Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

M.Elî Kut

 

LOTIKXANE AN DÎNXANE!

 

 Magazîna bi kurdî! Dema pêþin ku min ev nava bihîst ez pê kêfxweþ bûm. Min got ev Mêrdînî ê kurdan modern bikin bi rastî! Paþê min bi xwe jî hewl da ku beþdarî , arîkarî li vê projeyê bikim.

 

 Mîzah, henek, pêkenîn di jiyana kurdan de cihekî  xwe î taybetî heye. Jiyana kurdan hertim zext û bi zehmetkêþî bûye. Bi hindikayî be jî ji bo ku vê bargiraniyê hêsan bikin an jî ev bextreþiya ku para wan ketîye þirove bikin; mîzah kirine, bi pêkenokan qedexeyên civakî, tabûyên dînî þikandine.

 

Seksizm di civaka me de tabûyeke gelek hiþk û xweser e, her weha mîzah û henekên wê jî taybetî ne. Lewra gelekî neyînî ne; neyînî ne di wê manê de ku jinê bicûk dixîne. Gelek caran ev “mîzah” û henek sînorên mirovatiyê derbas dikin, jinê, wekî tiþtekî, kirêt, belayeke mezin dinirxîne. Dîtin û edebîyateke wusan çewt ji civakek modern û mirovatiyê dûr in. Her mirovê bîrwir divê li dijî helwestek wusan raweste û þerê wê bike. Ne xasim ku mîzaheke wusa di malperek kurdî de bibe û birêveberiya vê jî kesên rewþenbîr bikin… Bê guman mirov behît dimîne li beramber helwestek wusan!

 

Loma ez gazincên xwe ji LOTIKXANÊ dikim ku nebe DÎNXANEYEK. Hêviya me ji rêvebirên wê ew e ku berpirsyariya xwe bigrin û ji çapemeniya xwe re hin sînorên ehlaqî, perwerdeyî deynin û di çerçoveyeke wusan de weþanê bikin. Ji ber ku LOTIKXANE pêwist e, valahiyekê mezin dadigre, xizmetek giranbuha ji ziman û çanda kurdî re ê bike.

 

Silv û rêz

M.Elî Kut

 -----------

 

Bersivek

Berî hertiþtî em spasîya kek M.Elî Kut dikin ku ev rexnename nivîsand û bala me kiþand. Birastî gava me dest bi amadekarîya Lotikxanê kir me texmîn nedikir ku wê Lotikxane û malperek bi vî awayî bê hezkirin û hejmara xwendevanên wê bigihê milyon û nîvek Kurd. Em ji emaîlên ku ji me re tên dizanin ku ji misilmanên Kurd bigrin heta bi keç, xort, pîr û kalên me jî xwedî li Lotikxanê derdikevin û hezkirina xwe nîþanî ziman û xeta ku Lotikxanê daniye ber xwe didin. Helbet em nikarin bêjin ku ji sedî sed kêmasiyên me çênabin. Em zanin ku heta kêmasî çênebin rastî jî dernakeve holê. Mîzah û henek di kevnetorîya Kurdan de heye, ev parçeyek ji çand û kultura me ye. Kî dibêje henek û erotîzm di kultura Kurdan te tune, bila ji kerema xwe li dengbêjên kevnare, li þaîr û hozanên me ên berê guhdarî bikin yan wan bixwînin. Lê helbet em sînorên henek û erotîzmê jî dizanin.Ger car caran hinek nivîskarên me nivîs yan nûçeyên xwe bi zimanê erotîzmê dixemilînin jî, vê ji adet û toreya herêma ku jê tên digrin. Dibe ku her herêmek Kurdistanê ne xwediyê wan henek û çanda erotîzmê be. Lê ev nayê wê maneyê ku em jinê biçûk dixin û bi kesayetiya wê dilîzin.Em tucarî jinê wek belayeke mezin nabînin, wê kirêt nakin. Ev ne hedê me ye. Li vajayî wê em rê didin jinê ku karibe xwe di Lotikxanê de îfade bike, binivîse û peyamnêrîya Lotikxanê jî bike. Em karin bi serbilindî bêjin ku vê xebata me moralek mezin daye keç û jina Kurd û heta niha zêdeyî deh (10) peyamnêr û xebatkarên me ên jin çêbûne.  Çanda henek û erotîzmê di çanda piranîya milletan de heye, lê helbet em cardin dibêjin; kêmasiyên me çêdibin ne go çênabin, lê emê bi alîkarîya we dost û nivîskaran karibin kêmasîyên xwe bibînin û sererast bikin. Em ji rexneyan narevin, lê pê kêfxweþ dibin. Lotikxane ne a Mêrdînîyan tenê ye, ji her herêmê xebatkarên wê hene. Lotikxane a Kurdan e, kî bixwaze têde binivîse bi þertê ku êrîþî kesayetîya þexsan û nirxên Kurdewariyê neke rê jê re vekirî ye.Em Kurdistanî ne û riya me riya neteweperestîya Kurd e. Fermo! Jibo Lotikxaneyek baþtir û rasttir em dest bidin hev.........Rastî xweþe, rastî Lotikxane ye.....Haaa, bawerkin Lotikxane nabe DÎNXANE!!!.

 

Silav û rêz

 Lotikxane