Lokman Polat

lokmanpolat2000@yahoo.se

 

 

 

SPAS JI MALPERA LOTIKXANÊ RE

 

Demeke dirêje ku di malpera Lotikxanê de dinivîsim. Spas ji Lotikxanê re ku ev îmkan dane min û nivîsên min weþandin. Herweha spas ji xwendevanên Lotikxanê re ku nivîsên min xwendin û car caran rûbirû û bi mailan dîtinên xwe ji min re gotin.

 

Ji bo ku min dest bi nivîsîna pirtûkeka li ser navçeya Licê kiriye û ez bi nivîsîna pirtûkê re mijul dibim, lewre jî ez nikarim nivîs bigîþînim malpera Lotikxanê. Ez doza lêborînê dikim. Bila birêvebirên Lotikxanê û xwendevanên Lotikxanê min bibexþînin, êdî ez nikarim nivîs biþînim. Lê, ez ê dîsa piþtgirî bikim û ji bo xwendevanên kurd, carna nivîs biþînim.

 

Ez gelek girîngî didime nivîsîna pirtûka xwe ya li ser Licê. Ez dixwazim dîmeneke ji navça Licê pêþkêþê xwendevanên kurd bikim. Licê navçeyeke bi navûdeng e û li bakurê Kurdistanê navçeya herî girîng e û ya herî pir bûyer lê hatiye qewimandin. Ez bi þansim ku min herçar parçeyên Kurdistanê dîtiye. Ez li temamê bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê geriyam, herî pir leþkerên Ordiya tirk li navçeya Licê û li Þirnaqê hene.

 

Ji dema serîhildana Þêx Saîd Efendî ê nemir heta îro gelek Liceyî ji bo doza netewa kurd û Kurdistanê þehîd ketine. Di dema serîhildanê de gelek gundên Licê hatibûn þewitandin û li navçeya Licê, li ”Çarþiya Genim” serê leþkerên Þêx Saîd Efendî bi serê daran ve hatibûn eliqandin. Leþkerên Ordiya tirk li çiya çiqas þerkerên kurd bikujta, serê wan jê dikir û dianiya li Licê bi serê darê ve dikir. Wê demê zilm û zordariyeke nedîtî ji alî generalên tirk Alî Barut ve li Licê hate pêkanîn.

 

Dema þerê qirêj de jî Licê du car hate þewitandin. Gelek xort û keçên ciwan yên Liceyî li Licê û li çiyan hatin þehîdkirin. Ez ê di pirtûka xwe de behsa þehîdên doza kurd û Kurdistanê yên ji dema serîhildana Þêx Saîdê nemir heta dema niha bikim. Ez ê behsa bûyerên girîng ku li Licê hatine pêkanîn bikim. Ez ê behsa rewþa siyasî ya li Licê ji salên heþtêyî heta îro bikim. Behsa kes û malbatên welatparêz û þexsiyetên siyasî û nivîskarên Liceyî bikim.

 

Ez ê bi þêweyeke berfireh pirtûka li ser Licê amade bikim, ez ê dîroka Licê, navdarên Licê, malbatên Licê, têkoþerên Licê, Þehîdên Lîceyî û sîyasrtmedarên Licê binivîsim. Ez ê wisa binivîsim ku, sed sal paþê dema yek pirtûkê bixwîne, bizanibe ku sed sal berê li Licê çi bûye, çi bûyer pêk hatiye, kî þehîd ketiye, kî þoreþgerî kiriye, kî ketiye hepis û zindanan, kî li sirgûnê çûye ser heqiya xwe, kî bûye nivîskar, kî bi zimanê kurdî nivîsiye, kî ji bo têkoþîna netewî û demokratîk çi bedêl daye, li Licê kîngê komeleyên sivîl hatine damezrandin, buroya riya azadî kîngê vebû, kîjan partî û rêxistinên kurd li Licê hebûn, kî serkêþiya wan dikir? Çima Apoyiyan li gundê Licê – li Fîsê- kongre çêkirin? Þeva duwanzeyê Îlonê, dema darbeya Kenan Evren çêbû, sekreterên kîjan partî û rêxistinên kurd li Licê bûn? Rastiya Licê û rewþa Licê ya siyasî, aborî û civakî çibû? Ez ê binivîsim.

 

Ji ber sedemên nivîsîna pirtûkê, ez ê xatir ji xwendevanên malpera Lotikxanê bixwazim. Weke min li jor gote, ez ê car caran dîsa bi nivîsên xwe merhaba bidime xwendevanên kurd..

 

Ez sala nû ya xwendevanên Lotikxanê û ya hemû kurdan pîroz dikim

 

08/12/2007-Stockholm

 

Nivîsên berê

 

WEÞANÊN DU ZIMANÎ

 

Weþanên kurdan, anku kovar, rojname û pirtûkên ku partî û rêxistinên kurdan derdixin divê bi kurdî bin. Divê partiyên kurdan bi kurdî siyaset bikin. Siyasetmedarên kurd dev ji siyaseta bi zimanê fermî ya dewleta dagirker berdin.

 

Gelek weþanên kurdan bi du zimanan derdiket û hêj jî hinek kovar û rojname bi du zimanan – bi tirkî û kurdî – derdikevin. Bi min, divê dev ji du zimanan weþanê berdin. Kovar yan rojnameke yan bila bi tevahî kurdî be û yan bila bi tevahî tirkî be.

 

Ozgur Gundem tevahî bi tirkî ye, Azadiya Welat tevahî bi kurdî ye, ev baþ e. lê, Ozgur Polîtîka, Deng, Dema Nû, Roja Kurd, Demokrat û hwd, bi kurdî û tirkî ne, ev nebaþ e. Kes, derdor û siyasetên ku weþanên du zimanî derdixin, bila kuma xwe daynin ber xwe û bifikirin. Kovar yan rojnamê ji bo çi derdixin? Hedef û armanca wan çiye? Bi kovar û rojnamê ji çi re xizmet dikin? Ew weþan haceta çi ye û hwd…….

 

Heger pêwîstiya wan bi weþana du zimanî heye, bila du weþanên cuda bi herdu zimanan derxin, nekû weþaneke bi du zimanan.Navê kovarên xwe bi kurdî datînin û nivîsên tê de bi tevahî tirkî ye. Weha nabe. Divê kovarên ku navên wan kurdî ne, bila nivîsên wan jî kurdî bin, ji bo tirkî jî bila bi navê tirkî û nivîsên tirkî kovar û rojname derxin.

 

Zimanê kurdan anku kurdî netenê zimanê nivîsîna helbest, çîrok û romanan e. Bi zimanê kurdî çawa ku edebiyat tê kirin, herweha bi kurdî felsefe jî tê kirin, siyaset jî tê kirin, gotarên îdeolojîk, polîtîk û teorîk jî tê nivîsîn. Yanî mirov dikare bi kurdî hemû cure gotarên felsefî, nivîsên îdeolojîk û teorîk yên siyasî û nirxandinên edebî û rewþenbîrî binivîse.


 

DEWLETA TIRK HAR BÛYE

 

 

Li Tirkiyê li ser navê ”dijê terorê” li dijê kurdan dijayetiyeke gur tê kirin. Ev dijayetî bi destê dewleta dagirker a tirk, bi pêþevatiya generalên faþîst yên ordiya mîlîtarîst û bi tevgera hemû cure tirkên kemalîst, faþîst, nîjadperest, olperest û þoven tê kirin. Ne tenê dewleta tirk li hemberê kurdan har bûye, herweha civata tirk, hemû cure tirkperest, yanî ji zar û zîçan bigir, heta çep û olperestên tirkan bi yek dengek li dijê kurdan derdikevin, dijminahî dikin.

 

Dijayetiya kemalîst û olperestên nîjadperest yên tirk ji nîjadperestiya spîyên Afrîka baþur yên berê û faþîstên Nazîyan xirabtir e. Bi qasê ku nîjadperestên kemalîst yên tirk li dijê kurdan in, li cîhanê tu miletek ewqas li dijê miletekî din nîn in. Serfermandarê faþîst yê ordiya hov Buyukanit dibêje ”Em ê êþeke nedîtî bi wan bidine kiþandin.” Êþê bi kî dide kiþandin? Bi kurdan dide kiþandin. Kîn û xereza nîjadperestên tirk ya li hemberê kurdan gihîþtiye radeya herî bilind. Masmedia wan, rojnamayên wan yên rojane û bi sedan kanalên televizyonên tirk li dijê kurdan vedireþin, weþanên heqaretwarî dikin, li hemberê kurdan kîn û nefretê belav dikin.

 

Hedefa dewleta tirk û dijayetiya nîjadperestên tirkan Kurdistana azad e, anku baþurê Kurdistanê ye. PKK behane ye. Dewleta tirk ji destkevtiyên kurdên baþur û pêþveçûna baþurê Kurdistanê ditirsin. Ew ji xwe re PKK-ê xeter nabînin, Kurdistaneke federe yan jî serbixwe ji bo xwe xetera herî mezin dibînin. Loma jî bi behaneya PKK-ê êriþkariya baþurê Kurdistanê dikin.

 

Heger dewleta tirk bi tang û topan, bi balafiran êriþê baþurê Kurdistanê bike, ev dibe sedema þerêke mezin. Ji vî þerî ne tenê kurd herweha dewleta tirk jî dê zirarê bibîne. Ordiya dewleta tirk a milîtarîst ordiyeke hov e, barbar e. Ew êriþê Kurdistana azad bikin, ev dê ji bo kurdên baþur felaket be. Ew dê gund, navçe û bajaran xirab bikin. Destkeftiyên kurdên baþur ji holê rakin û dê bixwazin heta bajarê Kerkûkê dagir bikin. Ji xwe sixûrekî ku xwedê giravî rewþenbîre û eqilmendiya dewletê dike, dibêje ”Divê artêþ biçe Kerkûk û Musulê zeft bike. Heger wir zeft neke, dê Diyarbekir ji dest biçe.” (Binêrin beyana Prof. Yalçin Kuçuk)

 

Êriþ kirin û nekirina dewleta tirk bi helwesta Amerîka ve girêdayî ye. Di pêncê meha bê de serokwezîrê dewleta tirk Receb Teyib Erdogan – ku bi eslê xwe Gurcî ye – diçe Amerîkayê û bi serokê Amerîka Bush re hevdîtin pêk tîne. Encama vê hevdîtinê radeya êriþa dewleta tirk diyar dike. Heger Amerîka nexwaze û tirk dîsa jî –di gel ku Amerîka naxwaze – bi serê xwe tevbigere û êriþ bike, ev ji bo dewleta tirk destpêka têkçûnê ye. Lê, heger Amerîka ji bo êriþa Îranê alîkarî ji dewleta tirk wergire, çavên xwe ji bo êriþa tirkan bigre û bê helwest bimîne ev ji bo kurdan xeter e.

 

Hefteya pêþiya me, hevdîtina serokwezîrê Tirkiyê û serokê Amerîkayê ji bo pêþeroja netewa kurd gelek girîng e. Heger dewleta tirk harbûna xwe li dijê Kurdistana azad pêk bîne, divê kurdên herçar parçeyên Kurdistanê bibine yek deng û yek reng û ne tenê li ser axa Kurdistanê, li temamê cîhanê dijê dewleta tirk derkevin. Êriþa dewleta har û hov ji bo kurdan xetera man û nemanê ye û lewre jî divê li dijê dewleta tirk hemû cûre þer û çalakî bê dayin.

 

30 / 10 / 2007

 

 

 

XWELÎ LI SERÊ WAN BE

 

 

Di nav xelkê de gotinek heye, dibêjin ”Xwelî li serî be” yan jî ”xwelî li serê wan be.” Ev gotin ji bo kesên nebaþ, yên ku kêrê tiþtekî nayên û ji tiþtek re nabin, karekî baþ nakin û kesên tewþ re tê gotin. Mirov dikare vê gotina gelêrî ji bo dewlemendên kokkurd ku dijminê eslê xwe ne bibêje.

 

Medya nîjadperest, þoven û faþîst a tirk ji bo milîtarîzmê, ordiya kemalîst a dagirker hîn bêtir xurt bike, li ser navê ”Terorle mucadele kahramanlarina destek kampanyasi – Kampanya alîkariya lehengên li dij terorê têdikoþin” Lê hûn vê weke kampanya lehengên kul i dij kurdan þer dikin bizanibin. Bi vê kampanyê ”Vakfa mehmetcik” re anku ji ordiya dagirker re alîkarî dicivînin. Televizyona bi navê ”Haber Turk” serkêþiya vê kampanyayê dikþîne û lîsteya kesên ku alîkarî dane ordiyê weþand. Di nav lîsteya alîkariyê de gelek kesên kokkurd ku têne nas kirin hene û ji wan heryek bi hindikayî sed hezar ytl – sed milyar tl – dane ordiya milîtarîst û hov.

 

Perê ku ji bo ordiyê tê civandin li hemberê gelê kurd tê bikar anîn. Generalên hov bi wan peran hîn pirtir çek û sîlah distînin û hîn pirtir kurd dikujin. Kesên dewlemend ku bi peran alîkariya ordiyê dikin, dewlemendên bêesl û fesl in, pozneþewitî ne, bêþexsiyet in, durû ne, xaînê gel û welatê xwe ne, dijminê netewa xwe ne.

 

Bi pereyên wan kurd têne kuþtin. Di nav wan kurdên ku têne kuþtin de mirovên wan, hemþeriyên wan, gundiyên wan, pismamên wan, kesên ji eþîra wan, ji malbata wan, bi kurtahî ji miletê wan însan hene û bi perê wan têne kuþtin.

 

Li cîhanê bi qasê bi þexsiyetiya dewlemendên kurd dewlemendên tu welatî tunin. Dewlemendên xelkên cîhanê li miletê xwe, li welatê xwe, li dewlemendiya ser erd û bin erdê welatê xwe, li bazara xwe ya bazirganiyê xwedî derketine. Lê dewlemendên kurdan li hêjayî û hebûnên welatê xwe xwedî derneketine.

 

Li bakurê Kurdistanê çîneka millî – netewî – pêk nehat. Çîna ku bi dagirkeran re hevkarî kir û bakurê Kurdistanê kire bazara malên dagirkeran anku çîneka bazirganî ya þirîkên dagirkeran, çîneka hevkarên dewleta dagirker ku ji dewletê re xulamî û sîxurî dike û çîna kompradoran pêk hat. Evana dijê doza netewa kurd in. Xaînê gel û welatê xwe ne. Xulam û þirîkê dewleta dagirker in. Bêþexsiyet û rûreþ in.

 

Kesên dewlemend yên kokkurd ku gelekên wan xwedî holdîng û þirketên mezin in, hinekên wan dengbêjin, stran dibêjin û hatiniya wan gelek e, ji ordiya hov a dagirker re dibine alîkar, lê ji gelê xwe re, ji þehîdên welatê xwe re, ji feqîr û fiqarên bakurê Kurdistanê re nabine alîkar. Li doza netewa kurd û li zimanê kurdî xwedî dernakevin. Berjewendiyên xwe yên þexsî li ser hemû tiþtan digrin.

 

Yilmaz Erdogan heta ji ordiyê re alîkarî dike, bila ji feqîrên Hekarîyê re alîkarî bike. Îbrahîm Tatlîses bila ji belengazên Rihayê re alîkarî bike. Fînans kapîtalîstên kokkurd, yên xwedî holdîngan bila li bakurê Kurdistanê fabrîqe û karxane vekin, bila weþana rojname û televizyonên kurdî amade bikin. Li temamê cîhanê ji bo ticaretê – bazirganiyê- be jî þirket, holdîng û kesên dewlemend kovar û rojname diweþînin, kanalên televizyonan vedikin. Çend kesên dewlemend yên kokkurd ku kanalên televizyonan vekirine, ew jî di xizmeta zimanê tirkî û tirkayetiyê de ne. Ev kanalên televizyonan ji bo doza netewa kurd tu xizmeteke pêk neanîne û naynin jî.

 

Loma jî bi qewlê gotina xelkê, xwelî li serê wan û dewlemendiya wan be. Ji tiþtek re nabin. Dijminê netewa xwe ne, kole û xulamê dagirkeran in.

 

22/19/07

 

 

HÊJAYIYÊ EDEBIYATA KURDÎ

 

Romannivîserê kurd ê nûjen, dostê min Mehmet Uzun çû ser heqiya xwe. Gelê kurd û herweha edebiyata kurdî hêjayiyekî xwe wenda kir. Ew xebatkarekî û berhemkarekî çand, ziman û edebiyata kurdî bû. Ez gelek li ber wefata wî ketim, êþiyam, xemgîn bûm. Ez li Amedê – Diyarbekirê- du hefte beriya mirina wî pê re axifîm û gotinên wî di gohên min de, di heþ û mejiyê min de ye.

 

Dema ew nexweþ bû, min bi sernavê ”Tarîtî û Ronahî” nivîseke nivîsîbû û min di nivîsa xwe de behsa nexweþiya wî – qanser – û berxwedana wî ya li hemberê nexweþiyê kiribû. Min nexweþiya qanserê bi tarîtî û berxwedana wî bi ronahîyê nav kiribû. Min bi gotineke nivîskara jin Susan Sontag dest bi wê nivîsa xwe kiribû. Susan Sontag gotibû  ”Nexweþî rûyeke reþ ê jiyanê ye.” Min jî hêvî û daxwaz kiribû ku rûyê reþ ê jiyanê têk biçe û berxwedana li hember reþiyê anku ronahî bi ser bikeve. Lê çi heyf ku rûyê reþ ê jiyanê anku tarîtî bi ser ket û nivîskarê hêja Mehmet Uzun ji nav me bir.

 

Mehmet Uzun xwedî hinek xisûsiyetên taybet bû. Ev xisusiyetên wî di herkesî de tunebû. Ew însanekî xweþbîn û dostekî rasteqîn bû. Wî bi însanan re têkiliyên germ dadaniya û di hêla têkiliyên însanî de gelek serketî bû. Ew bûbû weke serkaniya moraldayinê û tim moral dida nivîskarên ciwan û wan teþwîqê kurdî nivîsînê û xwendinê dikir. Dema wî min bidîtana pirsa wî ya ewil ev bû ”Tu çi dinivîsî? Ka pirtûkek nû amadeye yan na?” Min hefte beriya mirina wî jê re got : ”Pirtûka min a nû li çapxanê ye. Hetanî heftek, deh rojan dê derkeve.” Gelek keyfa wî hat û wî ez pîroz kirim.

 

Mehmet Uzun dostê min bû. Di tu demê de navbera min û wî xirab nebû, her navbera me baþ û xweþ bû. Di jiyana min a nivîskariyê de û di xebata min a çandî û edebî de yê ku herî pir bi min re bû alîkar, moral da min û min teþwîqê nivîsînê kir, Mehmet Uzun bû. Dema ew li rojnameya Kurdistan Press-ê dixebitiya, min jî bi hewes, bi þewq û heyecaneke ciwantiyê dest bi nivîsîna kurteçîrokên kurdî kiribû. Min bi kurdî kurteçîrok dinivîsand. (Wê demê weke niha ewqas pir kesan bi kurdî nivîs nedinivîsand. Ew dem kompîtur nû derketibû û înternet tunebû. Yên ku bi kurdî dinivîsandin çend kes bûn.) Mehmet Uzun min û kesên weke min ku dixwestin bi kurdî binivîsin teþwîkê nivîsîna kurdî dikir. Di pêvajoya weþana rojnama Kurdistan Press-ê de gelek nivîs û kurteçîrokên min yên kurdî –bi teþwîqa Mehmet Uzun- di rojnama Kurdistan Press-ê de hate weþandin. Pirtûka min a bi kurdî ya yekem (navî Evîn û Jiyan e û têde çardeh kurteçîrokên kurdî hene) bi alîkariya wî hate weþandin. Wî ji bo pirtûka min a bi navê ”Evîndar” pêþgotin nivîsî û min pêþgotina wî di pirtûka xwe de weþand.

 

Mehmet Uzun hejayiyeke edebiyata kurdî ye. Li Cîhanê, Tirkiyê û Kurdistanê edebiyata kurdî herî pir bi berhemên wî hatiye naskirin. Dema ez li welat bum, ez çûm kîjan dikanê pirtûkfiroþ pirtûkên wî yên bi kurdî û tirkî li wir hebû. Min bi gelek xwendevanên Unîversîteyan re, bi pirtûkfiroþ û weþangeran re, bi rewþenbîr û nivîskaran re têkilî danî, hemûyan jî bi rêz û dilxweþî behsa Mehmet Uzun û berhemên wî dikirin.

 

Karker, xebatkar, birêvebir û berpirsiyarên weþanxane, kovar û rojnameyan û xwendevanên wî yên ku ez wan nas dikim û tevahiya gelê kurd, hemû jî xemgînin, li ber mirina wî ketin. Wî bi berhemên xwe xwe kire nemir. Ew dê her di dilê gelê kurd û xwendevanên xwe de bijî.

 

Bila serê malbata wî û gelê kurd sax be...

 

 

 

BIRYAN Û SAVARA KURDAN

 

Ez li gelek welatên cîhanê geriyame, min li tu ciheke ”tenûr” û nanê tenûrê nedîtiye. Tenûr tenûra kurdan e. Mucîdê çêkirina ji mast dew û rûn jî kurd in. Kurd di meþkan de mast diçelqînin û dikin dew û li ser dew rûnê taze heye. Mast, dew, çortan û herweha gelek tiþtên din aîdê kultura kurdan e.

 

Kedîkirina Beraz’an cara pêþîn li Kurdistanê pêk hatiye. Di gel ku ola Îslamî xwarina goþtên Beraz’an qedexe kiriye jî, li çîyayên Kurdistanê hêj jî Berazên kovî hene. Yekî Licî di gundê ”Akro” de bi çavên serê xwe beraz dîbû. Li cem me ji Beraz re ” Wehþ” dibêjin, bi tirkî jî jê re ”Domuz” dibêjin.. Gelek heywanên din jî ji alî kurdan ve, li Kurdistanê hatine kedîkirin.

 

 “Mast” jî cara pêþîn ji alî kurdan ve hatiye çêkirin. Mast û çeqilmastê kurdan meþûr e. Lê, çi heyf ku; tirkan mastê kurdan jî ji xwe re kirine mal, jê re gotine “Yogurt” û bi vî navî ketine bazara dinê – cîhanê – û bazirganîya wê kirine. Ji xeynê kurdan tu gelek, milletek nizane “Savar” çêbike. Mucîdê Savarê kurd in û ev xwarin xwarina millî –netewî – a kurdan e. Tirkan wê jî ji xwe re kirine mal. Wan navê Savarê kirine “Bulgur” û bi riya bazirganîyê li dinê –cîhanê – belav kirine.

 

Ez li Stockholmê çûm restorantê. Min li lîsteya navên xwarinan mêze kir, xwarina bi navê ”Biryan” hebû. Ez ji xwe re mam þaþ. Swêdî nizanin biryan çiye û di nav xwarinên wan yên netewî de ev xwarin tune. Gelo aþpêjê wan likur çêkirina vê xwarinê fêr bûbû? Garsonê restorantê Swêdî bû. Min jê pirsî ku aþpêþê wan swêdî ye yan biyanî ye? Wî got ”aþpêþ hîndî ye, ji Hîndistanê ye.” Min paþî bi aþpêj re xeber da. Wî got ”Xwarina biryan li Hîndistanê tê çêkirin. Xwarina hîndîyan e.” Min jê re got ku li bajarê Kurdistanê anku li Bedlîsê û Sêrtê ev xwarin tê çêkirin û navê xwarinê jî heman nav e, yanê biryan e. Aþpêj got ”wisane yan me ji kurdan biryanê girtiye yan jî wan ji me girtine.” Êdî rastiya wê çiye, ez jî nizanim. Lêbelê biryan xwarineke xweþ e.

 

Li Swêdê bi sedan kovar hene. Her kovar li gor babetek e. Kovara xwarinê, aþpêjiyê jî heye. Di vê kovara xwarin û aþpêjiyê de danasîna ferhenga aþpêjî ya cîhanê tê weþandin. Di çend hejmarên wê de ji metbexa kurdan çend xwarin hatin danasîn. Li gorê nirxandina nivîskarên kovarê ” þaristanî bi destê jinên vî welatî hat zayin, nan li vî welatî cara yekem hat lêdan, ajel û sewal li ser vî xakî hatin kedîkirin, mast li vî welatî cara yekem hamin bû! Bi kurtî: Kurdistan buhuþta serzemîn bû...”

 

Di gel hêjayiyên civakî, hebûnên dîrokî û þaristanîya welatê me, çi heyf ku ji ber sedemên sîyasî û konjukturî di dema îroyîn de welatê me paþve maye û hilberînên nû neafrîne, îcadên nû pêk nayne. Ji ber rewþa statuya kolonyalî ya welatê me, ji bo nebûna dewletbûnê, welatê me paþve ma û kete rewþeke xirab.

 

Helbet dê ev gel û welat azad û rizgar bibe û dîsa ji þaristanîya cîhanê re xizmet bike.

 

 

 

ÇIL ROMANNIVÎSERÊN KURD

 

 

Li gorê romanên kurdî / kurmancî yên ku hatine weþandin, çil romannivîserên kurd hene ku heta niha bi kurmancî roman nivîsîne. Herçiqas hejmara romannivîseran çilin jî, (hejmara romannivîseran ji çilî zêdetirin, lê min çil romannivîser hilbijart) romanên ku bi kurmancî nivîsîne nêzîkê sedî ne.

 

Bi zaravayê Zazakî û Soranî jî hinek roman hatine nivîsîn, lê neewqas pir in. Bi Zazakî sê, çar roman û bi soranî jî neh, deh roman hene û hew. Lêbelê bi kurmancî gelek roman hene û hêj jî herî pir romanên kurdî bi kurmancî tê nivîsîn.

 

Di nav romannivîserên kurd yên ku bi kurmancî roman dinivîsînin de yê ku herî pir roman nivîsîne, Mehmed Uzun, Ereb Þemo, Lokman Polat, Elîyê Evdirrahman, Mahmûd Baksî, Medenî Ferho, Laleþ Qaso û Silêman Demir in.

 

Li ser van çil romannivîserên kurd hêj pirtûkeke lêkolînê nehatiye nivîsîn. Li ser romanên çil romannivîseran analîzeke tevahî nehatiye kirin. Hêj jî antolojiya romana kurdî nehatiye weþandin. Min li ser hinek romanên kurdî / kurmancî bi navê ” Bîst Romanên Kurdî ” pirtûkeke nirxandinê nivîsî û weþand. Ew pirtûk antolojî nîn e, pirtûka danasîn û nirxandina bîst romanên kurdî ye. Loma jî bila nebe sedema rexneya ku çima di pirtûkê de hinek roman hene û hinek tunin. Pirtûka nirxandina ”Bîst Romanên Kurdî” destpêkeke û ez hêvîdarim ku dê demên pêþ de hinek kesên ku romanên kurdî dinirxînin û analîz dikin, dê li ser çil romannivîser û romanên kurdî pirtûkên xwe yên lêkolînî amade bikin û biweþînin.

 

Ji bo helbesta kurdî du pirtûkên antolojiya helbestên kurdî li Stenbolê hatine weþandin. Li ser kurteçîrokên kurdî jî du pirtûkên antolojiya çîrokên kurd hatin weþandin. Yek jê bi kurdî / kurmancî bû û yek jê bi tirkî bû. Ez hêvîdarim ku rojeke li ser romana kurdî jî antolojiyeke romana kurdî bê weþandin.

 

Li cîhanê gelek lêkolînvan li ser jiyan û berhemên nivîskaran pirtûk amade dikin û diweþînin. Pirtûkên biyografîk yên nivîskarên cîhanê ji alî xwendevanan ve gelek tê xwendin. Pirtûkên jiyan û berhemên nivîskarên cîhanê du hêlên nivîskar bi mirov dide nasîn. Hêleke wan ê însanî û jiyana wan û hêla wan a xebatkarî û berhemên wan yên edebî bi xwendevanan dide zanîn. Xwendevan bi pirtûkên biyografîk yên nivîskaran wan ji nêzve nas dikin û di derbarê hemû berhemên wan de dibine xwedî agahdariyeke berfireh.

 

Di nav kurdan de ev tiþt hêj pêk nehatiye. Tenê birêz Dr. Omer Uluçay li ser jiyan û berhemên nivîskarê kurd Mehmed Uzun bi navê ”Mehmed Uzun Kitabi” pirtûkeke amade kiriye û weþandiye. Ev pirtûka wî ya hêja ji bo pirtûkên weha bi vî rengî destpêk e. Ev pirtûk dikare bibe mînak jî bo amadekirina pirtûkên din yên li ser nivîskarên kurd.

 

Di esasê xwe de xwendevanên kurd yên li Unîversîtan dixwînin, dikarin tezên xwe yên doktorayê li ser jiyan û berhemên nivîskarên kurd amade bikin. Bi min jiyan û berhemên nivîskarên klasîk yên edebiyata kurdî, herwekî Melayê Cizîrî, Elîyê Herîrî, Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran, û jiyan û berhemên nivîskarên kurd yên Kafkasyayê, herwekî Ereb Þemo, Heciyê Cindî, Eliyê Evdirahman û ji bakurê Kurdistanê jiyan û berhemên gelek nivîskarên kurd dikare bibe mijara naveroka tezên doktorayê yên xwendevanên Unîversîteyan..

 

 

 

 

SIYASETA SERDEMA NÛ

 

Siyaseta serdema nû ne weke siyaseta esra  bîstan  e. Siyaseta sedsala bîst û yekan ji hemû cure siyasetên berê cuda ye. Çawa ku siyaseta cîhanê hatiye guhertin, divê siyaseta kurdan jî li gor rewþa cîhanê û bi þêweyeke rasyonalîst bê guhertin. Siyaseta kurdên baþur li gor serdema nû û bi þêweyeke eqilane hatiye pêkanîn. Divê ya kurdên bakur jî weha bê pêkanîn.

 

Li cîhanê stratejiya hêzên çep jî tê guhertin. Di nav hêzên Marksîst de bandora Lenînîzm û Stalînîzmê hatiye þikandin. Êdî hêzên Marksîst dizanin ku Lenînîzm û Stalînîzm, Marksîzm nîne. Dîtin û ramanên Marksîzma rasteqîn û Stalînîzm û Lenînîzmê ji hev cuda ne.

 

Têkçûna Sovyetê têkçûna Lenînîzm û Stalînîzmê ye. Têkçûna li ser navê Sosyalîzmê damezrandina kapîtalîzma dewletî ye. Têkçûna dîtinên Lenîn yên ku digot ”li welatên feodal û nîv feodal bi riya nekapîtalîzmê dikare sosyalîzm bê damezrandin.” Di welatên paþvemayî de, li komarên turkî yên asya navîn de ku civakên wir koçber, gavan û þivanên li ber garana dewaran û di çadiran de dijiyan, dê çawa sosyalîzm bihatana damezrandin.

 

Li gorê hinekan têkçûna Sovyetê – Lenînîzmê – ji bo hêz û tevgerên çep yên cîhanê felaketeke. Lê, bi min na, ne wehaye. Dîtin û ramanên Lenînîzmê ji tiþtek re nebû. Ji bo cîhanê re nebû çareserî û ji bo kurdan jî bû xeter û zirarê da kurdan. Sîstema kul i ser ramanên Lenînîzmê bi destê Stalîn hate pêkanîn dîktatoriyeke bê vate û tewþ bû. Xelkên Sovyeta berê û gelên cîhanê ji dîtin û ramanên Lenînîst zirarê dîtin.

 

Sazûmana ku li ser navê Marksîzmê û Sosyalîzmê hate pêkanîn sosyalîzm nebû, dîktatoriyeke zilimkar, sazûmanekî antî-demokratîk û ji hêla aborî ve kapîtalîzma dewletî bû. Di sazûmana – dûzena – kapîtalîzma dewletî de dewlet her xurt dibe û civak qels dibe. Civak dibe koleyên dewletê û ji bo xurtbûna dewletê kar dike. Her tiþt aîdê dewletê ye û kaymaxa wê jî mîlîtarîst û sivîl burokrat dixwim. Burokrat di nav xenîmetê de dijîn û civak tazî û birçî, nanoziko dijîn.

 

Têkçûna Sovyetê ji bo gelên rojhilata navîn û bi taybetî ji bo kurdan jî baþ bû. Sovyet alîgir û piþtgirê dewletên statukoperest yên rojhilata navîn bû. Sovyetê piþtgiriya Iraq û Suriyê dikir. Bi saya alîkariya Sovyetê partiya Baas li ser hikûm dima û civakê dipeliçiqand, li ser gelê kurd zilm û zordarî dikir. Sovyetê çek didane Haviz Esat û Saddamê dîktator. Bi çekên Sovyetê li baþurê Kurdistanê kurd dihatin kuþtin. Siyaseta Sovyetê ya derveyî siyaseteka li dij gelên bindest bû, siyaseteka þaþ û tewþ bû. Wan bi siyaseta xwe ya þaþ tenê berjewendiyên dewleta Sovyetê parastin û berjewendiyên gelên bindest binpê kirin.

 

Li rojhilata navîn xelkê ku herî pir ji siyaseta Sovyetê zirar dîtin kurd bû. Di damezrandina komara Tirkiyê de, Sovyetê çek û zêr û pere da M. Kemal. Sovyetê tu serîhildaneke kurdan neparast û piþtgiriya wê nekir. Sovyetê kurdên rojhilatê Kurdistanê, komara Mehabatê kire qurbana petrola Îranê. Sovyetê kurdên baþurê Kurdistanê kire qurbana Saddamê dîktator. Sovyeta li tu perçeyeke Kurdistanê piþtgiriya kurdan nekir û doza netewa kurd neparast. Wan dîtina piþtgiriya gelê bindest kirinê binpê kirin.

 

Di navbera salên 1975 û 1980-yî de li bakurê Kurdistanê hinek partî û rêxistinên kurd yên çep ji ber têgihiþtineke þaþ Sovyetê parastin, li niha rastî derketiye holê û êdî partî û rêxistin Sovyetê û herweha dîtin û ramanên Lenînîst û Stalînîst naparêzin. Divê êdî kurd ne wek berê, weke serdema nû ya niha siyaset bikin û berjewendiyê welatê xwe û civaka xwe biparêzin.

 

Li cîhanê modela partiya Lenînîst jî têk çûye, îflas kiriye. Hinek grubên pir biçûk Lenînîzmê diparêzin, lê ew jî pir marjînal in, tu hêzeke wan kul i ser siyasetê û civakê tesir bike nemaye. Êdî ew nikarin bandora xwe li ser rewþenbîr, karker, gundî û hemû kategoriyên civakî daynin. Êdî li gor modela partiya Lenînîst civak bi rêxistin nabin.

 

Di sedsala 21-an de li gor þert û þûtên din û herweha li gor konjuktura cîhanê û rewþa kurdistanê pêwîstî bi modelên rêxistinên nû yên sivîl, demokratîk û siyasî hene û organîzekirina civakê ya bi rêxistinî li gor mentalîteyeke nû heye. Sê beþên Kurdistanê hêj jî azad nebûye. Statuya hersê beþên Kurdistanê hêj jî statuyeke kolonî –sumurge- û paþvemayî ye. Di welatên kolonî yên neazad de; gava yekemîn û têkoþîna bingehîn gav avêtina ber bi azadiyê ve ye. Yanî ji bo azadiya gel û rizgariya welat çi pêwîst be divê ew bê kirin.

 

Li hersê parçeyên Kurdistanê yên neazad de rewþa heyî ya objektîv dide nîþandan ku partiyeke bi serê xwe nikare welat rizgar bike, civakê azad bike. Di rewþeke weha de pêwîstî bi enîyên berfireh – ji bo her parçeyê yek enîyek- û temsîliya netewî heye. Cure cure partî û rêxistinên kurdan li hersê perçeyên Kurdistanê di binê yek sîwaneke de kom bibin, hêzên xwe bikine yek û enîyeke berfireh pêk bînin, têkoþîneke hevbeþ bê dayin, dê riya serketinê vebibe û piþtî demeke dê serbikeve. Helbet ji bo serketinê divê raya giþtî ya cîhanê û dewletên demokratîk yên cîhanê piþtgiriya kurdan bikin. Lêbelê ji bo mirov ji raya demokratîk ya cîhanê alîkarî bigre divê hêza mirov a yekbûnî û herweha siyaseteka mirov ya baþ û rast û eqilane hebe ku ew jî piþtgirî bikin.

 

Enî – cephe – haceta têkoþînê ye. Dema enîyeke fereh bê damezrandin û têkoþîneke piralî bê dayin, di nav pêvajoyê de ev têkoþîn dikare bi xwe re damezrandina kongreyeke netewî ya ku temsîla Kurdistana bakur bike pêk bîne. (Li rojhilatê Kurdistanê û li baþurê rojavayê Kurdistanê jî li gor þert û mercên wan parçan dikare enî û temsîlên netewî yên ji bo wan perçan bêne damezrandin.)

 

Kongreyeke ku temsîla bakurê Kurdistanê bike, di pêþerojê de dikare bi enî û kongreyên ku temsîla parçeyên din dikin re hevkarî bike û ji bo yekîtiya herçar parçeyên Kurdistanê kar û xebat bike. Divê armanca hemû partî û rêxistinên herçar parçeyên Kurdistanê ji bo pêþerojê yekîtiya herçar parçeyan û Kurdistaneke serbixwe be.

 

--------------

KOMELA JINAN : PELDA   

 

Jin ruknê malê ne, bingeha jiyanê ne. Bê jin jiyan nabe. Pêþveçûna civakê, bi azadiya jinê ve girêdayîye. Civakên ku wekheviya jin û mêrî pêk neyne, kesayetiyên azad tunebin, li ser jinê zilm û zordarî, tehda û lêdan hebe, ew civak nabe civakeke demokratîk. Li gorê lêkolînên lêkolînvanan li cîhanê herî pir lêdan di nav civaka tirk de ye. Yanî herî pir mêrên tirk li jinên xwe dixin. Loma jî heþtêsal li ser komara Tirkiyê derbas bû, ew hêj jî nebûye dewleteke demokratîk. Civaka tirk jî di gelek waran de paþvemaye û nebûye civakeke demokrat.

 

Têkoþîna gelêrî bê jinan nabe. Têkoþîna ku jin di nav de cihên xwe bigrin, pêþ dikeve, bi ser dikeve. Ji hêla têkoþîna netewî û demokratîk ve kurd û bi taybetî jinên kurd mînakeke berbiçav e ku li cîhanê bûye balkêþ. Jinên tu miletî bi qasê keç û jinên kurd bejdarê têkoþîna netewî û herweha beþdarê þerê çekdarî nebûne. Keç û jinên kurd bi rengê xwe yên têkoþerî bêemsal in, nimûne ne.

 

Di têkoþîn û pêþveçûna civakî de rola rêxistinên jinan girîng e. Rêxistinên sivîl yên jinan dikarin gelek kar û xebatên baþ pêk bînin û roleke pozîtîv bilîzin. Li bakurê Kurdistanê beriya salên heþtêyî bi navê DDKAD komeleyeke jinan hebû û di nav têkoþîna netewî û demokratîk de cihê xwe girtibû. Ew dem komeleyeka bi navê ÎKD jî hinên jinên kurd di bin sîwana xwe de civandibû.

 

Niha jî li bakurê Kurdistanê hinek komeleyên jinan hene. Ev komele ji bo jinan xebatên baþ dikin û herweha mil didine têkoþîna netewî û demokratîk. Yek ji wan komeleyên jinan ku bi nav û nasnameya kurdî hatiye damezrandin komela jinan ya bi navê PELDA ye.

 

Komela jinan, PELDA di 12-ê Gûlana 2005-an de li navçeya Erganî – girêdayê Diyarbekir e – hatiye damezrandin. Armanca komelê kar û xebata jinan ya sosyal, civakî, çandî, tenduristî, siyasî bike û li hemberê neheqiyê, zilm û zordariyê têbikoþe û jinan hiþyar bike.

 

Dema ku komela jinan, PELDA hatiye damezrandin, dewleta dagirker aciz bûye û bi riya mahkemeyê biryara fesihkirinê wergirtine. Mahkema dagirker gotiye ”Ji xeynê tirkî nabe ku bi zimanekî din nav li komelê bê danîn.” Damezrevan û birêvebirên komelê li hemberê biryara dadgehê derketine û têkoþîna xwe ya demokratîk domandine.

 

Komela jinan, PELDA hêj jî bi vî navê kurdî kar û xebata xwe li navçeya Erganî’yê didomîne. Damezrevanên komelê helwesteke baþ wergirtine ku bi navê kurdî komele vekirine. Divê êdî li temamê bakurê Kurdistanê komeleyên ku bêne damezrandin bi navê kurdî bin. Yanî netenê komeleya jinan, herweha komeleyên xortan, yên çandî, yên sosyal civakî û hemû cure komele bi nav kurdî û nasnameya kurd bêne damezrandin. 

 

 

------------------------

KEHANET

 

Ez kahîn nîn im. Lê, kehanetên kahînan bala min dikþîne. Çi pirtûkeke kahînan yan jî yê li ser kehanetê bikeve destê min, ez dixwînim. Hinek tiþtên ku kahînan weke kehanet gotine, di pêvajoya demê de rast derketine. Ev rastderketin mirov dide fikrandin. Kahîn Nodre Dame çend sed sal berê hinek tiþt gotiye û ew tiþtên wî weke kehanet pêk hatiye, rast derketiye.

 

Kehanet pêþbînî ye, zanîna pêþerojê ye. Di pêþerojê de dê çi buyer biqewime, çi pêk bê ji alî kesên xwedî keramet weke kehanet tê gotin û gelekên wan rast derdikevin. Gelek kerametên kahînên Notredamê rast derketine. Herweha hinek kerametên kahînekî Yunanî jî rast derketine. Kahînê bi nave Laonicus Chalcondyles pirtûkeke bi nave “Hilweþandina Împaratoriya Tirk” nivîsiye û weke kehanet behsa têkçûna împaratoriya tirk kiriye.

 

Ev kahîn di navbera salên 1425 û 1490-î de jiyaye. Ew eslê xwe grekîyekî –yunanîyekî- Atînayê bûye û li Konstantînopolîsê – Stenbolê – jiyaye. Wî gotiye yê ku Stenbolê fetih bike navî ”Mehmed” e. Rast derketiye. Fatîh Siltan Mehmed Stenbolê fetih kiriye. Wî gotiye dê Împaratoriya Osmanî hilweþe. Rast derketiye, hilweþiyaye.

 

Ez di gel kahînan ji însanên ulimdar, fîlozof, helbestvan –þaîr- û derwîþan hez dikim. Ji tirkan qet fîlozof derneketiye, lê ji kurdan gelek fîlozof derketine. Fîlozofê herî mezin yê kurdan Ahmedê Xanî ye. Di dîrokê de kahînên kurd hebûne, lê kehanetên wan yên bi nivîskî wendane, derneketine holê. Þaîrên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Baba Tahîrê Uryan ji nav tirkan derneketine. Þaîrê wan ê herî navdar Nazim Hîkmet e, ew jî netirk e, koçberê polonî ye.

 

Belê, wekî min got, ez kahîn nîn im, lê ez ê hinek kehanet binivîsim. Ev tiþtên ku ez ê ji bo pêþerojê binivîsim, dibe ku di pêþerojê de bêne pêkanîn û kehanetên min rast derkevin. Belkî sed sal paþî hinek xwendevanên kurd vê nivîsa min ji nav arþîvên dîrokî derxin û bixwînin û bibînin ku tiþtên min di destpêka sala 2005-an de nivîsiye, di nav pêvajoya sed salan de rast derketine.

 

KEHANETÊN SEDSALÊN PÊÞEROJÊ

 

1-     Sedsala 21-an dê bibe sedsala kurdan. Di nav vê sedsala 21-an de dê kurd bibin xwedî dewlet. Dê pêþî du dewlet (weke Kore û Vîetnamê) û paþî yek dewleteke kurd bê damezrandin. Ev mesela du dewletiyê jî dê weha pêk bê. Dê pêþî dewleteke federe pêk bê. Paþî dewleteke federa a din pêk bê. Paþî dê dewleteka federe bibe serbixwe. Dewleta din ya federe bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Paþî dê referanduma gelêrî pêk bê û piraniya dengan bixwazin ku dewleta federe bi dewleta serbixwe ya Kurdistanê re bibe yek.

2-     Dê li Tirkiyê kemalîzm helweþe. Tu qîmet û rûmeta kemalîzmê nemîne. Dê herkes li kemalîzmê nalet bîne. (Li ser nivîsa van rêzên ku min jib o kemalîzmê nivîsîbû du sal derbas bû (min van rêzan di sala 2005-an de nivîsîbû), waye li Tirkiyê kemalîzm berbi hilweþandinê ve dice. Di hilbijatina vê sale (2007) de partiya kemalîst CHP têk çû.)

3-     Dê dewleta tirk ya nîjadperest têk biçe, di þûna wê de dewleteke federal û girêdayê Yekîtiya Ewropayê pêk bê û dê hemû gelên Anatolîyê azad bibin.

 

Li gerdûnê sekna dawî tune. Hertiþt di nav hareketê de ye û digehure. Rewþa civakî û rewþa dewletên cîhanê hertim wek xwe namîne. Binêrin, demeke Sovyet weke împaratorîyeke mezin bû û li cîhanê hêza duyemîn ya herî mezin bû. Lêbelê rewþ hate guhertin û Sovyet ji holê rabû. Dewleta nîjadperest û þoven a kemalîst jî dê ji holê rabe û dê kemalîzm têk biçe.

 

------------------------------------------- 

ALA XWÎNÎ

Li xwepêþandanên (mitîngên) hilbijartina partiyên tirkan binêrin, ji xeynê ala wan a xwînî tiþtek tune. Di qada mitîngan de bi deh hezaran kes dicivîn û bi hezaran ala sor a xwînî ya Tirkiyê di destên wan de ne û li ba dixin. Di hemû meþ û mitîngên partiyên dagirker yên tirkan de nîjadperestî û þoventîyeke bêpayan tê kirin.

 

Di mesela doza kurd û Kurdistanê de hemû partî wek hev in û li dijê gelê kurd in. Di nav partiyên dagirkerên tirk de partiya herî xedar, þoven, faþîst, milîtarîst û nîjadperest partiya kemalîst û faþîst CHP  û partiya faþîst MHP ne. Partiya kemalîstên faþîst û nîjadperest ÎP (Îþçî Partîsî) Partiya diz, sûtal, paþverû û faþîst GP (Genc Partî) û partiya kemalîstên bi rû BTP (Bagimsiz Turkiye Partîsî) jî di dijayetiya kurdan de kêmê  CHP û MHP –ê nînin.

 

Di mitîngên van partiyan de, ala sor a xwînî tê baxistin û serokên van partiyan li dijê gelê kurd vedireþin, dijminahî dikin. Ala tirkan bi rastî jî alake xwînî ye û ji ber xwînê hatiye çêkirin. Ev al di þerê Mercîdabikê de ji ber berma xwînî hatiye çêkirin. Di þer de ordiya tirkên hov wisa însan kuþtine ku ji xwîna wan di newalê de gola xwînê pêk hatiye û ber bi êvarê hîv û stêrê þewqa xwe daye ser gola xwînê û tirkên xwînhez ji ber vî þiklî, vê ala xwînî çêkirine û ew ji dema Împaratoriya Osmaniyan ta îro bûye ala dewleta tirk. Dema M. Kemal û hevalên wî Padîþahê Osmanî ji ser text xistine û dewleteke dîktatorî ya þoven, faþîst û nîjadperest damezrandine, têkilê alê nebûne, ala xwînî negehurandine. M. Kemalê dîktator jî weke padîþahê Osmaniyan mirovkuj, xwînhez û xwînperest bûye. Þaîrekî tirk jî dibêje : ”Bayragimizi bayrak yapan ustundekî kandir. – Yê ku ala me kiriye al xwîna li ser e.”

 

Xwendevanên kurd dizanin ku di dîroka tirkan de bi navê ”Hun Turkler” beþeke tirkan hebûye. Baþ e ev nav jikur hatiye û kî vî navî li tirkan daniye. Ev ”Hun Turkler” bi maneya ”Xwîn Turkler” in. Vî navî jî aryanan (kurdan û farisan) li tirkan danîne. Yanî ”Hun Turk” bi peyv û maneya xwe ya eslî ”Xwîn Turk” e.

 

Dema tirkên xwînî, hov û barbar ji Asya navîn ber bi rojhilata navîn û ewropayê ve dest bi êriþên hovane kirine û barbariya xwe nîjan dane, kurdan ji wan re gotine ”Tirkên Xwînî” û ewropiyan jî gotine ”Tirkên barbar”. Beþeke ji van tirkên xwînî û barbar hatine rojhilatê ewropayê dagir kirine, wir ji xwe re kirine cih û war û navê ku kurdan li wan danîne domandine. Yanî niha jî navê wan ”Hungarya” yanî ”Xwînî” ye. Bi tirkî ji wan re dibêjin ”Macar” yanî yên ku koç kirine, bûne mihacir û çûne cihek, dewerek din.

 

Nivîskarên tirk di pirtûkên dîrokî de û herweha di dibîstanên tirkan de pirtûkên fermî yên perwerdeyê pesnê siltan, padîþah, han û hakanên tirk yên dîrokî didin. Ev kesên ku pesnên wan têne dayin hemû jî êriþkar, talanker, barbar û xwînperest bûne. Di dîrokê de kesên herî xedar û xwînxwar Cengizxan, Tîmûrleng, Metexan, Alpaslan, Tîmuçîn, Yavuz Selîm û Mistefa Kemal in.

 

Van kesên xwînxar, hemûyan jî li Kurdistanê katlîam çêkirine, kurd kujtine. Di dîrokê de bi qasê ku ordiyên tirkên hov û barbar kurd kujtine, mileteke din ewqas neteweyeke din nekujtine. Dibêjin tirkan milyonek ermenî kuþtine. Heger ji dîrokê ve bijmêrî tirkan ji ermeniyan pirtir kurd kujtine. Mongol hatine êriþê Kurdistanê kirine bajaran xirab kirine, gundan þewitandine, kevir li ser kevirê nehêþtine. Paþî tirkên Selçûkî, Oxizî, tirkmenî û xwîntirkên xwînî hatine êriþê Kurdistanê kirine û kurd kuþtine. Di dema Împaratoriya Osmaniyan de Kuyucaklî Mistefa kurdan kiriye bîran û ser bîran girtiye, Yavuz Selîm ji kurdan nefret kiriye û li hemberê kurdan gotinên hov û rezîl li ser kaniyê nivîsiye ku tirk wan gotinên Yavuz Selîm bixwînin ji kurdan nefret bikin. Fermandarekî ordiya tirk gotiye kî bibêje ez kurd im, tif bikin rûyê wî. Mistefa Kemalê nîjadperest hebûna kurdan înkar kiriye û kurdan qetil kiriye.

 

Werhasil tirk ji hêla dîrokî ve û ji hatine wan ya Asya navîn heta îro li hemberê kurdan sucdar in, tawanbar in. Divê dewleta tirk ji kurdan ozrê xwe bixwaze, doza lêbûrînê bike. Qetlîamên ku li hemberê gelê kurd û ermenî pêkanîne qebûl bike.

 

Lêbelê nake. Dewleta dagirker a tirk li hemberê kurdan hovîtî –barbarî-ya xwe didomîne. Dema min vê nivîsê dinivîsand, di televizyonê de bavê çekdarekî ku ji alî ordiya tirk ve hatiye þehîdkirin, dibêje ”Sawcî bi devê xwe ji min re gotiye kurê te bi þêweyeke hovîtî kuþtine.” Dîsa li herêma Çolemergê du çekdarên kurd êsîr – dîl – dikevin destê tîmên taybetî yên artêþa tirk. Bi herdu çekdaran þkence dikin û dawî bombe di bedena wan de diteqînin.

 

Dema dewlet hov û barbar be, civak paþverû, þoven û nîjadperest be, çepên wan nasyonalîst û faþîst be, îslamiyên wan Tirk-îslamcî û kemalîstên bi rû be, dê ala wan jî xwînî be.

 

 

FAÞÎZMA TIRK

Bû du serokwezîrên Tirkiyê dibêjin ”Li Tirkiyê dewleta kûr heye.” Dewleta kûr ordu bi xwe ye. Komara Tirkiyê ji alî leþkeran ve weke dewleteke mîlîtarîst hate damezrandin. Bingeha vê dewleta mîlîtarîst nîjadperestî, þovenîzm û faþîzm e. Li Tirkiyê faþîzm her dem bi destê dewleta kemalîst û bi darbeyên leþkerî hatiye pêkanîn. Faþîzma Tirkiyê naþibe faþîzmên cihên din. Ji bo ku bingeha wê dewlet e, faþîmeke berdewamî heye ku jê re bi tirkî ”sureklî faþîzm” dibêjin.

 

Hinek dîtinên þaþ faþîzmê di partîyên sivîl û di rejimên –hukumetên- paþverû de dibînin. Yanî li gor wan heger partiya faþîst MHP bê ser hukum û bibe desthilatdar, wê demê faþîzm heye. Ev dîtineke nerast e. Li Tirkiyê dema ku MHP tunebû jî, faþîzm hebû.

 

Di salên 1975 heta 1980-yî partî û rêxistinên çep faþîzmê di MHP-ê de didîtin û li gor wan antî- faþîst micadele divê li dijê partiya faþîst MHP-ê bihatana kirin. Wê demê di nav tevgera kurd de kovara Rizgarî nivîsî ku ” di mesela pirsa netewa kurd û Kurdistanê de, ferqa partiyên burjuva yên tirkan tune. Hemû jî dagirkeriyê diparêzin, nîjadperest in û faþîst in. Lewre jî ferqa CHP û MHP-ê tune.”

 

Ev dîtin îro hîn bêtir rastiya xwe radixe ber çavan. Di mesela kurd de Kemalîst CHP, Perînçekçî ÎP, Olperestên tirk-îslamîst, tarîqata Kadirîyên tirk, Kualisyona KIZIL ELMA û hwd, ji MHP-ê pirtir nijadperest û faþîst in. Faþîstiya tirk bi vana tenê bimana dîsa xem nebû. Niha li Tirkiyê civaka tirk bi destê dewletê, bi propaganda orduyê – artêþê- dibe civakeke nîjadperest û faþîst.

 

Faþîzma tirk bi partiya faþîst MHP-ê dest pê nake. Faþîzma tirk ji partiya Îtîhad û teraqî dest pê dike, bi kemalîzmê didome û xurt dibe û herweha bi dewleta komara Tirkiyê re dibe yek. Yanî faþîzma tirk bi dewleta tirk a kemalîst û bi destê ordiya tirk a faþîst û kemalîst pêk tê.

 

Bi destê ordiya faþîst li hemberê kurdan nîjadperestiyeke dijminahiyê tê belavkirin. Civaka tirk di bin bandora dîtinên dewletê de dimîne û dibe dijê gelê kurd û ew wisa har dibin ku dixwazin kurdan parçe bikin, wan bikujin. Leþkerên ordiya tirk li hemberê çekdarên kurd xwînxwarîyeke wisan dikin ku neeqilê mirovan e, ancan kesên hov, wehþî, barbar tiþtên weha bikin. Ew goh û pozên çekdarên mirî –þehîd- jêdikin, çavên wan derdixin, serî, lêv û tiliyên wan jêdikin, lingê xwe didine ser laþê wan ê mirî û wêne dikþînin.

 

Civaka tirk li hemberê gelê kurd kîn û nefreta xwe bi þêweya lînçkirinê didine nîþandan. Çekdarekî kurd ê birîndar hêsîr dikeve destê askerên dagirker ên tirk, civaka wan radibe ser piyan û dixwaze wî/wê çekdarê kurd lînç bike, bi dest û lepan bikuje. Li dinyayê tiþteke weha, kîn û nefreteke ewqas hov û barbar nehatiye dîtin. Walîyê dewletê li pêþberê masmedia tirk dibêje ”Wan bikujin, biqelêþin, parçe bikin.” Walîyekî ewqas xwînxwarî û barbarîya xwe bi eþkere diyar bike, êdî bifikirin leþkerên ordiya barbar a tirk dê çi bike û çi neke.

 

Civaka ku bi destê ordiya milîtarîst þikil bigre ew civak nabe demokrat. Dewleta ku bi destê kemalîstên nîjadperest bê birêvebirin ew dewlet nabe komareke demokratîk. Bila kurd xwe bîlasebe nexapînin. Dewleta tirk bi hêsanî û însanî heqê kurdan nade.

 

Ev heþtê salin ku dewleta tirk ji kurdan re dibêje ”cudaxwaz” û bi vî sucdariyê kurdan tawanbar dike, wan dixe hepis û zindanan û wan dikuje. Kurd çiqas bibêjin ”em cudaxwaz nînin” jî, li ber dewleta tirk pere nake. Dewleta tirk tu car mohra terorîstiyê û cudaxwaziyê ji ser kurdan ranake. Lewre jî pêwîst nake ku kurd bi dewleta tirk bidine qebûlkirin ku ew cudaxwaz nînin.

 

Dewleta dagirker a tirk çiqas dibêje ”hûn cudaxwaz in” siyasetmedarên kurd jî dibêjin ”na, em necudaxwaz in.” Bi min divê kurd bibêjin” em cudaxwaz in.” Em naxwazin bi civaka tirk re û di nav sînorên fermî yên dewleta tirk de bijîn. Em kurd in, sînorên welatê me diyar e. Em dixwazin di nav sînorên xwe de bijîn. Em dixwazin bi parçeyên welatê xwe re bibine yek. Bi wan re dewleta xwe ya yekbûyî û netewî damezrînin.”

 

-----------------

DIBÊJIN JIN WEHA NE

 

Dibêjin; jin ji bo yê ku ji wan hez dikin na, lêbelê ji bo yê ku li wan hikûm dikin can didin, xwe dikin feda.

 

Dibêjin; dilê jinan ji yê/ya ku jê hez nake qet naþewite.

 

Dibêjin; jin dikare çavên ku hertiþtî dibîne jî bixapîne.

 

Dibêjin; ji jinê hez bike, wê amoþ bike, biparêze, bawerî bide pê, xwe pê þêrîn bike, ew dê bibe qewraþa te.

 

Dibêjin; heger hûn dixwazin pîvana þaristaniyê bipîvin, li þertên jîyana jinan binêrin.

 

Dibêjin; jina ku bi gotinên xweþ neyê xapandin tune.

 

Dibêjin; jin tiþtên ku ji bo wan tê kirin, weke deyndariyê dihesibînin.

 

Dibêjin; temenê jinê û muzîkê tune ye.

 

Dibêjin; jina spehî çavan coþ dike, jina baþ dilan þad dike.

 

Dibêjin; jin hertiþt efû dikin, lêbelê tu tiþtî ji bîr nakin.

 

Dibêjin; jina ku hezkirina xwe ji mêran re dibêje, ya ku herî hindik  ji mêran hez dike ye.

 

Dibêjin; pir hindik jin hene ku qîmeta wan ji rindîya wan bi tementir e.

 

Dibêjin; yê/ya ku jinê xweþik kiriye Xwedê/a ye, yê ku xweþhal kiriye þeytan e.

 

Dibêjin; spehîbûna jinê di dema hezkirinê de derdikeve holê.

 

Dibêjin; jin mirov ezîz jî dike û rezîl jî dike.

 

Dibêjin; jin mirov ji dîn û îman dike.

 

Dibêjin; jin ji mêran pirtir xwedî hîkmet in.

 

Dibêjin; jin hindik dizanin, pir fêm dikin.

 

Dibêjin; jin di ciwaniya mêrê xwe de evîndara mêrê xwe ne, di navsaliya mêrê xwe de hevalê mêrê xwe ne û di kalepîrîya mêrê xwe de qewraþa mêrê xwe ne.

 

Dibêjin; heger bi rastî mirov ji jinek hez bike, di çavên wî de hemû jinên din wenda dibin.

 

Dibêjin; jin nizane di ramîsana pêþîn de çi wenda kiriye. Lê, dizane di ramîsana paþîn de çi wenda kiriye.

 

Dibêjin; jin wekî sîya mirov e. Tu wê biqewirînî direve, tu birevî li pey te ye.

 

Dibêjin; ne bi jinê dibe û ne jî bê wê dibe.

 

Dibêjin; jin jîyan e. Bê jinê jîyan nabe.

 

MEZIYETÊN JINAN

 

Helbest : Lokman Polat

 

Jin jiyan e

Jiyanê dixemilîne

Jina baþ mêr dixe bin bandorê

Li ser mêr tesîr dike

Jina zana bala mêr dikþîne

Jina spehî ruhê mêr coþ dike

Jina fenker dibe xwedî mêr

 

Jin mêr ezîz jî dike û rezîl jî dike

Mêr çiqas mêrxas be jî, bi jinê nikare

Bê jinê þadî û bextiyarî nabe

Bi jinê þadimanî û serfîrazî dibe

 

 

CIVÎNA TEV-KURDê

 

Gruba Xebatê di civîna 26 / 27 ê Gûlana 2007an de navê xwe kire Tev-Kurd. Ez wekî alîgirekî û niha jî wekî endamê meclisa Tev-Kurdê damezrandina Tev-Kurdê li gelê kurd û li hemû siyasetmedarên kurd pîroz dikim.

 

Partî û rêxistinên kurdan û herweha sexsiyetên siyasetmedar yên kurd gelek caran hewl dan ku yekîtî û hevkarî –îtîfaq- yên siyasî û rêxistinî pêk bînin. Hinek hewldan çûn serî, lê temenê wan kin ajot. Di dîroka siyasî ya bakurê Kurdistanê de yekîtî û hevkariyên ku bi UDG, Uclî, beþlî, Tevger, Hevkarî, PYSK hatin navkirin, pêk hatin û zû xirab bûn, hilweþiyan. Ji bo yekîtî û hevkariyê hewldana herî dawî pêkanîna ”gruba xebatê” bû.

 

Dema hewldanên yekîtî û hevkariyê têk diçin, moralê kadirên siyasî xirab dibe û di hestên wan de sarbûnî çêdibe. Piþtî hilweþandina hewldanên yekîtî û hevkariyan gelek kadirên siyasî sar dibûn û diçûn li mala xwe rûdiniþtin. Ev jî ji bo pêþvebirina xebata doza netewa kurd û têkoþîna netewî û demokratîk zirar bû, xebat û têkoþînê qels dikir. Heger hewldana ”gruba xebatê” biser neketana û têk biçûna, dê dîsa moralê kadirên siyasî yên kurd xirab bibana û wan dê bigota ”binêrin kurd nayên cem hev û bi hevre kar û xebat nakin, têkoþîneke hevpar pêk naynin.” Lêbelê ji bo parastina doza netewa kurd gelek baþ bû ku hewldana gruba xebatê biser ket û ji bo kadirên siyasî yên kurd bû moraleke baþ.

 

Du rojên civîna damezrandina Tev-Kurdê de gelek axaftinên baþ yên bi sewiye û herweha hinek axaftinên nebaþ yên bêsewiye hatin kirin. Hinek însan ji bo tiþtek bibêje yan jî pêþniyazeke bike, çi zanîna wî hebe pêþkêþ dike û hêj dawî tiþteke ku dixwaze bibêje yan jî pêþniyaza xwe pêþkêþ dike. Hinek kes jî bêkû eleqeya axaftina wan û mijara civînê bi hev hebe, ji xwe re radibin behsa tiþtên din dikin û tu gotineke di derbarê mijar û naveroka civînê de nabêjin. Gohdariya axaftinên weha mirov bêhnteng dike, lê wekî axaftvanekî civînê jî gote”ji bo ku di civînê de demokrasî heye, lewre mirov tehemûlê wan kesan dike.”  Di esasê xwe de civînên weha ji bo xwenûhkirin, guhertin û pêþveçûna kesayetiya mirov girîng in. Di van civînan de mirov fêrê gelek tiþtan dibe. Anku her însan miheqeq tiþteke fêr dibe.

 

Civîna Tev-Kurdê bi serketî dawî bû û belavoka encama civînê ji raya giþtî re hate pêþkêþkirin.

 

TEV-KURD ji partîyên siyasî, hewildan, derdor, kom, înîsîyatîf, sazî, dezgeh û kesayetîyên serbixwe yên ku perspektîva yekîtîya neteweyî dixwazin û dibêjin, divê neteweya Kurd bi rayek azad li ser axa xwe pêjeroja xwe bi dest xe û wek malbatên netewe yên azad xwedî maf û azadîyan be, pêk tê.

TEV-KURD, hêjayîyên hevpar ên azadî û rizgarîya gelê me destnîþan kiriye û wek armanc daye ber xwe ku van hevparîyan zêde bike û bike malê gel. Bi vê armancê hêzên neteweyî yên demokratîk ên ku xwedî  rêxistin û bîr û hizrên cuda ne, di çarçeveya têkoþîn û hizrên yekdozî da anîye ber hev.

TEVKURD, di xebatên xwe da rewayî û serkêþîya sivîl, rûmeta mafên mirovî, demokratîya azadîxwaz û pirrdengî dike bingeh. Têkoþîna demokratîk û aþitîxwaz dihebîne.

TEVKURD, xwedî li destkeftîyên neteweyî yên Kurdistana Baþûr derdikeve û piþtgirîyê dike, bi Parlamentoya Federe a Kurd û hukûmeta wê ra dikeve hevkarîyeke xurt.”

 

Min çend hevok ji belavoka Tev-Kurdê wergirt û li jor di nav neynokê de weþand. Belavoka encama civînê ya ji bo raya giþtî re belavokeke bi naveroka xwe xurt û bi hedef û armancên xwe zelal e. Hewldana ”gruba xebatê” da nîþandan ku kurd dikarin bi hevre bixebitin, bi hevre têbikoþin, kar û xebata siyasî pêk bînin. Damezrandina Tev-Kurdê dê ji bo pêþveçûna xebat û têkoþîna netewî û demokratîk bibe gaveke girîng û bi nirx.

 

Ez hêvîdarim ku Tev-Kurd dê di xebat û têkoþîna xwe de bi ser bikeve.

 

 

 

SPASIYA MÊVANDARIYÊ

 

Lokman Polat 

Ez ji bo mêvandariya YNK, PDK, PDK-Îran, PDK – Bakur, PSK, Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Duhok. Kovara Nûbûn û rojnama Agrî re û herweha wek þexsiyetên kurd Kek Ristem, Mesûd, Nuredîn, Hesen Silîvanî, Xelîl Duhokî, þofer Zana, Kovan, Bedo,Erol, Yilmaz, Azad, Çekdar, Þefîq, Mîrze û Xeco Xan Xanima protîpa siyasetmedara kurd re ji bo mêvandariyê gelek spas dikim.

 

Nêzîkê du mehin ku ez li bakur û baþurê Kurdistanê digerim. Mirov li welatê xwe bigere û di nav gelê xwe de be, tiþteke pir xweþ e. Li parçeya azad a welêt de hestên mirov yên welatperweriyê þad û bextewar dibe. Kurdistana baþur azad e û bi modela federe be jî, dewlet e. Êdî dewleta dagirker a tirk çi bike jî nikare rê lê pêþiya dewletbûna kurdan bigre. TC- Komara Tirkiyê – çiqas bixwaze asteng derxe jî bi ser nakeve. Dê kurd bi ser kevin.

 

Min baþurê Kurdistanê þibande gund û bakurê Kurdistanê jî þibande bajar. Gund xilas bûye, azad e, divê bajar were rizgarkirin. Ji xwe hetanî bajar anku Kurdistana mezin rizgar nebe yekîtiya parçeyên Kurdistanê pêk nayê. Baþur rizgar bû niha dora rojhilat e. Ez di vê bîrûbaweriyê de me ku dê di demeke nêzîk de rojhilatê Kurdistanê jî rizgar bibe û li wir jî kurd bi þêweyeke azad ya dê dewleteke federal pêk bînin û yan jî bi baþur re bibine yek û herdu parçe bi hevre dewleteke serbixwe damezrînin.

 

Ji rizgariya bakurê Kurdistanê re dem dixwaze. Rizgariya parçeya mezin dê bi ked û xebata siyasî, rêxistinî û bi têkoþîneke dûr û dirêj pêk bê. Divê her kurd di dil û mejiyê xwe de bîr û baweriya rizgariya Kurdistanê bi cih bike û pê bawer bike. Kîngê be jî dê miheqeq Kurdistan rizgar bibe û gelê kurd azad bibe.

 

Ez 25 sal berê mêvanê PDK – Îran bûm, min nanê wan xwaribû û 25 sal paþî ez dîsa bum mêvanê wan û min nanê wan xwar. Ji bo mêvanperweriya Kek Ristem û Kek Azad ez carek din spas dikim. Ez dikaribum ji Koyê biçime Mehabatê, lê ez neçûm. Ez ê di dema ku Mehabat azad bibe, biçime wir û li wir cara sêyem bibime mêvanê Xizba demokrata Kurdistana Îran, partiya ku ji bo min gelek bi qîmet û qedirbilinde.

 

Baþurê Kurdistan di destpêka pêkanîna damezrandina dewletê de ye û lewre jî bibe nebe hinek þaþî û kêmaniyên wan hene. Hinek nakokiyên civakî û helkirina kar û barên bajarvanîyê û pêkanîna xizmetên sosyal civakî hene, ew jî di nav demê de, di pêþerojê de dikare hel bibe û bête çareserkirin.

 

Niha ji bo baþurê Kurdistanê tiþtên herî girîng mesela çareserkirina bajarê Kerkûkê û amadekirina yasaya bingehîn ya dewleta federa a Kurdistanê ye. Ev herdu xal hel bibin, tiþtên din dê bi tevahî bêne helkirin.

 

Ez ji þefredaktor, birêvebir û hemû karker û kedkarên kovara NÛBÛN û kovara PEYV re spas dikim ku carna nivîsên min weþandine. Di nav desthilatdariya weþanên bi alfabeya Arebî/kurdî de bi alfabeya Latînî/kurdî weþan derxistin karekî giranbihaye û hêjayê pesnê ye. Ez hêvîdarim ku li baþurê Kurdistanê hejmara kovar û rojnameyên bi alfabeya Latînî/kurdî her biçe zêde bibe û di pêþerojê de bi tevahî derbasî alfabeya Latînî/kurdî bibin.

07/06/2007

 

 

EVÎNDARA TIRSONEK

 

Tim nivîsîna gotaran nabe, bila carek jî helbest be.

Ez vê helbesta xwe pêþkêþî xwendevanên kurd dikim.

 

 

Wî di destpêka riyeke tarî de çavên te dît.

Dema ku ew ji jiyanê bêzar bû

Ji te hezkirina wî bû hezkirina ji jiyanê jî

Evîna te, jiyanê bi wî da hezkirin

 

Ew ji evînê netirsiya

Lêbelê tu ji evînê tirsiyayî

Ji tirsa evînê tu newêrabû

Evîna dilê xwe eþkere bikî

 

Lê, te evîna ku tu jê ditirsî

Di nav dilê xwe de berþê da

Ew cesaret bi te re tune

Loma tu newirayî evîna xwe qebûl bikî

 

Ji ber tirsa evînê

Tu dixwazî xwe ji evîndarê xwe

Dûr bixî

 

Ew çiqas dûrê te be jî

Ji te dûr nîn e

Bêhna te di poza wî de

Dengê te di gohê wî de ye

 

Çavên wî ji xeynê te

Tu tiþteke din nabîne

Laþ û ser û rûyê te

Weke wêneyeke di mejiyê wî de ye

 

Ew ji evîna xwe û te natirse

Wî bi eþkera evîna xwe

Pêþkêþê te kiriye

 

Herçiqas tu ji evînê ditirsî jî

Di xewn û xeyalên te de evîn

Dev ji te bernade

 

Heþ û eqilê te

Bi dizî be jî

Li ser evîndarê te ye

 

Dilê te ji ber evînê

Pêl dide, dibe agir û alawî

Diþewite

 

Tu ji ber êþa dil bi dizî dizarî

Derûniya hest û ruhê te nebaþ dibe

Ji bo aramiya ruhê xwe

Tu xwe bi xwe dixapînî

 

Hinek bi cesaret be

Li evîndarê xwe neheqî neke

Ji evîna wî re bi rêz û hurmet be

Bizanibe ku herî pir ew ji te hez dike

 

Tu çiqas dûrê wî bî jî

Hest û ruhê wî nêzî te ye

Tu çiqas bêhêvî bî jî

Ew bi hêvî ye

 

Tu evîna xwe jê re rave nekî jî

Ew li benda te ye

Ku tu rojeke evîna xwe

Jê re pêþkêþ bikî

 

Were netirse

Eþkere jê re bibêje

Ku tu jî ji wî hez dikî

 

Lêbelê, nebe nebe

Hûn bi hevre nezewicin

Zewac mirina evînê ye

 

Evîndarên rasteqîn

Divê negîþin miradê xwe

Ku evîna wan bibe nemir.

 

 

 

NEHEQIYA DU DOKTORAN

 

Min li ser komkujiya ermeniyan nivîseke nirxandinê nivîsîbû û ew nivîsa min di rojnama ”Dema Nû” de derketibû. Min di nivîsa xwe de rexne li Împaratoriya Osmanî û komara Cumhurî ya kemalîst girtibû.

 

Du doktorên kurd Dr. Nacî Kutlay û Dr. Tarik Zîya Ekîncî jî li ser qetlîama ermeniyan nivîsîne û ew kurdan sucdar dikin. Li gorê dîtina wan kurdan jî ermenî kuþtinê û divê kurd ji ermeniyan ”ozir” bixwazin, doza lêborînê bikin. Herdu doktor bi temen in, umrê wan li ser 70 salan e û hurmeta min ji wan re heye, lêbelê dîtinên wan þaþ in.

 

Di hêla siyasî, ramanî û rêxistinî de herdu doktor Kurdistanî nefikirîne û di nav tevgera netewî û demokratîk ya kurdî de cih negirtine. Herdu jî Tirkiyeyî bûne û yekî dinav partiya T.Î. P – ê de û yê din din nav CHP-ê de cih girtine, ji wan re xizmet kirine. Niha jî li gorê Dr. Tarîk Zîya Kurdistan somurge –kolonî- nîn e, nehatiye dagirkirin û heta kurd netewe jî nîn in, hindikayî ne – azinlik –in. Dr. Tarîk Zîya ji bo heqê kurdan mafê çandî –kulturel ozerklîk - dixwaze û Dr. Nacî Kutlay di nav DTP-ê de ye û ji xwe tê zanîn ew ji bo kurdan tiþtek naxwazin. Herdu doktor jî di bin bandora dîtinên kemalîst ”demokratîk cumhurîyet”ê de ne.

 

Dîtinên herdu doktoran yên derbarê komkujiya ermeniyan ji alî kurdan, ne rast in û ji bo ku kurdan tawanbar dikin û weke sucdar didine nîþandin þaþ in, neheq in. Ew bi van dîtinên xwe li kurdan û li xelkê kurd yê navça Licê neheqî dikin. Doktor Tarik Zîya Ekincî dibêje ”Liceyîyan gelek ermenî kuþtine û dest dane ser malê wan û herweha pereyên wan transferê malbatên Licî bûye û Licî bi perê ermeniyan dewlemend bûne.” Ev dîtin ji binî ve þaþ e, nerast e.

 

Licîyan ermenî nekujtine û bi pereyê ermeniyan zengîn – dewlemend – nebûne. Di dema berê de malbata herî zengîn li Licê malbata Dr. Tatîk Zîya ye. Zarokên vê malbatê dibistan xwendine û bûne doktor, mihendis, mielim û avukat. Wisane heger dewlemendî bi pereyên ermeniyan pêk hatiye, di serîde malbata Ekincîyan ermenî kuþtine û bi perê wan zengîn – dewlemend – bûne(!) Lê, na. Di Licê de di wê demê de çend malbatên dewlemend hebûne û wan bi riya ticaretê – bazirganiyê – xwe dewlemend kirine. Dewlemendê Licê yê herî dewlemend malbata ”Toprak”in û eleqeya dewlemdniya Hecî Hemît Toprak bi kuþtina ermeniyan tune.

 

Herdu doktoran jî agahdariyên þaþ wergirtine û loma kurdan û Licîyan sucdar dikin. Dr. Nacî dibêje ”Lîcelî Harun Çerkez çetesî ermenîyan kuþtiye.” Ev îdîa nerast e. Di Licê de bi navê Çerkez Harun tu kesekî tunebûye. Li Licê li hemberê ermeniyan ji bo kuþtina wan çete, mete nehatiye pêkanîn. Tiþtên weha derewên dîrokîne ku li kurdan û li Licîyan tê kirin.

 

Di nivîsên herdu doktoran de û bi taybetî di nivîsa Dr. Tarîk Zîya de tiþtên þaþ wisa pirin ku, pêwîst nake mirov li ser bisekine. Di gundê ”Serdê” de qetlîama ermeniyan çênebûye û herweha ”Cum” , ”Fum” û ”Sernis” jî yên ermeniyan nebûne.

 

Xwînxwarê komkujîya ermenîyan Sadrazam Talat Paþa di dema komkujîya ermenîyan de ji kîjan navçe û bajaran çiqas ermenî kuþtine, sirgûn kirine di deftera reþ de nivîsiye û ew deftera wî ya reþ îro derketiye hole. Di Lîsteyê de navê Licê tune, anku li Licê qetlîama ermenîyan pêknehatiye.

 

Di mesela komkujiya ermeniyan de yê bê sucdarkirin împaratoriya Osmanî û berdewama wê komara kemalîst a Tirkiyê ye. Min di nivîsa xwe ya di ”Dema Nû” de weha gotibû.

 

” Hinek komkujiya ermeniyan dikin stuyê kurdan û daxwaz dikin ku kurd jî ji ermenîyan doza lêborînê bikin. Yê ku fermana kuþtina ermenîyan derxistiye kurd nebûne, dewleta Osmanî bûye. Bi emir û fermana wan û ji alî ordiya wan ve ermenî hatine kuþtin. Di hinek cihan de heger alayên Hemîdî jî bi ordiya Osmanî re ermenîyan kuþtine, ev nayê vê maneyê ku kurdan ermenîyan kuþtine. Alayên Hemîdî ji alî dewletê ve hatiye damezrandin û di xizmeta wan de bûne. Lewre jî ji komkujîya ermenîyan kurd berpirsiyar nînin. Ordiya tirk li Qibrîsê jî qetlîam pêk anî û di nav leþkerên ordiya tirk de kurd jî hebû. Kes karê bibêje ku kurdan li Qibrîsê qetlîam pêk anî. Desthilatdariya kurdan tune, xwedî biryar tirk bûne û wan ferman daye. Þeyxulîslamê olî yê dewletê fetwa daye qetla ermenîyan helal kiriye û sadrazamê dewletê ferman daye û ordiya dewletê jî komkujîyê pêk anîye.

 

Di dema komkujîya ermenîyan de gelek ermenî ji xêra kurdan ji qetlîamê, ji kuþtinê xilas bûne. Di þûna ku kurd ji ermenîyan bexþandin bixwazin, dive ermenî ji kurdan re spas bikin ku gelek ermenî ji xêra kurdan ji mirinê xilas bûn û jîyana xwe domandin

Ez niha jî di vê bîrûbaweriyê de me û van dîtinên xwe diparêzim.

 

 

ROMANNAME

 

 Niha ez romaneke ku tenê ji nameyan pêk bê binivîsim, dê hinek kurdên nezanên edebiyatê bibêjin ”ev çiye?...Ma ji nameyan roman dibe….” Çawa ku kurdekî cahilê edebiyatê gotibû ”ma kurteroman çiye? Ev jî îcada Lokman Polat e.” Hinek zilamên nezanên edebiyatê car caran li ser pirtûkan û rewþenbîran dinivîsin û ji nezaniya xwe tiþtên ecêb dibêjin. Lê, divê ew bizanibin ku gelek cureyên romanê hene.

 

Teknîk û hunera romanê wisa berfirehe û dewlemende ku, bi gelek cureyan roman têne nivîsîn û gelek cureyên romanan, herweke romanên dîrokî, romanên siyasî, ramanî, felsefî, romanên biyografîk, bîranîn û romanên li gor þêweya ekolên edebî yên cîhanê, yanî romanên realîst, surrealîst, sembolîst, klasîk, modern, postmodern û hwd hene. Çawa ku gelek cure roman hene herweha kurteroman jî û cureya romanê ya bi navê romanname yan jî nameroman jî heye.

 

Nameroman balkêþ in û bala mirov dikþîne ser xwe. Mirov naveroka nameyan meraq dike. Hinek însan gelek meraqdarin û xwendina nameyên kesên din wan dixe heyecanê. Lewre jî kesên weha bi merak û bi heyecan nameyên kesên din dixwînin. Nameyên ku di romannameyan de têne weþandin, herçiqas bi tevahî ji alî nivîskar ve bêne nivîsîn jî, weke ku du kes, du evîndar, du dost ji hevûdu re þiyandine, ewqas realîst e û ji ber jiyana rojane ya însanan hatiye afirandin. Nameyên xeyalî bi þêweyeke surrealîst tê pêþkêþkirin û ev jî bala xwendevanan dikþîne.

 

Name jî weke çîrok û romanê ji bo ji alî kesekî din ve bê xwendin tê nivîsîn. Ji devê leheng, figurên ku karekterên wan cuda ne name têne nivîsîn û di nameyan de heger tevn, mijar, serpêhatî, çîrok û bûyer hebin û vana bi þêweyeke edebî bi hevudu re bêne hunandin, ji ber wan nameyan berhemeke edebî dikare bê afirandin.

 

Nameroman ji sedsala 18-an ta îro veke þêweyeke, þikleke edebiyatê hebûna xwe domandiye û li hinek welatên ewropayê ev þêwe roman gelek hatiye hezkirin. Çawan ku hinek nivîskar li wêneyan dinêrin û ji ber wan wêneyan roman diafirînin, hinek romannivîser jî hem ji ber nameyan roman dinivîsin û hem jî bi þêweya namenivîsê û herweha bi nameyan tevna romanê pêk tînin û bi þêweyeke hunerî û edebî nameroman dinivîsin. Herçiqas di edebiyata kurdî de ev þêwe roman tune jî, di nav edebiyata cîhanê û di edebiyata tirkî de ev þêwe roman anku nameroman hene.

 

Di naveroka hinek nameromanan de, têkiliya însanan ya psîkolojîk, rewþa wan a sosyal civakî, tradisyonên taybetî, toreyî û exlaqî tê rave kirin. Romana nivîskar Samuel Richardson ya bi navê ”Pamela” serboriya keçeke qewraþ, dawxaza efendiyê qewraþê ya bi qewraþê re þadimanî û li hemberderketina daxwazên efendî û berxwedana qewraþa ciwan bi þêweya nameromanê hatiye afirandin.

 

Di nameromanan de carna bûyer ji devê du, sê kesan tê qalkirin. Yanê heman bûyer bi berçavika sê kesên cuda û bi þêweyên cuda tê qalkirin. Name, yek ji yekê din re dinivîse û di derbarê kesê duyem de jî agahdarî heye. Di nav edebiyata cîhanê de gelek mînakên nameromanan hene. Ya herî balkêþ nameromana nivîskarê Amerîkî John Updîke ya bi navê “ S “ ye. Di vê nameromanê de; “Jineka 42 salî ku navî Sarah e, dev ji mêrê xwe berdide, jê vediqete û dikeve binê tesîra – bandora- lîderekî Hîndu û dibe endamê tarîqateke hîndû. Sarah çîroka xwe û têkiliyên xwe yên bi lîderê Hîndû re bi riya nameyan ji mêrê xwe ê berê re, ji keça xwe re, ji diya xwe re û ji psîkologê xwe re qal dike. Ew ji wan re name diþîne û behsa gelek tiþtan dike. Ev nameyên Sarah-ê û bûyerên ku di nameyan de têne qalkirin dibe mijara romanê.

 

Di romana nivîskar Choderlos de Laclos ya bi navê “Tehlikeli Alâkalar – Têkiliyên Xeter ” de jî roman ji ber nameyên kesên cuda tê hunandin. Yanê nameroman dikare ji ber nameya yekê jî û dikare ji ber nameyên çend kesan jî bê afirandin.

 

Têbinî : Di nivîsa min ya bi sernavê ”edebiyat û dîrok” de hevokek tevlîhev bûye. Rastiya hevokê wehaye :

Romana Ereb Þemo ”Dimdim” romaneke gelek baþ e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin. Romana Ereb Þemo ya bi navê ”Þivanê Kurd” romana bi kurdî ya yekem e ku li bakurê Kurdistanê ji alî weþanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weþandin û belavkirin.”

 

 

 

EDEBIYAT Û DÎROK

 

 Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman.

 

Serkêþ û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Ereb Þemo ye. Romana modern –nûjen- ya kurdî bi berhemên wî dest pê kiriye û bi Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Lokman Polat, Firat Cewerî, Laleþ Qaso, Silêman Demîr, Î. Bubê Eser, Seydo Aydogan û hwd hatiye domandin. Di hêla nivîsîna romanên dîrokî de jî Ereb Þemo serî kiþandiye. Romana wî ya bi navê ”Dimdim” li ser bûyereke dîrokî, anku li ser berxwedana serdarê kurd, Xanê Çengzêrîn ê qumandarê kela Dimdimê ku li hemberê farisan pêk hatibû hatiye nivîsîn. Romana Ereb Þemo ”Dimdim” romaneke gelek baþ e, hêja ye. Ev roman li Tirkî jî hatiye wergerandin û romana bi kurdî ya yekem e ku li bakurê Kurdistanê ji alî weþanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” ve hatiye weþandin û belavkirin.

 

Çend romanên Mehmet Uzun jî ji ber bûyerên dîrokî hatine nivîsîn. Roman wî yên biyografîk û bûyerên ku di wan romanan de hatine qalkirin, dîmeneke ji dîroka kurdan ya nêzîk radixe ber çavên xwendevanên kurd. Romana min a navê ”Fîlozof – Katibê Þêx Saîd” jî ji ber bûyera serîhildana Þêx Saîdê nemir hatiye nivîsîn. Kurteromana min a bi navê ”Nûrheyata Licî” bi tevahî kurteromaneke dîrokî û mîtolojîk e ku bi xeyalî lêbelê bi þêweya kurteromanê hatiye afirandin.

 

Hinek xwendevanên ku ji edebiyatê fêm nakin, berhemên edebî û pirtûkên dîrokî têkilhev dikin. Divê ew bizanibin ku; edebiyat dîrok nîn e û berhemên edebî pirtûkên dîrokî nîn in. Malzemeyê dîrokzan (yan jî dîroknas – zimanzanên kurd(!) hêj biryar nedane ku ew ji ”tarîhçî”yan re bibêjin dîrokzan yan dîroknas.) belgeyên rastîn û þîroveyên îlmî, zanîstî ne.

 

Yê romannivîser fiction, xeyal, îmge, kurgu, tevn û taswîr in. Herçiqas romannivîser carna belgeyên dîrokî bi kar bînin, yan jî ji wan feyde, siûd bigre jî, ew dikare li gor keyfa dilê xwe, li gor mentalîteya xwe wan bi kar bîne û bi þêweyeke din taswîr bike û þikleke xeyalî bi cureyeke din bide pê.

 

Binêrin, li gorê dîrokzanan Kleopatra jineka reþ, nerind herweha xirab, poza wê xwar e. Bejna wê kin e, zikmeþk e, anku qet rind nîn e. lêbelê romannivîser dikare Kleopatra’yê pir bedew û xweþik bide nîþandan, bi taswîra edebî û xeyalî wê rind û spehî bike û weke jineka bedew bide rave kirin. Romannivîser li gor zewqa xwe dikare her tiþt bi xeyalî biafrîne, lê dîrokzan nikare weha bike.

 

Lewre jî, divê pirtûkên dîrokzanan li gor rastiya dîrokî û romanên romannivîser li gor hunera edebî bêne þîrovekirin.

 19/03/07

 

ÞÎRET Û ÞÊWIRMEND

 

Di çand û tradisyona civaka kurd de þîret û þêwirmendî xwedî ciheke taybet e. Di folklor û edebiyata devkî ya kurdî de gelek þîretên giranbiha hene û pisporên þêwirmend rêzdarên civakê ne. Ji xwe di civaka kurdan de pispor rola þêwirmendiyê pêk tînin.

 

Þêwirmend li mirov þîret dikin. Heger mirov li gor þîretên wan bike, poþman nabe. Lê heger li gor þîretên wan neke, dikare þaþî bike û poþman bibe. Car caran dema ez gotareke rexneyî dinivîsim, nivîsê ji du, sê dostên xwe re diþînim û bi wan diþêwirim. Ew bala min dikþînin ser gelek tiþtan ku ez waqif nebûme yan jî min bi wê þêweyê li pirsgirêkê nenêriye. Mirov di nivîsa xwe de tiþtên ku nabîne yan jî lê hayî nayê bi saya balkêþiya dostên xwe yên þêwirmend hayi jê dibe û herweha pêþî li þaþî û çewtiyê digre.

 

Di jiyana însan de þêwirmendî ciheke girîng digre. Beriya ku mirov tiþteke bike, bi hinekan re biþêwire ji bo mirov gelek baþe. Pirê caran mirov bi saya þîretan xwe ji tiþtên xirab dûr dixe û bi saya þêwirmendan di pêkanîna tiþtan de bi ser dikeve. Gelek þêwirmendên jin hene ku rê nîþanê mêran didin. Ji xwe dibêjin li piþt mêrê serketî miheqeq jineka bieqil heye.

 

Dostekî min ê nivîskar digot : ”Ez bi keçeka bieqil re bum dost û min wê kir þêwirmendê xwe. Çi problemeke min derketa min ji wê dipirsiya û ez bi wê diþêwiriyam. Dema min weke gotinên wê bikira, ez bi ser diketim, mesele çareser dibû.”

 

Yê min jî keçek dosta min hebû. Pir eqilmend bû. Ez qîmeta wê nizanibûm, min dilê wê ji xwe hêþt. Ew niha berpirsiyarê þîrketeka mezin û birêvebiriya þirketê bi eqilmendiya xwe dimeþîne û di karê xwe de serketiye. Helbet hinek jî dibêjin ”mirov li gor eqilê jinan tevbigere têk diçe.” Dostekî min digot ”Çiqas ez bi gotina jina xwe bikim û li gor xebera wê tevbigerim, ez þaþî dikim û poþman dibin.”

 

Jin zor in. Mêr bi jinan nikarin. Yê ku mêran rezîl jî dikin û ezîz jî dikin, jin in. Li gorê lêkolîna min mêrê ku qanser dibin ji sedî nodê wan ji ber derd û kul û qehra jinê ye. Hinek jin mêran qanser dikin. Min ê gotareke li ser jinan ku çawa mêran qanser dikin, binivîsandana. Lê belê ez ji tirsa jinan newêrame binivîsim.

 

 

XWEZÎ…

 

Pêwîstiya xwendevanên kurd netenê bi weþanên îdeolojîk heye, herweha pêwîstî bi weþanên çand, ziman, edebiyat, mîzah û magazînî jî heye. Yên ku niha dikarin kovar û rojname derxin, kovar û rojnameyên îdeolojîk, siyasî derdixin. Ji bo ku weþangeriya kurdî hêj nebûye kareke bazirganiyê û tenê bi þêweya haceta siyasî û îdeolojîk derdikeve, loma jî naveroka weþanan teng dimîne û herweha weþanên heyî bi giranî siyasîne.

 

Xwezî kovareke kurdî ya ziman ku tenê pirs û pirsgirêkên ziman minaqeþe û þîrove bikira hebûna. Xwezî kovareke kurdî ya dîrokê ku têde belgeyên dîrokî û þîroveyên li ser dîrokê hebana. Xwezî kovar yan rojnameyeke mîzahî û magazînî ya bi kurdî hebana. Xwezî kovareke aktuelî ya hefteyî (weke kovara Nokta, Tempo, Aktuel, Haftalik) hebana ku panoramaya heftê pêþkêþê xwendevanên kurd bikira.

 

Weþanên malperên kurdan yên elektronîk di înternetê de di gelek hêlan de serketî ne. Lêbelê ew weþan matbû nînin, li ser kaxiz çap nabin û herweha li pirtûkxaneyan û li arþîvxaneyan nayêne arþîv kirin. Weþan matbû be –çapkirî be- sed sal paþê jî di arþîvan de tê dîtin, lê li înternetê malper bê girtin, êdî kesek wê weþanê nabîne. Loma jî qîmeta weþanên matbu-çapkirî- pire.

 

Malpera ”Lotikxane”yê weþaneke mîzahî û magazînî ye. Di malperê de gelek nûçe û þîroveyên balkêþ têne weþandin. Xwezî weþaneke weke Lotikxanê li ser kaxiz bihatana weþandin û li tevahiya heremên Kurdistanê belav bibana. Herçiqas carna hinek tiþtên magazînî di kovara ”Esmer” ya mehane de derdikevin jî, ev têr nake. Divê kovar yan rojnameyeke tabîlot ya mîzahî û magazînî ya bi kurdî hebe.

 

Li Tirkiyê kovarên hefteyî, herweke Nokta, Aktuel, Tempo, Haftalik, Hafta Sonu û hwd hene. Pêwistiya kurdan jî bi kovareke hefteyî ya aktuel heye. Kovareke kurdî/kurdan ku naveroka wê bi mijarên magazînî, kulturî, hunerî, mîzahî û hemû cureyên aktuelî bê dagirtin, dê bala xwendevanên kurd bikþîne.

 

Derxistina weþanên kurdî yên curbecur ewqas zor û zahmet nîn e, hêsan e. Belê, hêsan e heger ku dewlemendên kurd xwe bidin ber vî barî û ji bo vî karî ji hêla aborî ve bibin alîkar. Bingeha hertiþtî hebûna madî ye, aborî ye. Weþaneke ku pirsa xwe ya aborî çareser bike, dikare jiyana xwe ya weþanê bidomîne.

 

Li tevayê cîhanê kovar û rojname ji alî kesên bazirgan, ji alî þirketan, holdîngan, bankan, dezgehên fînansê û kesên dewlemend ve têne weþandin. Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê gelek þirket û holdîngên kurdan, gelek mihendîs, mutahît û kesên dewlemend anku fînans kapîtalîstên kurd hene. Heger ew dest biavêjin karê weþana kovar û rojnameyên kurdî dê gelek weþanên kurdî bêne weþandin.

 

Pirsa netewî di esasê xwe de pirsa dewlemendên netewî ye. Yanî pirsa millî burjuvazîyê ye. Divê dewlemend li welatê xwe, li bazara xwe, li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Welat, çand, ziman netenê yên karker, gundî, þoreþger û welatparêzan e, herweha yê dewlemendane jî.

 

Xwezî rojeke dewlemendên kurd li doza netewî, li welat, çand û zimanê kurdî xwedî derketana û dest bavêtana karê weþangeriya kurdî. Wê demê dê weþanvaniya kurdî geþ bibana û pêþve çûna û dewlemend bibana.

 

DÎROKA PÊVAJOYA PIRTÛKÊN KURDÎ

  

Lêkolînvanên kurd weke hejmar hindik in, Lêbelê di gel hindikbûna wan jî, wan hetanî niha gelek lêkolînên hêja pêk anîne û gelek alîyên dîrokî yên derbarê kurdan de ji tarîtiyê derxistine ronahîyê. Di gel hindikbûna hejmara lêkolînvanên kurd, afirandina berhemên wan yên lêkolînî gelekin û hêjayê pesnê ne.

 

Yek ji wan lêkolînvanê kurd jî lêkolînvanê afirîner û berhemkar Malmisanij e. Wî di nav bîst salan de gelek lêkolînên hêja di derbarê mijarên cuda de pêk anî. Li ser kovar û rojnameyên kurdî/kurdan, rêxistinên kurd yên dîrokî, li ser malbata Bedirxaniyan, malbata Cemîl Paþa û li ser þexsiyetên kokurd herwekî Abdullah Cevdet, Saîdê Nûrsî / Kurdî, komela Hêvî û yd, bi ked û xebateke giranbiha lêkolînên hêja pêk anî.

 

Niha jî, Malmisanij li ser dîroka pêvajoya pirtûkên kurdî lêkolîn kiriye û pirtûka xwe ya bi navê ” Turkiye ve Suriye de Kurdçe kitap yayimciliginin dunu ve bugunu – Li Tirkiyê û Suriyê weþangeriya pirtûkên kurdî doh û îro – yan jî dohîn û îroyîna weþangerîya pirtûkên kurdî li Tirkîyê û Surîyê” afirandiye. Ev pirtûk di nav weþanên Vate de li Stenbolê hatiye weþandin. Zimanê pirtûkê bi tirkî ye û pirtûk 168 rûpel e.

 

Ji bo ku întreseya min derbarê naveroka pirtûkê de heye, min pirtûka 168 rûpelan di yek þevek de xwend. Ev pirtûka derbarê weþanên kurdî de ji hêla naveroka xwe pirtûkeke dewlemend e. Ji hêla metoda þêweya lêkolînvaniyê jî pirtûkeke hêja û giranbiha ye û herweha têde derbarê mijara weþandina pirtûkên kurdî de agahdarîyên berfireh hene. Lewre jî divê hemû kurd va pirtûka giranbiha bixwînin û ji agahdarîyên derbarê pirtûkên kurdî hayidar bibin.

 

Pirtûka kurdî ya yekem kîjan e, salê çend pirtûkên kurdî hatine weþandin, çend nivîskarên kurd hene, çend nivîskarên jin yên kurd hene? Û herweha bersîvên gelek pirsan di pirtûkê de hatiye dayin. Pirtûk du beþ e. Beþeke li ser weþangerîya pirtûkên kurdî yên bakurê Kurdistanê ye û beþa din li ser weþangerîya pirtûkên kurdî yên baþurê rojavayê Kurdistanê ye. Weþangeriya pirtûkên kurdî yên herdu beþên Kurdistanê bi berfirehî hatiye lêkolînkirin û encameke ku ji hêla înformationê – agahdariyê – ve gelek xurt e derketiye holê.

 

Serpêhatiya 150 salên pirtûkên kurdî, di nav þert û þûtên zor û zahmet de kar û xebata weþangeriya kurdî, zilm û zordariyên ku weþangerên kurd dîtine û herweha fedakariyên ku weþangerên kurd pêk anîne, hemû jî di vê pirtûka giranbiha ya dîroka pêvajoya pirtûkên kurdî de cih girtine. Bi saya kar û xebatên lêkolîngeran kurd ji gelek heyiyên xwe yên dîrokî hayidar dibin. Lewre jî divê kurd qîmet û rûmeteke giranbiha bidin lêkolînvan û nivîskarên xwe.

 

Ji bo ez bala xwendevanan bikþînim ser naveroka pirtûkê, ez ê weke mînak çend sernivîsên balkêþ li peyhev rêz bikim ku xwendevanên kurd meraq bikin û derbarê mijarê de întrese nîþan bidin û herweha pirtûkê bikirin û bixwînin û gelek tiþt jê fêr bibin. Hetanî ku min vê pirtûkê nexwend ez gelek tiþt nizanibûm û bi saya vê pirtûkê gelek tiþt fêr bum û herweha derbarê mijara weþangeriyê de zanîna min zêde bû.

 

”Li Tirkîyê nivîskarê kurd û afirandina pirtûkan” , ”Bi zimanekî qedexe nivîsîn” , ”Li Tirkîyê weþangerîya pirtûkên kurdî” , ”Dema împaratorîya Osmanî de pirtûkên kurdî”, ”Di weþanên kurdî û tirkî de nivîsên danasîna pirtûkên kurdî” , ”Li Tirkiyê weþanxaneyên kurdî/kurdan” , ”Rêxistinên weþangeriyê” , ”Belavkirina pirtûkan” , ”Heqê telîfê û bihayê telîfê” , ”Li Tirkîyê xwendevanên pirtûkên kurdî û pirtûkxane” , ”Pirtûkxaneyên Tirkîyê û weþanên kurdî” , ”Weþanên elektronîk” , ”Pirsgirêkên weþangeriya kurdî” û herweha gelek mijarên din di nav rûpelên pirtûkê de têne pêþkêþkirin.

 

Ji bo zanîna mijarên van sernivîsên li jor ku hemû jî di pirtûkê de ne, divê her kurd vê pirtûkê bixwîne. Ez nivîskarê pirtûkê lêkolînvan Malmisanij pîroz dikim ku di derbarê mijara weþangeriya pirtûkên kurdî de lêkolîn kiriye û dîroka pêvajoya pirtûkên kurdî pêþkêþê xwendevanan kiriye.

 

PÊWÎSTIYA TEVGEREKE REWÞENBÎRÎ

 

Partiyên îlegal yên kurd di îlegalîteyê de tu karekî nakin. Ji xwe karê ku di îlegalîteyê de bê kirin nemaye, tune. Bila partiyeke îlegal bibêje min vî karî di îlegalîteyê de kir. Karên ku partiyên îlegal dikin, legal in.

 

Di kar û xebatên legal de gelek tiþt hatine kirin û divê hêj jî bêne kirin. Di þert û þûtên îroyîn de pêwîstiya pirbûna rêxistinên sivîl û tevgereke têkoþer ya rewþenbîrî heye. Di rewþa îroyîn de pêwîstî bi legalîtekirina partîyên îlegal yên kurd tune. PSK, PDK-Bakur, PÞK, PADEK, PWD û hwd bibin legal yan jî nebin, tiþteke nayê guhertin. PSK û PDK – Bakur bibin legal jî ji Hak- Par û Kadep-ê bêtir nikarin tiþteke din bikin.

 

Sê partiyên ku li ser bingeha potansiyela welatparêziya kurd di legalîteyê de li gorê zagonên KT bi fermî hatine damezrandin hene. Pêwîstî bi partiyeke din ê legal nake. Lêbelê pêwîstiya têkoþîneke demokratîk û netewî bi þêweya meþrû ya tevgera kurd heye û ev tevger meþrûiyeta xwe ji heqbûna daxwazên xwe û ji rastiya hedef û armancên xwe werdigre.

 

Pêwîstiya tevgereke têkoþer ya rewþenbîrî (ronakbîrî) dikare bibe motora têkoþîna netewî û demokratîk a doza kurd û Kurdistanê û bibe sedemê pêþveçûna civakî ya li bakurê Kurdistanê û bibe nav û dengê doza kurd û Kurdistanê li cîhanê.

 

Sed ronakbîrên aktîvîst bêne cem hev û tevgereke rewþenbîrî ya aktîv pêk bînin, dê Tirkiyê û Kurdistanê serobin bikin. Hemû partî û rêxistinên îlegal yên kurd û yên legal mil bidin tevgera rewþenbîrên têkoþer yên aktîvîst û di her warî de piþtgiriya wan bikin, dê rewþ di lehiya doza netewa kurd de bê guhertin.

 

Ji xwe re binêrin rêzdar Îbrahîm Guclu bi tena serê xwe çi dike. Heger rewþenbîrên wekî birêz Îbrahîm Guclu bêne cem hev, hêzeke rewþenbîrî pêk bînin, mil bi mil di qada têkoþînê de cihê xwe bigrin û bi þêweyeke aktîv têkoþîneke demokratîk û netewî ya meþrû bimeþînin, dê zorê bidine dagirkeran û doza netewa kurd bixine rojevê û dagirkeran neçar bikin ku mecbûr bibînin gav biavêjin û kirinên girîng ji bo çareseriya pirsgirêka doza netewa kurd di pratîkê de pêk bînin.

 

Roja ku li herêma Botan heþt – 8 - leþkerên ordiya tirk hatin kuþtin, di heman – eynê- rojê de di rojnameya Le Monde ya Fransê de anonseke – îlaneke – ji bo doza kurd derket. Dewleta tirk goh neda kuþtina 8 askeran, xema dewletê nebû ku 8 leþker hatine kuþtin, lêbelê dewletê ji bo îlana rojnameya Le Monde aciziya xwe nîþan da, agir bi dawa dewletê ket. Dîsa di roja ku li Ankara’yê ji bo pirsa kurd konferansa aþîtiyê çêbû, li Licê serheng û serbazekî ordiya tirk hatin kuþtin. Kuþtina leþkeran nebû nûçeya rojnameyan, lê ev du hefteye her roj di rojnameyên tirkan de li ser konferansê gotar hene. Çalakî û pêkanîna xebatên ku dewleta dagirker dide tirsandin diyare. Lewre jî divê kurd xebat û çalakiyên ku agir bi dawa dewletê dixe pêk bînin.

 

Rewþenbîr wijdana gel in, lewre jî divê ronakbîr bibin dengê gel, parêzgerê doza gel. Yê ku dengê gel bigîþîne raya demokratîk ya Ewropayê û cîhanê rewþenbîrên gel in. Raya giþtî ya cîhanê goh dide banga ronakbîran. Ji dokumentan tê fêmkirin ku, di dema þerê Vîetnamê de yê ku raya giþtî ya Ewropayê û raya demokratîk ya Amerîkayê xistiye hareketê kar û xebata ”Tevgera Ronakbîrî ya Vîetnamê” bûye. Hoþî Mînh bi xwe jî bûye endamê tevgera ronakbîran û wekî endamekî ji vê tevgera rewþenbîran re riayet kiriye, biryarên tevgerê bi cih aniye û ji doza netewa xwe re xizmet kiriye.

 

Ne tenê li bakurê Kurdistanê, herweha li Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîstiya tevgera rewþenbîrî – ronakbîrî – ya kurd heye. Kar, xebat, çalakî û têkoþîna tevgereke weha dê doza netewa kurd li pêþberê raya giþtî ya demokratîk ya cîhanê manedar bike, piþtgiriya raya demokratîk ya cîhanê werbigre û zorê bide dewleta þoven û nîjadperest ya kemalîst û dewleta paþverû ya humeynîst ya Îranê.

 

EDEBIYATA PARTÎZANÎYÊ

 

Min çend pirtûkên bîranînên gerîllan, çîrok, helbest û roman û herweha serpêhatiyên kesên çekdar xwend. Pirtûkên wan li gor mentalîteya propaganda û pesindayina partiyeke hatiye nivîsîn. Herçiqas hinek edebiyatzan pirtûkên weha weke berhemên edebî qebûl nakin jî, pirtûkên weha dikevin kategorîya berhemên edebiyata partîtîyê yan jî partîzanîyê. Ji vê cure berheman re ”Partî edebîyatî – Edebiyata Partîtîyê” tê gotin û parastina bi vî þiklê edebiyatê û teorîya wê nod sal berê ji Alî Lenîn ve hatiye kirin û ev cure edebiyat hatiye parastin.

 

Lenîn bi sernavê ”Partî Edebîyatî” nivîs nivîsiye û edebiyatê di xizmeta partîyê de dîtiye û vê cure edebîyatê ji bo propaganda partîyê weke haceteke dîtiye û bi kar anîye. Di dema dîktatorîya Stalîn de ev cure edebîyat bûye þiklê edebîyata fermî ya li Sovyetê. Gelek nivîskarên Sovyeta berê di berhemên xwe yên edebî de pesnê Lenîn û Stalîn dane û propaganda partîyê derxistine pêþ.

 

Li Tirkîyê jî ûdeolojîya fermî ya Kemalîzmê bandora xwe li ser berhemên edebî danîye û di pirtûkên nivîskarên tirk de pesnê M. Kemal Ataturk hatiye dayin û propaganda Kemalîzmê hatiye kirin. Rengê siyasî û pesn û bêhna Kemalîzmê wan berheman fetisandiye û qîmeta wan ya edebî li holê nehêþtiye.

 

Li bakurê Kurdistanê jî hinek Apoyî’yên ku helbest, çîrok û roman dinivîsin, dixwazin edebîyata partîtîyê / partîzanîyê pêk bînin û di nav rûpelên berhemên xwe de pesnê hêza xwe ya siyasî bidin û propaganga serokê xwe û partîya xwe bikin.

 

Di berhemên edebî de hêleke siyasî hebe normal e. Berhemeke edebî dikare li ser bûyerên sosyal civakî û sîyasî bê afirandin. Naveroka berhemê dibe ku bi giranî welatperwerî û sîyasî be. Lêbelê nabe ku berhemeke edebî bi sloganên bijî serok filankes bê dagirtin. Berhemên edebî bi þêweyeke propagandayê û sloganvarî bê nivîsîn, ew berhem seqet dibe, hêla wê ya edebî qels dimîne.

 

Ev cure edebiyat anku edebîyata partîtîyê demeke bê xwendin jî, piþtî demeke din qîmeta wê namîne û ji holê radibe.

 

ROMANÊN PSÎKOLOJÎK

 

 Romana kurdî hêj nekemiliye, lêbelê ber bi kemilandinê ve diçe. Di nav romanên kurdî de gelek cureyên romanan hene, lê hinek cure roman jî qet tunin û hinek cure jî pir qels mane. Di edebiyatê de psîkolojî –derûnî- û berhemên edebî yên psîkolojîk ciheke girîng digre. Romanên Dostoyevskî ji hêla psîkolojiyê ve derya ne, dewlemendiya edebiyatê ne.

 

Di hinek kurteçîrokên kurdî yên nûjen de hêlên psîkolojîk hene û biserketî ne, lê di romanên kurdî de hêlên psîkolojîk qels in. Di nav romanên kurdî de romaneke ku mirov bibêje ev bi tevahî romaneke psîkolojîke heye yan na? Bi min tune ye.

 

Gelo mirov bi tevahî romaneke psîkolojîk binivîse û biweþîne, dê hinek kurdên cahîlên edebiyatê navê dînîtiyê li pey mirov nexin? Nivîskarekî kurd tiþteke ku diþibe romanê (hinekan ji bo wê berhemê gotin çîrok e û hinekan gotin roman e) nivîsî, têde hinek navên ecêb, tiþtên dînomîno hebû û herweha hêla wê ya psîkolojîk û derûnîya legeng û fîgurên berhemê bi giranî xwe didane nîþandan, lewre jî hinekan ji bo nivîskar gotin “filan nivîskar dîn bûye.” Lê, bi qasê ku ez zanim ev nivîskar nedîne, eqilmendekî kîbar e, bieqilê bieqilan e.

 

Di romana min a bi navê “Robîn” de hêleke psîkolojîk heye. Bav û kur xew dibînin û ji bo ku hevûdu nedîtine, hevûdu nas nakin û ji bo hev bibînin li pey hev digerin. Ji ber xewnan derûniya wan nebaþ dibe. Di nav pêvajoya lêgerînê de gelek bûyer têne serê wan. Bav lehengê romanê ye û kurdekî penaber e. Kur ji jineka rusî û bavekî kurd e û li Sovyeta berê mezin bûye û herweha li wir perwerde bûye. Romana min a bi navê “Robîn” ficktion e, lê hinek xwendevanên kurd romanê weke rastî qebûl dikin û ji wan xiyale ku kurekî nivîskar ji jineka rusî heye, yanî kurê jinika rusî kurê nivîskarê romana “Robîn” e. Hinek xwendevanan bi mailan ji min pirsîn ku gelo min kurê xwe yê ji jinika rusî dîtiye yan na? (Di esasê xwe de ji jinika rusî kurê nivîskar tune. Ev bi xeyalî hatiye afirandin, anku xeyal e, kurgu ye, îmge ye, tevn e.)

 

Di afirandina romanê de karanîna metoda hestên psîkolojîk naverok û hunandina romanê dewlemend dike û þêweyeke nû ya teknîka romanê pêk tîne. Rewþa civakî, tevgerên curbecur yên rastî û xeyalî, hareketê însan, hal û rewþa derûnî ya leheng û fîguran, sedemên derketina bûyeran û herweha cîhana hundirîn ya psîkolojîya kesan, bi þêweya hunera edebî bê afirandin, huner û teknîka romanê xurt dike.

 

Ji bo ku qelsiya hêla psîkolojîk ya edebiyata kurdî ji holê bê rakirin, divê nivîskarên kurd çîrok û romanên kurdî yên psîkolojîk binivîsin. Afirandina berhemên psîkolojîk yên edebî dê edebiyata kurdî dewlemend bike.

 

 SALA 2007 – SALA KERKUKÊ

 Di sala 2007-an de dê dilê her kurdê welatparêz ji bo kerkukê lêxe. Hemû kurdperwerên her çar parçeyên Kurdistanê hêvîdar in ku  sala 2007'an ji bona çareseriya pirsa bajarê kerkukê ji bo kurdan bibe sala serkevtinê. Ji bona vê jî xebateke bêhempa pêwîst e. Divê kurd sala 2007'an bikin sala Kerkûkê. Lewre ev sal sala tayinkirina qedera –çarenûsa- bajarê Kerkukê ye.

 

Min di sala 2002-an de li ser Kerkukê nivîseke nivîsîbû. Ew nivîsa min di malpera ”Kerkuk Kurdistane” de û di rojnameya Xebat ya Kurdistana azad de hatibû weþandin. Dîtinên ku min ew dem ji bo pirsa Kerkukê anîbû zimên îro jî rastiya xwe didomîne. Kerkuk kurd e û bajareke Kurdistanê ye.

Pirsa bajarê Kerkûkê hertim di rojeva kurdan de cihê xwe girtiye. Ji dema serokê tevgera kurd rehmetî Mistefa Barzanî ta îro pirsa Kerkûkê wek pirseke sereke di rojevê de bûye. Ev pirs, di sala 2007-an de  hîn pirtir aktuel e. Serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî pêwîst di derbarê vê pirsgirêkê de çend car beyan daye û herweha helwesta xwe ya rast û dirust, ya bi qerar û bi îstîqrar ji raya giþtî a cîhanê re eþkere kiriye.

Helwesta kak Mesûd Barzanî, beyan û gotinên wî, rastiyên dirokî ne û divê hemû kurd - kurdên herçar parçên Kurdistanê - piþtgiriya vê helwestê bikin. Divê hemû nivîskar, rewþenbîr û siyasetmedarên kurd digel piþtgiriyê, herkê li gor xwe, di nivîs, propaganda û lêkolînên xwe de mesela Kerkûkê têxin rojevê û ji malperên kurdî / kurdan re di derbarê Kerkukê de nivîs, þîrove, nirxandin biþînin.

Masmedia tirkan û dewleta tirk, bi giranî jî di dema desthilatdariya hukmata Ecevît de û niha jî propagandayek berfireh hate kirin û diki ku xwedêgiravî "Kerkûk bajarekê tirkan e." Ev îdîa wan nerast e, ji hêla rastiya dîrokî ve jî îdîayekî bêbinî ye, pûç û vala ye. Di gel rastiya realîteya îro, belgeyên (dokumentên) dîrokî jî didin îspat kirin ku Kerkûk doh jî û îro jî bajarekê kurdan bûye.

Beriya ku ez behsa belgeyeka dîrokî bikim, ez ê bi çend gotinan behsa helwesta serokê tevgera kurd rehmetî Mistefa Barzanî bikim, dîtin û gotinên wî pêþkêþ bikim û paþê li ser belgeya dîrokî bisekinim.

Yek ji sedemê þerê tevgera kurd di Kurdistana baþûr de - di sala 1975-an de – li hemberê desthilatdariya dewleta Baas a dagirker jî mesela Kerkûkê bû. Serokê tevgera kurd Mistefa Barzanî gelek girîngî dida Kerkûkê. Wî hem di hevdîtinên ji bo amadekirina peymana Xudmuxtarî de û hem jî di biryargirtina pêkanîna þerê 75-an de, girîngî dabû mesela Kerkûkê û helwesta xwe li gor vê pirsgirêkê dabû nîþan dan.

Heger serokê tevgera kurd Mistefa Barzanî bi hestekî kurdayetî li ser vê meselê nesekinya, girîngî nedaya Kerkûkê û dev ji Kerkûkê berda û tawîz bidaya dewleta Baas, anko Kerkûk nehaniya rojevê û di vê meselê de, wî wek Baasiyan qebûl bikir, dê peymana 1971-ê bidomaya û di 75-an de þer jî derneketa. Lê, serokê Kurd û Kurdistanê Mistefa Barzanî wek dewleta Baas qebûl nekir, mesela Kerkûkê anî rojevê, desthilatdariya Baas sucdar kir ku xalên peymanê bi cih nanîye û loma jî, þer dest pê kir.

Herçiqas hinek kesên ku ji alî ruhîyeta kurdayetiyê de nekemilîbûn, xwestin ku kurd, Kerkûkê ji ereban re bihêlin, pirsa Kerkûkê neynin rojevê û herwekî daxwazên Baas vê meselê qebûl bikin, lê serokê tevgera kurd, Mistefa Barzanî yê nemir ev tiþt qebûl nekir, wî tawîz neda û dest bi þer û têkoþînê kir.

Mistefa Barzanî menfeeta - berjewendiya - xwe ya þexsî nefikirî. Ew li mesleheta gelemperî a netewa kurd û jiyandin û berdewambûna doza netewa kurd fikirî. Barzanî yê nemir got: "Heger ez têk biçim, wenda bikim jî, dê têkoþîna gelê kurd bidome. Dê Kerkûk herdem di dilê gelê kurd de bijî. Heger Kerkûk wenda bike, Kurdistan wenda dike, gelê kurd wenda dike. Divê Kerkûk ji dil û daxwazên gelê kurd dernekeve, hertim di dilê wan de be, ta ku rizgar bibe."

Siyasetmedarê hêja, serokê Kurdistanê kak Mesûd Barzanî, li ser îdîayên derew –vir - yên masmedia û dewleta tirk bi hestekî kurdayetî a payebilind helwest girt û tu tawîzek jî neda dewleta tirk û li hemberê daxwazên wan derket. Dewleta tirk rastiya dîrokî berevajî kir û îdîa kir ku "Kerkûk bajarekî tirkan e." Helbet ev îdîa wan ji bo ku li wî bajarî hinek turkmen hene nîn e, wan çav berdaye petrola Kerkûkê. Ew bi sedsalan e hemû dewlemendiya sererd û binerdê Kurdistana bakur dixwin, vêca jî çav berdane dewlemendiya Kerkûkê.

Dokumentên dîrokî ên tirkan bi xwe wan direwçîn derdixin û didin îspat kirin ku Kerkûk ji berê ve bajarekê kurdan bûye. Di "Kamûs’ul-A’lam” de bi þêweyekê gelek eþkere tê xuya kirin ku Kerkûk bajareke Kurdistanê ye. Sedûçardeh -114 - sal berê, yanê di sala 1889-an de di dokumentên tirkan de hatiye nivîsîn ku "Kerkûk li Kurdistanê ye û bajarekê kurd e." Heta di vê dokumentê de ne tenê Kerkûk, herweha Mûsil jî wek bajarekê Kurdistanê hatiye qebûl kirin.

Nivîskar û lêkolînvanê hêja Mihemed Emîn Bozarslan bi xebateke dûr û dirêj "Kamûs’ul-A’lam” wergerand tirkiya îro. Di vê dokumentê de, di beþa xala Kerkûkê de weha hatiye nivîsîn:

“ Kerkûk 160 km dûrê bajarê Kurdistanê Mûsilê ye. Kerkûk li rojhilatê baþurê Mûsilê, li bin rêzegiran, li ber deþteke fireh e û navenda sancaxa Þehrezorê ye. Runiþtvanên bajêr 30.000 in. Di bajêr de keleh, 36 mizgeft, 7 medrese, 15 tekye û zaviye, 12 xan, 1282 mixaze û dikan, 8 hemam hene. Li ser çem pirek, 18 dibistan, 3 dêr (kilîse) , 1 sînagog heye..... Ji rûniþtvanan çaran sê, 4/3, kurd in. Yên din jî tirkmen û ereb in. Li bajêr 760 cihû (yahûdî) û 460 keldanî hene."

Ev dokument 114 sal berê hatiye amade kirin û aîdê tirkan e. Ji bo li hesabê masmedia û dewleta tirk nayê, ew naxwazin van rastiyên dîrokî bibînin. Ew bi direw, bi fen û fûtan dixwazin raya giþtî a alemê bixapînin. Helwestgirtina serokê Kurdistanê birêz kak Mesûd Barzanî ev daxwaz di dilê wan de hiþt. Ev xwesteka masmedia û dewleta tirk wek dasîyê di berçêlka wan de ma.

Bi qasê ku ez zanim, ji alî lêkolîneran ve hinek lêkolînên hêja li ser Kerkûkê hatine kirin û ew lêkolîn wek pirtûk hatine weþandin. Divê ev berhemên lêkolînî bi kurdî, tirkî, erebî û îngilîzî bêne weþandin ku raya giþtî bi rastiya rewþa Kerkûkê agahdar bibin û di vê pirsgirêka Kerkûkê de heq bidin kurdan. Di vê hêlê de wezîfe dikeve stuyê wergêr û weþanên kurdî ku giranî bidin vê meselê.

 

 

SOSYOLOJIYA CIVAK Û EDEBIYATA KURDÎ

 

 Li ser sosyolojiya civaka kurd û edebiyata kurdî çend pirtûk hatine nivîsîn? Bi qasê ku ez zanim li ser sosyolojiya edebiyata kurdî qet yek pirtûkek jî nehatiye nivîsîn. Li ser sosyolojiya civaka kurd pirtûkên ku hatine nivîsîn pir hindik in. Ew jî çend pirtûkên nivîskarên Ewropî, pirtûkên Îsmaîl Beçîkçî, pirtûka Bazîl Nîkîtîn ya bi navê “Kurd” –Weþanên Deng- û pirtûka Zîya Gokalp ya bi navê “Analîza sosyolojîk ya eþîrên kurdan” e. –Weþanên Komal. Û ewqas.

 

Nivîskarên kurd her diçe zêde dibin, lêbelê piraniya nivîskaran bi edebiyatê re mijul dibin û herweha çîrok, helbest û roman dinivîsin. Hinek nivîskar jî bi karê lêkolînê re mijul dibin, hejmara wan pir hindik e. Di nav nivîskarên kurd de (mexseda min nivîskarên kurd yên ji Kurdistana bakur in) yên civaknas tunin û berhemeke civaknasiyê ya bi kurdî hatibe nivîsîn tune. Li bakurê Kurdistanê berhemên ku bi kurdî hatine nivîsîn –çend lib netêde- hemû jî berhemên edebî ne, anku berhemên ku di nav kategoriya þaxên edebiyatê de ne. Pirtûkên felsefî, ramanî, sosyal civakî, siyasî û sosyolojîk yên bi kurdî li bakurê Kurdistanê tunin.

 

Lewre jî divê nivîskarên kurd yên civaknas pirtûkên sosyolojîk binivîsin, analîza sosyolojiya civaka kurd –bi kurdî- bikin. Divê weþanxaneyên kurdan netenê çîrok, helbest, þano û roman biweþînin, herweha divê ew pirtûkên lêkolînî, lêgerînî, analîzî, ramanî, felsefî û nirxandinên civakî û dîrokî jî biweþînin.

 

Li ser edebiyata kurdî jî pirtûkên sosyolojîk nehatine weþandin. Tenê “Antolojiya Edebiyata Kurdî – M. Uzun” , “Antolojiya Çîrokên Kurdî – F. Cewerî” û “Antolojiya Helbestên Kurdî – A. Balî” hatine weþandin. (Pirtûkên antolojiyê pirtûkên sosyolojiyê nîn in.) Hêj antolojiya romana kurdî nehatiye weþandin. Min pirtûkeke nirxandina 20 romanên kurdî amade kir û bi navê “Bîst Romanên Kurdî” weþand. Ev pirtûk danasîn û nirxandina bîst romanên hilbijartî yên kurdî bû. Pirtûkeke sosyolojîk û antolojî nebû. Lêkolînvanên civaknas û edebiyatnasên kurd, divê hem sosyolojiya civaka kurd û hem jî sosyolojiya edebiyata kurdî binivîsin.

 

Divê rexnegirên edebî – anku edebiyatnas yan jî edebiyatzanên kurd – jî bi þêweyeke edebî berhemên edebiyata kurdî analîz bikin, binirxînin. Divê ew edebiyata kurdî li bêjingê xin, helçinin, kehb û gûzan ji hevûdu parve bikin. Yek radibe vegotineke – anlati- dinivîse û dibêje min romana herî baþ nivîsî. Yekê din paþgotiniyan li peyhevûdu rêz dike û têde tu tevneke, tevgereke, bûyereke berbiçav, îmge, xeyal û hunandineke li gor pîvanên edebî tune û dibêje “kesekî heta niha romaneke weha nenivîsiye.” (Bi taybetî jî kesên ku pirtûka xwe ya yekem diweþînin û navê çîrok, helbest yan jî roman lêdikin, li gorê wan çîroka herî baþ, helbesta herî baþ, romana herî baþ wî / wê nivîsiye. Ev kesên xwedî vê mentalîteyê berhemên ku berê hatine nivîsîn naecibînin û weke nihîlîstan hertiþtê baþ bi xwe dest pê dikin. Yanî ew yên berê baþ nabînin û yên ku wan nivîsiye baþ û serketî dibînin.)

 

Helbet, heger ji alî edebiyatnas –yan jî edebiyatzan-an ve li ser pirtûkên edebiyata kurdî bi þêweyeke zanîstî lêkolîneke dûr û kûr bê kirin, dê bê dîtin ku, di nav edebiyata kurdî de gelek pirtûkên ku li ser wan hatine nivîsîn ev çîrokin, lêbelê çîrok nînin, gelek pirtûk hene ku weke pirtûkên helbestan hatine weþandin, lê helbest nîn in, û herweha pirtûk hene ku li ser wan hatine nivîsîn ev romane, lê roman nîn in. Lê, ev nayê wê maneyê ku pirtûkên kurdî yên baþ ku bi rastî jî çîrok, helbest û roman in, tunin. Na hene û hinek jê gelek baþ in.

 

Çiqas pir pirtûkên analîza berheman (ez dixwazim mizgîniyeke bidim xwendevanên kurd ku nivîskarê ciwan ê kurd Î. Seydo Aydogan li ser romanên kurdî pirtûkeke analîzê / nirxandinê amade kiriye. Bi hêviya ku ev pirtûka wî ya ji hêla mijara xwe ve gelek girîng e, di demeke nêzîk de bê weþandin û bikeve destê xwendevanên kurd.) pirtûkên sosyolojiya civakê û edebiyatê, nirxandina rexnegirên edebî derbikevin, ji bo edebiyat, çand û zimanê kurdî dê ewqas baþ be. Bi saya pirtûkên weha dê edebiyat û civaka kurd baþ bê nasîn û zanîn. Lewre jî di dema niha de herî pir pêwîstî bi pirtûkên sosyolojiya edebiyat û civaka kurd heye û herweha pêwîstî bi pirtûkên analîza çîrok, helbest û romanên kurdî heye.

 

SALÊ ÇEND ROMANÊN KURDÎ DERDIKEVIN?

 

 Kî zanê ku salê çend romanên kurdî derdikevin? Bi min kesek jî nizane. Kurd xwedî hiþmendiya dîrokê, lêkolînerî û stastîskî nîn in. Xelk û miletên din hersal stastîska hejmara pirtûkan diweþînin. Weke mînak bi swêdî yan jî bi tirkî ev sal çend pirtûk hatine weþandin. Ji wan çend roman in, çend helbest in, çend çîrokên, çend þano ne, çend lêkolîn in, çend werger in û hwd. Yên xelkê sazî û dezgehên wan hene û kesên pispor, lêkolînvan û rojnamevanên wan hene ku bi vî karî re mijul dibin. Sazî û dezgehên kurdan, xwedêgiravî pisporên kurd û hemû rojnamevanên kurd Xwedê wan bihêle lê ji tiþtek re nabin.

 

Her kurdê ku bi kurdî vê nivîsê dixwîne, bila ji xwe van pirsan bipirse û bila destê xwe bide ser wijdana xwe û rastî bersîva pirsan bide. Tu yê ku vê nivîsê dixwînî tu zanî ku heta niha çend pirtûkên kurdî derketine? Çend romanên kurdî, çîrokên kurdî, pirtûkên helbest û þanoya kurdî derketine? Di sala 2005 û 2006-an de çend romanên kurdî derketin? Te qet rojname, kovar û di malpereke kurdî de (ji xeynê nivîsa birêz Î. Seydo Aydogan) nivîseke li ser hejmara romanên kurdî, pirtûkên çîrokên kurdî xwendiye? Na, ez zanim we nexwendiye. Pir tebiîye ku xwendevanên kurd meraq bikin bê par yan îsal çend romanên kurdî, çend çîrokên kurdî derketine? Û herweha çima pirtûkên þanoyî bi kurdî dernakevin? Û dîsa çima kurdên bin xetê herî pir pirtûkên helbestan weþandine û çima pirtûkên çîrok û romanên kurdî pir hindik diweþînin? Û çima nivîskarên kurd yên bakurê Kurdistanê herî hindik pirtûkên helbestan û herî pir pirtûkên çîrokan diweþînin?

 

Bila þaþ neyê fêmkirin, tu sûceke, þaþiyeke, kêmaniyeke xwendevanên kurd tune. Kêmanî kêmaniya sazî û dezgehên kurdan, weþanên kurdan, pispor û lêkolînvanên kurdan, rojnamevan û nivîskarên kurd e. Ez ji Î. Seydo Aydogan re spas dikim ku wî salek berê hejmara romanên kurdî bi navên romanan ve weþand. (Herçiqas di lîsteya wî de çend navên romanan tunebû jî, ev xebata wî hêja bû. ) Ez ji wan kesên ku li ser romanên kurdî nivîsên danasîn û nirxandinê dinivîsin (herwekî Gabbar Çiyan, Lokman Polat, Amed Tigrîs, Î. Seydo Aydogan, Silêman Demir, Husein Mihamed, M. Yilmaz, Suleyman Alan, Erdogan Înal û yd,) re spas dikim ku bi nivîsên xwe romanên kurdî bi me didin danasînê.

 

Binêrin li Tirkiyê di sala 2006-an de 174 roman hatine çapkirin. Ji wan 55 roman ji alî nivîskarên jin ve û 122 roman ji alî nivîskarên mêr ve hatine nivîsîn. Li Swêdê sê qasê Tirkiyê (520) roman hatine nivîsîn. Helbet dema mirov li hejmara romanên ku li Tirkiyê û Swêdê dinêre, hal û rewþa romana kurdî netuhal e. Romana kurdî ji alî hejmarê ve pirûpir hindik e, qels e, feqîr û perîþan e.

 

174 romanên ku li Tirkiyê hatine weþandin ji alî 118 weþanxaneyan ve hatine weþandin. Yên kurdan (li Stenbolê, Diyarbekirê û li Ewropayê) çend weþanxane hene, wê jî kes nizane. Haya weþanxaneyan ji hevûdu tune. Kîjan weþanxane çend romanên kurdî derxistiye? Hinek weþanxane hene navê wan kurdî ye, lê pirtûkên ku derxistine ji sedî nodûpênc (%95) pirtûkên tirkî ne.

 

Gelo çend romanên wergerê bi kurdî hatine weþandin? Heydê em bibêjin nivîskarên kurd ji hêla afirandina romanên kurdî ve qels in, baþe bi wergêrên kurd çi bûye? Çima ew berhemên nivîskarên kurd wernagerînin kurdî û çima weþanxaneyên kurd pirtûkên wergerê yên bi kurdî naweþînin?

 

Kovar û rojnameyên kurdî/kurdan, rojnamevanên kurd dikarin bi þêweyeke rojnamegeriyê lêbikolin û bizanibin bê di sala 2005-an de yan jî sala 2006-an de bi tevahî çend pirtûkên kurdî derketine? Ji wan pirtûkan çend lib romanin û çiqas çîrok yan helbest in? Di sala 2007-an de weþanxaneyên kurdan weþandina çend pirtûkên kurdî girtine nav programa weþana xwe û hwd.

 

XWEZÎ…

 

Pêwîstiya xwendevanên kurd netenê bi weþanên îdeolojîk heye, herweha pêwîstî bi weþanên çand, ziman, edebiyat, mîzah û magazînî jî heye. Yên ku niha dikarin kovar û rojname derxin, kovar û rojnameyên îdeolojîk, siyasî derdixin. Ji bo ku weþangeriya kurdî hêj nebûye kareke bazirganiyê û tenê bi þêweya haceta siyasî û îdeolojîk derdikeve, loma jî naveroka weþanan teng dimîne.

 

Xwezî kovareke kurdî ya ziman ku tenê pirs û pirsgirêkên ziman minaqeþe û þîrove bikira hebûna. Xwezî kovareke kurdî ya dîrokê ku têde belgeyên dîrokî û þîroveyên li ser dîrokê hebana. Xwezî kovar yan rojnameyeke mîzahî û magazînî ya bi kurdî hebana. Xwezî kovareke aktuelî ya hefteyî (weke kovara Nokta, Tempo, Aktuel, Haftalik) hebana ku panoramaya heftê pêþkêþê xwendevanên kurd bikira.

 

Weþanên malperên kurdan yên elektronîk di înternetê de di gelek hêlan de serketî ne. Lêbelê ew weþan matbû nînin, li ser kaxiz çap nabin û herweha li pirtûkxaneyan û li arþîvxaneyan nayêne arþîv kirin. Weþan matbû be –çapkirî be- sed sal paþê jî di arþîvan de tê dîtin, lê li înternetê malper bê girtin, êdî kesek wê weþanê nabîne. Loma jî qîmeta weþanên matbu-çapkirî- pire.

 

Malpera ”Lotikxane”yê weþaneke mîzahî û magazînî ye. Di malperê de gelek nûçe û þîroveyên balkêþ têne weþandin. Xwezî weþaneke weke Lotikxanê li ser kaxiz bihatana weþandin û li tevahiya heremên Kurdistanê belav bibana. Herçiqas carna hinek tiþtên magazînî di kovara ”Esmer” ya mehane de derdikevin jî, ev têr nake. Divê kovar yan rojnameyeke tabîlot ya mîzahî û magazînî ya bi kurdî hebe.

 

Li Tirkiyê kovarên hefteyî, herweke Nokta, Aktuel, Tempo, Haftalik, Hafta sonu û hwd hene. Pêwistiya kurdan jî bi kovareke hefteyî ya aktuel heye. Kovareke kurdî/kurdan ku naveroka wê bi mijarên magazînî, kulturî, hunerî, mîzahî û hemû cureyên aktuelî bê dagirtin, dê bala xwendevanên kurd bikþîne.

 

Derxistina weþanên kurdî yên curbecur ewqas zor û zahmet nîn e, hêsan e. Belê, hêsan e heger ku dewlemendên kurd xwe bidin ber vî barî û ji bo vî karî ji hêla aborî ve bibin alîkar. Bingeha hertiþtî hebûna madî ye, aborî ye. Weþaneke ku pirsa xwe ya aborî çareser bike, dikare jiyana xwe ya weþanê bidomîne.

 

Li tevayê cîhanê kovar û rojname ji alî kesên bazirgan, ji alî þirketan, holdîngan, bankan, dezgehên fînansê û kesên dewlemend ve têne weþandin. Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê gelek þirket û holdîngên kurdan, gelek mihendîs, mutahît û kesên dewlemend anku fînans kapîtalîstên kurd hene. Heger ew dest biavêjin karê weþana kovar û rojnameyên kurdî dê gelek weþanên kurdî bêne weþandin.

 

Pirsa netewî di esasê xwe de pirsa dewlemendên netewî ye. Yanî pirsa millî burjuvazîyê ye. Divê dewlemend li welatê xwe, li bazara xwe, li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Welat, çand, ziman netenê yên karker, gundî, þoreþger û welatparêzan e, herweha yê dewlemendane jî.

 

Xwezî rojeke dewlemendên kurd li doza netewî, li welat, çand û zimanê kurdî xwedî derketana û dest bavêtana karê weþangeriya kurdî. Wê demê dê weþanvaniya kurdî geþ bibana û pêþve çûna û dewlemend bibana.

 

 

    NIVÎSKARÊ CIWANAN

 

Dibêjin li cîhanê keç û xortên ciwan herî pir ji berhemên nivîskar Charles Bukowskî hez dikin. Ez bi xwe jî xwe ciwan dibînim û ji pirtûkên wî hez dikim. Digel wî, ez ji berhemên Borîs Vîan û Ananîs Nîn jî hez dikim.

 

Ciwanên kurd pirtûkên van hersê nivîskaran xwendine yan na, ez nizanim. Lê ez zanim ku gelek nivîskarên kurd pirtûkên van nivîskaran nexwendine, haya wan ji berhemên vana tune û belkî hinekan qet navên Bukowsî, Vîan û Ananîs nebihistine.

 

Ciwan pêþeroja gel û welatan in, dahatuya civakê ne, ronahîya mirovahiyê ne. Li cîhanê gelek nivîskar xisûsî ji bo ciwanan berhem diafirînin. Li ewropayê þaxeke edebiyatê ya taybetî ji bo ciwanan hatiye afirandin. Evîn, þadimanî, pevþabûn, hestên romantîk di berhemên edebî yên ji bo ciwanan de têne xemlandin û dema ciwan van berheman dixwînin hestên wan coþ dibe, derûniya wan xweþ dibe, þad û bextiyar dibin.

 

Bukowskî romannivîser û edebiyathez bû. Dema ew dimire hemû hebûna xwe , mîrasa xwe dibexþîne pirtûkxaneya Huntîngtonê. Jiyana Bukowskî bê serûber bû. Ew weke Don Juan, weke Kazanova li pey jinan geriya, bi wan re þadiman bû. Wî vexwar, bi jinên curbecur re hevaltî kir, bi wan re þadiman bû û di berhemên xwe de cihaneke pevþabûnê afirand.

 

Pirtûkên Bukowskî li bîst zimanên cîhanê hatine wergerandin. Bi tirkî jî sî û du pirtûkên wî hatine weþandin. Heta niha tu pirtûkeke Bukowskî li kurdî nehatiye wergerandin. Ev jî qelsiya kurdan ya di hêla wergerê de dide nîþandan.

 

Navên hinek pirtûkên Bukowski gelek balkêþ in û manedarin. Ji xwe re li çend mînakên navan binêrin; ”Ma tenê ez im ku weha dijîm” , ”Mucîze dema herî kin e” , ”Þev bi dengê lingan ê har çiriya” , ”Roj, ez vame li vir im” , ”Cehenem deriyeke girtî ye” , ”Birînên ku me di xwe de vekir” , ”Çîroka evîneke xweþhal” û hwd.

 

Bukowski digel gelek romanan gelek helbest jî nivîsiye. Li gorê nivîskarê navdar Jan Paul Sartre û Jean Genet, Bukowsî helbestvanê herî baþ ê Amerîkayê ye. Bukowski gelek araq, þerab vedixwar û di berhemên xwe de behsa vexwarina xwe û serxweþbûna xwe dikir. Bukowskî nivîskarekî gelek comerd bû. Çavên wî di mal û milkên dinê de tunebû. Wî nedixwest ku dewlemend bibe, wî dixwest pereyê wî têrê jiyana wî bike û ji xwe re jiyana xwe bijî, binivîse û bi mal û milkê dinê re mijul nebe. Ji xwe di jiyanê de hedef û armanca wî tenê ev bû ku bibe nivîskar û bi jinên spehî, bedew û xweþik re þad û bextiyar bibe. Ji bo wî tiþtê herî xweþ pevþabûna bi jinên spehî re bû.

 

Bukowski ji gerê, rêwîtiyê hez dikir. Ew biçûna kuderê li wir di pansiyonên erzan de radiza, bi jinan re þadiman dibû û bi karê nivîsê re mijul dibû. Wî rêwîtiyên xwe bi vegotineke edebî, bi þêweyeke îronî di roman û çîrokên xwe de behs dikir. Berhemên wî yên edebî wî di nav edebiyata Amerîkayê de kire navdar.

 

Bukowski nivskarekî romantîk bû. Wî di berhemên xwe de zimaneke erotîk, sade, îronîk, mîzahî û rastgo bikar anî. Rexnegirên edebî yên Amerîkayê berhemên wî baþ nirxandin û pesnê berhemên wî dan. Bukowski ji tenêtiyê, gerê, keyfûzewqê, þadimaniyê hez dikir û herî pir bi jinan re sohbet dikir. Digel ku ew ewqas navdar bû jî, bi wî re pir hevpeyvîn nedihat çêkirin. Ew ji zilamekî ku pê re hevpeyvîn dike re dibêje ” Rojnamevan, zilam zêde li deriyê min naxin, nayên mala min. Lê, jin netêde. Ji bo ez bi jinek re þadiman bibim ez hemû karê xwe didime alîkî û ji bo pevþabûnê xwe amade dikim.”

 

Gelek romanên Bukowskî weke fîlm hatine kiþandin. Bukowsî ji jinan gelek hez dikir. Întreseya wî li ser jinên kedkarên seksê hebû. Ew di hevpeyvîneke xwe de dibêje : ”Heger ez  weke jin bihatama dinê ez ê bibama kedkarê seksê. Lê ez weke mêr hatim dinê û lewre jî ez jinan arzû dikim. Jinên baþ ez tirsandim. Çûnkî jinên baþ dixwazin ruhê mirov bi dest bixin.” Bukowsî xwe bi jinek re nedidan girêdan. Ji bo ew bi jinên din re jî têkilî dayne, ji yekê vediqetiya û bi yeka din re têkilî dadaniya. Wî dixwest ku cure cure jin nas bike û li tehma þadimaniya bi wan re binêre.

 

Bukowskî ji kesên araqxwir, tolaz, asî, bêhîvî, aware, serserî û ji jinên þerabxwir û kufurbaz hez dikir. Ji yên bi qerewat, burokrat, papaz, keþîþ, qanûnperest, olperest, mihafezekar û xwedî exlaqê paþverû hez nedikir. Wî nedixwest ku civak þikil bide pê yan jî ew xwe li gorê civakê bixe þikleke, qalibeke. Pênûsa wî hertiþtê wî bû û wî dixwest li gor dilê xwe cîhanên fiction di berhemên xwe de biafrîne. Di berhemên wî de cihê jinên reþik û esmer teybet e û pevþabûna bi jinên reþik û esmer re hest û ruhê wî þad dikir. Bukowsî bi jinan re têkilî dadaniya û di têkiliya bi jinan re jiyanê û mirinê þîrove dikir. Bi rastî jî jin jiyan e. Bê jinê jiyan nabe. Þadimanî rengeke jiyanê ye û mirin jî hêleke jiyanê ye. Bukowskî þadimaniyê, keyf û zewqa jiyanê dinivîsand û lewre jî însanan û bi taybetî xort û keçên ciwan ji berhemên wî hez dikir.

 

 

 

TÊKÇÛNA PARADÎGMA FERMÎ

 

Li Tirkiyê turk û Ataturk bi zagonên – qanûnên- fermî hatine parastin. Yanî li gor qanûnê qedexeye ku mirov li tirkan û ataturk rexne bigre. Zanîstê hêja Mamoste Îsmaîl Beþîkçî ji bo ku rexne li dagirkeriya tirk û kemalîzmê girt û doza netewa kurd parast bi dehsalan di hepis û zindanê de raza.

 

Di Unîversîteyên komara Tirkiyê de profesorên ku ders didin bi piranî kemalîstin, yên ku nekemalîstin jî ji ber zagona qedexekirinê newêrane rexne li kemalîzmê bigrin. Carna hinek profesor û doçentên sosyalîst, lîberal û olperest derdikevin û bi mêranî rexne li kemalîzmê digrin. Dema ew rexne digrin, ecêb tê serê wan, li masmediayê li hemberê wan kampanye vedibe û dozkerên dewleta kemalîst dawa li wan vedikin û wan didine dadgehê – mahkemê.

 

Prof Atîlla Yayla zanîstekî / îlîmdarekî lîberal demokrat e. Ew li Unîversîteyê profesure û ew û hevalên xwe bi navê ”Lîberal Duþunce – Ramanê Lîberal” kovareke civakî û lêkolînî diweþînin. Prof. Atîlla Yayla gelek caran jî beþdarê konferansan dibe û di semîneran de dîtin û ramanên xwe pêþkêþ dike.

 

Di semînereke ku ji alî Akpartiyê ve hatiye amadekirin de Prof. Atîlla Yayla rexne li kemalîzmê digre, dibêje kemalîzm paþverû ye û ji bo M. Kemal hîtaba ”bu adam – ev kes” dike û dibêje ”ev çiye hema peykerên vî kesî li her derî ye.” Li ser van rexneyên Prof. Atîlla Yayla kemalîstan dest bi kampanya li dijê wî kirin, wî ji Unîversîteyê avêtin û biryar girtin ku êdî li Unîversîteyê ders nede û nikaribe derkeve derveyê Ankarê. Dozger jî lê dawa vekir û wî da mahkemê.

 

Prof. Atîlla Yayla bi mêranî li dîtin û ramanên xwe xwedî derket, paþve gav neavêt û resta kemalîstan xwest û got ”heger kemalîst bi xwe bawerin bila bêne li TV-ê li pêþberê gel em bi hevre minaqeþe bikin.” Bi min, divê her kesê demokrat ku azadiya fikrî diparêze û tevahiya kurdan piþtgiriya Prof. Atîlla Yayla bikin. Divê mirov þexsiyetên weha xwedî qîmet û bi rûmet tenê nehêle û piþtgirê wî be.

 

Her diçe kemalîzm îflas dike. Li Tirkiyê generalên nîjadperest yên ordiya tirk, hinek rewþenbîrên þoven, kesên wekî Dogu Perîncek, Yalçin Kuçuk û Mîhrî Belî yê ku xwe çep dihesibînin, kemalîzmê diparêzin, wekî din bi piranî li dijê kemalîzmê ne. Kemalîzm îdeolojiya fermî ya dewleta nîjadperest û dagirker e. Kemalîzm hemberê gelên Anadoliyê û dijminê kurdan e. Kemalîzm di hêla îdeolojî û polîtîkayê de têk çûye û êdî hewldana generalên mîlîtarîst û kemalîstperwerên wekî Perîncek û Mîhrî Bellî jî nikarin têkçûna kemalîzmê bisekinînin.

 

Dogu Perîncek, Yalçin Kuçuk, Mîhrî Bellî û hwd, xwestin kemalîzmê bi çepên tirkan û bi gelê kurd baþ û qenc bidine nîþandan. Kemalîzm qatîlê kurdan e û heqê kesekî tune ku ji kurdan re bibêje ”ji qatîlê xwe hez bikin.” Divê kurd li hemberê kemalîzmê bi antî-kemalîstan re piþtgirî bikin. Azadî û demokrasî herî pir ji bo kurdan pêwîst e. Heger lîberal, demokrat, olperestên antî-kemalîst, sosyalîstên azadîxwaz ji bo azadiya ramanî têdikoþin, divê kurd jî piþtgiriya wan bikin. Û herweha divê ew jî piþtgiriya doza netewa kurd bikin.

 

Li Tirkiyê hetanî pirsa netewa kurd neyê çareserkirin, kurd mafên xwe yên netewî û demokratîk bi dest nexin û qedera xwe bi destê xwe tayin nekin, mesela azadî û demokrasiyê li Tirkiyê nayê helkirin û azadî û demokrasî nayê pêkanîn. Ji bo pêkanîna wê divê pêþî kurd bigîþin azadiya xwe.

 

XELATA NOBELÊ Û ORHAN PAMUK

 

Ev çend rojin masmedia Ewropayê, bi taybetî jî ya Swêdê û Tirkiyê behsa hefteyek direngxistina biryara xelata Nobelê dikin. Li gorê hinek rojnameyan paþvexistina biryarê ji bo sedema nivîskarê tirk Orhan Pamuk e. Tê gotin ku komîta biryarê bûye ducî û hinekan gotine : ”Em xelatê bid Orhan Pamuk” û hinekan jî gotine : ”Na, em nedine Orhan Pamuk.”

 

Argumentên endamên komîta xelatê yên ku dibêjin em xelatê bidin Orhan Pamuk çine? Divê bê minaqeþekirin ku bi rastî jî O. Pamuk xelata Nobelê heq kiriye yan na? Xelat heqê O. Pamuk e yan heqê Yaþar Kemal e?

 

Endamên komîta xelatê yên ku dibêjin : ”Em xelatê nedin Orhan Pamuk” van hersê sedeman nîþan didin :

 

1 – Divê edebiyat nekeve bin siya siyasetê û di bin siya siyasetê de neyê peliçixandin.

 

2 – Heger xelata Nobelê ji bo kesayetiya ku bûye mode bê dayin, xelat dibe karê bazirganiyê.

 

3 – Orhan Pamuk ji bo xelatê hêj ciwan e.

 

Orhan Pamuk di beyaneke xwe de gotibû : ”Dewletê milyonek ermenî û sî hezar kurd kuþtiye.” Ji bo vê beyanê wî dane mahkemê û faþîst, þoven û nîjadperestên tirk li hember wî kampanyayên qirêj vekirin û gelek neheqî lêkirin. Orhan Pamuk dibêje hejmara kuþtina kurdan sî hezar e, lê ev hejmar ji bo van panzeh, bîst salên dawîn e. Di demên berê de, di serîhildana Þêx Seîdê nemir, Dersim, Agrî, Zîlan, Sason û hwd, de bi sedhezaran kurd hatine kuþtin.

 

Orhan Pamuk nivîskarekî demokrat e û dostê kurdan e. Dema wergêrê kurd Mustafa Aydogan pêþniyaza wergera pirtûka wî ya ji bo kurdî kiribû, wî bi dilxweþî qebûl kiribû û piþtî weþandina pirtûka wî ya bi wergera kurdî, çûbû Amedê û li wir ji bo xwendevanên kurd pirtûka xwe ya bi kurdî îmze kiribû. Ez ji þexs û helwesta Orhan Pamuk ya nûjen û demokrat hez dikim, lêbelê ez ji berhemên wî hez nakim. Min gelek romanên wî bi temamî nexwendiye, nîvco hêþtiye. Min romana wî ya dawî ”Kar – Berf” bi temamî xwend û neeciband. ”Kar – Berf” romaneke sivik û qels e. Li gor min romanên Yaþar Kemal û Ahmed Altan bi ser romanên O. Pamuk de ne. Ji hêla ziman û normên edebî ve jî, berhemên A. Altan û Y. Kemal ji yên O. Pamuk baþtir in.

 

Heger xelata Nobelê bidin nivîskarekî ji Tirkiyê, pêþî heqê Yaþar Kemal e û dure heqê Ahmed Altan e. Komîta Nobelê di ser Yaþar Kemal de çil bide û xelatê bide Orhan Pamuk, ev neheqî ye. Di esasê xwe de gelek nivîskarên kurd yên ku bi kurdî dinivîsin, xelata Nobelê heq kirine. Herwekî M. Emîn Bozarslan, Kemal Burkay, Þêrgo Bêkes, Mehmet Uzun.

 

Komîta Nobelê heta niha gelek þaþî kiriye û hin nivîskarên ku xelatê heq nekirine, layiqê xelata Nobelê dîtine. Li gor bîr û baweriya min, niha li rojhilata navîn du kesên ku xelata Nobelê heq kirine, hene. Yek jê Yaþar Kemal e û yê din jî Adonîs e. Heger ji derveyê van herduyan xelatê bidin nivîskarekî ji welatên rojhilata navîn, ev neheqî ye. Ez hêvîdarim ku ev neheqî neyê kirin û yan Yaþar Kemal yan jî Adonîs xelata Nobelê bigre.

 

 

Têbinî - Min vê nivîsê sala par beriya biryardayina komîta xelata Nobelê nivîsî.

Xelata Nobelê dane Orhan Pamuk. Lêbelê minaqeþeyên li ser dayina xelatê     hêj jî didome. Dîtinên min jî par çibû îsal jî ew e, anku nehatiye guhertin.

 

ROMANEK LI SER SERDARÊ KOKKURD
SELAHA
DDÎNÊ EYÛBÎ

 

Selahadînê Eyûbî serdarekî kokkurd û rêvebirê alema Îslamê bû. Dewleta ku wî damezrand (Împaratoriya Eyûbî) dewleteke millî / netewî nebû, dewleteke olî bû, li gor zagonên Îslamî dihat birêvebirin û temsîla cîhana Îslamî dikir.

 

Ji xwe ev dewlet li ser Axa Kurdistanê na, li Suriyê û Misrê hatibû damezrandin û beþeke kurdistanê jî bi xwe ve girêdabû. Alema Îslamî ya wê demê di bin ala Selahadînê Eyûbî de civiyabû û li hemberê êriþên Xaçperestan têdikoçiyan, þer dikirin. Artêþa dewleta Eyûbîyan ji areb, kurd û tirkan pêkhatibû. Tirk(men) di ordiya Selahadînê Eyûbî de leþkerên bi peran bû û hinekên wan jî kole bû. Ji xwe yê ku bi dewleta Eyûbîyan re bêbextî kir û dewletê xirab kir, anku dewleta Eyûbî hilweþand tirkên memlûkî yên kole bû.

 

Li ser jiyan û têkoþîna serdarê kokkurd Selahadînê Eyûbî gelek pirtûkên lêkolînê û berhemên edebî –roman- hatine nivîsîn. Piraniya van romanan ji alî nivîskarên rojavayê –ewropî- ve hatine nivîsîn. Çi heyf ku hêj nivîskarekî kurd li ser Selhadînê Eyûbî û herweha li ser bûyerên dîrokî ya Kurd û Kurdistanê romanên dîrokî nenivîsîne. Divê li ser hinek dîmenên dîroka Kurd û Kurdistanê berhemên edebî bêne afirandin. Romana min ya bi navê “Nûrheyata Licî” ji bo romanên dîrokî pêngaveke destpêkê ye.

 

Romannivîserê nûjen Mehmed Uzun ji bo romana Thorvald Steen “Tozhildan – Romaneke Selhadînê Eyûbî-“ pêþgotineke baþ nivîsiye. Ew di pêþgotina xwe de ji bo kralê Îslamê Selahadînê Eyûbî dibêje : “Ew sîmgeya – sembola – tehamûlê, bihevre jiyandinê û pêþerojê ye. Îmajeke wî yê baþ heye.”

 

Di romana Thorvald Steen de du çîrokên bi hevûdu re pareler tên ravekirin. Çîrokeka nûjen ya dema me û çîrokeka dîrokî. Çîroka nûjen, netenê tê serê lehengê romanê, herweha di jiyana rasteqîn de tê serê hinek însanên rewþenbîr û nivîskar jî.

 

Nivîskarekî, rewþenbîrekî di jiyana xwe de dikare demeke bikeve valahiyek, bikeve nav krîzekî derûnî – bunalima psîkolojîk- yan jî bibe evîndarekî neçar û li pey evîna xwe bikeve. Lehengê çîroka nûjen Erîk Lîndhol jî dibe evîndar –aþiq-, dilê wî dikeve rojnamevaneka îngilîzî.

 

Erîk Lîndholm jina xwe û zarokên xwe li Oslo’yê dihêle û li pey evîna xwe dikeve. Erîk aþiqê rojnamevana îngilîzî Cecîlîa Anderson e. Ew li pey evîna xwe diçe paytextê Suriyê Þamê û çîrok dest pê dike û herweha suprîzên bi êþ xwe li ser jiyana wî radipêçe.

 

Di parelera çîroka nûjen de çîroka dîrokî ya Selahadînê Eyûbî tê pêþkêþkirin. Çîroka selahadînê Eyûbî çawa dikeve nav çîroka nûjen ya Erîk Lîndholm? Ev weke meraqeke bila li cihê xwe bimîne. Yê ku dixwaze vê çêweya hunerî û teknîka nivîsî bizanibe divê vê pirtûka edebî bixwîne.

 

Xwendevanên kurd hem ji bo vê meraqê û hem jî ji bo ku bizanibin dema desthilatdariya Selahadînê Eyûbî çawa bûye? Diyariya Þêrkuh çibûye? Êriþên hêzên xaçperestan di çi radeyê de bûye û çawa dagirkerî pêk hatiye? Û herweha dawî encam çibûye? Ji bo zanîna dema Selhadînê Eyûbî û bersîvên van pirsan divê ev pirtûk were xwendin.

 

 

EDEBIYAT Û GUHERTIN

 

Edebiyat bi taybetî jî roman her diçe digehure, xwe nû dike. Teknîk û stîla nivîsîna romanê nûjen dibe. Metoda nivîsîna romannivîseran, mijar û naveroka berheman, tevn û lihevanîna bûyeran bi þêweyeke modern pêk tên û mirov ferqa vizyona berhemên klasîk û yên modern dibîne.

 

Romannivîserên cîhanê bi afrandina berhemên xwe yên edebî ku her yek bi þêweyeke hatiye afirandin, edebiyata cîhanê bi reng dikin, dewlemend dikin. Di sedsala 19-an de ekola edebî ya realîst a civakî xurt bû. Beriya vê ekolê hinek ekolên edebî yên din hebû û piþtre gelek ekolên din yên edebiyatê derketin holê. Di sedsala 20-an de cîhana romanê hate guhertin. Ji nav cîhana kevn cîhaneke nû hate damezrandin. Ev cîhana nû bi þikil, þêwe, fiction û motîfên cihêreng ve estetîkeke nû pêk anî.

 

Di sedsala 20-an de guhertinên mezin di nav civakên cîhanê de pêk hatin û di hêla gelek tiþtan de pêþveçûnên civakî rûdan û di hêla îlîm û teknolojiyê de pêþketinên berbiçav derketin holê. Herweha di hêla edebiyatê de îlmên edebî bi ramanên nû riya pêþveçûnê vekirin. Kar û xebatên derbarê edebiyatê de geþ bû. Li Ewropayê dibistanên edebiyatê vebûn û dibistana Frankfurtê di hêla dîtin û ramanên edebî de ekoleke pêk anî. (Ez ê di nivîseke din de behsa ekola dibîstana Frankfurtê bikim.)

 

Di demên dawîn yên sedsala 20-an de berhemên edebî bi þêweyeke cûda derketin pêþberê xwendevanên cîhanê. Berhemên modern û paþê jî postmodern hatin afirandin. Ev berhemên weha ne ji bo tevan, lêbelê ji bo hinek xwendevanan bû weke ronahîya ku ji nav kaosê derkeve der. Berhemên edebî yên post-modern ferqa xwe û berhemên din derxistin holê û xwestin di rêçeke nû de bimeþin. Berhemên post-modern ji alî hinek xwendevan ve hate ecibandin û ji alî gelekan ve nehate ecibandin.

 

Nivîskarên post-modernîst hetanî karibûn xwe ji ekola sosyal realîzmê bi dûr xistin û wan fictionê ji xwe re kirin bingeh û berhemên xwe bi metodeke cûda û bi þêweya lihevanîna bilind ku jê re dibêjin “metafiction” pêk anîn.

 

Edebiyat herdem xwedî fonksiyoneke bûye. Ji dema afirandina romanê heta niha roman roleke girîng di jiyana civakên cîhanê de leyistiye. Civakên ku qîmet û rûmet dane edebiyatê û edebiyatvanên xwe, pêþ ketine, nûjen bûne û jiyana demokratîk pêk anîne. Di jiyana însanan de yê ku xwe daye qebûlkirin û hezkirinê edebiyat bi xwe ye. Fîlozofê ramanwêr yê bi navûdeng Jacques Derrîda di gel ku fîlozof bûye, dîsa jî wî xwestiye bibe edebiyatvan û ew dibêje “min herî pir ji edebiyatê hez kir. Edebiyat dê di pêþerojê de fonksiyonên girîng pêk bîne.”

 

Sedsala 21-an sedsala azadiya ramanî û pêþveçûna civakî ye. Di vê sedsalê de berhemên edebî bi belavkirina ramanên azadî û humanîzma felsefî ya modern û pêwîstiya azadîya cîvakî li cîhanê, fonksiyoneke pozîtîf pêk tînin û ji bo pêþveçûna civakan dibine rêça ronahiyê, wekheviyê û dadmendiyê.

 

Edebiyat ji hêla guhertinê ve fonksiyoneke dualî pêk tîne.  Di aliyek de di dedebiyatê bi xwe de guhertin û di alî din de di civakê de guhertin. Ev herdu guhertin dibe sedemên gelek guhertinên din yên sosyal, siyasal û jiyana civakî.

 

ROMANA ZINDANA AMEDÊ

 

Li Tirkiyê du darbeyên faþîst yên leþkerî pêk hatin. Yek jê 12-ê Adara 1971-ê de û ya din di 12-ê Îlona 1980-ê yî de. Bi pêkanîna van darbeyên faþîst û leþkerî cunta yên faþîst hatin ser hikûm û bûn desthilatdar. Dîktatoriya leþkerî ya faþîst bi sedan þoreþger û welatparêz kuþtin û bi hezaran xistin hepis û zindanan.

 

Piþtî 12-ê Adarê hinek nivîskarên tirk çîrok û romanên ku li hepisê nivisîbû yan jî piþtî derketina xwe li ser hepis û zindanê çîrok û roman nivîsîn û weþandin. Berhemên wan weke ”hepisxane edebiyatî” hate navkirin. Piþtî 12-ê Îlonê jî gelek berhemên ku di nav kategoriya edebiyata hepisxanê de hatin binavkirin ji alî weþanxaneyên curbecur ve hatine weþandin.

 

Di eniya –cepheya- edebiyata kurdî de ev kategoriya ”hepisxane edebiyatî” pêk nehat. Lêbelê hinek pirtûkên li ser hepis û zindanên dewleta dagirker a tirk hatin nivîsîn. Di dema 12-ê Adarê de nivîskar û lêkolînerê kurd M. Emîn Bozarslan jî ketibû hepisê. Dema ew bi efûya giþtî hate berdan û ji hepisxanê derket, wî bi navê ”Îçerdekîler ve Diþardakîler – Yên derve û yên hundir” berhemeke edebî ya kurteçîrokan afirand.

 

Piþtî 12-ê îlonê nivîskarên tirkan bi sedan pirtûkên ku di kategoriya ”hepisxane edebiyatî” de ne nivîsîne û weþandine. Giraniya pirtûkên wan helbest, çîrok û roman in. Hinek nivîskarên tirk (herwekî Newzat Çelîk) hêj di hepisxanê de bû, berhemên wan gelek hatin firotin û ew meþûr bun, anku bûn navdarên edebiyata tirkî.

 

Nivîskarên kurd di vê hêlê de qels man. Pirtûkên ku wan piþtî 12-ê Îlonê li ser hepis û zindanê nivîsîn, piranî pirtûkên siyasî û rexneyî yên îdeolojîk bû. Wan di van pirtûkên xwe de bi þêweyeke siyasî þermezarkirina tehda, lêdan û þkenceyên dewleta tirk rave kirin. Hêla edebî ya van pirtûkên siyasî û rexneyî tunebû.

 

Lewre jî afirandina berhemên edebî –yên li ser hepis û zindanê- qels ma. Çend pirtûkên çîrokan û roman hatin weþandin. (Ew jî piranî bi tirkî bû.) Bi hezaran kurdên siyasî hatibûn girtin û heryek ji wan bi salan hepis razan, lê di hêla afirandina berhemên edebî de fêkî nedan, berhem neafirandin. Bubê Eser bi navê ”Gardiyan” pirtûkeke nivîsî û hew tiþteke din li ser hepis û zindanê nenivîsî. Pirtûka Laleþ Qaso li ser zindana Amedê ye, lêbelê hêla wê ya edebî tune. Pirtûkên Mumtaz Kotan, Selîm Çurukkaya, M. Can Yucel, Fewzî Yetkîn , Þukru Gulmuþ, F. Welat û hwd, pirtûkên edebî nîn in, pirtûkên rexneyî û siyasî yên îdeolojîk in.

 

Hinek kesên siyasî yên ku endamên partî û rêxistinên çepên tirkan in (herwekî endamên TKP, TÎKKO, TDKP, KURTULUÞ, DEV – YOL û hwd) bi tirkî li ser zindana Amedê hinek tiþt nivîsîne. Tiþtên ku wan nivîsiye aîdê edebiyata tirkî ye û tu xêra wê ji edebiyata kurdî re tune. Hinek kesên ku bi tirkî nivîsîne herçiqas bi eslê xwe kurdbin jî, berhemên wan aîdê edebiyata zimanê tirkî ye.

 

Romana zindana Amedê ya dema faþîzma 12-ê Îlonê hêj nehatiye nivîsîn. Divê kurdekî ku di zindana Amedê de bi salan razaye û bûye þahidê gelek bûyerên ku li hepisxanê hatine qewimandin, binivîse. Divê ew romanê bi kurdî binivîse û pêþkêþê xwendevanên kurd bike.

 

ÇÎROKÊN GEL

 

 Di nav weþanên ”Aram” de, di beþa ”wêje” de pirtûka Mele Beþîr(*) ya bi navê ”Çîrokên Gel” derketiye. Pirtûk 170 rûpel e û têde 56 kurteçîrokên gelêrî hene. Bi berhevkirina Mele Beþîr 56 çîrokên di nav gelê kurd de dihatin gotin ji wendabûnê, jibîrbûnê xilas bun. Heger Mele Beþîr van çîrokên nav gel necivandana serhev anku berhev nekirana û nenivîsandana ew ê di dem û dewranên pêþerojê de bihatana jibîrkirin û wenda bibana.

 

Edebiyata kurdî ya devkî gelek dewlemend e. di nav edebiyata kurdî ya devkî de þaxa herî xurt çîrokên gelêrî ne. Lêbelê çi heyf ku her diçe çîrokên gelêrî yên nav gel wenda dibin, têne jibîrkirin. Êdî wekê dema berê þevbihêrik çênabin û di malên gundan de çîrok nayên gotin. Ji xwe dewleta dagirker demokrafîka bakurê Kurdistanê xirab kir, 5 hezar gund wêran kir û bi hêza televizyon û bi perwerdeya fermî ya dibistanan zimanê dewleta tirk di nav kurdan de kire zimanê desthilatdar û kurdan asîmîle kir û hêj jî dike.

 

Bêtalihiya kurdan ev e ku; dewleta wan çênebû û hêjayiyên wan yên çandî û edebî bi arþîvên dewletî nehatin parastin. Dewlemendiya ziman, çand û edebiyata kurdî di nav gel de ye û bi berhevkirina wê ji wendabûnê xilas dibe. Li bakurê Kurdistanê nivîskarên lêkolînvan yên ku çîrokên gel berhev dikin û diweþînin weke hejmar kêmin. Berhevkirina çîrokên gel kar û xebateke hêjaye, lê çi heyf ku kesên ku vî karî pêk tînin bi tiliyên destan têne jimartin.

 

Dema mirov li berhemên folklorîk yên berhevkirinê dinêre di serî de mirov xebatên birêz M. Emîn Bozarslan dibîne. Wî bi sedan çîrokên gel berhev kiriye û di gelek pirtûkên xwe de weþandiye. Piþtre xebatên Zeynelabîdîn Zinar tê berçavên mirov. Wî jî bi dehan pirtûkên folklorîk yên berhevkirina çîrokên gel weþandiye. Rêzepirtûkên wî yên bi navê ”Xwençe” ji berhevkirina çîrokên gel pêk hatiye.

 

Tradisyona vegotina çîrokên gel di nav kurdan de ji nifþeke derbasê nifþeke din dibe, lêbelê di rewþa îroyîn de derbasbûna bi vê þêweyî êdî zor û zehmet e. Ji bo çîrokên gel neyên wendakirin divê miheqeq bêne berhevkirin û nivîsîn. Heger Mele Beþîr van çîrokên gel berhev nekirana û weke pirtûk nedana weþandinê em ê bi van çîrokên gel hayidar nebana. Ez bi xwe van çîrokan nizanibûm û min nebihîstibû, lêbelê bi saya pirtûka Mele Beþîr min van çîrokên gel bi dilxweþî xwend.

 

Di pirtûkê de gelek çîrokên balkêþ hene ku xwe bi mirov didine xwendinê. Naveroka pirtûkê dewlemend e, û zimanê wê fesîh e, zelal e, herikbar e. Ji hêla gramerê –rastnivîsînê- û hunandinê ve jî pirtûkeke hêja ye, giranbiha ye.

 

Ez Mele Beþîr pîroz dikim ku wî bi kedeke giranbiha van çîrokên gel berhev kiriye, bi þikleke nû wan ji nûve jîndar kiriye û raberê xwendevanên kurd kiriye. Xwendevanên kurd yên edebiyathez bila miheqeq van çîrokên gel bixwînin û ji berhemên folklorîk yên gelê xwe, ji çand û edebiyata kurdî ya gelêrî hayidar bibin.

 

Çîrokên gel hêjayiyên gelê me ne, dewlemendiya edebiyat û zimanê me ye. Divê em hêjayiyên xwe biparêzin, li ziman, çand û edebiyata xwe xwedî derkevin, wê pêþve bibin, dewlemend bikin.

 

(*) Ji xeynê vê berhemê çend pirtûkên din yên Mele Beþîr hene. Navên wan ev in: 1 – Sofî Remo – Roman 2 – Mêþa Hungif – Dîwan, helbest 3 – Gundiyên Giravê – Werger ji Swêdî

 

BERBIJAR “DEVÞÎRME” YAN JÎ TEWÞOMEWÞ

 

Xwendevanên kurd vê sernivîsê bixwînin dê bibêjin “berbijar” çiye? Ez zanim ku gelek xwendevan cara yekeme ku rastê peyveke weha tê. Heger min di þûna peyva “berbijar” de peyva “devþîrme” binivîsandana dê herkes bizaniba bê devþîrme çiye. Lêbelê peyva “devþîrme” peyveke tirkî ye.

 

Di þûna peyva “devþîrme” de baþe ku mirov peyva “ tevþirme” yan jî “tewþomewþ” bikar bîne hîn baþtir e. Kesên devþîrme kesên tewþomewþ in. Xaînê miletê xwe ne. Ew ji bo gel û neteweya xwe tewþ in, tewþomewþo ne.

 

Pêkanîna “devþîrme”tiyê ji alî dewleta Osmanîyan û komara kemalîstan ve pêk hatiye. Devþîrmetî pêkanîneke qirêj e, nemirovî ye, înkara wî însanî û netewa wî ye û herweha asîmîlekirin û tirkkirina wî însanî ye. Devþîrmetî bêþexsîyetî ye, li hemberê gel û neteweya xwe derketine û bi korefanî parastina dewletê û tirkîtiyê ye. Yên ku herî zêde zirarê didine netewa xwe ew kesên devþîrme ne.

 

Devþîrmekirin bijartina kesên ji neteweyên din e. Ew têne helbijartin û di dibistanên dewletê de têne perwerdekirin. Dibistanên devþîrman di dema Osmanîyan de jî hebû û niha jî di dema komara kemalîst de jî hene. Komara Tirkiyê ji roja damezrandinê heta îro ji alî kesên bijare yên devþîrme ve hatine birêvebirin. Ji xwe damezrevanên komara Tirkiyê M. Kemal û Îsmet Înunu bi eslê xwe tirk nîn in. Îsmet Înunu kurd e (li gorê dîtina hinekan dibêjin ew ermenî ne, paþî bûne misilman) û M. Kemal jî pîç e, anku weledê zinya ye. Diya M. Kemal arnawid e û bavê wî alman e. Hinek dibêjin M. Kemal li kerxana Selanîkê hatiye dinê. Hinek jî dibêjin diya wî qewraþa zapitekî alman bû. Zapit bi diya wî re zinya kiriye û ev weledê zinya hatiye dinê. Werhasil M. Kemal mirovekî porzer û çavþîn bûye. Ew wek þikl û þemal qet naþibe tirkan –ji xwe tirkên çavþîn û porzer qet tunin- diþibe almanan.

 

Li Tirkiyê yên ku bûne serokkomar ji wan yek jî tirk nîn e. Niha jî –sala 2006 – serokkomarê Tirkiyê çerkez e û serokwezîrê tirkiyê Gurcî ye. Piraniya birêvebirên dewletê, serokkomar û serokwezîr bi eslê xwe yan devþîrmeyên balkan in, yan kurd in, yan çerkez in, yan laz in, yan gurcî ne, yan arnawid in, yan boþnak in, yan yoguslav in. Serokwezîrên wan jî netirkin, ji gel û neteweyên din in. Wezîrê karê hundirî hertim kurd bûye. Hinek kurd xedar in, bêwijdan in, peyayên xelkê ne û ji efendiyên xwe re xulamtî dikin, lewre jî wan dikin wezîrê hundir.

 

Li Tirkiyê serokwezîra jin a yekem bi eslê xwe boþnak e, rindeka porzer e. Bulent Ecevîtê ku çend car serokwezîrî kiriye, kurdekî wisa xirabe ku, ji ber xirabiya xwe gan nade, eziyet û ezabê gunehkariya xwe di vê dinê de dikþîne. Mirin ji halê wî çêtire, lê gan nade, namire. Ew miriyekî zindî ê gunehkar e. Suleyman Demirel çend caran serokkomarî û serokwezîrî kir, þeþ car ji ser hikum çû û heft car hate ser hikum, ew jî koçberê balkanan e.

 

Yên ku rêxistina “Îîtîhat û Teraqî” damezrandin netirk in. Hinek ji wan kurd in û yên din jî ji neteweyên din in. Yê ku ramanê nîjadperestiya tirkan, fikr û dîtinên þoven, faþîst û turanîstên tirk pêk anî Zîya Gokalpê kurd bû.

 

Devþîrmeyên ji hemû neteweyan û kurdên xwefiroþ û xulamê dewleta Osmanî û komara kemalîstan ji nîjadperestiya tirkîtîyê re xizmet dikin û ji gel û neteweyên xwe re xiyanetê dikin.

 

KURD – KAV

 Bi nav û nasnameya kurd, damezrandina Kurd – Kav’ê ya bi fermî –resmî- ji bo doza netewa kurd pêngaveke berbipêþ û destkeftiyeke girîng e. Tastîq û tecîlkirina navê Kurd – Kav’ê yê bi fermî ji bo têkoþîna welatparêzên kurd serketine û ji bo înkariya nîjadperestiya dewleta dagirker a tirk têkçûne.

 

Gotineke sendîqayên karkeran hebû, digotin “heq nayê dayin, tê stendin”. Welatparêz û þoreþgerên kurd bi têkoþîna xwe vî heqî stendin û Kurd – Kav’ê damezrandin. Damezrandina Kurd – Kav’ê bû weke ronahiyeke ku tarîtiyê biçirîne. Ji xwe derbarê Kurd – Kav’ê de birêz Yilmaz Çamlîbel di pirtûka xwe ya bi navê Kurd – Kav’ê de diyar dike ku Kurd – Kav ronahiyeke ku tariyê çirandiye.

 

Yên ku haya wan ji kar, xebat û têkoþîna ji bo damezrandina  Kurd – Kav’ê tune, bila pirtûka birêz Yilmaz Çamlîbel bixwînin. Ev pirtûk di nav weþanên “Deng”ê de derketiye û 224 rûpel e. Di pirtûkê de gelek belge û dokumentên fermî û hinek wêne hene.

 

Birêz Y. Çamlîbel hem damezrevanê Kurd – Kav’ê ye û hem jî demeke serokiya Kurd – Kav’ê kiriye. Wî di pirtûka xwe de dîroka damezrandina Kurd – Kav’ê, têkoþîna hiquqî ya ji bo damezrandina vakfeke bi navê kurd û herweha behsa xebat, çalakî û kongreya wê kiriye.

 

Ji bo bi þêweyeke fermî danîna Kurd – Kav’ê 185 kesên rewþenbîr beþdarê civînê dibin, lê ji wan 98 kes dibe damezrevanê Kurd – Kav’ê. Dema mirov li lîsteya damezrevanan dinêre, ji hemû hêlên îdeolojîk û siyasî, ji hemû partî û rêxistinên kurdan kes hene. Tenê kesên Apoyî di nav damezrandina Kurd – Kav’ê de tunin. Sedemê ku çima Apoyî tunin û di pêvajoya xebata ji bo damezrandinê de ji bo çi sedeman Apoyî roleke negatîf leyistine û di kovara “Ozgur Halk”ê de çima rexneyeke neheq weþandine, di pirtûkê de hatiye qalkirin.

 

Xebatkar û birêvebirên Kurd – Kav’ê gelek kar û xebatên baþ kirine û hêj jî dikin. Li welat û li derveyê welat gelek civîn pêkanîn, projeyên xebatê xistin jiyanê û bi navê “Gulîstan” kovareke xweru bi kurdî weþandin. Kovara Gulistan kovareke delal bû, naveroka wê xurt bû, lê çi heyf ku jiyana xwe ya weþanê nedomand.

 

Di pirtûka birêz Yilmaz Çamlîbel de, di derbarê Kurd – Kav’ê de agahdariyên gelek girîng hene û tiþtên hêja hatine ravekirin. Li gor agahdariyên wî, heta niha Kurd – Kav’ê þeþ – 6 – car kongreyên xwe yên normal û carek jî kongreya avarte bçêkiriye. Kesên ku heta niha bûne serokê Kurd – Kav’ê ev in : Þerafettîn Elçî, Yilmaz Çamlîbel, Hanîfî Amaç, M. Celal Baykara.

 

Kurd – Kav vakfeke çandî –kulturî- ye. Di nav armancên xebata wê de lêkolînên li ser heq û azadiyê û herweha di derbarê ziman, çand û dîroka kurdan de lêkolîn kirin e. Bi qasê ku ez zanim heta niha Kurd – Kav’ê yek pirtûkeke kurdî, yek pirtûkek roman, çîrok, þano û helbesta kurdî, yek pirtûkek lêkolînî ya di derheqê ziman, çand û dîroka kurdan de neweþandiye.

 

Di nav hedef û armancên xebatên Kurd – Kav’ê de vekirina dezgehên perwerdeyê, kursên îlmî, zanîstî, hunerî, edebî, navendên enstîtu û lêkolînî damezrandin û herweha weþandina radyo û televizyonê û hwd, hene, lêbelê ew jî pêk nehatine. Hedef û armancên veqfê didi xuyakirin ku, herçiqas wan gelek xebatên baþ kirine jî, ev têr nake û divê hêj gelek tiþt pêk bînin û gelek bixebitin.

 

Di nav xaleke bernameya faaliyeta çalakiyên Kurd – Kav’ê de (binêrin xala J) dibêje : “Berhemên nivîsî dicivîne, arþîv dike û pirtûkxane –kitêbxane- vedike.” Gelon Kurd – Kav’ê hemû pirtûkên kurdî yên ku li Stenbolê û Swêdê hatine weþandin civandiye û arþîv kiriye? Heger kiribe tiþteke gelek baþ e, heger nekiribe, divê bike.

 

Berhevkirin û arþîvkirina hemû pirtûkên kurdî, ji bo lêkolînvanan xizmeteke giranbihaye. Wek mînak; heger lêkolînvanekî li ser romanên kurdî lêkolîn bike û bizanibe çend romanên kurdî hatine weþandin, dê ji arþîva Kurd – Kav’ê feyde bibîne û bizanibe ku çend romanên kurdî derketine. Niha kî dizane bê çend romanên kurdî, çend pirtûkên kurteçîrok, þano û helbestên kurdî derketine? Xwediyê weþanxane, sazî, dezgeh û birêvebirên komeleyên kurdan bi xwe jî bersîva vê pirsê nizanin.

 

Li gor bîrûbaweriya min û çavnêriya min federasyonên komeleyên kurdan yên li ewropayê, hemû komele, dezgeh û saziyên kurdan yên kulturî wezîfeyên xwe naynin cih. Kurd – Kav’ê li cihek bihêle, federasyona komelên Kurdistanê li Swêdê salê milyonek kron alîkarî ji dewletê digre û salê yek pirtûkeka kurdî jî nakire.

 

 

NAVÊN TIRSÊ

 

Di dîrokê de kurdan hertim ji tirkan xirabî dîtiye. Di dîroka kurdan de dewletên ku ji alî kurdan ve hatine damezrandin, piraniya wan ji alî tirkan ve hatine xirabkirin. Dewleta badkî, Merwanî, Eyubî û gelek mîrekanên kurdan ji alî tirkan ve hatine helweþandin û tirk bûne belayê serê kurdan û nehêþtine ku kurd bibin dewlet. Bila dîrokzanên kurd yên lêkolîner vê mijarê bikolin dê rastê gelek tiþtan bên û dê bibînin ku di dîrokê de tirkan çiqas xirabî bi kurdan kiriye.

 

Hinek nav hene, ji bo civakan bûne navên tirsê. Di dîroka cîhanê de navê mongol, hun, selçukî û tirk ji ber hovîtî û barbariya wan bûne navên tirsê. Navê nazî’yan ji ber faþîstiya wan bûbû navê tirsê. Navê polîs û cendirma –jandarma- ji bo zarokên kurdên bakurê kurdistanê bûye navê tirsê. Lêbelê navê Kurd û Kurdistanê jî ji bo tirkên þoven, nîjadperest, kemalîst û faþîst bûne navên tirsê.

 

Dewleta tirk û hemû cure kemalîst, faþîst û tirkperestên îslamî ji navê Kurd û kurdistanê ditirsin. Navê welatê kurdan ji bo wan bûye naveke bi tirs û xof. Ew newêrane vî navî bînin ser zimanê xwe. Dewleta tirk weke fermî ji bo bakurê Kurdistanê hêj jî dibêje ”Dogu ve Guneydogu Anadolu Bêlgesî” yanî ”Herêma Rojhilat û Baþurê Rojhilatê” û ji bo Kurdistana baþur jî dibêje ”Kuzey Îrak” yanî ”Bakurê Îraqê” yan jî 2Îraqa Bakur”. Navê rojhilatê Kurdistanê li Îranê weke fermî ”Kurdistan” e, lê dewleta tirk û hemû masmedia tirk dibêjin ”Batî Îran” yanî ”Rojavayê Îranê”. Ji bo baþurê biçûk ê Kurdistanê jî dibêjin ”Kuzey Surîye” yanî ”Bakurê Surîyê”.

 

Hemû tirkên þoven, nîjadperest, kemalîst û faþîst, tirk-îslam perwerên paþverû û dewleta fermî a bi navê 2Komara Tirkiyê” hebûna Tirkiyê di înkarkirina Kurdistanê de dibînin. Ew bi înkarkirinê xwe dixapînin û rûyê xwe yê reþ didin nîþandan.

 

Niha dewleta tirk bi zora Ewropiyan herçiqas hebûna kurdan bi devkî qebûl bike jî, di zagonên xwe yên fermî de, hêj jî hebûna kurdan qebûl nake. Hêj jî li gor zagona bingehîn –anayasa- a dewleta tirk, hemû kes, anku yên ku hemwelatiyê –vatandaþê- dewleta tirkin ew bi xwe tirkin.

Li Tirkiyê hejmara tirk-men- 4 milyon e û 66 milyon netirkin lêbelê dewlet wan jî dike tirk.

 

Dewleta tirk çiqas jî bibêje hemûkes tirkin, dîsa jî nikarin kurdan bikin tirk. Kîngêbe jî dê kurdên bakurê kurdistanê weke kurdên baþurê Kurdistanê bigîþin azadiya xwe. Azadiya gel û rizgariya welat dûr nîn e, nêzîk e.

 

 

ÇÎROKÊN KEDKARÊ PIRTÛKÊN KURDÎ

 

 Nivîskarê pirtûka ”Bihuþta Lal” Selahattîn Bulut, kedkarê pirtûkên kurdî ye. Wî li taxa herî xweþ ya Stenbolê pirtûkxaneyeke vekiriye û hemû cure pirtûkên kurdî digîþîne destê xwendevanên kurd. Kurdên ku ji welat û ji ewropayê têne, miheqeq riya xwe li dikanê Kek Selah dixin û hem halî wî dipirsin û hem jî kovar û pirtûkên kurdî dikirin, dixwînin.

 

Hezkirê ziman û edebiyata kurdî û kedkarê pirtûkên kurdî Selahattîn Bulut  bi navê "Bihuþta Lal" pirtûkeke xwerû bi kurdî ya kurteçîrokan weþand. . Pirtûk li ser hev ji deh çîrokan pêk tê.   Naveroka kurteçîrokên wî gelek balkêþ in. Wî li ser derbeyê, guherîna navên gund, navçe û bajaran nivîsiye û bi þêweyeke edebî mijarê xistiye rojevê. Kurteçîrokên wî bi zimanekî sade hatiye nivîsîn û ji hêla xwendinê ve gelek  herîkbare, xwe bi mirov –xwendevan- dide xwendin.

 

Nivîskarê pirtûka ”Bihuþta Lal” Selahattîn Bulut ji Dêrika Mêrdînê ye. Di sala 1981-ê de hatiye girtin û 8 sal di hepixanê de girtî maye. Wî di sala 1997-an de Li Stenbolê ”Kitêbxaneya Medya” damezrandiye. Wî li ser rojnamevan Hafiz Akdemîr û rojnamevan, nivîskar û siyasetmedarê kurd Edîp Karahan pirtûk amade kiriye. Di hin kovar û rojnameyan de nivîs û çîrokên wî hatine weþandin û weke pirtûk ”Bihuþta Lal” pirtûka wî ya yekem a bi kurdî ye.

 

Di çîroka bi sernavê ”Lal ” de nivîskar mijara qedexekirina kurdî axaftinê ya li girtîgehê tîne zimên. Pîra yê girtîgehê bi tirkî nizane. Pîrê dixwaze biçe newiyê xwe yê girtîgehê bibîne. Pîrê diçe girtîgehê. Neviyê wî bi tirkî dipirse; "Tu çawa yî?" deng nîn e, "Xalanên min û ew çawa nin?" bêdengî didome, "Çavê te ronî neviyên te yên nû çêbûne..." hes û hawar nîn e, bavê wî dikeve navberê, "Kurê min tu dizanî pîra te ji zarokatî ve lal e..." Û pîrê her hefte bêyî ku peyvekê ji devê wê derkeve her diçe serdana neviyê xwe û her ku digihîje ber deriyê girtîgehê leþker dibêjin; "Pîrê lal e, berdin bila here."

 

Weke tê zanîn nivîskarê navdar yê îngilîz Harold Pînter ku îsal xelata Nobelê wergirt, li ser qedexekirina peyivandina bi kurdî ya li hepisxanê berhemeke þanoyî nivîsî. Ev berhema wî li gelek ziman hate wergerandin û bala raya cîhanê kiþand ser qedexekirina kurdî.

 

Çîrok dîmeneke ji demên jiyana însan û bûyerên civakî radixin ber çavên mirov. Di hinek çîrokan de mirov – xwendevan – xwe dibîne yan jî bi saya wê çîrokê demên xwe yên bihurî, anku paþeroja xwe bi bîr tîne. Dema min çîroka ” Rê ” xwend, biçûkatiya min, riya navça Licê û Diyarbekirê û herweha otobusa Licê ya ma Hecî Heyder hate bîra min.

 

Di çîroka "Gewrê" de, rewþeke du alî heye. Di aliyek de evîna bûka teze ya dewisandî û di alî din de adetên civatê yên serdest hene. Di gel van herdu aliyan du hêlên wê yên din jî hene. Ji hêlek ve þer û pevçûna di nav bûk û xwesûyê de û ji alî din ve tenêbûna Gewrê, nehatina mêrê wê yê li leþkeriyê û problema wê ya cinsî, anku daxwaza wê ya seksê, bûka ciwan Gewrê dixe haleke nebaþ û rewþa wê ya psîkolojîk xirab dike, derûniya wê serûbin û tevlîhev dike.

 

Di nav bûk û xwesûyan de hertim nakokî hene. Min hêj nedîtiye ku bûk ji xwesûyê û xwesû ji bûkê hez bike. Hinek xwesû zilimkar in, li bûka xwe neheqî dikin, pê ezîyet, zahmetî didine kiþandin. Xwesûya Gewrê ji hemûyan xirabtir dike û bûka xwe bi destên herdu kurên xwe dide ber lêdanê.

 

Naveroka çîroka "Bayê Xurifî" hineke mîzahî ye, îronî ye. Apê Seydî bi naturê – xwezayê – re pev diçe û gule bera bayê dide. Di vê çîrokê de temaya feqîrî, serma û seqem –xezeba naturê- hatiye ravekirin.

 

Di qalkirina guhertina navên kuçe, mahle û gundan de û bi fermana qaymeqam ji holê rakirina kevira kerr de realîzmeke sosyal civakî û realîstiya konjoktura welatê me heye. Di vê çîrokê de bi þêweyeke hunerî û edebî hovîtiya dewleta Tirk a guhartina navê gund, deþt, çiya, bajar, kevir û kuçên Kurdistanê hatiye nexþandin.

 

Li welatê me runiþtvanên welêt yên tirk nîn in, yên ku hene ji derve hatine, leþker in, fermandar in, polîs in û karmendên dewleta dagirker in. Rewþa welatê me û dagirkeriya dewleta tirk di çîroka ”Kevira Kerr ” ya Dêrikê de pir baþ û zelal xuya dike. Ji xwe ev gotinên qaymeqam rastiya welatê me û karmendên dewleta dagirker baþ dide diyarkirin. Qaymeqam dibêje : ” ev çar meh e ku ez liv ê qezayê me, lê mixabin rojekê tenê hîsek ku ez li qezayeke welatê xwe me bi min re çînebû. Kesek bi zimanê me napeyive, navên kuçeyan, riyan, meheleyan û gundan bi zimanekî din e, navên zarokan bi zimanekî din e, dawetên xwe bi zimanekî din digerînin, li tu derê ala dewletê û resmê Þefê Ebedî nabînim, ez ji vê rewþê gelekî aciz im û ez vê yekê nema qebûl dikim. Navên kuçeyan, mehele û gundan ên bi zimanê xelkê hûnê tev bigehurin, bikin zimanê dewletê û ji îro pê ve qeydkirina navên zarokan ên bi zimanê wan û di þîn û þahiyan de stranên wan qedexe ne, ez nebînim û nebihîzim!..” Ev gotinên qaymeqam dide xuyakirin ku ew wekî xerîbekî, karmendekî li welateke din e. Ev welat yê qaymeqam nîn e û însanên vî welatî ji nîjada, netewa qaymeqam nîn in. Lê, qaymeqam karmendekî dewleta dagirkere û bi çova zorê, bi zilm û zordariyê navê kuçe, gund û mahaleyên kurdan digehurîne, dike tirkî.

 

Di çîroka bi navê "Derbe" de, tirsa gundiyek Kurd – Seydayê Biroyî-  ya ji leþkerên Tirk  tê ravekirin. Hetanî ku welatê me di bin dagirkeriya dewleta tirk de be û di bin potînên askerên tirk de binale, dê tirsa polîs û askerên tirk li ser zarokên kurd, gundî û bajariyên kurd bidome. Kînga ku welatê me rizgar bû û gelê me azad bû, wê demê dê ev tirs ji holê rabe.

 

Çîroka ”Teyrika Bihuþtê” çîrokeke sosyal civakî ye. Dilê mirov bi hal û rewþa Pîra Fatê diþewite û mirov gelek li ber dikeve ku bê çi eqûbet tê serê keça ciwan ya ku navî Þûkran e. Trajediya Þûkranê dil û kezeba mirov diþewitîne.

 

Di çîroka bi navê "Þerbik" de serpêhatiya Apo Reþo hene. Ez hêvîdarim ku Kek Selah çîrokên Apê Reþo (çend heb di kovarên kurdî de derketibû) weke pirtûk amade bike û di demên pêþ de biweþîne.

 

Ez bi xwe zimanzan nînim, lê li gorê ku zimanzanên kurd –yên ku vê pirtûkê xwendine- dibêjin : ”Bi giþtî zimanê pirtûka Bihuþta Lal gelek xweþ, petî û rewan e. Ji ber ku bûyer li herêma Dêrika Çiyayê Mazî derbas dibin, weha xuyaye ku nivîskar Selahattîn Bulut bi zanebûn giraniyê daye ser devoka herêma xwe ango ya Dêrikê. Ev jî çêjeke (tahmeke) xweþ daye pirtûkê, bûyeran xemilandiye, xweþ û geþ kiriye.”

 

Kurteçîrokên di pirtûka ” Bihuþta Lal” de ne, ji aliyên estetîk, wêjeyî û taybetiyên çîrokî ve nûjen in. Yanî bi gotineka kurt û kurmancî kurteçîrokên Selahattîn Bulut bi þêweyeke nûjen li gor metoda çîrokên hevdem hatiye nivîsîn.

 

Wî bi nivîsîna vê berhema xwe ya edebî li refên pirtûkxaneya kurdî pirtûkeke din zêde kir û baxçeyê edebiyata kurdî bi rengeke din xemiland.

 Min ne bi teferuat, lêbelê bi kurtahî behsa naveroka hinek kurteçîrokên ku di pirtûka ”Bihuþta Lal” de ne kir. Min bi teferuat, bi þêweyeke berfirehî behsa naveroka çîrokan bikirana û bi metoda analîzê tevn, teknîk, stîl û herweha hertiþtên çîrokan analîz bikira, binirxandana dê nivîsa min gelek dirêj bibana. Herî baþ ev e ku; xwendevanên kurd berhema kedkarê pirtûkên kurdî (û niha jî waye bûye xebatkarekî edebîyata kurdî) Selahattîn Bulut ya bi navê ”Bihuþta Lal” bikirin û bixwînin.

 

 Ez hêvîdarim ku xwendevanên kurd dê bi balkêþî pirtûkê bixwînin û jê gelek tiþt fêr bibin.

 

 * - Bihuþta Lal / Selahattin Bulut / Weþanên Avesta / 70 rûpel

 

ROMANA FENOMENÊN ENDÎVÎDUWEL

Jiyana edebî bi afirandina berhemên nû yên edebî her diçe dewlemend dibe. Cîhana romana heyama nû bi kar û xebata kulturî, edebî û berhem afirandinê pêþve diçe, berfireh dibe û hejmara nivîskaran zêde dibe. Bi weþandina her romaneke nû ya bi kurdî li nivîskarên kurd yên romannivîser yek zêde dike. Zêdebûna helbestvan, çîroknivîs û romannivîserên kurd ji bo pêþveçûna edebiyata kurdî hêjayiyên giranbiha ye. Edebiyata kurdî bi berhemkariya nivîskarên kurd yên heyî û bi berhemên nû yên nivîskarên nû dewlemend dibe. Lewre jî her pirtûkeka kurdî ya nû hêjayiyeke zêdebûna berhemên kurdî ye.

 

Hinek romannivîser di romanên xwe yên yekem de bi ser dikevin. Hinek jî bi romanên xwe yên yekem bi ser nakevin, lêbelê bi romanên xwe yên duyem û yên din bi ser dikevin. Yên ku bi romanên xwe yên yekem bi ser dikevin, romannivîseriya xwe didomînin û her diçe romanên hîn baþtir diafirînin.

 

Lokman Ayebe yek ji wan romannivîserên kurd e ku di nivîsîna romana xwe ya yekem de bi ser ketiye. Ez ji romanên yekem anku ji romana pêþî ya nivîskaran hez dikim. Min ji romana xwe ya yekem ”Kewa Marî – Mêkew” gelek hez kir. Dema min romana xwe ya pêþî nivîsî û weþand, Mehmet Uzun, Hesenê Metê, Firat Cewerî û hinek nivîskarên din gotin : ” Romaneke baþ e. Tu bi nivîsîna vê romana xwe ya pêþî bi serketî û divê tu romannivîseriya xwe bidomînî.” Min domand û li pey wê romanê min romanên xwe yên bi navê ”Fîlozof” , ”Rojnamevan” , ”Nûrheyata Licî” , ”Robîn” û ”Kodnav Viyan” nivîsî û weþand. Di van salên dawîn de min bi nivîsîna rêzeromaneke ku ji sê pirtûkên berdewamên hevin pêk tê nivîsî û ez di jiyana xwe ya nivîskariyê de gihîþtim radeyeke bilind. Ez hêvîdarim ku dê Lokman Ayebe jî piþtî vê romana xwe ya yekem, dê hêj gelek romanên din binivîse.

 

Herçiqas Lokman Ayebe romaneke monoton, bê tevger, psikolojik, derûniya xirab ya lehengê romanê, bêhêvî û bedbînî nivîsiye jî, dîsa jî bi min li gor pîvanên edebî û hunera romanê bi ser ketiye. Helbijartina mijara vê romanê bi xwe mêrxasiye. Di civakeke paþvemayî de, di nav însanên ku piraniya wan homofobî ne, mijara têkiliya cinsî ya nêr bi nêr re, ji hevûdu hezkirina mêr bi mêr re tiþteke wisa hêsan nîn e û jê re cesaret dixwaze. Lokman Ayebe vê cesaretê nîþan daye.

 

Li Ewropayê romanên bi vî rengî gelek in. Nivîskarekî Ewropî bi hêsanî dikare li ser homoseksuelan, lezbiyenan, bîseksuelan û hwd, çîrok û roman binivîse û têkiliyên wan yên endîvîduwel bike mijara çîrok û romanên xwe. Di nav edebiyata kurdî de ev cara yekem e ku romaneke bi vî rengî tê weþandin.

 

Di nav civakên paþvemayî de kesên homoseksuel yên din in, yên derveyê civakê ne. Civak li wan weke kesên nexweþ dinêre û hinek kes wan bi ”sapik”iyê sucdar dikin. Ew vî tiþtî ji bo wan weke tercîheke pevþabûnê, weke þêweyeke þadimanîyê qebûl nakin. Û lewre jî ji tercîha wan ya cinsî û seksî re rêzdarî nîþan nadin û wan mahkûm dikin.

 

Divê her însan di têkilî û tercîha xwe ya cinsî û seksî de azad be. Ew bê zorê û bê ku zirarê bide kesê, ji xwe re bi hevalê xwe re çi dike bila bike. Ji bo vê tercîha wî / wê heqê kesê tune ku rewþa wan weke þermezarî bide nîþandan, wan mahkûm bike û li wan neheqî û heqaret bike.

 

Di romanê de têkiliya du kesên nêr, anku du zilaman û ji hevûdu hezkirina wan ya bi hevûdu re heye. Herçiqas nivîskarê romanê Lokman Ayebe vê mijara balkêþ helbijartiye jî, di nav rûpelên romanê de diyar dibe ku nivîskar hinek tirsiyaye û xwe bi xwe otosansur kiriye. Wî di têkiliyên cinsî, seksualî yên di nav du zilaman de hevsar jidandiye, serê hespê bernedaye û pênûsa xwe kol kiriye.

 

Bûyerên romanê, têkiliyên Sermest û hevalên xwe di nav 5 rojan de tê qalkirin. Hevalekî Sermest ku navî Jar bûye, xwe kuþtiye, anku întîxar kiriye. Wî ji bo çi xwe kuþtiye di beþa yekem de, anku di roja Þemî’yê de ne diyar e. Sermest diçe ser mezelê wî û roman dest pê dike. Paþî çi dibe, çi tê serê Sermest, psîkolojiya wî ji ber çi xirab dibe û di dawiyê de çima ew jî xwe dikuje? Ez behsa van tiþtan, anku behsa herikandina naveroka romanê nakim. Bila xwendevan bixwîne û bibîne bi çi çima, ji bo çi weha bûye û dawî çawa dibe?...

 

Li bakurê welêt, gelek nivîskarên nû derketin û Lokman Ayebe jî yek ji wan e. Digel ku nivîskarekî ciwan û nûye jî, li gorê kurmanciya standart ya nivîsînê zimanê Lokman Ayebe baþ e. Mijara romanê jî baþ e. Di nav herikandina tevna romanê de di ber têkîliya Sermêst û Dilþêd û hevalê wan yê xwekuþtî re, mirov li rastî rastiya hin kesayetiyên civaka kurd û nakokiyên  kesayetiyan yên bi civakê re jî tê.

 

”Ji aliyê tevn, teknîka vegotinê û naveroka xwe ve, û ger mirov temenê nivîskarê wê yê ciwan û pêvajoya kurt ku wî tê de ev roman nivîsandiye (13 roj) jî lê zêde bike, romaneke balkêþ û hêja ye ku mirov serê xwe zêdetir pê re biêþîne.

 

Ji ber van taybetmendiyên xwe yên jorê û birêvebirina bûyerên romanê ve, Lokman Ayebe weha xuya dibe ku dê di nava cîhana romana Heyama Nû de cihekî baþ û heqkirî bi dest bixe.”

 

Romana Lokman Ayebe ”Jar Lê Sermest” di nav weþanên ”Belkî” de li Amedê –Diyarbekirê- hatiye weþandin. Li Amedê çend weþanxaneyên kurd hene û ew berhemên nivîskarên nû diweþînin. Weþanxaneyên kurd yên li Amedê (weþanên Lîs, Belkî, Bîr, Deng, Mizgîn) gelek pirtûkên kurdî û hinek jê jî kovarên kurdî – tirkî diweþînin. Kovara Deng, Bîr û Mizgîn li Amedê derdikevin.

 

PÊXEMBERÊ DEREWÎN Û SILTANÊ STENBOLÊ

 

 Di nav civakên paþvemayî de gelek kes xwe wekî pêxember didin nîþandan. Hinek li ser navê olê û hinek jî bi þêweyeke siyasî xwe weke pêxember dihesibînin.Di nav civaka kurdan de jî gelek þêxên direwîn li ser navê olê civakê xapandine. Loma jî di nav edebiyata kurdî ya devkî de gelek çîrok, çîrvanok û meselokên li ser þêx û melayên sextekar hene.

 

Zeynelabîdîn Zinar xebata xwe ya berhevkirin û amadekirina çîrokên gelêrî, folklorîk didomîne. Ew çîrokên gelêrî yên nav xelkê dicivîne, sererast dike, ji nûve dinivîse û ji bo çapê amade dike û çap dike. Wî niha jî du pirtûkên çîrokên gelêrî çap kir. Yek jê navî ”Pêxemberê Derewîn” e û ya din jî navî ”Mîrê Cizîra Botan û Siltanê Stenbolê” ye. Pirtûka ”Pêxemberê derewîn” ji folklora kurdî 20 meselokan pêk hatiye. Ev meselokên gelêrî hem meselok û hem pêkenîn in û wekî ku Z. Zinar jî dibêje : ”Mirov pir didin þêwirandin û zihna mirov berfireh dikin.”

 

Di pirtûka bi navê ”Mîrê Cizîra Botan û Siltanê Stenbolê” de serpêhatiya Mîrê Cizîra Botant ê qalkirin. Di serpêhatiya Mîrê Cizîra Botan de qahremanî –lehengî- comerdî, fedekarî, mirovatî û dilovaniya kurdan hene. Li gor amadekarê pirtûkê Z. Zinar, ev serpêhatiya Mîr rastiya bûyereke mêjûyî – dîrokî- ye. Bi rastî jî gelek bûyerên dîrokî di nav gerîneka dîrokê de mane. Niha bi saya lêkolîner û berhevkarên kurd gelek tiþtên, hêjayiyên dîrokî derdikevin holê û ronahî dibînin. Di hêla berhevkarî û lêkolînerî ya çand, ziman, edebiyat, dîrok, weþanên dîrokî yên kurdan û ronahîkirina bûyerên dîrokî de birêz M. Emîn Bozarslan, Malmisanij, Rohat Alakom, Zeynelabîdîn Zinar, Hasan Yildiz û hwd, xebatên hêja pêk tînin û hêjayiyên kurdan yên dîrokî û gelêrî derdixin ronahîyê.

 

Di navbera Mîr Mahmûdê Mîrê Cizîra Botan û Siltan Wehdedîn siltanê Stenbolê –Osmanîyan- de bûyereke dîrokî diqewime. Ez behsa vê bûyerê û naveroka pirtûkê nakim. Bila xwendevanên kurd pirtûkê bikirin û bixwînin.

 

TERCÎHA NIVÎSKAR

 

Bi sedan cure xwendevan hene. Her xwendevan li gor xwe xwedî taybetiyên curbecur in. Xwendevan homojen nîn in. Herkê li gor xwe pîvanên wî/wê yên ji hezkirina berheman hene. Nivîskarekî nikare li gor dilê her xwendevanî binivîse. Lê, divê nivîskar bizanibe ku hinek xwendevan ji hêla zanîna edebî de di radeya wî de ne.

Nivîskar jî di esasê xwe de rewþenbîr in. Kesên rewþenbîr li hemberê neheqiyê û nerastiyê ne, muxalîfê sazûmanê û li hemberê zilm û zorê ne, parastvanê azadî û demokrasiyê ne. Ew di dîtin û ramanên xwe de tawîz nadin û divê nedin jî.

Nivîskarê ku li gor dilê xwe, li gor þêweya usluba xwe nenivîse, nikare li gor dilê hinekan binivîse. Dema nivîskarek li gor kesên din, yan jî bi emir û talîmatan binivîse, ew nivîs nabe nivîs, ew berhem nabe berhemeke bi rêkûpêk ya edebî. Dibe tiþteke din. Nivîskarê ku bi fikrê xwe azad birame, li gor ramanên xwe jiyanê û civakê binirxîne û li gor zanîna xwe bûyeran þîrove bike, dikare bi hawakî azad berhemên xwe biafrîne.

Helbet, divê nivîskar li gor xwe û bi dilê xwe binivîse, lê xwendevanan jî bifikire. Ew dema berhemeke biafrîne, divê bifikire ku wî bi vê berhema xwe çi hêjayî pêkaniye? Çi daye xwendevanan? Di kîjan hêlê de, dê xwendevan ji berhema wî siûdê werbigrin?

Nivîskar xwendevanên xwe hilnabijêrin, lê xwendevan nivîskarên xwe hildibijêrin. Mesela li Tirkiyê bi sedan nivîskar hene û hersal bi sedan pirtûkên nû têne weþandin. Nemimkûne ku mirov -xwendevan- tevan bikire û bixwîne. Xwendevan di nav wan nivîskaran de, hinek nivîskar hildibijêre û pirtûkên wan dikire û dixwîne. Ez bi xwe, wek xwendevanekî, dema pirtûkên hinek nivîskaran, herwekî; Pirtûkên Yaþar Kemal, Ahmed Altan, derdikevin, dikirim û dixwînim. Lê, di gel ku ez ewqas pir pirtûk dixwînim jî, ez nikarim yên tevan, hemû pirtûkên temamê nivîskarên Tirkiyê bikirim û bixwînim.

Helbet, ji bo pirtûkên kurdî yên nivîskarên kurd rewþ cuda ye. Ez bêku ferq bixim nav nivîskarên kurd, bêku ji xwe re hinek nivîskara helbijêrim, temamê pirtûkên nivîskarên kurd dixwînim. Tu nivîskarekî kurd tune ku min pirtûkên wî/wê nexwendiye. Min tevan xwendiye û min li ser gelekan jî nivîsên danasînê nivîsiye.

Mijarên ku nivîskar li ser dinivîsin, di serî de nivîskar eleqeder dike. Nivîskar li gor întereseya xwe, jê hezkirin û heyecana xwe tercîha xwe dike û li ser mijara ku tercîh kiriye dinivîse. Tercîha ku nivîskar kiriye, tercîha wî ya þexsî ye. Ev tercîh li gor dilê hinekan e yan nîn e, ji bo nivîskar ewqas girîng nîn e. Lê, helbet ew dixwaze ku tercîha ku wî kiriye, mijara ku bi þêweya edebî afirandiye, ji alî xwendevanan ve jî bê ecibandin.

Xwendevan, babeta ku nivîskar helbijartiye, mijara ku nivîsiye biecibînin yan na, êdî ew aîdê întreseya xwendevanan e. Heger xwendevan biecibînin û ji mijarê hez bikin, dê berhemê bi dilxweþî bixwînin.

 

 DANASÎN Û ANALÎZ

 

Dema mirov pirtûkek dixwîne, heger pirtûk xweþa mirov biçe, mirov dixwaze gelek kesên din jî wê pirtûkê bixwînin. Kesên ku li ser pirtûkan nivîsên danasînê dinivîsin, dixwazin pirtûkan bi xwendevanan bidin nasîn û wan teþwîqê xwendina wan pirtûkan bikin.

Wek gelek nivîskarên ku pirtûkan dinirxînin û wan bi xwendevanan didin nasînê, ez jî dema pirtûkek dixwînim û diecibînim, dixwazim hest û nêrînên xwe yên derbarê pirtûkê bi xwendevanan re parve bikim.

Her çiqas ez bi piranî li ser pirtûkên kurdî dinivîsim jî, carna li ser pirtûkên ku bi zimanên din derketine, dinivîsim û wan bi xwendevanan didim nasînê. Min pirtûkên Coelho, Amîn Maulof, Yaþar Kemal, Ahmed Altan û herweha hinek nivîskarên din, xwend û li ser berhemên wan nivîsî.

Min li ser gelek pirtûkên kurdî nivîsên “danasîna pirtûkan” nivîsiye. Nivîsên danasînê û analîz newekhev in. Danasîn tiþtek e, analîz tiþteke din e. Di nivîsên danasîna pirtûkan de, nabe ku mirov pirtûkê bi berfirehî binirxîne, anku analîz bike. Danasîn înformatîf e, yanî di derbarê pirtûkê de agahdarî dayîn e. Nivîsên danasînê bi piranî kurtenivîs in. Nivîsên nirxandinê –analîz- dirêj in, berfireh in, piralî ne.

Di danasîna pirtûkan de, mirov di derbarê pirtûkê de hinek agahdarî dide, bi kurtahî behsa naverokê dike û bala xwendevanan dikþîne ser pirtûkê ku ew wê pirtûkê bikirin û bixwînin. Di danasîna pirtûkê de, navê pirtûkê çiye, pirtûk ji alî kîjan weþanxane ve hatiye weþandin, liku derketiye, çend rûpel e, nivîskarê pirtûkê kîye, pirtûk çiye; roman e, kurteçîrok e, helbest e, þano ye, pirtûka lêkolînê ye? Û hwd. Tema pirtûkê li ser çiye û mirov bi kurtahî behsa teknîk, ziman û naveroka pirtûkê dike.

Di nivîsên danasîna pirtûkan de, nabe ku mirov bi berfirehî þaþî û kêmaniyên pirtûkê bibêje û rexne bigre. Lê, di nivîsên nirxandinê –analîzê- de mirov dikare rexne li pirtûkê bigre, þaþî û kêmaniyên pirtûkê û hêla wê ya qels û ya serketî bîne zimên.

Li ser nivîsên min yên danasîna pirtûkan, ji alî xwendevanan ve reaksiyoneke du alî pêk hat. Ev reaksiyona wan bu sedem ku min vê nivîsê nivisî.

Hinek xwendevan ji bo ku nivîsên danasîn û analîzê tevlîhev dikin, dibêjin ”Çima di nivîsê de rexne tune.” Yan jî ”Te çima di nivîsa xwe de bi kûrahî û berfirehî pirtûkê nenirxandiye?” Ev alîkî reaksiyana wan e. Ji alî din ve, hinek dibêjin ”Çima tu li ser her pirtûkê dinivîsî?” Yan jî ”Çima te li ser pirtûka filankesî nivîsiye? Çima te rexne lê negirtiye? Çima te pesnê filan nivîskar û berhema wî daye? Û hwd.”

Bi min, di nivîsên danasîna pirtûkan de nabe ku mirov rexnan li du hev rêz bike. Loma jî ez di nivîsên danasîna pirtûkan de rexne nanivîsim. Ez ne li ser hemû pirtûkan, lê min li ser gelek pirtûkan nivîsên danasînê nivîsiye. Ji ber ku kesên din –tek, tûk netêde- li ser pirtûkan nanivîsin û ez tim dinivîsim, (ji blî rojnameya Dema Nû, ez di kovara Mehname’yê de û di malpera LotikXane’yê de jî li ser romanan, danasîna pirtûkan dinivîsim) nivîsên min dikevin ber çavan, bal dikþînin. Heger kesên din li ser pirtûkan binivîsin, ji xwe ez ê ewqas nenivîsim. Lê, helbet car heye, kesek li ser pirtûkek dinivîse û ew nivîs ji bo min têr nayê, yan jî hinek pirtûk hene ku, ez dixwînim, diecibînim û dixwazim xwendevanên din jî vê pirtûkê bixwînin, loma ez li ser pirtûkê nivîseke danasînê dinivîsim ku bala xwendevanan bidim ser pirtûkê.

Hinek kesên ku li hember nivîskarekî hesûd in, loma dibêjin ”Çima tu li ser pirtûka filankesî dinivîsî?” Ez mirovekî bi heþ û mejiyê xwe, bi hest û ruhê xwe, bi hal û hareketê xwe, bi helwesta xwe azad im. Keyfa min çi bixwaze, ez ê wê binivîsim. Ez bi emir, ferman û talîmatan nivîs nanivîsim. Ji xwe heqê tu kesî tune ku ji yekê re bibêje li ser vî tiþtî binivîse û li ser vê tiþtê nenivîse.

Ez îdîa nakim ku hemû nivîsên min bi tevahî baþ in, bi rêk û pêk in. Yên ku nivîsên min naecibînin, bila ew bi xwe hîn baþtir binivîsin. Yên ku di nivîsên min de rexne nabînin, bila ew bi xwe nivîsên rexneyî binivîsin ku ez jî bixwînim û jê sûdê werbigirim.

 

 BERSÎVEK E…

 Min anketa Lotikxanê weþandibû. Gelek mail hatin. Ez nikarim hemûyan biweþînim. Weke nimûne –mînak- ez ê bersîva yekê biweþînim.

 

ANKET :

 

Nav : Dr. Mîrze Xeyban

Kar : Doktor

Bajar / Navçe : Amed

Welatê ku niha lê dimîne : Bakurê Kurdistanê

 

1 – Li gorê we Lotikxane malpereke çawa ye?

 

Bersîv – 1 – Gelek baþ e. Ez jê razîme. Malpereke pir xweþ e. Her hebe.

 

2- Kêfa we ji kîjan aliyê Lotikxanê re tê?

 

Bersîv – 2 – Kêfa min ji hemû aliyên malperê re tê. Ez hemû nivîsên wê diecibînim û wêneyên wê jî gelek xweþik in.

 

3 – Hûn li dijê kîjan hêla wê ne?

 

Bersîv – 3 – Ez li dijê tu hêleke wê nîn im. Ma mirov çawa dibe dijê Lotiikxanê..Wey…

 

4 – Lotikxane wezîfeyê xwe yê mixalifîyê û rexnegiriyê tîne cih?

 

Bersîv – 4 – Belê, tîne cih. Xwezî hemû malperan weke Lotikxanê wezîfeyên xwe bianiyana cih.

 

5 – Heta niha we çend pirtûkên kurdî xwendiye?

 

Bersîv – 5 – Min heta niha þeþ pirtûkên kurdî xwendiye. Min sê pirtûkên kurteçîrokan û sê romanên kurdî xwendiye. Yanî min bi reqema þeþ navê Yezdan xweþ kiriye û hew.

 

6 – Ji blî Lotikxanê hûn kîjan malperên kurdî dixwînin?

 

Bersîv – 6 – Ez li hemû malperên kurdan / kurdî dinêrim, lêbelê hemû nivîsan naxwînim. Nivîsên ku întreseya min de be, dixwînim.

 

7 – Hûn nivîskarên Lotikxanê diecibînin?

 

Bersîv – 7 – Belê, ez hemûyan diecibînim û bi xweþî nivîsên wan dixwînim.

 

8 – Hûn kîjan nivîskaran diecibînin û kîjan naecibînin?

 

Bersîv – 8 – Min gotibû, ez hemûyan diecibînim. Ji zûveye ku nivîsên nivîskarên Lotikxanê herwekî Dr. Cino, Fîlozof Qelþo, Xançepeklî Mihê û Narîn Remo dernakevin. Ez dixwazim ku ew jî weke berê herdem di Lotikxanê de binivîsin.

 

9 – Zimanê Lotikxanê giran e yan sivik e?

 

Bersîv – 9 – Zimanê wê baþ e û sivik e, bi hêsanî tê xwendinê.

 

10 – Kêmasiyên Lotikxanê çi ne? Divê çi bike?

 

Bersîv – 10 - Niha kêmanî tunin. Bila weha berdewam bike, bes e.

 

11 – Kêfa we ji kîjan dengbêjê/a kurd re tê?

 

Bersîv – 11 - Kêfa min ji hemû dengbêjên ku bi kurdî kilam, stran dibêjin re tê.

 

12 – Hobî û fobîyên we hene? Heger hene, çine?

 

Bersîv – 12 - Hobî û fobîyên min tun in.

 

13 – Zaravayê we kîjan e?

 

Bersîv – 13 – Kurmancî.

 

14 – Hûn dixwazin kî bibe nivîskarê Lotikxanê?

 

Bersîv – 14 - Ez dixwazim Mahmûd Lewendî, Laleþ Qaso, Firat Aygun, Zinarê Xamo, Roja Kurd, Murat Badgî, Dr. Ciwan Batê û Fatêya Mirtib bibin nivîskarê Peyama Kurd.

 

15 – Hûn herroj li malpera Lotikxanê dinêrin?

 

Bersîv – 15 - Belê, wey çawa nanêrim, her roj û hem jî rojê çendcar.

 

16 – Li mala we Internet heye?

 

Bersîv – 16 – Belê heye. Li Yazîxaneya min jî Internet heye. Li Amedê li serê her kuçeyê deh ”Internet cafe” hene.

 

17 – Ji kîjan helbestvan an –þaîr- an re kêfa we tê?

 

Bersîv – 17 – Ez ji helbestvanên klasîk û yên modern ku bi kurdî nivîsîne hez dikim.

 

18 – Hûn ji kîjan cure nivîsên Lotikxanê hez dikin?

 

Bersîv – 18 – Ji hemû cure nivîsên ku di Lotikxanê de hatine weþandin xweþ in, ez ji wan hez dikim.

 

19 – Hûn dixwazin di Lotikxanê de anonsa pirtûkên kurdî –yên nû derketî- hebe yan na?

 

Bersîv – 19 – Belê, divê hebe. Bi taybetî jî pirtûkên kurdî yên ku nû derdikevin bi riya anonsê xwendevanên kurd hayidar bikin. Hevalekî min ê ku bi sînemayê û çêkirina fîlman re eleqeder dibe, nivîsa li ser pirtûka ”Serok Altaxus” û ”Kodnav Vîyanê” di Lotikxanê de dît û paþî herdu pirtûkan peyda kir û xwend. Wî niha biryar daye ku ji ber van herdu pirtûkan du senaryo amade bike û fîlma wan bikþîne. Bi saya LotikXanê re, dê ji ber du pirtûkên kurdî du fîlmên kurdî bêne çêkirin.

 

20 – Hûn dixwazin bi Lotikxanê re bi çi þêweyî bibin alîkar?

 

Bersîv – 20 – Ji bo Lotikxanê çi ji destê min bê, ez texsîrî nakim. Niha ez propaganda wê dikim ku kurd her roj li malperê binêrin û nivîsên têde bixwînin.

 

Ji bo bersîvên we spas.

 

Ez jî spas dikim

 

 

ANKETA LOTIKXANE’YÊ

  

  Xwendevanekî ku ji malpera Lotikxanê hez dike, ji bo Lotikxanê anketek amade kiriye û ji min re þiyandiye. Wî navê xwe li binê anketê nenivisiye. Ji bo ku min jî anketa wî/wê hêjayê weþandinê dît, loma jî ez anketê di kuncika xwe ya Lotikxanê de diweþînim.

  

  Ez ji berpirsiyar û birêvebirên malpera Lotikxanê daxwaz dikim ku ew bersîvên vê anketê bi tevahî biweþînin û ji bersîvan encamekê derbixin.

  

  Ji bo bersîvên anketê xwendevan ne mecbûr in navê xwe binivîsin, ew bi dilê xwe ne.

  

  Ji derveyê pirsan jî xwendevan dikarin li ser mijarên din dîtin û ramanên xwe diyar bikin.

  

  ANKET :

  

  Nav :……………

  Kar : …………...

  Bajar / Navçe :……….

  Welatê ku niha lê dimîne :……………….

  

  1 – Li gorî we Lotikxane malpereke çawa ye?

  2- Kêfa we ji kîjan aliyê Lotikxanê re tê?

  3 – Hûn li dijî kîjan hêla wê ne?

  4 – Lotikxane wezîfeya xwe ya mixalifîyê û rexnegiriyê tîne cih?

  5 – Heta niha we çend pirtûkên kurdî xwendiye?

  6 – Ji blî Lotikxanê hûn kîjan malperên kurdî dixwînin?

  7 – Hûn nivîskarên Lotikxanê diecibînin?

  8 – Hûn kîjan nivîskaran diecibînin û kîjan naecibînin?

  9 – Zimanê Lotikxanê giran e yan sivik e?

  10 – Kêmasiyên Lotikxanê çi ne? Divê çi bike?

  11 – Kêfa we ji kîjan dengbêjê/a kurd re tê?

  12 – Hobî û fobîyên we hene? Heger hene, çine?

  13 – Zaravayê we kîjan e?

  14 – Hûn dixwazin kî bibe nivîskarê Lotikxanê?

  15 – Hûn herroj li malpera Lotikxanê dinêrin?

  16 – Li mala we Internet heye?

  17 – Ji kîjan helbestvan an –þaîr- an re kêfa we tê?

  18 – Hûn ji kîjan cure nivîsên Lotikxanê hez dikin?

  19 – Hûn dixwazin di Lotikxanê de anonsa pirtûkên kurdî –yên nû derketî- hebe yan na?

  20 – Hûn dixwazin bi Lotikxanê re bi çi þêweyî bibin alîkar?

  

  Em li benda bersîvên we ne.

  Ji bo bersîvên we spas.

 

Serok Altaxusê Laleþ Qaso

Di edebiyatê de mîzah cihekî xwe yî girîng heye. Ewqas berhemên edebî yên mîzahî hene ku li her derê cîhanê deng dane. Hin berhemên edebî yên mîzahî di nav edebiyata cîhanê de xwedî nirxeke giranbiha ne. Li her welatî kovarên taybetî yên ku naveroka wan bi temamî mîzah e, tên weþandin. Hema hema her kes ji berhemên mîzahî hez dikin û li her derê xwendevanên mîzahê pir pir in. Mirov vê yeka hanê di malperan de jî dibîne. Wek nimûne, Lotikxane. Li gorî istatistîkên Lotikxanê her meh zêdeyî milyon û nîvekê lînka Lotikxane tê tiktikandin, pêlêkirin.

 

Di berhemên edebî de nivîskar bi çavekî cidî li nakokiyan dinerin û wan bi metoda mîzahê þirûve dikin. Ji mîzahê re hosteyiyek mezin lazim e; mîzah hunereke mezin e. Mîzah li hember neheqîyê, zilmê û dîktatorîyê þêweyeke serîhildanê ye. Rexneyên herî girîng bi þêweya mîzahê li dîktatoran hetiye kirin. Di nav gelek civakên cîhanê de mesajên civakî yên herî balkêþ bi riya mîzaha siyasî têne dayîn. Lê çi heyf e ku di masmedya kurdî de mîzaha siyasî kême, qels e. Lê her çiqasî di edebiyata kurdî de berhemên mîzahî qels bin jî, edebiyata kurdî a devkî pir xurt e. Di nav me kurdan de nivîskarên pirtûkên mîzahê kêm in. Hetanî niha pirtûkên kurdî yên mîzahî ji dehan nebûriye. Pirtûkên kurdî yên mîzahî ku hatine weþandin pirtûkên pêkenokên gelêrî û kurteçîrokan in. Ev cara yekeme ku pirtûkeke kurdî ya mîzahî di warê politîk û di asta herî bilind e ji alîyê Laleþ Qaso ve hatiye nivîsandin. Ji xwe li gorî min Laleþ divê ji pirtûkên mîzahê pêve tu pirtûkan nenivîsîne. Ew Ezîzî Nesînê Kurd e. Ew di kîjan civatê de dibe bila bibe, miheqeq bi þêweyekî wê mirov bikenîne û rexneya xwe bêje. Di temamê nivîsên wî ên di internetan de jî ew heye.

 

Pirtûka Laleþ Qaso ya bi navê ” Serok Altaxus” romaneke mîzahî ye. Pirtûk 172 rûpel in û di nav weþanên ” Pelda” de li Stockholmê hatiye weþandin.

 

”Þêrgele” Laleþ Qaso di pirtûkê de navê çekdaran / gerîlan kiriye þêrgele. Wî navê kurd kiriye ”kohî” û navê Kurdistanê kiriye ”Kohîstan”. Navê Tirkiyê kiriye ”Hovîstan” , ê Sûriyê kiriye Çolistan û bi mijarên mezin ber xwe fireh kiriye. Þêrgele têne mala Çolo û nameya ”Serok Altaxus” didinê. S. Altaxus serokê partiya Çolo ye û Çolo vexwendiye cem xwe. Nivîskar ji cihê ku S. Altaxus lê dimînê re dibêje ”Keleha Mezlûman”. Çolo bi þêrgeleyan re dest bi rêwîtiyê dike ku biçe cem S. Altaxus.

 

Ji naverok û tevna pirtûka ”Serok Altaxus” diyar dibe ku nivîskar, pirtûka xwe di bin bandora pirtûka G. Orwel ya bi navê ”1984” an de nivîsandiye. Ji xwe wî hin gotin jî raste rast ji wê pirtûkê girtine. Pirtûka G. Orwel li ser zilm û zordariya dîktatoriya Stalîn bû û ya Laleþ Qaso jî li ser dîkatorekî ku hêj ji wî lewîtîtir e.

 

Laleþ di vê pirtûka xwe de behsa gelek xisûsiyetên negatîf yên S. Altaxus dike. Ew, tevgera Altaxus, halê wî yê derûnî û rewþa kesayetiya wî bi þêweyekî wisa rave dike ku mirov ji kenan lal dibe. Li gorî min ferqa vê pirtûkê û pirtûka G.Orwel belkî tenê mesela ken e. Beþa yekem li ser çûn û hatina Çolo ya cem Altaxus e. Beþa duyem li ser Altaxus û îdeologên wî û herweha labîrenta wî ye. Di beþê sêyem de Altaxus çawa diþibe “mirovê herî pêþî” û çawa Altaxus bi þoreþa dinyayê re radibe. Beþa dawîn jî dawiya Altaxus e.

 

Di romanê de ”Keleha Mezlûman” cihê herî bi xof e! Li wir S.Altaxus dimîne û di bin desthilatdariya wî de hemû tiþtî dizîvire. Li wir bi navê ”Akademiyê” gelek akademîyên ku wek axuran e hene. Nivîskar cihê Altaxusperestan baþ taswîr kiriye û bi þêweyeke mîzahî, bi tevneke îronîk û zimanekî hîcivî ew der þîrove kiriye û jîyana wir ya kambax, neçarîya kesên reben ku li wir li wan hatine xezebê raxistiye ber çavan.

 

Li ”Keleha Mezlûman” xezeb, zilm, zordarî û tiþtên ecêb û sosret hene. Altaxus li wir sazûmaneke wisa hovane pêk aniye ku însan ji însanetiya xwe derdikeve, kesayetiya wî/wê tê kuþtin û bê þexsiyet dibe. Di dadgeha wir ya ku bi tevahî bi emir û talîmat û fermana Altaxus tevdigere de kesên bêsuc têne sucdarkirin, cezakirin. Kesên welatparêz û fedakar yên ciwan ku ji bo rizgarîya welat canê xwe dikin feda, bi ajantîyeke zarokî têne îthamkirin, sucdarkirin û ya herî xirab jî xort û keçên ciwan yên evîndar ji bo evîna xwe têne qetilkirin.

 

Di akademiyên Altaxus de bingeha perwerdeyê bi van çend gotinan tên diyar kirin:

”Min ji tunebûnê hûn afirandin; kirin însan û þexsiyet da we.”

”Afrîner?”

”Serok Altaxus!”

”Em çibûn?”

”Em netiþtek bûn!”

”Kê em kirin însan?”

”Serok Altaxus! Roja me, jiyana me, hewa me, dil û can û ruhê me, Altaxus hertiþtê me. Ser bi qurban, can bi qurban, hemû bi qurban, ey serok!”

 

Ev pesin û ev þêwe sondxwarin berê ji bo Saddam Husein û Haviz Esad dihat gotin, paþê jî ji alî mirûdên Altaxus ve ji bo wî hate gotin.

Li Akademîya ”Keleha Mezlûman” mirûdên Altaxus bi rastî jî di rewþeke mezlûmiyê de ne. Ew li wir bilasebeb têne sucdarkirin, li wan bi þik û guman tê mêzekirin, zilm û tehda dibînin, lêdanê dixwin û gelekên wan ji bîlaseb têne kuþtin. Li wir mahkemekirina wan xort û keçên ciwan hem mirov dide kenînê û hem jî dide girînê. Ji ber bûyerên ku li wir pêk hatine dilê mirov bi wan keç û xortan diþewite û giriyê mirov bi wan tê. Hinek keç û xort ji bo ji hev hez dikin, hinek ji bo ku navê wan mezin e, wek navê ”Ezman, Okyanûs”, mehkeme dibin û tên kuþtin. Gelek gelek keç û xort tên kuþtin!

 

Nivîskar di hal û rewþa Altaxus de dide zanîn ku Altaxus mirovekî tam paranoyak û þîzofren e.

 

Pirtûka Laleþ Qaso ”Serok Altaxus” mîna tiyatroyeka ku mirov bê sekin dikenîne, digrîne û dihêle ku mirov ji ber însaniyeta xwe fedî bike. Tewsiya min ew e ku her kurd vê pirtûka ku hema hema bi hemû rengî rewþa kurdan radixe ber çavan bixwîne. Û bi taybetî jî mirovên Stalînîst, Atatirkçî, Apoyîyên Apoyî û Apoyiyên ku ji Apoyiyan veqetiyane miheqeq bixwînin. Pirtûka Laleþ wek ”kerterîz lambasî”ye. Kerterîz lambasi lempeyên ku di nav behrê de li cihê bi kevir û giravên piçûk pêketîne da gemî li wan neqelibe. Hêvîdar im ku Laleþ Qaso hêj gelek berhemên wisa giranbiha ji kurdan re binivîsîne. Sipas Laleþ!

 

 ROMANEKE NÛ : ”SÊ TERÎÞ”

 Serkan Birûsk bi romana xwe ya bi navê ”Sê Terîþ” romaneke nû li romana kurdî zêde kir. Roman 213 rûpel e û li Stockholmê derketiye. Ew dê di nêzîk de li welêt jî bê çapkirin û belavkirin.Ev berhema pêþî ye ku Serkan Birûsk wek roman pêþkêþ dike. Heta niha sê pirtûkên helbestan û sê jî yên wergêr ji aliyê nivîskar ve hatine amadekirin. Serkan Birûsk ji helbestvaniyê pêl avêtiye romannivîseriyê. Ew dê helbestvanî û romannivîseriya xwe bi hev re bidomîne.

 Naveroka romanê anku mijara sereke ya romanê jiyan, têkoþîn û evîna trajîk a du ciwanên kurd e. Herçiqas ev mijara bingehîn be jî, li dora vê mijarê gelek mijarên din jî hene. Zîncîra bûyeran ji Kurdistanê heta bi metropolên Tirkiyeyê û Ewrûpayê dom dike. Di romanê de bi þêweyekî edebî rewþa siyasî û civakî ya demekê tê ravekirin. Digel van tiþtan di hêlek din de jî  balkêþiya romanê hûnandina tevna meraqê ye.

 

Romana ku di destpêkê de mirov – xwendevan- bixe meraqê, xwe bi mirov dide xwendin. Di hinek romanan de di destpêkê de meraq heye û piþtî çend rûpelan mirov mijara meraqê fêm dike û dibêje ”him, fêm bû bê mesele çi ye” , lêbelê di romana ”Sê Terîþ” de meraqa destpêkê hetanî dawiya romanê didome.Tevna her romanê cuda ye. Tevna romana ”Sê Terîþ” û lihevûdu hûnandina bûyeran, bihevûdu ve girêdana nav beþan û herikandina pêvajoya cîhana romanê bi hûnereke edebî hatiye pêkanîn. Loma jî romaneke ku ji hêla hunera romanê ve baþ û serketî ye, hatiye afirandin. Ji ber ku nivîskarê romanê helbestvan e- þaîr e- zimanê romanê jî, zimanekî edebî û lîrîk e. Ji xwe tevna romanê bi çend helbestên baþ û xweþ hatiye nexiþandin.

 

Di romana “Sê Terîþ” de nexþên siyasî û evînî, hestên welatparêzî û têkoþîna azadiyê, bi awayekî wêjeyî hatiye afirandin. Gerîllayên hêza çekdar, xerabiyên Hizbullahiyên xwînrêj û evîna Dilovan û Gulbiharê reng û coþî dide naveroka romanê.

 Di her romanê de çîrokek heye. Di vê romanê de jî çîroka jiyan, têkoþîn, evîn û bûyerên ku hatine serê Dilovan hene. Min berê jî di nivîseke xwe de gotibû; çîroka jiyan û têkoþîna her kurdeke welatparêz û þoreþger dikare bibe romanek. Xortekî kurd li Unîversîteyê dixwîne. Li wir beþdarê nav tevgera siyasî û rêxistinî ya welatparêzên kurd dibe. Paþê diçe çîya û dibe gerîllayê hêza çekdaran. Li çîyan, li hemberê leþkerên dagirker çalakîyan pêk tîne û demeke derbas dibe, nexweþ dikeve û dawî di Ewropayê re derdikeve.

 

Çîroka vî xortî bi destê romannivîser tê hûnandin û bi îmaj, tevn û stîleke teknîkî ya þêweya edebî tê afirandin. Evîna Gulbihar û Dilovan, rewþa malbata Gulbiharê û paþê bûyera ku tê serê Gulbiharê gelek balkêþ e. Heger nivîskar evîna Dilovan û Gulbiharê derxistana pêþ û bûyeran li derdora evîna wan bihûnandana dê naveroka romanê hîn bêtir dewlemend bibana. Di her romana yekem de bibe nebe kêmanî hene. Di vê romanê de jî hinek kêmanî hene. Ez hêvî dikim dê nivîskar di berhema xwe ya duyem de dîqet bike û berhemeke hîn baþtir biafirîne.

 

Lehengê romanê Dilovan ( di nav hêza çekdaran de navê wî Þervan e) li kafeteryayeke Ewropayê bi hevalê xwe Mervan re rûniþtiye. Ew ê ji wî re bibêje pismamê te di operasyoneke þerî de þehît ketiye. Serdarê þehîd di heman demê de hevalê Dilovan ê Unîversîteyê jî ye. Loma jî, ew zû bi zû nikare ji wî re bibêje. Sohbet dirêj dibe. Meraqa Mervan dihêle ku Dilovan rûpelên bîranînên xwe yên dijwar yek bi yek bi qulipîne. Ji wî re behsa dema berê, rojên derbasbûyî bike. Çima wî dev ji Unîversîteyê berda, çawa û çima ew diçe çiyê û ya herî giring jî Mervan dikare çîroka evîna wî û Gulbihara hezkiriya wî bi wî bide gotin. Di romanê de gelek mijarên din jî têne qalkirin. Ez naxwazim bi tevahî behsa naveroka romanê bikim û nivîsa xwe dirêj bikim. Bila xwendevanên kurd vê romanê bixwînin û bibînin bê têde çi hene û çi tune.

 XWELÎ LI SERÊ NIVÎSKAR BE!

Di nav edebiyata kurdî de yên berhemkar hindik in, lê di nav edebiyata cîhanê de gelek nivîskarên berhemkar hene û wan gelek pirtûkên helbest, þano, kurteçîrok û roman afirandine. Yek ji wan nivîskarê ku herî berhemkare Balzac e. Wî ji sedî zêdetir roman nivîsiye. Dema min romana Lokman Ayebe ya bi navê ”Jar Lê Sermest” girt destê xwe ku ez bixwînim, min li berga paþî ya pirtûkê mêze kir, li wir çend gotinên derbarê romanê û nivîskarê wê de hebû. Gotinên wir bala min kiþand û keyfa min anî. Li wir dibêje : ”Ev roman ji hêla pênûseke ciwan, di hundirê pêvajoyeke kin weke 13 rojan de hatiye nivîsandin. Li berga dawî wêneya nivîskarê ciwan heye. Nivîskarê ciwan di bîstsaliya xwe de bi kurdî roman dinivîse. Di vê temenê ciwan de bi kurdî romannivîsîn kar û xebateke pîroz e û divê nivîskarê ciwan bê pîrozkirin. Bi dîtina wêneya nivîskar ya li ser berg apaþ a pirtûkê û xwendina wan rêzên derbarê nivîsîna romanê de, hîseke xist dilê min û bi min re di derbarê nivîskarê ciwan de hêvîyek çêkir. Min ji xwe re got : ”Aha vaye Balzac’ê me Kurdan.” Vî nivîskarê ciwan heger di ciwaniya xwe de roman nivîsiye û di ser de jî wî vê romana xwe ya 134 rûpelan (ku stîla nivîsê hurik e, normal bi qasê 200 rûpelan e) di 13 rojan de nivîsiye û bûyerên romanê di nav 5 rojan de derbas dibin û ji hemû tiþtan girîngtir jî nivîskar bi cesaret, bi helwesteke mêrxasiyê di nav civakeke paþvemayî de mijareke ji fenomenên endîvîduwel hilbijartiye, nexwe ev nivîskarê ciwan ê Kurd dê weke Balzac bibe nivîskarekî bêhempa yê dema me. Min li ser çend gotinên berga paþî ji xwe re Balzac’ekî kurd keþif kir. Lêbelê, dema min rûpelên pirtûkê vekir û min di binê navê weþanxanê de tarîxa sala weþandina pirtûkê dît, ez ji xwe rem am þaþ û ecêb. Çapa yekem a pirtûkê anku tarîxa weþandina pirtûkê 2004 e û di ser weþandinê de sê sal bihuriye. Di nav van sê salan de jî pirtûkeka din ya nivîskar derneketiye. Keyfa min di nav dilê min de ma û vêca min ji xwe re got : ”Xwelî li serê nivîskar be! Ma ka Xwedêgiravî di 13 rojan de roman nivîsîbû. Divê heta niha sî, çil roman binivîsandana(!) Wî di du mehan de romaneke binivîsandana heta niha dikir 18 roman, di þeþ mehan de romaneke binivîsandana dikir 6 roman. Lê, hêj wî romana duyem jî neweþandiye. Hinek nivîskarên kurd hene, pirtûkeke diweþînin û êdî pirtûkek din naweþînin. Xuyaye ew bi çavên Ahmed Arîf li xwe dinêrin û xwe diþibînin wî. Ew dibêjin qey dê ew jî weke Ahmed arif bi pirtûkeke bibin navdar. De bila nivîskarên xwedî yek pirtûk li xwe negrin û lome nekin. Ez ji xwe re henekan dikim. Ez ji dil dixwazim ku ew pirtûkên xwe yên duyem jî biweþînin. Weþandina her pirtûkeka kurdî ji bo çand, ziman û edebiyata kurdî dewlemendiye, hêjayiye. Li ser romana Lokman Ayebe ”Jar Lê Sermest” çend nivîsên danasîn û analîzê hatin weþandin. Ji bo kul i gor min di romanê de gelek aliyên girîng û mijareke balkêþ heye, ez dixwazim romanê binirxînim. Ez ê nivîsa xwe ya nirxandina romanê di demeke nêz de pêþkêþê xwendevanên kurd bikim.

 

ÇIMA NIVÎSKARÊN KURD PIRTÛKÊN HEVÛDU NAXWÎNIN?

 

- Gelek WEÞANGERên me berhemên bi kurdî naxwînin.

- Gelek NIVÎSKARên me berhemên bi kurdî naxwînin.

- Gelek XWENDEKARên me berhemên bi kurdî naxwînin.

- Gelek ROJNAMEGERên me berhemên bi kurdî naxwînin.

- Gelek AKTIVÎSTÊN XEBATA KURDÎ berhemên bi kurdî naxwînin.

Ez dikarin vê lîsteyê hê gelek dirêj bikim.

Li cihekî wekî Stenbolê, kovarek, pirtûkek tenê 8 heb were firotin, ev yek ji bo min ne hejmareke normal e.

 

Ev gotinên li jor aîdê rojnamevanê kurd Davut Ozalp e. Ew ji kurdî hez dike û bi kurdî dinivîse. Wî weke rojnamevanekî lêkolaye û gihîþtiye vê encamê; nivîskar, weþanger, rojnameger û rewþenbîrên kurd bi kurdî naxwînin. Ev rastiya destnîþana rewþê ye û wehaye. Ez dikarim bibêjim ku birêz Davut Ozalp bi xwe jî bi kurdî dinivîse, lê bi kurdî naxwîne. Ew bila destê xwe bide ser wijdana xwe û rastiyê bibêje; gelo wî yek pirtûkeke min jî xwendiye?

 

Ez birêz Davut Ozalp pîroz dikim ku wî bi nivîsa xwe ya di malpera ”Diyarname. Com”ê de balê kiþandiye ser vê mijarê. Çima nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin? Bi min jî ev mijareke girîng e û divê mirov li hember vê rewþê bêdeng nemîne, reaksiyon nîþan bide û mijarê þîrove bike û nivîsên rexneyî binivîse.

 

Welatê kurdan hatiye dagirkirin û ji alî dagirkeran ve psîkolojiya xwebiçûkbûnê di nav civaka kurd de hatiye belavkirin. Hinek rewþenbîr û nivîskarên kurd jî li pêþberê ronakbîr û nivîskarên netewa serdest û yên cîhanê xwe biçûk dibînin. Ew berhemên kurdî qels û tewþ dibînin, pirtûkên kurdî hêjayê xwendinê nabînin. Divê kurd ji psîkolojiya xwebiçûkbûnê xilas bibin û li hêjayiyên xwe xwedî derkevin.

 

Berhemên kurdî hêjayiyên edebiyata kurdî ne. Kurd li hêjayiyên xwe xwedî dernakevin. Dibêjin giyayê hewþê tehl e. Kurd hevûdu naecibînin. Ew qîmet û rûmet didine kesên ji xelkê din, lêbelê nadine hevûdu. Lewre jî rewþenbîr û nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin.

 

Belê, nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin, li ser pirtûkên hev nivîsên danasînê, analîzê, nirxandinê nanivîsin. Hinek jê bi nivîskî di derbarê pirtûka yekê de nanivîsin, lêbelê bi gotin di derheqê pirtûkê de gelek paþgotinî dikin.

 

Helbet ji gotina nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin qesta min ne hemû nivîskarên kurd in. Di nav nivîskarên kurd de yên ku gelek pirtûkên kurdî dixwînin hene. Çend nivîskarên kurd , ku di nav wan de du nivîskarên jin jî hene ( Roza Kurd û Yildiz Çakar ) ji xwe ji xeynê pirtûkên kurdî pirtûkên tirkî qet naxwînin. Ez bi xwe çi pirtûkeke kurdî derdikeve, dikirim û dixwînim. Min li ser gelek pirtûkên helbestan, roman û kurteçîrokên kurdî nivîsên danasînê û nirxandinê nivîsiye. Yek kurdek nivîskar nikare bibêje ku ”min bi kurdî pirtûk weþand û Lokman Polat pirtûka min nexwend.” Lêbelê, ez dikarim bi dehan nav bidim ku wan yek pirtûkek min jî nexwendine. Nexwendina wan ji nivîskariya min tiþteke kêm nake, lê halê wan ê nebaþ, rewþ û sewiya wan nîþan dide.

 

Çil – 40 – endamên ”Komela Nivîskarên Kurd li Swêd” , þêst – 60 – endamên ”Komela Nivîskarên Kurd li Amedê” , pênce – 50 – endamên ”PENa Kurd li Almanyayê” dike sedûpênce – 150 – û bi hindikayî 50 nivîskar jî neendamê tu komelan in, dike 200 nivîskar. Heryekê pirtûkek yan kovareke kurdî bikirin, dused -200- pirtûk tê firotin. Li ewropayê û li Tirkiye û Kurdistanê bi sedan komeleyên xêzikî, kulturî û rêxistinên sivîl yên civakî hene. Heryek pirtûkeke kurdî bikire, bi sedan pirtûkên kurdî dê bêne firotin.

 

Lêbelê, ne rewþenbîr û nivîskar, ne komele û saziyên çandî pirtûkên kurdî nakirin û birêvebirên wan jî naxwînin. Helbet dê rewþ her tim weha nebe. Helbet dê rewþa hanê bê guhertin û di pêþerojê de dê pirtûkên kurdî bêne firotin û xwendin.