Dîsa bala we bikþînim,ez kurmancekim û li ba we jî milyonan kurmanc dijîn eger ku hûn zimanê me qedexe bikin. Yanî ferqa we û dewleta tirk tinebe ma ezê we pêç kim? Zatana milyonan kurd li va metropolên tirk de asîmîle bûn çûn, yê mayî jî serê we sax be hindik ma wê ew jî biqedin.

 

Mi destpêkê de got ha! hemû netewe balkêþ û cûda ne. Hema em kurd balkêþ, ecêb, cûda, sosret û wele mi hîna fehm nekir ka bê em qewmekî çewa ne !

 

 Stenbol

 12.07.2006