Lotikxane

 

 

Nûnerayetîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bakurê Ewrûpayê, di preskonferansekê de da zanîn ku piþtî deh salan wê nûneratîya heyî di 4ê Çileya 2009an de dev ji kar berde û heta nûneratîyek nû bê destnîþankirin, wê hemwelatî karibin karê xwe bi rêya konsolosê Iraqê bimeþînin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê bakurê Ewrûpayê Taha Berwarî, di preskonferansê de da zanîn ku wê nûnerayetîya nû ji partîya YNK be. Em li jêr hinek kar û xizmetên KRG bakur pêþkêþ dikin.

 

 

 

 

 

 

Hinek agahî li ser KRG bakur

Piþtî hikûmeta herêma Kurdistanê sala 1992an hat avakirin, yek ji biryarên hikûmetê di wê demê de ew bû ku hikûmeta herêma Kurdistanê nûneratiyên xwe li derveyî Kurdistanê hebin. 

 Wê demê hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo Kurdan tecrûbeyek nû bû û hikûmeta Kurdistanê di qonaxek gelek hesas de bû, ji ber ku hikûmetê rewþeke destûrî û fermî nebû. Ji ber hindê hikûmeta Kurdistanê gelek pêdivî bi nûneratiyan hebû da ku rastiya herêma Kurdistanê û hikûmeta wê ji cîhana derve re zelal bikin, piþtevanî û alîkariyê jê re peyda bikin û temsîla hikûmeta herêma Kurdistanê di çalakiyên navdewletî de bikin. Piþtî jinavçûna rijêma Sedam û ji nûve nivîsîna destûra daîm a Îraqê, nûneratiyên herêma Kurdistanê li derve di destûra daîm a Îraqê de hatin tesbît kirin.

Herwesa armanca damezrandina nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê ev bû ku, rêxistina têkeliyên hikûmeta herêma Kurdistanê li gelê cîhana derve, temsîlkirina revenda Kurd li derve,  danasîna rewþa herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê bi gel û hikûmetên biyanî, kêmkirina neyaran û zêdekirina dostan bo gelê Kurd, alîkarî û piþtevaniya bo tecrûbeya herêma Kurdistanê, peydakirina pirojeyan ji bo zengînkirin û pêþxistina pirosesa demokrasiyê li herêma Kurdistanê, teþwîqkirina þîrket û sermayedarên biyanî ku li herêma Kurdistanê învestkariyê bikin û beþdariyê di pirosesa avakirin û nûjenkirina infrastruktura aboriya herêma Kurdistanê de bikin.

Yek ji wan nûneratiyên ku di sala 1992an de hatine danîn, nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya Swêdê  bû. Lê ji ber bûyerên nexwêþ ên herêma Kurdistanê û þerê navxwe, ji bona parastina berjewendiyên giþtî, karên nûneratiyê hatin tecmîd kirin.

Nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bakurê Ewropayê di sala 1999an de bi awayekî fermî hat vekirin û birêz Taha Berwarî li bakurê Ewropayê bû nûnerê hikûmeta herêmê.

Di nava van salan de nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê di warê polîtîk, þêwirîn, þîretdan û pêkanîna lobiyekê xurt de xebatên xwe berdewam kirin. Li gor îmkanên xwe û li gor rewþa herêma Kurdistanê gelek çalakî û xebatên hêja li bakurê Ewropayê û bi taybetî li Swêdê ji ber ku baregeha wê li Stokholmê ye, encam dane.

Çêkirina toreke peywendiyên baþ û saxlem bi sazîyên hikûmî, parlamanî, partiyên siyasî, rêxistin û komeleyên medenî, nehikûmî û cemaweriyên dewletên bakurê Ewropayê re. Avakirina pireke mokim di navbera dewletên bakurê Ewropayê û Kurdistanê de. Di ser vê pirê re gelek þîrket û kompanî weke; di ser vê pirê re Kurdên li welatên bakurê Ewrpoayê, mamosteyên zanîngehan, dixtor, mihendis, siyasetmedar, bazrigan û sermayedar derbasî Kurdistanê bûne û li wir çalakiyên xwe berdewam kirine. Herwesa ji encamê van çalakiyan kompanî û þirketên biyanî weke DNO a Norvêjî, Erikson û ABB a Swêdî û gelekên din derbasî Kurdistanê bûne.

Gihandina helwestên hikûmetê herêma Kurdistanê bi awayekî fermî  li dor wan bûyerên li Kurdistanê û deverê diqewimin bi rêya daxuyaniyan, hevpeyvîn bi rojname, radiyo û TV yan re û beþdarîkirin di civîn, semînar û konferensên resmî û neresmî de, weke beþdarîkirin di kongereya Socialîst Internayonal li Swêdê.

 

Sala 2001ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî  hat Swêdê û hevdîtin bi birêz Göran Preson serokwezîrê Swêdê yê hîngê û xudêjêrazî Anna Lindh  wezîra derve ya berê re pêk anîn. Li gor reþwa wê demê ya herêma Kurdistanê, serdana serokwezîrê Kurdistanê bo Swêdê û dîdarên bi serokwezîr û wezîra derve ya Swêdê re bûyeke dîrokî bû. Herwesa Barzanî bi Kurdên Swêdê re civiya

 

Amadekirina  konferansa jinan a navdewletî li Stokholmê di rojên 9-10 nîsana 2005an de. Bi sedan jin ji Kurdistanê û hemû deverên din, ji bo minaqeþekirina maf, pirs û rewþa jinan li Kurdistanê, di konferansê de beþdar bûn û ev konferans di Kurdistan TVê de bi zîndî hat nîþandan.

 

Yek ji karên sereke yên nûneratiya hikûmetê çêkirina lobiyek xurt li Swêdê û dewletên bakurê Ewropayê bû. Di nava vê demê de KRG- bakurê Ewrpoa gelek pêþniyarên nivîskî, li dor pirsên aktuel ên girêdayî rewþa Kurdistanê, bi rêya lobiyên Kurd di parlamentoya Swêdê, Norvejê, Danmarkê û Fînlandayê re  pêþkeþî wezîr û rayedarên hikûmetên wan dewletan kirin. Nûneratiya hikûmetê hertim dixebitî ku pirsa Kurd û rewþa hikûmeta herêma Kurdistanê di rojeva siyaseta hikûmetên bakurê Ewropayê de be û siyasetmedarên xwedî meqamên bilind têkelî pirosesa siyasî ya Kurdistanê bike.

 

Bi alîkariya KRG-bakurê Ewropa, tora têkeliyên di navbera gêncên Kurd de li Swêdê û bi taybetî li Stokholmê hat avakirin û bi rêya wê torê gêncên Kurd bi hev re hijmarek çalakiyên hêja kirin.

 

Amadekirin û sazkirina gelek semînar û debatan li parlamentoya Swêdê û li welatên bakurê Ewropayê li dor pêþhat û guhertinên herêma Kurdistanê ku di van minaqeþeyan de kesên þareza û pispor ji Kurd û biyaniyan beþdar dibûn.

 

Ji bo teþwîqkirina xwendekarên Kurd, ên lîseyê û zanîngehan ku bi Kurdistanê ve bên girêdan û lêkolînên zanistî li ser Kurdistanê di warên cihê de binivîsin, çend salan li ser hev, KRG-bakurê Ewropa xwendekarê/a ku baþtirîn lêkolîn dinivîsî xelat dikir.

 

Ji xebatên gelek berbiçav yên nûneratiya hikûmetê li bakurê Ewropayê galayên Kurdî bû. KRG- bakurê Ewropayê çar salan li ser hev galaya Kurdî li Stokholmê û du salan li Norvêjê û carekê jî li Danmarkayê çêkir. Di van galayan de Kurdê salê, Kurda salê, dostê Kurd ê salê, dosta Kurd a salê, dostê Kurd ê fexrî, dosta Kurd a fexrî bi rêya joriyekê serbixwe dihatin hilbijartin û xelatkirin. Serokên partiyên siyasî, wezîr, parlamenter, sefîr, siyasetmedar, rewþenbîr û kesên navdarên Kurd û biyanî mêvanên galayên Kurdî bûn.

 

Vê çalakiya nimuneyî, galayên Kurdî, rûyekê nû û pêþkeftî yê herêma Kurdistanê nîþanî Ewropiyan da û gelek armancên hêja û bi nirx bidestve anîn. Vê destpêþxeriya KRG di warê çandî, spor û hunerî de bala mediyayê kiþand ser çalakiyên Kurdan. Galayên Kurdî, ew dîtina ku negatîv di mediyayê de li ser Kurdan dihat nivîsîn, bi awayekî berbiçav ew dîtin guhertin. Dostên Kurd ên ku di rojên tarî û tengaviyan de alîakriya gelê Kurd kirî, bi wefa û xwedî li wan derket û ew xelat kirin. Xwedîlêderketin û bilindnirxandina xebatên nifþê taze, rolên wan Kurdên aktîv û xwedî meqam di civaka dewletên bakurê Ewropayê de, ên ku di hemi gavan de Kurdîniya xwe diparêzin û þanaziyê pê dikin. Ev xwedîderketin germayiyek û hêzek mezintir da wan.

 

Galayên Kurdi li Swêdê 2005-2009

Kurdê salê

Darin Zanyar stranbêj

Özz Nujen komediyan

Komak NGO

DalKurd football kilub

 

Dostê Kurd

Fredrik Malm siyasetmedar

Helena Svantesson doctor

Lars Demian stranbêj

Qandil NGO

 

Dostê Kurd ê fexrî

Gösta Ekman aktor

Olof G. Tandberg aktor

Ulla Hoffmann siyasetmedar

Thomas Hammarberg EU Commissioner for Human Rights

 

 

Norvêj 2008-2009

 

Kurdê salê

Rauf Seraci aktor

Haci Akman çalakvanê NGO

 

Dostê Kurd

Anja Breien direktor

Erling Folkvord siyasetmedar

 

Dostê Kurd ê fexrî

Jon Rud çalakvanê NGO

Wenche Larsen Founder NGO Kurdish Solidarity

 

Denmark 2009

 

Kurdê salê

Kameran Brahimi KurdanTV

 

Dostê Kurd

Klaus Slavensky Institute for Human Rights IMR

 

Dostê Kurd ê fexrî

Holger K. Nielsen