Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

M.Elî Kut

 

 

ÞIVAN PERWER HOZANÊ GELÊ KURD E!

 

 Îro min nivisa Fermanê Botî di derheqê Þivan Perwer de bi xemgînî xwend! Çiqasî mirov divê nivisên wusan cidî bigire an ne, ev li alîyekî; lewra ji bo ku di malpereke kurdî de hatiye weþandin balkêþ e. Berya her tiþtî wekû kurdekî, dûvre wekî dostekî û rexnegirekî LOTIKXANÊ ez vê nivisê û xwediyê wê protesto dikim! Ev nivis ji cidîyet û qeydên weþangerî dûr e û bê guman divabû nehate weþandin!

 

Þivan Perwer bê þik mirovekî fermî ye! Bivê nevê ê li ser û di derheq de ê were nivisîn. Lê “paparazzi” jî hed û sînorek heye! Herweha heqê camêr jî heye ku xwe biparêze! Daxwaza min li vir ne ku weke ewûqatekî  Þivan Perwer biparêzim, bawerim ew têra xwe heye. Lê em divê prensîbekî girîng ji bîr nekin, lê xwedî derkevin û biparêzin: hozan, hunermend, ew jî wekû her mirovî insan in! Þexs in, jiyaneke wan î þexsî jî heye. Weke her kesî ew jî guherbar in, çi ji hêla bîr û bawerî û çi ji hêla jiyana þexsî ve. Ji ber van herdu sedemên dawîn mirov xeteke sor nikane bikþine ser navê hozanekî, saz û gotina wî ji dest bigre, hîç û pûç bike. Eva belbî tenê di nav civaka me kurdan de heye, ev jî ji ber mentalîteyeke kevn û xerabe tê!

 

Gelek kurd li ber stranên Þivan Perwer li kurdiya xwe hay bûne, bi dîrok û daweya kurdayetî mejîyê xwe nû kirine. Ev kar û xebata hunerî ye ku Þivan Perwer dike hozanê gelê kurd, heta û heta! Me çi ji wî Þivanî ye ku  bi Gulîstan re li hev kiriye an nekiriye. Me Þivan Perwerek heye,em wî dinasin, KÎNE EM dibê!

 

 Silav û rêz

                      

 

KEN Û GIRÎN!

 

 Gotin, bêje, axaftin ji roja roj de di nav mirovan de peyda bûye û pêþde ketiye. Dîroka axaftinê ê wekî ya mirovatiyê kevnare be. Eve ji pêwistiya hevdu famkirinê hatiye afirandin. Ji hev famkirin jî, di rewþeke civakî de pêdiviyeke bingehîn e. Ev sedema bingehîn û ya destpêkê her îro jî wusan e. Nivis merhaleyeke bilindtirîn e bê guman. Çendî ku bi hezar salan ve jî dîroka nivisê kevn e, dîsan jî li gor ya axaftinê bûyereke nû ye di dîroka mirovatiyê de. Bi destpêka nivisê mirovatiyê þoreþeke mezintirîn ya fikrî pêk anîye bê þik. Tecrube, fikir û bawerî bi vî babetî ji nifþekî derbasî nifþekî din bû ne, pêþde ketiye, rengekî estetîk girtiye. Di axilbê civakan de nivis wekî karekî pîroz hatiye pejirandin. Ew kesên ku bi vî karî mijûl bûne, an xwedayî an jî kesên sihîrbaz bûne.

 

Girîngiya nivisê her ku dem derbas bûye xurtir bûye ji bo pêþketinê, ên xwedî pirtûk serekatiya olên dunyayê kirine, ên hakimê nivisê, bûne xwedîyên zanyariyên curbecûr; wekî felsefê, kîmya , feza ûhwd. Lewra vê sihîrbaziya gotinan di warê civakî û siyasî de jî pêþveçûnên mezin kirine. Di yekgirtina milî, ya miletan û avakirina dewleta nasional de…

 

Ger em maneya milî, millet bikin neynik em dê li pêþberî xwe, komek mirovên xwedî qîmetên hevpar bibînin. Giringtirînê van qîmetan bê guman ziman e! Ziman ji bo miletekî qîmet û dezgehê herî bingehîn e. Milet û netew bi hebûna dezgehên milî ava dibin, xurt dibin yekitî û hebûna xwe tekûz dikin. Bi reya zimanê nivîskî sitandardan ji xwe re ava dikin…

 

 

Gotineke pêþiyên me heye, dibên: “biçe ba dostekî ku te bigrîne ne yekî ku te bikenîne”! Bê guman eve nayê wê manê, ê ku  mirov tenê bigrîne ê dost be. Lewra di girîn de cidîyeteke heye, sergiraniyeke heye fikrek heye. Di roja îro de ji bo me kurdan jî evana pêwist in. Em xelkek bi qasî sîh milyon in, lê sê tiþtê me î miþterek nîn in. Em ne xwedîyê xwe û yek dezgeheke milî ne. Ew qîmetê me î herî hevpar ku ziman e, ew jî belawela hezar perçe ye!

 

Li dor sêsed sal berê Pîrê Xanî ev pirs dikir. “Ez mame di hîkmeta Xwedê da, Kurmanc-î di dewleta dine da, aya bi çi wechî mane mehrûm, bilcumle jibo çi bûne mehkûm”!? Kalê me bersiva wê jî baþ dizanî bû. Herweha tiþtê jê hat jî, hewl da, kir! Lê fikrên wî li ba me cih negirt, an me hay jê nebû, nexwendin! Rewþa me îro jî wekî wê rojê ye. Em bindest in, “situxwar” in, “pozbilind” in, “bê tifaq” in, mahcir in, perîþan in. Divê em heroj li koþeyekê rûnên û çend saetan bi hale xwe bigrîn!

 

De looo! Ma bû çi?

 

Ew jî rast e. Ma ji LOTIKAN pê ve çi di destên me de maye. De werin em tevde bidin LOTIKAN!

 

Silav û rêz