Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Sipî herdem ne nîþana þarezayîyê ye

 

 

 

 Mahmûd Hac Mûsa 

 peyal_22@hotmail.de

 

 

 30/01/2008

 

Mirov bi gelek nexweþiyan dikevin, bêyî ku destê wan tê de hebin. Ev bi penceþêrê dikeve yê din bi kirîza dil û gelek caran jî dermankirin ne hêsan e. Lê dema ku raman û mejîyê mirov nexweþ be û wî ew bela bi serê xwe de anîbe û nikaribe jê rizgar bibe, tevî guherînên ku dikevin dem û çaxên mirovan û guherînên ku dikevin rengê porê simbêl û seriyan. Wê demê dibe mûsîbetek mezin. Ew nexweþiya ku li derve belav dibe, tenê dikare nav lê bibe (pêþverû). Mirov nav lê dike û wek nimûne û lêvegera têr û bêr, mirov dikare navê vê nexweþiyê li berêz M .S. Alûcî bike, yê ku ji zû ve pê ketiye û nema kare xwe jê rizgar bike.

 

Birêz M. S. Alûcî ji roja jidayikbûna siyaseta xwe de û heta roja îro heger ku siyasetvan be, tevî guherînên ku ketine dunyayê, tenê dijberiya li hember Partiya Pêþverû ye. Gotina tim û tim li ser zimanê wî ye ku partiya Hemîd cemawerên xwe winda kiriye û  serokê wê (Hemîd) êdî ji xelkê ve hatiye naskirin û eþkerekirin. Heger mirov van herdu wesfan bide ber hev yek jê bi Alûcî ve dizeliqe yan jî herdu ne. Ya yekem ku birêz Alûcî nexweþ e û wek dibêjin gazin ji nexweþan nabe. Ya din jî ew zane ku pêþverû xwedan hêz û cemawerekî mezin û cihê baweriyê ye. Û mamoste Hemîd jî hîn cihê rêz û baweriya derûdora xwe ye. Hilbijartina wî wek cîgirê serokê Ragihandina Þamê, vê gotinê piþtrast dike. Alûcî vê kîna dilê xwe bi awayê gotarekê dirjîne ser rûpelê û xwendevanan bi jahra xwe hiþyar dike.

 

Mirov têdighêje ku wî pêþevaniya serhildana 12 Adarê kiriye û pêþverû ew têk biriye û lê sar kiriye. Bi dilekî þewat gazinan ji (mûxaberatên) Sûrî dike ku çima Hemîd negirtine û hinekî din girtine? Dema ku mirov bi nexweþiya herikandina rengan dikeve, li vir tenê dunyayê bi reþ û sipî dibîne, li Alûcî jî wisa hatiye. Heger pîvana welatperweriyê di hiþmendiya Alûcî de girtîgeh be, di wê demê de, wê gelek serkêþên cîhanî navên xwe winda bikin û ew jî xwe wek rêberê serhildanê gerek nebîne. Wer xwanê dike ku kîniyan gelekî bala wî kiþandine ser xwe, bi rahiþtina qazme û xencerên xwe.

 

Wer xwanê dike ku ev rahiþtina qazman afirandinek þareza ye, ji birêz Alûcî ku wê bala rojnamevanên cîhanê bikþîne ser doza me û doza me dibe dozeke navnetewî. Ji pêþinyara Alûcî min hêz da xwe ku ji welatê Yemenê çend xencer û qazmeyan bikirim, ji bo ku M. S. Alûcî wan li kolanên Berlînê di destê xwe de li ba bike. Bi vê pêþniyara xwe, dikin ew û çend hevalên nexweþ mîna xwe vê pirojeya erzan û kêmpere pê dengê Kurdên belengaz bighînin mediyaya navnetewî.

 

Nizanim çima Alûcî meydana tekoþîna xwe ji dest xwe berda û hat Europa, madem ku mêrekî pir wêrek û qahreman e!?